Dema ku Alvaro Uribe kardêrên kolombî bêzar dikir


Bi dîtina te, ma tiştekî maqûl e ku em her şev li ser Radio Canal Nationalê (Radyoya Kanala Neteweyî, kanaleke televîzyonê ya dewletê ya Kolombîyayê ye), derheqê serokê welatekî cîran de bipeyivin? Chàvez wisa kir, Chàvez wiha kir… Ma çi bi serê me ketiye, çi karê me pê heye? Vêca, di dema serokatîya Uribe de rewş wisa bû!

Xwedîyê wan gotinan, «şkestin» ji me re şirove dikir, têkçûna têkilîyên Kolombîya û Venezuelayê ku rê da Juan Manuel Santos ku bibe serok (gelek kesan hizir dikir ku ew berdewamîya dema Alvaro Uribe ye, ji ber ku Santos wezîrê berevanîyê yê hikûmeta Uribe bû). «Ji hilbijartina Santos û vir de, dezgehên ragihandinê êdî çi qala Venezuelayê nakin. Vêca mirov êdî ji pirsgirêkan tên agahdar kirin, wek li vê derê hejar hene, têra xwe av nîne, û hwd. Bi kurtî, pirsgirêkên me yên giran hene». Ev sohbeta di dema vexwarina qehweyeke xweş de, ne li navenda giştî ya partîyeke çep a kolombî bû, lê li ofîseke rehet (a ku pîçekê bi heyranîya Bolîvyayê hatî raxistin) a Navenda Bazirganîyê ya Kolombîyayê bû.


Ji bilî soza ji bo herişandina gerîlayan, Uribe di sala 2002yê de, bi mehkûmkirina tund a siyaseta cîranê xwe yê venezuelayî hatibû ser desthilatê. Ew girjîya di nav her du welatan de di adara 2008ê de gihişte asta herî bilind, dema ku balafirên kolombî bombe li kampeke berwext a gerîlayên FARCê a li ser erdê Ekwatorê barandin. (1) Chávez gef xwarin û got ku ew «casus belli» (sedema şerî) ye, balyozê kolombî ji Venezuelayê derxist û sînorê bi wî welatê cîran re daxist. Gelek pê de neçû, tesîra wê biryarê li ser danûstandinên bazirganîyê rû da.

Venezuela hevkareke giring a şirketên kolombî ye: Di sala 2007ê de, %17 ji malê ku Kolombîyayê difirot welatên din, ji Venezuelayê re dihat şandin (Bi % 35ê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkî bikira sereke bû). Piştî wê kêşeya dîplomatîk, bazirganîya bi Venezuelayê re di sala 2010ê de bi giştî % 4 kêm bû. Ew bazirganî di sala 2008ê de ji 2,6 mîlyar dolaran zêdetir bû, lê 2010ê ji 800 mîlyon dolaran jî kêmtir bû. Ew kesê çavkanîyê me yê li Navenda Bazirganîyê dibêje: «Hinek nûnerên bazirganên kolombî, ku qet ne alîgirên siyaseta Chávez bûn, gilî û gazin ji wê pevçûna di navbera Kolombîya û Venezuelayê de kirin: Karsaz û bazirganên kolombî dizanîn ku wê rêbaza berê ya Chávez hêza kirînê ya beşekî mezin ê gelî zêde kiribû û wan nedixwest dest ji bazareke wisa berdin».

Di dema derbeya leşkerê Venezuelayê ya meha nîsana 2002yê de, Santos (ku wezîrê karûbarên darayî bû) got bêguman serokê derbeyê Pedro Carmona dê bibe «hevkarekî bêkêmasî di warê bazirganî û aborîyê de». (2) Ew heman Santos bû ku bi dû re, di dema seredana Kubayê de, rewşa tendirustîya «hevalê» xwe yê nû, Hugo Chávez, ku ji ber penceşêrê li Havanaya paytext sexbêrî lê dihat kirin, ji dunyayê re radigihand. (3) Îcar, xuya ye ku bazirganîyê jî, awa û rêbazên wê hene, ku haya Uribe ji wan nebû…


* Rojnamevan

(1) Bixwîne, Maurice Lemoine, «La Colombie, Interpol et la cyberguérillero (Kolombîya, Înterpol û gerîlayên li ser înternetê)», Le Monde diplomatique, tîrmeh 2008.

(2) « Roces con Venezuela », (Kêşeya bi Venezuelayê re), El Tiempo, Bogotá, 16 nîsan 2002.

(3) « Santos en Cuba: la Cumbre de las Américas y la salud de Chávez» (Santos li Kubayê: Civîna bilind a welatên Amerîkayê û tendirustîya Chávez), 8 adar 2012, observadorglobal.com.

Wergera ji îngîlîzî: Bêrîvan Kilic Tugan