Demokrasîya Taloqkirî?

Translator

Meraqa rîskên ku li ser demokrasîyê giran dibin wekî derketina dijûnê xuya dikir. Kesên ku demokrasî dixistin ber lêpirsînê, weke ku dîn bûne dihatin dîtin, bi taybetî kesên ku der heqê avakirina Ewropayê pirs dikirin. Îro berevajîya vê mitalekirina tiştê ku em bi şermokî dikarin weke "kêmasîyeke demokratîk" binirxînin, bûye tiştekî normal. Ev gotina zeftkirî, vê pirsgirêkê kêmtir girîng dide xuya kirin: "Tu tişt ne bêqisûr e, helbet, lê bi xebatê divê em bigihîjin başkirinekê"…

Tiştekî baş e ku êdî mirov dest bi rabûna li hember serwerîya "lîlotan" kirîye. Ji bo hin nivîskaran ku her diçe zêde dibin, daxwazkirina reformên biçûk êdî ne mijara axaftinê ye: Divê tiştê ku êdî ne tenê daherizînek e bi awayekî eşkere bê şermezar kirin, ev bêhtir ji alîyê çînên rêveber ên çepgir û rastgir dev jê berdana „heta redkirina" demokrasîyê weke sîstemeke siyasî ye. Bi vî awayî, Salome Zourabichvili bi tecrûbeya xwe ya dîplomasîyê rastîya demokrasîyê rave dike ku li Dewletên-Yekbûyî û li Ewrûpa û herweha li dewletên kevn ên Sovyetê tê dîtin.

Di nav dewletên kevn ên Sovyetê de, rejîmên parodîk ku ji mafya û dewlemendên ku dibirîqin pêk tên, piranî bi piştgirtîya wezaretên ewropî û amerîkî ve hatin bi cîh kirin. (1) Demokrasîya ku welatên rojavayî ji Kosova heta Libyayê bi ser navê wê şer didin destpêkirin, pirî caran tenê tiyatroyeke sîberî ye.

Rewş pir xirab e û pirsgirêkên giştî nîşana pêvajoyeke dîrokî ne.

Bi vî awayî dîrokzan Antonio Gibeli pêşandana karîkatûrî û bikêrhatî ku M. Silvio Berlusconi tarîf dike li alîyekî dihêle û nîşan dide ka serokê Meclîsa Italîyanî civakeke ku aşiqê modelên olîgarşîk e, çawa afirand. Ev yek jî bi rêya manîpulasîyonekê li ser pêdivîya bi guherînê re ya italyanan pêk anî. (2) Bi vî rengî girêhişkek xwe bi cih dike: Reşe/batirsokê ku Berlusconi temsîl dike nîqaşên siyasî di çarçoveyeke teng de hildigire (ji bo an li dijî Berlusconî). Ev yek jî dibe sedema çêkirina koalîsîyonên demkî ku her îhtimala ji nû ve avakirina demokrasîyê asteng dikin.

Tehlukeyeke bi vî rengî li Fransayê jî heye. Li wir gazineke birêz Nicolas Sarkozy ku bi kêr tê, tiralîya entelektuelên muxalif û taktîkên wan yên bêdawî, rave dike.

Dema ku hilbijartinên bi raya ger-dûnî marjînal dibe û serwerîya civakî tê bin pê kirin.

– wekî ku piştî hilbijartinên 29ê gulana 2005ê ya li ser projeya Avakirina Ewropayî ya li Fransayê derket holê-, mirov çawa dikare ji vî halê ku wekî bêçare dixuyê derkeve. Alain Delcamp, Anne Marie Le Pourhiet, Bertrand Mathieu û Dominique Rousseau (3) li seradê dixin, di nav beşên biçûk ên sentetîk re, pirsgirêkên li pêşîya demorasîyê ku nikarin bi dengavêtina hundirê sindoqa hilbijartinê bi kurtî werin rave kirin: Rêzgirtina ji bo mafên bingehîn, bilindbûna payeya dadgerî, dengdana elektronîk, Înternet, hwd. Gewdeya civakî çawa xwe ji nû ve derdixe holê û encama wê kîjan cureya civaka polîtîk e? Rexne giran e, tevî ku hin nivîskar der barê reforma makeqanûnî ya kozmetîk de a ku sala 2008ê ji alîyê hikûmetê ve hatiye qebûl kirin, kêmtir wekî ronakbîr bên xuyakirin jî.

Herçî Georges Ferebœuf ew "demo-krasîya beşdar" dixe ber lêpirsînê, ango dide nîşan ku ev demokrasî tim û tim karker, mûçegir, jinûmêrên xwedî zarok ên kar dikin, yan jî ciwanan dide alîyekî. (4) Pêşnîyazan formule dike ji bo xilasbûna ji tiştê ku ew weke "apartheida [cudakarîya civakî]" diwesifîne.
Lê ev belkî ji parzemîna Ewropayê wêdetir e ku divê mirov biçe li îlhama demokratîk bigere. Serûbinîhevbûnên li Tunusê ji alîyê Olivier Piotî (5) ve li gor metodên roportajê bi awayekî tirûşdar tên pêşkêş kirin: Nîqaşên wî yên bi şahidan re, hevdîtina wî ya bi malbata Mohamed Bouazizîyê ciwan re, rê, hêrsdarîyên wî yên bi polîs re ku li karta hafize ya wênegira wî digerin: Ew qas bûyerên ku bi serê mirovan de hatine. Ji anekdotan û wê de, em bi civakeke bicoşî tê digihîjin ku li afirandina demokrasîya xwe digere û di dawîya vê payîzê de, dê mecliseke damezirîner hilbijêre. Usûla ji nû ve avakirina qaydeyên lîstikê yên ku di dawîyê de wê rêzê ji îradeya gel re bigirin.

Ev refleksîyonên ku em his dikin ew hê li destpêka xwe ne, gelo ew ê bibin xwedî rol ku rasteke bêrûmet û çepeke di nav pratîkên sazîyî de bist bûye ku wesiyeta François Mitterand in, biguherin? Em wisa difikirîn ku demokrasî her tim qezenc dike. Dîsa jî, di hilpekînên cîhana me de, divê bê şik demorasî ji nû ve bê îcat kirin, bêyî ku xiyanet pê re were kirin.

Çavkanî

  1. Salomé Zourabichvili, L’exigence démocratique. Pour un nouvel idéal politique, [Pêwîstîya Demokratîk. Ji bo îdealeke nû], Bourin, Paris, 2011, 134 rûpel, 19 euro
  2. Antonio Gibeli, Berlusconi ou la démocratie autoritaire [Berlusconi an jî demorasîya otorîter], Berlin, Paris, 2011, 160 rûpel, 15 euro
  3. Alain Delcamp, Anne-Marie Le Pourhiet, Bertrand Mathieu û Dominique Rousseau, Nouvelles questions sur la démo- cratie [Li ser demokrasîyê pirsên nû], Dalloz, kolleksîyona "mijaran", Paris, 2011, 162 rûpel, 35 euro
  4. Geores Fereboeuf, Participation citoyenne et ville [Bêşdarbûna bajarî û bajar], L’Harmattan, Paris, 2011, 152 rûpel, 13,30 euro
  5. Olivier Piot, La Révolution tunisienne. Dix jours qui ébran- lèrent le monde arabe [Şoreşa Tûnisî. 10 rojên ku cîhana ereb hejandin], Les Petits Matins, 2011, 150 rûpel, 14 euro

Wergera ji fransî: Sevda Orak