Dema Parîs di xew re diçe…

Translator

Ji mêj ve nêçîra bedewîyan dest pê kirîye, ne bi tenê li Filistîna dagirkirî, lê belê li Îsraîlê jî ku lê bi dehhezaran ji wan ji erdên xwe hatin kirin. (1) Înê, roja 20ê îlonê li Şerîa Rojava konvoyeke insanî berê xwe dide gundê bedewîyan Maxûlê yê ku ji alîyê hêzên dagirker ên îsraîlî ve hatî xerabkirin. Ev konvoy konan dibe da ku demî jî be banek hebe ji bo şêst hebek şênîyên gundî. Armanc ew e ku ev kon şûna konên ku Xaça Sor dayî û îsraîlîyan dest danî ser wan bigirin. Ev malên demî ji alîyê Yekîtîya Ewropayê û Fransayê ve tên fînansekirin. Ji bo ku pêşî were girtin ku ev kon careke din werin desteserkirin dîplomatên ewropî û kesên karên insanî dikin bi konvoyê re ne. Bi lez artêşa îsraîlî rêya wan dibire. Ji bo ku bar biparêzin dîplomat li wesaîtan siwar dibin. Yek ji wan jî ataşeya hevkarîyê ya konsulosxaneya Fransayê li Qudsê, Marion Fesneau-Casting e, ku mafê wê yê destnedana dîplomatîk heye. Gelek esker bi çembil û lingên wê digirin, wê ji wesaîtê qut dikin û diavêjin erdê. Ew radibe ser xwe û eskerek pêre dipeyive û jê dixwaze ku rahêje çenteyê xwe. Ew wî daf dide, di tevgereke ku wê bi vîdeoyekê bihata qeydkirin, ji alîyê rayedarên îsrâîlî ve bihata qutkirin û veguhera “kulmekê” ku nûçegihanê Le Mondeê wê bi dilê xwe lê xwedî derketa. (2)

Vê bûyerê wê derfetek bidaya Parîsê ku tirsa xwe nîşan bide û ji çapemenîyê re jî bibûya bezmeke ku destûrê dide ku bi bêdengîyê derbas bike zexta li ser konvoyê, bikaranîna bombeyên deng ên merivî ker dikin û yên gaza çavan sor dike, derb û girtin, jixwe em hîç behsa skandala binpêkirina bi destê dagirker a peymana Cenevreyê jî nakin. Yekîtîya Ewropayê protesto dike, Quai D’Orsay [wezareta karên derve ya fransî, têbînîya wergêr] bêdeng dimîne û piştre biryarê dide... ku wê dîplomatê vegerîne Fransayê. Ji Îsraîlê re bi xwe bûye adet ku dîplomatên fransî tacîz bike – nexasim jî jinan û yên din (3) – bêyî piçekî jî bitirse ji tedbîrên bersivdayînê yên cidî. Ji bo Parîsê mesele ew e ku sivik jî be neke ku barek bikeve ser serdana serokkomar François Hollande wê vê mehê ber bi Îsraîlê ve bike, yan jî ser têkilîyên bêqisûr ên Fransayê bi vî welatê ku hiqûqa navneteweyî xemsar binpê dike. Demek hebû ku hêzên mêtinger difikirin ku nabe hiqûqa navneteweyî ji bo gelên “hov” bi kar were. Li Filistînê bi xwe rewş hîna jî ev e.

(1) Emilie Baujard, ‘Et le phénomène des bédouins disparaîtra’. Moshe Dayan, 1963 / ‘Û fenomena bedewîyan wê ji holê rabe’. Moshe Dayan, 1963”, 20ê çirîya pêşîn a 2013an, Merblanche.com

(2) Laurent Zecchini, "Et du gauche, la diplomate frappe le soldat au menton / Û ji çepê, dîplomatê li zenîya eskerî da", Le Monde, 23yê îlona 2013an; "La diplomate boxeuse en poste en Israël sera mutée / Cihê dîplomata boksor a li Îsraîlê wezîfedar wê were guhertin", Le Monde, 28ê îlona 2013an.

(3) "Tel-Aviv piétine ses alliés / Tel Avîv pê li hevgirên xwe dike", Le Monde diplomatique, nîsana 2010an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê