Civata tirk Kurdan çawa fam dike?

Translator

Heta roja îro, hêza herî mezin ya ku di warê kurd, zimanê kurdî û pirsgirêka kurdî de teşe daye raya giştî, hertim dewlet bûye. Çapemenî, zanîngeh, dezgehên dadgehî, rêxistinên civaka sîvîl, sendîka, odeyên pîşeyî û hwd. di mijarên wekî kurd û pirsgirêka kurdî de li gor daxwazên îdeolojîya fermî tev digerin. Dibe ku fermanên nivîskî jî hebin, ku nîşan bidin ka kesayetî û sazî sebaret bi van mijaran çawa tev bigerin, bi çi têgihan bipeyivin. Lê belê aşkere ye ku ev ferman bi nivîskî û devkî hatine pejirandin. Li ser mijara kurdan, di navbera axaftinên profesorên zanîngehan û hemwelatîyekî asayî yê li qehwexaneyeke gund tu cudahîyeke berbiçav nîne. "Li Tirkîyeyê herkes dikare bibe her tişt. Dikare bibe serokkomar jî, serokwezîr jî". "Li Tirkîyeyê herkes xwedîyê her mafî ye. Kurd wekî din doza çi dikin?" Di warê têgihiştîna kurdan de, di navbera piranîya profesorên zanistên civakî û hemwelatîyekî asayî de cudahîyên ciddî nînin.

Di pergala siyasî ya tirkan de îdeolojîya fermî xwedî risteke weha ya yek-tîpkirinê ye. Fermanên nivîskî û devkî yên îdeolojîya fermî hatine pejirandin. Kesayetî û sazî dizanin ka li hember rewşekê, li hember pêşveçûneke civakî an jî sîyasî helwêsteke çawa nîşan bidin. Li ser mijarên din raya giştî ya tirk dikare di çarçoveyeke azadtir de pêk were lê belê di mijarên wekî pirsgirêka kurdî de dîyarker dewlet bi xwe ye û ev yek jî balê dikişîne.

Dewlet jî heta roja me ya îroyîn di warê mijarên kurd, kurdî û Kurdistanê de nebûye xwedî niherîneke erênî, nebûye xwedî peyveke erênî. Dewletê heta îro ji tepisandin, tunekirin, kokqelihandin, poşmankirin û dorpêçkirinê pê ve qala tiştekî din nekirîye. Tê zanîn ku terora dewletê bi awayekî çalak hatîye bi kar anîn û ev fikir û raman hatine pêkanîn. Dema ku zimanê kurdî, çanda kurdî, jîyana kurdî dibin mijar, piçûkxistin, piçûkdîtin, zelîldîtin hertim bûne helwêstên jêneger ên dewletê. Pêvajoya bingehîn ya li ser têgihiştina kurdan yên ku tirkan û civaka tirk pêk tînin, ev in. Aşkere ye ku vê helwêsta dewletê ji hêla dêrûnî û fikirî ve rengê xwe daye tirkan û civaka tirk. Kes û komên din jî hene, bêyî ku bi ya dîtina dewletê bikin, kurdan û civata kurdî têdigihîjin. Lê belê ev gelek hindik in. Gelek aşkere ye ku ev yekemîn a pêvajoya sereke ye.

Ka em li serdema şer a 25-26 salî bifikirin. Dewletê piştî her operas-yonê, piştî her pevçûnê daxuyanîyên bi vî rengî dan. Çapemenî, televîzyon, radyo û rojnameyan ev gotin zêde kirin, berbelav kirin. Partîyên sîyasî, sendîka, rêxistinên sîvîl ên civakî bûn hêza ku ev nihêrîn şîrove kirin. Gelê tirk, li ser mijara kurdan hertim ev tişt bihîstin, ev tişt zanîn. Avabûna dêrûnî û fikirî ya gelê tirk jî bi van daxuyanîyan hatin pêk anîn.

Ev gotina dewletê xwedî aliyekî weha ye jî. Bal tê kişandin ser gotina ku herkes tirk e, neteweyek bi navê kurd û zimanekî bi navê kurdî nînin. Her weha tê dîyarkirin ku yên ku ne tirk bûn jixwe bûne tirk, guh nadin nasnameyên xwe yên eslî û pê serbilind in ku tirk in. Lê belê dema ku kurd bi îddîayên xwe yên kurdbûnê derdikevin holê, ev zanîn diheje, derz dikevin vê famkirinê. Ev yek her weha weke nîfaqekê, weke navberxerabkirinê tên şîrove kirin. Tê gotin ku bi tenê hêzên derveyî welêt, neyarên ji derve, yên emperyalîst û hêzên li hember mezinbûn û hê jî mezintirbûna Tirkîyeyê hesûd dikarin vê yekê bikin. Hêzên dereke, emperyalîst jî bi vî awayî dikevin nav van têkilîyan. Anku haydarbûna kurdan ji mafên xwe ên xwezayî, weke gelê kurd daxwazkirina mafên xwe, bi emperyalîstan ve tên girêdan.

Tevî vê helwêsta dijwar a dewletê jî, pirsa kurdan êdî xwe ferz dike. Pirsgirêka kurdî êdî di rojeva sîyasî ya Tirkîyeyê de cihê xwe girtîye. Di rêza yekem de cihê xwe girtîye. Kurd di vê çarçoveyê de çareserîyên xwe yên ji bo pirsgirêkê dîyar dikin û di çapemenîyê de li ser van pêşnîyaran munaqeşe tên kirin. Wekî mînak Kongreya Civaka Demokratîk qala "xweserîya demokratîk", qala "Kurdistana xweser" dike. Di gotûbêjên çapemenîyê de tê angaştin ku divê ev pêşnîyar ji alîyê gelê tirk ve werin qebûl kirin, divê tirk di warê pêşnîyarên kurdan de werin îkna kirin. Ji xwe pirsgirêk jî li vê derê xwe nîşan dide. Di rewşeke weha de, ku dewlet di warê kurdan û zimanê kurdî tu gotineke baş yan erênî nake û hest û fikrên gelê tirk ji alîyê dewletê ve tên dîyar kirin, ew dê çawa sebaret bi pêşnîyarên kurdan werin îkna kirin? Ma hêsan e ku mirov ji têgihiştinekê, ku hişê mirovan bi gotinên wekî "kurd tunene, herkes tirk e, zimanekî bi navê kurdî jixwe ne tu ziman e, tiştekî prîmîtîv e." tije dike were ser mijara xweserîyê, Kurdistana xweser?

Pirsgirêka bingehîn di vir de ne destûrî yan qanûnîbûn, lê zêdetir hişmendî ye. Alozîya ku di pirsgirêka kurdî de tê jîyin, ji ber neqanûnîbûnê, ji ber nebûna destûreke rêkûpêk rû nade. Ji ber ku hişmendî ne rêkûpêk e, hişmendî nayê guhertin, di warê têgihiştin û çareserkirina pirsgirêkê de atmosfereke rêkûpêk nayê afirandin, pêk tê . Di çend salên dawîn de, di serdema desthilatdarîya hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) de hin guhertinên qanûnî pêk hatin. Lê belê ev guhertin ji ber ku Ewropayê ew dixwestin pêk hatin. Nîvçe û pînekirî pêk hatin. Ji xwe ev guhertin bi awayekî ciddî nehatin birêvebirin jî. Lê belê li hember van hemûyan, di du-sê salên dawîyê de di gotinên dewletê û yên hukûmetê de nermbûnek xwe nîşan dide. Karmendên çapemenîyê, televîzyon, radyo û rojname hewlê didin ku pirsgirêkê bi awayekî rêkûpêk fêm bikin û li ser gotûbêjê bikin.

Ev têkilî, ev rewş bi awayekî aşkere tê dîtin. Aşkere ye, bêyî ku li cem dewlet û hukûmetê guherîneke tendurust a hişmendîyê pêk neyê, pirsgirêk nikare were çareser kirin, qanûn û destûrên demokratîk nikarin werin çêkirin. Guhertina hişmendîyê jî bi tenê bi rexnegirtina li sîyasetên li dijî kurdan, ku ji damezirandina komarê û vir ve hatine çêkirin û birêvebirin, bi cih dibe. Domdarîya vê rexne li xwe girtinê bivê nevêyî ye. Bêyî hebûna vê rexnelixwegirtinê, bêyî rûbûrûbûna bi rabirdûyê re bêyî aşkerekirina rastîyan, guherîneke tendurist a hişmendîyê ne mumkin e. Bêyî bicihanîna van, pêşkêşkirina modelên çareserîyê û bicihanîna wan nagihe encamên tendurust.

"Kurdistana xweser a demokratîk"

Gotûbêjên li ser pirsgirêkê di çarçoveya reşnivîsan de dest pê kirin ku van rojên dawîyê di civîna giştî ya Civaka Demokratîk de hatin dîyarkirin. Gotarên ku di civînên 18-19ê kanûna 2010î de hatin pêşkeş kirin di çapemenîyê de jî belav bûn. Mijarên wekî "Xweserîya Demokratîk", "Kurdistana Xweser", Modela Baskê, Modela IRAyê tên rojevê.

Di pirsgirêka kurdî de, gelek girîngtir e ku mirov ji rêyên çareserîyê zêdetir li ser taybetmendîya bingehîn ya pirsgirêkê raweste. Ev jî di salên 1920î de, di serdema Cemîyet-î Aqwam (Cemîyeta Miletan) de parçekirin û parvekirina Kurdistan û gelê kurd e. Ev yek alîyekî girîng a taybetmendîya bingehîn a pirsgirêkê ye. Divê ev faktum bi hûrgilî bê aşkere kirin. Sedemên van operasyonan, ku li naverasta Rojhilata Navîn pêk hatine, çawa pêk hatine û encamên wan çi bûne divê mirov li ser hûr be. Bi tenê civakên, ku zaafeke berfireh û kûr dijîn, dikarin bibin hedefa sîyaseteke weha. Zaafên ku kurd dijîn helbet nabin ku li dûrî bala mirov werin hiştin. Dewletên ku kurdan û Kurdistanê bi awayekî hevpar li jêr kontrola xwe digirin, hewlê didin ku rewş her weha bimîne. Ev dewlet bi tundî hewlê didin ku sîyasetên ku di salên 1920ê de li dij kurdan hatine meşandin, pêvajoyên ku di fiîlîyatê de hatine jîyîn neyên nîqaş kirin, neyên qal kirin û neyên aşkere kirin.

Di pisgirêka kurdî de prensîpên bingehîn

Divê Kurd bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Kurd divê xwedî mafê dîyarkirina dahatûya xwe bin. Bêguman gelek girîng e ku nasnameya kurdbûnê bêkêmasî were jîyîn. Divê kes ji perwerdehîya bi zimanê dayîkê, an ku ji perwedehîya bi kurdî û ji perwerdehîya mecbûrî ya bi kurdî danekeve. Dersên hilbijartî dikare ji bo tirkan, ji bo kesên ku ne kurd in dikare were meşandin. Heger çareserî van prensîpên bingehîn bi cih bîne, dikare bibe çareserî, dikare bibe domdar.

Dewlet çima gavan navêje?

Li vê derê tespîtkirina nîyet û bendewarîyên dewlet û hukûmetê dê bi kêrhatî be. Ez bawer dikim dewlet û hukûmet xwedî wê nîyet û bendewarîyê ne ku kurd dê werin bişavtin, dê asîmîle bibin. Dewlet û hukûmet li ber xwe didin da ku di pirsgirêka kurdî de gavan neavêjin. Dibe ku weha difikirin: Dem li gor berjewendîya dewletê ye. Bi demê re bişavtin bihêztir û berfirehtir dibe. Lewma ne rast e ku gav werin avêtin, li cem kurdan hêvî werin afirandin. Baştir e ku bi gotinên ‘dikim, encam didim, dê bikim, dê were kirin kurd werin aliqandin lê belê tu tişt neyê kirin.

TRT-6 helbet gaveke girîng e. Her çend piçûk be jî gavek e ku girtî dikarin di girtîgehan de digel xizmên xwe yên ku diçin seredana wan bi kurdî bipeyivin. Lê ji van hemûyan mezintir bêguman gelek girîng e ku pirsgirêka kurdî di çapemenîyê de, di nav rêxistên sîvîl ên civakî de tê axaftin, tê gotûbêj kirin. Reaksîyona hişk a li hember perwerdehîya bi zimanê dayîkê bi nîyeta bişavtinê re ji nêz ve têkildar e. Ji ber van hemû sedeman, pêşveçûneke girîng e ku Partîya Aştî û Demokrasîyê û bi gelemperî kurd binê perwerdehîya bi zimanê dayikê û perwerdehîya bi kurdî xêz dikin. Ev yek nîşan e ku dê hêvîyên bişavtinê yên hukûmet û dewletê bi ser nekevin.

Divê helwêsta BDPyê ku dibêje "em li benda hukûmetê namînin" ciddî were dîtin. Ev helwêst dikare weha were nirxandin: Dewlet di van rojan de tu gavan navêje. Lê belê dewlet, hukûmet digel tiştên ku dibêje, dike heger li cem me bawerîyeke hêzdar peyda bike ku di nav du-sê salan de wê gavên girîng biavêje hingê em dikarin li bendê bisekinin. Lê belê dewlet, hukûmet tu tiştî nake da ku li cem me bawerîyeke weha peyda bibe, her tim tê gotin ku nabe. Ji ber vê yekê divê em karê xwe bixwe bikin. Ev yek herweha li hember xwe tevnedana dewletê, hukûmetê helwêsteke rewa ye.

Bihêzxistina birêveberîyên herêmî- Kurdistana xweser

Lê belê projeya xweserîya demokratîk, ku ji alîyê BDPyê ve tê bi lêv kirin, ne projeyeke tendurist e. Tê pêşnîyar kirin ku Tirkîye bibe 25 herêm, û di warên perwerdehî, tenduristî, îskan û pêşveçûna ekolojîk de birêvebirîyên herêmî bên bi hêz xistin. Tê xwestin ku hin selahîyetên îdareya navendî dewrî birêvebirîyên herêmî bibin. Lê belê bingeha wê ya dîrokî gelek qels e. Têgihiştineke rast e ku dibêjin "Destûra 1921ê xweserî dida birêveberîyê herêmî, Destûra 1921ê dewleteke unîter nedianî" lê belê hukmên vê destûrê nehatin birêvebirin. Xalên 11 û 12 ên 1921ê ku bi xweserîya birêveberîyên herêmî re têkildar bûn di 1923ê de roja ku komar hat ragihandin, hatin betal kirin. Hêja ye ku mirov vê betalkirinê ya berîya destûra 1924ê li ber çavan ragire. Bi guhertina 1923ê weha nayê gotin: "xalên 11 û 12, ku xweserî dianî, hatine betal kirin." Bi guhertina 1923ê di xalên 11 û 12 de hilbijartin û selahîyetên serokkomar tên dîyarkirin. (1)

"Xweserîya Demokratîk" ku wekî bihêzxistina birêvebirîyên herêmî tê îfade kirin, têra bicihkirina daxwazên bingehîn ên kurdan nake. Ji bo wê divê herî kêm federasyon were fikirîn. PKK û BDP jî tê de, piranîya kurdan li dij fikira federasyonê derdikevin. Argumanên bi vî rengî tên pêşnîyar kirin: Hejmareke gelek zêde ya kurdan li Rojavayê dijîn. Beşekî mezin a kurdan li Rojavayê dijîn, lewma nabe ku federasyon were fikirîn. Ev fikireke çewt e. Balıkçı yê ku di 8-10/11/2010ê de roportaj daye Neşe Düzel ji bo rojnameya Tarafê pê re roportaj kirîye, weha dîyar dike: "Stratejîst û profesorên li ser televîzyonan tika ye nexşeyekê hildin û eger hûn bikarin, xweserîya erdnîgarîyê xêz bikin. Gelo mumkin e? Ji neteweperestên tirk û kurd re silametî be. Sosyolojî derstûrê nade Kurdistanê..." Ev dîtinên ku ji alîyê Balıkçı ve hatine gotin, ne dîtinên tendurist in. Balıkçı li ser navê dewletê dipeyive, dîtina dewletê tîne ziman. Federasyon, ji bo wan kesan e yên ku ji dirêjîya dîrokê de, ka embêjin ev 4 hezar 5 hezar sal in ku li Kurdistanê dijîn. Bêguman li vê derê kurd piranî ne. Balıkçı dibêje ji kurdên ku li Kurdistanê dijîn pirtir kurd li Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbolê û hwd.dijîn. Heger birêvebirineke wekî federasyon nebe tu kes nikare li mafên kurdên wan deran xwedî derkeve. "Gava bê gotin ku piranîya kurdan li Rojavayê dijî lewma federasyon nabe" hingê koçberî û mişextî jî tên teşwîq kirin.

Polîtîkaya bingehîn a dewletê ji bo kurdan bişavtin e. Rewşa ku ji bo bişavtinê guncan e rakirina kurdan ji war û welatê wan û sirgunkirina wan a bo Rojavayê ye. Paşdehiştina herêmî, dibe sedem ku mobîlîteya horîzontal a nifusa kurd zêde bibe. Ev yek jî ji bo bişavtinê rewşeke guncaw peyda dike. Ev yek polîtîkayek e ku dewlet ji komarê ve bi awayekî sîstematîk bi rê ve dibe. Dema ku fikrên wekî federasyon tên bi lêv kirin dewlet dest bi gotinên weha dike. "Li Tirkîyeyê 50 komên cuda yên etnîk dijîn." Çapemenî, zanîngeh û nivîskar jî vê gotinê rasterast dubare dikin. Ev yek jî ji dijwartirkirina çareserîyê pê ve ne tiştek e. Ji ber ku hin ji wan komên etnîk guh nadin eslên xwe. Ew pê kefxweş in ku tirk in, bûne tirk û di nav lêgerînekê de jî nînin. Helwêsta wan bi gelemperî ev e: "Kurd bila diya xwe nebîne." Heger mirov kurdan bi wan koman re bide ber hev, navê kurdan bi navê wan koman re bîne ziman hingê ev yek vê projeyê şêlo dike, bêtesîr dihêle. Lê belê têkoşîna azadîyê ya kurdan ji sedsala 19ê û vir ve didome.

Dewlet, hukûmet kurdan wekî "Kurd û Zaza" ji hev cihê dike. Ev yek ne rast e. Ji ber ku zaza, kurdên kirmackîaxêv in. Gotina kurmanc û zaza rast e lê belê kurd û zaza ne rast e. (2)

Modelên çareserîyê

Dema ku çareserî tên rojevê modelên wekî modela Baskê, modela IRAyê jî tên nîqaş kirin. Lê belê hin model hene ku divê berîya Bask û IRAyê werin gotûbêj kirin. Li Kurdistana Başûr çareserîyeke çawa pêk hatîye? Pêşmerge çawa karibûye ku bibe hêza herêmî ya Birêvebirîya Herêmî ya Kurdistanê? Dê bikêrhatî be heger mirov li ser detayên vê mijarê hûr bibe.

A duyem, Tirkîye ji bo tirkên li Qibrisê çi dixwaze? Berîya "Hereketa Aştîyê" ya 1974ê li Qibrisê dora 150 hezar tirk dijîyan. Piştî herekatê ji Tirkîyeyê gelek kes şandin giravê. Niha dora 200 hezar tirk li wê derê dijîn. Komara Tirk a Bakurê Qibrisê di destpêka salên 1980yî de, di 15/11/1980yî de hat damezirandin. Tirkîye li cem Neteweyên Yekgirtî, Konseya Ewropî, Yekitîya Ewropî, Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîyê ya Ewropî, Konferansa Îslamê, Rêxistina Pêşketinê ya Îslamî ji bo Komara Tirk a Bakurê Qibrisê doza çi dike, çi diparêze? Dema ku mafên 20 mîlyon kurdan dibe mijar, çima parçeyekî piçûk a tiştên ku ji bo Qibrisê tên xwestin, ji bo kurdan re nayên xwestin? Heger meriv li ser palpiştên zengîn ên faktumî ên vê mijarê hûr bibe, dê gelek mijaran ron bike.

A sêyem girîng e ku mirov li ser sîyaseta Filîstîn a Tirkîyeyê hûr bibe. Tirkîye li cem Konferansa Îslamê, Yekitîya ´Ereban, Neteweyên Yekgirtî û platformên din ên navneteweyî ji bo filistînîyan doza çi dike? Çima dema ku kurd dibin mijar her tim qedexe, xetên sor tên zimên? Hûrbûna li ser van her sê modelan dê zanîna me ya li ser pirsgirêka kurdî jî zêde bike.

Di vê navê re, serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan li Almanyayê got "bişavtin sûcekî li dij mirovahîyê ye" lê belê li Tirkîyeyê got "Bila tu kes ji me doza perwerdehîya zimanê dayîkê neke". Divê ev nakokî her tim were zimên. Li vê derê him di warê şêwaz, him di warê naverok û him jî di warê nihêrîna însanî de nakokî hene. Jê wêdetir, Almanya ne welatê tirkan e. Lê belê kurd ji mêj ve li ser xaka xwe dijîn.

Di 18-19/12/2010ê de di Kongreya Civaka Demokratîk de reşnivîsek hat aşkere kirin. Ev "Projeya Kurdistana Xweser a Demokratîk" e. A ku di çapemenîyê tê niqaş kirin jî ev proje ye. Di vê projeyê di heşt mijarên wekî aborî, sîyasî, civakî, çandî, huqûqî, xwe-parastin, ekolojî û dîplomasîya xweserî tên rêz kirin. Lê belê di vê projeyê de bêyî ku navê federasyonê were bi lêv kirin federasyon tê tarîf kirin. Xweserîya Demokratîk têgiheke nedîyar e. Projeya Kurdistana Xweser, li gor xweserîya demokratîk dîyartir e, aşkeretir e.

Çavkanî
  1. Metnên Destûra Tirk, "Ji Sened-I Ittifak heta roja îro" Amadekar: Suna Kili- Şeref Gözübüyük, Weşanên Iş Bankası, Ankara 1985, r. 91 û dumahîk. r. 103
  2. Binihêrin. www.zazaki.net, Em gotina kurd û zaza protesto dikin, Ev daxuyanî ku di 20ê kanûna 2010ê de di zazaki.net de hatîye weşandin û ji alîyê 20 rewşen- bîrên kurd ve hatîye îmze kirin. Herweha binihêrin: Seyîdxan Kurij, Dîroka Edebîyata Zazakî I, II, III, kurdistanaktuel, 20ê kanûn 2010an

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya