Dema krîz erdê welêt parçe parçe dike

Translator

Derbasbûna dehsalan pê-wîst bû ji bo bicihbûna dewleta yûnan û pêkanîna yekîtîya welêt. Di çend mehan de, krîzê kir ku bingeha textê dewletê ji hev de bikeve, û şexsîkirina şîrketan cografyaya welêt guhert.

Yûnanistan a li Balkanan, tijî ye ji nîvgravên di nav hev de yên ku cografyayeke ne rast pêk tînin. Ji Derya Egeyê heta bi kendavên biçûk yên îyonî, ji serê çîyayê Pînde heta bi serê çiyayê Rhodopesê, ji deştan heta pozan û ji pozan heta giravan, welat ji kaprîsên xwezayê pêk tê yên ku pêwîst bû wan kontrol bike û  bajaran li ser wan ava bike. Demekê, dawîanîna li rewşa îzolebûyî ya Yûnan

istanê yek ji mijarên herî li pêş ên Yekîtîya Ewropayê bû. Di dirêjîya rêyan de rêzên lewheyên bi rengên ewropî – yên bi dîmenên ku xisleta herêmên li paşmayî nîşan didin hatî xemilandin – îspata vê ye. Lê di serdema jixwekêmkirinê de, astengên xwezayê û rastnebûna erdê hê zêdetir xuya dikin. Di nava du salan de, şexsîkirina şîrketên barbirinê yên neteweyî, betalkirina heşt xetên girîng ên trenê, kêmkirina alîkarîya dewletê ji bo misogerkirina çûnûhatina di navbera parzemînê û gravên biçûk de (1), zêdebûna buhayê heqê rê û yê benzînê (2), tevî kêmkirina meaşan nîşan in ji bo tehlûkeya zêdebûna newekhevîyên herêmî. Di tengava kendava Corintheyê de, kesên li keştîyên di navbera nîvgrava Peloponnese û bakurê welêt de seferê dikin siwarbûyî, yên pişta xwe dayî kupeşteya kêştîyê li erebeyan dinêrin, yên li ser pirê bi ser wan de ji alîyekî derbasî alîyê din dibin û ji kêştîyê dibihurin. Pir li ser çar stûnên xwe berdidin deryayê ava bûye, werîsên stûr ên dirêj ku bi rengê baweşînkê hatine girêdan, giranîya pira Patrasê hildigrin.  Ev berhem, ku yek ji pirên herî dirêj yên Ewropayê ye, wê destûr bidaya mirovî ji alîyekî kendavê derbasî alîyê din bibe, her du alîyên wê jî bajar in. Lê belê ji ber ku heqê çûnûhatinê 35 ewro ye, ango biqasî heqdestê rojanê yê navincî, kêm kes xwedîyê wê derfeta luksê ne ku vê rêyê bi kar bînin. Avakirina vê pirê ji alîyê dewletê ve û bi xêra deynê Bankeya Ewropî ya Pererazandinê hat fînansekirin. Ew ji alîyê şîrketa fransî Vinci ve tê xebitandin û destûra wê ya xebitandinê heta çil û du salan e.

Modeleke "mezinbûna

aborî bi rêya xirabûnê"

 

Sîyaseta jixwekêmkirinê ji nû ve birêkûpêkirina welatê yûnan ferz dike. Hellenic Republic Asset Development Fund amade ye dest biavêje sermayeya mayî ya dewletan, firotina her parçeyekî welêt organîze dike. Av, elektrîk, otoban, bender (gotara Pierre Rimbert di rûpela 10ê de bixwîne), tevahîya tevnên welêt bi erzanî tên firotin. Balafirgeha Helliniko jî. Di 2004ê de, balafirgeh kiribûn sîteyeke ji  bo Olîmpiyatê û berîya ku krîz rêyeke baş li firotina erdan veke, avakirina baxçeyekî gelemperî hatibû plankirin. Li gorî Fereniki Vatavali, ku li beşa birêkûpêkkirina bajêr a şaredarîyê dişixule "ji wê demê ve gelek tişt guherîn". Tevî ku gelek pere ji alîyê şaredarîyê ve ji  bo vê projeyê hatin xerckirin (3), ekîpmanên cihê (rêyeke avî ji bo kanoyê-kayakê, qadên hockey, holên sporên bi çekan) wê bên xirakirin da ku cihekî paqîj û vala bimîne ji muteşebisan re. Gelek projeyên turîzm û bazirganîyê bi hev re, weke yê Helleniko li tevahîya welêt tên amadekirin. Ev proje weke hêkên zêrîn têsîrê dikin, pererazandinan ber bi xwe ve dikşînin û navendîbûnên herêmî xurt dikin. Li hin deveran, hukûmet difikire qadên aborîya serbest ava bike (4); li deverên din dixwaze piştgirîya derxistina çavkanîyên madenî ji kanan û ya lêgerîna petrolê bike, bêyî ku hesabê tesîra van projeyan li ser hawîrdorê bike. Li gorî aborîzan Yannis Eusthathopoulos, ev yek modeleke "bipêşketina aborî bi rêya xirakirinê" pêk tîne ya ku xwe disipêre "reqabeta civakî, bacî, xwezayî û navnifşî".

 

Li hin taxên nava bajarê Atînayê, ji sê paran yekê dikandaran ji ber kêmbûna serfkirina li nava welêt, neçar man dikanên xwe bigirin. Li pişt vitrînên bi rengê spî boyaxkirî, bêdengîyeke tozgirtî bi ser tiştên ji ber dikaneke mobîlyayan, berberekî mayî girtîye. Li ser camên dikanan rêzeke afîşên sor û zer ên peşnîyaza kirêkirin yan jî kirîna bi hezaran avahîyên valakîrî dikin, daliqandî ne.  Bi yek carê kêmbûna mûçeyan – di navbera 2010 û 2012ê de meaşê navincî % 45 hat kêmkirin – û zêdebûna bêkarîyê – çileya 2009ê % 8.8ê xelkê çalak bê kar bû ev rêje çirîya paşîn a 2012ê gihişte % 26.8ê (5) – gelek malbat neçar hiştin ku di xanîyekî de kom bibin. Belê dîmenê krîzê naşibe yê Madrîdê ku avahîyên herêmên derveyî bajêr bi temamî vala bûbûn. Vemirandina bajaran hêdîtir û bi awayekî mirovî zêdetir matmayî bihêle pêk tê. Tunebûna planeke avakirinê bû sedema avakirineke bajarî ya di sîstemê de kêm entergrebûyî, lewra dema sîstemek ji hev de dikeve ev bajar bi hêsanî xira nabin. Yûnanistan xwedî bankevan û wezîfedarên hilberîna qada bajarî nebû, xwedî sîyaseteke avakirina xanîyan a layîqî dewleteke civakî jî nebû: ji dîktatorîya Ioánnis Metaxás (1936-1941) heta bi ya Cûntaya Mîralayan (Serhengan) (1967-1974) û di dema şerê navxweyî (1946-1949) yê têkçûna komunîstan û desthilatdarbûna rasta hişk ya Constantin Caramanlis (1955-1963) de, tu carî ji tevgera  karkeran, ya qedexekirî û tepisandî nehat ku tiştekî wisa ferz bike.

Bajarên ku bi saya seferberbûna înîsîyatîfên şexsî hatine avakirin

Belê, Atîna ji alîyê "înîsîyatîfên şexsî yên gel ve hat birêkûpêkirin", profesorê cografyaya civakî li Zanîngeha Harokopioyê Thomas Maloutas wisa rave dike. Xwedîyê erd, erdê xwe pêşkeş dikir; şîrketan tecrubeya xwe ya kar pêşkeş dikir. Sermayeyê bi rêya firotina li gorî planeke amadekirî destûra fînansekirina avahîyên piçûk ên pênc-şeş qatî dida. Di navbera 1950 û 1970yî de ev sîstema mîkro-kapîtalîst bi navê antiparoki (ango: telafîkirin) "bû awayê gelekî serdest ê avakirina xanîyan". Ev awayê avakirinê ku ji kredîyê zêdetir bi rêya komkirina pereyan hatîye fînansekirin, beşeke mezin a nava bajêr lêkir. Antiparokiya ku bi hêsanî xwedîbûna milkekî şexsî (6) misoger dikir, gelê yûnan ji kêmasîyên hukûmetê, ji rawestandina bankeyan û guhertinên aborîyê parast.  Lê belê, wisa xuya ye ku ev şiklê xweorganîzekirina bajaran  di bin axaftinên hişk yên sîyasetên kemerşidandinê de dilerizin.

 

Bajar, ku di heman demê di qada îdarî û bazirganî de dişixule, şideta kêmkirina lêçûnên dewletê û kêmbûna xerckirinê ji herkesî zêdetir hîs dike. Ji cihên herî hesas ên Atînayê, pêlên krîzê ber bi derveyî bajaran ve belav dibe. Ji kevîyên Derya Egeyê heta bi rêzeçiyayên Pinde, deşta çandinê ya Thessalieyê ya pireng dirêj dibe. Du sed kîlometreyan dûrî Atînayê, rengê keskê garisî, zerê kayî û spîyê pembûyî îskeleta parselên erdî, yên dişibin pêlan û bi xetên hêdîka difitilin xêzkirî ne,  xuya dikin. Kubên fabrîkeyan, lûleyên avê û sîlindîrên sîloyê wargeheke çandinî-pîşesazî çêdikin. Lê belê, ne weke herêmên din yên çandina pir zêde yên Ewropayê, xisleta Thessalieyê hejmara mezin a şenîyên wê ye.

Di salên 1920ê de,

reforma çandinîyê ya herî radîkal ya

Ewropayê

 

Li meydana gundê Evidrioyê, di bin sîya dara platanê de, profesorê cografyaya gund li Zanîngehê Thessalie-Volosê, Dimitris Goussios wisa rave dike: "Di destpêka sedsala bîstan de, Yûnanistanê reforma çandinîyê ya herî radîkal a Ewropayê pêk anî. Dewletê bi wekhevîyeke bêqusûr erd dabeş kirin û li gorî pêdivîya her malbatê ev erd belav kirin. Wê demê armanca dawîanîna li kombûna piranîya milkîyeta erdan di destê xwedîyên mezin ên erdan û piştgirtina xwedîyên erdên biçûk bû." Li vê herêmê, mezinahîya navincî ya erdan bi panzdeh hektaran hat sînordarkirin. Heta îro avahîyên çandinîyê mezinahîyeke pir bisînorkirî parastin (7) û erdên ji alîyê malbatekê ve tên çandin jî.

 

Reforma çandinê yek ji hêmanên pêvajoya avakirina dewleta yûnan bû. Piştî 1922yê, komara nû erdên berê milkê Osmanîyan bûn dan bi sedhezaran yûnanîyên ji Asyaya Piçûk hatî derxistin (8). Dewletê di vê belavkirina erdan de derfeta bicihkirina rewatîya xwe didît. Piştî dabeşkirina erdan xilas bû, wê plana vekişandina xwe bi awayekî birêkûpêk amade kir. (9) Ji ber ku nedixwest dengê gundîyan winda bike, dewletê dev ji standina bacê berda.  Ji dawîya sedsala nozdehan ve û piştî Şerê Cîhanê yê Duyem barê bacê yê heman bibêje tevahîya gundîyan hat sivikkirin. Bi vî rengî, dema hatinîyên çandinîyê li derveyî çarçoveya qanûnên bacê man, rêxistina hêzên cîvakî yên hilberînê li derveyî peymanên kar dima. Li gorî Goussios rast e ku tunebûna kaxeza meaşan destûr da parastina şêwazên hevkarîyê yên nefermî "ku ji danûstandina xizmet yan jî materyalan di navbera xizm û cîranan de pek tê", lê belê wê di heman demê de hişt ku mafên karkerên çandinîyê, nexasim jî yên arnawudan werin binpêkirin.

 

Ji 2011ê ve, hukûmetê baca li ser hatinîyan li karkerên çandinîyê ji nû ve ferz kir û sînorê herî kêm yê nestandina bacê ji 12 000 ewroyan daxiste 5 000 ewroyan. Wê qanûnên îdarî û hesabdarîyê li çandinîya erdan ferz kirin. Li alîyekî jî, sîstemeke kuponên kar bi cih dike, li gorî vê heke sextekarî û karê qaçax hebin, ceza tê birîn. Bi vî rengî çerxa karkerîyê li gundewarîyê jî tê belavkirin. Goussios wisa şirove dike "Bi bahaneya standina bacan, wan dawî li hevkarîya gel anî. Li vir, ji standina bacê zêdetir,  armanc bicihkirina fikra hesabdarîyê ye." Sîstema bacstandinê ya ku kaptanên kêştîyê yên pirr dewlemend li derveyî qanûna bacê dihêle, êdî ne xwedî tu xisleta wekhevker e. Niha bac ji bo dana deynê dewletê tê bikaranîn û ji alîyê kesên wê deynê Yûnanistanê bistînin ve hat arizîkirin. Wan bac veguherand rêbazeke di xizmeta rantên xwe de. Li gundê Pindeyê, jina bi navê Doulas Agoritza ji niha ve encamên xirab ên sîstema bacê hesab dike. Ev karkera şaredarîyê, ku meaşê wê % 40 kêm bû, saetên şewirmendîyê ji bo karkerên çandi-nîyê amade dike. "Ji panzdeh kesên ku her hefte têne cem min, ji çar paran sisê di rewşeke pir xizan de ne. Hin ji wan bi tenê berhemên bi xwe diçînin dixwin û bi vî rengî debara xwe dikin. Lê belê buhayê benzîn, elektrîk û avê ewqasî zêde bû ku ferzkirina bacê li ser hatinîyan bû felaketek." Qutbûna meaşên wan, bicihkirina baca li hatinîyan û zêdebûna bacên neyekser (baca li ser nirxê lêzêdekirî, berê % 18 bû niha bû % 23) gelek cotkaran hertiştê xwe ji dest dan. Ji ber piçûkbûna erdên çandî, ji ber pirbûna karkeran û kêmbûna alîkarîyên siyaseta cotkarîya hevpar (SCH) ya ewropî bi ferehbûnê ber bi rojhilat ve, bi îhtîmaleke mezin yên herî lawaz wê bipetixin. Jihevdeketina reforma cotkarîyê ku wê di encama vê rewşê de pêk were, wê bibe sedema kombûna milkîyetê li deştan û ya berferehbûna devberdanê ji erdê çîyayî. Ketina Yûnanistanê ya nav yekîtîya sîyasî û pereyî ya ewropî, erdên welêt ji nû ve birêkûpêk kir. Rast e, fonên ewropî – nexasim yên ji cotkarîyê re veqetandî – destûra bipêşxistina welêt dan. Lê bi rêya xurtkirina pisporbûna hilberandina erdan, entegrasyona di bazara global de herweha bû sedema xurtkirina cudatîyên cîvakî - herêmî. Dema dabeşkirina ewropî ya kar pêvajoya turîstîkirina gravên derya Egeyê bilez dikir, ew dibû sedema xirabtirkirina hilweşîna sektorên pişesazîyê. Heta destpêka salên 1980yî, Patras yek ji bajarên mezin ên xwedî pîşesazî yên welêt bû. Li kevîyên deryayê, gelek fîrmayan (tekstîl, tekerên erebeyan, mezbexe, qaxetxane, sabûnxane, aş…) bi hezaran karker dişixulandin. Ji vê dîroka karkerîyê bi tenê xirbe û kavil man. "Ji salên 1970yî ve, tevahîya hukûmetan soza bipêşxistina herêmeke xwedî pîşesazîyê ji  bo piştgirîya aborîya herêmî dan. Lê tutişt nekirin", serokê Enstîtuya Kar a Patrasê ku navendeke lêkolînê ya sendîkayên yûnanî ye, Yannis Souvaliotis wisa difikire. Ji  ber kêmbûna pererazandinên bikêrhatî "ji pîşesazîya bajêr nehat ku pişta xwe rast bike li hemberî reqabetê. Li Ewropayê bi aborîyên xwedî kapasîteyên gelekî mezintir ên reqabetê re rûbirû ma û bi lez  jihevdeket." Dawîya şerê sar û pêvajoya guhertina aborî ber bi lîberalîzmê ve li welatê rojhilatî, dibe sedema bilezbûna girtina şîrketan û cihguhertina wan, nexasim ber bi Bulgaristanê ve. "Di 1993yê de, em matmayî man. Girtina Peiraiki-Patraiki (şîrketa herî mezin a tekstîlê ya Yûnanistanê ye) gelek hezar mûçegir bêkar hiştin. Ji wê demê ve, ji bilî qehweya Amstel û febrîqeya çîmentoyê Titan, tevahîya şîrketên mezin derîyên xwe girtin. Ȗ dor hat şîrketên biçûk û yên  navîn  (10)…"

Li Patrasê sosyalîstan

keleha xwe ji dest da

 

Ketina nava qada ewroyê û zêdebûna lêçûnan, ya ku bi rêya deynstandinên şexsî hatîye xurtkirin, tesîrên xirabûna aborîya hilberîner ji bo demekê veşartin (11). Kêfa hevpar ya heyî bi Olîmpîyatên 2004ê ve hê geştir bû. Lê bi krîza 2008ê re ev xeleka spekulatîf şikest û lawazbûna aborîyeke xwe disipêre sektora xizmetê li ber çavan raxist. Di vê çarçoveyê de, derketina ji qada ewroyê û vegera li drahmîyeke xwedî nirxekî kêmbûyî wê qîmeta îtxalatê mezin bikira, lê ji ber jihevdeketina sektora hilberînê (12) ev yek wê nebûya sedema xurtkirina îxracatê. Pîştî derbasbûna dehsaleke întegrasyona pereyî, Yûnanistan kete nava xefika  nexwedîbûna pîşesazîyê. Li bendera Patrasê, kêştîyên turîstîk hêdî hêdî şûna kargoyên bi berheman barkirî girt; û sembola koçberan şûna ya karkeran girt. Li ser banîya fabrîkeyeke girtî ya li alîyê din yê rêya ber deryayê ve, kesên qaçax çavderîya çûnûhatina kamyon, kêştî û polîsan dikin û li hêvîya kêlîya rast in. Evangelia Tsomaka wisa dibêje "hin ji wan ji du salan ve, carinan ji sê salan ve li vir in". Ev parêzera Doktorên Cîhanê ya di sî salîya xwe de ye, ligel koma xwe miqatebûn û şewirmendîya huqûqî pêşkêşî mirovên bi qaçaxî li welêt dimînin, dike (hevpeyvîna Grégory Lassalle a di rûpela 10ê de bixwîne).

 

Li ber otobosa rêxistina nehukûmetî (RNH), ya di hewşeke bêserûber a raserî deryayê de sekinî, ew her roj tesîrên qanûna Dublin Iiyê dibîne. Ji erêkirina vê qanûnê a sala 2003ê û vir ve, ya ku li gorî wê qaçaxekî bi rêya Yûnanistanê hatîye Ewropayê û li welatekî din ê Ewropayê hatîye girtin, wê bi awayekî xweber li Atînayê were vegerandin, Patras bû kuna mirov nikarê jê derkeve ya Ewropayê (13): "niha hatina Yûnanistanê hêsantir e ji derketina jê!" Di dema krîzê de, zêdebûna hejmara xerîban li bajêr dibe sedema harbûna fanatîzma hinan. Di gulana 2012ê de, mîlîsekî çekdar ê herêmî, ya ku partîya Neo-Nazî Aube pişta wê digire, êrîş bire ser koçberên li bajêr. Serowezîrê sosyalîst Lucas Papadémos (çiriya paşîn a 2011ê - gulana 2012ê) damezrandina rêxistinên rasta radîkal rewa kir dema ku Alarma Gelê Ortodox (AGO)  xiste nava hukûmeta xwe. Ji dema hilweşîna mîralayan [mîralayên darbekar; nota wergêr] di sala 1974ê de, rêxistinên rasta radîkal li derveyî dika sîyasî ya welêt hatibûn hiştin. Biryara tebaxa 2011ê ya avakirina dîwarekî li ser sînorê bi Tirkîyeyê re, karê mayî qedand û sîyaseta koçberîyê ya welêt bir heta bi asteke leşkerî ku  mirov matmayî dihêle.

 

Tevî ku hindikayîyeke di çapemenîyê de zêde li pêş a şenîyên Patrasê alîgirê rasta radîkal bû, piranîyê nerazîbûna xwe bi awayekî din îfade dikir. Li Achayê ku Patras paytexta wê ye, koalîsyona çepa radîkal, Syriza, şûna Tevgera Sosyalîst ya Panhelenîk (PASOK)ê girt.

 

Li yekê ji warên herî sembolîk ên dengê xwe didin wan, ji 2010ê ve PASOKê şaredarîya Patrasê bi dest xist berîya ku bibe serokê çepê di hilbijartinên giştî yên hezîrana 2012ê de.

 

Gundê li çiyayan yê bi navê Kalentzi yê Papandréou, lê hatîye dinê, bi tenê sî û pênc kîlometreyan dûrî benderê ye. Li meydana gundê kevn, peykerên Georges – kalikê wî, yê di salên 1960î de gelek caran bûye serokwezîr  - û peykerê Andreas – bavê wî, yê di navbera 1981 û 1989ê  û di navbera 1993 û 1996ê de bûbû serokwezîr – hene ku li kelha di hilbijatinan de ji dest naçe ya wan avakirî dinêrin.

 

Peykerê Georges – kurê wî, yê di navbera 2009 û 2011ê de serokwezîr – hê cîhê xwe negirtîye…

 

* Cografyanas

(1) Plana budceyî ya pirsalî (2013-2016) pêş dibîne ku 18 mîlyon ewro werin kêmkirin, ango % 15 heta  %20ê.

 

(2) Buhayê benzînê di navbera 2009 û 2012ê de bû duqat. (www.autoline-eu.fr).

 

(3) Li gorî texmînan,  di navbera 14 û 20 mîlyar ewroyî de li Olîmpîyatan hatin xerckirin.

 

(4) Reuters, 28ê tebaxa 2012ê.

 

(5) Ҫavkanî: Eurostat.

 

(6) Di 2007ê de, rêjeya kesên xwedîyê xanîyê lê diman bûn qederê % 73yê bû, navincîya Yekîtîya Ewropî ji % 65 bû,  ji %58  li Fransayê û  ji % 46 li Almanyayê.

 

(7) Bi navincî çil hektar in. Li gorî wê, mezinahîya navincî ya erdên çandî yên herêmeke cotkarîya pir zêde lê pêk tê, weke Beauce li Fransayê, sed û pênc hektar e. Bi piranî,  mezinahîya  navincî  ya erdên çandinîyê yên yûnanî ji pênc hektaran nabihure. Li Fransayê ev hejmar pêncî û du hektar e.

 

(8) Piştî şerê di navbera Yûnanistan û Tirkîyeyê de (1919- 1922) ew ji ber Peymana Lozan (Lausanne)ê neçar man vegerin welatê xwe.

 

(9) Binêre: Noëlle Burgi, "Les Grecs sous le scalpel" (Yûnan di bin kêrê de ne), Le Monde diplomatique, kanûna 2011ê.

 

(10) Li gorî Enstîtûya Kar a Atînayê, ji nehsed hezar şîrketên li Yûnanistanê, pêncî û heşt hezaran sala 2009ê û şest hezarî jî sala 2010ê derîyên xwe girtin yan jî petixîn. Nebûna pîşesazîyê di heman demê de encama reqabeta ji derveyî welêt e û herweha ya kêmbûna daxwaza nava welêt e, ku sedema wê sîyaseta jixwekêmkirinê ye.

 

(11) Rêjeya navincî ya mezinbûnê salê*** berêxwedana kredîya ji bo serfkirinê li Yûnanistanê di navbera 2002 û 2007ê de salê bi  navincî  % 24 zêde bû. Bide ber "Le crédit à la consommation en Europe à fin juin 2009 / Kredîya ji bo serfkirinê li Ewropayê, dawîya sala 2009ê", Sofinco, çirîya paşîn a 2009ê, www.ca-consumerfinance.com

 

(12) Aborîzan Jacques Sapir wisa difikire ku daxistina nirxê pereyê Yûnanistanê "wê destûrê bide Yûnanistanê îxracatên xwe zêde bike, ku sala 2011ê % 27ê HHN [Hilberîna Hundir a Nesafî] %12ê vê îxracatê jî ya mêl e" (LeMonde, 24ê gulana 2012ê).

 

(13) Ev qaîde kilîta sîyaseta ewropî ya penaberîyê ye, li gorî wê bi tenê ew dewleta Yekîtîya Ewropayê ya ku kesê doza mafê penaberîyê dike pêşî gav avêtîye, ji bo lêkolan û kontrola dosyaya serlêdana mafê penaberîyê berpirsiyar e.

Wergera ji Fransî: Ferya Guladawiya