Çima împaratorîya Murdoch barê gewhereke ku êdî pir giran bûye ji ser xwe avêt?

Dawiya mirov ne li bendê ya heftaneya herî mezin a brîtanî
Translator

Carina darek daristanê îfşa dike. Tîrmeha sala 2011ê, dema ku bi xisleta pratîkên rojnamevanîyê yên heftane ya bi navê "News of the World" hisîyan, di nav brîtanîyan de skandalekê rû da. Lê belê vê rewşê hin tiştên din zelal kirin: Di kêm destan de kombûna mal û milkê çapemenîyê, metakirina agahîyan, hevkarîya gunehkarîya siyasetê. Têgeheke çapemenîyê ku di giregirê pîşesazîya Rupert Murdoch de bi gewde dibe.

Ev lêkolîneke zêde bû. 5ê Tîrmeha 2011ê, sêyemîn împeretorîya çapemenîyê ya cîhanî News Corp. ku milkê Rupert Murdoch e (wî pêncî û sê hezar mûçegir ji bo wî li çar parzemînan dixebitin) diheje (1): Derkete holê ku rojnamevanê News of the World, heftaneya herî zêde difiroşe ya yekşemê ya brîtanî (du milyon û heftsed hezar nusxe), karîbû bigihîje mesajdanka bi deng a telefonê ya Milly Dowler, keça piçûk a 13 salî ku sala 2002yê hatibû kuştin û ev yek bû sedem ku di nav raya giştî de hêrs û înfîal peyda bibe. Brîtanî herweha pê hisîyan ku ev bi dizî gihîştina mesajdankan digihêje yên telefonên malbatên eskerên li Afganistanê hatî kuştin jî. Erê, bêdestûr ketina nav jîyana şexsî ya mirovên pir navdar ji mêj ve dihat zanîn, lê belê tevlîbûna nav mehremîya ferdên adetî yên ku derbên xemê yên felekê xwarine, êdî ji sînorên ku mirov dikare qebûl bike, dibihurin; sînorên ku ji mêj ve ji alîyê çapemenîya populer a welêt ve hatine fireh kirin.

Armanca heqaret û piçûkxistinan, News of the World. Rojnameya yekşeman a ku ji alîyê Murdoch sala 1968ê hatî kirîn, qonaxa girîng a pêşî ya karîyera wî ya çapemenîyê li Birîtanyayê; ev rojname bi lez û bez di mijara skandal, bertîlxwarin û bazirganîya narkotîkê û ya neqanûnî de bû bispor; ev yek bi xêra komek rojnamevanên berê yên ku di hunerê cilûbergguherandinê û ketina nav refên ê hemberê xwe de hoste, pêk dihat.

Vê xeta edîtorîyê dikir ku redaksîyon mijarên xwe bi navgînên neqanûnî têrûtijî bikin; doh wêneyên bi nêzîkkirinê hatî girtin ên li cihên weke taybet navdar, îro bi korsanî ketina nav mesajdankên bi deng ên telefonên destan. Sala 2006ê du hevkarên rojnamê ketibûn mesajdanka prens Hary û ya prens William û ji ber vê jî çend mehan cezayê girtgehê li wan hatibû birîn: Clive Goodman û Glenn Mulcaire.

Birêveberê redaksîyonê Andy Coulson berpirsiyarîya xwe ya pîşeyî qebûl kir û biryar da ku îstîfa bike. Helbet îdîa kir ku pratîkên bi vî rengî bi tenê yên rojnamevanekî jirêderketî ne û ku ew bixwe tu carî ji korsanîya mesajdankan re weke rêbaza lêkolîn û lêgerîna rojnamevanî nebûye kefîl. Lê belê ew peyama xwe ya ku exlaqê rojnamevanîyê pir bawerîyê nadê, bixwe xelat dike: Di Adara 2003yê de Rebekah Brooks -hingê birêvebera rojnameya The Sunê bû, ku di çapemenîya brîtanî de rojnameya herî zêde tê firotin ew e û ji sala 1969ê ve xwedîyê wê Murdoch e-, li xwe mikur hatibû ku berê di berdêla agahîyan de wan pere dane endamên rêxistina polîsan. Li alîyê xwe Coulson îdîa kiribû ku di bin birêveberîya wî de, wî ferman dabû rojnamevanan da ku rêzê ji qanûnan re bigirin, ew ji bo berjewendîya raya giştî amade bûn vê fermanê binpê bikin.

Rojname çawa jîyana şexsî kontrol dikin û bi kar tînin

Bi xêra serhişkîya The Guardianê hişyarbûna wê ya li ser mijara kor-sanîya mesajdankên telefonan hat parastin. Tevî The Independenta ku parêzvana herî mezin a pozîsyonên sosyaldemokrat e û carcaran The Daily Mirror û rojnameya bi ser wê ve ya yekşeman The Observer, misêwa li dijî bandora zêde ya Murdoch a li ser çapemenîyê û jîyana siyasî a brîtanî ne. Di îlona 2010ê de Nicolas Davies şahidîya kevne-rojnamevanekî News of the Worldê derxiste pêş ku pênc endamên din ên redaksîyonê yên ku The Guardianê bi wan re hevpeyvîn çêkiribû, piştrast dikir: Derdiket holê ku kirinên li dijî qanûnan ên vê rojnameya yekşemê, jê re bûne adet.

Hin parlemanteran bi rengekî dan zanîn ku mesajdankên wan bêyî ku haya wan jê hebe hatine guhdarî kirin. Weke mînak John Prescott: Kevne zilamê duyemîn ê hukûmeta Anthony Blair dibêje ku baş jê piştrast e, ku di dema pêwendîya wî ya bi hevkarekê re ku sala 2006ê hatibû eşkere kirin, bûye mexdûrê baldarîya qaçax a News of the Worldê. Dema ku ji malîyeya welêt berpirsyar bû (1997-2007) Gordon Brown jî bûbû armanca bisporên korsanîya telefonan ên ji alîyê News of the Worldê ve hatibûn wezîfedar kirin. Di vê mijarê de yên dikevine tehlûkê ev in: Zirarkirina li azadîya xweîfadekirinê ya ku Deklarasyona Mafan (Bill of Rights) sala 1689ê dayî parlemanteran û zirarkirina li destpênebûna tevahîya axaftinên wan ên li gor doktrîna Harold Wilsonê (2) ji Partîya Karker ji bo parastina têkilîyên di navbera parlemanter û dengdarên wan de biparêze, saz kiribû.

Endamên parlemanê derbarê vê mijarê de pir hişktir bûn, lewre berîya du salan, The Daily Teleghraphê bi kêfxweşî rehetîya wan a rûmetşikên a derbarê mijara mesrefên çûnûhatin û xwarinê de roj bi roj eşkere kiribû û nûçêyên xwe disipartin wan çavkanîyan ku hinan ji wan ji bo agahîyan pere distandin. Gelo parlemanteran ev derfet bi kar anî da ku êrişê bibin ser organeke çapemenîyê, çiqasî mirov neke baştir jî be, ji bo ku di çavê raya giştî de duristîya xwe ji nû ve ava bikin? Bi ser de jî, di nav refên Partîya Karker de tu kesî heqareta ku birêveberîya The Sunê kirî ji bîr nekiriye: Rojnameyê roja axaftina dawîyê ya Brown a di kongreya Partîya Karker a îlona 2009ê de bijart, da ku desteka xwe ya ji bo muhafezekaran eşkere bike, piştî ku kêmûzêde bi awayekî dilsoz destek da "New Labour" ji sala 1997ê û vir ve.

Muxalefetê zû fêm kir ku skandal derfetê dide da ku înîsîyatîfê ji nû ve bigire dest. Edward Miliband, serokê nû yê Partîya Karker dizane ku bawerîya bi wî kêm e. Ew dereng namîne û bi lez û bez biryara serokwezîr David Cameron dixe ber lêpirsînê, yê ku roja piştî hilbijartinên Gulana 2010ê Coulson kiribû birêveberê xwe yê ragihandinê. Startejîstên muhafezekar pê bawer bûn ku ev bisporê çapemenîya populer wê were da ku bandora bi awayekî potansîyel nebaş a li cem dengdarên kokesîlzadeyan yên ji koma muhafezekar a li ser hukim, tewazûn bike (3). Lê belê gelo baş fikirîbû ku vî karî bide mirovekî, ku hîç nebe bi awayê nepenî, ne mumkin bû ku birêz Cameron bi tevlîbûna wî ya nav karûbarên sûcbarî nizanibe û ev sûc di bin birêveberîya wî ya li News of the World de hatibûn kirin?

Wekî din karê korsanîya mesajdankên bideng, rastî kêlîyeke weha hat ku Murdoch hewl dide % 61ê sermayeya British Sky Broadcasting (BSkyB) bikire, ku hê ne di destên wî de ye. Ev kanal birêvebera sereke ya televizyonên bi pere ye û îro yanzdeh milyon aboneyên wê hene. Hasilata wê ya salane jî, ji bacên ji bo British Broadcasting Corporationê (BBC) tên kom kirin bêtir e, nêzî 3.5 mîlyar sterlînan, ango 4 milyar euroyan. BSkyB di encama fuzyona SkyTV ya ji alîyê Murdoch ve tê kontrol kirin û konsorsîyûma British Satelite Broadcasting de hat afirandin, ku bi xwe ji alîyê birêveberên sereke yên taybet ên televizyonê yên brîtanî ve hat sêwirandin. BSkyB baqekî ji qederê sedûpêncî kanalan pêşnîyarî aboneyên xwe dike ku para bêtir kanalên spor û sînemayê ne û yek ji wan jî Sky News e, ew jî di agahîyên dewamî û misêwa de bispor e. Ev şirket pirsgirêk e. Gelo dikare were qebûl kirin ku şirketa News Corp. a ku ji xwe % 35ê bazara çapemenîya neteweyî kontrol dike, bi navbênkarîya şaxê xwe News International destûra wê hebe kanaleke nûçeyan kontrol bike (lawazîya temaşevanan çi dibe bila be)?

Di kanûna 2010ê de, xuya ye pirsgirêk hatiye çareser kirin. Wezîrê ji çapemenîyê berpirsîyar Jeremy Hunt biryarê dide pêşnîyara Murdoch ji nirxandina Komîsyona Yekdestdarîyan re nehêle. Ev komîsyon bi awayekî adetî ji nirxandina tehlûkeya afirandina pozîsyonên yekdest-dar berpirsîyar e. Di berdêla vê de Murdoch qebûl dike Sky Newsê ji baqê kanalên BSkyByê derêxe û birêveberîya wê bide pêkhatineke serbixwe. Dema mirov eşkerekirinên tîrmeha 2011ê yên elaqedarî pratîkên News of the Worldê li ber çavan digire, hin mirov vê pirsê ji xwe dikin: Gelo Murdoch xwedîyê tevahîya kalîteyan e, ku kontrolvanê çapemenîya bihîstbar û dîtbar –Office of Communications (Ofcom)– ferz dike, da ku bikaranîna lîsansa BSkyByê bispêrinê? Parle-manter behsa lîsansa berê ya sala 1981ê dikin ya ku destûr dabû Murdoch rojnameyên şirketa Times Newspapers bi dest bixe. Margaret Thatcher erê kiribû, bêyî ku wezîrê bazirganîyê yê wê demê ji Komîsyona Fuzyon û Yekdestdarîyan re behsa wê bike; lê belê wezîfeya wî bû ku vê yekê bike. Ji wê demê ve, tevî % 35ê weşanên çapemenîyê, Murdoch karîbû giranîya xwe bide ser jîyana siyasî ya welêt.

Scotland Yard li xwe mukir tê

Seferberîya parlemanterên Partîya Karkeran û lîberal-demokratan, a bi desteka hin rojnameyên Fleet Streetê (4) û bi hevpeyvînên New York Timesê xurtkirî, kir ku encamên bitesîr derkevin holê. Di çileya 2011ê de Coulson biryara xwe datîne ber serokwezîrî. Çend meh paşê Murdoch dev ji projeya xwe ya ji nû ve kirîna BSkyB berdide.7ê tîrmehê James Murdoch –kurê wî û di heman demê de berpirsyarê karûbarên News Corp. li Ewropayê– girtina News of the Worldê da zanîn, vê yekê di heman demê de kir ku dawî li karê dused rojnamevan û mûçegirên wê jî were anîn. Ev dawîya yek ji rojnameyên herî kevin ên neteweyî yên brîtanî bû. Ev rojname sala 1843yê hatibû damezrandin –lê belê çawa ku wê Murdoch bigota, bi tenê % 1ê hatina malî ya şirketê pêk dianî. Li alîyê xwe, berpirsyarên herî bilind ên Metropolitan Police (Scotland Yard) li kêmasîyên xwe mikur hatin, yên di birêvebirina lêpirsîna doza derbarê pratîkên neqanûnî yên News of the Worldê de: Ev lêpirsîn bi yek rojnamevanî ango Goodman û çavkanîya wî ya agahîyan sînordar mabû. Di lêgerînên li malên van herdu kesan de yanzdeh hezar rûpel têbînî, yên ku nasnameya qederê çar hezar mexdûrên potansîyel di wan de hebû, hatin desteser kirin, lê hemû nehatin bi kar anîn. Di hevpeyvîneke bi The Daily Telegraphê re (5), duyemîn mirovê herî girîng ê Scotland Yardê John Yates neçar mabû li xwe mikur were ku polîs li ser tehlûkeya terorîst konsantre bûye û bêguman navgînên pêwîst ji bo lêpirsîna sala 2006ê destpêkirî, seferber nekirine, tevî ku rêxistin girêdayî prensîpa girtina mesajên telefonê yên ku ji alîyê kesê ji wan re hatî şandin, hatine guhdarî kirin, nakevin ber qanûnê. Yates di dawîyê de neçar hat hiştin ku hema piştî yê di hîyerarşîyê de di ser xwe re Paul Stephenson, îstîfa bike (18ê tîrmehê). Li Stephenson hê nû eşkere bûbû ku weke şêwirmendê alîkarê kevnebirêveberekî News of the Worldê xebitîye. Di çarçoveya lêpirsîna nû ya çileya 2011ê de îfadeya wî bi xwe jî hate girtin.

Bi hêvîya sînordarkirina propagandaya krîzeke siyasî-medyatîk, ku wê bikira ku serokwezîr gerûgeşta xwe ya li Afrîkayê kurt bibire, News Internationalê di çapemenîya neteweyî de mea culpa (gunehê min) yek di bin sernûçeya "Putting right what’s gone wrong" (sererastkirina şaşîyan) weşand. Tê de (di mea culpa de) behsa angajmana wî ya tazmînkirina mexdûrên desttêwerdanên bêdestûr ên rojnameyê, daxwaza şirketê ya hevkarîya bi dozgerên Scotland Yardê re û komîsyona Meclîsa Gel a ronîkirina van jirêderketinan dikir.

Ji 15ê tîrmehê û pêve, News Corp. dengê xwe zêde bilind nekir. Vê rojê Brooks ji News Internationalê îstîfa dike. Ew sala 2009ê bûbû birêvebera wê ya giştî. Les Hintonê ku heta sala 2005ê berpirsîyarê şirketê bû, da ser şopa wê. Dîsa jî ew êdî şirketa Dow Jonesê (sala 2007ê ji nû ve hat kirîn) bi rê ve dibe, ev şirket Wall Street Journalê diweşîne. Çar rojan paşê, di refaqeta kurê xwe James û warisa wî ya fikrî Brooksê de, li pêşîya komîsyona Meclîsa Gel a bi taybetî ji bo tesbîtkirina berpirsiyarîyên di bûyera korsanîya mesajdankan a News of the Worldê de civiyayî, giregirê pîşesaziyê destûrê dide îfadedanê û liberhevgirtinê. Ji îfadeya sê seatan, dîmenê li ber çavê me dimîne yê Murdochekî lawazbûyî û bîrsar e, yê ku xwe bi peyvên yekkîte îfade dike û weke gurê ku postê miyan li xwe kiribe got, wî xwe hîç hewqasî "nehêja" his nekiriye, da ku nebêje hatiye piçûk xistin. Li bingehê meselê bixwe tu tiştî nû nîne: Poşmanî, sozên binîzamkirina karûbarên şirketê û cezakirina gunehkaran weke ku heq dikin, helbet piştî ku eşkere bûn.

Hikûmet û çapemenî: Hevkarîya suc û gunehan

Me yê hez bikira em ji pêşdîtina qunciknivîskara The Guardianê Polly Toynbee bawer bikin, a ku sala 2006ê weha nivîsîbû: "siyasetmedara/ê ku wê bibe xwedî zirav û ciger ji bo derkeve pêşberî Murdoch, ji ber ku wê lê serwext bibe ku Murdoch bi tenê pilingekî ji kaxetî ye, dibe ku matmayî bimîne (6)." Lê belê zilamê ku 19ê tîrmehê li pêşîya komeke piçûk a parlemanterên hêrs rabûyî îfade da û qet veneşart ku dixwaze giranîya xwe li ser çarenivîsa şirketê dewam bike, şirketa ku ji bo demeke kurt li bazarê nirxê wê kêm bû. Erê di navbera 4 û 18ê tîrmehê de buhayê hisseyên News Corp. % 18 kêm bû, le bêlê piştî îfadedana Murdochan, hem bav û hem kurî, ji nû ve % 6 buhayê wan zêde bû, li Londonê jî buhayê hisseyên BSkyByê % 3 zêde bû. Gelo lêpirsînên li Birîtanyayê û Amerîkayê dewam dikin, wê bikin ku împaratorîya Murdoch ji nû ve were saz kirin û damezrînerê wê were marjînal kirin, çawa ku hejmarek hissedarên hêzdar jî dixwazin? Tu tiştekî din ji vê nemisogertir nîne.

Ev krîza siyasî-medyatîk ji gelek alîyan ve bi xêr bûya. Serê pêşî, ji ber ku wê kir ku nêzîkbûna desthilatdarîya siyasî û çapemenîyê derxiste pêş û nexasim jî ya di navbera Partîya Muhafezekar û birêveberên News Internationalê de. Çapemenîyê têkilyên dostane yên eşkere bûyî yên di navbera Cameron û Brooks de yên di dema civînên wan ên li xanîyên wan ên dawîya hefteyê de ji alîyê çapemenîyê ve kite bi kite weşandin. Di dema îfadeya xwe de, bi îlhamekê hate bîra Murdoch ku demeke kurt piştî hilbijartinên Gulana 2010ê, di derîyê veşartî yê hewşê re li Downing Streetê, ew çûbû serdana serokwezîr.

Ev hevkarîya sucî, helbet ne bi tenê karê muhafezekaran e. Heta ku em heta bi destpêka sedsala 20ê bi dîrokê danekevin, ku tê de Llyod George ê hingê serokwezîr, subvansîyon dan kirîna The Daily Newsê, da ku siyaseta xwe biparêze, ev bûyer bi serê xwe têrê dike mirov serdana Blair a Awustiralyayê ya hezîrana 1995ê bîne bîra xwe da ku bi Murdoch û hevkarên wî re rûne. Hingê pê re şêwirmendê Blair yê çapemenîyê kevne rojnamevanê siyasî yê rojnameya The Daily Mirorê Alastair Campbell jî hebû. Campell piştî ku bi karûbarê ragihandinê yên Blair hat wezîfedar kirin, ji birêvebirina têkilîyên xwe yên bi çapemenîyê re amûreke tirsnak a desthilatdarîyê çêkir. Dibêjin pêşdîtina "manşeta" The Sunê ya sibetira rojê û xwestina beşdarbûna nivîsandina wê, ji bo wî fikra sabit e. Kevne-wezîrê karûbarên ewropî yê Brown, Christopher Bryant 6ê tîrmeha 2011ê li Meclîsa Gel li koledarîya birêveberên siyasî ya li hemberî çapemenîyê mikur hat: "Em girêdayî wan in, em li başîya wan digerin, em jîyan û mirina xwe ya siyasî bi wan kesan ve girêdidin ku dinivîsin û bi wan kesan ve ku nîşan didin. Û carinan maneya vê ew e ku em têra xwe wêrek nînin ku jirêderketinan eşkere bikin."

Vê bûyerê wê derfet bida komeke çapemenîya nû, ya ku bi xwe bawer e ku dikare serketina di hilbijartinan de ji bo partîya ku ew ê biryarê bide destekê bidiyê, misoger bike. Belgeya jêhatîbûnê ya ku The Sunê bi xwe piştî binketina Partîya Karker a di hilbijartinên sala 1992yê de dabû xwe û di rûpela yekem de hatibû weşandin, tê bîra mirovan: "It’s the Sun wot won it!" ("The Sun bi ser ket!"). Bi her halî desteka wê dê têra muhafezekaran nekira ku piranîya mutleq a di hilbi-jartinên sala 2010ê dihat hêvî kirin, bi dest bixin.

Hikûmet dibêje, jîyana şexsî ewqas tevlîhev e ku baştir e mirov hewl nede wê tarîf bike

Tesîra duyem a bi xêr, der barê başkirina pêwendîyên di navbera rêxistina polîs û çapemenîyê de ye. Vê tesîrê bi rasthatina lêpirsînên ji dema derketina holê ya bûyera News of the World ve tên meşandin, xwe da der; dozgerên Scotland Yardê der barê dozê de karê xwe yê destpêkê zêde bi pêş de nebirin da ku koma şirketa Murdoch fihêtkar nekin. Kevne-berpirsîyarekî Metro-politan Police ê maseya çapemenîyê ji Mail on Sundayê re weha peyivî: "[Li Scotland Yardê] heyranîyeke bi rastî ji bo rê û awayê rojnameyê [The News of the World] heye, ya ku baş operasyonên neqanûnî bi rê ve birin; yên ku destûr dan sûcdarên navdar derkevin pêşberî dadgehê. Di encama vê de di navbera Yardê û tevahîya rojnameyên News Internationalê de nêzîkatîyek peyda dibe (7)." Polîsê ji wezîfeya xwe geriya û kete nav redaksîyonên Fleet Streetê bêguman derfetê diafirîne ku rojnamevan bigihin çavkanîyên polîs, lê belê herweha dike ku mirov ji xwe bipirse, ka gelo ev tesîrê li kapasîteya azadîya çalakîyê ya rêxistina polîs dike, di wan karan de ku organên çapemenîyê jî di nav wan de ne. Ev pirsgirêkeke exlaqê pîşeyî bû ku li gor komîsyoneke parlemanteran diviyabû were ron kirin.

Di dawîyê de pirsa navendî ya verast-kirina çapemenîyê dimîne, ya ku kete ber lêpirsînê piştî ku du caran Press Complaints Commissionê (PCC) – sazîya otoverastkirinê ya sala 1991ê hatî damezrandin –gilîyên derbarê mudaxeleyên bê destûr ên News of the Worldê de weke bêelaqe sinifandin û lêpirsîn neda dest pê kirin. Bi awayekî esasîtir ya li navenda nîqaşê pirsgirêka parastina jîyana şexsî ya di xala 3yê a qanûna exlaqê pîşeyî ya PCCyê de ye, ya ku bi awayekî zelal guhdarîkirina axaftinên telefonan û bi destxistina nameyan qedexe dike (xal 10).

Ji ber ku ev sazî ji alîyê edîtorên rojnameyan ve tê fînanse kirin û ji ber ku beşeke esasî ya endamên wê ji redaksîyonan e, bi serê xwe bivênevê pirsgirêkek e û ev yek hê ji alîyê komisyona Calcutt ve hatibû tesbît kirin, ev komîsyon di navbera salên 1990 û 1993yê de hatibû wezîfedar kirin da ku li rêyên xurtkirina serxwebûna vê sazîyê bifikire. Di rapora xwe ya dawîyê de (8), David Calcutt pêşnîyar kir ku PCC were fesih kirin –lewra li gor wî, serxwebûna xwe piştrast nekiriye– û dadgeheke bispor şûna wê bigire, ev dadgeh divê bişê weşandina sererastkirin û lêborînan ferz bike û herweha di warê malî de edîtorên serhişk ceza bike. David bi israr got "tevahîya sîstema verastkirinê divê di nav xwe de formeke cezakirinê bihewîne", wî wekî din pêşnîyar kir ku parlemanter qanûnekê erê bikin a ku wê jîyana şexsî nexasim li dijî desttêwerdan û mudaxeleyên bê destûr ên rojnamevanan biparêze.
Sala 1995ê hukûmeta John Major pêşnîyarên komîsyonê red kirin, li gor wê avakirina sîstemeke kontrola birêkûpêkkirî wê ji alîyê edîtorên rojnameyan ve weke awayekî sansûrê bihata şirove kirin, hemin diviyabû hukûmet wan jî razî bike. Ji ber ku der barê qanûneke rêzgirtina jîyana şexsî de, ji bo piştgirîya biryara xwe ya redkirina ya hukûmetê di vê pêşnîyarê de li ber çavan girtî ew bû ku zirar di rastîyê de pir kêm bûn, belê mirov ji ber çend bûyerên zêde hatî medyatîze kirin vê texmînê nake û wekî din li gor hukûmetê parastineke bi vî rengî wê ji bersivdana kapasîteya lêpirsîna çapemenîyê bibihuriya. Di dawîyê de hukûmetê berpirsiyarîya wê fikrê girt ser xwe ku dibêje jîyana şexsî ewqasî tevlîhev e ku baştir e mirov hewl nede wê terîf bike.

"Êdî bes e ji derdê van hirhopan..."

Bahoza ku bûyera News of the Worldê dayî dest pê kirin, kir ku şefê rêza Partîya Karker û birêveberê lîberal-demokratan û navê duyem ê hukûmetê Nicholas Clegg doza guhertina awayê verastkirina çapemenîyê bikin, Cameron jî bû hevgirê vê daxwazê: 15ê tîrmehê wî komîsyonek wezîfedar kir û dadgerê payebilind ê ku hemû alî rêza wî digirin, Brian Levenson wê bi rê ve dibe. Ev komîsyon ji şeş kesan pêk tê û didu ji wan rojnamevan in. Ev komîsyon xwedîya tevahîya azadîyan e da ku îfadeya mirovên wê biryara guhdarîkirina wan dayî bi sûndxwarinê bigire; wê pir karê wê hebe. Komisyon di asta herî jor de hatiye wezîfedar kirin da ku awayekî nû yê verastkirina çapemenîya nivîskî pêşnîyar bike; wekî din erka wê ye ku bi exlaqê pîşeyî yê çapemenîya bihîstbar û dîtbar jî dakeve, nexasim ê BBCya bi awayekî dijwar ji alîyê muhafezekaran ve tê rexne kirin, ji ber ku bûyera News of the Worldê nixumand û herweha bi xebitîna tevnên civakî dakeve.

Çapemenî ji bo bersivê bide dereng nema, lewma wê didît ku li pişt vê reforma hatî ragihandin, kontroleke navlênekirî xuya dike; heftaneya The Economistê 23ê tîrmehê li defa hewarê xist: "Sinifa siyasî ya brîtanî ya ku difikire ji bin nîrê Murdoch xwe xilas kiriye, dibe ku kontrolan xurt bike. Ango wê zehmettir be ku mirov di sektora çapemenîyê de pereyan bi dest bixe."

Du rojan berîya wê The Daily Telegraphê weha nivîsî: "Serokwezîr ragihand ku ew naxwaze çapemenîyê kontrol bike. Lê belê ew herweha naxwaze ku sîstema otoverastkirinê ya bi navbênkarîya PCCyê jî dewam bike. Ew dixwaze sazîyeke serbixwe hebe, lê belê hîmê vê sazîyê bivênevê wê bide kontrol kirin û derî li kontrolên qanûnî veke ku wê dijberên azadîya xweîfadekirinê bin; Cameron bi xwe got ew hez dike azadîya xweîfadekirinê biparêze."

Encamên Komîsyona Levenson bi îhtîmaleke mezin wê berîya dawîya sala 2012ê neyên eşkere kirin. Heta hingê rapora komîsyoneke din wê bi hukûmetê dîyar be. Ev komîsyon di adara 2011ê de hat damezrandin û erka wê amadekirina pêşnûmeqanûneke muhtemel e, ya ku mafên welatîyên brîtanî –British Bill of Rights– terîf dike. Ev qanûn wê qanûna der barê mafê mirovan de a sala 1998ê hatî qebûl kirin sererast bike; xala 8ê a vê qanûnê weke Peymana Ewropî ya Mafê Mirovan jîyana şexsî ya ferdan diparêze. Bi girêdanên bi vê xalê re dadgerên brîtanî her çû bêtir meyildar bûn ku îmtiyazê bidin rêzgirtina jîyana şexsî li hemberî xirabkirina rewşa azadîya agahdarkirinê ya ku xala 10ê wê misoger dike. Li gor Cameron pêşveçûneke bi vî rengî di nav xwe de çewtîyekê dihewîne û ji bo wî girîng e vê yekê rast bike: "Dadger Peymana Ewropî ya Mafê Mirovan bi kar tînin da ku bi rengekî qanûna jîyana şexsî diparêze, xurt bikin, bêyî ku parleman gotina xwe bike. Ya rast ew e ku bihizirin û ji me bipirsin gelo divê bi vî rengî tevbigerin. (10)"

Heke ev Bill of Rightsa nû pêk were, divê ew bivênevê bi awayekî zelal û kite bi kite esasê jîyana şexsî û herweha qada azadîya agahdarkirinê terîf bike. Dema vê dike jî biryara der barê dozên bi pirsgirêk de jî neçar ji dadgeran re dihêle: Ev doz bi tenê dikarin bi îşaretkirineke bi terîfeke hişk a berjewendîya gelemperîyê werin çareser kirin, û bi tenê ew dikare destûrê bide destdirêjîyeke nav qada jîyana şexsî (11). Li gor rewşa ku qanûna der barê mafê mirovan de ya sala 1998ê bi xala xwe ya 12.4ê ji dadgeran dixwest, di rewşên dudilîyê de imtiyazê bidin azadîya agahdarkirinê, em bipêşketina ku ev qanûna nû wê bike nabînin. Heke komîsyon bi dadgerê pir ketî nav dozên çapemenîyê Hary Woolf re nebe yek; Woolf sala 2002yê weha difikirî: "nabe ku dadgeh ji bîr bikin ku heke rojname agahîyên bala millet dikişînin neweşînin, hindiktir rojname wê werin weşandin, û ev ê jî li dijî berjewendîya gelemperîyê be (12). Ev ew çavkanî ye ku mentiqê metakirina agahîyê têra xwe jê vedixwe, ev yek li gor bêqusûr dîtina tiştan ya Murdoch bû; giregirê pîşesaz rewş weha îzah kir: "êdî bes e ji derdê van hirhopan ku ji me re rave dikin ku rojnameyên min xirab in. Ev hirhopên ku rojnameyên tu kes naxwaze bixwîne, dixwînin" û "bawer dikin ku mafdar in tehm û zewqa xwe li ser beşên mayî yên civakê ferz bikin". (13)

