Çîrok û rastiya şerrê pereyan

Bazara Pereyan
Translator

Civîna serok û rêberên desthilatên welatên G20’î (ku % 90’ê aboriya cîhanê pêk tînin), di 11 û 12’ê çiriya paşîn de, li Seûlê pêk hat. Armanca wê, kêmkirina cudahiyên mezin ên aborî û danîna bingehên mezinbûneke "bihêz, domdar û bi denge" bû. Vê hevdîtinê bi taybetî derfeta aşkerekirina kozên xwe da beşdaran û lawaziya sîstema diravî ya navneteweyî diyar kir.

Wezîrê Darayî yê Brezîlî, Guido Mantega – ku ji biqîmetbûna rastîn ya dolarê amerîkî û yenê çînî bi tirs e –, hîn meha îlona bihurî bahsa "şerrê pereyan" kir û berî herkesî li defa hawarê xist. Piştî wê ne bi tiştekî, ev gotin ji aliyê Birêvebirê Giştî yê Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), Dominique Strauss-Kahn ve jî hate bilêvkirin: "Ji bo min metirsiya şerrê pereyan ku hîn kurmik be jî tiştekî pirr ciddî ye." (1)

Ev formula "metirsiyê" qeyrana mezin a salên sihî tîne bîra mirov ku bi devaluasyona rikeber a aboriyên sereke hîn tûjtir bûbû – û paşê jî bûbû karesatek. Ji wê demê ve, dîmena diravî ya navneteweyî drûv guherî: aktor pirr bûn û ji nû ve rêzanek hate çêkirin (nivîsa nav çarçoveyê bixwîne). Lê xeter li cîhê xwe man: mezibûna aborî û avakirina derfetên kar her girêdayî siyaseta merkantîlîst e ku bi saya bêqîmetbûna diravê netewî li ser piyan dimîne. (2) Qanûna pola ya berê li cîhê xwe dimîne: welatekî diravê wî kêmqîmet, ji ber ku bihayê wan erzan e bi hêsanî dikare berhemên xwe îxrac bike.

Li ser sehneya diravî ya navneteweyî heraret gurr dibe. Mudaxeleya girseyî lê bêpêşeroj a banqeya navendî ya Japonyayê ji bo kêmkirina qîmetê yenê, di îlona bihurî de; kontrola dowîzên bijartî ya li ser sermayeyên ku dikevin Brezîlya û Taylandê; dengdana bi girseyî ya li Meclîsa nûneran a Dewletên Yekbûyî, di dawiya îlonê de, di lehê qanûneke ku mafê gumrikê li ser welatên ku bi zanebûn qîmetê diravên xwe kêmkirine ferz dike (Çîn rastarast armanc e); ji alî Rezerva federal ve enjektekirina bigirseyî ya diravî li nav aboriya Amerîkî qîmetê dolar kêmkir û hwd.: teqîna agahdariyê deng veda. Her yek ji van aktoran binehînî diravekî kêmqîmet ji xwe re dixwaze ku aboriya xwe mezin bike. Lê encama lîskê tune ye: kêmkirina qîmetê diravî ji alî aktorekî ve dibe sedema zêdekirina qîmet ji bo yên din. "Ṣerrê perayan" dest pê kir gelo?

Ji 1944’an heta 1971’ê, peymanên Bretton-Woods ên bi mebesta paraztina dunyayê ji krîzên ku ew di navbera her du şerran de perçekiribûn bingehên "sîstemek nû ya diravî" danîn. Bi vatiniya lihevanînê –bi hevkariya banqeyên navendî– sistema diravî ya navneteweyî IMF derket holê. Kûrên dowîzan bi dolar ve, û ew bi xwe jî rastarast bi zêr ve hat girêdan (onsa zêr li ser 35 dolaran hate qebûl kirin). Her ferqeke kêm an zêde % 1’ê dowîzekî bi nisbet parîteya wî ya bi dolar û bi zêr re, dibe sedemê midaxeleya banqeya merkezî ya welatê têkildar. Helbet, ev mîmarî çend caran derizî: gellek caran develuasyon çêbûn – eyarkirinên pêdivî yên girêdayî qîmetê îzafî yê diravan ji bo misogerkirina berdewamiya vê sîstemê, bi ji nû ve serbiserkirina dengeya deyndayînê ve hate girêdan.

Ji 1958’an vir ve, welatên serekî yên Rêxistina hevkarî û pêşketina aborî (OCDE) kontrola dowîzan ji bo karên ticarî (îthalat ou îxracata mal û xizmetê) ji holê rakir, lê kontrola li ser tevgerên sermayeyan ranekir: mezinbûneke destekkirî dîmena aboriya navneteweyî û sîstema diravî ya ji bo piştî şerr çêbûbû tîne ser rewşa xwe ya berê.

Di 1971’ê de, Dewletên Yekbûyî yekalî guhertina dolaran a bi zêr ango 35 dolar bi onsekê rakir refê, bi vî awayî devaluasyona banknotên kesk fermî kir. Gava dor hate ser wan, welatên sereke yên senayiyên wan pêşketî li gor erz û talebê dowîzên xwe serbest berdan ku "li ba bibe": êdî banqeya navendî ne bazara dowîzan e, ya ku kûran diyar dike. Tev li vê jî em bahsa libabûna "qirêjî" dikin ji ber ku banqe bi awayekî girseyî mudaxele dikin ku kûrên dowîzên xwe eyar bikin. Hêdî hêdî sistkirina kontrola dowîzan banqeyên navendî mecbûr dikin ku dev ji hikumraniya xwe ya bitenê ya li ser kûrên dowîzan berdin.

Di her halûkarî de, ji wan re rêyeke din êdî nemaye. Çeka wan a ku tercîh dikin –rezervên dowîzan– êdî ji dilopeke ava li ser deryaya bazara dowîzan ku hatiniya wê ya rojane 4 000 milyar dolaran derbas dike pê ve ne tiştekî din e. Ev hatinî bi awayekî pratîk dike pênc qatê stoka hemî rezervên di banqeyên navendî yên herêma euro de civiyane. Ji % 5’an kêmtir kirariyên rojane ku tên tomar kirin ji karên ticarî tên, % 95 jî ji tevgerên sermiyanên spekulatîf tên. Di van mercan de, ji bo banqeyeke navendî çibigre nemimkun e ku meylekê (bilind an kêm) berevajî bike.

Bi kêmanî ew bi serhevdana bi girseyî ya dolaran dikare kêmkirina nirxê diravê xwe hêvî bike. Em ji zû de, li Asyayê çavdêriya vê yekê dikin: doh bi navgîna giran Japonya (bi ji bist milyar dolarî zêdetir rezervên dowîz), îro Çînê ew li pey xwe hiştiye (bi ji du hezar û pêncsed milyar dolarî zêdetir) û Korêya Başûr, Taywan, Hong Kong, Singapour û Malezya li ser şopa wê ne. Lê welatên ku bi pêş ve dikevin – BRHÇ (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn), Meksîka, Tayland, Endonezya û Afrîkaya başûr – hîn li ser kêmkirina tevgerên sermiyanan israr dikin û bi vî awayî kontroleke herî kêm li ser kûrên dowîzên xwe diparêzin, lê ev jî çendî bazar serbest bibe dê ewqas ji holê rabe.

Îlankirina şerr –ger şerrê perayan hebe– digihê biryara Çînê ya salên 1990’î ku dowîzê xwe bi dolar ve girê da. Vê tedbîrê rê li ber biqîmetbûna yenî girt ku vê jî dê zêdeyiya bazirganî ya Împeretoriya navendî ji navê rakira. Wê demê, aboriya Çînê pirr baş bû. Rêjeya mezinbûna wê ya salane ya rekor (di navbera % 10-12) ji gurrbûna îxracata wê îstifade dikir, wê bi xwe hêza xwe ji delokalîzasyon û karên taşeroniya pirrneteweyî ya Amerîka, Japonya û Ewropayê digirt. Weke tevgereke sîmetrîk, zêdeyiya bazirganî ya Çînî bi nisbeta kurbûna jêkêmiya butçeya Dewletên Yekbûyî diwerimî, ev fenomen dibû sedemê her roj hîn bêtir kombûna dolaran li Çînê û wê jî bi wan bi berfirehî bonoyên Xezîneya Amerîkî dikirrîn.

Bi vî awayî Pekinê bi kûreke dowîzan ya çêkirî dengeyek di navbera hatiniyeke kêm a îxracata xwe û maliyeta îtxalata xwe de çêkir. Bi gotineke din, wê îxracata xwe bi gumrika zêde ya li ser malên biyanî ve xurt kir. Vê yekê Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê mecbûr kirin ku qîmetê yenî % 30 heta 40’î zêde bikin. Desthilata çînî bersiva vê yekê da got; biryareke weha dê pirraniya fîrmayên wê ceza bike û bibe iflasê, ew jî dê bêkariyê tahrîk bike, bibe sedemê tevliheviya civakî û pirsên aloz li ber çavên wan û hevkarên wan jî aciz bike. Hîn nûh, Çînê, ji hindava xwe ve, xavîtiya Dewletên Yekbûyî ya di warê bacê û diravî de eşkere kir û ji ber ku dibe sedema nearamiya ku aboriya cîhanî dihejîne ew rexne kir.

Hevalkarên wê yên bazirganiyê dikarin biryara pîvana mueyideya gumrikê ya li dijî Pekînê bidin: şerrê perayan wê gavê dê reng biguhere bibe şerrê bazirganiyê. Tevî ku politikayên gelerî yên ji nû ve destpêkirinê –yên weke kêmkirina rêjeya fayizê li gel jêkêmiya budçeyê- pêk hatin jî, di çarçoveya rizgarkirina aboriyeke bêhêz de, di senaryoyê de tiştê ku nebe tuneye. Tevî vê jî, çin hêdî hêdî siyaseta xwe ya diravî diguhere. Ew herweha bi navneteweyîkirina yen han dide ku li derveyî sînorên xwe jî diravê Çînî belav bike. Ev jî elameteke baş e û ji bo pê bi pê ji navê rakirina kontrola dowîzan a ku Dewletên Yekbûyî dixwaze jî, bi xêr e: Yen dê hîn serbest li ba bibe û li hember dolarî dê hêdî hêdî bi qîmet bibe. (4)

Lê, li şûna eksena yekê a vî şerrê Çînê û dunyayê ku bêtir tiştekî klasîk e, ya duyem –hîn kêmtir e lê mirov hîn bêtir ditirsîne– ku li dora artêşeke hêza wê rojbiroj zêde dibe û nayê zeftê ya spekulatoran rû dide: "carry traders".

Weke ku tê dîtin, birêvebirên banqeyên navendî yên welatên OCDE ji bo van alayên nayên zeftê ku birêvebirên fonên xanenişîniyê, banqeyên kar an jî fonên spekulatif in dev ji desthilata xwe ya li ser kûrên dowîzan berdan. Di vê navê de, divê em Watanabe xanima efsanewî ji bîr nekin, – ku sembola jinên navmalê yên Japonî ku bi pirranî berpirsên birêvebiriya teserrûfên malbatî ne. Ev "carry traders" weke lehiyê êrîşî bazarên diravî dikin û bendên çêkirî yên kurên dowîzan ku ji alî banqeyên navendî vê tên paraztin diteqînin û bi hewa dixin. Ew ji ferqa hatiniya di navbera aktifên cihêreng fêde dikin, bi dowîzekî hatiniya wî pirr hindik (ku jê re dowîzê "fînansmanî" dibêjin) deyn dikin û bi dowîzekî hatiniya wî pirr (ku jê re jî dowîzê "carry" dibêjin) kar dikin. Di destpêka salên 2000’î de, gava ku rêjeya fayizê li Japonyayê bi rastî jî ne tiştek bû, kesên weke Watanabe xanima bi navûdeng teserrûfên xwe xistin bonoyên xezîneya Birîtanî û Awistralî ku jê re % 5 heta % 8’an kar anî. Ev cure kirîn û firotin mirov bi dirêjayiya dema razandinê heta ku kurê dowîz sabît be dixe karê û bi taybetî jî dema hatiniya bonoyên xezînê bi saya biqîmetbûna dowîzê ku mirov ji xwe re kiriye armac bi nisbet yê jêder fêda wê du qat dibe.

Pêla spekulasyonan

Carry trade niha li welatên weke Amerîka, Brîtanya yan jî herêma Euro ku fayiz ji bo demeke kurt çibigre nemane bicîh bûye. Û wê welatên weke Brezîlya, Tirkiye, Afrika Başûr ku nû pêşdikevin û fayizeke girîng a hatiniyê didin ji xwe re kiriye armanc. Ji qanûnên spekulasyonê istifade dike û bûye fenomeneke ku xwe bixwe xwedî dike: biqîmetbûna dowîzê ku ji xwe re dike armac bilind dike û yê jêder dadixe. Xeleka dawîn a vî şerrê ji destpêkê de wendakirî midaxeleya banqeya navendî ya Japonya bû ku di îlona borî de, di maweyê çend saetan de 24 milyar dolar seferber kir ku bikaribe qîmetê yen daxe. Ew teşebus jî bêencam ma.

Welatên ku bi pêş ve dikevin û bûne armanca "carry traders" – ku ji ber biqîmetbûna zêde ya diravê xwe di rewşa alarmê de ne– ji bo ku diravekî pirr biha zirarê nede senaiya wan heta ji wan tê ku dowîzan kontrol dikin ku kêmasiyên xwe yên rikeberiya di vi warî de veşêrin. Amerîka û Britanya, ji bo çareyekê ji jêkemiya butçeya xwe û bazirganiya xwe re bibînin "quantitative easing / hêsankirina çendî" yan nermkirina çendî) li ber hev dibedilînin. Di encamê de welatên herêma Euro, ew jî, sebir dikin: wan vagona xwe bi lokomotîfa Almanyayê ve girê daye û aboriya xwe xistine bin paraztina euroyekî ewqas pirr biha ku Banqeya navendî ya Ewropayê (BCE) her li bendî tehdîda enflasyonê ye – ku hîn jî welatên derdorê (Portekîz, Îrlanda, Îtalya, Yûnanîstan û Îspanya) li benda bêqîmetbûna euro ne ku dê derfeta rikeberiya wan hîn baştir bike. (5) Bi hêviya ku xeyaletê şerrê perayan ji ber çavan wenda bibe, herkes, bêyî ku yek ji yê din fikaran bike, çend çekên ku hîn li ber destê wan in bi kar tîne.

Çavkanî

Laurent L. Jacque:
Profesor li Fletcher Schoolê, Tufts University (Medford, Massachusetts), endamê Groupe HEC (Jouy-en-Josas) û niviskarê Global Derivative Debacles: From Theory to Malpractice’ê, World Scientific, Sîngapûr 2010.

  1. Hevpeyvîna Le Monde, 7’ê çiriya pêşina 2010’an
  2. Siyaseta merkantîlîst ber xwe die îxracatê. Bixwîne: Till van Treec, "Victoire à la Phyrrus pour l’économie allemande" (Serkevtina aboriya allemand ya Pîrûsî), Le Monde diplomatique, clona 2010’an
  3. Fiyetê bazara zêr îroj digihîje 1500 dolaran
  4. Bixwîne: Ibrahim Warde, "Le sort du dollar se joue à Pekin" (Qedera dolaran di destê Pekînê de ye), Le monde diplomatique, adara 2005’an
  5. Bixwîne: Laurent Jacque "Anniversaire en demi-tente pour l’euro" (Salvegera bê kêf ya euroyê), Le monde diplomatique, sibata 2009’an

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr