Dema ku binê hewayê sor bû

ÇAND
Translator

Quand le fond de l’air était rouge, (dema ku binê hewayê sor bû) hejmara taybetî ya le Monde diplomatique, 196 rûpel, 12 euros. Li firoşgehan.

Li ser rêya Rewandûz’ê nuqteya kontrolê ya nobedaran heye. Ev nuqte her weha tixûbên herêma desthilatdariya hukûmeta Bexda’yê û ya xaka kurdên girêdayî General Barzanî diyar dike. Piştî kontrola dawî ya hêzên ewlekariya Baasî, wesayîta me rêya xwe berdewam dike. Rêwiyên ku bi me re ne şa dibin, mîna ku ji xeterekê rizgarbûbin, bêhna xwe fireh dikin û yek ji wan dibêje: “hûn bi xêr hatine Kurdistan’a azad”. Di wê navberê de jî kaxiz û belgeyên ku divê di kontra pêş de nîşanî pêşmergeyan bidin amade dikin.
Li aliyê rast ê bajarê Rewandûz’ê, ku li quntarên çiyayên bilind hatiye ava kirin, li ser devê kendalekê, xwezayeke balkêş heye, mîna ku bi devê balte hatibe neqişkirin. Hêzên artêşa Iraq’ê tu car nikaribûn ev bajar ji holê rabikin. Li derveyî bajêr, baregeheke mezin a hêzên Bexda’yê heye: ji agirbesta 11’ê Adara 1970’an û vir ve, artêşa Iraq’ê hewl neda ku ji vê tixûbê derbas be. Di navbera wan û sinora herêma kurdan de, tenê çend sed mîtro mesafe heye.
Li pişt me, bi qasî sed kîlometre dûr, bajarê Hewlêr’ê û bi qasî 250 kîlometre dûr jî bajarê Kerkûk’ê heye. Ev bajar şev û roj bi fîşengên saziya berê ya nefta Iraq’ê ve dihê ronîkirin. Li Kerkûk’ê îro, salê bi qasî 50 mîlyon ton petrol derdikeve, çav li rê ye ku ev hejmar di demeke nêz de derkeve 80 hezar tonan. Ev bajar bi hilberîna xwe ya bilind a petrolê, di navbera Bexda û General Barzanî de sedema alozî û mijara nîqaşê ye. Ji bo Kurdan ev bajar paytexta Kurdîstan’a Iraq’ê ye. Yek ji mîlîtanên ciwan, ku bi me re rêwitiyê dike, dibêje: “delîla herî mezin ew e ku li Kerkûk’ê tu goreke ereban tune! Hûn dikarin lê bigerin, hûnê rastî tu goreke ereban neyên!”
Kurdan vê gavê tenê herêmên çiyayî xistine bin kontrola xwe. Em jî niha li ser rêya “Hamilton”ê ber bi wan herêman ve diçin. Rêyeke xirab e, wekî derbazokeke çiyayî teng e, li hev civ dibe û dirêj dibe. Ev rê diçe heta Hecî Umran’ê, ser tixûbê Îran û Iraq’ê. Ji wê derê jî derbasî bajarê Îran’ê, Xane dibe ku hêzên Amerîkî piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê li vî bajarî, baregeheke leşkerî ava kiribûn. Ev rê her weha heta bajarê Mahabad’ê dirêj dibe. Îro ev rê şahrega jiyanê ya welatekî wisa ye ku li ser tu nexşeyeke Rojhilata Navîn cih nagire, û ji aliyê tu hêzeke navneteweyî ve nayê naskirin. Serokê vî welatî General Barzanî -bi gotina wî- “ji gelek serokdewletan ku welatê wan li Neteweyên Yekgirtî xwedî nûneran in, zêdetir xwedî desthilatdarî ye.” Ji ber ku bi sedan hezar kîlometre tixûbên stratejîk ên nav dilê Rojhilata Navîn di bin kontrola wî de ne: tevahiya tixûbên Iraq û Tirkiye’yê, qismekî tixûba Iraq û Sûriye’yê û her weha bi qasî nîvê tixûbên Iraq û Îran’ê!
Di navbera hukûmeta Bexda’yê û hêzên General Barzanî de têkiliyeke balkêş heye. Her çend bêhna şerekî nû were jî, her du alî ji hebûna hev re deng dernaxin. Artêşa Iraq’ê bi qasî deh salan li hember hêzên Barzanî şerekî dijwar da meşandin, carnan sûcên giran û hovîtiyên mezin hatin pêkanîn, lê ev şer tu caran dijminatiyeke nîjadî dernexist holê. Di dema pevçûnên herî dijwar de jî, kurdên Bexda’yê – dora nîv mîlyon– tu car ji ber aîdiyeta xwe ya nîjadî nebûn hedefa zulmê. Di demekê de ku ji bo kuştina endamên malbata Barzanî xelat dihat dayîn, rêvebirên din ên kurd dikaribûn bi hêsanî bi rêya balafirê ji Bexda’yê derkevin rêwitiya London’ê yan jî Moskova’yê! Dîsa di demekê de ku nûnerên hukûmeta Iraq’ê nikaribûn bikevin herêma di bin kontrola hêzên General Barzanî de, hukûmeta Iraq’ê mehê 250.000 dînars (bi qasî 750.000 dolars) pere alîkarî dida pêşmergeyên girêdayî hêzên Barzanî! Di hukûmeta Iraq’ê de digel ku pênc wezîrên kurd hene, rêvebirên Iraqî xwe ji êrişên bombeyî yên li ser gundên kurdan şûn ve nadin... Bi kurtayî, ev ne rewşeke aram e, ne jî nîşana şer e.
Piştî rewîtiyeke bi wesayîtê ya nîv saetî, em ji geliyekî ku dişibe geliyên piçûk ên li Alpan, (bi cemeda xwe, bi hêşinayî, bi keriyên bez ên ji mih û bizinan pir dişibin hev), derbas dibin û digihîjin Galala’yê. Bajarê herî mezin ku bi giştî ji aliyê hêzên Kurdan ve dihê kontrolkirin. Ji bo qaçaxçîtiya bi Îran’ê re, ev herêm ji aliyê aborî ve dema xwe ya herî xweş dijî. Piştî çend deqqeyan em li Nawperdan’in, bi qasî 30 kîlometre dûrî Rewandûz’ê: ev der baregeha hêzên General Barzanî ye. Peymana 11’ê Adar’a 1970 jî li vê derê hatibû îmzekirin. Li Baregehê çend holik hene ku ser wan bi axê hatine girtin û di hundir de jî çend mobîlya hatine bicihkirin û hew... Hemû hebûna vê rêxistinê, ku deh salan in ku li hember artêşa Iraq’ê li ber xwe daye, tenê ji van çend maseyên metalîk û ji van cîhazên telefonê pêk dihat.
Li vê derê mirov dikare rêberê tevgera berxwedana kurd General Barzanî yê 70 salî û her du kurên wî Îdris û Mesûd bibîne. Her du kurên wî yên 30 û 25 salî di tevgerê de êdî xwedî rolên girîng in. Lê belê ji heşt mehan û vir ve, gelek kesayetiyên nû dihên herêmê: xwendevanên kurd ên Iraqî ku li Ewrûpa’yê dijîn û xwendina xwe berdewam dikin, carnan dihên herêmê û alîkariya “teknokratîk” didin General Barzanî. Bi vî awayî, rêxistina berxwedana kurdan ku heta niha tenê ji hêzên çekdarî pêk dihat, bi alîkariya van xwendevanan êdî dikare dengê xwe bigihîne cîhana derve jî.

Li jêr hewayê sor

Le Fond de l’air est rouge (li jêr hewayê sor) fîlmeke Chris Marker’e. Bi destûra wî Le Monde diplomatique ev nav wekî sernivîsa roportajên taybetî yên ku di navbera salên 1960 û 1975’an de hatine weşandin, bi kar anî. Wan deman, li Başûr, têkoşîna li hemberî dagirkeriyê ber bi serkeftinê ve diçû û li rojhilat reformên sosyalîzmê pêk dihatin. Li Rojava tevgerên ciwanan li hember sîstema sosyalîst derdiketin. Rojnamevanên ku li her çar aliyên cîhanê belav bûbûn, bi dûr û dirêj behsa rêwîtî û serpêhatiyên xwe dikirin. Bi berhemeke du sed rûpelî, xwendevan dikarin bi van rojnamevanan re derkevin rêwîtiya çil welatan.
Ji destpêka serhildana li Angola bigire heta “manastira marksîst” a Albanî, ji berxwedana li Vîetanam’ê bigire heta dagirkeriya li Filîstîn’ê, ji çêbûna Bangladeş’ê bigire heta darbeya leşkerî ya li Şîlî’yê, ji beşdarbûna Afxanistan’ê ya di şer de bigire heta dîktatoriya serbazên yûnanî, ji mudaxaleyên navxweyî yên Çekoslovakya’yê bigire heta hewldanên darbeyên li hember rejîma Hassan II… Di nava ew qas mijarên cihêreng de, ev nivîsara li jêr, ji roportajeke Chris Kutschera hatiye berhevkirin. Ev hevpeyvîn di Nîsan’a 1974’an de li Kurdistan’a Iraqê hatiye çêkirin.

Wergera ji fransi
Bedran Dere