Danezana ku hindik mabû Amerîkayê biguherîne

Piştî pêncî salan Danezana Port Huron
Translator

Têkoşîna li dijî nijadperestîyê, li dijî avhewaya îdeolojîk a şerê sar, an jî li dijî civaka berxwarinê: Di berbanga salên 1960ê de, komên radîkal li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pir zêde dibin. Tevgera Xwendekarên Zanîngehan a ji bo Civakeke Demokratîk bêyî ku bê payîn serkeftinekê bi dest dixe. Danezana Tevgerê ya berî nîv sedsalê, weke belgeyeke pêbawer a dij-çanda amerîkî tê zanîn.

"Wijdanên me yên rizîyayî"

Beşek ji "Danezana Port Huron"

Em ji wî nifşî ne, ku di nav rehetîyeke dîyar de hatine mezin kirin, îro li zanîngehê qeydkirî ye û bi fikar li dinyaya jê re mîrate maye, dinêre. Dema ku em zarok bûn, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê welatê herî dewlemend û herî xurt ê dinyayê bû: Yekane welatê xwedîyê bombeyên nukleer, welatê ku şerê modern herî kêm zirar lê kirî, mîmareke Neteweyên Yekbûyî ya ku me yeqîn dikir wê bandora rojavayî li seranserê dinyaya me belav bike. (...)

Û paşê pêre pêre dema ku em mezin bûn, rehetîya me bi wan bûyeran xira bû ku zêde zivêrker bûn û nedibû mirov wan nebîne. Zilma hîlebarkirî û rûmetşikên a mirovî bi destê mirovan, li Başûr bi têkoşîna li dijî hişkebawerîya nijadperest bi awayekî zelal derket pêş, vê yekê kir ku piranîya me kirasê bêdengîyê ji ser xwe bavêje û dest bi çalakîyê bike. Hukmê fetisînok ê şerê sar, ê ku nîşana wê bombeya nukleer bû, kir ku em bîrewer bibin ku em, hevalên me û bi mîlyonan "kesên din" ên neberbiçav ên ku ji ber rastîya xistina me ya tehlûkê ya hevpar, dikarîbûn aniha, yan jî kêlîyeke din bimirin. (...)

Van rastîyan û yên din çiqasî zêde êriş dianîn ser me, wijdanên me serûbinî hev dikirin û vediguherîn pirsgirêkên bi me ve girêdayî; me jî ewqasî dest pê kir, çavên xwe li nakokîyên dilnerehetkir ên amerîkaya xwe vekin. (...) Hisa ku dibêje, dibe ku em nifşê dawîyê bin ê ku wê bi jîyanê tamişkî bibe, pêşengîya çalakîya me dike. Lê belê em hindikayîyek in: Piranîya mezin a gelê me hevahengî û tewazûna demî ya civaka me û dinyaya me weke çerxekê dibîne ku şaş nabe û heta hetayê wê dewam bike.
A. C.

Berî 50 salan komeke xwendekarên li rojavaya navendî ya Amerîkayê, belgeyek weşand, ku serenavê wê 'Danezana Port Huron' bû. (1) Ev belge, manîfestoya damezirînêr a tevgera Xwendekarên ji bo Civakeke Demokratîk (SDS) bû. Heger hûn dîroka rabûnên sala 1960ê yên li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bixwînin, ku di van 30 salên dawîyê de hatine nivîsandin, hûn ê qet nebe carekê wekî rêxistineke ser sekûka radîkalîzmê rastî pesindana ji bo SDSê werin -ji ber têkoşîna li dij cudagerîya nijadî, nemaze li Başûr, ji ber xwepêşandanên li dij şerê Wîetnamê û jê firehtir hewldana salên 1960ê yên ciwanan ji bo şkandina qeyd û bendên lihevkirina şerê sar, ku fikirîna azad felc kiribû û bûbû sedem ku li cem hemû rêxistinên çepgir ên Amerîkayê yên wekî tevgerên kedkaran, dêr û zanîngehan, tirsa tasfîyebûnê ya ji ber McCarthyite (panîka sor an ku paranoyaya komunîzmê) peyda bibe.

SDS di sala 1960ê de hat damezirandin û di havîna 1962ê de nêzîkî Michigan Town a li Port Huronê ya li ser sînorê amerîkî-kanadayî, çar saetan dûrî bakurê Detroitê, kongreya xwe ya pêşîn li dar xist. Di vê kombûnê de manîfesyoyek hat pêşkêş kirin, ku ji alîyê xwendekarekî kevin ê Zanîngeha Michiganê –Tom Hayden– ve hatibû pêşnîyar kirin û manîfesto ji alîyê komîteyê ve hat nirxandin û talîyê wekî Danezana Port Huronê ji cîhanê re hat aşkere kirin.

Manîfesto weha dest pê dikir: ''Em mirovên vî nifşî, di rehetîyeke herî nizim de mezin dibin, niha li zanîngehan dijîn û bi awayekî narehet li wê cîhanê dinihêrin ku em wekî mîrat werdigirin. Dema ku em hîna zarok bûn Dewletên Yekgirtî Yên Amerîkayê dewlemendtirîn û hêzdartirîn welatê cîhanê bû: Bi tenê ew xwedî bombeya atomê bû, ji şerê modern tu cara neditirsîya, yek ji pêşengên Neteweyên Yekgirtî bû, ku me bawer dikir ku dê bandora rojavayî li seranserî cihanê belav bike... Lê belê, her ku em mezin bûn, rehetîya me ji alîyên hin bûyeran ve hat xera kirin, ku pir mezin bûn. Serê pêşî, piçûkxistina mirovahîyê ku bû sembola têkoşîna Başûr a li dij kevneperestîya nijadî, em mecbûr kirin ku em dev ji bêdengîyê berdin û dest bi çalakîyan bikin. A duyem rastîya Şerê Sar ku bû sedema hebûna bombeyan û di nav me bixwe, hevalên me û bi mîlyonan kesên din de hişyarîyek çêbibe; me hemûyan xetereke hevbeş par ve dikir; em dikarin her wext bimirin...

"Dema ku van probleman û problemên din rasterast zext li ser me kir, yan jî hişên me xera kirin û bûn fikarên me yên subjektîf, me nakokîyên tevlihev û acizker ên Amerîkayê dîtin... û me hêdî hêdî hîs kir ku tiştê ku me wekî serdema zêrîn a Amerîkayê didît, di rastîyê de berjêrbûna serdemekê ye...

"Ev fikir pêşengîya karê me dike: Dibe ku em nifşê dawîyê ne ku xwedî tecrubeya jîyanê ye. Lê belê em hindikahî ne –piranîya mirovên me hevkêşên demî yên civaka me û cîhanê wekî parçeyên weha dibînin ku heta hetayê bi rê ve diçin.
Dema ku mirov van hevokên wekî wahîy dixwîne, teqez matmayî dibe ku di 1962yê de di dawîya veguherîna Şerê Sar de şiroveyên weha têkçûyî hatine kirin. Wê demê, çardeh sal bûbûn ku Serok Truman mîlîtarîzasyona aborîya amerîkî ya piştî Şerê Sar dabû dest pê kirin. Heta sala 1950yê şêwirmendên leşkerî yên amerîkî li Îndo-çîn bûn, heta naverasta 1950yê potînên emperyal ên amerîkî reformên li Guatemala û Îranê perçiqandibûn. Di 1961ê de Serok Eisenhower, salek berîya Danezana Port Huron, xatir ji serokatîyê xwest û hişyarîya xwe ya navdar ragihand: ''Divê em li dij nufûza neheq a sanayîya leşkerî rawestin. Potensîyela karesatî ya destguhertinê ya îqtîdarê heye û dê her hebe.. Divê em...hişyar bibin... talûke heye ku polîtîkaya giştî bixwe bibe hêsîra elîtên zanyarî û teknolojîyê.'' (2)

Bi rastî jî heta dawîya salên 1950yê, an ku serdema cemedî ya Şerê Sar, herî kêm li kampûsekê, dest bi hejînê kir. Di 1956ê de li Zanîngeha Kalîfornîyayê ya li Berkeleyê rêkxistina li dij temrîna îcbarî ya leşkerî ya li kampûsê (ROTC) bi grêva birçîbûnê dest pê kir û di 1962yê de bi awayekî serkevtî bi vetokirina rêveberîya zanîngehê bi dawî hat. Joe Paff ku li Berkeleyê zanistên siyasî dixwend, niha tê bîra wî ku di dema hatina wî de Berkeley cihekî çawa aloz bû: ''Amerîkaya navendî bi rengên xakî yên li ser pantorên reş û yaxeyên bi qumçikên xwarê û cilên Oxfordê dihejîya. Ew hema bêjin wekî unîformayekê bû. ROTC mecbûr dikir ku zilam her hefte carekê cilên serbazî li xwe bikin; kurikên gir ên ji bo qebûlkirinê zor didan derîyê kampûsê; hilbijartinên ji bo dezgeha xwendekaran jî wekî henekekê dihat dîtin (Heger werim hilbijartin ez dê Sather Gateê bişînim fezayê da ku li wê derê digel heyvê bikeve pêşbazîyê.) Endamên fakulteyê ku dihat bawer kirin ku sondaxwarina dilsozîyê bin pê kirine, hatin tasfîye kirin. Di atmosfereke weha muhafazakar, ortodoks de û bi 'Zilamên Rêxistinê' yên William Whyte, kampusê biryar da ku ew êdî li ser 'mijarên derveyî kampusê' napeyivin û divê xwe ji 'ajîtatorên ji derve' biparêzin.

Heta 1961ê, Paff, Malcom X vexwend da ku di gulana 1961ê de li kampusa Berkeleyê axaftinekê bike, lê belê rêveberîya zanîngehê Malcom X red kir û got dibe ku ew mîsyonerek be û hewlê bide ku xwendekaran bîne ser ola îslamê. ''Me di deqqeya dawîyê de ji wî re cihek dît, ku ji bo danasînê wext nemabû û di salonê de bi tenê cihê 160 kesan hebû. Axaftina wî mirov dihejand û min heta wê demê axaftineke weha neasayî guhdarî nekiribû. Wî jîyana herkesî heta dawîyê guherand. Dema ku mirov jê pirsek dikir, wî zoq li çavê wan dinihêrt û pirs dubare dikir û paşê bi kûrahî bersiv didayê. Piştî demeke gelek kurt êdî xelk ditirsîya ku pirsên ehmaqane bikin. Hemû reşik bi hev re rûdiniştin û haya kesî jê nedibû dema ew diçûn. Piştî mehekê, nîvê reşikan axaftinên Malcom X dubare dikirin''.

Salên 1960ê rê li ber gelek bûyeran vekir. Xwendekaran berê xwe da Başûr da ku li wê derê digel Komîteya Hevkarîyê ya Bê-Şîddet a Xwendekaran (SNCC) bixebitin, ku ev rêxistin di 1960ê de hatibû damezirandin. Bi vî awayî Danezana Huronê ji esmana daneket û bi giştî ne nû bû. Lê belê tu belgeyeke radîkal a ji wê serdemê tirsa ku li cem ciwanan peyda bûbû weha baş û aşkere ranedigihand, ew her têdikoşîn da ku xwe ji muhafazakarên salên 1950yê rizgar bikin. Profesor ditirsîyan ku xelk wan wekî çepgir bi tilîkan nîşan bidin. Di beşên zanista siyasî de, karên rewşenbîrên mezin ku di antolojîyan de bi başî dihatin edît kirin, hatin sterîlîze kirin.

Daxuyanîya Huronê bi fikara tenê mayînê û bîyanî hiştinê deng veda. Ji lîberalîzm û sosyalîzmê wêdetir ev yek mijareke bingehîn a xwe naskirinê û bicihanîna potansîyelê bû -ku weha xuya ye ev fikir ya Paul Goodman bû, ku yek ji damezinêrên Gestalt terapîyê û nivîskarê pirtûka anarşîst a bi navê Absurdîya ku Mezin Dibe ye. Ev pirtûk li cem ciwanên her du alîyên Atlantîkê gelek dihat xwendin. (3) Beşa daxuyanîyê ya bi serenavê 'Civaka Wêdetir' nîşan dide ku dora xwendekarên nû yên hişyarbûyî bi pêla 'wekhevbûnê' hatiye girtin, ku civakê hemûyê hişeke xelet a desthilatdarîyeke bîyanîhiştî nîşan dida. Peywira çandî ya xwendekaran ew bû ku rewşa rast a heyî nîşan bidin, ku di bin karên bi mûçeyê bilind a çîna karkeran û valahîya piştên makîneyên mezin û keştîyên masîgîrîyê yên havîngehan û li ber golan bûn. Di piranîya 'Civaka Wêdetir' de kedkarên rêxistinkirî peyda bûn, an serokatîyên sendîkayan Notên Aborî û Fîlozofîyê yên Marks nexwendin, da ku cureyên li dervehiştinê bi lêv bikin. (Karek ku SDS pêşnîyar dike ku bîne cih.)

Beşeke gelek kurt a bi navê 'Aborî' ku ji çend paragrafan pêk dihat, weha dest pê dike: ''Gelek kesên ji me li benda teqawidbûneke rehet in...' û Amerîkayeke hevwelatîyên dewlemend nîşan dide ku narehet in di nav xwe de kesên xizan bibînin. Ev roj niha wekî utopya tê guhê mirov û xweşbîneyeke hewceyî xaleke girîng bin xêz dike, ku nivîskarên Daxuyanîyê, herçend di destpêkê de dibêjin ku dawîya Serdema Zêrîn a Dewlemendîyê hatiye jî, xwedî hesteke gelek kêm a kapîtalîzmê bûn -kêmanîyek e ku hema hema li cem hemû aborîyên mezin ên wê demê peyda dibû. Bi tenê piştî heft salan, an ku 1961ê çîna karker a amerîkî -di tebeqeya wê ya jorê de, ku piranî ji spîyan pêk dihat- gihîşt dîyarê xelatên kapîtalîzmê: Heqdest û alavên wekî makîneyên mezin ên rehet ên bi dekorasyonên luks, makîneyeke duyem ji bo jinên wan, ku niha makîneyên wan tune ku pê herin derve û bixebitin, alavên li malê ku nedihiştin ew li malê biwestin, mûçeyên teqawidîyê, sîgortayên tendurustîyê û piştî 1965ê Medicare -sîgortaya tenduristîyê ya civakî ji bo kesên ser 65 salan. Bi salên 1970yê û pê ve em hemû berjêr çûn.

Beşa herî hêzdar a di Daxuyanîyê de li ser 'binkeyên sanayîya leşkerî' bû, ku tê de dihat idîa kirin ku Eisenhower wekî pêşengekî ji Goodman bêhtir hêjayî bawerîyê ye.

Beşa 'Alternatîvên Bêalîkarîmayînê' bang li xwendekarên dilsoz dike ku li deverên ku bi deryaya xemsarîyê û materyalîzma ji halê xwe razî hatiye dorpêç kirin, stratejîk werin bi cih kirin. Çawa bandor li ser guherînê bê kirin? ''di dibistan û zanîngehên li seranserî welêt, çepeke mîlîtan dikare hevdilên xwe hişyar bike'' (lê belê taybetmendîyên çepeke alîgir nehatiye dîyar kirin.) '' Ew (çepa nû) divê teşe bide hestên bêalîkarîmayîn û xemsarîyê, da ku pê bikarin çavkanîyên siyasî, civakî û aborî yên pirsgirêkên xwe bibînin... Lê belê pireya bo îqtîdara siyasî, dikare bi rêya hevkarîyeke rasteqîn a herêmî, neteweyî û navneteweyî ya navbera çepa nû ya ciwanan û Civata Alîgiran, ku hişyar dibe, were ava kirin''.

Tiştê ku di daxuyanîyê gelek tê pêş bawerîya bi demokrasîya beşdarîyê ye -têgihek ku ji civaknasê radîkal C. Wright Mills hatiye stendin- û wekî bersiva her tiştî tê dîtin. Bi tecrûbeya pêncî salan em niha dikarin li xweşbînîya daxuyanîyê bibişirin, ya ku dibêje çawa ewqas hêsan em dikarin 'atomê zexim bikin' û li her derê reaktoran ava bikin, mîlîtarîzmê têk bibin û enerjîya hêsan û erzan hilberînin. Daxuyanî bi awayekî enerjîk tirseke ji ber Almanyayeke yekbûyî radigihîne û vê yekê bi bawerîya 'Dîwar' û 'Şerê Sar' ê mayînde destek dike. 'Sanayîdarkirina Dinyayê' wekî meseleyeke 'esaletê' tê dîtin û bawer dikin ku divê Amerîka teknolojîya xwe bi comerdî par ve bike.

Nebûna berdewamîyê

Lê belê, di nav ewqas dilpakîyê de divê em wê yekê jî bibînin ku di axaftina Port Huron a sebaret bi Şerê Sar bandoreke çawa li ser çepgirên kevin ên wekî Michael Harrington û Irving Howe heye ku wekî rewşenbîrên New Yorkê tên bi nav kirin. (4) Ên bihêrsketî Daxuyanî rexne kir, ku ew bi ecemîtîya ciwanîyê potansîyela şerût a Yekîtîya Sovyetan piçûk dibîne û wan têkilîyên xwe yên dezgehî yên digel SDSê birîn. Li vê derê, di nav herdu serdeman de xeteke cudaker hebû. Yek ji wan ew bû ku nifşekî nû peyda bû ku heta dawîya salên 1960ê Împaratorîya Amerîkî, wekî ku bi qasî Yekîtîya Sovyetan xebîs be, şermezar bikira.

Ev der ne cihê wê ye ku heta parçebûna wê ya wekî koman, ên wekî Wethermen a sala 1969ê merhele bi merhele vebêjim. Heta merheleya niha SDS di dehsalan re derbas bû, ku piranî bi nivîsan stratejîya bingeheke bilind ava kir; li gor dîrokên SNCC, yan jî Panterên Reş serketinên xwe bi awayekî mubalexe kirin, ku serokên wan koman nedikarîn bi nêzîkbûneke akademîk binivîsin ji ber ku piranîya wan ji alîyê polîsan ve hatibûn kuştin. Pêta di hişê wî zilamî de, ku serê pêşî reşnivîsa Daxuyanîyê nivîsî, çi bû? Di 1964ê de Tom Hayden li Newarka New Jerseyê civatên xizan bi rêk dixist, piştî çend salan ew digel jina xwe Jane Fonda çû Hanoiyê û paşê jî bû endamê hilbijartî ya qanûnçêkera dewletî ya Kalîfornîyayê.

Di domahîya çar mehên çûyî de me şahidîya tevgera Dagîrkirina Wall Streetê (OWS) û kampên wan ên li seranserî welêt, ji New Jerseyê heta Oaklandê kir, ku niha ji alîyê polîsan ve hatine belav kirin. Berdewamîya wan a rewşenbîrî û rêxistînî nebûn. SDS dikarî xeteke fikra Marks, ên dema wî ya destpêkê û fikrên salên şêstî yên Frantz Fanon, Paolo Freire, Gunnar Myrdal bişopîne. Lê belê niha zehmet e ku di navbera SDS û OWSê de domdarîyek were dîtîn -dibe ku ev yek ji ber veguherîna kapîtalîzma amerîkî û berjêrçûna çepa rêxistî be. Nivîskarên Daxuyanîya Huronê xwe wekî pêtên berxwedana tenê ya şevên tarî yên xemsarîya amerîkî didîtin. OWSî xwe wekî nûnerê 99 dersedî ya li hember 1 dersedî dibînin.

Çavkanî

Alexander Cockburn:
Hevgerînendeyê ‘’malpera agahîyên alternatîv’’ a www.counterpunch.org

  1. Bi awayekî sergirtî îşaret bi Danezana Serxwebûna
  2. Dewletên Yekbûyî tê kirin.

  3. John F. Kennedy, sê rojan piştî hatina ser wezîfeyê, rabû rahişt mîrasa retorîk a selefê xwe. "Sazûma eskerî-pîşesazîyî" li gel vê yekê, berevajîyê vê rewşê, wê ji holê ranebûya. Kennedy pir bi hesasî tevgeriya ji bo "derengmana amerîkî" a di warê fuzeyên balîstîk de telafî bike –helbet ev dereng- maneke xeyalî bû, ji ber ku Yekîtîya Sovyetan ancax di 1960ê de karî bibe xwedîya heman cure fuzeyan.
  4. Piştî ku di 1960ê de hat weşandin, Growing Up Absurd ("Mezinbûna bi awayekî tewş") bi lezeke mezin li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû pirtûka herî zêde firotî, berîya ku li gelek welatên Ewropayê jî (Almanya, Îtalya) serkeftineke mezin bi dest bixe. Lê belê tevî vê çendê jî, ew li Fransayê qet nehat weşandin.
  5. Koma ronakbîrên di nîvê sedsala XXemîn de bi gewde bû, marksîst e, lê bi çavekî rexnegirî berê xwe dide Yekîtîya Sovyetan.

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya