Dema ku Filistîn red dike ji holê rabe

Ji êrişa li dijî Xezzeyê ber bi şerê li Neteweyên Yekbûyî ve
Translator

Li alîyekî agirbesta li Xezzeyê ya ku Misirê navbeynkarîya wê kir, rewşa Hamasê hem li qada herêmî û hem jî li hundir xurt kir, li alîyê din Neteweyên Yekbûyî serlêdana Filistînê wekî dewleta ne-endam a ku serok Mahmûd Ebbas pêşnîyaz kirî, nirxand. Ebbasê pir lawazbûyî li bin guhê Îsraîlê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, gelek dewletên ewropî û her weha gumanbarîya filistînîyan bi xwe ket.


Di civîna giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya 23yê îlona 2011an pêkhatî de, birêveberê PLO (Rêxistina Rizgarîya Filistînê) û serokê Birêveberîya Neteweyî ya Filistînî Mahmûd Ebbas li pêşîya girseyeka navneteweyî ya bi kelecan ev îdîa kir "di demekê de ku gelê ereb dengê daxwaza xwe ya azadîyê dide bihîstin –bihara erebî– niha dem dema bihara filistînî ye, dema serxwebûnê ye". Salekê paşê, tevî ku Ebbas dîsa derket ser heman dikê, ev serxwebûn ji her carê dûrtir xuya dike. Wexta meriv li Şerîa Rojava û li Xezzeyê binêre, wisa dîyar e ku cihê filistînîyan neguherîye û ew hewl didin rojeva siyasî ya Filistînê ji nû ve terîf bikin.

Bihara erebî û Filistînî

Bihara erebî serdemeka daxwaza demokrasîyê ya nedîtî li Rojhilata Navîn derxist holê. Tevî ku biserketina bihara erebî di hilweşandina rejîman de bi Misir û Tûnisê sînordar bû, ew bû sedema afirandina zimanekî nû yê siyaseteka ku armanca wê guhertina têkîlîya di navbera dewlet û hemwelatîyan de ye, zimanekî ku mafê wan yê azadbûnê û rûmeta wan li pêş dibîne. Hêza vî zimanî herçend lawaz bûbe jî, ji ber şideta şûna protestoyên aştîyane girt nexasim li Sûrîye û li Lîbyayê, dîsa jî gelekî bi têsîr e di nav çalakvanên biryara parastina mafên xwe û gunehbarkirina hikûmetên xwe dan.

Li alîyê filistînî, tevî ku bihara erebî rê li ber hilweşandina PNAyê (Rêveberîya Neteweyî ya Filistînê) venekiribe jî, ew bû sedema daxwaza gelê filistînî ya ji nû ve di ber çavan re derbaskirina Rêjîma Pêvajoya Aştîyê ya Osloyê û pê re jî ya çareserîya bi rêya avakirina du dewletên cihê. Li alîyekî, wê pevçûneka dewamî ya di navbera ciwanan û gel de derxist pêş û li alîyê din jî pevçûneka di navbera birêveberîya siyasî û elîtan de li ser mijara terîfkirina naveroka daxwaza gel û siberoja têkoşîna siyasî ya filistînî. Meriv dikare bibêje ku pêşnîyaza Rêveberîya Neteweyî ya Filistînê ya endametîya Filistînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ku di 1988an de hat îlankirin û Mahmud Ebbas sala 2011 û 2012an dubare kir, hewldaneka RNFyê ye ji bo bersivdana hêrsa gel a her diçe mezin dibe. Ev peşnîyaz di heman demê de hewldanek e ji bo balkişandina ser nîqaşa der barê wê pirsê de ka gelo di çarçoveya filistînî de kîjan mafên wan hene û divê çawa wan bi dest bixin.

Devjêberdana

"pêvajoya aştîyê"

Ji mêj ve, di sibata 2011an de, filistînî daketin kolanan ji bo pişta şorişa misirî bigirin. Ya ku hema piştre bi navê tevgera 15ê adarê dihat naskirin, çalakîyeka ku dawîanîna li perçebûna siyasî ya Filistînê di navbera El-Fetîhê û Hamasê de ku ji 2007an ve kontrolkirina Şerîa Rojavayê dida El-Fetîhê û ya kontrolkirina Xezzeyê dida Hamasê. (1) Komên ciwanan, siyasetmedarên serbixwe û hejmareka zêde ya Rêxistinên ne Hikimî tevlî vê tevgerê bûbûn û li kolanên Ramallahê, li yên Xezzeyê, li yên Nablûsê û li yên bajarên din jî meşîyan. El-Fetîh û Hamasê bersiva vê daxwazê dan, bi mohrkirina sê peymanên lihevkirinê ji gulana 2012an ve. Van peymanan rewabûna Hamasê, mezintirîn partîya îslamî, di sîstema siyasî ya filistînî de erê kir. Welatên din ên ereb jî bi heman rengî tevlîbûna partîyên îslamî di nav siyasetê de normalîze kirin. Lê heta niha ji wan nehat ku hakûmeteka yekîtîya neteweyî pêk bînin û qutbûna ji gel hê xirabtir kirin.

Pîştî gulana 2011an, filistînî hê dadiketin kolanan, tevlî meşên li dîjî Al-Muqataya dibûn, ber bi Kalndîya dimeşîyan, kampanyayên xwe bi rêya medyaya civakî pêk dianîn, û li hemberî zêdebûna bihayê xwarinê radibûn. Daxwazên wan li ser sê pirsgirêkên sereke bûn.

Berî her tiştî wan banga parastina mafên neteweyî yên filîstînî kir. Li gor wan ev maf ne bi tênê mafê xwedîbûna dewletekê ye, lê nexasim mafê vegera li gundên xwe û wekhevîya mafên siyasî ye. Di dema bibîranîna salvegera Nakbayê [jicihûwarkirina filistînîyan; nota wergêr] 15 gulana 2011an de, ciwanên filistînî xwepêşandanên li hemberî cihên kontrolê û li hember Dîwarê Parçekirinê yê îsraîlî organîze kirin; bi hevkarîya Stop the Wall Campaign, ya PNGOê (tevgera filistînî ya Rêxistinên nehikûmetî) û ya komîteyên gel ên li gelek gundên di bin kontrola Şerîa Rojava de ne. Armanca van xwepêşandanan ji nû ve bibîrxistina mafê vegera li gundan ê filistînîyan bû. Di heman demê de bi alîkarîya filistînîyên li nav Ȋsraîlê dijîn, wan lîstikên şanoyê yên bîranînê li dar xistin li çendekan ji gundên sala 1948an xirakirî de. Ne di çarçoveya fermanên ji qadên bilind tên, filistînî li derveyî welêt û Îsraîlê tevlî hêzên koma ciwanan bûn da ku bi rêya çalakvanîyeka gel, bi rêya sînorên Sûrîye, Urdun û Libnanê bikevin nav Îsraîlê û girîngîya mafê vegera li gundên xwe yê filistînîyan ji nû ve bidin bihîstin.

Daxwaza duyem a xwepêşandêran derdixist pêş, ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya demokratîk di desthilatdarîya filistînî bi giştî de banga pêkanîna hilbijartinên nû bû. Daxwaza protestovanan ya pêkanîna hilbijartinên nû, ne bi tenê yên Rêveberîya Neteweyî ya Filistînî û yên Konseya Hiqûqî ya Filistînî (KHF) li herêmên Şerîa Rojava û Xezzeyê ye. El-Herake el-Şebabî, filistînîyên ji bo Rûmetê û komên ciwan yên din, bi taybetî banga lidarxistina hilbijartinên nû yên Konseya Neteweyî ya Filistînî (KNF) kir. Ev beşa hiqûqî ya Rêxisitina Rizgarîya Filistînê (PLO) ye ku tevahîya filistînîyên li nav û li derveyî erdên dagîrkirî temsîl dike. Ew penaberên filistînî, yên li dîyasporayê û filistînîyên li Îsraîlê dijîn jî temsîl dike. Konseya Neteweyî ya Filistînî ji 1988an ve necivîya û ji ber Pêvajoya Aşitîyê ya Osloyê li derveyî siyasetê ma. Bi xwestina ji nû ve xebitandina vê rêxistinê, tevgera ciwanan a Şerîa Rojava û Xezzeyê daxwazên hin komên filistînî yên dîyasoporayê didin bihîstin û dikin ku hevkarîyek di nav wan de pêk were (2), ji bo hewl bidin yekîtîyê pêkbînin di nav tevgera siyasî ya filistînî de ku Pêvajoya Aşitîyê ya Osloyê ew parçe parçe kiribû. Ew herweha hewldana ji binî ve xurtkirina pêvajoya demokratîk e û ya dengdana rêxistinên filistînî yên cihê ye ku Osloyê ew lal kiribûn.

Mahmûd Ebbas

dengê xwe hişktir kir

Daxwaza sêyem ku çalakvanên filistînî li Şerîa Rojava û li Xezzeyê bi pêş xistin dawîlêanîna Pêvajoya Aşitîyê ya Osloyê û li hevkarîya bi Ȋsraîlê re ye. Ciwanên filistînî li dijî destpêkirina dîyalogên ne seranser ên di navbera îsraîlî û nûnerên filistînî de li Ammanê destpêka 2012an pêk hatin, xwepêşandan li dar xistin. Ew herweha hevdîtinên çalakvanên aştîyê yên filistînî û Ȋsraîlî yên li Quds û li Ramallahê çileya 2012an pêkhatî protesto dikin û banga tevlîbûna çalakîyên li dijî-normalîzekirinê dikin heta ku Ȋsraîl dawîyê li dagîrkirinê bîne. (3) Ji havîna 2012an ve filistînîyan grevek da destpêkirin û xwepêşandan li dar xistin li dijî siyaseta jixwekêmkirinê ya Rêveberîya Neteweyî ya Filistînî û gelek bangên îstîfakirina wê kirin.

Lewra di dema rûdana bihara erebî de, çalakvanên filistînî hewl didin ji bo doza têkoşîna filistînîyan çarçoveyeka nû ava bikin, bi maneya têkoşîneka ji bo mafên filistînîyan û ne ji bo serxwebûnê bixwe. Ҫalakvanên filistînî li ser rêya kampanîyayên boykot, tecrîtkirin û cezakirinê yên sala 2005an ji alîyê 170 rêxistinên sîvîl hatî destpêkirin dimeşin. Ew îro dubare dikin ku têkoşîna filistînî serhildana li hemberî rejîma apartheid a îsraîlî ye û ji doza parastina sê mafên bingehîn pêk tê: Dawîlêanîna dagîrkirina erdên filistînî, mafê vegera li gundên xwe û mafê wekhevîyê li nav Ȋsraîlê.

Tevlîbûna li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî

Biryara Rêveberîya Neteweyî ya Filistînê ya serîlêdana li endametîya li RNYyê ya dewleta filistînî jî hewldaneka çareserkirina girêka muzakereyên îsraîlî-filistînî zêdetir, dikare wekî hewldaneka din were fêm kirin, ya bersivdana nerazîbûna gel ji Peymana Aşitîyê ya Osloyê û ya ji desthilatdarîya Hamas û El-Fetîhê. Dema meriv axaftina Ebbas ya sala 2012an li hemberî civata giştî ya RNYê û ya 2011an li ber hev bigire, pir eşkere xuya ye ku Rêveberîya Neteweyî ya Filistînî hewl dide di heman demê de dilê xwepêşandêran xweş bike û balê bikşîne ser rojeva siyasî ya filistînî.

Armanca axaftinên Ebbas ên 2011 û 2012an li pêşîya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, mohrkirina Bihara Filistînî bi daxwaza serxwebûnê û ya avakirina dewletekê ye, armanca wî ne mafê qebqebûyê ye li hemberî Rêveberîya Neteweyî ya Filistînî, ne jî kirina doza demokrasîyê ye. Armanca her du axaftinan desttêwerdana civata navneteweyî ye, ji bo vê yekê jê dixwaze ku wezîfeya xwe ya ji bo gelê filistînî bi cîh bîne. Sala 2011an Rêveberîya Neteweyî ya Filistînî serî li endametîyeka bi temamî ya li RNYyê da.

Ew di pêkanîna vê stratejîyê de têk çû lewra înîsîyatîfa filistînî tevahîya neh dengên pêwîst ji bo serlêdana fermî li Konseya Ewlekarîyê bi dest nexist, sedema vê jî berî hertiştî redkirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Sala 2012an, Abbas serî li statuya dewleta ne-endam da, eger qebûl bibe wê ev yek Filistînê bibe qadeka bilindtir û wê bike ku ji statuya çavdêrê ne-dewlet derbasî statuya dewleta ne-endam bibe. Eger qebûl bibe wê destûrê bide dewleta filistînî da ku bibe endama ICJ (Dadgeha Navneteweyî ya Adaletê), ya ICC (Odeya Bazirganîyê ya Navneteweyî) û ya ajansên din yên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û wê destûrê bide Rêxistina Rizgarîya Filistînê da ku Ȋsraîlê bi sedema pêkanîna sûcên şerî û yên binpêkirinên mafên din dadgeh bike. Di 2005an de, Filistînê bi heman rengî stratejîya hiqûqî bi kar anîbû li hemberî ICJ (Dadgeha Navneteweyi ya Adaletê) ji bo redkirina avakirina dîwarê qutbûnê di nav herêma Şerîa Rojava de ji alîyê Ȋsraîlê ve li şûna ku li gor xeta kesk a 1967an ve were avakirin. Lê belê ev bilindbûna statuya Filistînê wê pirsgirêka dagîrkirina bi vî rengî bi dawî neke , yan jî wê mafê vegera erdên xwe ya filistînîyan misoger neke.

Sedema sereke ya serlêdana li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Rêveberîya Neteweyî ya Filistînê binxêzkirina mafê filistînîyan ê avakirina dewleteka serbixwe ye ku di dîrokê de % 22yê erdê Filistînê pêk tîne. Dewleteka ku wê herêmên Şerîa Rojava û Xezze bihewîne û Qudsa Rojhilat bike paytexta xwe, ango tevahîya erdên ku li gor biryara 242yê ya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî bi tevahîya erdên dagîrkirî ne. Abbas sala 2011an û ya 2012an dubare dike ku wê ev dewlet hinekî adaletê bîne Nakbayê; ew berdêla pêwîst e ji bo pêkanîna aştîyê bi Ȋsraîlê re û ji bo li hev bikin bi daxwaza navneteweyî ya parçekirina Filistînê ji dema Biryara 181î ya Neteweyên Yekbûyî ve. Ew ji bo guhdarên xwe yên filistînî bi bîr dixe ku ev dewlet e ya ku Rêxistina Rizgarîya Filistînê û Konseya Neteweyî ya Filistînê di danezana serxwebûnê ya 1988an de hilbijartin. Bi vî rengî Ebbas rewabûna Projeya Avakirina Dewleteka Filistînî binxêz dike. Ew îdîa dike ku ev rêya herî baş e ji bo parastina mafên filistînîyan, mafê vegera li erdên xwe, yê azadî û bipêşketina aborî û yê wekhevîyê. Bi ser de jî îdîa dike ku ne Rêveberîya Neteweyî ya Filistînê ye ya serî li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dide, lê belê Rêxistina Rizgarîya Fîllîstînê ye. Ew bi vî rengî bersiva pirsa temsîlkirina wî ya tevahîya filistînîyan dide. Ebbas yekîtîya gelê filistînî dubare dike û di her du axaftinên xwe de behsa penaber û yên di bin fermana hêzên dagîrker de dijin, welatîyên filistînî yên li Ȋsraîlê dijin û yên li dîyasporayê ne dike. Ew mafên wan ê vegera li ser erdên xwe li gor biryara 194ê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) tevî mafên wan ê wekhevîyê û azadîyê bi bîr dixe.

Tiştê nû di axaftina Ebbas li pêşîya RNYyê de, hewldana wî ya ji nû ve navneteweyîkirina şerê di navbera Ȋsraîl û Filistînê de ye. Ew hewl dide kontrola pêvajoya aştîyê ji destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bigire, yan jî lawaztir bike û vê erkê ji nû ve bide Rêxistina Neteweyên Yekbûyî. Wekî ku ew dibêje: "Pirsgirêka Filistînê gelekî girêdayî RNYyê ye, bi rêya biryarên gelek ajans û beşên wê…Em roleka mezintir û bikêrhatîtir ya RNYyê dixwazin û li pey vê yekê digerin da ku hewl bide aştîyeka adil û mayînde li herêma me pêk bîne. Aştîyeka ku mafên rewa yên neteweyî ku nayên înkarkirin yên gelê filistînî misoger bike, wekî ku li nav Biryarên Rewabûna Navneteweyî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de nivîsî ye." (4) Lê belê di navbera axaftina 2011an û ya 2012an de guhertineka helwêst û bilindîya deng heye.

Di yê dawî de, Ebbas bi awayekî eşkere şiklê axaftinê ya protestovanên filistînî bi kar tîne. Ew Ȋsraîlê ne bi tenê wekî "dagîrkera kolonîyal" terîf dike çawa ku di axaftina 2011an de kiribû, lê belê wê bi pêkanîna tedbîrên "apartheid" û pêkanîna "paqijîya etnîk " li Qudsa Rojhilat û li erdên mayî yên dagîrkirî terîf dike. Heta wê demê Ebbas hewl dida van peyvan bi lêv neke. Heta 2011an wî hewl dida destê xwe "dirêjî hikûmeta Ȋsraîlî û gelê Ȋsraîlê bike daku aştîyê pêk bînin…aştîyeka xwe dispêre mafê wekhevîtîya her du dewletên cîran –Filistîn û Ȋsraîlê". Sala 2012an ew yekser hikûmeta îsraîlî gunehbar dike bi "redkirina çareserîya bi du dewletên cihê" û bi " pûçkirina maneya lihevkirinên Osloyê". Ew lê zêde dike ku Ȋsraîlê birêveberîya filistînî lawaz kir, û jê jî xirabtir Ȋsraîlê soza felaketeka nû da filistînîyan, soza Nakbayeka nû". (5)

Bi nêzîkatîyeka bi vî rengî, Ebbas bersiva rabûna hêrsa gel li hember Peymana Osloyê û li hemberî besîtbûna ketina nav muzakereyan bi Ȋsraîlê re da tevî ku erdên filistînî hê dagîrkirî bûn. Hildana dengê xwe di 2012an de, herweha îşareta dilşkestina wî ye li hemberî hişkbûna Ȋsraîlê ku ji ya xwe daneket xwar, di cîvîna dawîyê ya muzakereyên ne fermî de ku bi destekdana Urdunê kanûna paşîn a 2012an pêk hat, tevî ku avakirina xanîyên nû ji bo dagîrkirinê hê didomandin. Di vê civîna dawîyê de Ȋsraîlê redkirina parvekirina Qudsê û redkirina wê ya jidestdana kontrola deşta Urdunê dubare kiribû, di heman demê de, cara yekem Ȋsraîl behsa daxwaza xwe ya standina ji destê Filistînê ya tevahîya taxên mezin ên cihû lê dijin li herêma Şerîa Rojavayê kiribû, eger dewleteka fîlîstinî li wir bi cih bibe. Li gor agahdarkirina Ebbas li RNYyê di axaftina 2012an de, plana dawî ya sînorên filistînî ku Ȋsraîl amade ye bide wan, planeka "taxên filistînî …yên bi temamî di bin kontrola dagîrkirina kolonyal ya leşkerî de ne û navên nû li wan hatine kirin, wekî plana yekalî ji bo qaşo dewletê bi sînorên dem kin". (6) Ev redkirina peşnîyaza Netanyahu, herweha tê maneya bi awayekî neyekser redkirina nexşeya rê ya li qada navneteweyî hatî dîyarkirin e, ew dewleteka filistînî ya xwedî sînorên demkin qebûl dike.

Axaftina Ebbas a sala 2012an, herweha nîşana hêrsa wî ye li dijî civata navneteweyî û bi awayekî ne yekser li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Ev dengê bilind, di axaftina wî ya 2011an de tunebû, wê demê hêvîyên ku serhildanên ereban sedema wan bûn hebûn, lê ew êdî neman. Tevî ku di axaftina xwe ya 2011an de Ebbas ji bo bi roleka girîngtîr rabe û pêvajoya aştîyê ji nû ve bide destpêkirin civata navneteweyî vedixwend, ew civata navneteweyî gunehbar dike bi "destûrdana Îsraîlê da ku timî bêberpirsîyar tevbigere û bêceza bimîne", bi dayîna di pratîkê de ya "destûreka ji dagîrkirinê re da ku siyasetên xwe yên standina erdan ji destê filistînîyan dewam bike û…bicîhkirina sîstemeka apartheid li dijî gelê filistînî pêk bîne". Ew bang li civaka navneteweyî dike da ku berpirsîyarîyên xwe bigire ser milên xwe û biryarên girtî pêk bîne ji bo avakirina dewleteka filistînî ya World Bank (bankaya Cîhanê) û IMF (Fona Pereyan ya Navneteweyî) mimkinbûna wê piştrast dikin.

Belkî ya herî balkêş e ku cara yekem e Ebbas dibêje, yekane rêya aştîyê ew e, "divê berî her tiştî li ser fikra şermezarkirina kolonîzekirinê bi rêya bicihkirina malbatên ji etnîsîteyeka din, divê were cezakirin û boykotkirin da ku bi temamî were rawestandin". (7) Di vê çarçoveyê de weha dîyar e ku wî banga civaka sîvîl a filistînî ji bo boykot, destûrnedan û cezakirina Îsraîlê bihîstîye. Ew ji dubarekirina xwe ya 2011an ya dilsozîya filistnîyan bi têkoşîna zexm û bê şidet wêdetir çû.

Tu bi ku ve diçî ?

Pirsa hê divê bersiva wê were dayîn ev e, çi fêdeyên siyasî yên serlêdana li RNYyê hene ji bo Rêveberîya Neteweyî ya Filistînî û gelo ew dê kîjan rêyên fermî bi kar bîne ji bo bike ku RNY biryara cezakirina navneteweyî ya Ȋsraîlê bide? Wisa xuya ye ku filistînîyên herêmê ev erk dane rêveberîya xwe. Hilbijartinên şaredarîyê yên di çirîya paşîn de li Şerîa Rojavayê li dar xistî, piştrast kirin ku rewabûna El-Fetîhê kêm dibe; li bajarên mezin wekî Nablus, Ramallah û Jenin bi ser ket bi namzedên serbixwe. Dîsa jî hejmara bilind a dengdana di hilbijartinan de nîşana biryardarîya fîlîstinîyan e ji bo mafên xwe yên azadî û rûmetê biparêzin, projeyeka dewletbûnê hebe jî tune be jî.

*Zanîngeha Massachusetts li Bostonê

(1) Leila Farsakh, Searching for the Arab Spring in Ramallah / Lêgerîna li Bihara Erebî li Ramallahê, Jadaliyya magazine at http://www.jadalîyya.c.jadalîyya.com/pages/index/4438/searching-for-the-arab-spring-in-ramallah

(2) Binêre li Karma Nabulsi, "The single demand that can unite the Palestinian people / Yek daxwaza ku dikare filistînîyan bike yek", The Guardian, 28ê Adara 2011an, Maan, "Youth Gather for Global Meet on PLO Elections / Ciwan ji bo serferberîya giştî ya ji bo hilbijartina Rêxistina Rizgarîya Filistînê dicivin) 9ê kanûna paşîna 2012an li ser malpera http://www.maannews.net/eng/ViewDetails.aspx?ID=451284 û https://www.facebook.com/events/129824823801784/

(3) Binêre li danezana El-Herake El-Şebabî û li PNGOFê di 24ê kanûna paşîna 2012an de weşandî li ser malpera http://www.facebook.com/Herak.Shababi û palestiniansfordignity@gmail.com

(4) Axaftina Mahmûd Ebbas li Civata Giştî ya RNYyê 23yê îlona 2011an li ser malpera http://www.haaretz.com/news/diplomacy-defense/full-transcript-of-abbas-speech-at-un-general-assembly-1.386385.

(5) Axaftina Mahmûd Ebbas li Civata Giştî ya RNYyê 27 îlona 2012an li ser malpera http://english.wafa.ps/index.php?action=detail&id=17480

(6) jêdera li jor navbirî.

(7) jêdera li jor navbirî.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawiya