“Dema ku dewlet bibe mijar, girîngiya dadê namîne”

TIRKIYE
Translator

Di 12’ê Nîsana 2010’an de, li Samsûn’ê, li dij Ahmet Türk, ku serokê Partiya Komelgeya Demokratîk bû, ku ev partî ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû girtin, û endametiya wî ya parlementoyê hatibû betalkirin, êrîşek pêk hat. Êrîşbir bi kulmekê pozê Ahmet Türk şikenand. Ahmet Türk û hevalên wî li Samsûn’ê amade bûn da ku rûniştina darizandinekê, ku dadgeha bilind ji Mûş’ê rakiribû Samsûnê, bişopînin.

Partiya Komelgeya Demokratîk (BDP) di 9’ê Berfanbara 2009’an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû girtin. Li ser vê yekê, kurdan, da ku vê biryarê şermezarbikin li her deverên ku lê dijîn xwepêşandan li dar xistibûn. Li navçeya Kop’ê ya bi ser Mûşê, berevanekî gundan ku dikana wî hatibû kevirbarandin, bi ser xwepêşandêran gulle reşandibûn ku di encamê de du kes jiyana xwe ji dest dabûn. Xizmên qurbaniyan sebaret bi van kuştinan doz vekiribû. Dadgeha bilind jî, ji ber sedemên ewlekariyê doz ji Mûş’ê rakiribû Samsûn’ê.

Endamên BDP’yê û endamên parlementoyê da ku vê dozê bişopînin çûbûn Samsûn’ê. Bi ya gotinên wan kesan, ku di dema rûdanê de bi xwe li wê derê amade bûn, dema ku BDP’yî diçûn nav hêwana dadgehê, komeke bi qasî 40 kesî bela xwe bi wan dabûn û xwestibûn ku êrîşî wan bikin. Ev kesên ku di bin baranê de du saet rawestiyabûn, piştî rûniştinê jî her berdewam bûn berizînê.

Polêsan da ku pêşî li wan bigirin tu tişt nekir. Heta wan derfet da êrîşbiran ku êrîşê pêk bînin. Êrîşa li dij Ahmet Türk di hawîrdoreke weha da pêk hat. Îsmaîl Çelîk’ê 27 salî, di vê êrîşê de, ku li jêr berevaniya polêsan de pêk hat, pozê Ahmet Türk şikenand. Êrîşbir paşê hate destgîrkirin.

Xwediyê qehwexaneya ku êrîşbir lê dixebitî, li wî xwedî derket. Xwediyê qehwexaneyê got: ‘Tiştê ku wî kir, dibû her hevwelatiyekî tirk bikirina. Ez pê serbilind im. Zilamê wekî zilaman e.’ (Radikal, 13.4.2010)

“Tiştê ku her hevwelatiyekî tirk dibû bikirina …”?

Ka em bêjin, li kuçeyê, li taxê şewatek heye. Di nav xaniyê de ku agir lê heye kesekî pîr heye, û xelk dibêje divê ev kes were rizgarkirin. Ji nav wan, xortekî ciwan xwe çeng dike û diçe nav avahiyê, bîsteke din digel wî kesê pîr derdikeve derve, niştecihên taxê û nûçegihan awirên heyranane diavêjin. Û ew xort jî dibêje , “Tiştê ku min kir, wê her tirk, her hevwelatiyekî tirk bikirina.”

Ka em bêjin, kesek li sûkê, li bazarê, li xeracê çenteyek wenda dike ku tê de gelek pere hene. Kesek vî çenteyî dibîne û dibe qereqolê. Polêsên peywirdar ên li qereqolê awirên pesndayînê diavêjin.

Ka em bêjin, têşikekî pisîkan hilkişiyaye ser dareke dirêj. Lê belê nikare dakeve. Xelk vehewiyane û li pisîkê dinihêrin, gotûbêjê dikin ka ew çawa dikarin wê pisîka hejar bînin xwarê. Di wê keliyê de xortek hildikişe serê darê, têşik rizgar dike û wê tîne xwarê. Dema xelk bi dilweşî û pesndayîne awiran vedidin ew jî dibêje “Tiştê ku min kir, wê her tirk, her hevwelatiyekî tirk bikirina.”

Belê, bi kulman êrîşbirina Ahmet Türk jî weha dihê fêm kirin ku “Tiştek ku her tirk, her hevwelatiyekî tirk dixwaze bike...”

Mirov nikare bifikire ku, kurdek ku ji Ahmet Türk hez bike yan neke, dixwaze hevdilê PKK be dixwaze nebe, bi kulman êrîşî Ahmet Türk bike. Lê belê, ev yek hejayî liserfikirinê ye ku tirkek vê êrîşê wekî “Tiştek ku her tirk, her hevwelatiyekî tirk dixwaze bike...” têdigihîje.

Tirkek çawa dikare bîra van tiştan bike û çawa dikare bi hêsanî wan pêk bîne? Divê mirov li ser vê pêvajoyê hûr bibe. Beriya her tiştî êrîşbir dizane ku ji ber vê çalakiyê tûşî darizandinê nabe, ceza naxwe û hetta dewlet jî wê pesnê wî bide. Ev yek asayî ye ku heger ew weha bifikire, hîs bike û tev bigere. Ji ber ku, dadgehên tirk, gotinên wekî “ dema serbazek hat şehîdkirin divê pênc DTP’yî werin kuştin” wekî tawanek, wekî derbirîneke teşwîqkirina ji bo şîddetê nabînin. Ji ber ku, dadgeh daxwazên kurdan ên ji bo mafên demokratîk wekî tawan dibînin, van daxwazan didarizînin û derbirinên ji bo şîddeta li dij kurdan asayî dibînin, ev yek jî hêz û piştgirîyeke mezin dide êrişbiran. Wekî mînak, li stranbêj Rojda’yê ji ber ku bi kurdî striye sal û heşt meh cezaya zindanê hat birîn. (Radikal 26.3.2010).

Haya êrîşbir ji wî tiştî jî heye ku, polês, dozgerî li dij wan kesan ku kevir avêtine kurdan dest bi tu lêpirsînan nake. Wekî mînak, polês temaşeyî wan kesan dike ku kurdan didin ber keviran, û her weha temaşeyî bersiva kurdan a li dij keviran. Lê dema ku kurd keviran biavêjin polêsan, panzêran an jî tîmên taybet wê demê li wan cezayên giran dihên birîn ku di nav van kesan de gelek zarok jî hene. Bi hezaran zarok ji ber ku kevir avêtine polêsan tûşî lêpirsîn û darizandinan dibin. Bi sedan zarok jî hîna di zindanan de ne. Li van zarokan îşkence jî dihê kirin. Ev reftara cudager a li dij tirkan û kurdan wêrekiya êrîşbiran zêde dike.

Êrîşbir dizanin ku dewletê heta niha sebaret bi kurdan û zimanê kurdî tu tiştekî êrînî negotiye, tenê tişt ku gotiye ev e: ‘emê wan tune bikin, koka wan biqelihînin...’ û her weha êrîşbir ji ber pêngava kurdî û ji pêngava TRT şeş bi hukûmetê hêrs ketine.

Bi kulman êrîşbirina li dij kurdekî ku qala mafên neteweyî dike, doza mafên demokratîk ên kurdan dike, bi tenê ne çanda garsonekî ye ku li qehwexaneyekê dixebite. Ev çanda siyasî li cem polêsan jî heye, li cem cendermeyan jî. Piraniyeke berbiçav a dozger û dadgeran jî ev çanda siyasetê pejirandiye. Çanda siyasî ya gelek mamosteyên zanîngehan jî bi heman awayî teşe girtiye.

Ev yek asayî ye ku li dij kurdan çandeke weha ya siyasetê pêş ve biçe. Ji ber ku, li Tirkiye’yê di warê hin mijarên bingehîn de dewlet hêza yekta ye ku nihêrîna gelemperî diyar bike. Di warê hin mijaran de, ên wekî kêşeya kurd, kêşeya ermenî, kêşeya Qibris’ê, elewîtî, destgehên ragihandinê peyvdariya dewletê dikin. Dewlet jî, wekî mînak sebaret bi kêşeya kurdî, ji kokqelehandin, tunekirin û taswiyekirinê pê ve xwedî tu fikr û ramanên din nîn e.

Rakirina darizandinan
Divê mirov li serê raweste ka çima dozên sebaret bi hin bûyeran ku li herêmên kurdan rû didin radikin hin bajarên li herêmên rojava yên Tirkiye’yê.

Di 21’ê Mijdara 2004’an de li navçeya Qoser’ê ya bi ser Mêrdîn’ê Ugur Kaymaz’ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz, li pêşiya malên xwe, ji aliyê polêsan ve hatin kuştin. Ugur wê rojê hîna nû ji dibistanê vegeriyabû malê. Cilên dibistanê jî hîna lê bûn. Ev doza ku diviya li Mêrdîn’ê bihata dîtin rakirin Eskişehîr’ê.

Di 12’ê Adara 1995’an de li taxa Gazî’yê piştî ku qehwexaneyek ji aliyê endamên dewleta kûr ve hatibû gullebarandin bûyeran rû dabû. Pevçûnan bi rojan ajot. Dozên sebaret bi van bûyeran, bi awayekî xwezayî, diviyan li Stenbol’ê bihatana dîtin. Lê belê ev doz jî rakiribûn Trabzon’ê.

Sedema rakirina van dozan çi ye? Heger tu ji dewletê bipirsî sedem ewlekarî ye. Dibêjin doz ji ber sedemên ewlekariyê dihên rakirin. Sedema rast jî pêkanîna şert û mercên ji bo beraatkirina endamên hêzên ewlekariyê ne ku di qetlîaman de cih girtine. Dema ku doz radikin yek ji bajarên rojavayê, êdî dijwar dibe ku qurbanî, xizm û parêzerên qurbaniyan dozên xwe bişopînin. Heger bivê ku mirov ji Mêrdîn’ê here Eskîşehîr’ê yan jî ji Mûş’ê here Samsûn’ê yan jî ji Stenbol’ê here Trabzon’ê wê demê şopandina dozê helbet dijwartir dibe. Serê pêşîn astengiyên aborî pirsgirêkeke mezin derdixin holê. Jê girîngtir, hawîrdora komelgeyî, siyasî û psîkolojîk a li wan bajaran ku doz lê dihên dîtin astengiyeke mezin e li pêşîya şopandina dozan. Harkirin, rê li lînçkirina kurdan vedike. Qurbanî, xizm û parêzerên qurbaniyan û şahid ji ber ku xelk bela xwe bi wan dide, erîşî wan dike nikarin xwe bigihînin hêwana dadgehê. Her weha dihê zanîn ku di vê pêvajoyê de polêsan bi tenê temaşeyî bûyeran dikin û hetta jî hawîrdoreke rehet ji bo êrîşan pêk dihînin. Di wan rewşan de ku tê de li şahidan dihên xistin, gef li wan dihên xwarin, parêzerên bersûcan, ku endamên hêzên ewlekariyê yên dewletê ne, dikarin dozê bi ya daxwaza xwe bi rê ve dibin.

Wekî ku li ber çavan e, her çend ji wan re hêzên ewlekariyê dihê gotin jî, lê belê diyar e ku mijareke ewlekariya kurdan qet nîn e.

Û em carekê bi vî awayî bifikirin: Em bêjin doz li Mêrdîn’ê, li Mûş’ê û Stenbol’ê dihên dîtin. Wê demê qurbanî, xizm û parêzerên wan û şahid wê çalaktir bibin û bikaribin di rûniştinan de, wekî ku divê, cih bigirin. Di van şert û mercan de hejmara wan kesan ku herin temaşeyî rûniştinê bikin zêdetir be. Qurbanî û xizmên wan û her weha kesên din ku temaşeyî rûniştinê dikin, dikarin hêzên ewlekariyê şermezar bikin. Lewma, da ku bikaribin pêşî li van bûyeran bigirin, dozan ji bajarên kurdan radikin bajarekî li rojavayê yan ji bajarekî gelek dûr.

Di 4’ê Gulana 2009’an de, li gundê Zangirt a bi ser navçeya Şermix a Mêrdîn’ê komkujiyek pêk hat. Di vê qetlîamê de 44 kes hatibûn kuştin. Him kesên ku ev komkujî pêk anîbû û him jî kesên ku di vê komkujiyê de hatibûn kuştin ji heman malbatê bûn. Ev komkujiyeke weha bû ku ji aliyê berevanên gundan ve hatibû lidarxistin. Weha hatibû plankirin ku berpirsiyariya bûyerê wê bixistana stûyê PKK, lê belê ev plan bi gotina şahidekî û daxuyaniya wezîrê karûbarên navxweyî hatibû pûçkirin. Ev doz jî rakiribûn Çorum’ê. Mebesta vê rakirinê li dij protestoyên pêkan, ewlekariya hêzên ewlekariyê bû.

Çanda siyasî ya rûniştî û pêşniyazên ji bo veguherînên di destûra binghenîn de

Li ber çavan e ku pergaleke siyasî, ku xwe spartiye înkarkirina kurdan û zimanê kurdî, çandeke siyasî ya çawa afirandiye. Pêşniyazên guherandinê xwedî wê taybetmendiyê ne ku dixwazin vê nihêrîna siyasî biguherînin, pergalê demokratîk bikin û mudaxeleyî wan dezgehên bingehîn bikin ku vê pergalê pêk dihînin.

Taybetmendiya sereke ya pergala siyasî ya tirkan ew e ku li ser wesayetê hatiye avakirin. Di birêvebirina vê wesayetê de artêş û dadgehên bilind wekî destgehên bingehîn derdikevin pêşiya me. Ew hêzên nepenî, ku nahêlin demokrasî û mafên mirovan pêş bikevin, di hawîrdoreke weha de pêk dihên û hêzdar dibin. Pêşniyazên ji bo guhertina destûra bingehîn jî xwedî wê taybetmendiyê ye ku vê pergalê têk dibe.

Hevdem, divê mirov li serî raweste ka dadgehên bilind cihan û Tirkiye’yê çawa fêm dikin. Yek ji nûnerên dadgehên bilind, dema ku li dij pêşniyazên ji bo guhertina destûra bingehîn ên AKP’ê derdike,t nîşan dabû ku ewê dest ji kar vekêşe. (Milliyet, 18.4.2010) “Dadgerên li Pakistan’ê da ku guhertinên destûra bingehîn erê nekin dest ji kar kişandibûn. Em ji wan kêmtir hestiyar nîn in...” Lê belê wan dadgeran, da ku Ziya-ul Heq, ku li dû darbeyeke leşkerî desthilatdarî girtibû destên xwe, protesto bikin, da ku darbeya leşkerî protesto bikin dev ji kar kişandibûn.

Qala serbixwebûna erka darizandinê, dadgerên dadgehên bilind dihê kirin. Derblêdaneke mezin li serbixwebûnê dihe kirin. Dadger jî pir caran diyar dikin ku ew serbixwe ne. Lê belê, erka darizandinê, dadgerên bilind û dadgerên din bi hişkî dilsozê bîrdoziyê ne. Gotina “ dema ku dewlet bibe mijar wê demê dad ne xwedî tu girîngiyan e.” jî ya dadgeran e. Rastiyeke eşkere jî ew e ku bîrdoziya fermî xwe dispêre derew û înkarkirinê. Helwesta erka darizandinê û ya zanîngehan, ku hewlê didin ku van derewan meşrû bikin, ev her du destgehan yekser rizandine. Gelek balkêş e ku erka darizandinê, ku ew qas dilsozê bîrdoziya fermî ye, her tim qala “serbixwebûn”ê dike lê belê tu caran peyva “bêalîbûn” nayê bilêvkirin.

Têgihiştina ku dibêje “AKP hewlê dide ku xwe rizgar bike” têgihiştineke rêk û pêk nîn e. Hewldana AKP’ê ya ji bo rizgarkirina xwe û dijwartirkirina girtina partiyên siyasî wê her weha bi kêrî partiyên din jî were. Wekî mînak, 11 dadgerên Dadgeha Destûra Bingehîn bi awayekî gelek hêsan dikaribûn partiyên siyasî yên wekî Partiya Kedê ya Gel (HEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) û Partiya Komelgeya Demokratîk (DTP) bigirin û li dij birêvebirên partiyê û endamên parlementoyê cezayên cur bi cur bibirin. Heger guhertinên di warê vê mijarê de bikevin jiyanê, an ku di girtina partiyên siyasî de komîsyona nav-partiyan, ku di TBMM’ê de were damezirandin, bi awayekî çalak cih bigirin, wê demê girtina partiyên siyasî ew qas hêsan nabe. Ji ber ku partiyên ku di komîsyonê de cih bigirin xwe bêgav hîs bikin da ku bi awayekî hesabê bidin gel. Lewma, divê beriya her kesî Partiya Aştî û Demokrasiyê piştgirî bide van pêşniyazên guherandinê. Ji ber ku, statuko ji her kesî zêdetir zirarê dide kurdan û partiyên wan ên siyasî.

Wergera ji tirkî
A. Celîl Kaya

Çavkanî

Îsmaîl Beşîkçî : civaknas

Ev nîvîs ji bo Le Monde diplomatique
kurdî hatiye nivîsandin