Cihûyen Amerîka li dijî rastgirên Îsraîlê

Translator

Dema di Tîrmeha 2009’an de Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêveberên sêzdeh rêxistinên cihûyan li Qesra Spî kirin mêvan, di lîsteya vexwendiyan de navên ku êdî em fêrî wan bûbûn hebûn: serokên strûkrûrên kevin ên muhafezekar ên mîna Konferansa Serokên Rêxistinên Mezin ên Cihûyên Amerîkî (Conference of Presidents of Major American Jewish Organizations), Lîga Dijberî Piçûkxistinê (l’Anti-Defarmation League - ADL), Komîteya Cihûyên Amerîkî û bêguman ruhê lôbiya Îsraîlê; l’American Israel Public Affairs Committee (Aipac). Belê di nava wan de yekî nû jî hebû: Rêzdar Jeremy Ben-Ami, Rêveberê lobiya nû ya cihûyan a pasîfîst ‘J Street’ê (1). Ji ber ku ew jî amade bû, bêguman ne her kes jê xweş bû. Di nava weşanên ji aliyê meyila serwer ve tên tercîhkirin û neo-muhafezekar yên rêxistinên cihû de sempatiya ji bo ‘J Street’ê bi qasî ya ji bo Hamasê kêm e. Bi vî awayî di stûnê xwe yê quncikê de Noah Pollak rêxistin weke “bênirx”, “bêrûmet” û “dij-îsraîlî” nirxandibû; ji ‘New Republic’ê James Kirchick ew weke “lobiya teslîmiyetê” (surrender lobby) bi nav kiribû; ji ‘Weekly Standart’ê Michael Goldfarb ew bi “dijmintiya” Îsraîlê û “balistina pêlavên” terorîstan gunehbar kir. Ev ziman panîka li cem wan derdoran eşkere dike ku ditirsin xwedanedera ‘J Street’ê - di hilbijartina Serokê DYE’yê de para wê jî heye – dibe ku nîşana destpêkirina dawîhatina li serweriya li ser diyarkirina siyaseta Amerîka ya Rojhilata Nêzîk be, ya ku berê hema bêje bi giştî di bin destê wan de bû.

Pêwendî şer û nakokiya di navbera Îsraîl û ereban de pirsek xwe di cih de dide der: Çima siyaseta Amerîkayê ewqasî ji ya netewên din cihê ye û bi taybetî jî ji ya hevgirên wê yên Ewrûpa? Têkiliya stratejîk a bi Îsraîlê re ji bo netewa amerîkî ji tevahiya têkiliyên wê yên din buhatir û bixisartir e, hem di warê pereyan de û hem jî di warê mirovan de. Ne ku tenê salê alîkariyeke sê milyar dolaran lê diçe, ew her wiha di pirraniya welatên misilman de kîn û nifrînê gurr dike û li seranserê dinyayê şîddeta amerîkî xwedî dike. Li ti paytexta dinyayê, bêguman ji bilî Tel-Avîvê, fena Dewletên Yekbûyî di Rojhilata Nêzîk nagihêje: Îsraîl “êrîşkarekî rastî êrîşê tê” ye, û filistînî jî “êrîşkarên deraqil” in. Tevî ku evqasî cihê nîqaşê ye jî, ev siyaset bêyî ku biguhere ji rêveberiyekê derbasî ya din, ji kongreyekê derbasî ya din dibe.
Her kesê din şaş e

Partîzanên amerîkî yên ji xeta hişk a îsraîlî – pirraniya wan xirîstiyanên protestan û bi ser de bingehe cihû ya neo-muhafezekar – ew di siyaseta Washingtonê ya tenêmayî de ti pirsgirêkê nabînin. Li gorî wan tevrega ewrûpiyan ji antî-semîtîzmeke kevneşopî (Xirîstiyan) tê ku her wiha tevlî daxwazeke nermkirina rejîmên dewletên ereb yên petrolê hildiberînin bûye. Li vê jî zêde dikin ku çapemeniya Ewrûpî, ya mîna antîsemît tê nîşandan, her car aliyê bindestan digire – jixwe filistînî bi şaşî weke bindest tên dîtin – û ji we re vê meyildariya ji bo filistîniyan rave dikin. Ango helwesta Amerîkî weke îspatkirî wiha difikire: her kesê din şaş e.

Bi van argûmanên ku tenê yekê ji sedeman digirin nav xwe, bi ser de jî piçûk e, Îsraîl hê jî li Kongreyê serdest e. Sedema din têkildarî hêza Aipacê ye – tevî rêxistinên wê yên alîkar – ku bandor û hêza wê mirov nikare li ber ti lobiyeke din a navneteweyî bigire (di nava ti komên din ên bandor û zextê de jî komeke bi vî rengî nîne). Tevî du derbên hê nû lê ketin jî – lêpirsînên huqûqî yên ceza yên 2005an (niha dev ji wan hatiye berdan) ku ji ber sîxurtiya li dijî du rêveberên payebilind ên saziyên ên berê Canik Steve Rosen û Canik Keith Weissman (2) hatibû destpêkirin; û weşandina pirtûka John Mearsheimer û Stephen Walt ya bi navê lobiya alîgirê Îsraîlê û siyaseta derve ya Amerîka (ji aliyê ‘La Découvert ve bi fransî bi sernavê Le Lobby pro-israélien et la politique étrangère américaine hate weşandin) -, mirov dikare delîla hêza ‘Aipac’ê di vê mînakê de bibîne: bi darêzorê Rêzdar Charles Freeman, “erebîstekî” tîpîk, namzetiya xwe Konseya Îstîxbaratê ya Netewî (National Intelligence Council, NIC) ya rêveberiya Obama paş ve kişand. Her çend li dijî wî kampanyayeke xurt hatibû destpêkirin jî – heta rojnamevanekî ew bi têkildariya bi pedofîliyê gunehbar kir, ‘Aipac’ê li xwe dananî ku têkiliya wê bi vê karê destabîzekirinê re heye. Mumkûn e, lê belê hêza wê mîna ya wan koman e ku bêyî kampanyayekê jî bi rê ve bibin tesîrê li daxwazên serokêkî DYE’yê bi-kin. Weke ku Jonathan Freedland di The Guardian de nivîsî, dema mirovek “mîtolojiya ‘lobiya îsraîlî’ bide aliyekî, ya ku rastî ye, têrê dike ku mirov tatêl û mitaleyan bike. (3)”

Eger hin mirovan dixwest vê namzetiyê sabote bikin, du sedemên vê hene ku hevdu qebûl dikin. Yan wan gelekî û ji dil mitale û fikar dikirin ka kî wê îstîxbarata Amerîkî analîz bike, lewma ew ditirsin ku Rêzdar Freedman wê êrîşeke Amerîkî yan jî îsraîlî li dijî Îranê zehmet bike (weke rapora ji aliyê Texmînên Îstîxbaratê yên Netewî – National Inteligence Estimates – ve di 2006’an de hatî weşandin ku îdîa dikir Îran êdî bernameyeke nukleerî ya eskerî naşopîne). Yan jî ew dixwazin karmendên potansiyel hemûyan pêbihisînin, eger li ber vîzyona wan a siyaseteke alîgirê Îsraîlê rabin, ew çiqasî kariyera xwe dixin xeterê – tevî ku rola van karmendan di nirxandina vê siyaseta behskirî de wê nebe jî. Civaka alîgirî Îsraîlê dixwest Rêzdar Freedman bide erdê; û ya xwe kir. Hejmara cihûyên Amerîka yên ku pişta xwe didin nûnerên xwe yên fermî baş e, belê ew xwe bi xeta hişk a rêxistinê ve ewqasî girê nadin. Li gorî anketên dawî yên ‘J Street’ê cihûyên Amerîka alîgirê (ji sedî 76 li beramberî ji sedî 24’an) çareseriyeke du dewletan û li hevhatineke dawî ne ya ku beriya heşt salan li Camp David û Tabayê bi ser neket (5). Ev nêzîkbûna çareseriyê ji aliyê ‘Aipac’ê ve bi awayekî sîstematîk tê reşkirin û şermezarkirin. Tevî ku li beramberî destnîşankirina wezîrê karê derve yê Îsraîlê , yê rasîst û tolhildêr Avigdor Lieberman, lobiyê dengê xwe nekir, pirraniya cihûyên Amerîkî li gorî anketa ‘J Street’ê li dijî helwestên wî bûn (ji sedî 69 li beramberî ji sedî 31’ê); wî xwest li ser welatiyên ereb ên Îsraîlê ferz bike ku sûnda dilsoziya bi dewleta cihû re bixwin û wî her wiha gef li parlemanterên ereb ên îsraîlî xwaribûn. Bi ser de jî cihûyên Amerîka pêşverû ne, lê di ‘Aipac’ê de neomuhafezekar serdest in. Di hilbijartinên serokatiyê yên 2008’an de cihûyan bi dilsozî destek da demokratan û dengê xwe jî dan Rêzdar Obama, heta ji pênc paran çarên wan dengê xwe dan Obama. Ev nakokî çima heye: Rêxistinên weke ‘Aipac’ê ku ji aliyê cihûyên pêşverû ve tê fînansekirin, tevî vê jî bi muhafezekarên komarxwaz - yên ku dixwazin demokratên pêşverû reşbikin – re li hev dikin...

Pêwendî nifşên cihê jî nêzîkbûna nû ya ‘J Street’ê di encamê de tê ser xala behskirî. Çawa ku M. J. Rosenbergê beriya demeke kurt ji komeleya pasîfîst a bi navê Israel Policy Forumê veqetiya dibêje, di ‘Aipac’ê de “mirovên gelekî zêde kal û pîr serdest in” lê belê “zarokên wan û neviyên wan bi (wan) re ne hemfikr in. Çiqasî zêde em ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn dûr dikevin, ewqasî zehmettir e tirsê bi ciwanan re çêbikin da ku destekê bidin Îsraîlê. Ew ê bi tenê eger jê bawer bikin û eger Îsraîl li wan were pêşniyarkirin, pişta Îsraîlê bigirin. Lê ev stratejiyên xwe dispêrin tirsê hemû, yên bi awayê ‘di vê tu vê çekê mohr bikî, lewra wê cihû ji nû ve werin qirkirin’ êdî bi yên ku temenê wan di bin 60 salan re ye nameşe. Mirovên ku di salên 1960’î de li dijî şerê Wîetnamê xwepêşandan li dar xistin, wê nekevin nav resmê “vegera Hîtler” de.

Û ew li gotinên xwe zêde dike: “Popularîteya Îsraîlê li cem cihûyên Amerîka ji 1977’an û vir ve, ji ber destnîşankirina [Mahanem] Begin weke serokwezîr, kêm dibe. Heta hingî îmajeke Îsraîla Leon Uris (6) ya kibboutz û bihûşta sosyalîst firotibûne wan. Ev îmaj îro bi tevahî guherî.”

Bi ser de jî Îsraîlî li gorî filistîniyan gelekî zêde populertir in – li gorî anketeke di dema şerê li Xazayê de sempatiya ji sedî 49’ên amerîkiyan bêhtir ji Îsraîlê re hebû (tenê ji sedî 11’an filistînî tercîh dikirin) -, Ev empatiya bi Îsraîlê re li cem muhafezekaran ji yên ku ji xwe re dibêjin pêşverû gelekî xurttir e (ji heşt paran heftê muhafezekaran empatiyê bi Îsraîlê re dikin, ya kesên ji xwe re dibêjin pêşverû jî empatiya wan heta bi ji sê paran diduyan kêm dibe).

‘J Street’ hewl dide beşekê ji teknîkên buzz marketingê (7) bi kar bîne da ku bandora siyasî ya cihûyan li Washingtonê bi helwesta niha ya cihûyên Amerîka re li hev bike. Buzz marketing şîrketa koma bandora pêşverû ya bi navê Move On.org û ya kampanyaya Rêzdar Obama ya dema hilbijartinê ye. Tevî ku hînê gelekî zû ye em tesîra wê binirxînin jî, rêxistin xwe gelekî bi lez pêş dixe. Beriya hijdeh mehan hat damezrandin û ji hingî ve butceya wê gihîştiye sê milyon dolaran û bîst du kes jî jêre kar dikin. Emîn, mirov nikare li ber budceya 70,6 milyon dolaran a ‘Aipac’ê bigire, belê destpêk hêviyan dide. Milyonek dolar ji bo hilbijartinên Kongreyê hatibû komkirin, da ku namzetên girêdayî aştiyeke adil li Rojhilata Nêzîk, bidin hilbijartin.
Dengên ku heta bi hevdengiyê bilind dibin

‘JStreet’ê hewldanên xwe bi strûktûrên piçuk re dike yek – ku gelek ji wan ji destpêka krîza aborî û çûna komarxwazan ji Washingtonê (berê dijminatiya rêzdar George W. Bush dikir ku gelek kes devê kîsên xwe vekin) ve, ji ber kêmbûna bêş û alîkariyên maddî yên gelek rêxistinên çepgir ên navendî gelekî êşiyan. Wê hin ji van rêxistinana jî kirin nav xwe û ji ber vê yekê hewldanên hevbeş berdartir kirin. Yekemîn civata wê ya netewî ya ku wê di navbera 25 û 28ê Cotmeha 2009’an de pêk were, wê yazdeh komên pasîfîst bicivîne, di nav wan de rêxistinên herî rûniştî yên mîna American for Peace Now (Amerîkî ji bo Aştiyê a Niha), Israel Policy Forum (Foruma Siyasetê ya Îsraîlê) û New Israel Fund (Weqfa Îsraîlê ya nû). ‘J Street’ê Union of Progressive Zionist (Yekîtiya Siyonîstên Pêşverû) jî di Cotmeha 2008’an de kire nav rêxistina xwe, bi vî awayî gihîşte toreke rêxistinan ya piçûk belê dilsoz ya xwendekarên cihû.

Li gorî agahiyên dawî, ew dike her wiha rêxistina Brit Tzedek v’Shalom jî kontrol bike; ev rêxistina cihûyên pêşverû ji komên herêmî pêk tê û eşkere dike ku li DYE’yê hejmara milîtanên wê yên dildar çilûheşt hezar e. Li Washingtonê ‘J Street’ê gavake girîng avêt û bi girtina kar a rêzdar Hadar Susskind krediya xwe zêde kir, lewra Susskind xaziyekî artêşa Îsraîlê bû û demeke dirêj cîhgirê serok û rêveberê Jewish Council for Public Affairs jî bû ya ku bi pirsgirêkên navxweyî yên cihûyên Amerîka re eleqedar dibû.

Gelek tişt girêdayî şeweyê rêxistinên cihû û laîk ên çapemeniyê ne ka wê çawa cih bidin civata ‘J Street’ê ya li pêş me. Rêzdar Ben-Ami rave dike ku yek ji armancên wî yên sereke ew e, carekê xweş nîşanî her kesî bide ku bereya aştiyê ya cihû “ne tenê ji deh kesan pêk tê ku di şikeftekê de dicivin”. Demeke kurt beriya ji karê xwe veqete (û bikeve ber lêpirsînê), serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehoud Olmert hişyar kiribû: “Eger çareseriya bi du dewletan bi bin bikeve, Îsraîl wê bi şerekî ji bo mafên sivîl ên mîna li Başûrê Afrîkayê re rûbirû bimîne.” û eger ev pêk were wî her wiha hişyar kir: “Dawî li dewleta Îsraîlê hat” (8).

Kapasîteya rêzdar Obama ku Îsraîlê bi qedereke wiha re rûbirû bihêle – û mafekî girîng a diyarkirina çarenûsa xwe bi xwe ya netewî, tevî dana misogerkirina erda pêwîst, bide filistîniyan –girêdayî serketina van dengên ku carê bi tenê yek yek bûn.

Çavkanî

Hewladanên Serokê DYE’yê Barack Obama ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê li Rojhilata Nêzîk tengav dibin. Sedem jî ew e ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu qebûl nake çêkirina wargehên cihûyan rawestîne. Dîsa jî çareserkirina pirsgirêka di navbera Îsraîl û Filistînê de yek ji stratejiyên navendî yên rêveberiya Amerîkî yên li herêmê ye. Serketina vê stratejiyê dibe ku hinekî jî girêdayî bandora lobiyeke nû ya cihûyan be, ya ku dijberî siyaseta rastgir a Îsraîlê ye.

  1. Li Washingtonê li gorî tîpên alfabeyê nav li rêyan hatiye kirin. Lê belê ‘J Street’ nîne. Damezrênerên rêxistinê bi vî awayî xwestin nîşan bidin ku wan dengek daye wan kesên ku heta hingî dengê wan nebû.
  2. Bi îdîaya agahiyên veşartî dane Îsraîlê.
  3. Jonathan Freedland, “Discard the mythology of ‘the Israel Lobby’, the reality is bad enough” (Mîtolojiya ‘lobiya Îsraîlê’ bidin aliyekî, rastî têra xwe xirab e), The Guardian, London, 18’ê Adarê 2009.
  4. Texmînên Îstîxbarata Netewî (National Intelligence Estimates), nirxanidinên fermî yên tevahiya saziyên îstîxbaratê yên li Dewletên Yekbûyî ne.
  5. Civîna Bilind a ‘Camp David’ê di Tîrmeha 2000’an de pêk hat. Di civînê de Serokê DYE’yê William Clinton, Serok wezîrê Îsraîlê Ehoud Barak û Rêveberê Rêxistina Rizgariya Filistînê Yaser Arafat hatin cem hev. Hevdîtinên di navbera Îsraîlî û Filistîniyan de di çileyê 2001’ê de li Tabayê pêk hatin.
  6. Nivîskarê pirtûka bi navê Exodus (koçberî). Otto Preminger sala 1960’î li gorî vê pirtûkê fîlmek jî çêkir û lîstikvanê sereke jî Paul Newman bû.
  7. Belavkirina agahdariyan bi kêmkirina peyaman bi rîtmên zêde û buhayê kêm, ku bi teknolojiya komunîkasyonê ya nû mumkin e.
  8. Vê gotarê bixwîne: Willy Jackson, “Gelo Israîl ji ber kampanyayeke kêmpererazandinê di xeterê de ye? (Israël est-il menacé par une campagne de désinvestissement ?), Le Monde Diplomatique, Îlona 2009’an.