Cerahîya wezîfeyê

Translator

Şer dewam dike. Çar mehan piştî biryara 1973yê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, hêzên Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) wezîfeya diyarkirî binpê dikin û êdî daxwaza xwe ya dawîanîna li rejîma Albay Muemer Qedafî venaşêrin. Civaka sivîl berdêleke giran dide vê dirêjkirina şerî. Ibrahim Al-Koni yê li surgûnê, yek ji mezintirîn nivîskarên lîbyayî ye û bi eslê xwe tuaragî ye. Al-Koni êşa xwe ya li beramberî bextreşîya welatê xwe derdibire.

Gazinan neke, piştgirîyê bike, serê xwe bitewîne, dilnizm be, ji bo hez bikî, bilezîne, bêyî ku ji ber awirên te winda bibe ku tu li ber perê bêserûbinbûnê yî. Ya ku em jê re dibêjin wezîfeya xwe kiriye, ev e".
Henri-Frédéric Amiel

"Bi tenê ew kes azad dijî yê ku di pêkanîna wezîfeyê de bextewerîyê peyda dike."
Cicéron

Ji bo ez behsa rastîya tişta li Lîbyayê niha diqewime bikim, ez hez dikim serpêhatîyekê bibêjim ku mînakeke baş e: serpêhatîya karsazekî ku piştî rûdana bûyeran tevî malbata xwe li welatê cîran Tûnisê asê û tecrîdkirî mayî û bi tîhna xwe ya xebata alîkarîya ji bo şoreşa pakkirina şermê, bi tenê yek tişt jê dihat, ew jî ew bû ku barê malî yê dermankirina serhildêrên birîndar bigire ser xwe. Ev birîndar bi awayekî bi dizî ji sînor dihatin derbas kirin da ku nekevin nexweşxaneyên li hundirê welêt, lewra di van nexweşxaneyan de polîsên rejîmê wan bi xwînsarî dikujin.

Lê belê dana pereyan ji bo dermankirina birîndarên rastîyê li gor wî xebateke têrker nebû, nexasim ji ber ku em dizanin ku sêhra şerî bi rengê ku bi têkilîya birîndaran û serhildêrên li dora wan re dikarî bigihîje wî jî, tesîrê lê bike; wî bi çavên serê xwe dîtibû ku van birîndaran bêhna xwe ya dawî ya bextewer dabû, heta li serê herî bilind ê vê teqdîr û şabaşa ku libyayîyan nedîtibû ji dema di destê rejîmeke ew jixwe, ji welatê xwe û ji dinyayê qut û sil kirî de rehîn bûn û vir ve.

Ev zilam carinan telefonî min dike da ku nûçeyên şerî şirove bike û li ser tişta diqewime bide û bistîne. Her carê, ew kerb û azara xwe bi min re par ve dike, ew kerb û azara ji dîtina derengmayîna rizgarîyê peyda dibe. Ew ji min re dibêje, li gor wî, xewnereşk çiqasî dewam bike, ewqasî wê mirovên bêguneh bimirin. Min timî zor da xwe ku jê re sedemeke aşbûnê bibînim, li ber dilê wî xweş bikim. Dema min ev dikir jî min xwe disipart mentiqê tiştan ku fêrî me dike, mueyîdeya çarenûsê çi zû û çi dereng xwe ferz dike. Lê belê vê yekê têra wî nedikir.

Li ser vê yekê, va ye wî berîya çend hefteyan telefonî min kir, da ku ji min re bibêje ku wî biryar daye weke serhildêrên birîndar bextewer bibe, û ev yek bi tenê hingî mumkin e, heke bi awayekî qaçax vegere Lîbyayê da ku cihê xwe di bereya şer de bigire. Û dema min lê vegerand û got, ji bo dermankirina birîndarên doza rastîyê dana pereyan jî bûna li bereya şer e, ew bi min kenîya û wî got, wî sed caran hewl daye xwe bi vê fikrê qaneh bike, lê belê wicdanê wî ango wê mûcîzeya:

Xwedê di dilê mirovî de weke nûner bi cih kiriye, ev arguman qebûl nekiriye; û heke dixwest wê buhuşta wî li ser rûyên birîndaran heta kêlîya wan bêhna xwe ya dawîyê dayî dîtî, nas bike, yekane riya li ber wî mayî ew bû ku here bi rastîyê re rû bi rû bibe. Vê buhuştê ji mirovî dixwest di dilê şerê pîroz de rahêje tivingê.

Min tika jê kir ku rojekê wextê hizirînê bide min.

Sedema ku min doza mohletê lê kir, ne bi tenê ew bû ku ew li ber dilê min gelekî bi qîmet bû, belê ji ber ku tevahîya wan salên ezmûnê ew timî dostekî ruhê min bû ku ji min bêhtir nêzî ruhê min bû û ji ber ku hêsan nebû ku çarenûsa xwe bi carekê welê biguhere, bixe tehlûkê.

Ji bo ku li çirûskê bigerim, ez çûm nav zevîyên hişk û zehmet ên çîyayî. Ez çûm û li cem xwezayê li şîretan geriyam. Min dizanî ku vê dayika zana yek care bi tenê jî xiyanet bi min re nekiriye. Li wir, di nav wê qada bêlez û bêtelaş de, di nav bêdengîya şidîyayî de ji binê bîra min wî hukmê Kant xwe da der; ew hukmê min timî hez jê dikir, lê belê weke tevahîya tilsim û efsûnên ku me hez dikir, li ser me bixwe nivîsandî bin, min ji bîr kiribû. Vî hukmî digot: "em nayên dinyayê da ku bextewerîyê peyda bikin, em tên dinyayê da ku wezîfeya xwe bikin".

Wezîfe! Beşa kêm a efsaneya bextewerîyê ev e; ev e peyva efsûnî ya ku şûşeya mucîzewî vedike; ev e kehaneta kevnar a ku pê ayîna giran a bawerîyê xwe pê têr dike.

Ez lê vegeriyam, min hukmê xwezayê bi rengê ku hevalbendê wê yê fîlozof derdibire jê re anî, lê belê min xweş didît ku diviyabû ez fikir û hisa xwe ya şexsî jî li peyamê zêde bikim da ku ez karibim peyamê razîkertir bikim. Min jê re got, maneya vê ew e ku her bextewerîya bêyî birina serî ya wezîfeyekê bi tenê sefîlî ye, bi heman rengî heke mirov bextewerîya xwe ji bo birina serî ya wezîfeya xwe feda bike, ev jî bextewerîya herî mezin e.

Kêfa wî ji şiroveyê re hat, weke her cara ku me prensîpa Eflatûn mîrê pêxemberan ya digot, ji axaftina bi hevalekî re mezintir ti bextewerî li dinyayê nîne, dixist pratîkê û em ji bo ku bi kêfa sohbetê şa bibin rûdiniştin.

Kêfa wî ji şiroveyê re hat, bi qasî her kesê ku qencîya xwedayî îlhama zanayîyekê daye wan, bêyî ku navgînên herikandina wê ya ber bi gotinan ve bide wan, bi wî zehmet bû ku fikrên xwe derbibire.
Me demeke dirêj behsa wezîfeyê kir, heta ku wî "koçberîya" xwe ya dotira rojê bi min da zanîn; wî ji min re got, ne koçberîya dema mirov di şer de têk diçe, ji welatekî ber bi welatekî din ve diçe, na, koçberîya ku berê me dide derveyî erd û welatên surgûnê da ku ji surgûnê welêt bistînin; koçberî, belkî jî bêhtir fîrara ji guldanka teng a egoîzmê ber bi buhuşta azadîyê, ya rastî bêyî ku min baş bizaniya gelo azadîya wî behs dikir azadîya kirina wezîfeya xwe bû, yan jî azadîya bi maneya xwe ya radîkal, herî dawî, ya ku tê de Hoste (1) radeya herî bilind a azadîyê didît, ango mirin bû.

Wî soz da min ku ew têkilîya bi min re ji navenda dijminahîyan dewam bike, lê belê hefte di nav re derbas bûn ku ez nizanim ka çi pê hat.

Gelo ez li hemberî wî gunehkar bûm, dema ku min teşebusa wî pîroz kir? Ya rastî, ez li hemberî xwe gunehkar bûm, heke ev qasî li peyçûna azadîyê guneh bû! Lewra heke di rewşa qewimîna tiştekî de di vê bûyerê de kesekî ku tehlûkeya ruhê xwe ji dest bide hebû, ew jî ez bûm; wî bixwe, wî yê bi tenê qeyd û bendên xwe ji dest bidana; wî yê bi tenê şerma xwe dana alî ji duaya herî pîroz a mirovî ku wezîfe ye, ji dest bidaya; wî yê bi tenê şerma ketina hundirê xanîyê xwe yê ku li şûna wî ji alîyê kesên din ve hatiye azad kirin, ji dest bidaya; wî yê bi tenê bêliyaqetîya jîyana li welatê siberojê yê ku wê ji dest birayên xwe weke diyarîyekê bigire, li şûna ku bixwe ji bandora hutî xilas bike, ji dest bidaya! Û heke ew venegeriyaya, hingê wê wî ne bes xwe azad kiribe, belê wî yê azad jî kiribe. Lewra ruhê welatan rizgarkerên wan in, ne zindîyên li wan dimînin. Lewra şehîd yekane malbat in ku kurên wan bextewer dimirin.
Gelo min ê cesaret bikira vê serpêhatîyê bibêjim, heke tecrûbeya hevalê min ê delal bi tenê mînakeke ji gelek mînakên din ên li ser tişta îro li Lîbyayê diqewime bûya?

Bi vî rengî ne, lehengên ku jîyana xwe erzan dikin, ne ji bo yekane armanca ji bo tolhildana rewa, yan jî peydakirina rûmeteke jidestdayî, lê belê ji bo vegera ji vê surgûnîya kujer ku ya tevahîya zordestî û zorbazîyan e. Lewra di bin sîya zordestîyê de her tişt diyarî surgûnê tê kirin: Nirx, welat û mirovên dildarên welêt, bawerîya bi tenê di dilê mirovê xwe fedayî welatê xwe kirî de dijî, rastîya ku rûyê din ê azadîyê ye û ne tiştekî din e, yekemîna nêçîrên bêhejmar ên ketî ûrê hûtê nehserî yê bi navê hîdra. Ji xwezayê heta bi ezmanê bixwe ji holê rabûyî, tiştekî ku li hember sîya vî hutê mirovxwur wenda nebe, nîne.

Bi gotina siberoj wê şivanekî bîne dinê ku wê çil salan vî welatê xembar bi rê ve bibe, muxeyela gelê Lîbyayê hatina vê felaketê pêş dîtibû.

Di destpêkê de mirovan zêde girîngî bi vê kehanetê neda û jê bawer nekirin. Piştre, dema ku xewnereşk her dirêj bû, ew li hêvîyê man; paşê ji ber ku hatina rizgarîyê dereng ma, wan xwe lê ragirt; piştre dema ku felaket bi serê wan de hatin, ew li wan bihurîn; piştî vê dema ku mohleta ev demeke dirêj li bendê bûn hat, hêvîya wan nema. Hêvîya wan nema, wan red dikir ku jê bawer bikin ku felekê dikarî bi hejmara xwe ya di kehaneta xwe de ragihandî şaş be û jê bibihure. Lê belê ew ê bibûya hêza wan, dema ku pê hisîyan ku zordestî bi îmtiyaza li dijî daxwaza xwedê û kehanetê bi xwe rabûnê, kêf dike. Lewra va ye şivan red dike ku mîna kahînê kevnar Sutayh (2) tev bigere û red dike ku razê da ku li gor daxwaza veşartî bimire.

Ji vê kêlîyê û pê vê mirov qaneh bûn ku tiştek heye ku li gerdûnê rast nameşe û wan wezîfeya rastkirina rewşê girte ser xwe. Ew lê serwext bûn ku di vê dema kelevajî de (çar dehsal!) ew mexdûrên dekûdolabekê bûn, ew mexdûrên pêxemberekî qelp bûn, ew mexdûrên mesîhekî qelp bûn, ne mesihê silametîyê û wan serî hilda. Li ser vê wan çek û sîlehên xwe paqij kirin da ku koka wê girebaya xirab biqelînin, ew girebaya ku çilûdu salan bedena wan keritandibû. Desttêwerdaneke cerahî a kujer, lewma ji bo ku silametîyê bi dest bixin, ji bo ku xwe ji vê qemûşka felekê ya li ser bedena wan firisandî, xilas bikin, diviyabû çerm ji goşt were kirin. Belê vê yekê ew netirsandin û em wan hê li ser meydanên giştî dibînin, nişterên xwe dihejînin da ku vê desttêwerdana cerahî ya dîrokî pêk bînin.

Lewra êdî wext e, em nav lê bikin, Hezretî Dîrok, a ku Rousseau ji boyî gotibû: "wê çi pê bihata, heke ne zordest, ne şer û ne jî komploger hebiyana?" (3)

Çavkanî

Ibrahim Al-Koni: Nivîskarê lîbyayî yê mişext. Pirtûka bi navê ’’Ferîşte tu kî yî?’’ nivîsand. P. Vigreux ji erebî wergerand û di bin navê ’’Nameyên cîhanê’’ de hate weşandin. Parîs, 2010.

  1. Ango Emmanuel Kant
  2. Kahînê serdema berîya îslamê ku li gor efsaneyê vebirî saeta mirina xwe û jihevdeketina melikîyeta persan pêş dîtiye
  3. Discours sur les sciences et les arts (Nîqaşên li ser zanist û huneran), 1750

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê