Çepê fransî li Ewropayê dialiqe

Lêkolîna di nava malbateke parçebûyî de
Translator

Li Spanyayê xwepêşandêran meydanên mezin ên welêt dagîr kirin, pê gilîyê demokrasiyeke ku êdî nûneriya wan nake kirin û krîzeke ku ne ya wan e jî red kirin. Di herêma euro de, liberrabûn kat dide û hêdî hedî ji xwe re dike hedef. Yekîtiya ku weke qayişa hilgir a derbasbûnê bi kêra ferz û daxwazên bazarê hat. Lê belê gelo Ewropa dikare çepgir be?

Ji bo carekê, dezgehên ewropî di radeya herî bilind de hefsarê faîzê sist kir. Û weke gelek caran, vê yekê çepê fransî parçe kir. Di dema referandûma 29ê gulana 2005ê de, dijberên projeya Peymana Destûrnameyî ya Ewropî (TCE) bi beşdarîyeke bilind (% 69,37), ji sedî 54,67ê dengan kom kirin. Vê encamê, tevî vê yekê jî, rewş bi qasî ku dihat payîn, serûbin nekir. Peymana Lîzbonê ya di 13ê kanûna 2007ê de îmzekirî, ji nû ve pêkanîna amadekarîyên bingehîn ên projeya berê datanî ber xwe. Û vê carê pirsîna nêrîna gel ne mewzûbehs e: Di pêvajoya têkildarî referandûmê de tesdîqkirinên bi rêya parlementoyê dê werin tercîh kirin.

Hevserokê Partîya Çep Jean-Luc Mélenchon vê rewşê wiha tîne ziman: «Herçendî serkevtîyên ‘na’ bi serkevtina xwe xeyalşikestî jî bûn, du kamp ji bo salên dirêj li Fransayê ji hev qetiyan». Lê belê ev xeta berbiçav a jihevqetînê gelo hertim wisa zelal e?

Bi krîza diravê yekane û şidandina tedbîrên aborî yên li ser gelên parzemînê hatin ferz kirin, guftûgoya li ser armancên entegrasyona ewropî ji nû ve şekil dide sînorên ku erdnîgarîya çepê fransî dixin nav ahengekê. Ji alîgirên guherîneke demûdezgehên ewropî yên «hundir» ta yên dijberî ewroyê, çep ji niha û şûn ve hem li ser xwezaya reformeke muhtemel a Yekîtîya Ewropî hem jî li ser derfetên pêkanîna wan, ji hev diqete. Hertim, bi asoyeke hevpar:Gelo wê vê «Ewropaya civakî» ya ku pir dixwaze çawa saz bike?

Li deverên din ên dika siyasî, rûpela referandûmê weke ku hatibe girtin. Hilbijartinên ewropî yên 2009ê bi vî awayî, şahidîya tiştekî ecêb kir: José Bové û Daniel Cohn-Bendit (ji niha û şûn ve her du endamên partîya Ewropa-ekolojî – Partîya Keskan, EELV), ên di kampanyaya 2005ê de dijberên hev ên bêhempa bûn, biryar dan ku vê carê li tenişta hev mil bi mil ve kampanyayê bimeşînin. Hevgirtineke nepayî? Sekreterê neteweyî yê EELV dibêje: «Li cem ekolojîstan, li ser armancekê lihevnekirin tunebû, lihevnekirin li ser maqûlîyapejirandin an jî nepejirandina tekstekê bû. Vê jî hişt ku cudahîyên di navbera wan de bên çareser kirin. »

Başe, li hêla sosyalîstan, gelo bi rastî jî demê birînên ji ber şerûpevçûnên berê êdî nema? Tevî ferznameyên fermî jî, beşeke rêveberî û mîlîtanan li dijî peymanê bûbûn xwedî helwest. Cîgira serokê Meclîsa Neteweyî Elîzabeth Guigou bi tedbîr vê bersivê dide «Piştî perîyodeke hinek tevlîhev, ev yek pir zêdetir xwe dispêre lihevkirinekê. Îro em hemû hemfikir in ji bo bibêjin, ku Ewropa di krîzeke kûr re derbas dibe û dîsa em hemfikir in ku ji bo vê yekê divê mirov bibe xwedî ronîhişîya analîzkirinê. Ev krîzeke projeyeke ewropî, krîzeke wateyê ye». Lê belê li hember gefên jihevbelavbûnê yên daketine rewşa babelîskeke spekulatîf ya welatên ku ji wan re «dewrûber» tê gotin yên herêma ewroyê dihejîne, ne hêzên navendî (Fransa, Almanya) ne jî Guigou nikarin pişta xwe bidin van rexneyên rûtîn û ji adetê.

Karîgerîya aktuel a Yekîtîyê niha bi tilîyan tê îşaret kirin. Guigou, ku berêli ser fezîletên entegrasyonê zêdetir bi coşdiaxivî,rewşê bi van gotinan binxêz dike: «Ji dehan salan ve ye, cureyekî lîberalîyê zêde bû, lewre siyasetên hevpar ên ku dixwestin li bazarê mîzanîyekê pêk bînin, û wê biserûber bikin, ji hêza xwe ya berê pir winda kirin».

Wisa xuya ye ku ji ber berjewendîyên xwe hukûmet ji hev dûr dikevin. Û yek ji patrona diravî ya parzemînê Almanya bi van deynên dide wan, hewl dide, wan di pêkanîna tedbîrên dijwar de bigihîne hev. Bûyeran jî weke ku maf dan van kesên ku gazina wan ew bû ku Yekîtî li ber qanûnên dîkta yên bazarê serî datîne. Lê belê xwezîya wan a avakirina «Ewropeyeke din» bi zehmetî xwe dide bihîstin…. û kesî îqna nake.

Alîkarê serokê koma sosyal demokratên li Parlemena Ewropî Stéphane Le Foll, niha ketiye nav lêkolîna li ser «kesên ku dibêjin: Ewropa sedema hemû xirabîyan e, divê dawî lê were anîn û hwd. Em bixwe dixwazin gîyanê ewropî biparêzin, tiştê bidestxistî û ne xerakirî ya çil salên dîrokê biparêzin». Le Foll wiha li gotinên xwe zêde dike: «Ez ê li hember wan kesan hemûyan yên ku pir caran dibêjin ku pêdivî bi Ewropeyeke din heye, nema xwe ragirim. Dema ev yek hat gotin, çi tê kirin? Baş e bi kê re? Ev tiştekî eletewş e. Meşa ku divê were kirin çiqas mezin be, ewçend mirov xwe ji zehmetîyê rizgar dike. Kesên ku difikirin ku ew ê her tiştî biguherînin, baş dizanin ku ew derewan li xwe dikin».

Rola sosyalîstên fransî ya di avasazîya ewropî de helbet ji alîyê meyla parastina «tiştê bidestketî» de pir girîng e. Awirê li ser vê dîrokê bi rastî jî xala nakokîya esasî ye. (1) Endamê rêveberîya NPAPierre-François Grond, bi bîr dixe ku «sosyaldemokrat bûn hevavakarên Ewropaya Maastrichtê», Ewropaya ku ew li dij têdikoşîn, ya ku dixwaze îro «berdêla buhranê ji mûçegiran bistîne».

Salên 1980yê, serokkomarê hingê François Mitterrand û Jacques Delors, ê ku komîsyonek bi rê ve dibir, , pêşî li tenişt Margaret Thatchera ingilîz, dûre jî li tenişt Helmut Kohlê alman bûn du mîmarên bingehîn ên pêngava entegrasyona ewropî. Rêya neqandî bû ya bicihkirina tiştê civakî di bin «îtîbar»a aborî de.

Serokê rûmetê yê Tevgera Komarger û Welatî (MRC) vê beşê û «hevalbendîya néolibéralism»ê ku ji alîyê rêveberên sosyalîst ve hat bi rê ve birin, bi heman girîngîyê dinirxîne. Wezîrê berê jî vê yekê wiha îzah dike: «Heyama esasî sala 1983 ye, sala ku li gel pergala diravî ya ewropî lihevkirin pêk tê û pergal dibe neolîberalîzm. Dûre Belgeya Yekane ya 1986ê tê û ev jî ne tiştekî din e ji bilî pêkanîna jihevxistina rêzikan li tevahîya parzemînê». Ev peyman, bêyî pêkanîna ahenga bacî ya destpêkî, lîberalîzasyona tevgerên sermayeyan dixe dewrê. Dûre peymana Maastricht, a ku di encamê de Yekîtîya Ewropî di 1993yê de saz dike, dikeve nav hewldana bi goşt û gewdekirina projeya diravê hevpar ê li bin kontrola bankayeke navendî ya ne-girêdayî desthilata siyasîû yekane armanca wê têkoşîna li dijî enflasyonê ye. Hefsarkirina mûçeyan yek ji dogmaya Yekîtîya nû ye.

Mélenchon, ê ku di 2008ê de ji Partîya Sosyalîst veqetiya, bi awirekî cihêreng epîzodên vê «heyamê/werçerxê» tesdîq dike. Ew ji encaman bêhtir pêşkarîyan dest nîşan dike. Mélenchon wekî din îzah dike ku piştî 1983 û «heyama şidandina tedbîran», sosyalîst bûn xwedî hişmendîya sînorên guherîneke gengaz a di çarçoveya yek welatî de. Stratejîya wan ew bû ku «hewl bidin qadeke nû ya bibandor ji bo guherîneke civakî saz bikin». Wan tercîh kir ku destekê bidin entegrasyona aborî û xwedîyê wê bawerîyê bûn ku entegrasyona aborî wê bibûna sedemê pêkhatina entegerasyona siyasî jî û di dawîyê de pêşketineke civakî. Wezîrê berê yê ku di 1992yê de ji bo danqebûlkirina Peymana Maastrichtê kampanya meşandibû, bi kurtî wiha vedibêje: «me bawer dikir ku bi ardûkişandina nav lokomatîfa kapîtalîst, wê avantajên cîvakî zêdetir bibana».

Hemû bi şertê ku "li Yekîtiyê çêkirî" be

Jihevketina komunîzmê, serdestîya nû ya amerîkî û guherînên kapîtalîzmê di navbera xebat û sermayê de bi serûbinkirina danûstandinên hêzan, ev wêneyê bextiyar daxist asta hîçîtîyê. Trêna ewropî li gel sosyal demokratên lê siwarbûyî, rêya xwe dewam kir. Parlamenterê ewropî wekî din vê tesbîtê li gotinên xwe zêde dike: «Wan çepiklêxistin bi rêkûpêkî domand, ji bo her tiştê ku di baekoka yekîtîya-ewropî de – êdî çi dibûya ferq nedikir, bi tenê bila mohra YEyê li ser bûya, bes bû– dihat pêşkêş kirin».

Ji alîyê dengên herî krîtîk ve, avasazîya ewropî li ser hîmên xwe hinek xwar xuya dike; ev xwarbûna bingehîn mirovî vedixwîne ji nû ve dest bi karekî kirinê. Ji bo parêzvanên Ewropaya aktuel, li gel vê yekê, ev kêmûkurtî bi piranî encama entegrasyoneke temamnebûyî ne.

«Gelo Yekîtîya aborî û diravî baş dixebite?

Guigou, weke muzakerevana peymana Maastrichê bi kurtî bersiva ‘na’ dide vê pirsê. Baş e çima? Ne ji ber ku gerînendeyîya diravî nebikêrhatî bû, lê belê ji ber ku beşa aborî bi temamî hat ji bîr kirin». Yekîtîya Ewropayê divê li ser sê stûnan saz bibûya: Yekîtîya diravî, yekîtîya aborî û ahengkirina bacê. Tevî vê yekê, her duyên dawîyê, hê jî rûyê rojê nedîtine. Bi awayekî din mirov bibêje, ya ku dibe sedem ne siyaseta Bankaya Navendî ya Ewropî (BNE) ye, lê nebûna «rêveberîyeke aborî» ye.Ev parlamenter herwiha bi israr dibêje «Li gor min, divê ev krîz bibe fersendek ji bo ji nû ve ruhpêveanîna Ewropayê». Berîya her tiştî, divê butçeya Yekîtîyê were zêde kirin, ji bo ku bihêle seryameyeyên mezin bên dan û koordînasyona siyasetên aborî li herêma ewroyê zexim bibe. Li gel vê yekê jî pêşnumaya vê «rêveberîyê» ya zeximkirî û morlêxistî bi peymana ji bo ewroyê, qet’iyen bi ortodoksîya diravparêzîyê re ne nakok e. (2)

Ji bo demeke dirêjtir, asoyê sosyalîstan dimîne mîna berdewama entegrasyonê heta pêkanîna «Ewropayeke siyasî». (3) Ev bergeh hê ji destpêka avasazîya ewropî ve tevgera çep ji hev diqetîne. Bi vî awirî, hestiyarîya «komargerî», ya girêdayî modeleke dezgehî ya ku di nav de cihê Netew-dewletan wê bihata parastin, tê beramberî vizyoneke «federalîst» a rêveker ji bo yekîtîyeke ku xwe bispêre vegera ji serwerîyên neteweyî. Nêrîna pêşî îdîa dike ku serwerîya gel li nav qadeke xwecihî û neteweyî ango li qada jîyaneke demokratîk bi gewde dibe; ya duyemîn jî sazkirina demokrasîyekê û ya dewleteke super a di asta parzemînê de danîye ber xwe.

Ev xeta jihevqetînê tevî vê yekê ji bo kurtetarîfa cihêrengîya pozîsyonan ne bes e. Rêxistina Lutte ouvrière [Têkoşîna Karkeran] dil dibijîne sazkirina «Dewletên Yekbûyî yên Sosyalîstên Ewropayê» yên xwe dispêrin ser bingehên ku bêguman wê ne bi dilê rêveberê sosyalîst û gerînendeyê giştî yê Fona Diravî ya Navneteweyî Dominique Strauss-Kahn bin. Dibe ku guftûgo hê nû dest pê dike. Parlamenterê ewropî yê komunîst Patrick le Hyrack rewşê wiha dest nîşan dike: «Baş tê dîtin ku îro delegasyoneke xwedî hêzên zêde li nav çarçoveya raserneteweyî digihîje encama spartina deshilatê bo dezgehên ne-hilbijartî, ku mirov nikare wan weke nûner û vîna gelan binirxîne». Midûrê L’Humanitéyê jî nêrîna xwe wiha tîne ziman: «Ez ramana konfederasyona dewletên-netewe tercîh dikim».

Xewna federalîstekî

19ê mijdara bihurî, bi gotareke xwe ya li

European Banking Congress a li Frankfûrtê, Dominique Strauss-Kahn daxwaza xwe ya «nûkirina peymana bi avakarên» Yekîtîyê re careke din anî ziman. (1) Ji bo jinûve dan dest pê kirina entegrasyonê, gerînendeyê giştî yê Fona Diravî ya Navneteweyî afirandina «bazareke hevpar a kar», pêşniyar kir. Bi handana xebatkarên ewropî ji bo «tevahîya potansîyela xwe derînin holê û bidin kar» vê bazarê wê bêkarî ji holê rakira.Strauss-Kahn israr dike ku divê înîsîyatîfa van projeyan radestî «navendê», ango radestî rêvebiran bibe, an na «rewş wê ber bi başîyê ve neçe». Û dûre, saeta ku pirsgirêkên butçeyî hukûmetan mijûl dikin, Strauss-Kahn tiştê ku ew weke «çareya herî cazîb» dinirxîne aşkere kir: «Afirandina otorîteya butçeyî ya navendîkirî li gel siyaseteke serbixwe ya ku dikare bi ya Bankaya Navendî ya Ewropî were muqeyese kirin. Vê otorîteyê wê ji bo her welatekî siyaseta xwe ya butçeyî dest nîşan bikira û çavkanîyên ji butçeyeke navendî wê li her welatî belav bikirana». Bi gotinên din, ev tê wateya pêkanîna organeke nû ya bisporên ji hemû rewabûna demokratîk bêpar, ji bo biryardana li ser siyaseta butçeyî ya dewletan. Perspektîfeke ku ew bixwe jî pêkanîna wê di paşerojeke nêz de zêde mumkun nabîne. Gelo ew dixwaze ku çend mehên din mijarê guftûgo bike?

(1) Dominique Strauss-Kahn, «Europe’s Growth Challenges [Qayişkêşana mezin dibe ya Ewropayê]», Frankfurt, 19 mijdar 2010.

A.S.

Sekreterê giştî yê serokatîya Mitterand ê salên navbera 1991-1995ê û wezîrê karûbarên derve yê hukûmeta sosyalîst a Lîonel Jospin, Hubert Védrine jî difikire ku pêkanîna hevkar ya serwerîyê qet’iyên nayê wateya jê vegerê. Tiştekî wisa nayê wateya alîgirîya gotarên li ser «arkaîzm»a neteweyan an jî «ezezîya» dewletan. Ji bo pêkanîna prosedureke zelalkirina sînorên erdnîgarî yên Yekîtîyê, û parvekirina hêzan a ku wê ava dike, û projeyên ku divê wê zindî bikin, Védrine «derketina ji dogmaya ewropîparêz» pêşniyar dike.

«Dogmaya ewropîparêz»? Helbet tevgera federalîst weke hindikayî xuya dike li nav nêrîna, ji nêz ve girêdayî hin sîmayên jîyana siyasî (M. Cohn-Bendit) an jî rojnamevanên mîlîtan –yên weke Bernard Guetta, ji France Inter, an jî Jean Quatremer ji LibérationêkuVédrine wî weke «Ayetûlahekî federalîzmê» tarîf dike. Di vê navberê de, ev awirê «ewropîparêz» tevna xwe davêje ser awayên bîrbirina bijarteyan, şeklûşemal dide awayê vegotina tevahîya beşeke çîna siyasî ya ku entegrasyona ewropî bi şêweyekî berbiçav («Ewropa aştî ye, paşeroj e, ciwanî ye !») pêşkêş dike û her cure gumanbarîyê mehkûm dike : «kesên jêpirsîna xwe dikin alîgirên serwerîyê, arkaîk û dij-ewropî ne, tiştekî wisa rewşeke dilxelîner e, wezîrê berê bi kurtî û zimanekî tinazî wê dogmayê wisa tîne ziman.

Lê belê utopîya federalîst li ser sindoqên hilbijartinan coşeke pir kêmtir diafirîne. Li gor Vedrîne «Dilpekîya federalîst a elîtan li berxwedaneke her diçe mezintir diqelibe. Gava tu digihîjî qonaxa ku êdî dest pê dikî dibêjî ku Parleman wê rojekê şûna Meclîsa Neteweyî bigire, an jî dibêjî Komîsyon wê bibe hukûmeteke Ewropayê, mirov dibêjin "na"!».

Beramberî dîwarekî sazûmanî

Gelo xewna Dewletên Yekbûyî yên Ewropayê pir ne populer e? «Dema ji mirovan were pirsîn, ka ew xwe ewropî hîs dikin an na, girêdana wan jidil xuya dike», Xatûn Duflot a ku partîya wê xwedî projeyeke wisa ye, bi vî rengî û bi vê nermîyê vê rewşê derdibire. Her çi ekolojîst in, ji bo wan afirandina «nasnameyeke hevpar, welatîbûneke ewropî, ya ku ne weke li dijî aîdiyeta neteweyî, lê weke tiştekî jê zêdetirpir girîng e. An na Yekîtîya Ewropî wê bi temamî ji hev bikeve û bipelişe». Wekî din wê pêwist be ku «qadeke ewropî ya gelemperî» ya ku bikaribe rojekê, hêleke din li Yekîtîyê zêde bike, bê afirandin.. Lê belê kampanyaya ji bo hilbijartina serokatîyê ya 2012ê li Fransayê nîşan dide ku siyaset hê jî ji bo welatîyan bi awayekî bingehîn di asta neteweyî de xwedî wate ye..

Ewropaya federal an jî Ewropaya dewletan; ev «kargeha fikirînê» girêdayî pirsgirêka armancên Yekîtîyê xuya dike –ji bilî ku entegrasyon weke dawîyeke xwezayî were nirxandin. Di daxuyanîyên xwe de, çep ji bo parastina «Ewropayeke» piştgirtir, demokrattir û ekolojîktir, di asta kêmtirîn de hevûdin digire. Ev armanca hevpar pêkanîna bernameyeke reforman datîne ber xwe û ev bername dikare pergala heyî ya ku bi afirandina reqabeta di navbera xak û meaşan de tê rexne kirin, bi kûrahî veguherîne –di 2008ê de, berdêla saeta keda karker di pîşesazîyê de li Romanyayê deh caran ji ya Belçîkayê kêmtir e. Sê hedefên esasî, serbixwe ji modalîteyên pêkanîna wan, lihevûdin diguncin: Reforma pergala diravî, harmonîzasyona bacê, lihevhatina «ber bi jor» a normên parastina civakî. Xalên din dibin sedemê jihevdûrketinê, nexasim derpêşkirina ji bo guftugoyê ya statuyên Bankaya Navendî ya Ewropî yan jî ragirtina pêvajoyeke nû ya çêker a ji xwe re kiriye armanc ku çarçoveya «Ewropeyeke nû» dest nîşan bike –du pêşniyarên ku Partîya Sosyalîst wan naparêze. Li gel vê yekê, li wêdetirî daxwaz û dilbijînan, ev derfetên pêkanîna wan in û îhtîmala xwegihandina tiştekî wisa jî hêjayî baldanê ye.

Divê nîzama ewropî çawa were guherandin? Karûbarekî ku derket holê pir hesas e. Mîmarîya dezgehî ya Yekîtîyê di eslê xwe de di zextên demokratîk de vê yekê pir hesas dike. Ji bilî Parlemana Ewropî, organên civakî demûdezgehên ne-hilbijartî yên li pêşberî welatîyan xwe berpirsiyar nabînin, pêk tînin. Her çi Parleman e, tevî ku hêza wê bi pêş ketibe jî, ew ji rewabûneke pêwist bêpar e ji bo îdîa bike ku ew li ser navê «gelekî ewropî» diaxive. (4) Di pratîkê de, bidestxistina piranîya dengên pêşverû li nav vê dezgehê wê têra beralîkirina îstîqametên Yekîtîyê nekin. Gerînendeyîya krîza diravî bi xurtî bi bîr xist ku hêza biryarê di destê serokên hukûmetan de ye, û ji bo di ber çav re derbaskirina peymanan pêdivî bi tevahîya dengên wan heye –ev jî prosedurek e ku bo nimûne ji bo harmonîzasyona bacê tê pêk anîn.

Li gel vê yekê jî, li hemberî vî dîwarê dezgehî, piranîya dezgehan xwe didin ber stratejîyeke rû ber bi parzemînê. sendîkavan û endamê konseya zanistî ya komeleya Attac, Pierre Khalfa dest nîşan dike ku «Projeyeke pêşverû bi tenê eger di asta ewropî de be, encax hingê wê bibe hêz û projeyeke maqûl». Çepê «dij-lîberal» bi armanca yekkirina têkoşînên wêdetirî sînoran, û meşandina kampanyayên der barê peyvên nîzamê yên hevpar de, israr dike ku afirandina «tevgereke civakî ya ewropî» pêwistîyek e. (5) 29ê îlona dawî, «ewro-xwepêşandaneke» mezin, a bi însîyatîfa Konfederasyona Ewrpopî ya Sendîkayan dest pê kiriye, bi vî awayî demûdezgehên welatên cihê yên Yekîtîyê ji bo bibêjin «Ji tedbîrên kemberşidandinê re na» li hev kom dikirin. Le Hyriac wekî din diyar dike ku Divê herwiha ev tevger bikare dawî li xitimîna siyasî bîne». «Partîya Çep a Ewropî» ya di 2004ê de ava bû, wê ber bi îstîqameteke wisa ve gav biavêta.

Ev «tevgera civakî ya ewropî», ji bo bikaribe pêşîyê li bilindbûna rastgira populist a li tevahîya parzemînê bigire, dixwaze bersivekê bide «rewşa lezgîn a civakî». Lê belê herwiha daxwaza wê ew e ku îstîqametên Yekîtîya Ewropî jî biwezinîne û wê ber bi jinûveavabûnê ve dehf bide. Berdevkê Tevgera Siyasî ya Perwerdeya Gelêrî Jacques Nikonoff, (MPEP) ji serkeftina stratejîyeke wisa gumanê dike. Ew dibêje, «Çepê ji pozîsyoneke ku di nav de ji ber wesweseyên xwe xitimiye û maye, pir êş kişand». Banga «tevgereke civakî ya ewropî» li gor wî, divê qelsîya hêzên çep li seranserî parzemînê li gelek welatan nede ji bîr kirin. Ne ku têkoşînên seranserî Ewropayê ne pêwist in. Nikonoff vê yekê wiha îzah dike «wextîbûn, ango têkilîya navbera dema pêwist ji bo pêkanîna reformê û qada ku li ser, mirov dikare wê reformê pêk bîne: Qad çiqasî mezin be, dem jî ew çend dirêj e».

Halbû ku, xwe-xistina bin barê guherîna pêwist (jinûve biserûberkirina pergala ewropî an jî jinûve destnîşankirina statuyên Bankaya Navendî ya Ewropî) ber bi paşerojeke şîlo ve, wê «karaktereke sist û paşvekêş» derîne holê. Serokê berê yê Attacê wiha didomîne: «Dema siyasetê dema neteweyî ye: li ciyê ku hê jî dezgehên ku destûrê didin hilbijartina rêvebiran li ser zemînên siyasî yên destekê ji dengdaran werdigrin, û derfetên guherîna tiştan hene». Wekî din, bicihkirina siyasetên aborî yên hevpar di navbera welatan de û bêhtir jî parvekirina yek diravî pêdivî bi lihevkirineke li ser plana îdeolojîk heye. Nikonoff ji ber vê yekê rûdana hilweşînekê dipê û ew vê hilweşînê weke berhema hukûmeteke pêşverû ya ku «tedbîrên yekalî» werdigire ji bo ji nû ve pêkanîna kontrola siyaseta xwe ya aborî û sazkirina hevkarîyên li gel welatên «ku heman projeyê parve dikin» dinirxîne. Ev perspektîf di heman demê de ji alîyê ronakbîrên weke aborîzan Jacques Sapir ve tê destek kirin.

Khalfa ji bona, ku qadeke wisa, «rêyeke qralî» tine, bi van gotinan nêrîna xwe ya dijber tîne ziman: «Têkoşîna hem di asta neteweyî hem jî ewropî de, ne nakokîyek e». Meşandina têkoşînan li seranserî Ewropayê dikare bihêle ku çep nêrînan biguherîne, û rêveberan neçar bike û «pêşketinên bi rastî bi dest bixin».

Çarçoveya heyî bi her halî ne di xêra çepê de ye, lê belê rewş ne rewşeke hişk û neguher e. Chevenement hêvî dike ku «dogmayên ewropîparêz bi kûrahî ji ber krîzê derb xwaribin». Ne bi tenê peymana îstîqrarîyê ji hev pelişî û parçe parçe bû, lê belê Bankaya Navendî ya Ewropî çarçoveya desttêwerdana xwe guherand –bi ser de jî gotineke Komîserê Reqabetê nema ku li himberî alîkarîyên ku dewletan da bankayan, bibêje. Wezîrê berê israr dike ku «divê êdî em vê berhemê deynin ser dezgeha kar. Dezgeh hene, lê belê em dikarin wan biguherînin; her çi peyman in, mirov dikare wan şirove bike. Ti tişt bi temamî ne ji bo hetahetayê hatiye pêk anîn».

Védrine jî wisa difirkire ku jinûve guftugokirina teksta der barê hin hukman de mumkun e. «Tiştê ku di peymanan de em lê dieliqin û pê diêşin, şirove ne, lê belê ti tişt nikare rê li ber ji nû ve şirovekirina wan bigire. Bo nimûne, nehatiye gotin ku di Peymana Romayê de divê reqabet pêşî li bigewdebûna şampîyonên pîşesaz ên ewropî bigire». Huqûq dikare biguhere, siyaseta komîseran jî herwisa. Li gel vê yekê, ji bo «ji cih livandina statuyên pêkhatî» ev rewş «xebateke pir mezin» ferz dike. Védrine bi vî awayî berevajîyê dogmaya bazara serbest, mijara «bazara adil» a ji alîyê sosyalîstan ve tê parastin, bi bîr dixe. Şerûpevçûn berî hertiştî wê ya ramanan bûya.

Li gel vê çendê jî ji bo ku tevî her cure pêlên dijber ên muhefezekaran reforman hembêz bikin, îhtîmala îqnakirina hevkarên Fransayê dimîne li ser guherîna piranî ya siyaseta li Ewropayê. Sersekreterê Partîya Sosyalîst û serokê kabîneya wê demê François Hollande bi bîr dixe ku «divê herwiha neyê fikirîn ku tiştekî wisa wê rojekê rû nede. Di dawîya salên 1990ê de ev yek qewimî». Di wê heyamê de, hema hema temamîya hukûmetên Yekîtîyê bi rastî jî ji alîyê sosyal-demokratan ve dihatin bi rê ve birin. Baş e, çima hingê ew firset ji dest hat berdan? Le Foll wiha bersivê dide wê pirsê: «Ji ber ku tê de ti tiştê têkildarî ramanê tinebû. Em ne di nav tevnekê de bûn». Ne hukûmet, ne jî sosyal-demokrat weke hev difikirîn: «Em li navbera rêya sêyem a Tony Blair destek didayê û sosyalîzma kevneşoptir a Lionel Jospin destek didayê, di nav xirecir û pevçûneke îdeolojîk de bûn». Ev têgihîştina «kevneşoptir» a sosyalîzmê tevî vê yekê nehişt ku hukûmeta Jospin bi biryardarî piştgirîyê bide guherandina rêzikên bazarên enerjîyê, postegerîyê an jî veguheztinên bi rêyên hesinî. Gelo endîşeya wî ew bû ku ew ê hevkarên xwe yên ewropî biêşîne?

Qutbûna ji nîzama Brukselê?

Bibîrxistina vê ezmûnê bivênevê di sere mirov de pirseke bingehîn bigewde dike: Di çarçoveya ewropî

ya îro de, hukûmeteke pêşverû wê xwedîya derfeta kîjan rê û şiverêyên manevraya bi rastî be? Ev pirs Xatûn Guigouyê bêhtir dixe nava gumanê. Û ew vê yekê wiha îzah dike: «Em ancax bi hevkarên xwe yên ewropî re dikarin rêyên nû yên manevrayê peyde bikin. Bi tena serê xwe em nikarin ti tiştî bikin, an na em ê vegerin awirê kesên ku li destpêka salên 1980yê weke arnawût dihatin bi nav kirin (6) û dixwestin teybên japonî li Poitiersê rawestînin».

Védrine

pirsgirêkê ji nû ve wiha formule dike: «Baş e wê rêya manevrayê ya hukûmeteke sosyal-demokrat a ne di nav Yekîtîya Ewropî de, kîjan be? Binêrin hukûmeteke sosyal-demokrat li Norwejê ye, gelo qada mavevrayê ya vî welatê ku aborî bi hev ve girêdane, rola bazarên malî ye?» Ew wiha lê zêde dike: «Heta ku em cinî dîsa venegerînin nav şûşeyê, eger rojekê ev ji me were, heta ku em geşedana fuzûlî ya derdora malî sererast nekin, hemû hukûmet wê di rewşa xwe ya girêdayî de bimînin, Ewropa an jî ne Ewropa».

Ji bo «çepê çepê», derfeta birêvebirina siyasî li derveyî şiverêya lîberal îro pir stewr û bêber xuya dike. «Gelo li welatekî, mirov dikare giranîyê bide siyaseteke bi rastî jî di çarçoveya peymana Lîzbonê de alternatîf?» Mélenchon di cih de dikeve navberê û dibêje «Bersiva vê pirsê bêguman ‘na’ ye.» Li bin zexta bazarên malî, hukûmeta ku kontroleke wê ya pir qels li ser siyaseta wê ya aborîyê heye, li dijî prensîbên neolîberal ên ku li gor kêfa xwe Yekîtîyê bi rê ve dibin, wê gelek caran biketa nav gengeşe û pevçûnê. Grond bi heyecan vê şiroveyê dike û dibêje: «Ev e pevçûna li gel Yekîtîya Ewropî [ya ku] xeteke parvekirinê datîne navbera çepekî ku xwe adapteyî kapîtalîzmê kiriye û çepê alîgirîya berxwedanê dike».

Gelo divê benên bi nîzama ewropî re bên qut kirin? Ji bo destpêkirinê, gelo divê rêzikên ewropî bên binpêkirin! Li gor Hyriac «Di vê rewşê de, hukûmeteke wisa divê pêşekîyên xwe binavûnîşan bikirana, xwe li wan ragirta, û ji hevkarên xwe re pêşniyar bikira ku pêwist e peyman an jî dîrektîfên ku li pêşîya siyaseta wê dibin asteng, jinûve bên nirxandin û guftugo kirin. Divê di nav dezgehan de heta dawîyê têkoşîn were meşandin, lê belê derîyekî hawarê xuya nake heta ku bi berdewamî bang li gel neyê kirin û jê neyê xwestin ku ew biryarê bide».

Tevî vê yekê jî, welatek bi tenê jî derketina ji nav Yekîtîya Ewropayê ji xwe re nake armanc. Mélenchondest nîşan dike ku «ya tê peyivîn derketina ji nav Peymana Lîzbonê ye –ne ji nav Yekîtîya Ewropayê». Baş e, vegera ji ewroyê jî mewzûbehs e? Li gor Nîkonoff, «Jinûvesazkirina serwerîya diravî ya dewletê şertek e ji bo ku hukûmetek dîsa hevsarê siyaseta xwe ya aborîbixe destê xwe». Li ser vê opsîyonê lihevkirinek çênebûye, lê belê hêdî hêdî dibe mijara guftûgo û nirxandinê.

Lê dîsa jî ji piranîya van texmînan rewşeke zelal derdikeve holê: Ji bo rêzgirtina ji bernameyeke dij-lîberal re, divê hukûmeteke çepgir di çarçoveya ewropî de bikeve nav hewldanan û xwe tev bide.Tevî rîska ku tiştekî wisa bibe sedemê buhraneke siyasî jî? Le Hyriac bersiva «Erê» dide vê pirsê û wiha rave dike: «Ji bo dawîlêanîna li xetimîna rewşê, pêdivîya me bi krîzeke bi vî rengî heye». Tiştê ji vir û şûn ve divê were kirin, êdî xwe amadekirin e.

* Li gel François Denord, nivîskarê Ewropaya civakî wê pêk neyê, Raisons d’agir, Paris, 2009.

(1) Serge Halimi, «Quand la gauche renonçait au nom de l’Europe [Gava çep dev ji navê Ewropayê berdida]», Le Monde diplomatique, hezîran 2005.

(2) Frédéric Lordon, «Extension du domaine de la régression [Berfirehkirina qada paşveçûnê]», Le Monde diplomatique, nîsan 2011.

(3) Parti socialiste, «Pour une nouvelle donne internationale et européenne [Ji bo kartekî nû yê navneteweyî û ewropî]», teksta Peymana Neteweyî a di 9ê cotmeha 2010ê de hat qebûl kirin.

(4) Ji bo hilbijartinên ewropî yên 2009ê, li Fransayê beşdarî gihîşt ji sedî 40.63yê. Binêrin li nivîsa Anne-Cécile Robert, « Et la crise sociale a rattrapé le Parlement européen [Û buhrana civakî xwe gihand Parlemana Ewropî]», Le Monde diplomatique, adar 2009.

(5) Pierre Bourdieu, «Pour un mouvement social européen [Ji bo tevgereke civakî ya ewropî]», Le Monde diplomatique, hezîran 1999.

(6) Ango baskê çepê yê PSê, ku hingê ji alîyê Chevènement ve dihat temsîl kirin, û xwe tenê dispart referansa siyasî ya Enver Xoce li Albanyayê, di navbera 1944 û 1985ê de.

Wergera ji fransî: Baran Nebar