Dema ku Fransayê piştgirî dida zordarîya li Tûnisê girseyê Michèle Alliot-Marie bi xwe re bir

Translator

11ê çileya 2011ê, nerazîbûna xelkê gihîştibû bajarê Tûnisê û wezîra karên derve ya fransî, Michèle Alliot-Marie, li ser dika Meclîsa neteweyî ev pêşniyaz derbirî: bi saya serê "jêhatîbûna li cîhanê navdar a hêzên ewlehîyê [yên fransî]" çareserkirina pirsgirêkê. Vê hevokê li çar hêlên dinyayê deng veda û heta li Quai d'Orsay jî [avahîya wezareta karên derve ya fransî], bûye sedema rexneyên berfireh. Bê guman, di kêlîyekê de ku hikûmeta tûnisî li xwe mikûr hat ku ji destpêka pevçûnan ve polîsê wê 21 sivîl kuştin (li gor sendîkayan, ev hejmar gihîşt 50 kesan (1), pêşniyazkirina hevkarîyeke xurtkirî, çewtîyeke siyasî ye. Lê belê, wezîr jidil bû: di navbera kanûna 2010ê û çileya 2011ê de, çar kargoyên materyalên ewlekarîyê; kinc, alavên xweparastinê û gaza çavsoj, bi destûra hikûmeta fransî jiTûnisê re hatin bi rê kirin.

Pêleke din a şoreşger

23yê hezîrana 1952yê: Li Misirê, Efserên Azad ên di bin rêveberîya Cemal Abdul Nasir de, li Qahireyê desthelatê bi dest dixin.

1ê çirîya paşî ya 1954ê: Li Cezayîrê, destpêka şoreşa cezayîrî.

Nîsana 1955ê: Konferansa Bandoengê dibe helkefta pêkhatina Bêalîyan.

Adara 1956ê: Li Urdinê, fişara neteweperwer dike ku generalê îngilîz Glubb Paşa yê artêşê bi rê ve dibe, bê verê kirin. Fas û Tûnis ber bi serxwebûnê ve diçin.

26ê tîrmehê: Li Misirê, Nasir şirketa kanala Suezê dike malê dewletê; çirîya pêşî-çirîya paşî: Êrişên tund ên bersivdayînê ji alîyê Îsraîl, Fransa û Brîtanyayê ve.

1958: Reşeme. Avakirina Komara Erebî ya Yekbûyî yekîtîya Misir û Sûriyeyê. 14ê tîrmehê: Ketina monarşîya Îraqê; dûre mudaxeleyên "tedbîrî" ji Brîtanyayê li Ûrdinê, û ji DYAyê li Beyrûdê.

Çirîya pêşî ya 1959ê: Yekemîn kongreya Fetahê ku li Kuwêtê hate ava kirin.

Eylûla 1962yê: Xistina Emîrî li Yemena Bakûrî.

Adara 1963yê: Partîya Be'es li Şamê bi kûdetayê desthelatê bi dest dixe.

1964: 13-17ê çileyê: Yekemîn civîna bilind a serokdewletên ereb li Qahireyê.

29ê gulanê: Avakirina Rêxistina Azadîya Filistînê.

1ê çileya 1965ê: Yekemîn çalakîya leşkerî ya Fetahê li dijî Îsraîlê.

Hezîrana 1967ê: Têkçûna Ereban li hember Îsraîlê.

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn

Ev danûstandin di çarçoveya rêûresmeke dûvdirêj a hevkarîya polîsî de pêk tên, ku îroj li Birêveberîya Hevkarîya Navneteweyî (DCI) ya wezareta karên hundir tê meşandin -ev bixwe encama lihevkirina Beşa Hevkarîya Teknîkî û Navneteweyî ya Polîs (SCTIP) û birêveberîya alîkar a Hevkarîya Navneteweyî ya Cendirmeyê Neteweyî ye. Du sed û pencî "cîgirên parastina hindûr" (polîs û cendirme) li 93 balyozxaneyan cih digirin û li 153 welatên cihê dixebitin. Ji bilî roleke navberkarîya li nav servîsên fransî û hevpîşeyên wan ên biyanî, ew tevlî perwerdekirina polîsên xwecihî dibin û "di warê materyalên ewlekarîyê de, pêşxistina pîşesazîya fransî (2)" jî digirin ser milê xwe. Jixwe, para mezin a vê bazarê di destê fîrmaya fransî ya îxracatê ya wezareta karê hundir (SOFREMI) de ye. Sala 2003ê, li cîhanê, Afrîkayê % 23yê hejmara kiryarên "teknîkî" yên Fransayê pêk dianî. Li Afrîkaya Bakûr û Rojhilata Navîn jî, ev rêje % 15,79 bû. Ji 1526 kiryarên hevkarîyê, % 15,14 di warê "ewlekarîya giştî" de bûn. (3)

Ji ber dîroka xwe ya şoreşger û protestoxwaz Fransa di vî warî de xwedî tecrubeyeke berfireh e. Artêş tradîsyonel ji bo kontrolkirina "hestên gelî" bi kar dihat. Lê belê, bikaranîna leşkerên giraneçek û bêtecrube (qet nebe ji bo karên bi vî rengî), tim bi ziyana xwepêşandêran bi dawî dihat, ku di hin hal û rewşên siyasî de, hikûmet jî dixistin rengavîyeke giran. Bi vî rengî, piştî ku komarxwaz di dawiya sedsala 19ê de bûn desthilatdar û mafên civîn, xweîfadekirin û avakirina komeleyan hatin zêdekirin, êdî zehmet bû ku dewlet weke berê şideteke kor bi kar bîne (weke mînak di dema tepisandina „rojên hezîranê" yên sala 1848ê de).

Sedemeke ji vê jî xurttir ew e, artêş êdî ne artêşeke profesyonel bû û rîskên rasteqîn hebûn ku hin lîwayên vê artêşa askerîyê dê serê xwe hildaya, weke sala 1907ê, li Narbonne û Béziersê qewimîbû, piştgirîya xwepêşanderan bikira.

Cendirmeyên seyar, hêzeke ku bi taybetî ji bo ewlekarîyê sazkirî û perwerdekirî bû, wisa sala 1921ê ava bû; herweha, 1944ê, liqên komarparêz ên ewlehîyê (CRS), ji nav polîsê neteweyî derêxistî, lê zêde bûn. Bi pêşxistina van jîrîyan re, dabeşkirineke zelal a muxelîfan li reqîb û dijminan derdikeve holê. Divê yên pêşî li cihekî bên vegirtin, kontrolkirin, heta vederkirin jî; her çi yên dawîyê ne, divê ew bên tune kirin (4). Ev bersivên cuda bi awayekî diyar li gor sînorê hundir / derve pêk tên.

Dîsa jî, şerên kolonyal - nemaze li Cezayîrê - wê zor bidana xeta di navbera kiryarên polîsî û leşkerî de, bi taybetî dema operasyonên ku wan ê li nava yan jî li dijî "girseyê" bi rê ve bibirana.

Ji ber vê yekê, artêş wê "dij-subversîyonê" teorîze bike, ku dê ji hêla dîktatorîyên latînî-amerîkî (nemaze li Arjantînê) ve pir bihatana bi kar anîn û îro jî, di stratejîya amerîkî ya li Afganîstanê de xwe dide der. Le belê hilweşîna dîwarê Berlînê, derfet da artêşê ku doktrînên xwe nû bike. Her ku diçû, ew tevlî operasyonên derve yên navberdanînê yan aştîyê dibû û bêhtir bi xelkê sîvîl re rû bi rû dima; lewre jî wê bersiva xwe bixwe ya li hemberî "tevgerên girseyî" pêş bixista ku sala 2001ê bi navê "kontrolkirina girseyan" (5) bû qanûn. Mantiqa wê jî ev e: "Yê ku pir dikare, hindik jî dikare". Senaryoya herî zêde behsa wê tê kirin a xwepêşandaneke aştîyane ye, ku kesên çekdar dikevin nav xwepêşandanê û gulleyan li leşkeran direşînin. Lewre, divê teçhîzata artêşê destûrê bidiyê ku yekser ji rewşekê derbasî ya din bibe (6). Ev têgih bi temamî li dijî têgiha ewlekarîyê ye, ku bi xwe "zêdebûneke gav bi gav a şidetê ye". Ji bo ewlekarîyê, li gor rewşa heyî û pêşketina wê, biryara bikaranîna materyalên cihêreng, tê girtin, ji kumzirxê sade heta bi erebeyên bizirx û her cure alavên xweparastinê jî di nav de.

Tevî hin tiştên ku zû hatin nivîsandin, li ser erdê Fransayê, ev şêwaza kiryarê bi temamî serdest e. Li welatên din rewşên cihê xuya dibin: Her du têgih, li gor deverên bandordarîya artêşê yan polîs û dîroka têkilîyên Fransa û van dewletan, belav dibin. Di mijdara 2004ê de, dema ku artêşa fransî li Peravên Kelbefîlê li ser girseyê gule reşandin, wê bi awayekî xedar nîşan da, ka li wir çareya bijarte kîjan e. Li Tûnisê, weha xuya ye ku Alliot-Marie bêhtir li ewlekarîyê difikirî.

Berevajîya boçûna dabeşkirineke ahengdar a peywirên hêzên ewlekarîyê (hundir/derve, polîs/artêş), evên hanê bi rastî, di paşxaneke kêmkirina budce û personelan de, reqîbên hev in. Sala 1999ê, li Kosovayê alozîya pevçûnên di navbera cendirme û leşkerên artêşa bejayî de - heta hin leşkeran li kolonelekî cendirmeyan jî xistibû (7) -girîngîya berpirsiyarîya xwepêşandanan ji bo van sazîyan baş xuya dike. Her çi pevçûnên 2005ê yên li banlîyoyên fransî derketin, wan hem her du CRS û cendirmeyên seyar kirin bisporên navneteweyî yên ewlekarîyê, hem jî -bi awayekî demkî bibe jî –ew ji siyaseta hikûmetê xilas kirin; hikûmetê plan dikir ku hejmara wan pir kêm bike.

Dîsa jî, mantiqên dijber ên kontrola girseyan û ewlekarîyê digihîjin hev û ew bi tenê weha dikarin bi ser kevin. Jixwe, kontrolkirina tevgerên girseyî yên ku istîqrara rejîman dixin xeterê, ji bo pir rayedaran endîşeyeke domdar e. Ew hê jî ji bêhişîya li tevgerên gelî tê bar kirin, -vê hişmendîyê bi pirtûka Gustave Le Bon a bi navê Psychologie des foules [Psîkolojîya girseyan] (1895) dest pê kir -ditirsin. Ji ber vê tirsê, xwepêşandêr weke hevkarên kaos û bêistîqrarîyê tên hesibandin. Heta li gor gotinên karîkatural ên fîlozofê muhafezekar Hippolyte Taine (1828-1893) mîna "cinawirên xwînmij" jî. Lê xwedêgiravî ev bêhişî, bi tenê ji ber hişmendîyeke dewletê, ya ku dixwaze nîzama civakî ya heyî biparêze, derdikeve holê. Boçûna li ser girseyê jixwe, alîyê siyasî yê muhafezekar ê gelî ne. Li Tûnis û Misirê jî, ev gel li hember desthilatên otorîter û bertîlxur çalak bû -Alliot-Marie jî, bi comerdî piştgirîya xwe pêşkêşî van desthilatan kir.

Çavkanî

Elwis Potier:
Psîkocivaknas, Navenda Lêkolînên li ser Şer û Pevçûnan

  1. Le Monde, Parîs, 16 çîle 2011
  2. Meclîsa neteweyî, "Rapora Agahdarîyê ya li ser Toreya Dîplomatîk û Peywira Balyozan", hjm. 3620, sibata 2002ê ji hêla Yves Tavernier ve pêşkêşkirî
  3. Wezareta Karên Hundir ev reqem li Meclîsa Neteweyî pêşkêş kirin (Rojnameya fermî ya 19ê cotmeha 2004ê)
  4. Jixwe, mînakên dijber jî hene, weke xwepêşandana 17ê cotmeha 1961ê li Parîsê. Wê rojê, hêzên polîs bûbûn sedema mirina bi dehan xwepêşandêrên cezayîrî yên aştîxwaz
  5. Ji Pirtûka Destana Demkî ya Bikaranîna Hêzên Bejî ji bo Kontrola Girseyan (TTA 950) ya 8ê tebaxa 2001ê
  6. Bnr: Philippe Leymarie, "Artêş Çawa Xwe ji bo Şerê li Bajaran Amade Dikin", Le Monde diplomatique, adar 2009
  7. Bnr: Le Canard enchaîné, Parîs, 1ê adara 2000ê

Wergera ji fransî: Simko Destan