Civata rêzdar, Împeretoriya bêrûmet

Translator

Li Fransayê bablîsokeke eşkerekirinê dibe sedema ku mirov di ciyê xwe de bişeqize… Tê gotin ku birêvebirên siyasî bi berdewamî milmilaneyê –him jî bi dostaniyeke jidil- bi mêr û jinên karsaz re dikin. Ev karsaz partiyên birêvebirên siyasî -û kampanyayên wan- fînanse dikin. Li hemberî vê xizmeta xwe, ew jî dê kêmkirineke hêja a mîqdarê baca xwe bi dest bixin. Ya hîn balkêştir: kêmkirina baca li ser hatiniya pirr (nêzîkî 100 milyar Euroyî li ser deh salan) e, ku wê bi taybetî bibe xwedî îmtiyaz ... hatiniya pirr, ji sala 2006’an û vir ye bi “mertal”ekî ku bi vê niyetê hatiye çêkirin tê paraztin. Di encamê de, hejmara birêvebiran (û malbatên wan) yên ku ketine telaşa xwe bi xwe pêkanîna pêdiviyên qanûna nû ya giştî, ku ji karê sendîkayê bêtir dixwazin bibin karsaz, dê zêdetir bibe.

Bi vî awayî, “bûyera Bettencourt”ê tiştê ku ji berê ve xuya bû eşkeretir kir. Nîsana bihurî, gelo rojnamevanên lêkolîner û profesorên rûmetê di xew de bûn, ku Bernadette Chirac ket konseya birêvebiriya LVMH, grûba luks ku ji aliyê Bernard ve tê birêvebirin û sermiyanê sereke yê Fransayê ye? Dîsa di heman demê de, Florence Woerth li Hermès’ê ji xwe re karekî birêvebiriyê bi dest xist. Ji zû ve ye ku wê bala xwe daye ser karê xwe –bêyî ku ev yek piçekî jî be dilê wê bibijîne- pereyê Liliane Bettencourt’ê, ku ew jî sermiyana Fransayê ya duyem e. Eric Woerth ji bo wê wiha dibêje: “Ez wezîrê wekheviya jin û mêran im, heger min rê li ber kariyera jina xwe bigirtaya, min ê neheqiyeke mezin kiribûya, [...] ku beramberê ya min e ” Bi rastî jî kes nikare wî ayil bike ka çima li hemberî pêşketina jina xwe ya pîşeyî derneketiye, lê kesî dengê xwe nekir bê çawa “beramberî”yeke wiha di navbera karê birêvebireke sermayedar a mezin ku xema wê li Seychellesê “sivikkirina bacê” ye û yê wezîrekî karên civatî de ku xwe ji bo kesaxa teqawîtiya karkeran amade dike de, destnîşan bike. Ev tişt hemî, berî “bûyera Bettencourt”ê bûn. Têkiliyên di navbera pere û desthilatê de wê demê jî weke yên îroj bû. Lê, wê demê, tu pirsgirêk tunebû.

Bandora vê “skandal”a nuha dibe ku ji hûrgiliyan be: Wezîreke Dewletê ya ciwan a li ser karê xwe azwer ku ji bo li ber birêvebirên foneke spekulatîf a bi navê City bigere ji serdaneke fermî ya Londrayê îstifade kir da ku şîrketa xwe ya bi navê “Nouvel Oxygène” fînanse bike; di rewşeke wek ya Bettencourt’ê de, ji hatiniya salê rêjeyeke bacê ya %1 ta % 6’an tê xwestin (mertal xwe dide ber...); rojnamevaneke navdar ku li ser TF1’ê (kanaleke televizyona ya taybetî) bi xwediya L’Oréalê re hevpeyvînekê pêk tîne wiha dibêje: “Ez wê nas dikim ji ber ku min bi wê û mêrê wê re li mala dostên hevbeş şîv xwariye. Carinan em bi minasebeta hin pêşangeyan jî li hev rast hatine.”

Ji bo ku ev bûyera ku weke livlavkê belav dibe bibe gerdeniya Qralîçeya olîgarşiya Fransî, divê dijberê wê, bi kêmanî, di navbera giştî û taybetî de encameke weha jê derkeve ku peywendiya dezgehên fermî û yên taybetî bi dawî bibe, helbet divê “xizmeta” rojnamevanan jî neyê jibîrkirin ku wan jî bi vî awayî peymana hevkariya xwe ya bi dewlemendiyê re çêkir. Ji aliyê din ve, heger hêviya paqijkirina atmosfera Împeretoriya bêrûmet bûbe sedema anîna Elîzeyê ya birayekî Sarkozy yê din yê siyamî, şemateya meha dawîn bi kêrî tişekî nehatiye. Weke mînaka, Birêvebirê Giştî yê Fona Navneteweyî ya Pereyan . Sermiyanên mezin dê serketina sosyalîstekî din ê karsaz di xefikeke dîtir de pîroz bikin. Û her tişt dê dîsa ji nû ve dest pê bike.

Çavkanî
  1. Li dosyaya me ya heşt rûpelî ya li ser «Pere û siyasetmedar»an binêrin, di serê Hezîranê de derketiye.
  2. ANF / AFP, 21 ê Nîsanê, 2010.
  3. Weke Thomas Piketty dibêje, «Gelo Liliane Bettencourt bacê dide? », Libération, 13 ê tirmehê, 2010.
  4. Olivier Toscer bixwînin, « Li çepê, lê nêzîkî derdorên karsazan », Le Monde diplomatique, çiriya pêşîn, 2003.