Chicago - Bajarê muzîk û polîtîkayê

Translator

Çend heb mominên kincê xweşik lê, li pêşiya dika sêqozî ya Dêra Saint Paul Side ya li ser kolana Wabash’ê, li tenişta numara 45’an a Kolana South Side ya Chicago’yê, wextê xwe derbas dikin. Kamyoneta tiştên cam difiroşe banga xwe ya hertimî dubare dike dema ku simorî hejik û kabloyan dikojin. Yek ji cihê herî bêhempa yê bajarê Amerîka’ya Bakur, her tişt dikanîbû baştir biçûya, heger dîmen, bi vî rengî ne heyvronî bûya.*

Şêniyên aliyên bajêr ên din, tu mafê xwe tune ye ku biçin hêla South Side’yê. Tenê di rêyên mezin re dikanin derbas bibin. Heger ew bixwazin xwe bavêjin nav teşqelan, bi taybetê ewê bi xwe bidin bawerkirin ku geto ne cihekî navê wê bi xerabî derketiye: ew warekî nîv-fermî ye. Bê dikan, bê dermanxane, ne otêl ne bank, ne otobusên şaredariyê û hema hema, ji aliyê sed hezaran jin û mêrên ku pirên wan betal, lê belê bi liv û tevgêr, hatiye dagirtin.

Ji hêla din a Kolana Wabash’ê, ev yekşema 2009’an, kargeha rêveberiya Association for the Advancement of Creative Musicians (AACM), di xaniyekî serobin ku bi kîremîtên sor hatiye lêkirin, civîna xwe li dar dixe. Bilûrvan Nicole Mitchel, daholvan Mike Reed, stranbêj Saalik Ziyad û kemanjen Tomeka Reid mîna rêveberiya komela dibistanê, percusyonîst Coco Elysses, ku ji qirnekî nû tên, zenguyê AACM’ê xistine dest xwe. Karê wan ê pêşîn, lidarxistina konseran e ji bo hemî şêniyên taxê û avakirina kargehên ku ev rêxistina muzîkjenan ji nîv sedsalekî bi vir de pêşniyaz dikin. Ne bendewar in ku gel were derê dibistana wan, lê belê ew diçin cem gel. Bêlebatî û payina li South Sid’ê, vekirina deriyê wê ji wê bi xwe û ji yên wekî din re, tekoşîna li dijî koçberkirina şêniyên afro-amerîkî, gengeşiyeke herdemî ye.

Çend saetan bi şûn de, ewê bi serekên xwe re, li ser dika Velvet Loungê, klûb û “salona civînan” ku ji aliyê yek ji endamên AACM’ê yê pêşîn ku bernaman bi azadî çêdike ( beyî ku para xwe ya ji beşdaran tê, bistîne), saksofonîst Fred Anderson ve, hatiye kirêkirin. Îsev, panzde muzîkjenên koma muzîkê Great Blackê, beriya li muzîkê bixin, pişta xwe didin temaşevanan. Klarînetîst Mwata Bowden dor bi dor pesnê helbestvan, rapçêker, stranbêj û sazbendan dide, heta ku wan radike ezmanan.

Wek ku trombonîst û etnomuzîkolog** George Lewis dibêje, hema hema, hemî kesên ku AACM sala 1965’an ava kirine, ji malbateke xizan a çîna karker û reşik ku dehsalên pêşîn ên sedsala bîstan,*** dema Koça Mezin li Midwest’ê bi cih bûne, tên. Ji bo van malbatan muzîk bi her hawê xwe, derveyî olê yan pîroz, gelêrî yan ezmûnî, roleke xwe ya perwerdekirinê hebû: li malan, li ser kolanan, li baran û li dêran, her kes yan lê guhdarî dike yan jî lê dixe. Li nava getoyên gelêrî muzîk, rêyeke karên civakî û sosyalîzasyoneke alternatîf jî ye.

AACM her tim bi himet tev geriya ji bo ku wernegere saziyeke yekreng yan hiyeraraşîk û nekeve xizmeta metodên pluralîst û lêgerînê. Saksofonîst Douglas Ewart dibêje: “Komkomî, mezintirîn daxwaza me ye. Azweriya bi xwe û bi yên din re. Bicihanîn û hevkarî. Bi vê hêzê, her kes li gorî hawê xwe alî dike û bi alîkariya yên dinê xurt dibe.’’ Perkusyonîst Kalîl El Zabar jî: “Hemû rastiya polîtîkayê, li ser sînorkirina azadiya kes û komikan, li ser bindestkirin û jihevxistina wan, ava dibe. Em nûnertiya rêçeke afirêner, parveker û berpirsiyariyê dikin. Bînin ber çavên xwe ku pergaleke polîtîk, kêfxweşiyeke gelekî mezin çêdike, tiştê ku em diafirînin...”

Dema salên 60î, bi parçekirina getoyê gel, bobelateke xizaniyê ku bi hunera wan du qat dibû, hate serê muzîkjenên South Sida Chicago’yê ku şaxê endustriya tevaşevaniyê xist.. Lewis, ew dispart afirandina bêhawe ya kapîtalîst. Bi parvekirina kar re didan ber hev.

Bi avakirina AACM’ê sala 1965’an, hinek muzîkjenan biryar dan ku têkiliyên xwe yên komî li ser pratîka muzîka civakî xurttir bikin. Wan ji bo kontrolkirinê dest bêtir avêtin amûrên afirandin û ragihandinê. Mîna ku Anderson li Velvet Loungê ji bo xwe îfadekirin û danûstendinê muzîkeke xas afirand. Bi stratêjiyeke ku ji aliyê kesên bêderfet û bêpaye yên AACM’ê, ku hemî pişgiriya diravî red dikirin ve pêk dihat, bergeha çalakiyan li gelek qadan belav bû: Herêmî (Li Chicago û Midwest’ê, paşê li New York’ê bi vekirina şaxê dudan ê AACM’ê sala 1977’an). Netewî (li welatên rojava û jê bi wê de). El Zabar dibêje “Bi ketina gelek dinyayan û bi danîna têkiliyên ser rastiyên din di yek demê de, me dest bi pêşxistina perspektîfên pirreng, hiskirina kulturan kir. “ Saksofonîst Ernest Khabeer Dawkings jî wisa dibêje: “mesele hemî kontrol e. Lewma danûstendin û hevalbendî divê bên pirkirin ji bo pêkanîna çalakiya hunerî û aborî ku yekdestiya bazara diravî û serdestiya polîtîk a netewî çêdike.”

Vê roja ku Barack Obama qedera welêt bi rê ve dibe, stratêjiyên xwe çi ne? Ewart bi qasî heyecanê pragmatîzmê jî destnîşan dike: “Vê dema ku bi wî derbas bûye, haya me ji sînorên Barack Obama û ji rastiya fikra azadiyê jî, heye. Û çi ji destê me bê emê bikin bi mebesta ku bigihîje armanca xwe ya herî dawîn wek çawa ku me ji dema çandiniya şitlan kir. Heger hewce bike bi spazma holy roller**** û kokên hoodooyê.”*****

Bi ya muzîkjenan, heger rêya birêz Obama bi Chicago’yê bikeve, li taxa ewle Hyde Park’ê bi cih bibe û zarokên xwe li University of Lab Schoola bi navûdeng qeyd bike, bi temamî xwe bike karkerekî civakî, dîsa jî ji bo pêkanîna kariyera xwe ya polîtîk e ev di bajarê Amerîkayê yê herî zêde bi cudakariyê re rûbirû maye.****** Saksofonîst David Boykin wisa rave dike: “Ji gelê reşik û bi taybetî ji muzîkjenên bi eslê xwe reşik re, dem nehatiye guhertin: em di binê qulikê de ne. Ji dema ku ewrûpiya dest bi baziganiya kolan kiriye û bi vir de, em di bin qeyraneke civakî û aborî de ne. Û çandiniya me ya gelekî bindest, bi qasî ku bûye kole ew qasî ji dike kole.” ji bo alîkirina debara malbatê, bi karên xwe yên bingehîn re yan jî derveyî wan, pirrê muzîkjenan mejbûr in ku karekî din di ber re bike. Yan jî bi ketina nava Ewrûpayê re, mejbûr in ku karekî wan ji hal de dixe û ku ew qet dil nakin, dikin.

AACM di çalakiyên xwe de, herdem, berhem û kontekstên wan qebûl dikin: muzîk wek rêbaza danûstendinê û qîmeta bikaranînê. Wek ku John Shenoy Jackson bi bîr dixe, ji dema ku endamên vê saziyê xwe nêvî dane karê muzîka afirîner, nêvî ya hişyarkirina civakê, rêbaza wan nehatiye guhertin. Bi vî hawî, Dawkings di dema xwe ya dirêj a bicihbûna li taxa Englewoodê, ji qirnê nû komeke muzîkjenan ava kiriye. Bi pêkanîna danûstendineke berfireh bi lîseya Clichy-sous-Bois li taxên derveyî Parîsê û bi koma Zim Ngqawana ya bi komî dijîn, li taxên derveyî Johannesbourg’ê.

Bi vexwendina saziya Musiques de Nuit, El Zabar jî ev deh salek e di nava projeyên dibistan û konservaturarên Bordeaux û yên herêma Aquitanê de xebatê dimeşîne. Ew dibêje; “Bi saya çalakiyên zindîkirina taxê bû ku derfeta me çêbû em komeke muzîkjenan a South Sida Chicago’yê nedihate nasîn ava bikin û di qada Navnetewî de bidin naskirin.” Li gorî El Zabar, dema ku şerrê kontrolkirina agahî û mejiyan sor dibe, muzîka afirîner dibe “çekeke mûcîzewî” ji bo hişmendiyeke rexnegir û vedîtinî.

Dema nêzîk li benda dibistanên xwe yên taybet, endamên AACM’ê, dest avêtin qada dibistanê. Mîna Nicole Mitchell li dibistana J. N. Thorp Elementary Schoolê ya taxa ku ji şêniyên efrîkî û latînî. Hema li pişt dergehê û detektorên wanên hesinî, aleke dirêj û kesk, portreyê Barack Obama yê Nîşane di histu de li ser û li derdorê, alavên muzîkê ku li ser ev nivîs heye: “Change has come!” guhertin pêk hat. Vaye piştî çend salekî, gerînendeyê saziyê biryar da ku dawî li cihêkirina şagirtên efrîkî-amerîkî û yên meksîkî bîne, ku wek ên berê hatibin û divê hînî zimanê spanî bibin. Bi baweriya ku ev tevdîr ne cezakirina zarokên wan e, lê belê dîsa jî ewê bi zarokên reşikan re ku ji malê xerabe dertên rûbirû bimînin, zarokên xwe ji dibistanê kişandin.

Li pêşberî çîneke bingehîn a dehsalan ku ji efrîkî û Amerîkîyan pêk tê, Nicole Mitchell bi dengdana tembûrîna xwe heta ku jê tê, dest bi stranên xwe yên ku bi guhdaran nas in, dike: “Heger hûn bala xwe baş bidin kesên ku derbas dibin, ku dil dikin li gorî kesên ku derbas dibin rêyekê bibînin, divê amûreke we hebe.” Dest radibin, deng pir dibin. Gotinên stranan giraniyê didin ser berpirsiyariyê, lê ders di hundurê muzîkê bi xwe de ye: bi sîstema bang û bersîvê, bi lihevhatina yekdengiyê, a pirdengiyê, sivikbûn û girnabûn, mirov guhdarî dike û difikire, bi beşdarî û parvekirinê.

Heman prosedur li dema ku muzîkjen derbasî studyoyê dibin jî di meriyetê de ye. Wek Mitchel yan lêder Hamid Drake, ku çend rojan pişt hev, her yekî ji bo bi bandrola ``Rogue`` Art’ê diskên xwe qeyd bikin, çûn taxa Nord Sidê ku bi awayekî eşkere navê wê bi başî derketiye. Navekî nerasterast ku ji gotina ku Birêz George W. Bush pê heqaret kiriye “Rogue States” (welatê sûtikan) tê û derhinêr Michel Dorbon li wî vedigere: “Îroj hunereke marjînalbûyî, dêjênêrê di wateya ku sansura aborî dikare bi qasî ya polîtîk tesîrê lê bike heye. Her ku diçe, yekem pîvana başbûnê ya qebûlbûyî, aborî ye: ên ku baş tên firotin yan jî gelekî buha bin, ew ``pir hêja ne`` li gel ku ên kêm tên firotin yan qet nayên firotin bi `gûman` lê tê nerîn. Muzîka jazzê, ku xwe tu carî bi sîstemekê ve girênedaye, ku tu carî bi desthilatdariyekê re flort nekiriye, yek ji yên şoreşa hunerî-piranî bû, sedsala buhurî ku ji aliyê kesayetên ku `hew` ji bona xwe îfade bikin bê ew kî ne, hatibû afirandin. Dîskên ku ji aliyê Rogue Art’ê hatine derxistin, wî tiştên ku bi rastî îroj di jazzê de hene diparêze. Ya ku cihê wê di derdorên veşirtî û conservator de tune, yan jî, wek pesindana imaja xweşbîniya desthilatdariyê nîne.”

Lêder, beriya ku dest bi pêşkêşkirina kapasîteya her endamê koma xwe bike, ne tenê tercume kirin lê belê agahdarkirin jî, dikane qalibekî mêlodîko-ritmique çêbike û li hev rast bike. Ew dikane pêşandana komposizyonekê bispêre pêkanîna kesayî, ya dukesî, ya hevbeşî, û rêçûna komî bide îspatkirin. Ew dikane demeke bi şûn de dewam bike, vê carê bi alîkariya endezyarê deng yan derhinêr tevî girtina qerarê, qeydkirina hin beşan cuda ji bo ku dawiya dawîn karekî hevbeş û tevlihev, ji nû ve biguherîne. Çi dike bila bike, muzîkjenê afirîner rûmeta kolektîvî ya kar nîşan dide. Ev afirandin û berpirsiyariya parvekirî, fesal û qaliban, ji tecrubeya muzîkê dizîvirînin tecrubeya civakî. Girêdayî dema çûyî, roja îroj û sibê.

Çavkanî

* Douglas Massey “regards sur Apartheida amerîkî” û Sudhir Venkatesh “dawiya bajarên çikolatayê, banliyên vanîlî yên amerîkî” ,Le Monde diplomatique Sibat 95 û Mijdar 2003.
** A Power Stronger Than Itself. The AACM and American Experimental Music, Presses universitaires de Chicago, 2008.
*** Nicolas Lemann, The Promised Land: The Great Black Migration and How It Changed America, Vintage Books USA, 1992.
**** Fidèles de l`Eglise penteconiste qui hurlait en se roulant par terre dans les lieux de culte.
***** Ensembles de Croyances, coutumes et de paratiques importées d`Afrique.
****** Serge Halimi, “L`université de Chicago, un petit coin de paradis bien protégé”, Le Monde Diplomatique Avrêl 1994.