Krîza piştî eşkerekirina pratîkên News of the Worldê û jixwe ev rojname bi tena serê xwe ne yekdestdara van pratîkan bû, destûr da ku mirov bi zirarên hin awayên xebitîna çapemenîya brîtanî, nexasim ya populer bihise. Û kir ku mirov ji bo reformkirina sîstema verastkirina wê hewl bidin. Bi awayekî kûrtir, wê dê hizirîneke li ser hema hema bihevrebûna desthilatdarîya siyasî û çapemenîyê derxista der, ku dê destûr bidaya jinûvecîbicîkirina lipêşbûna siyasetê li hemberî îmtiyazên redaksîyonên herî populer; bêguman ji bo demekê. Heke were piştrast kirin ku tevgerên sûc yên şaxekî wê -di vê mijarê de yên News Internationalê- tesîr li rêveçûna şirketê kirine, hingê ev eşkerebûna mirovan metelmayî dihêle, dikare li ser birêveberîya împaratorîya Murdoch bibe xwedîya bandorekê. Dîsa jî misoger nîne ku vê krîza digihêje çerxên demokrasîyê, bi kurahî raya giştî hestiyar kiribe, lewra bala vê raya giştî bêtir li ser kêmbûna hêza wê ya kirînê û şideta li bajêr e û ne li ser eşkerekirina qusûrên wan kesan e ku xwe weke tercûmanên berjewendîyên raya giştî nîşan didin.

Çavkanî

Jean-Claude Sergeant:
Profesorê bijarte yê li zanîngeha Parîsa Sêyem (Sorbonne nouvelle). Nivîskarê berhema bi navê Les Médias britanniques (Çapemenîya Brîtanî), Ophrys-Ploton, Parîs, 2004.

  1. Bixwîne "M. Rupert Murdoch, empereur des médias" ("Rupert Murdoch, Împeratorê Çapemenîyê"), Le Monde diplomatique, çile 1999
  2. Ji sala 1964ê heta 1970yê û ji sala 1974ê heta 1976ê serokwezîr bû
  3. Di kabîneya wezîran a pêşî a Cameron de ji bîstûneh endaman hijdeh milyoner bûn
  4. Binavkirina metonîmîk ya tevahîya çapemenîya brîtanî ye (navê xwe ji rêya ku rojnameyên sereke lê bicihbûyî bûn digire -berîya ku ji wir bar bikin)
  5. "JohnYates: Phone hacking investigation was a ‘cock up' (John Yates: Lêpirsîna korsanîya telefonan ‘tevlîhevîyek’ bû)", The Daily Telegraph, London, 9ê tîrmeha 2011ê
  6. "This is a good time to strike at the monstrous power of the media (Demeke baş e ji bo ku derb li hêza cinawirane ya çapemenîyê were xistin)", The Guardian, London, 1ê kanûna 2006ê
  7. Chester Stern, "Getting cosy with the Yard (bi Yardê re xweşûbêş bûn)", The Guardian, 7ê îlona 2010ê
  8. Department of NationalHeritage, Review of Press Self- Regulation, Stationery Office Books, London, çile 1993
  9. "Privacy and Media Intrusion: The Government’s Response to the House of Commons National Heritage Select Committee (Jîyana şexsî û destwerdana wê bi destê çapemenîyê: bersiva hukûmetê dayî Komîteya Hilbijartina Mîrateya Neteweyî ya Meclîsa Gel )", Stationnery Office Books, tîrmeh 1995
  10. "Celebrities would lose super-injunctions in Bill of Rights plan (Di plana Qanûna Mafan de kesên navdar fermanên dadgehê yên super ji dest didin)", The Daily Telegraph, 27 avril 2011
  11. "Editors tangle with the zip code (rojnamevan bi şîfreya gihiştinê tevlîhev dibin)", The Guardian, 2ê gulana 2011ê
  12. Joshua Rozenberg nivîsand, Privacy and the Press (jîyana şexsî û çapemenî), Oxford University Press, 2004, rûpel 56
  13. Jibergirtina di belgefilma "Murdoch 1er (Murdochê Yekem) de", Canal+ roja 9ê tîrmeha 1997ê ev belgefilm weşand

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê