Cîhaneke din mumkin e

Translator

Serge Latouche nepêşketinê weke armanceke zelal dibîne û ew di berhema xwe ya dawîn de derbasî qada dumahîkê dibe: keşifkirina "çêkirina medenîyeteke xwînsar û herweha hêzeke miqayitê xwe ku bikaribe li pêşîya neçarîya civakeke di pêvajoya mezinbûnê de bibe alternatîf". (1)Ji aborîya mezêxer ya "baş" ku Arnaud Berthoud dibîne, herweha bi alîkarîya nêrînên Ivan Illich û Jean-Pierre Dupuis, Cornelius Castoriadis û Andre Gorz, çêkirina sazîyeke xeyalên din şekil digire, bi hêz dibe û bawerîyê dide. Lê belê, eger em bifikirin ku nêrîn cihanê bi rê ve dibin, wê demê, ji bo destpêkê, divê em xwe li gorî asta Hobbesî tenzîm bikin, daku em bikaribin utopîya wî ya xerab (ku piştre bûye ya me hemûyan) careke din bidin pêşxistin. Li gorî Latouche, ev "Dilê cemidî yê xeyalên aborîya klasîk e" û Arnaud Berthoud vê utopîyê weha bi bîr dixe: "Divê kes ji nişka ve xwe bi kesên din ve girênede û jiyana xwe ya mezêxer mîna karekî pir taybetî an tenê bike, ku ew bi tiştên xwezayê re were girêdan. (2)" Eger girêdana bi "çêkirina civakên aborîyê yên xweser û dost, hem li Bakur û li Başûr", ji niha ve weke karekî pir pêwîst were dîtin, wê demê tenê lazim e ku em "aborîya giştî" û şiklên sazîyên vê merheleya piştî pêşxistina, ku Latouche belkî zêde bi ecele, tîne ziman, bibînin.

Sazkirina "modeleke aborîyê" ya civakeke ji mezinbûnê dûrketî: ev çend sal in ku Jean Gadrey li ser vî karê girîng dixebite (3). Berhema wî ya dawîyê weke kurteşiroveya xebatên wî hatiye nivîsandin. Nêrîna ku mezinbûna aborîyê hê jî tiştekî baş e (her çend ev bi tena serê xwe nabe encamek jî), lewra ku ew dikare pirsgirêkên me yên sereke (bêkarî, bersivdana pêwîstîyên teqawutîyê, kêmasîyên xercên girseyî, newekhevî) çareser bike, weke dereweke jehrî tê îspatkirin. Bi van gotinan, aborînas dixwaze bêje ku alternatîf hene û ew bi tenê nayên maneya kêmbûna nirxa lêzêdekirî an xebatê: "Hemû tişt vê bawerîyê dide mirov ku, di dehan salên pêşîya me de, wê pêwîstî bi hêza "milan" û ya serîyan hebe daku em bikaribin li mirovahîyê xwedî derkevin, dev ji bikaranîna enerjîyên fosîl berdin, ji bo pêşerojeke baş bingehê amade bikin û têxin xizmeta mirovahîyê". Divê li ser xebatên mezinbûneke baş û bi kalîte were sekinandin. Divê ev hewl tenê di warê aborîyê de nebin, herweha di warê rewşa civakî û ya jîngehê de jî pêwîstî bi wan heye. Dema ku bi vî awayî bê dîtin, hingê dê mezinbûneke bi kalîte çêbibe.

Di rastîyê de çareserî di destê me de ye: bêyî ku em li zêdetir sa´etên kar ên karkeran bigerin û herweha xwezayê xerab bikin, divê mezinbûna aborîyê bi rêya pêşxistina kalîteyê were bidestxistin, Bêguman ev jî zêdetir kedê dixwaze. Lê belê di vir de pirsgirêk ew e ku çawa were kirin daku "dewlemendîya bêmezinbûn" (4) venegere aborîyeke di bin zextê de? Di vê xalê de nivîskar dikare bêje ku, niha gog li ba aborînasên Keynesî ye.
Thomas Coutrot jî dibêje ku, ji bo "aborîyeke di rastîyê de aborî" (5), guhertin û pêşxistina sazûmankarîyê tiştekî pêwîst e. Gavên herî girîng ku dikarin ji van guhertinan re rêberîyê bikin, demokrasî ye. Ew balê dikişîne ser gotinên Tocqueville -"gelo weha bawer dikin ku, piştî xirabkirina sîstema feodal û zorbirina axa û began, wê demokrasî li ber derê burjuva û dewlemendan bisekine?"- Coutrot li vê derê binê "demokrasîya aktîv" xet dike û dibêje, divê ev demokrasî bi hêz be daku ew bikaribe karê civakê koordîne bike, li pêşiya kiryarên xirab yên dewletê û herweha yên fînansa kapîtal, ku biryarên wê yên polîtîk bi rewşa aboriyê ve hatine girêdan, bibe asteng. Di qada pêşxistina aborî û herweha fînansekirinê de divê "demokrasîya aktîv" cihê rêveberîya hikûmetên ku ji alîyê partîyên alîgir ve pêk tên bigire (memûr, mezêxer, xebatkar, hilbijêr….)

"Li vê derê, bêyî ku peymaneke civakî hebe, demokrasîyeke berwar, bi serê xwe nikare ji pêwîstîyên civakî re bibe bersiv. Koordînasyoneke dînamîk ya civaka sivîl dikare dewletê jî demokratîze û herweha bazarê jî sosyalîze bike (ne bi zextê). Ji bo ku ev xala dawîn pêk were, guhertinên sazîyên dewletê pir pêwîst in: Demokratîzekirina xizmetên civakî, kontrolkirina civakî ya fîrmayan (…), agahdarîyeke baş û serbixwe di derbareyê berên civakî û jingehê de, sîstemeke vekirî û aşkere di derbareyê buha û qîmetan de, siyaseteke civakî ya aktîv di derbareyê bazara pere, bac, bûdçe û krêdîyê de lazim e. Herweha divê planeke neteweyî ya aborî jî hebe ku karê sermayedanê di warê sektorî û herweha herêmî de, baştir were kirin. Dîsa, pêwîstî bi mekanîzmeyeke weha heye ku di derbareyê sermayedana aborîyê de biryaran bide". Nivîskar "utopiyeke realîst" derdibire û dibêje ku, heta ku em bi awayekî zanistî û haydar li ser rewşa xwe nesekinin, em nikarin zêde sedem û rastî û nerastîya van nêrînan niqaş bikin.

Çavkanî

  1. Serge Latouche, Sortir de la société de consommation. Les liens qui libèrent [Azadbûna ji Civaka Mezêxer, Girêdanên ku Mirovî jê Azad Dikin], Parîs, 2010, 221 rûpel, 18 euro
  2. Arnaud Berthoud, Une philosophie de la consommation. Agent économique et sujet moral [Felsefeyeke Mezêxer. Kiryara Aborî û Kirdeya Moral], Presses universitaires du Septentrion, Villeneuve-d’Ascq, 2005
  3. Jean Gadrey, Adieu à la croissance. Bien vivre dans un monde solidaire [Bi Xatirê Te Mezinbûna Aborî. Jiyana Xweş di Nav Cîhaneke Hevkar de], Les petits matins / Alternatives économiques, Parîs, 2010, 189 rûpel, 15 euro
  4. Mîna sernivîsa pirtûka Tim Jackson, De Boeck, 2010
  5. Thomas Coutrot, Jalons vers un monde possible. Redonner des racines à la démocratie [Ber bi Cîhaneke Mumkin ve. Vedana Rehên Demokrasîyê], Le bord de l‘eau, Lormont, 2010, 226 rûpel, 16 euro

Wergera ji fransî: Ahmet Dere