Cîhana bê nûkleer ya Barack Obama

Siyaseta nû li ser dengeya atomîk
Translator

Çend deh gotinên bibawer karibûn bibin sedemê ku Serok Barack Obama xwe berbi girtina Xelata Nobel’ê ya Aştiyê bike. Bi vî awayî ew bû lewendê derdorên dijî çekan û di hin aliyan de kêmaqilê derdorên fanatîkên nûkleerê. Dema ku wî soz da ku ewê peymanên di derbarê kontrolkirina çekên nûkleer bi Rusya’yê re dirêj bike û her wiha firehtir bike –ev weke peymanên ji bo kêmkirina çekên stratejîk (Strategic Arms Reduction Treaty, START)i , hatine naskirin, ku her wiha ev peyman kapasîteya çêkirina çekan jî kêm dike, nebûn sûrprîz.iii Lê belê ev “bawermendên rast”ii bi keder bûn dema ku Barack Obama, li Prag’ê, di 5’ê Nîsan a 2009’an de, got; “Di çarçoveya stratejiya neteweyî de em rola çekên nûkleer kêm dikin.” Digel ku çend roj bûn ku Serok û rêveberiya wî ya nû, “pîlana pozîsyona nûkleer” (Nuclear Posture Review, NPR) dabûn destpêkirin. Dema ku wî heman daxûyanî dubare kir, bi hin gotinên nêzîk, li pêşiya Civata Neteweyên Yekgirtî, di axiftina xwe ya roja 23’yê Îlon a 2009’an de, di derbarê pirsên bingehîn de nerazîbûn hate diyarkirin.
- Ecêba doktrîna nû pêwîst dike ku Amerîka xwe ji bikaranîna çekên nûkleer “beriya hemû hêzan” şûnve bikêşîne, weke ku Çîn û Hîndîstan’ê ji mêjve kirin, her wiha weke ku rêveberiya Clînton, di çarçoveya peymana beruvajî ya sala 1994’an ku di navbera wî û Bakurê Kore’yê de pêkhat, soz dabû. (Bêguman ev peyman ji aliyê rêveberiya W. Bush ve hatibû betalkirin)
- Gelo birêz Obama wê qebûl bike ku, heta çar salan, çawa ku Berlîn’ê ji wî xwestibû, çekên nûkleer yên Amerîka’yê ku ji aliyê Saziya Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) ve tên kontrolkirin, ji Almanya’yê bikişîne? Gelo wê heman tiştî ji bo çekên nûkleer ku bi armanca taktîkî li Ewrûpa’yê hatine bicihkirin jî bike?
- Ya ku ji bo endûstriya parastinê zêdetir girîng e, gelo ewê hejmara roketên nûkleer, çekên binavê yên Trident û her wiha roketên balîstîk ên navparzemînî bisînor bike?
- Komîteya Nobel’ê ya norwêçî dabû xûyakirin ku “wê girîngiyeke mezin daye vîzyon û çalakiya birêz Obama ya di derbarê cîhaneke bê çêkên nûkleer de.” Lê belê, di axaftinên wî yên bi karmend û şêwirmendên wî re, yên ku ji nêz ve bi NPR’ê re eleqadar in, daye xûyakirin ku ewê, di teksta ku wê ku di 1’ê Nîsan a 2010’an de biweşe de, hemû “bawermendên rast” razî bike. Digel şerê ku di hindirê rêveberiya wî de pêş dikeve, yên di derbarê guftugoyên bi Moskova’yê re ku ji bo Peymana START’ê de dimeşin de, digel ev helwest li ser pozisyona Amerîka’yê bandorê çêdike jî, wî ev nêzîkatî raber kir. Ev rastî jî tê qebûlkirin ku ji vir bi şûnve rola çekên nûkleer di stratejiya parastina Amerîka’yê de, bi awayeke berbiçav kêm nabe.
Wê were zanîn ku, di pêvajoya şerê sar de Amerîka’yê dabû xûyakirin ku ewê wan çekan di dema êrişeke konvansiyonel de bikar bîne. Wê demê bloka Sovyetîk li ser Ewrûpa’yê de, di warê hêzên leşkerî û her wiha çekên biagir de xwediyê avantajan bû. Di heman demê de NATO’yê, bi armanca amadekariya demeke şer, hêzên xwe ji bo pêlên berxwedanvaniyê amade dikir. Heman bûyer, a di derbarê bikaranîna “çekên nûkleer” de, di derheqê Kore ya Bakur de jî hate dîtin.
Lê belê divê di vî warî de em hin gotinên Wezîrê Karê Dervê yê Almanya’yê, yê dema borî Joschka Fischer bigirin dest; “Ti yekîneyeke biçekê qeyîm tine ku di nava 24 saetan de bikevin nava sînorên me. Siyaseta di derbarê bikaranîna yekemîn a çekên nûkleer weke bersiveke rewşa ku bi awayeke bingehîn hate guhertin bûi.i” Hêza qayîm ya Kore ya Bakur êdî nikare li ser hêzên çekdarî yên Kore ya Başûr, ku bi alîkariya Amerîka’yê hatine lipêşxistin de biçe.
Pêşniyarên di derbarê devjêberdana “bikaranîna destpêkê” ya çekên nûkleer tim weke xewnên kesên dilpaqij ku ji zehmetiyên rastiya siyaseta navneteweyî tiştekê fêm nakin tê dîtin. Lê belê dema ku mirov prensîban berewajî bigire dest ev dîsa zêde rast nayê dîtin. Birêz Fischer vê jî dide xûyakirin ku; “Heke em nêzîkatiya hêzên mezin, ên di derbarê kêmkirina çekên nûkleer de, ciddî bigirin wê demê divê heman hêz atmosfereke wisa çêbikin ku êşên welatên din, ên ku dixwazin bibin xwediyê heman çekan, kêm bikin” Xala 6’an ya peymana di derbarê kêmkirina çekên nûkleer de (TNP), ku di sala 1968’an de hatiye îmzekirin, her wiha kêmkirina pîşesaziya heyî jî pêwîst dike. (Bi taybetî yên welatên endamê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî). Heman xal nahêle hêzên din, ên ku çekên wan ên nûkleer tinene, ji xwe re heman çekan çêbikin. Lê belê bêdiliya hêzên mezin ku naxwazin çekên xwe yên nûkleer kêm bikin û tirsa “bikaranîna destpêkê” ya heman çekan dikare nehêle ku Amerîka bi heman peymanê ve girêdayî bimîne.
Mînak, Pentagon wiha dide xûyakirin ku “divê ku çekên nûkleer bikaribin bibin bersiva xetera komkujiyan li Amerîka’yêii”, her wiha ew çekên kîmyawî, yên biyolojîk û nûkleer di nava “yek mijarê” de dipejirîne. Qesra Spî dixwaze formûlekê wisa bibîne ku ew bikaribe pêşniyarekê di derbarê kêmkirina rola çekên nûkleer de, çawa ku li Prag’ê hatibû zelalkirin, pêşbixe. Di vê navberê de ew ji bo bikaranîna hêzeeke dorfireh jî derî vekirî dihêle. Hinekan jî pêşniyar kirine ku bêjin niyeta wan, ya Amerîka, ew e ku, heke hin hêzekî li dijî Amerîka’yê an jî hevalbendên wê van çekan bikar bînin wê demê mafê wan ê tolhildanê çêdibe. Wateya gotina “tolhildan”ê ew e ku di van şertan de bikaranîna çekên nûkleer tê bisînorkirin.
Di vê derbarê de pir xalên hevpar hatine pêşniyarkirin: Mafê bikaranîna çekên nûkleer li dijî êrişên konvansiyonel an jî kîmyawî ku ji aliyê welatekî wek Kore ya Bakur, Peymana TNP’ê binpêdike; guhertina gotina “pêkanîna bersivan” şûna gotina “bersivdayînê’’, ev jî tê wateya ku, heke hin amadekarî ji aliyê hin hêzan ve werin dîtin, wê demê êriş dikarin li dijî dijmin çêbibin.
Piştî axiftina ku li Prag’ê pêkhat, delegasyonekê bibandor ya Wezareta Parastinê ya Japonya’yê dest pê kir ku li ser Kongre’yê de û her wiha li ser tevahiya rêveberiya amerîkî zextê bike. Heman delegasyonê diyar kir ku, heke Amerîka “bikaranîna destpêkê” daxilê naveroka peymanê neke û Çîn û Kore ya Bakur tehdît bike, her wiha hemû hêzên wê ku ji aliyê Japonya’yê ve weke hêzên nûkleer tên dîtin qebûl neke, wê demê Tokyo çekên xwe yên nûkleer lipêşdixe.
Heman delegasyonê xwest ku karê ji bo bicihkirina fûzeyên Tomahawk’ê, yên nûkleer werin berdewamkirin. Halbukî ev kar wê di 2013’an de werin sekinandin: Wisa tê zanîn ku hêza Amerîka ya deryayî xwediyê kapasîteyeke baş a ji bo fûzeyên Trident ku bi armanca parastina Japonya’yê li wê derê hatine bicihkirin e. Ji heman hêza amerîkî 8 keştiyên deryayî herdem Pasîfîka Bakur di bin kontrolê de digirin, ji wan heft heb tim di alerma sor de ne, di dema xeterê de ew dikarin di nava 12 deqeyan de bersiv bidin.
Qasî “bawermendên rast” ên li Pentagon’ê bazên (alîgirên şer) Tokyo’yê jî dixwazin atmosfera nûkleer li ser hemû konsepta “îqnakirina fireh” bibandor be. Ji ber ku bi vê hêza Amerîka dikarin li dijî hemû xeteran, ên weke nûkleer, kîmyawî, biyolojîk an jî konvansiyonel, bibin xwediyê bersivê. Ev doktrîn hebûna xeteke çetin, a li dijî Çîn’ê û Koreya Bakur diyar dike. Heman xet ji aliyê Partiya Lîberal Demokratan (PLD), ku van pêncî salên dawî Japonya’yê birêve bir ve tê parastin.
Atmosfera siyasî ya meha Tebax a 2009’an rewşê berbi çêkirinê ve dibe. Partiya Demokrat (PD) zêdetir vîziyona birêz Obama ku li Prag’ê hatiye ziman dipejirîne. Wezîrê Karê Derve Katsuya Okada pir caran li dijî vê nêrîna xwe diyar kiriye. Di civîneke kabîneya hikûmetê, di 16’ê Îlon a 2009’an de, wiha gotibû: “Gelo ew welatên ku behsa di destpêkê de bikaranîna çekên nûkleer dikin mafê wan heye di derbarê kêmkirina heman çekan de biaxifin ?” Dîsa, roja 16’ê Cotmehê, di dema hevdîtinekê bi Sekreterê Amerîka yê Ewlekariyê Robert Gates de birêz Okada xwest heman mijarê biaxife lê belê birêz Gates nexwest li ser heman mijarê bisekine. Piştî hevdîtinê, di civîna çapemeniyê de birêz Gates balê kişand ser pêwîstiya bi “nêzîkatiyeke nerm a ji bo îqnakirinê.” Di heman rojê de, li Tokyo’yê birêz Okada balê kişand ser nakokiyên borî yên siyaseta welatê xwe: “Heta niha hikûmata Japonya ji amerîkiyan re gotiye ‘em naxwezin ku hûn mijara bikaranîna destpêkê li derve bihêlin’, ji ber ku ev dikare hêza îqnakirina nûkleer qels bike.” Di derbarê bangên li dijî çekên nûkleer de û her wiha ya di derbarê “bikaranîna destpêkê” de Japonya tim xwediyê yek nêzîkatiyê nebûyeii.” Bi armanca bersivdayîna rexneyan de, birêz Okada dida xûyakirin ku; “Heke Washington dev ji ‘bikaranîna destpêkê’ ber bide ev nayê wateya ku Japonya wê li derveyê hêza nûkleer bimîne. Dema ku li Japonya’yê tiştekê neyênî biqewime, an jî ew bi êrişekê nûkleer ve rûbirû bimîne em bê bersiv namînin”
Birêz Okada her wiha balê kişand ser helwesta bazên li Tokyo û yên li Washington’ê jî, bi taybetî di derbarê gefa ku li dijî Kore ya Bakur heye: “Çekên konvansiyonel dikarin bibin bersiv”, her wiha “herêmeke bêçekên nûkleer li Bakurê Rojavayê Asya’yê tê xwestin.” Serokwezîr Yukio Hatoyama ji birêz Okada pirtir bidîqet nêzîkê mijarê bû. Em bawer nakin ku Wezîrê Karê Derve nêrînên birêz Ichiro Ozawa, yek ji rêveberên partiya wî ye ku weke alîgirê şer tê naskirin, parve kiribe. Ev cudahî jî weke parçeyekê nêrîna civakê ye. Hejmareke mezin ya bazên japonî dixwazin bi rêveberiya Obama re bikevin nava nakokiyan. Ji bo ku Japonya bibe xwedî hêzeke nûkleer a serbixwe ew dixwazin destê xwe biquwetir bikin.
Piraniya alîgirên şer ên li Washington’ê ne birêz Okada û ne jî birêz Guido Westerwelle, Wezîrê Karê Derve yê Almanya’yê, ku çend caran xwestiye ku Amerîka hêzên xwe yên taktîk yên nûkleerî ji xaka welatê wî şûnve bikişîne, nagirin dîqetê. Ev derdor van herdû kesayetiyan weke wêneyên polîtîk ku di demeke kurt de ji qada siyasî biçin dibînin. Di heman demê de Serokê Konseya Tanzîmkirina Siyasî ya Beşê Dewletê ku di nava rêveberiya birêz William Clinton de cih digire, birêz H. Halperin ji me re diyar kiribû ku yek ji xebatkarekê payebilind yê wezareta wî van daxûyaniyan paqij kiriye: “Ev ne hikûmeta rast ya Almanya’yê ye.” Nêzîkatiyeke wiha di derbarê rêveberên nû yên japon de jî heye.
Li gorî birêz Hans Kristensen, ji Federasyona Zanyarên Nûkleer ên amerîkî, Dewletên Yekgirtî yên Amerîka ji 10 heta 20 roketên nûkleer ên B-61, ku xwediyê kapasîteyeke avêtina dirêj in, di wargeha leşkerî ya Buchel’ê de, ku li Rojavayê Almanya’yê ye diparêze. Li gorî heman kesî, Amerîka xwediyê 150-200 fuzeyên nûkleer ku li Almanya’yê, li Belçîka’yê, li Îtalya’yê, li Hollanda’yê û li Tirkiye’yê hatine bicihkirin e. Ji ber van sedeman e ku NPR destûr nade Amerîka hêzên xwe şûnve bikişîne: Ji ber hebûna gefên Îran’ê, ya êrişeke nûkleer, Tirkiye dixwaze hebûna hêzên amerîkî biparêze. Pentagon jî heman tiştê dixwaze, ji ber ku di sala pêşî de NATO wê stratejiya xwe di ber çavan re derbas bike, heke vekişandinekê pêkwere ew dibe tişteke pêştwext.
Argûwateke din ku tê bikaranîn jî ev e; Peymana START’ê ku wê di pêşerojê de bê qebûlkirin tenê bi fabrîqeyên çekan ên stratejîk ve girêdayî ye. Ev jî avantajeke taktîkî ji Rûsya’yê re dihêle, ji ber ku tê gotin, ku ji 500 heta 1200 çekên nûkleer yên Amerîka’yê ku li Ewrûpa’yê hatine bicihkirin, halbukî hejmara yên Rûsya’yê ku hatine bicihkirin derdora 2000’an e, 6000 jî di rezerwa Moskova’yê de hene. Ev çekan xwediyê roketên ku dikarin ji 450 heta 600 kîlometre bavêjin in.
Hewldanên rêveberiya Obama, di çarçoveya Peymana START’ê de, yên di derbarê kêmkirina hejmara serê roketên nûkleer ên stratejîk de – ji 2200 heta 1500’an jî 1675 heban- derdorên li dijî çekan xemgîn kir. Di rastiyê de, Rûsya’yê sînyal da ku ew amade ye ku hejmara van çekên xwe daxîne heta 1000’î, bi armanca ku di bûdçeya xwe ya ji bo parastinê de kêmkirinê çêbike. Her wiha di vî derbarî de lihevhatinekê, ya li Washington’ê heye û ev vê yekê weke asteke baş ji bo parastinê dipejirîne. Di heman demê de John Deutch, yê ku di nava rêveberiya Clinton de NPR’ê birêvedibir, vê armancê parastibû.
Niha, di çavên zanyaran de, metoda ji nûh ve hatina kapasîteya çekên nûkleer (Roketavêjên stratejîk, roketên ser erd û yên deryayî) dikarin pirsgirêka serê roketên nûkleer derxîne holê. Tekoşîneke balkêş hate meşandin ku vê yekê derxîne holê ka pêwîst e hejmara roketavêjan, bi taybetî yên ku ji bo roketên balîstîk ên navparzemînî û her wiha yên ji bo roketên binavê tên bikaranîn, kêm bikin an na? Ev tevlihevî bûye sedemê ku NPR neyê zelalkirin.
Bi awayeke matmayî, Air Force Association, ku berjewendiyên hêzên hewayî diparêze, xwestiye ku 114 bombeavêjên nûkleer B-52 û B-2, ev bombeavêj di servîsê de ne, bi armanca xurtkirina roketên balîstîk ên navparzemînî û binav, werin tinekirin. Di rastiyê de, ev roket êdî nikarin ji êrişeke nûkleer re bibin bersiv. Ev daxwaz êdî nikare were qebûlkirin, ji ber ku hejmara roketên balîstîk ên navparzemînî –vê demê 450 heb in- di çarçoveya Peymana START’ê de wê kêmtir bibe. Tenê wê 13 keştiyên nûkleer ên binavê, ku li ser her yekê 24 heb roketên Trident hene, wê werin parastin.
Endamên Kongre’yê, yên alîgirên “bawermendên rast” ku li Pentagon’ê ne, ji vê kêmkirina ku hatiye pîlansazkirin nerazî ne. Van endaman li rêveberiyê gefan xwarine ku, heke di derbarê projeya qanûnê ku weke “modernizasyona” çekên nûkleer ên Amerîkî hatiye pêşwazîkirin daxwaza wan neyê qebûlkirin, ewên di derbarê Peymana START’ê de astengiyan çêbikin. Rêveberiya Bush, bi awayeke bêencam, xwest programa ku bi navê “roketên qayîm”, ku armanca wê xurtkirina hêza çêkirina keştiyên şer ên Dewletên Yekgirtî bû. Niha birêz Obama tenê dixwaze çekên heyî (Stockpile Stewardship and Management Program) nû bike. Lê belê 40 senatorên komarger, her wiha senatorê serbixwe Joseph Lieberman, roja 17’ê Kanûn a 2009’an jêre nameyekê şandin: “Em bawer nakin ku programa nû ya START’ê, ya di derbarê kêmkirina çekan de, bêyî programeke biwate ya ji bo modernizasyona hêzên me yên nûkleer, ji bo berjewendiyên ewlekariya neteweyî yên Dewletên Yekgirtî bi feyde be” Van senatoran bi taybetî daxwaz kirin ku bi awayeke lezgîn roketên nûkleer ên B-61 û W-76 werin nûkirin.
Komeleya Payebilind a Kontrolkirina Çekan da xûyakirin ku Strategic Command (Stratcom), organa kontrolkirina leşkerî ya çekên nûkleer û rêveberiya neteweyî ya parastina nûkleer (NNSA), “ji bo xurtkirina kapasîteya hêza çekdarî çêkirina roketên nû pêwîst e” Sala par, li gorî agahiyeke ku ji NNSA derket, diyar bûye ku pîlanekê di derbarê pêşxistina kapasîteya çêkirina Plutonium heye û ev di wargehên Los Alamos (Nouveau-Mexique), Oak Ridge (Tennessee) û Kansas City (Missouri)’yê de têne meşandin. NNSA hewldide ku, bi alîkariya Kongre’yê, ji xwe re alîkariyê bidest bixe ku vê programê bimeşîne. Li gorî wê, heke ev program bimeşe ewê destûrê bide Dewletên Yekgirtî ku kapasîteya xwe ya salane ji bîstan 20 derxe heta 80 yekîneyan.
Heta niha pîlana NNSA ji Kongre’yê re nehatiye pêşwazîkirin, lê belê tenê hebûna wê diyar dike ku, heke birêz Obama bixweze vîzyona xwe ya di derbarê bêçekkirina nûkleer de zelal bike, ewê bi hin nêzîkatiyan re zehmetiyan bijî. Wisa diyar e ku Serok hebûna dijminên xwe, di derbarê pîşesaziya leşkerî de, piçûk dîtiye, çawa ku wî heman tiştî di derbarê pîşesaziya derman-sîgorteyên nexweşiyê û her wiha bankeyan de jiyan kir. Tenê wî birêz Gates, weke Sekreterê Ewlekariyâ Dewletê, di wezîfeyê de negirt, her wiha wî ti sivîlekî jî neşand Pentagon’ê, bi armanca ku ew bikaribe tezên xwe di cihên girîng de bide parastin, wî NPR’ê bi tevahî ji alîgirên şer re hîşt. Her wiha wî dîrektorê NNSA’yê jî, ê ku ji aliyê rêveberiya Bush ve hatibû destnîşankirin, bi tevî hemû personelên berpirsyar ku di nava pîlana xurtkirina kapasîteya plutonium de cih digirin, di cih de hîşt. Li Qesra Spî, kesê ku zêdetir ji bo kêmkirina çekên nûkleer hewldida Şêwirmend Ivo Daalder bû, cihê wî jî hate guhertin û ew ji bo karekê siviktir çû navenda NATO’yê. Ev jî dibe sedemê ku hemû rê ji endamên Saziya Ewlekariya Neteweyî, yên alîgirên Pentagon’ê re vekirî bimînin.
Dema ku birêz Obama destpêkir bibêje “divê em di demeke dirêj de li ser pêwîstiya bi kêmkirina çekên nûkleer bisekinin” wî şer winda kir. Di vir de yên ku destê wan hatin xurtkirin generalên berbiçav ên weke Kevin Chilton, ku fermandarê Stratcom’ê ye, bûn. Roja 11’ê Mijdar a 2009’an vî generalî diyar kir ku, heta çil salên din jî Dewletên Yekgirtî pêdivî bi çekên nûkleer dibîne. Roja 15’ê Kanûn a 2009’an, li Ohama (Nebraska), di dema konferansekê li ser agahiyên nûkleerî de, ku bi alîkariya aborî ya Stratcom’ê hatibû tenzîmkirin, heman generalî bi van gotinan nêrînên xwe xurttir kir û wiha got: “Heta ku Dewletên Yekgirtî hebe pêwîstiya me bi çekên nûkleer heye.” Di heman konferansê de 5 zanyarên leşkerî û her wiha yên programa kontrolkirina çekan jî amade bûn.

-Peymanên START 1, piştre jî START 2 di destpêka salên 1990’î de hatine îmzekirin. Heman peyman, bi alîkariyê, kêmkirinekê sanayiya çekan ya herdû hêzên-sûper pêwîst didît.
Werger ji fransî:
Ahmet Dere

Çavkanî

Selig S. Harrison berpirsê Programa Asie au Center for International Policy, Washington

  1. Peymanên START 1, piştre jî START 2 di destpêka salên 1990’î de hatine îmzekirin. Heman peyman, bi alîkariyê, kêmkirinekê sanayiya çekan ya herdû hêzên-sûper pêwîst didît.
  2. olivier Zajec bixwîn, “Di navbera Washington û moskowa’yê de lîstika kişikê”, Le monde Diplomatique Nîsan 2008.
  3. Süddeutsche Zeitung, munîh, 27 mijdar, 1998.