Dema ku benîştê erebî dike ku Amerîka li hev bikeve

Di navbera Xartûm û Washingtonê de peywendîyên ku nayên zanîn
Translator

Li alîyekî Başûrê Sûdanê xwe ji serxwebûna xwe û parvekirina hessas a çavkanîyên petrolê re amade dike, li aliyê din bazirganîyeke hindiktir tê nasîn li herêmê xurt û dewlemend dibe: ya benîştê erebî. Ev maddeya ji dara akasyayê di navê de Coca-Cola jî dikeve nav pêkhatina gelek berheman. Lê belê li ser Sûdana ku firoşvana wê ya herî mezin ê cîhanî ye, ambargoyeke bazirganîyê ya amerîkî heye. Ji bo xwe ji vê ambargoyê xilas bikin, lobî, sefaret û muzakerevan dixebitin.

New York. Li quncika Hanover Square û Pearl Streetê, li navenda Manhattanê, ticaretxaneyeke berê bilind dibe, ku niha bûye klûbeke bazirganan a bi navê India House. Li qata yekem, salonên berê ji bo danûstandinên berhemên ji Hindistanê veqetandî bûn, weke restoraneke bi îhtîşam ji nû ve hatin raxistin. Lê ruhê bazirganên zexîreyên egzotîk hê jî di hewayê van cihan de ye. Weke peyamnêrekî ticareta wan a qedîm, dolabeke baldarîyan ji darê bihadar, li nava rohanîyên sivik û sohbetan radiweste. Di dolabê de, sî dane berkêşkên bi serî ve ji van madeyên xam tijî hene ku ji bo aborîya amerîkî pêwîst in. Di berkêşka yanzdehan de, ji bo reçîneyan veqetandî, komeke daneyan a li gel nivîsa "benîştê erebî" xuya dibe.

Nêzîkî wê derê, li quncika kolana 14ê, 4 Union Square South navnîşana supermarketeke xeleka xwarina biyo Whole Foodê ye. Bêyî ku haya wan jê çêbibe, bikir hejmarên pir piçûk ên vî benîştê akasyayê dikin çanteyên xwe. Bêyî vê emulgatorê (madeyeke kîmyayî ya ji bo emulsiyonê ye) , ku herweha bi koda E 414ê tê nasîn, "boyaxa reş a Coca Colayê dê hilkişiya rûberê şûşeyê", Frederic Allandê patronê şirketa îthalat û guherandina benîştan Alland & Robert rave dike. "Me dê nikarîbûya vexwarinên gazozî vexwara" û ne jî şekir û derman bixwara, çunkî benîşt tebeqeya wan sabit dike, me yê nekarîba mast bixwara, ji ber ku ew tevna wan qalind dike, me yê nekarîba mey vexwara seba ku ew êrişkarîya tanînan kêm dike, ne jî rojnameyan çap bikira ji ber ku ew hibrê li ser rûpelên wan bi cih dike.

"Piranîya merivên dinyayê her roj benîştê erebî bi kar tînin", profesorê sûdanî Hassan Addel Nour rave dike. Beşên berfireh mîna dermankarî, kozmetîk, xwirek, vexwarinên tamdar, qumaş, çapkarî û pîşesazîya herî pêşketî bi vê dewlemendîya ji esmanan hatî ve girêdayî ne. Li gor Incîl û Quranê, ew ji ibranîyên ku li Sînayê digeriyan re bû xwarin û misirîyan jî, 4 500 sal berî nuha, ew ji bo zeliqandina şelîtên mumyayên xwe bi kar dianî.

"DYA çi qasî mueyîdeyan li ser me ferz bike, em jî ew qas benîştê erebî difiroşin wê"

Serkanîya wê, "kemera benîştê erebî" ye, gerdenîyeke darên akasyayan ku Senegal û Somalîyê bi hev ve girêdide, li nav Sahra û daristana ekwadorî dewisandî ye. Hilberînerên mezin ên wekî Çad û Nîjeryayê li ser bazarên navneteweyî bi cih bûn, lê dînamîzma wan ne bi qasî ya Sûdanê ye. "Welatê reşikan" ixracatkarê nîvê berhemdarîya global e û ew bi taybetî benîştê herî bi kalîte yê bi navê Heşab difiroşe derve; ew ji bo Rojava serkanîyeke tedarîkê ya bivênevê ye. Ev qasî pêwîst e jî ku, tevî ambargoya hişk a Waşîngtonê ji 1997ê ve li ser Sûdanê ferz kir, bazirganîya şîrikê stratejîk li nav peravên Deryaya Sor û kenarê rojhilat ê Dewletên Yekbûyî, bê haya bikirên amerîkî dewam dike.

Bazirganê sûdanî Isam Siddig şirove dike: "DYA çi qasî mueyîdeyan li ser me ferz bike, em jî ew qas benîştê erebî difiroşin wê". Sedema vê jî ew e ku benîşt, ji bo çêkirina meşrûbata nîşana herî girîng a kapîtalîzma amerîkî, lazim e. "Exlaqekî me heye, lê Coca Colayê ji me nestînin!", bisporekî amerîkî yê Sûdanê rewşê wisa dinirxîne. Rojnameya Washington Post ji vê kêmanîya siyaseta derve ya amerîkî li Sûdanê re, Soda Pop Dipomacy ("Dîplomasîya Meşrûbatê") dibêje. Ji vê serdestîya xwe haydar, kevnedesthilatdarîya hevbeş a ingilîzî-misirî xeyala hevkarîyeke li gel Çad û Nîjeryayê dibîne, da ku "OPEC"eke benîştî ava bikin. Li hemberî şermezarîyên Waşîngtonê li ser qetlîamên li Darfûrê, kevnebalyozê Sûdanê li DYAyê, John Ukec Lueth, li 2007ê şûşeyeke Coca Colayê li ber desteyeke rojnamevanên matmayî hejandibû û tehdîda rawestandina ixracatkirina benîştî kiribû. "Şerekî meşrûbatan" ê bi vî rengî dikare ji bo pîşesazîya vexwarinên bi gazê, stûna "Amerîcan Way of Life" (Terza jîyanê ya amerîkî), encamên felaketwarî bi xwe re bîne.

Ji New Yorkê 10 000 kîlometre dûr, li duryana Afrîkaya reş û dinyaya ereb, Xartûm li gel şeş mîlyon niştecihên xwe, milên xwe li dora fitl û çevanekên Nîla şîn û Nîla sipî dirêj dike. Meha adarê ye, trafîka paytextê sûdanî bi pêlên puspusên qedîm û Humerên çirîsk asê dibe. Li bin tava ku li zenîtê mîxkirî, rêlên avahîyan, vînç û minareyan li hemberî mij û germa hewayî radiwestin. Li bin sîya dukanên xwe, firoşkarên baharat û kuncîyan li dij guherînên demsala ziwa bi sebr in. Ev serdema çinîna beniştî ye, çaremîn berhema cotyarî ya welêt û herweha mijara serbilindîya neteweyî. "Sûdan bê benîştî nabe!", bazirganek bi bişirîneke ebenozî li bin gelabîyê sipî nixumandî, bang dide. "Ev zêrê Sûdanê ye, ticar Momen Salih bi şairane lê zêde dike. Ji petrolê girîngtir e ji me re!".

Va ye dinyaya efsaneyî ya benîştê erebî

Ji bo ku bigihîje şeş mîlyon cotkarên ku li çolistanên bi akasyayan yên Kordofan û Darfûrê dixebitin, divê mirov heşt sed kîlometre li ser rêyeke rasterast a ku savanayê li du deverên wekhev yên bê sînor dabeş dike, ber bi rojavayê ve biajo. Li kevîya rê, holikên cûr bi cûr û siwarên bi tenê xuya dibin. Kamyonên rengorengo bi erzaq û mêran barkirî tev li dewarên windayî dibin. Ax sor dibe, darên baobabê li ser asoyê çolê bilind dibin. Li dawîya asfaltê, El Nuhud e, paytextê sûdanî ya benîştê erebî.

Cotkar û bazirgan li wir ji bo derxistin û belavkirina şîrikê dixebitin. Ajab Aldoor dibêje: "Li vir, akasya jîyan e!" Ev çil sal in ku ev bavê pênc zarokan ê zirav û mutevazî, bi palanekê liv û tevgerên ku ji zemanên qedîm ve bav ferî lawan dikin, dubare dike. Danê êvarê, ji bo birîna qalikên akasyayan dema herî minasib e. Panzdeh roj bi şûn ve, herikên beniştê daran dê ji hundir biçin û topikên viskozî/mîna çilmê çêbibin.

Weke bi mîlyonên cotkaran, Aldoor li ser bikaranîna dawî ya benîştî tiştekî nizane. Benîştî di berdêla çend lîreyan de difiroşin bazirganên herêmê û piştî ku ji gemarê tê paqij kirin, ziwa kirin û paşê şkandin, benîştî di kîsên ji tayên kinfê de dişînin bajarê El Obeidê da ku li wir li mazadê bifiroşin. Paşê, ew hê jî du hezar kîlometre ber bi Bendera Sûdanê ya li ser peravên Deryaya Sor ve diçe û li wir li konteyneran tê bar kirin û ji kargehên guherandinê yên rojavayî re tê şandin. Piştî ku hat parçe kirin, berhema dawî dişibe pudrayeke spî ya zirav û dîsa ji çarhêlên dinyayê re tê şandin.

Sala 2011ê, ticarên benîştê erebî xweşbîn in: Bi xêra mezinîya welatên di pêşketinê de, daxwaza cîhanî ji 1985ê ve du qat zêde bû; ew her sal % 3 bi pêş dikeve. "Çavkanîya sereke ya mezinîyê di soda, vexwarinên bi vîtamîn û xwirekên temamker de ye", Paul Flowermanê serokê fîrmaya ticaretê PL Thomas dinirxîne. "Her tişt piştgirîyê dide vegera benîştê xwezayî", Thomas-Yves Couteaudierê nivîskarê lêkolîneke bazarê ji bo Bankaya Dinyayî tehlîl dike, "lewre ku meyla biyoyê li Rojava jî pir bilind e", Salih lê zêde dike. Ew bi bîr tîne ku welatê wî bi xêra şîrikê akasyayê, her sal 40 mîlyon dolaran qezenc dike. "Jê bêhtir, em baştirîn benîştê dinyayê çêdikin!".

Ji 1992yê ve desthilata amerîkî bi rastî bala xwe daye Sûdanê

Va ye dinyaya efsaneyî ya benîştê erebî... Lê divê em ji bîr nekin ku Sûdan dewletek e ku li ser hemû lîsteyên reş ên dîplomasîya cîhanî qeydkirî ye. Paranoyaya desthilata leşkerî li kolanên Xartûmê yên tijî resmên general Omar el-Beşîr diyar e. Polîs û leşker li derdora avahî û pirên stratejîk bi cih dibin. Rojnamevanekî biyanî dikare ji ber wêneyekî bê girtin. Di paşxana pir zêde ya bilindbûna bihayê petrolê de, Xartûm ber bi dinyaya derve vedibe: Li cem China National Petroleum Corporation, şirketên malayî û hindî derêxistana rojane ya pênc sed hezar barîlan di nav xwe de par ve dikin. Lê ji vekişandina şirketa kanadî Talisman Energy li 2002ê ve, tankerên rojavayî tunene. Li aşxaneyên paytextî, çînî û lîbyayî li ber maseyan in, lê amerîkî û ewropî hindik dibin... Li otela Coral, xizmetkar hemû xerckirinên bi karta bankayî bi heman gotinê red dikin: "Em tenê pereyê pêşin distînin. Em di bin ambargoyeke amerîkî de ne".

Ev dorgirtina ticarî li Waşîngtonê tê rave kirin. Li meha kanûnê, rayên ku bircên zengilan ên zanîngeha Georgetown û Kongreyê bi hev ve girêdidin, ji ber barîna berfê wekî di xewê de ne xuya dikin. Pêlên Potomacê di bin qeşayeke zirav de asê dibin, rohnîyeke qeşayî xwe berdide ser. Lê ji bo lobîst, dîplomat, rojnamevan û siyasetmedarên ku çavdêrîya referandûma li ser serxwebûna Sûdana Başûr dikin, xirecir û liveliv e. Dibe ku meşandina aştîyane ya dengdanê, dawîyê li zivistana dîplomatîk a navbera Sûdan û DYAyê bîne.

Bê şik, Ted Dagneyê di dezgeha xwe ya bêpace de di înzîwayê de ye, vê rewşê ji nêz ve dişopîne. Ji bîst salan ve ye ku ev bisporê strihê Afrîkayê yê bi servîsa lêkolînê ya Kongreyê ve girêdayî, weke mêjîyekî siyaseta derve ya amerîkî li hember Xartûmê tê hesibandin. Têkilîyên navbera her du welatan, piştî darbeya el-Beşîr a li 1989ê xira bûbûn, lê "ji 1992ê ve desthilata amerîkî bi rastî bala xwe daye Sûdanê", Dagne bi bîr dixe. Çawa? Li wê demê, Sûdan weke parêzvanekî îslamperestîya tundrew dihat dîtin; wê ji bo perçiqandina serîhildana nûbî xwîn rijandibû û li ser axa xwe terorîstên bi navê Carlos û Usama bîn Ladîn vedihewandin.

Dagne dibêje ku li heman serdemê, wî li gel heşt memûrên payebilind û siyasetmedarên ji kiryarên Xartûmê nerazî, toreke bidizî ya bi navê The Council (Meclîsa Şêwirê) ava kir. Ji destpêka salên 1990ê ve, vê lobîya nefermî tesîr li hişkbûna gav bi gav a helwêsta amerîkî ya li hember Welatê reşikan kiriye. 1993ê, daxwazên Dagne bi cih dibin dema ku, piştî têkilîyên pênc welatîyên sûdanî li gel êrişa yekemîn a li dij World Trade Centerê piştrast dibin; îdareya Clînton, Sûdanê li lîsteya dewletên piştgirên terorîzmê qeyd dike. Di heman demê de, meylên serîhildêr ên îsyankarên başûrî, ku Dagne dengê wan li Waşîngtonê vedida, bala hilbijartîyên bandordar dikişand û alîkarîyeke fînansî û teknîkî dan wan.

Çend statîstîk

Ji şêst hezar tonên benîştê erebî ku salane tê hilberîn, Dewleta Sûdanê xwediya nîvê wê ye û difiroşe derve. Çad çaryekê wê û Nîjerya ji sedî dehê wê difiroşe. Panzdeh welatên din ên ku vî berhemî difiroşin (Malî, Senegal, Ûganda, Tanzanya, Etîyopya, Kamerûn…) xwediyên beşê mayî yê bazarê ne.

Fransa muşterîya herî mezin e û bi tena serê xwe %46ê hemû hilberînê dikire. Karpêkirin û veguhartin û dîsa îxrackirina bo welatên din –bi taybetî bo Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê– li Fransayê pir baw û pêşketî ye.

Toneke brut a benîştî bi bihayê 2 500 dolaran tê firotin û piştî ku hate palîn (rafînekirin), tona wê li gor keyfîyeta berhemî, bi bihayekî di navbera 8 000 heta 12 000 dolaran de tê firotin.

Benîştê sûdanî a bi kalîteya Heşab, emulsiyona herî baş pêk tîne

Li 1997ê, "bazên" Susan Rice û John Prendergast, alîkara wezîrê karên afrîkayî û bispora Afrîkaya Rojhilat li Desteya Neteweyî ya Ewlehîyê, alîyê reqabeta Sûdanê digirin. Bi naskirina "tehdîdeke ne ji rêzê û nedîtî li hember ewlehîya hundirîn û siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî", serok William Clînton li 3ê mijdara 1997ê Executive Order [fermana birêveberîyê] ya 13 067ê îmze dike û mueyîdeyên ticarî yên berfireh dipejirîne.

Di nav deh salên piştê vê, têkilîyên her du dewletan hîn xirabtir dibin: Ji ber 300 000 kuştî û du mîlyon pênaberên Darfûrê, George W. Bush mueyideyên nû li ser Sûdanê ferz dike û Barack Obama wan didomîne. Cemidandina fonên sûdanî li ser erdên amerîkî, qedexekirina itxalat û ixracata tişt an xizmetan, ji an jî bo Sûdanê, qedexekirina danûstandinên fînansî... Dewleta parya ku bi xirabîya mutleq ve tê girêdan, Welatê reşikan ji wê û pê ve li kevîya aborîya rojavayî dijî.

Lê belê, piştî biryarnameya serokî, "laboratuwara American Home Products, a ku dermanê Advîl çêdike, dît ku ev benîşt tunebe, xelk ê bimire", Janet McElligott a lobîst bi bîr dixe. Heman pirsgirêk ji bo vexwarinên gazozî jî pêk hat, ji ber ku "benîştê sûdanî a kalîteya Heşab, emulsiyona herî baş pêk tîne. Ev hêmanekî klît a terîfê ye", Dennis Seisunê serokê Dezgeha Lêkolînên Bazarê IMR International lê zêde dike. Li ser şîrikê biha, kevnewezîra karên derve Madeleine Albright weha gotibû: "Pirsgirêka mueyîdeyan ev e: Em carina nizanin ka kî kê bi rastî ceza dike ".

Ji ber ku şûngirên bi heman kalîteyê tunebûn, misogerîya domdarîya tedarîkkirina benîştê sûdanî bûye pêwîstîyeke jîyanî; çi dibe bila bibe. Li dawîya 1997ê, Flowermanê bazirgan tek noqte bû ku tê re E 414 dikeve nav erdên amerîkî. Dorgirtina aborî, şirketa wî ya li Morristowna New Jerseyê bicihbûyî dixist xeterê. McElligott, ku hingê şêwirmenda balyozê sûdanî yê li Waşîngtonê, Mahdî Îbrahîm Mohamed, bû, vedibêje ku Flowerman çend caran li xanîyê ferdî yê dîplomatan bû mêvan, li 2 800 Woodland Drive li kêleka daristana Rock Creek Parkê û li gel wî muşterîyên cûr bi cûr ên weke American Home Products, Coca Cola û Fanta jî hatibûn...

Mohamedê ku taktîkvanekî jîr e, muafiyeta mihtemel a benîştî weke sindoqa Pandorayê dihesibîne, ku dê guherînên din li ser ambargoyê bi xwe re bîne. Tedbîr ev bû ku pîşesazên amerîkî bi pêş de herin; dîplomatê sûdanî herweha ji bo xurtkirina nîqaşeke baş amadekirî agahî dida wan: Xeter li ser îstîhdamê heye û nemaze rîsk heye ji bo pîşesazîya cotkarî-xwarinî ya amerîkî ku dikare bikeve bin destê bazirganên fransî yên li Sûdanê pir çalak in.

Hîn mimkin e ku bi her vexwarineke gazozî ya amerîkî ku em distînin, em pereyan ji Bîn Ladin re dişînin

Piranîya itxalatkarên amerîkî li eyaleta New Jerseyê bicihbûyî ne û ji ber vê yekê, ew berê xwe didin parlementerê eyaletê, Robert Menendezê demokrat, yê ku berê xwe dide "Qesra Sipî, desteya ewlehîyê ya serok Clînton û wezareta karên derve", Dagne vedibêje. Telefona Menendez di bîra Albrightê de maye, wê jê pirsîbû: "Hûn çawa dikarin muafiyetekê ji bo Sûdanê bixwazin, dema ku hûn bi tundî li dij çi muafiyetê bo mueyîdeyên me li ser Kubayê derdikevin? [Menendez bi xwe kurê koçberên kubayî ye.] Wî weha bersiv da: "îstîhdam".

Li ber vê pirsa ahengdarîyê, îdareya Clînton nerazîbûnên Albrightê pişt guh dike û biryarê dide: Tîrmeha 1998ê, belgeya Sudanese Sanctions Regulations diyar dike ku ambargo li ser her tiştî heye... ji xeynî benîştê erebî. Menendez jî, da ku ev biryarname bikeve ber qanûnê, du salan bi şûn ve ev muafiyet xist rêznameyeke tevlihev ya têkildarî bazirganîya navneteweyî. Gelo ev tesaduf e? Hesabên kampanyaya hilbijartinê yên demokrat nîşan didin ku di heman salê de, wî hîbe ji Chris Berlîner ê alîkarê serokê şirketa bazirganîya benîştî Import Service Corporation, ji komeleyên nûnerên pîşesazîya sodayan û herweha ji fîrmaya Coca Cola standine. Li gor Steven Glazer, rojnamevanê heftaneya Urban Time News, ku li ser hesabên wî sekinî, Menendez di navbera 1997ê û 2002ê, de 55 669 dolar hîbe bi tenê ji şirketên sektorên sodayan, cotkarî-xwarinî û dermankarîyê wergirtin.

Menendez bersiv nedaye daxwazên me yên liserhev yên ji bo hevdîtinê, lê wî sala 2000ê tevgera xwe bi nameyeke vekirî ji bo Washington Postê wisa rave kiribû: "Bila tu kes bi çeteyan re nekeve têkilîyên bazirganîyê. Lê, eger berhemeke ji me re pêwîst di destê van çeteyan de be, bazar wê riyekê bibîne ku wê bîne ser refên dukanên me". (28ê îlona 2000ê) Bes wê salê, di nav çeteyên behskirî de, Usama bîn Ladin jî hebû... Çar salên berî vê, noteke ji wezareta karên derve ya amerîkî, li ser esasê çavkanîyên Central Intelligence Agency (CIA), jixwe weha dabû xuyan ku terorîstê suûdî "hema hema monopolek li ser piranîya ixracatên benîştê" sudanî bi dest xistibû. "Hîn mimkin e ku bi her vexwarineke gazozî ya amerîkî ku em distînin, em pereyan ji Bîn Ladin re dişînin", senatorê komarparêz Frank Wolf salek berî êrîşên 11ê îlonê (7ê îlona 2000ê) weha li ber Kongreyê şermezar kiribû.

"Eger Amerîka dev ji mueyîdeyên li ser benîştê erebî berde, dîplomasîya wê ya exlaqî dê bê selahiyet bimîne"

Hikûmeta amerîkî ya berpirsa lêpirsîna girêdanên benîştî û tora El Qaîde, ferman da Paul Flowerman ku navên birêveberên şirketên suûdî yên benîştê erebî digel hîsedarên wan bide wan. Bi gotinên vî bazirganî, ev agahî rasterast ji Albright û paşwerên wê re hatin pêşkêş kirin. Lê belê, benîşt ew qasî girîng bû ku heta wezaret van galgalan pûç derxîne, ixracat jî nedan sekinandin. Her çi vekişandinên balyozan, bombebaranên amerîkî yên ne ewle li dijî kargeha dermankarîyê El Şîfayê li tebaxa 1998ê, tawanbarîyên jenosîdê li Darfûrê û zêdeyîya dijberîyên hevpar in, xem nake... "Amerîka û Sûdan ji hev nefretê dikin, lê belê herweha muhtacî hev in", bazirganek weha dinirxîne. Herçend ferzkirina kotayan wê bişidîne jî, danûstandina şîrik xwe li ber hemû guherînên jeo-siyasî girt û îstîqrara wê mirovî matmayî dihêle.

Dîsa jî, lîstika dualî ya amerîkî carcaran jîyana siyasî ya Dewletên Yekbûyî dike jehr. Li alîyekî, Black Caucus (koma parlementerên reş li Kongreyê) hîn dixwaze vê girêdana ticarî ya li gel desthilateke nefretjêkirî xira bike, weke hilbijartîya demokrat Maxine Waters li 2007ê, bi pêşniyaznameya HR 3464 hewl daye bike -lê serkeftî nebû. Li alîyê din, lobîya benîştê erebî, ku Menendezê niha senator rûyê wê ye, dixebite ji bo ku têkilîyên ticarî bi Sûdanê re bidomin û adetên bikirên amerîkî biparêzin. Di serî de, çivên ku yekemîn hêza dinyayê, dide xwe, zirarê dide bawerîya bi xwe ya li ser meseleya sûdanî. "Eger Amerîka dev ji mueyîdeyên li ser benîştê erebî berde, dîplomasîya wê ya exlaqî dê bê selahiyet bimîne", Washington Post hişyar kiribû (10ê îlona 2000ê). Li Xartûmê, her kes bi muafiyetê dizane û reaksîyon di navbera tinazpêkirin û serbilindîya ji vê pêwîstîyê de diçin û tên.

Jixwe, tevî tehdîdên dîplomatên xwe, Sûdan dizane ku ew zêde bi muşterîya xwe yaamerîkî ve girêdayî ye û nikare biryarên bersivdayîna ticarî li hember bigire. Dezgeha wezareta amerîkî ya maliyeyê ya berpirsê bicihanîna ambargoyan (OFAC) dest nîşan dike ku heta niha 25 lîsans hatine dayîn. Li gor OFACê jî, 8 800 tonên benîştî 2009ê û 10 450 ton 2010ê hatine ithal kirin. Flowerman van hejmaran red dike û behsa pênc lîsansan û li ser hev 4 000 tonan dike. Domdarîya vê bazirganîyê xwe dispêre bêdengîya li ser Sûdanê ya ticarên benîştî. Lê ji bo ku rîskên reklama xirab kêm bikin li cem amerîkîyên ku rojane resmên George Clooney û Angelîna Jolie di pênabergehên Darfûrê de dibînin, bazirgan niha li gel Dezgeha Dewletên Yekbûyî ji bo pêşxistina navneteweyî (USAID) kar dikin da ku serêkanîyên tedarîkê berfireh bikin.

Şirketa Coca-Cola û beniştê erebî

Li pişt benîştê erebî (benîştê akasyayê) hindek nihênîyên muşterî-melik ên bazirganên meşrûbatê veşartî ne: Şirketa Coca-Colayê. Sala 2007ê, arîkarên hilbijartî yên Kongreyê radigihînin ku gava ku Maxine Watersa hilbijartîya Demokratan hewl da qanûna HR 3464 bide qebûl kirin, tûşî rexneyên lobîstên vê sembola kapîtalîzma amerîkayî (Coca Cola) hatine. Vê qanûnê tevahîya bazirganîya benîştê sûdanî qedexe dikir. Û bi ya Christian Harbulot, rêveberê École de guerre économiqueê, şirketa Atlantayî digel Ajansa Dewletên Yekgirtî bo Geşedana Navneteweyî (USAID- United States Agency for international development) hevkarî kiriye, da ku arîkarîya darayî ji bo rêxistina ne-hukûmî ya swîsreyî ya bi navê Medair dabîn bike, ku ev rêxistina navbirî beşdarî avakirina bîrên li rojavayê Darfourê bûye.

Harbulot yê ku serçaveyên xwe aşkera nake, wisa difikire ku "qonaxa li ber Coca-Colayê pir sade ye: Bi kurtî ew e ku wê potansîyela ked û karî cîbicî bike da ku rê bide hilberîna benîştî" Bi hezaran caran ji grûpa amerîkayî sebaret bi pêkhateya vexwarina wê ya binavûdeng pirsîne, lê her carê red dike ku îstifadeyê ji benîştê erebî yê li welatên din ên sahilê dike –ku yek ji dabînkerên benîştî yên grûpê, bi şertê parastina nihênîya navê xwe, vê beyana wan pûç dike û îdia dike ku rast e ku grûp benîştê erebî bi kar tîne.

Li ser pirsyarekê, berpirsekî pilebilind ê dabînkirinê yê grûpa navbirî, ji ber tirsa "ku tûşî probleman bê" nexwast bersivê bide. Tevî hejmareke mezin a ferzên di wê bareyê de, tu delîlekî berbiçav û resmî nîne ku di vê meşrûbê de, ku li dinyayê herî zêde tê vexwarin, benîştê sûdanî heye. Digel wê hindê, hebûna şirketa amerîkayî li Sûdanê ji bal hemû kes û alîyan ve tê zanîn û bi tu rengî nihênî nîne. Hema li derçûna ji firokexaneya navneteweyî ya Khartoumê bal û awirên mirovî diçine ser reklamên vexwarina binavûdeng ku bi dirêjîya riyên sereke li dû hev rêz bûne. Ji sala 2000ê ve,

The Coca-Cola Company berhemên xwe li welatê reşikan bi riya şirketa DAL Food Industries belav dike; li jêr sîwana qanûneke sala 2000ê ku bi rengekî awarteyî destûr dida berhemên çandinê têkevin nav bazarên Sûdanê. Der heq Coca-Colayê, dîplomasîya Coca Colayê hem di karê îthalkirin û hem jî di yê îxrackirinê de bi kêr tê.
G. P.

Benîştê erebî "madeyeke xam e ku dikare aştîyê pêk bîne"

Ev jî alîyekî din ê Dîplomasîya Sodayê ye: Dewletên Yekbûyî odeyên bandorê yên bi hêz û têkildarên alîkarîya pêşxistinê bi kar tînin, ji bo ku bersiva pêwîstîyên stratejîk ên pîşesazîya cotkarî-xwarinî bidin. Mîqdarên mezin ên benîştî aniha ji Senegal, Çad an Nîjeriyayê tên ixrac kirin, heta ku Sûdan êdî bi tenê % 50ê ixracatên dinyayê pêk tîne –berîya bîst salan ev rêje % 90 bû. "Pîşesazan herweha berê xwe daye Kenya û Ugandayê", Seisun lê zêde dike. Akasyayên li Fransayê? "Dê qezencker nebe, Alland cewabê dide. Ne zêde germ e û warên çandinê erdekî zêde digrin".

Li gel vê îtîrazê, bazirganên fransî yên benîştî, şîrikê darê yê guherandî bi nivîsa "Made in France" difiroşin. Bi awayekî anonîm, pîşesazekî fransî dibêje ku ew li çardeh welatên Afrîkayê benîştî dikire berî ku wê biguherîne: "Em terîfên xwe li ser bi kar tîninBenîştê xav û berhemên ji kargehên me derketî, ji hev pir û pir cida ne" û ew derdibire ku bi vî rengî, benîşt "eslê xwe winda dike" berî ku dîsa were ixrac kirin, bi taybetî ber bi... Dewletên Yekbûyî ve. Lê belê, amerîkî li pêdivîya xwe ji cem fransî an jî îtalîyan jî tedarîk bikin, "talîyê, ew hîn şîrêza Sûdanê ye!", Siddig dike hawar.

"Pêvajo bi temamî ne dirust e!", kevneserokê desteya birêveberîyê ya Gum Arabic Company, Mansour Khalid, lê zêde dike. Her weha, gotgotên nayên diyar kirin, dibêjin ku benîşt herweha di ser Sûdana Başûr, Erître û Etyopîyayê re, ku mueyîdeyên amerîkî li ser wan tunene, derbas dibe û dîsa difiroşin Rojava. Wê demê, ku benîşt bi riya Ewropayê hatî lê zêde bibe, hejmarên pir bilindtir ên şîrikê darê (li gor hin texmînan 5 000 tonên zêde) digihîjin perava rojhilata a Dewletên Yekbûyî, li gel navberkarîya pîşesazên ewropî ku perdeyeke dûmanê ji mişterîyên xwe re misoger dikin.

Li gel terciha Sûdana Başûr a serxwebûnê di dengdana 2011ê de, dîplomatên sûdanî hêvî dikin ku dabeşkirina aştîyane ya welêt ê digel rakirina mueyîdeyên amerîkî, zêdebûneke matematîkî a ixracatên benîştî jî bi xwe re bîne. Tevî xêzkirina navê Sûdanê ji lîsteya dewletên piştgirên terorîzmê, ev yek ji sozên Scott Gartion, şandeyê taybet ê wezareta karên derve li Sûdanê ye, da ku hin daxwazên Dewletên Yekbûyî bi Welatê reşikan bide qebûl kirin. Her çi bazirganên amerîkî ne, ew çavdêrîya rewşa li Darfûrê dikin, ji bo ku bi vegera istiqrarê çandina akasyayê dîsa dest pê bike û tedarîkkirina E 414 misoger bibe. "Akasya dareke berhemdar e, Jack Van Holst Pellekaa şirove dike, çandina wê kirineke ekolojîk e" ku rê dide şînbûna Sahel a ziwabûyî. Li gor vî bisporê Banka Dinyayî yê berpirsê bernameyeke veçandina daran li Sûdana Başûr, hevkarîya li nav welatên hilberînerên benîştî û mişterîyên wan ên rojavayî "ji bo herdu alîyan qazanc" e. Li gel lîstika jîr a li ser peyvan, ji bo hevpîşeyên xwe yên sûdanî, Paul Flowerman behsa şîrikê biha weke "yekkereke", xwarinekê dike ku ji bo emulsîyona berjewendîyên ticarî yên amerîkî-sûdanî bi feyda ye. Dema ku behsa berhema xwedêdayî ya di berkêşka yanzdehê a dolaba baldarîyan a India Houseyê de tê kirin, çavên Van Holst Pellekaan diçirisin. Ew bi xwe pê bawer e: Benîştê erebî "madeyeke xav e ku dikare aştîyê pêk bîne".

Çavkanî

Guillaume Pitron: Rojnamevan

  1. Madeleine Albright, Memo to the President Elect: How We Can Restore America's Reputation and Leadership [Not ji bo serokê nû hilbijartî: Em çawa dikarin prestîj û lîdertîya Amerîkayê lê vegerînin], Harper, 2008
  2. "Usama Bin Ladin: Islamic Extremist Financier" ["Osama bîn Laden: Fînanskerê îslamperestîya tundrew"], State Department, Waşîngton, 14ê tebaxa 1996ê, dikare li ser vê malperê bê xwendin: http://usembassy-israel.org.il/publish/ press/state/archive/august/sd4_8-15.htm

Wergera ji fransî: Simko Destan