Damezrandina HDPê û dawîya BDPê

Gihanek nû: "Tirkîyeyîbûn"

Bi damezrandina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve, rêwîtîya ber bi tirkîyeyîbûnê, ya Abdullah Öcalan û kes û sazîyên di bin sîbera wî de, gihanek nû dest pê kir. Wekî tê zanîn, nêzikî du sal berê, di hevdîtinên xwe da Öcalan daxwaza damezrandina kongreyekê kiribû, bi qasî hatibû ragehandin, ew wekî  Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) bi nav kiribû. Bi ya wî divê kongreyek bê damezrandin; ku kurd, tirk, çerkez, ereb, laz û herçi nasnameyên kêmjimar (etnikî) li Tirkîyeyê hene, di dewsa ku  ew ê rêxistinên ji hev cuda damezrînin, bila bi hev re û di bin banê kongreyeke weha da cih bigirin!

Ji kurdan mebest bêşik, BDP û sazîyên civatî û sîyasî ku di çarçoweya sîyasî ya BDP û PKK/KCKê de kar û barê xwe dimeşînin bû. Wekî Öcalan gotî, taybetî bi hewldana hinek parlementerên BDPê û derdorên çepgirên tirk, ku ew wekî grupên marjînal tên binavkirin, bi mebesta ku paşê ew veguheze partîyekê,  HDK hat damezrandin. Li vira divê em, taybetî, "qencîya" hinek parlementerên ku bi eslê xwe ne kurd û ne jî BDPyî ne, da ku di hilbijartina bihurî da bi navê Bloka Ked û Demokrasîyê beşdarê hilbijartinê bûbûn û bi piştgirîya BDPê û bi dengên kurdên li bajar û metropolên Tirkîyeyê niştecih in hatibûn hijbijartin, ji bîr nekin.

Bloka Ked û Demokrasîyê

 

Bi pêşengîya BDPê berî sala 2010an bi armanca hevkarîya hilbijartinê, bi navê Bloka Ked û Demokrasîyê hevkarî hat kirin. Di hilbijartinê da berbijar serbixwe bûn, ji ber tirsa benda hilbijartinê, ji ber ku li Tirkîyeyê ev %10 e. Ji çepgirên tirkan parek, hinek kesên liberalên demokrat, herweha ji layê kurdan KADEP (Partîya Beşdarîya Demokratîk*) û hinek derdorên oldar, welatparêz û demokrat piştevanîya vê blokê kirin. Bi rastî, blokê, di nav gelê kurd de, taybetî li herêma Kudistanê dengekî xweş veda û di hilbijartinê de serketin bi dest ket. Li vira divê em rastîyekê bibêjin, ev serketin ne ji ber ku bi parek çepgirên tirk di nav blokê da cih girtibûn bû, berevajî ji ber ku hinek partî û derdorên sîyasîyên Kurdistanî di nav blokê da cih girtin bi dest ket. Jixwe, sîyaset weha ye, taybetî di dozên neteweyî da hevkarî gelek girîng e û ji hêza xwe bêtir berhemên wê tên dîtin.

 

Weha dixuye, ku bingeha HDK/HDPê di wê demê da hat avêtin. Bingeh hat avêtin, lê paşê derdorên oldar, welatparêz û demokratên kurd û herweha parek ji sîyasetvanên di nava BDPê de ji pêvajoya damezrandina HDKê ne rehet in. Jixwe, hevgirtîyên HDK/HDPê û sîyaset û îdeolojî ku sîya xwe dida ser van tevgeran, rê nedida ku ji layê kurdan hinek derdor di nav de cih bigirin.

Xeyala Öcalan: Tirkîyeyîbûn

 

Serpêhatî û xeyala Öcalan, ya bi têgeha tirkîyeyîbûnê tê pênaskirin, ne ku îro rû daye, berevajî ev bi dehan salan, taybetî ji agirbesta 1993an ve, meriv dikane bêje her sal ji xwe vedigerîya û dihate dubarekirin. Jixwe tê zanîn, ku partîyên berî BDPê jî bi dirûşma tirkîyeyîbûnê hatibûn damezrandin, ku di nava wan da, hinek kesên ne esil kurd jî hebûn. Ango, pirsgêrika tirkîyeyîbûnê bona wan partîyan jixwe tunebû, lê bi vê ve jî hem derdorên çep ji van partîyan dûr sekinîn, lewre li hêlekê bîr û boçûnên wana dest nedida, li hêla din bandorek gelekî tund ya dewletê li ser van partîyan hebû û dewletê, bi propoganda û ajîtasyonên qirêj ew xeta sîyasî bi "etnîkî" sûcdar dikir.

 

Eger em bala xwe bidin van ajîtasyon û propagandeyan, em ê pir bi hêsayî bibînin, ku ev sûcdar kirin, taybetî di du dewrên parlementê yên dawî da, bêhtir derdikeve pêş û îro partîya desthilat Ak Partî jî vî karî bêqisur bi kar tîne. Tê zanîn, ku îro li herêma Kurdistanê Ak Partî nûnertîya sîyaseta Enqereyê dike û li parek mezin ya herêmê rikberê wê BDP ye û weha dixuye ku piştgirî û deng dayîna BDPê ji çarçoweya parvekirina bîr û boçûnan derketîye, wekî "barê namûsê" tê fêmkirin. Herweha BDPê, hem li hundirê Tirkîyeyê, hem jî li derva nunerê gelê bakurê Kurdistanê dihat/tê pêşwazîkirin. Li vira ez divê bêjim; bona şirovekirina bizavekê, rêxistinekê, bi giştî tiştekî, ji du hêlan ve meriv dikane lê binire; yek, ew tişt xwe çi ye û çawatî (keyfîyet) û têkelên (terkip) wî; du, ji derva çawa tê xuyakirin. Ji serûwena ku ji 93an destpêkirî û taybetî bi pêvajoya Îmralîyê ev xeta sîyasî di nava xwe de, ne di asta nunertîya gelê bakurê Kurdistanê be jî, lê ji derva weha tê dîtin, ev jî ji bona sîyaseta bakurê Kurdistanê tengîyek e.

 

Bi vê re jî, ji ber ku hem li hundirê Tirkîyeyê û hem jî li derva ev xeta sîyasî wekî nûnerê gelê kurd dihate naskirin, herçiqasî bi temamî ne weha be jî, hinekan nerehet dikir, taybetî kesên hatî pişavtin û çepgirên di nav partîyê de. Jixwe ev daxwaz û sîyaseta Öcalan bû, lê divê girse bihata amedekirin. Bi vî avayî girseya xeta sîyasî ya ku ji HEPê dest pê kir heta roja îro, ango heta BDPyê, bi mebesta tirkîyeyîbûnê bipejirîne, rêveberîya BDPê û PKK/KCK û çepgirên tirk bi salan hinek têgeh berevajî kirin, motîwasyona civatê guhertin. Heta, ne tenê girseya BDPê, herweha bi giştî bandor li ser sîyaseta bakurê Kurdistanê kir û hinek derdorên sîyasî û civatî yên li dervayî PKK/KCKê jî, tirkîyeyîbûnê, ji bona rakirina xesba li ser mafên miletê kurd yên neteweyî û demokratîk kêrdar dibînin.

Ayindeya (dahatû) partîya nû

 

Bêguman, di rojên ayinde de dê bê dîtin, ku ew sîyaset dê bi kêrî çareserkirina pirsgirêka mafên gelê bakurê Kurdistanê bê an na? Lê rastîyek heye, ku bi qasî derdorên vê sîyasetê dipejirînin ewqas jî yên li dij hene û vê sîyasetê xelet û bi tehlûke dibînin.

 

Ji ber vê, herçiqasî, ne bes be jî, damezrandina HDPê û paşeroja BDPê di medyaya kurdî de hinek cih girt û şiroveyên cûr be cûr hatin kirin. Herweha, li holê gelek pirs hene, taybetî bi giştî li ser sîyaseta bakurê Kurdistanê û herweha, ne yekser be jî, li ser sîyaseta parçeyên din, ku tê zanîn pêywendîyên partîyên kurdistanî êdî ji berê firehtir û xurttir in. Bi taybetî, di rojên ku civandina Kongreya Neteweyî di rojeva sîyaseta Kurdistanê de ye, tirkîyeyîbûna sîyaseta Öcalan û BDPyê, bi pêdivîya nêrîneke taybetî heye.

 

Herî zêde pirsa tê kirin, gelo çima BDP dê dawî li xwe bîne û dê tevlî HDPê bibe? Herweha gelo HDP dê ji BDPê bêhtir serkevtî bibe, ango dê ji BDPê bêhtir dengan bi dest xwe ve bîne? Pirsa herî girîng, ku li hawirdor tê pirsîn, gelo bi armanca bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk bi çepgir û demokratên tirkan re rêxistineke hevalbend, biryareke çiqasî di cih de ye?

 

Dema meriv li mînakên neteweyên din dinêre, yên ku dişibin rewş û têkoşîna miletê kurd, di pêvajoya bi armanca bidestxistina mafên neteweyî de ti mînakên rêxistinên hevalbend tunene. Lê çi heye, di navbera rêxistina gelên bindest û derdorên demokrat û çepgirên gelên serdest de piştevanî heye, di hinek platforman de (enî) bi hev re kar kirine. Ne ku hêzên sîyasîyên gelên bindest kilît li derîyê rêxistinên xwe dixin û mifteyê didin destê çepgirên gelên serdest.

 

Pêşveçûnek weha, ji hêlekê ve hêzên sîyasî yên gelên bindest ji hev belawela dike û xetera ji dest dayîna ezmûna heta wê rojê rû dide. Ji hêla din ve, kelecanîya gel nizm dibe û palpiştîya bi girseyî lawaz dikeve. Eger sîyasetek weha bi bergerî (ısrar) bê meşandin, bi demê re, piştevanîya bi girseyî dikane bi temamî belawela bibe.

 

Îro li bakurê Kurdistanê, herweha li parçeyên din jî kesên ku têkoşîna bakurê Kurdistanê dişopînin jî, dê girtina partîyeke wekî BDPê ku êdî di nava gel de cih û astek bi dest xistîye û hêza xwe bi bergerî diparêze, eger bê girtin û hemî kadir û girseya wê di nav HDPê da cih bigirin, ku di salên ayinde de çi dê li vê partîya nû bê ji îro ve nizane, bi tu awayî fêm nakin. Kî dikane bêje ku di hilbijartina tê de HDPê dê ji BDPê bêhtir deng bi dest xwe ve bîne. Herweha encamên lekolînên ku li Tirkîyeyê li ser rayagiştî tên kirin, bona partîya nû hêvîyeke xurt nadin.

Xeter bergerî divê

 

Ji hêla din ve, eger BDP dawî li xwe bîne û tevlê HDPê bibe, ku em zanin tu amûrên vê tevlêbûnê, ku dê kanibe girseyê qanih bike tunene, gelo îhtimal heye ku girseya BDP li dû vê biryarê here û pişt bide HDPê? Weha dixuye, ku ev ê ne pêkan be. Bi awayekî din, meriv dikane bêje, îhtimalek ne dûr e ku HDP ji gelê kurd bi qasî BDPê dê nikanibe deng bi dest xwe ve bîne. Dema BDP bi derdorên çepgirên tirk ve partîyeke hevalbend damezrîne, kurdên ku heta wê rojê tenê bona têkoşîna bi destxistina mafên neteweyî piştgirîya BDPê dikirin, ne hemî be jî, parek dê jê dûr bisekinin.

 

Dîsan, têkoşînên sîyasî û neteweyî xetek bi bergerî dixwazin. Rêxistinên sîyasî, heta yên civatî jî di roja damezrandinê de nabin xwedî girsekî layengir, dem divê, têkoşînek bi bergerî û xetek rast û rewa divê. Taybetî bona rêxistinên ku bi armanca bi destxistina mafên neteweyî têdikoşin xetek bi bergerî divê. Di serî de, her du salan carekê eger partîyek bê girtin û yeka din bê damezrandin, ji hêlekê ve ev dê bîr û boçûna civatê ya der barê têkoşînê da tevlihev bike, ji hêla din ve, bawerîyek dudilî dikeve nav civatê. Ji ber ku civat li ser dahatûya partîyê dikeve nav gumanan.

 

Berê partîyên vê xeta sîyasî ji alî hikûmeta tirk dihat girtin. Ji HEPê bigirin heta îro, ango ji sala 1990î heta îro eger ez ne xelet bim, heşt partî hatin girtin. Dewletê ew bi terorê sûcdar dikirin. Heta ji ber van girtinan bi sedan kes ji mafên sîyasî bêpar man. Lê mixabin îro em bi destê xwe partîya ku êdî di nav girseyê da cih û astek xwe girtîye û sîyaseta wê hêdî hêdî deng vedide, derîyê wê digirin û xwe davêjin hembêza partîyekê ku dahatûya wê ne ronahî ye. Bona ku partîyek di nav girseyê da cih bigire, girse wê partîyê bipejirîne û bi kar û barê wê qayîl bibe, ne tenê têkoşînek divê, dem jî divê, ceribandinek divê.

Tengahîyên zagonî

 

Carina tê gotin ku HDP ji bona Tirkîyeyê û BDP ji bona Kurdistanê ye, di hilbijartinan de herdu partî dê bi hev re hevkarîyê bikin! Ji bona hilbijartinên şaredarî û herêmî, ji ber ku benda hilbijartinê di van hilbijartinan da tuneye, hevkarîyek weha dibe bê kirin. Lê, ji niha ve meriv dikane bibêje eger hevkarîyek weha bê kirin, li bajarên Tirkîyeyê, ne misoger e ku hilbijêrên kurd dê dengê xwe bidin berbijarên HDPê. Di nav jîyana îro ya civatî û aborî da, gelek binas (sebep) hene ku tercîha merivan biguherin. Hem meriv ji bona çi fêdekarîyê dike, eger têkoşînek neteweyî nebe, an jî, ji ber bîr û boçûnên ku êdî di roja îro da ne derbasdar in biryar bê dayîn, meriv nikane girseyê hêvişan (muhafize) bike.

 

Ancax, ev hevkarî di hilbijartinên parlamentoyê da, ango di yên giştî de dê nebe. Ji ber ku zagonên Tirkîyeyê asteng in li pêşîya hevkarîyeke weha. Gelo, wê demê HDP û BDP dê ji hev cuda beşdarê hilbijartinan bibin? An wekî tê gotin, êdî BDP dê nemîne û dê tevlê HDPê bibe? Hêj nedîyarîyek heye, lê wekî li jor jî hate gotin, eger rewş neguhere meriv dikane bibêje ku HDP dê bi qasî BDPê dengan bi dest xwe ve bîne.

 

Îhtimala din, ji ber ku benda hilbijartinê rêgir e û BDP dawî li xwe neyne, ew li Kurdistanê  û HDP jî li Tirkîyeyê bi berbijarên serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin, biryareke weha jî dê tevlihevîyekê çêke. Dîsan îhtimal e, ku kurdên li Tirkîyeyê ji berê kêmtir dengê xwe bidin berbijarên serbixwe yên HDPê.

Cudatîya fêmkirina

hinek têgehan

 

Her weha di famkirina hinek têgehan da jî cudatîyeke balkêş heye. Bo mînak têgeha emperyalîzmê, feodalîzm, sermayedar, burjuwa...û hwd. Kî çi ji van têgehan fam dike? Dema mirov layê kurd û çepgirên tirk raberê hev bike, cudatîyeke gelek balkêş derdikeve pêş. Ji bona kurdekî welatparêz emperyalîzm çi ye, têye çi wateyî, kî ye emperyalîst ? Herweha ji bona çepgirekî tirk bersiva van pirsan çi ne? Bi mebesta ku ew ferq baş bête fêmkirin pênasa (tarif) emperyalîzmê: mijandina jêderk û dewlemendîya welatekî ji terefê dewleteke din ve û herweha destdanîna ser serwerîya sîyasî û aborî, pişavtina ziman û çand bi destê hêzên sîyasî, eskerî yên dewletên dagirker, yên emperyal.

 

Em dizanin ku bi taybetî di deh salên dawî de hestek emperyal ya dewleta tirk hejikî ye û ew dixwaze, herêma Rojhilatê Navîn taybetî di hêla aborî û sîyayî de bike bin kontrola xwe. Herweha ne tenê dagirkerê Kurdistanê, dîsan dewleta ku bûye binasê parçebûnê ye jî. Bi vî avayî dewleta emperyal, ji bona kurdekî welatparêz berî Amerîkayê (DYA), Tirkîye ye. Heçku, bona tirkekî çepgir bibe nebe DYA emperyalîst e û bi bawerîya wan, divê li her derê dinyayê li dijî wê şer bête kirin. Heta ji ber ku DYAyê alîkarîya başûrê Kurdistanê kir, tê sûcdarkirin û Kurdistan jî bi Îsraîla duyem tê binavkirin. Çi heyf e ku Öcalan jî di hinek axaftin û hevdîtinên xwe da ew helwesta bextreş bêfikar nîşan daye.

 

Dîsan di mijara feodalîzmê da jî û herweha, di mijarên din yên wekî burjuwa, sermayedar û berpêçûn û şirovekirina çîn û struktura civatê jî ferq gelekî balkêş e. Dîtinên kurdên welatparêz û çepgirên tirk ji hev cuda ne. Bo mînak sermayedarekî kurd, her welatparêz be jî ne girîng e, bi ya çepgirekî tirk divê li dijî bê têkoşîn, lê bona şoreşgerekî welatparêz ne divê li dij şer bête kirin, berevajî divê bona doza neteweyî hevkarî bête kirin. Rastîyek heye, ku çepgirên tirk ne enternasyolîst in, ji ber ku li Tirkîyeyê çepîtî di bin baskê kemalîzmê de ye û ew li ser çepgiran ji berê ve karîger e. Îro piranîya wan neteweperest in. Her dem çepgir-neteweperestên tirk li dijî rêxistinîya kurdan ya bi serê xwe bûne, heta carina ew dijberî ketîye pileya dijmintîyê. Îro, li gelek cihên Tirkîyeyê hinek derdorên çepgir, taybetî rêxistinên xortên tirk, taybetî ya Partîya Komunîst, gelek caran êrişî xortên welatparêzên kurd kirine.

Encam

 

Encam; ne tenê di pîvanên rêxistinî da, herweha, ji hêla îdeolojî û bîr û boçûnên sîyasî ve jî ne rast e ku bizava sîyasîya Kurdistanê, bi çepgirên tirkan re di bin banê partîyekê de bibin yek partî, ango bi hev re partîyeke hevalbend damezrînin. Herweha gelek sedemên vê yên dîrokî jî hene. Dema meriv li dîrok û serpêhatîya çepîtîya tirkan dinêre, her demê ew di bin bandora kemalîzmê da maye. Kesên ku rayagiştî wan wekî şorişgerên sosyalîzmê nas dike, heta di ber armancên xwe da canê xwe dane, yên wekî Mahîr Çayan, Deniz Gezmiş û hevalên wan, di bin karîgerîya kemalîzmê de bûn, îmaja wan a digel rayagiştî û rastîya sîyasî li hev ne guncan e.

 

Lê bizava sîyasî ya bakurê Kurdistanê bi şert û mercên ku pîvanên xwe biparêze, bi armanca Tirkîyeyeke demokratîk, pêdivî heye ku bi hêzên heman armancî diparêzin re hevkarîyek sîyasî bête kirin, ne ku dawî li rêxistinîya xwe bîne. Hevkarîyek weha hem di hilbijartinan de û hem jî bi mebesta bihêzkirina bizava civata sivîl jî dikane bibe.  

 

 

 

* Serokê damezrînerê giştî yê KADEPê Şerefettin Elçi bû. Di têkoşîna bakurê Kurdistanê de kesekî kedkar û naskirî bû. Di hilbijartina dawî de berbijarê Bloka Ked û Demokrasîyê ya  Amedê bû û hat hilbijartin û bû parlamenter. Çi heyf e ku jîyana xwe ji dest da.