Dema pesnê azadîyan tê dayîn û koletî tê rewakirin

Translator

Sedema israra heyranîya lîberalîzmê, nezanîna bi rengê nirxandina wê ye. Dema meriv beşa wê ya aborî rexne bike, partîzanên wê li ser para wê di pirrengîya sîyasî û çandî de israr dikin. Bê navber guhertina mijarê dike ku meriv ji bîr bike ku lîberalîzm sîstema koledarîyê wekî tiştekî erênî dinirxand. Li alîyê din jî dibe sedema meriv pesnê neolîberalan bide bi pêkanîna guhertinên serxwebûn pêk anîn lê ku lîberalîzm pir caran li dijî wan rabûbû.

Dema meriv berhema tevgereka dayî destpêkirin ya Domenico Losurdo dixwîne, ji destpêkê ve behsa nakokîyeka nedîtî dike, meriv dike xwedî fikreka li ser lîberalîzmê ku li gor îmaja lîberalên li hemberî her şiklên surprîzê bi ser dikevin e. Li gor prensîbê di ekola nivîskarên mezin yên wekî Victor Hugo, Grotius yan jî Locke, Adama Smith yan jî Alexis de Toqueville de lîberalbûn pêkanîna jîyana mîlîtanekî ji bo azadîyên ferdî li dijî totalîtarîzma sîyasî, li dijî ferza rêvebirina aborî, li dijî tunebûna toleransa felsefî ye. Lîberalîzm tevgereka bi hêz ya fikir û kiryarê ye ku ji sedsala 16an heta sedsala 18an li Hollanda, li Brîtanîya û li Amerîkayê şikil da tevahîya dîroka nûjen. Bi ser de jî bi lîberalîzmê re sîstema koledarîyê gihîşt asta xwe ya herî bilind. Di 1700î de li Amerîkayê, sê sed hezar kole hebûn, di 1800î de nêzîkî sê mîlyon kole hebûn û di nîvê sedsala 19an de ev hejmar bûbû du qat. Holandayê hîna nû di 1863yan de sîstema koledarîyê ya kolonîyên xwe betal kir. Di nîvê sedsala 18an de hejmara herî mezin ya koleyan li Brîtanyayê heye: nêzîkî neh sed hezar koleyî. Wê awayê koledarîyê yê herî xirab pêk anîn, racial chattel slavery ku li gor wê însanê reş bi temamî "milkîyeteka seyar" e. Meriv nikare şêwazekî înkarkirina azadîya ferdî ya ji vê  radîkaltir xeyal bike. Ya şaş çi bû?

 

Tevahîya berhemê hewl dide vê yekê rave bike, dema vê dike gelekî nimûneyên bûyerên xwînrij û jibergirtinên merivî parçe dikin, bikar tîne. Na ev ne şaşîyeka ye. Lewre doktrîna lîberal ji destpêkê ve timî xwedî du kirasan bû: peyameka har ya doza azadîya ferdî dike bi tenê ji bo welatîyan, ango kesên spî yên xwedî erd ku Herrenvolkekî pêk tînin, "miletekî  began"; ev peyveka bi almanî ye, wê îdeolojîya înglîzîaxêv bê kompleks  bi kar dianî; înkarkirineka henekpêker ya merivahîyê ye, ne bi tenê ji  bo reşikên li kolonîyan dimînin lê herweha ji  bo gelên wekî "hov" tên nasîn jî , wekî îrlandîyan yan jî çermsorên Amerîkayê û ji bo xizmetkar û karkerên metropolan jî – ango meriv dikare bibêje ji bo piranîya gelekî mezin.

SȆ FIKRȆN LI SER LȊBERALȊZMȆ

• DOMENICO LOSURDO

Contre-histoire du libéralisme / Dij-dîroka lîberalîzmê, Bernard Chamayou ji îtalîyanî wergerand, La Découverte, Parîs, 2013, 390 rûpel, 25 ewro.

 

• JEAN-CLAUDE MICHÉA

Les Mystères de la gauche. De l’idéal des Lumières au triomphe du capitalisme absolu / Sirên sîyaseta çepê. Ji îdeala serdema  rohnîbûnê heta bi serketina kapîtalîzma mitleq, Climats, Parîs, 2013, 131 rûpel, 14 ewro.

 

• GEOFFROY DE LAGASNERIE

La Dernière Leçon de Michel Foucault. Sur le néolibéralisme, la théorie et la politique / Dersa dawî ya Michel Foucault. Li ser neolîberalîzm, teorî û sîyasetê, Fayard, Parîs, 2012, 192 rûpel, 17 ewro.

 

Bêyî ku meriv rûyê wê yê zelal înkar bike, ev dîroka revîzekirî ya lîberalîzmê rûyê wê yê tarî çip û tazî dide xuyakirin, rûyê ku ji destpêkê ve dîroka pesindarîya lîberalîzmê timî wê vedişêre. Em dê behsa detayeka piçûk bikin, wekî nimûne dema meriv pê dihêse ku fîlozof Locke xwedî hîseyên Royal African Company ku organîzatorê herî mezin yê firotina koleyan bû, meriv gelek tiştan di dîroka me ya nûjen de qewimîn baştir fêm dike. Meriv herweha fêm dike çima ev pirtûka li dijî rêûresmê, ewqasî dereng gihişt ber destê me. Niqaşên gelekî kêm yên ku sazîyên me yên çapemenîyê yên mezin di vê mijarê de dikin, pir caran îspata hebûna zivêrbûneka xwe dide der e.

 

Tevî ku hêsan e were fêmkirin jî, pirtûk bi awayekî ewqas zanistî hatîye nivîsin ku zehmet e meriv bi hêsanî wê red bike. Lewre her şêwazê polemîkê yê tê nasîn li dijî vê pirtûkê hatin bikaranîn.  Alîgirtina nivîskarê li ser mijarên hîç ne girêdayî nukleerê ne, tê rexnekirin, di mijarên ku  li ser wan ji xwe destûr heye meriv wekî wê nefikire. Dema nivîskar her derfetê bi kar tîne ji  bo nîşan bide ku gelek alîyên lîberalîzmê hene, ew bi yekalîtî tê gunehbarkirin. Herweha dema tevlîhevbûna meylên lîberalîzmê rave dike jî û dema pircaran behsa nezelalbûna helwêsta xwedîyên fikrên lîberal dike jî bi heman tîştî tê gunehbarkirin. Ȗ di dawîyê de, dema îdeolojîya serdest bê navber ji bo xurtkirina efsûna zêrîn ya lîberalîzmê bi rêya alîgirtineka hişk dest werdide, wisa jêre tê gotin, "lê ev tiştekî meriv jixwe pê dizane ye!".

Dinyaya nû,

"dergûşeka vala" ye

 

Divê were gotin ku pirtûka Losurdo tije jibertgirtin e, ku esfûna lîberalîzmê gelekî têşînin. Wekî vê gotara Toqueville ku fikra kuştina tevahîya çermsoran wisa rewa dike: "Wisa xuya ye dema Xwedê çermsor li navenda dewlemendîyên Cîhana Nû bi cih kir, bi tenê jîyaneka demkin daye wan. Ango bi gotinên din, çermsor bi tenê ji bo demekê li bendahatina spîyan li wir bûn. Ev kevîyên deryayê ewqas baş amadekirî ji  bo bazirganî û pîşesazîyê, ev çemên ewqas kûr, ev gelîyê Mîssîssîpîyê yê bêbinî, tevahîya vê parzemînê, wê demê wekî dergûşa hîna vala ya neteweyeka mezin xuya dikir." "Dergûşa vala." Lîberalekî navdar bi gotinên sivik ha bi vî rengî yek ji mezintirîn komkujîyên cîhanê rewa dike. Ew bi vî rengî argumaneka rewaker pêşkêş dike, ya pir kêfa xwedîyên doktrîna "erdên bê xwedî" yên ku Xwedê wekî xelat da miletekî bê erd… tîne. Di vê revîzyona dîrokê de, gelek gotarên bi vî rengî hene û pir caran ji alîyê kesên meriv ne li bendê bû [van gotinan bikin] hatine nivîsîn.

"Hin meriv ji  bo koletîyê

hatin dinyayê"

 

Nivîskar gelek tiştan bi me dide fêmkirin û gelek tiştên divê em li ser bifikrin jî pêşkêş dike. Wekî nimûne, nivîskar behsa axaftinên  gelekî dîyarker yên George Washington yan jî John Adamsê dike di mijara şorişa amerîkî di dawîya sedsala 18an de ku dagirkerên lîberal yên xwedî kole pêk anîn. Ew ji rewşa xwe ya "xizmetkarên spî yên Meliktîya Brîtanî yên dema ji dayikbûbûnê, azad bûn" baş dizanîn û qêrîneka  wisa ji dil vedidan li hemberî îngilîzên metropolê yên ew piçûk didîtin: "Em naxwazin reşikên van îngilîzan bin!". Ya di van gotinan de gelekî bala meriv dikşîne ev e, fikra lîberal tucarî  nebû fikreka bi rastî gerdûnîparêz. Azadîyên ferdî yên doza wan dihat kirin tucarî ji  bo tevahîya merivan nebûn, lê bi tenê ji bo hejmareka piçûk a kesên bijartî bûn, bijartî bi cotmaneya pîroz û li gor qanûna welatîbûnê. Ev taybetî ya êrişî mafê merivan dike, bi rastî jî hêmaneka avaker e. Grotius yek ji bavên doktrîna lîberal ya sedsala 17an, bê dudilî sazîya koledarîyê rewa dike (ew xwe wekî mîrasgirê Arîsto dibîne û wisa  dinivîse "hin meriv ji bo kole bin hatin dinyayê"). Ew heqaretê li kesên li kolonîyên hollandî dijîn dike û van gotinan bikar tîne "heywanên hov in", ew navê "li dijî xwedê bûn" li bawerîya wan dike û şiklê "cezakirina gunehkaran" ya  herî hov rewa dike. Ango ev kiryar qet jî jirêderketinên di pratîkê de pêkhatî nînin: fikra lîberal bi xwe xwedî arîstokratîzmeka antropolojîk ku bi awayekî yekser segregatîf e û li dijî insanetîyê ye. Toqueville yê fransî, arîstokrat û demokrat, bi xwe jî gelek caran fikrên xwe yên dişibin van nivîsîn. Losurdo vê danezana wî ji ber digire: "Nijada ewropî  xwedîyê çêtirbûneka ku kes li ber ranabe ya Xwedê dayî yan jî bi saya keda xwe bi dest xistî ji tevahîya nijadên din yên malbata mezin ya insên ewqasî zêdetir e ku insanên me yên ji ber nezanîn û sûcên xwe wekî yên herî xirab yê qada civatî  tên hesibandin li cem van hovan insanê herî baş e." Îro gelek kes matmayî dimînin li hemberî evçendê pesndana kasta xwe ya mêr yan  jinên endamê  derdorên desthilatdar; dema meriv vê revîzyona dîrokê dixwîne, fêm dike ku ji xisleteka psîko-civatî ya ferdan zêdetir, ev xisletek e ku doktrîna lîberal bi xwe xwedîyê wê ye û ku herweha  xisleta helwesta pratîk e ya ku timî serdest bû. Lîberalîzm tucarî bi demokrasîyê re nemeşîya.

Zarok dikarîn rojekê

neçin dibistanê da ku şahidîyê bikin li heqaretê

 

Encama Losurdo

gihiştîyê weha ye: "axaftina wan bi tevahî xwe dispêre ya civata merivên azad wekî qada pîroz û sînordarkirî" - qadeka pîroz e ku çandeka exlaqî-olî ya protestan rewa dike, ev çand tevahîya naveroka xwe dispêre ahîda kevn. Bes e ku meriv di analîzê de behsa "qada dinyewî" bike (ango behsa koleyên kolonî û xizmetkarên metropolan bike) da bibîne ku kategorîyên ji  bo ravekirina dîroka Rojava ya lîberal bi adetî tên bikaranîn, derewîn û ne guncaw in: serdestîyeka bi tevayî ya fikra azadîya ferdî, li dijî dewletê rabûn û ferdparêzî tên dîtin.

 

Gelo Brîtanyaya sedsala 18an û ya sedsala 19an welatê azadîya olî bû? Gustave de Beaumont yê lîberal û rêhevalê Toqueville dema çûna wî ya Amerîkayê, der barê Ȋrlandayê de dinivîse û behsa "zexteka olî ya meriv nikare xeyal bike" dike. Eger meriv bi hûrgilî bixwaze lîberalîzmê û naveroka dîroka wê ya dirêj analîz bike, wê demê pêwîst e meriv bala xwe bide ya li dijî wê rabû heta ya rê li ber girt, ev jî divê qet nebe hinekî were pêkanîn.

 

Bi saya vê pirtûkê, meriv dibîne çawa fîgûrên cihê hatin avakirin.  Ji serdema katolîk û meliktîyê ve fîgûrên gerdûnîbûna Jean Bodin di sedsala 16an de heta radîkalîzma li dijî kolonîyan ku herweha doza betalkirina sîstema koledarîyê dike. Carinan hin lîberalên pêşverû yên sedsala 19an piştgirîya wê kiribûn. Ȗ herweha heta rexneya pir girîng ya Karl Marx ku di eşkerekirina "xisleta mihafezekar ya şorişa îngilîz de" pir jêhatî ye. Lê belê rast e ku serxwebûna sîyasî ya bûrjûwazîyê bû destpêka teqîneka civatî  li dijî miletên li  kolonîyan dijîn, lê belê ew herweha bû teqîneka  li dijî qada gundîbûna îngilîzî bi xwe berî ku êrişî proletaryaya bajarî bike ya ku di workhouses (xanîyên karkeran) de di şertên gelekî zehmet de dijî.

 

Lê belê Losurdo bi temamî analîzeka bi vî rengî pêk naîne, ew fikreka giştî ya şexsî dide ser şorişên latîno-amerîkî û yên ewropî. Lê ev alîgirtinên li dijî lîberalîzmê  herçend têsîrker jî bin, tevgerên gel bi xwe zêdetir bikêrhatî bûn. Dema behsa wan dike, Losurdo pêşî serhildana Saint-Domingue yê (kevne navê Haîtîyê ye) dinivîse û behsa qehremanê wê Toussaint Louverture dike. Ev bûyer wekî bombeyekê teqîya di elimandina serdest ya wê demê  de - miletekî reş bêşerm doza rizgarîya xwe dike ! – di wê demê de ku şorişa fransî pêk dihat, bi roleka dîyarker radibe di bidestxistina serxwebûna kreol û betalkirina koledarîyê li Amerîkaya Latîn . Sed û bîst û pênc salan paşê meyleka bi hêz ya bi heman rengî bû sedema şorişa Çirîya Paşîn ya li Rûsyayê pêkhatî. "Dema meriv baş li hertiştî bifikre, dibîne ku şorişên Saint-Domingueê û Ҫirîya Paşîn in yên ku pêşî sîstema koledarîyê û dûre jî rejîma terorîst ya serdestîya spîyan xistin krîzê": du beşên dîrokê ne ku "di çanda lîberal a wê demê de piranî hîletê merivan ji  wan diçû". Bêyî behsa dîroka nûjen ya neo-lîberalîzmê bike, di dawîyê de Losurdo pirsa berpirsarîya lîberalîzmê di "felaketên sedsala 20î" dike û bi rengekî meriv  qaneh bike rave dike ku ew wê wekî berpirsîyarîyeka sereke dinirxîne. Dema behsa teza Hannah Arendt dike ku "behsa kolonîyên Ȋmparatorîya Brîtanî dike ji  bo ravekirina pêkhatina totalîtarîzma sedsala 20î", nivîskar bi bîr dixe ku cîhana navendîparêz û sazîyên din yên ne demokratîk "berîya dawîya Serdema Xweş dest pê kiribûn" û wekî nimûne behsa "cihguhertina xwînrij û dubarekirî ya çermsoran ya bi destê Amerîkaya Andrew Jackson (Toqueville wê wekî modeleka demokrasîyê dibîne)" dike.

 

Bi ya anîn serê reşikên Cîhana Nû, meriv di warê ji insanbûnê derxistinê de gihîşt "astên herî bilind ku zehmet e careka din karibin werin dubarekirin" li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, zarokên dibistanê dikarîn rojekê neçin dibistanê da ku şahidîyê bikin li heqaretê. Sernivîsa pirtûkeka li Bostonê sala 1913an hatî weşandin behsa "çareserîya dawî" (Ultimate solution)  ya pirsgirêka reşikan dike. Lêkolînêreka amerîkî Ashley Montagu li ser nijadperestîyê û nazîperestîyê weha dinivîse: "cinawerê ku jê hat xwe bi serbestî biavêje ser cîhanê para bêhtir afirandina me ye (…) û em berpirsîyarê rengê wî yê tirsnak in".

 

Gelo nivîskar şaş e dema di encamê de banga dawîanîna li xasnameyên (hagiographie) derewîn yên lîberalîzmê dike, yên ku ji destpêka hikimdarîya Margaret Thatcher û vir ve ji sê dehsalan ve mîqdareka wan ya mezin enjekteyî mejîyên me tê kirin?

* Fîlozof

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya