Çîroka etîketeke siyasî

Translator

Sinifandina partî, sîyasetmedar û hinek ramanan "wek rayên çep" ne gelek hêsan e. Dîrokeke vê kategorîyê heye û maneya wê bi tekoşînên polîtîk re, her tim ji nû ve tê tarîf kirin.

Çepgirbûn" çi ye? Ev pirs dibe ku kawik xuya bike, lewra ev nav nasnameyên rêxistinên siyasî ("çepa parlemanter", "şaredarîyeke çepgir") û nirxên ferdan (ji "întelektuelê çepgir" heta bi "xelkê çepgir") ava dike. Dîsa jî dabeşbûna di navbera siyaseta çepê û rastê de tu tiştê xwezayî, nayê guherandin û heta pêwîst nîne.

Di sedsala 18ê de li Fransayê cihêbûna sereke arîstokrasîyeke xwedî erd ya xwedîyê desthilatdarîya siyasî û bûrjûwazîyeke bazirgan a ku rola wê bi tenê dana krêdîyan bû, dianî dijberî hev. Yekdestdarîya ku bûrjûwazîyê piştî şoreşa fransî bi dest xistî, wê bikira ku komarxwazên sedsala 19ê li dijî wê seferber bibin, ku kirin mafê dengdanê were fireh kirin. Li hember otorîteya civakî, şexsî ya malmezinan, yên nû hatî bi awayekî rêxistineke kolektîf, ango bi partîyê muxalefetê dikin. Bersiva belavkirina pereyan, vexwarin û xwarinê ya dema dengdayînê ew bi pêşxistina bernameyan û nirxandina îdeolojîyê didin. Hêdî hêdî ev rêzik û qaîdeyên lîstikê xwe li ser herkesî ferz dikin.

Lê belê ew têrê nakin ku "nasnameyeke" çepgir îzole bikin. Ya rastî dîrok di warê cihguhertina li ser qada lîstika kişikê ya siyasî de dewlemend e. Komarxwazên –yên ku navê "oportunîst" li wan hat kirin– nû bûn desthilatdar, derban ji "yên ji ya xwe nayên xwarê" û radîkalan dixwin. Piştre ev radîkal vediguherin armanca êrişên sosyalîstan, piştî ku Georges Clémenceau yê ku hingê wezîrê karê hundir bû, grevên sala 1906ê dan tepisandin. Jean Jaurès wê sala 1906ê weha biaxiviya: "yên ku doh rexne dikirin ji ber tunebûna bernameyeke ji bo siberojê, niha bivênevê ketina nava tevgereke mirûz-kirî ku bi zêdekirina karên eskerî û polêsî xwe dide der."

Li alîyê din şaxê Înternasyonala Karker ê Fransayê (SFIO) jî rastî ewqasî êrişên komunîstan hat ku di kongreya li Toursê ya sala 1920ê ew hew karîbû xwe ragire û teqiya. Ev şerên li ser terîfa siyaseta çepê, misêwa ji nû ve teşe dide nirxên ku dikare xwedî li wan derkeve.

Heke siyaseta çepê ji serî ve weke alîgirîyeke nisbî ya di lîstika siyasî de xuya dike û ne weke nasnameyeke neguher, hingê çima behsa "partîyên çepgir" were kirin? Avahî û rêxistinên ku vî navî li xwe dikin hemû bi hev re di heman serdemê de peyda bûne, di serdema şoreşa pîşesazîyê û parlemanterkirina rejîman de. Pêngava pîşesazîyê bi rengekî nû pirsa ji nû ve parvekirina dewlemendîyên encama hilberandinê (nirxê lêzêdekirî,) derdixe pêş, em bi awayekî din bibêjin pirsa têkilîyên di navbera kar û sermayeyê de. Û siyaseta çepê bi awayekî biryardar li cem karkeran (nexasim karkerên fabrîkeyan) alîyê xwe digire, jixwe navê partîyên tên damezrandin jî ji wan tê girtin: Partîya Karkeran li Meliktîya Yekbûyî (û kolonîyên wê); Partîya Sosyalîst Karkeran a Spanî (PSOE); Partîya Karkeran a Sosyalîst (Sozialistische Arbeiterpartei, pêşîya partîya sosyal-demokrat a îro) li Almanyayê, Partîya Karkerên Îtalî û hwd.

Armancên wan ber bi vî alîyî ve diçin, ew bi cihêtîyên neteweyî bizanin jî (nexasim li gor xurtbûna têkoşîna li dijî çîna xwedîerkên dînî). "Qaîdeya" çileya 1905ê qebûlkirî weke mînak dide zanîn ku SFIO "partîyeke çînî ye ku armanca wê civakîkirina navgînên hilberînê û pevguherînê ye, ango civaka kapîtalîst veguherîne û bike civaka kolektîvîst yan jî komunîst, û weke navgîn jî rêxistina aborî û siyasî ya proletaryayê ye". Partîya Karkeran a Brîtanî komîteyeke nûnerîya karkeran ava dike ku diviya daxwazên sendîkeyan li qada parlemanterîyê derbibire.

Stratejîya beramberî sazî û dezgehên siyasî yên heyî duguherî. Ji bo yên herî şoreşger rejîmên parlemanter nûnerîya xwedî mal û milkan dike û divê bêyî xwesistkirinê mirov şerê wan bike. Ji bo yên din ew dikarin alîkarîyê bidin çareserkirina pirsgirêkên civakî. (1) Dema tevgerên siyaseta çepê bûn desthilatdar ev tansîyon zêdetir dibe. Hukûmetên ji şoreşa rûsî peyda bûn dawî li rejîmên milkanîyê anîn û hatinên kar ji xebata mûçegirîyê qut kirin. Wan aborîyeke li derveyî qaîdeyên bazarê damezirand û pesnê xwe bi wekhevîyê dan. Wekî din ezmûnên reformîst hewl dan dijminahîya di navbera sermaye û kar de kêm bikin; bi rêya parvekirineke kêmtir nedadî ya dewlemendîyê. Rêya piranîya sosyal-demokratan dayî ber xwe, ev e. Di bin zexta organîk yan jî konjonkturî ya tevgerên karkeran, yên sendîkeyî yan jî civakî, wan qada paraztina karkeran fireh kir (teqawidbûn, sîgorteyên nexweşîyê, betlaneya bimûçe) û reformên bacî yên ji nû ve levakirinê jî pêk anîn.

Pirsa rejîmên xwedî malûmilk ji proje û programan hema çi bigre winda bû

Dema ku tevahîya nîşanan îşaret bi "ecêb zêdebûna" para karan bi nisbet mûçeyan di piranîya aborîyên bipêşketî de dikin, mirov şaş dimîne ku pirsa parvekirina dewlemendîyan di nav hizirîn û projeyên çepê de xwedî cihekî evqasî piçûk e, û pirsa rejîmên milkanîyê hema hema bi tevahî ji holê rabû.

Jihevdeketina bloka komunîst di pratîkê de fikra alternatîfeke abo-rîya bazarê tune kir. Veguherînên kapîtalîzmê (fînansîyalîzekirin, trans-neteweyîkirin) û yên mûçegiran jî mijar tevlîhevtir kir. Lê belê pîşeyîkirina xebata siyasî jî bi rola xwe rabû. (2) Di destpêkê de bi awayekî nakokane ev yek şertekî pêwîst ê demokratîkbûnê bû. Ji bo malmezinan jîyana ji bo siyasetê hêsan bû, lewra hatinên wan ên madî ew hewceyî ti tiştî nedikirin. Li hember vê, yên nû hatî diviyabû karibin debara xwe ji siyasetê bikin. Hêdî hêdî armanc û navgîn li nav hev ketin. Pêdivîya partîyan bi hilbijartîyan heye da ku bixebitin û ya hilbijartîyan bi partîyê heye da ku karibin karê ku tê de bispor bûne dewam bikin. Zûzûka ev çerxa pîşeyîkirinê li neqandineke civakî zêde bû. Ji ber nebûna siyaseta bi vîn û dilxwazî ya teşwîqkirinê (çawa ku ya Partîya Komunîst a Fransî bi dehan salan hebû) yên herî xizan ji meqamên herî jor bêpar tên hiştin: Li Fransayê îro % 7ê hilbijartîyên Meclîsa Neteweyî ji komên karkeran, mûçegir yan jî personelê xizmetê ne, ku bi xwe % 60ê nifûsa karkeran pêk tînin...

Ango, qada siyasî meyildar e ku yên ku ne ehlê wê ne û siyaset ne pîşeyê wan e, li derve bihêle. Ya ku mirov ji milîtanan hêvî dike êdî bi tenê seferberkirina dema polemîkên hilbijartinan e. Hilbijêr bixwe, ew tevlî lîstikên siyasî dibin ku her diçe bêhtir bi wan neberbiçav û ezoterîk xuya dike. Bi heman rengî di hilbijartinên pêş ên berî demeke kurt ên sosyalîstan de, ji bo ku mirov girêdana Arnaud Montebourg bi François Hollande re fêm bike, diviyabû têra xwe agahîyên mirovî hebin, lewra Montebourg hema hema li ser her tiştî bi Hollande re li hev nedikir. Li alîyê din Benoit Hamon ê ku heta mirov bibêje bes bi Montebourg re li hev dikir, bixwe pişta Martine Aubryê girt, tevî ku wî bi wê re hema hema li ser her tiştî li hev nedikir jî... Dibe ku sedema diljêman û heznekirina hilbijartinan a gelî jî ev yek be.

Civaknas Robert Michels dema ku destpêka sedsala 20ê xwendekar bû, û endamê partîya Sosyal-demokrat a Alman bû, hingê tesbît dikir ku serketina partîyên çepgir wê ji serî ve bi desthilatdarîya olîgarşîyeke siyasî –ya ku wê ji bo berjewendîyên xwe hukim bike– bi encam bibe û ne bi desthilatdarîya gelê ku deng dayî wan. Wî ev tesbîta hinekî tahl dîsa jî bi encama gihiştiyê nerm kir: "li dijî xiyanetê bênavber gunehkar radibin ser xwe, yên ku piştî şerên bi îhtîşam û desthilatdarîya bêrûmet, tevlî nav çîna kevin a serdest dibin, cihê xwe ji muxalifên nû re dihêlin, yên ku bixwe li ser navê demokrasîyê êrişê dibin ser wan." (3)

Çavkanî

  1. Sala 1900ê nîqaşa di navbera Jules Guesde û Jean Jaurès de ji bo vê muxalefetê mînakeke baş e. Bigire li ber Max Bonnafous (di bin birêveberîya wî de) L’Œuvre de Jean Jaurès, VI, "Etudes socialistes II, 1897-190" (Berhema Jean Jaurès, VI, "lêkolînên sosyalîst II, 1897-190), Les éditions Rieder, Parîs 1933
  2. Cf. Delphine Dulong, La construction du champ politique (avakirina qada siyasî), Presses universitaires de Rennes, 2010
  3. Robert Michels, Les partis politiques (partîyên siyasî), Flammarion, Parîs 1971 (1914)

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê