Dema ku gelê îslandî li hember bankeran deng didin

Laboratuwareke lîberal ku ketiye ber xezeba krîzê
Translator

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, komarparêz ji bo ku budçeya federal kêm bikin têdikosin. Li Portekîzê rayedarên siyasî li hember planên alîkarîya xelasîyê ji bo xweserî û rûmeta xwe bipa-rêzin peymanan çêdikin. Li Yûnanistanê, tedbîrên ji bo plankirina deynan dijminatîyê xurt dike. Îslandî bi referandûmê rêyeke din pêskêsî rayedaran dikin: fatûreya krîzê bisînin ji bo kesên ku bûne sebebê vî karî.

Sêyemîn peymana Icesaveyê, ku di navbera hikûmetên Îzlanda, Hollanda û Brîtanyayê de hatibû muzakere kirin, di 9ê nîsana 2011ê de di referandûmeke neteweyî de bi piranîyeke berbiçav hat red kirin. Sedema redkirinê ji naveroka peymanê zêdetir ji ber têkosînên berfirehtir ên têkilîyên Îzlandayê yên digel Ewropayê bû. Koma ku serkêsîya "Na"yê dikir, piranî ji alîgirên rastgirên tund û herweha ji wan çepgirên tund pêk dihat, ku berîya her tistî dixwest ku pêsî lê bigirin ku Îzlanda tev li Yekîtîya Ewropî bibe. Di nav wan de ew kes jî hebûn ku wan dixwest referandûmê ji bo derbirîna nerazîbûna xwe ya li dij bankeran bi kar bînin, ku ev banker bi deynên xwe yên kêmkirî li derveyî welêt di nav luksê de dijîn û weha xuya dike ku ji berpirsiyarîyên xwe yên ji ber xistina malbat û kargehan a bin deynên giran, rizgar bûne.

Îzlanda bi awayekî mînyatur yek ji pirsgirêkên herî mezin nîsan dide, ku îro hema hema hemû hikûmet rû bi rû ne: Nikarin sektora dezgehan kontrol bikin, ji ber ku di warê darayî de muhtacê wan in.

Di 2007ê de derameda (hatinî) naverastî ya li Îzlandayê di nav 5 deramedên herî bilind ên cîhanê de bû û % 60 ji yê Dewletên Yekgirtî zêdetir bû. Dikanên Reykjavikê tije bi zêrên luks bûn, li hember restorantên wan London erzan dima û makîneyên cîp kuçeyên wê yên teng difetisandin. Li gor lêkolîneke navneteweyî, ku di 2006ê de hatibû encam dan, îzlandî dilsadtirîn gelê cîhanê bûn. (1) Piranîya vê refahê ji ber sê bankayên îzlandî bû, ku pir bi lez mezin dibûn. Van bankayan di 1998ê de wekî karên piçûk dest pê kirin jî, 8 sal bi sûn de ketin nav sê sed bankayên herî mezin ên cîhanê û wan di 2000ê de hebûnên xwe yên malî ji parîteya hêza kirînê (GDP) %100 zêde kir û heta 2007ê gihand % 800ê GDP, ku ev rêje li dû Swîsreyê rêjeya duyem bû.

Deynên wan jî ew qas bilind bûn. Krîzê di dawîya îlona 2008ê de lê xist, ku pistî ´helîna aborî ya Lehman pîyasayên diravî xitimîn û ev yek jî bû sedem ku ew nikaribin deynên xwe pas de bidin. (2) Di nav hefteyekê de, sê bankayên mezin ên Îzlandayê hilwesîyan û dewletê dest danî ser wan. Ew niha tev li komeke kêmtir îhtîsam bûn -Lîsteya Moody (Ajansa derecekirinê ya kredîyan) ev yek di nav 11 hilwesînên herî mezin ên dîrokê de jimart.

Îzlanda mînakeke ‘xwerû’ ya dînamîkên mezintir e ku kemînên qanûnî çêkir û di navbera 1990 û 2000ê de asta hesasîyetên darayî di nav cîhana pêsketî de bilind kir

Îzlanda mînakeke ‘xwerû’ ya dînamîkên mezintir e ku kemînên qanûnî çêkir û di navbera 1990 û 2000ê de asta hesasîyetên darayî di nav cîhana pêsketî de bilind kir. Di destpêka sedsala bîstemîn de, pistî desthilatdarîya bîyanîyan ya ses sed salî, Îzlanda di nav welatên nordîk de wekî civaka herî feodal ma. Masîgirî, çalakîya sereke ya aborîya welêt bû, ku piranîya çavkanîya welêt a bidestxistina pereyên bîyanî pêk dianî û dihist ku sektoreke bazirganîyê mezin bibe, ku xwe dispêre îthalatê. Vê yekê bi dorê re çalakîyên aborî yên bajarî afirandin: Avadanî, xizmetguzarî û endustrîya sivik.

Pistî Duyemîn Serê Cîhanê aborîya îzlandî ket nav pêvajoyeke mezinbûneke hêzdar. Ev yek encama serhevdeya hin faktoran bû: Alîkarîya Plana Marshallê, ku pistî avabûna baregeheke leskerî ya US-NATOyê li vî welatî hat; îxrackirina malên tîcarî bi mîqdarên zêde -masîyên ava sar- ku di nav taleban de xwedî deramedeke guherbar e; û civakeke piçûk, ku piranîya wan xwenda ne û xwedî nasnameyeke hêzdar a neteweyî ne.

Her ku Îzlanda dewlementir bû, bi awayekî paralel digel sîstema îskandînavyayî ji xwe re dewleteke refahê ava kir, ku debara wê li ser bacê ye û heta salên 1980yê Îzlanda gihîst him ast û him jî belavkirina deramedê ya bi qasî asta naverast a welatên nordîk. Lê belê ew dîsa jî li gor cîranên xwe yên ewropî kontroldartir û misterîperwertir ma; olîgopolîya herêmî him desthilatdarî û him jî aborî xist bin kontrola xwe -û ew sînordar kirin-.

Ji deh salên pêsîn ên pistî Duyemîn Serê Cîhanê û pê ve, komeke 14 malbatî, ku wekî axtapot tên nasîn, elîta desthilatdar a aborî û siyasetê pêk anîn

Sedemên vê berjêrçûnê dikare ji avabûnên hêzdarîyê yên nîv-feodal ên sedsala 19emîn heta kapîtalîzma modern a îzlandî ya nîvê duyemîn ê sedsala 20ê bê dîtin. Ji deh salên pêsîn ên pistî Duyemîn Serê Cîhanê û pê ve, komeke 14 malbatî, ku wekî axtapot tên nasîn, elîta desthilatdar a aborî û siyasetê pêk anîn û dirûv da veguherîna aborî. Herweha sektora îthalatê, naqlîyatên bin kontrola axtapotê, bankasazî, sîgorta, masîgirî û pêdivîyên baregeha NATOyê jî. Zêdeyî pêncî salan, siyasetmedarên sereke yên îzlandî ji van malbatan derketin. Malbatên wan wekî saltanatekê jîyan.

Axtapotê, partîya rastgir a bi navê Partîya Serxwebûnê kontrol dikir, ku wan jî çapemenî kontrol dikir û karmend, polîs û dadger û dozgerên payebilind dest nîsan dikirin. (3) Bankayên herêmî (ku dewlet xwedîya wan bû) li jêr bandora partîyên mezin dihatin bi rê ve birin. Xelkê asayî diviyabû ku bi riya karmendan kredî bistînin daku pê mekîne, yan jî dovîzan bikirin ku ji bo tatîlê pê herin derveyî welêt. Torên hêzê digel zordestî, rûn sewitandinê û nebûna bawerîyê re tev li hev bûbûn û ketibûn nav çandeke zilamî, ku hêzdarbûna destê rast ê bi pirç a kesekî pîroz dikir. Ev rews ji Sovyeta berê pir cudatir nebû.

Di dawîya salên 1970yê û di destpêka salên 80yê de komeke neolîberal a bi navê Koma Lokomotîf li hember vê pergala keleporî derket. Ev kom cara pêsîn di destpêka salên 70yê de, dema ku hin xwendekarên zanîngehê yên besên hiqûq û birêveberîya kargehî ya rojnameyeke bi navê Lokomotîf girtin ser xwe û hatin cem hev daku pistgirîya bazara serbest bikin -û ne tenê ew be jî wan herweha xwest ku ji xwe re derfeta kar vekin, di sûna ku li benda patronên ahtapotê bisekinin. Bi dawîlêhatina Serê Sar, ji ber ku komunîst û demokratên sosyal pistgirîyên xwe wenda kirin, wan rewsa xwe him ji hêla maddî û him jî ji hêla îdeolojîyê ve hêzdartir kir. Davíð Oddsson, ji Partîya Serxwebûnê ku dê pasê bibûya serokwezîr, yek ji endamên çalak ên vê komê bû.

Oddsson ku di sala 1948ê de ji dayîk bû, ji malbateke çîna naverast dihat û di sala 1974ê de ji Partîya Serxwebûnê wekî encumenê saredarîya Reykjavik hat hilbijartin; ew heta 1982yê wekî saredarê Reykjavikê ma, wî serkêsîya kampanyaya arizîkirinê dikir -ku kestîyên masîgirîyê yên saredarîyê jî arizî kirin- û heval û hogirên wî yên Lokomotîfê ji vê arizîkirinê sûd wergirt. Di 1991ê de Partîya Serxwebûnê li jêr serokatîya Oddsson di hilbijartinên gistî de bi ser ket. Wî pasê wekî serokwezîr 14 salan hikum kir -peyva hikumdarîyê mubalaxa nîne- û wî mezinbûna sektora darayî ya îzlandî ji berê de dît û di 2004ê de xwe kir mudîrê Bankaya Navendî. Wî hemû jîyana xwe di siyaseta îzlandî de derbas kir, û der barê dinyaya derveyî Îzlandayê de, ne xwedî tecrube, ne jî xwedî baldarîyê bû. Geir Haarde hamîyê koma wî ya Lokotomotîf, Wezîrê Darayî ji 1998 heta 2005ê, pistî wî bû serokwezîr.

Landsbanki ji asîlzadeyên Partîya Serxwebûnê re, Kaupthing jî ji hevpayeyên wan ên Partîya Navendî re û hevparên wan ên koalîsyonê re hat terxan kirin

Lîberalkirina aborîya Îzlandayê di 1994ê de dest pê kir, pistî ku tev li Herêma Aborî ya Ewropî bû -bloka tîcareta serbest a welatên Yekîtîya Ewropî û Îzlanda, Liechtenstein, Norwecê- û astengên li pês çûnûhatina pere, mal, xizmet û mirovan a ji sînoran re hatin rakirin. Hikûmeta Oddsson wê demê dest bi bernameya firotina hebûnên malî yên dewletê kir û kargerî jî ji kontrolê derxist.

Lê belê heta dawîya salên 1990ê sektora malî piçûk ma û piranî ji wan bankayan pêk dihat ku xwedîyên wan dewlet bû. Arizîkirin di 1998ê de dest pê kir û bi sêwaza pêskêskirina bi nas û dostan a Oddsson û Halldór Ásgrímsson, yê serekê Partîya Navendî, hat bi rê ve birin: Landsbanki ji asîlzadeyên Partîya Serxwebûnê re, Kaupthing jî ji hevpayeyên wan ên Partîya Navendî re û hevparên wan ên koalîsyonê re hat terxan kirin; lê belê teklîfên ji bîyanîyan li derve hatin histin. Pasê, Glitnir, bankayeke taybet, ku pistî firotinê ji çendîn bankayên din ên piçûk pêk dihat, tev li koma sê bankayên herî mezin ên Îzlandayê bû.

Di destpêka mîllennumê de, di fînansa navneteweyî de bi alîkarîya du sertên gerdûnî cosîya.-bi bolvirîya kredîya erzan û gera serbest a sermîyanê- û herweha ji ber sê sertên nav welêt: Pistgirîya hêzdar a sîyasî ji bo bankayan, bankagerîya perexistinê, ku digel bankagerîya bazirganî peyda bû û ya pêsîn ji wan garantîyên ku hikûmetê ji bo ya pasîn dabûn, sûd wergirt; û deynên hindik ên neteweyî, ku di hemû îthalatan de bi kêrî bankayan dihat, ku ji dezgehên navneteweyî ya derecekirina kredîyê puanên bilind bistînin. Vê yekê rewsa piranîya hîsedarên Landsbanki, Kaupthing, Glitnir û sirketên wan ên dîmenî guherandin û deshilatdarîya siyasî ya fînansê jî guherand: Siyaseta hikûmeta wê demê bi fînansê re girêdayî bû.

Oddsson û hevalên wî pasê rê û rêbazên mortgage, ku ji alîyê dewletê ve dihat dayîn, sist kirin û heta ji bo % 90ê buhayê xanîyan deyn dan. Bankayên nû arizîkirî jî ketin nav pêsbirkê daku bi sertên comerdtir kredî bidin. Li gor wê stratejîyê, ku armanca wê ew bû ku Îzlandayê bike navendeke fînansa navneteweyî ya bacên kêmkirî, baca deramedê û baca nirxê-lê-zêdekirî (BNC) hatin daxistin. Dînamîkên nepox zûka bandor kir.

Piranîya vê yekê aborîya ‘Ponzi’ (Zîncîra Seadetê) bû, ku tê de deyn dikaribû bi deynkirinên din bê dayin

Elîta Bankagerên Îzlandayê li nepoxan siwar bûn daku mulkiyeta xwe ya li ser aborîya welêt berfirehtir bikin û him bi hev du re ketin nav reqabetê û him jî hevkarîya hev kirin. Wan hiseyên xwe wekî temînat nîsan dan û bi vî awayî ji bankayên xwe deynên mezin stendin û buhayên hiseyan nepixandin. Ji rêveberên xwe re gotin ku li gor vê yekê tev bigerin. Wan heman wezîfe sepand misterîyên xwe jî, ku di nav wan de bankayên din jî hebûn. Bankaya A deyn da hisedarên Bankaya B, ku wan jî wekî temînata li hember hiseyan bêhtir hiseyên B kirîn û buhayên hiseyên B bilind kirin. Di dawîyê de Bankaya B qencîya hisedarên Bankaya A bê bersiv nehist. Encama askere ew bû ku buhayê hiseyên her du bankayan zêde bûn, bêyî ku deramedeke nû bê nav dexîlê. Wan herweha deynên xwe yên li cem hev du ji bo (pereyê rastîn) deynên ji bankayên derveyî welêt wekî temînat nîsan dan.

Piranîya vê yekê aborîya ‘Ponzi’ (Zîncîra Seadetê) bû, ku tê de deyn dikaribû bi deynkirinên din bê dayin; piranîya wê jî xwe dispart sermîyana sexte, ku ev yek jî encama manîpulasyona îllegal a pîyaseyan bû. Lê belê bêîstîqrarîya pêvajoyê hat vesartin, ku bankayan li deverên wekî Luksemburg, Girava Manê, Giravên Virgin ên Brîtanyayê û hetta li Kubayê jî sirketên birqokî yên hevbes ên wekî çerxîfelekê ava kirin, ku van sirketan hiseyên hev du kirîn û bîlançoyên hev du bilind kirin.

Bolvirîya kredîyan bû sedem ku xelk rizgarbûna xwe ya ji dehsalên berê, ku tê de dereceya kredîyan bi riya têkilîyên sîyasî diyar dikirin, bi sahîyên musrîf pîroz bikin. Vê yekê hist ku xelk xwe dawîya dawî wekî ‘mirovên serbixwe’ bibîne,-ku ev yek dikare dereceya wan a ‘dilsadtirînên cîhanê’ rave bike.

Bi van riyan vê girava biçûçik Îzlanda karibû bikeve nav koma bankayên mezin. Xwedî û rêveberan xwe li ser tarîfeyeke fireh, ku heta wê demê ew qas fireh nehatibû dîtin, xelat kirin û bankayên xwe ji nav de sêlandin. Her ku ew dewlementir bûn, wan pistgirîya siyasî wergirt; gelek kesan bawer dikir ku li cem wan destê zêrîn ê Mîdasê heye. Jetên wan ên taybet, ku li balafirgeha Reykjavikê datanîn û jê radibûn, ji bo xelkê tebeqeya nizim, ku dilê wan dibijîya hiseyan û hesûd dibûn, delîlên dîtbar û bihîstbar bûn. Ji ber polîtîkayên hikûmetê, ku barê bacdayînê bir ser nîvê gelheyê, ku xizan bûn, neyeksanîya deramedê û dewlemendîyê zêde bû. Li ser vê jî bankeran pistgirîyên malî dan partîyên deshilatdar û deynên qirase jî dan siyasetmedarên sereke. Wall Street Journal jî sampîyona serkês a pîyasaya serbest a Îzlandayê askere kir, ‘ceribandinên Oddsson ên digel polîtîkayên lîberal çîroka herî serkeftî ya cîhanê ye.’ (4)

Lê belê, di destpêka 2006’ê de di çapemenîyê de sebaret bi îstîqrara bankayên mezin endîse derketin ser rûyê avê, ku ev banka di pîyasayên diravî de, di warê peydakirina fonan de bi pirsgirêkan re rû bi rû diman (ku modela wan a karsazîyê xwe dispart vê pîyasayê.) Lihevderneketina budçeya Îzlandayê, ku di sala 2003ê de % 5ê GDPyê bû, di sala 2006ê de firîya % 20ê û gihîst yek ji astên herî bilind a cîhanê. Borsaya qiymetên menkul di navbera 2001 û 2007ê de neh caran zêde bû. Xebatên Landsbanki, Kaupthing û Glitnir bi ser kapasîteya Bankaya Navendî ya Îzlandayê ketibûn, ku wan wekî denydarê herî dawî hewl didan ku xwe xelas bikin; lê belê jê girîngtir, berpirsiyarîya wan ya rasteqîn bû, piranîya hebûnên wan ên malî nediyar bûn û rêjeyeke bilind a her duyan jî ji ser pereyên bîyanî hatibûn girêdan. Di sibata 2006ê de Fitch rewsa Îzlandayê ji seqemgîrîyê ber bi nerênî ve kisand. Ev yek ‘krîza piçûk’ a sala 2006ê da dest pê kirin: Buhayê Krónayê (pereyê îzlandî) ji niska ve ket, berpirsîyarîya qiymetên bankayan, ku ji ser pereyên bîyanî bûn, zêde bû, seqemgîrîya deynên ji ser pereyên bîyanî bûn pirsgirêkên ‘dewletî’, borsa ket û temerrudên karsazan bilind bûn. Danske Bank a Kopenhagenê ev yek wekî ‘çavkanîyeke germavê’ ku dike biteqe, bi nav kir. (5)

Di gulana 2006ê de IMFê raporeke gelek fikarbar sand hikûmetê, lê belê versîyona çapemenîyê gelek siviktir û nermtir bû. Di rapora xusûsî de lihevderneketinên budceya Îzlandayê wekî ‘hejînok’ (fikarbar) dihat bi nav kirin, lê di versîyona çapemenîyê de ‘berbiçav’ hatibû bi nav kirin. Banker û siyasetmedarên îzlandî ji ber nezanîya xwe pir guh nedan krîza piçûk ya 2006ê. Bankaya Navendî ya Îzlandayê daku rezervên pevguhertinê yên bîyanî du qat bike deyn stend, û hevdem Odeya Karsazan, ku helbet ji alîyê heval û nûnerên Landsbanki, Kaupthing, Glitnir û sirketên wan ên kêlekê ve dihat bi rê ve birin, dest bi kampanyaya Public Relations (Têkilîyên digel Gel) kir. Odeya Karsazan 135.000 dolar dan aborînasê diravî yê amerîkî Frederic Mishkin daku navê xwe bi deyn bide raporekê ku piranî ji alîyê aborînasên îzlandî ve hatibû nivîsandin û tê de radigihand ku bankayên îzlandî bi îstîqrar in. (6) Odeyê herweha 58,000£ dan aborînasê Dibistana Aborîyê ya Londonê Richard Portes daku li ser raporekê, ku piranî ji alîyê aborînasekî din ên îzlandî ve hatibû nivîsandin, heman tistî bike. Ekonomîstê alîgirê arzê Arthur Laffer di dawîya 2007ê de garantî da koma karsazên îzlandî ku mezinbûna bi lez a aborîyê digel lihevderneketina budçeyê û nepixîna deynên derveyî welêt nîsaneya serkeftinê ne: ‘Îzlanda divê ji dinyayê re bibe mînakek.’(7) Buhayên hebûnên malî yên bankayan di vê qonaxê de dora 8 caran zedêyî GDPya Îzlandayê bûn. Di hilbijartinên gulana 2007ê de, Hevgirtina Sosyal Demokrat (SDA) (8) digel partîya domînant, Partîya Serxwebûnê, re ket koalîsyonê. Digel matmayîna alîgirên xwe, serekên SDAyê sozên xwe yên berîya hilbijartinan avêtin derekê û wan pistgirî da berfirehbûna sektora fînansê, ku berdewam dikir.

Çareserî: Riyeke nêdîtî ji bo xwe gihandina pereyê neqt (lîkîdîte) bêyî ku hebûnên rastî (aktîfên reel) wekî temînat bên nîsan dan

Ew di krîza piçûk ya 2006ê de hilnewesîyan, lê belê Landsbanki, Kaupthing û Glitnir berdewam bi tengasîyan re rû bi rû man ku bikaribin pereyan peyda bikin daku ji bo kirîna hebûnên xwe yên malî fonê bibînin û deynên xwe bidin, ku piranîya wan ji ser pereyên bîyanî hatibûn hesab kirin. Bankayan daku pirsgirêkê çareser bikin, du rêbaz kifs kirin. A yekemîn, ku serkêsîya wê Lansbanki dikir, Icesave bû, xizmeteke li ser Înternetê ku mebesta wê ji bankayên din kêmtir bi pêsnîyarkirina rêjeyên cazibtir ên faîzê berhevkirina deposîtên firotina perakende bû. Icesave, ku di cotmeha 2006ê de li Brîtanyayê hat dest pê kirin û 18 mehan bi sûn de jî li Hollandayê, bala malperên fînansê yên Înternetê yên ‘best buy’ (kirîna herî erzan) kisand û di demeke kurt de depozîto bi ser re çûn. Bi dehan mîlyon pound ji Zanîngeha Cambridge, ji Mudiriyeta Emnîyetê ya Londonê û hetta ji Komîsyona Venihêrtina Malî ya Brîtanyayê, ku karê wan çavdêrîya fonên rêvebirîyên herêmî ye û herweha ji bi sed hezaran takekesan hatin (Bi tenê li Brîtanyayê 300.000 depozîtorên Icesave hene).

Dema ku hejmarên li ser ekranên komputurên wan weha bilind dibûn, xebatkarên Landsbanki bixwe jî bi talîha xwe ya bas bawer nedikir. Ev hatina pereyan hist ku banka deynên xwe bide û bêhtir hebûnên malî bikire. Rastîyek hebû ku dezgehên Icesaveyê ji hêla hiqûqî ve wekî ‘sirketên têsik’ wekî ‘saxan’ hatibûn ava kirin û diviya li jêr çavdêrîya karbidestên îzlandî de bin, ne ya sirketên xwe. Lê belê tu kes lê hay nebûbû ku ajansa aranjekirinê ya îzlandî, dergevanê avahîyê jî tê de, bi tenê xwedî 45 xebatkaran bû, ku piranîya wan li wê derê staj dikir ku tev li bankayekê bibin. Tu kesî ew qas fikar nekir -ji ber mukellefîyeta Îzlandayê yên wekî endameke Hêrêma Aborî ya Ewropî ji bo tarîfeya sîgortaya despozîtoyan- heger pirsgirêkek derketaya gelheya wê ya 320.000 kesan dê ji bo tazmînata depozîtorên derveyê welêt berpirsîyar bibûya, her çend hisedarên Landbaski sûdên waadeyên kurt bi dest xistibûn jî.

‘Çareserîya’ duyemîn ji bo tengezarîyên bankayên îzlandî, ku di peydakirina fonan de rû bi rû diman, wekî ‘nameyên evînîyê’ derket pês -rêyeke nêdîtî ji bo xwe gihandina pereyê neqt (lîkîdîte) bêyî ku hebûnên rastî (aktîfên reel) wekî temînat nîsan bidin. Her sê bankayên mezin ji ber ku kapasîteyên xwe yên deynstendinê ya ji Bankaya Navendî ya Îzlandayê tije kiribûn, senedên deynan, ku di destê wan de bûn, dê bifrotana bankayên herêmî yên piçûtir, ku wan jî ev sened bibirana Bankaya Navendî û bêyî ku temînateke din nîsan bidin, li dij wan ji Bankaya Navendî pere deyn bikirina; pasê jî bi deyn bidana bankayên mezin, ku sened jê derketibûn. Ev sened di bazirganîyê de pir bi lez wekî ‘nameyên evînîyê’ hatin bi nav kirin -di wateya bi tenê soz dayînê de. Van bankeyan pasê ev pêvajo kir navneteweyî. Bi xêra budçeyên xwe yên ‘hêzdar’ her sê bankayên mezin li Luksemburgê sirketên piçûktir ava kirin û ev ‘nameyên evînîyê’ firotin wan. Van sirketên piçûk jî name firotin Bankaya Navendî ya Luksemburgê yan jî Bankaya Navendî ya Ewropî û beramberî wan pereyê neqt stendin, ku dikaribûn vî pereyî bisînin bankayên dayîk ên li Îzlandayê, yan jî bixwe bi kar bînin. Di navbera sibat û nîsana 2008ê de, deynê Kaupthing û Glitnir, ku ji Bankaya Navendî ya Luksemburgê stendibûn, gihîst 2.5 mîlyar €; heta dawîya hezîranê 2 mîlyar €yê din jî li ser miqdarê zêde bû. Helbet diviya bû ku tu bankayên navendî -ne ya Îzlandayê, ne ya Luksemburgê ne jî ya Ewropî- ji ber girêdana van bankayan a bi hev du re, deynên bankayeke îzlandî ji bo deynkirina bankayeke din wekî temînat qebûl nekirina. Bi awayekî berbiçav, herî kêm yek ji van bankayên mezin, Glitnir, ji bo senedên xwe ji ajanseke derecekirinê ya kredîyan a li DYê dereceya AAA stendibû, ku ev derece ji ya Îzlandayê bixwe jî bilindtir bû.

Pasê króna ket û wekî kevirekî noqî avê bû

Hilwesîna bankayên îzlandî du hefte pistî hilwesîna Birayên Lehman pêk hat. Roja 29ê îlonê, Glitnir muracaetî mudîrê Bankaya Navendî Oddsson kir û ji bo pirsgirêka xwe ya lîkîdîte, ku her ku diçû mezintir dibû, alîkarî xwest. Daku bi-xwe-ewlebûnê dubare peyda bibe, Oddsson ferman da Bankaya Navendî ku % 75ê hiseyên Glitnirê bikire. Vê yekê bandor li bilindbûna Glitnir nekir, lê belê li qelskirina pêewlebûnê ya li Îzlandayê kir. Dereceyên welêt ser û bino bûn û xetên qedemeyê yên kredîyê yên Landsbanki û Kaupthing hatin vekisandin. Reveke ber bi saxên Icesaveyê ya li derveyî welêt dest pê kir. Pistî ku hilwesînê leza xwe zêde kir, di cotmeha 2008ê de Oddsson bi hemleyekê pereyê króna di nav pereyan de nêzî buhayê wê ya berîya krîzê sabît kir. Di rewseke weha de, ku pereyê welêt ji zû de têk çûbû, rezervên pevguhertînê ya dovîzan qedîyan û êdî di kontrola wan de tu sermîyan nemabû. Sabîtkirina buhayê pere bi tenê çend saetên ticarî dom kir. Dibe ku ev yek di dîrokê de kurttirîn sabîtkirina buhayê pere bû, lê belê demeke bi têra xwe dîrej bû, ku heval û hogirên wî krónayên xwe bi buhayên bas bifirosin. Çavkanîyên navxweyî diyar dikin ku bi mîlyaran pere di nav van saetan de ji króna revîyan. Pasê króna ket û wekî kevirekî noqî avê bû. Di 8ê cotmehê de Gordon Brown zor da ku hebûnên Landsbanki yên li Brîtanyayê li jêr qanûnên li dij terorê yên New Labour bên cemidandin. Borsa, bonoyên bankayan, buhayên xanîyan û derameda naverast dest bi ketina serbest kir.

Hikûmet ji hev bela dibe

Di Cotmeha 2008ê de IMF hat Reykjavikê daku programekê ji bo xilasbûna ji krîzê amade bike. Pistî Brîtanyayê ya sala 1976ê, ev cara pêsîn bû ku IMF ji bo rizgarkirinê bo welatekî pêsketî hatibû vexwendin. IMFyê bi sert deynekî 2.1 mîlyar dolaran pêsnîyar kir daku krona bigihîje îstîqrarê û daku pistgirî bide daxwazên hikûmetên Brîtanya û Hollandayê, ku divê Îzlanda mukellefîyetên xwe yên ji ber tarîfeya garantîya depozîtoyan bi cih bîne û ji ber ku wan depozîtoya Icesaveyê bi kefalet serbest berdane, tazmînatê bide wan. Gelheya sakîn ku bi xerîtanê re bi rê ve diçû, bi hêrseke mezin li hember vê yekê rabû û herçend wezîrê kar û barên derve yê SDAê Gísladóttir jî hat guman kirin ku lewîtîye jî, nemaze li dij Haarde, Oddsson û heval û hogirên wan ên Partîya Serxwebûnê xwepêsandanên protestoyî li dar xistin. Di rojên semîyê yên sar û qerisî de pistî nîvroyan bi hezaran kes ên ji her temenî li mezintirîn qada Reykjavikê hatin cem hev. Xwepêsandanan mil bi mil parlamento di nav daîreyekê de dorpêç kir û xwest ku hikûmet dest ji kar bikisîne û mast û fêkî avêtin avahîyê.

Heta îro hikûmeta Îzlandayê tenha hikûmet e ku ji ber krîza malî îstîfa kiriye

Di dawîyê de, di sibata 2009ê de, koalîsyona IP-SDA ji hev ket. Heta îro, hikûmeta Îzlandayê tenha hikûmet e ku ji ber krîza malî îstîfa kiriye. Îzlanda herweha tenha welat e ku pistî îlona 2008ê bi tûjî ber bi çepgirîyê ve çû. Pistî ku Partîya Serxwebûnê bi gistî îtîbara xwe wenda kir û di hilbijartinan de gelek li dû SDA û Tevgera Çepgir-Keskan de ma, ku nû bûbû populer, di sibata 2009ê de hikûmeteke demkî ya SDA-LGM hat ava kirin daku heta hilbijartinên nîsanê welêt bi rê ve bibe. Herçend sîstema hilbijartinê bi awayekî askere di lehê wan de bû jî di hilbijartinan de hejmara kursîyên Partîya Serxwebûnê ket 16an, ku ev yek ji damezirandina wan a sala 1929ê ve xerabtirîn encam bû.

Hikûmeta SDA- LGM li jêr fisareke tund de bû ku deynên Icesaveya rûxandî bide, wekî ku hikûmetên Brîtanya û Hollandayê daxwaz dikir; piranîya deynê ku ji alîyê IMFyê ve hatibû dayîn heta ku Reykjavik sertên wan qebûl kir, nehat berdan. Hikûmeta nû herweha di warê muraceata endametîya gistî ya Yekîtîya Ewropî û Eurozoneyê de di nav xwe de li hev nedikir, -SDA bi tundî pistgirîya endametîyê dikir. Pistî muzakereyên dûr û dirêj, hikûmetê di cotmeha 2009ê de sertên ku wan ji bo pas de dayîna deynê Icesaveyê qebûl kirine, pêskêsî parlamentoyê kir: 5.5 mîlyar Euro, an ku % 50yê GDPya Îzlandayê, di navbera 2016 û 2023ê de dê bidana xezîneyên Brîtanya û Hollandayê.

Di hundirê LGMê de hin problem hebûn, -Wezîrê Tenduristîyê yê Partîyê wekî prostesto dest ji kar kisand û 5 dijberan jî red kir ku digel hikûmetê deng bidin. Li hember nerazîbûnên bilind ên li welêt ev belge di 30 berfanbara 2009ê de ket merîyetê. Pistî hefteyekê, di 5ê rêbendana 2010ê de serok Grímsson ragihand ku ji ber rêzgirtina li hestiyarîya li welêt, ew dê qanûnê îmze neke. Dema ku di 20ê adara 2010ê de Icesave bi referandûmekê re ji dengdanê re hat danîn, % 93yê besdaran got Na, kêmtirî % 2yê got Erê. Serekên SDA- LGM jî neçûn dengdanê. Di hilbijartinên saredarîyê ya Reykjavikê ya gulana 2010ê de SDAyê bi % 19ê winda kir. Komedyenek wekî saredarê bajêr hat hilbijartin.

Heta 2011ê pasxistina tedbîrên tasarrûfê yên gistî, bêhnvedanek da aborîya welêt. Heta niha di GDP û kardîtinê de li gor Îrlanda, Estonya û Letonyayê, ku wekî patozê, çavkanîyên gistî dihêrin, ketinên piçûktir rû dan. Rêjeya bêkarîyê, ku di 2006ê de % 2 bû, ji destpêka 2009ê ve di navbera % 7 û 9ê de aliqî; lê belê rêjeya îzlandî û karkerên din ên ewropî (ku pranîya wan polonî ne), ku koçî derveyî welêt kiriye, ji sala 1889ê û vir ve di rêjeya herî bilind de ye. Lê belê, hikûmeta SDA- LGM ji bo sala 2011ê di lêçûnên gistî de tedbîrên tûj ên tasarrûfê ragihandin. Ji bo projeyên nû tu budçeya rêveberîyên herêmî nîne. Nexwesxane û dibistan heqdestan kêm dikin û dest bi ji kar derxistina xebatkaran dikin. Cemidandina li ser dubare bidestxistina xanîyan di dawîya 2010ê de qediya.

Cotmeha 2010ê parlamentoyê biryar da ku serokwezîr Haarde ji ber binpêkirina berpirsîyarên serokwezaretîyê tewanbar bike. Doza li dij wî li Landsdómurê, li cem ‘Dadgeheke Bilind’, ku berê tu caran nikaribû vehewe, derdest e. Sekreterê daîmî yê darayîyê (berê jî endamekî koma Lokomatîf bû) ji ber ku di îlona sala 2008ê de, bi tenê du rojan pistî hevdîtina li ser bankayê ya digel Wezîrê Darayîyê Alistair Darling a li Londonê, di firotina hiseyên xwe yên Landsbanki de agahîyên navxweyî ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîne, ji bo du salan hat ceza kirin. Ji Oddsson hesab nehat pirsîn, lê Bereks di îlona 2009ê de bi gerînendetîya gistî ya Morgunblaðið rojnameyeke mezin a Reykjavikê hat xelat kirin, ku berê jî li cem vê rojnameyê nûçeyên li ser krîzê kontrol dikirin -wekî ku sirovenivîsekê diyar kiribû ku, wekhevîyeke ne ji sedî sed be jî, wekî ku di dema Watergateê de Nixon bibûya edîtorê Washington Postê. (6)

Dezgeha dewletî ya îstatîstîkan, nediwêrî balê bikisîne ser nelirêbûna parvekirina deramedê û serweta neteweyî

Dibe ku hatibe bawer kirin ku wezna piçûk a Îzlandayê wê yekê hêsantir bike ku li hember redkirina hikûmetê ji bo pêsîlêgirtina krîzê nerazîbûn bê nîsan dan, lê weha nebû, berevajîya wê bû. Hikûmeta Oddsson agahî bi tûjî ‘arizî’ kiribû, ku piranîya agahî jî besên lêkolînê yên bankayan a li ser aborî û bendewarîyên wan bixwe dihatin. Enstîtuya Aborîyê ya Neteweyî ya Îzlandayê xwedî îmajeke fikir û ramana serbixwe bû û li hember serokwezaretîyê berpirsîyar bû, rapor wedisandin, ku hikûmet jê nerazî bû û sazgehê di raporan de hisyar dikir ku aborî ber bi xerabbûnê ve diçe. Oddsson di 2002ê de ev dezgeh rakir.

Îstatîstîk, Îzlanda, dezgeha dewletî ya îstatîstîkan, nediwêrî ku balê bikisîne ser nelirêbûna parvekirina deramedê û serweta neteweyî. Zanîngeha Îzlandayê jî serî li ber fisaran danî daku navenda xwe weha bike ku bikaribe debara xwe bi xwe bike -an ku her tim lêkolînên ku jê dihat xwestin encam didan- ku lêkolînên bi encamên li gor daxwazan diwesandin û êdî raporên rexnegir nediwesandin. (helbet mînak dikarin li hin derên din bên dîtin.) Hevdem, Îndeksa Têgihistina Gendelîyê ya Transparency International (Rêxistina Seffafîyê ya Navneteweyî) her berdewam dikir ku Îzlandayê di nav rêvebirîyên herî paqij a cîhanê nîsan bide, û serbilindîyek e ku bi Zellandaya Nû û Fînlandîyayê re par ve dikin.

Bi demê re nepox her ku çû mezintir bû. Dema ku ew cara pêsîn nepixî, raporên rexnegir hatin wesandin; qet nebe Bankaya Navendî wesand. Lê belê heta 2007 û 2008ê, dema ku xeter bûn rastî, rapor, ku di nav de yên IMFê jî hebûn, zimanê xwe ji niska ve nermtir kir. Weha xuya dike ku dezgehên fermî yên aborîyê û herweha yên banker û siyasetmedaran, bi têgihistinekê tevgerîyan ku rews êdî hesas e û heger der barê wê de bipeyivin, ev yek dê bibe sedem ku xelk ji bankayan bireve û bi vî awayî dikarin pêsî li vê revê bigirin. Nûçeyên xerab diviyabûn her tim dûr bihatana histin û kesên ku israr dikirin ku vê yekê pêskêsî xelkî bikin, divê wekî xerapker û nezan bihatana nîsan dan.

Biryara hikûmeta IP- SDA a dayîna garantîya bêsînor a pistî skestinê, dilsozîya wê ya bi elîtên aborî nîsan dide. Hikûmetê garantî bi 5 mîlyon krón, an ku kêm zêde bi 50.000 euroyan bi sînor kir, daku % 95ê hemû depozîtoran bixe jêr ewlekarîyê; û bi tenê % 5ê wan ji garantîya bêsînor sûd wergirtin, ku ev yek jî bû sedem ku niha ji bo lêçûnên gistî tedbîrên tassarûfê bên sepandin.

Biryara tazmînkirina pereyên depozîtorên îzlandî bi pereyên derveyî derameda bacan, xwedî encamên ciddî ne. Vê yekê hist ku hikûmet bi wan daxwazan re rû bi rû bimîne ku ew pereyên hemû depozîtorên bîyanî yên Icesaveyê bi gistî tazmîn bike, yan na ew bi cudagerîya li dij hevwelatîyên bîyanî hiqûqa ewropî bin pê bike. Digel hemû pirsgirêkên ku pistî skestina 2008ê rû dan, Icesave ew mijar bû ku hikûmet, parlamento û gelê îzlandayê ji yên din bêhtir westandin.

Çavkanî

Silla Sigurgeirsdottir:
Li London School of Economics profesora aborîzanîya polîtîk e. Ev nivîs, ji gotarên wê yên konferansên ku bi navê "Polîtîkayên Gelemperî yên Îzlandayê" dayî hatiye rojanekirin û jinûvesazkirin. New Left Review, no 65, London, Îlon-Cotmeh 2010

  1. World database of happiness, (Doneyên bextîyarîyê yên cîhanê) 2006, http://worlddatabaseofhappiness.eur.nl
  2. Bixwînin "Le krach du libéralisme", (Têkçûna lîberalîzmê) Manière de voir, (Awayê nihêrtinê) no 102, Kanûn 2008 – Çile 2009
  3. Partîya Gelê Min: Di muxalefetê de bi taybetî partîya sosyaldemokrat û partîya kesên ji rêzê tê dîtin û bêtir wek partîyek çepgir tê naskirin
  4. Hannes Gissurarson, "Miracle on Iceland" (Mûcîzeya li Îslandayê), TheWall Street Journal, New York, 29 Çile 2004
  5. Danske Bank, "Iceland: Geyser Crisis", (Island, Krîza Gayzerê) Copenhague, 2006
  6. Pistî binketina Îlona 2008an, Mishkin, bi dizî li ser CVya xwe navê xebata xwe ya "Îstikrara Fînansî ya Îslandayê" guhert û navê rapora xwe kir, "Bêistiqrarîya Fînansî ya Îslandayê"
  7. Arthur Laffer, "Overheating is not dangerous" (Germahîya zêde ne xeter e", Morgunbladid, reykjavík, 17 Çirîya Pasîn 2007
  8. Ev hevkarî, ji Partîya Sosyaldemokrat, Lîsteya Jinan û fraksîyoneke Hevkarîya Gelêrî pêk tê. Ji baskê çepgir tê, di heman demê de hem NATOyê û hem jî Pakta Warsovayê rexne dike

Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya