Dengbêjên kurd

Serbêje û Sercivatên Zargotin û Edebiyata Kurdî

Dengbêjên ku em dikarin ji wan re bibêjin ‘hozanên gel’, hosteyên mezin ên peyvê bûn. Qêrînên trajedîyên ku di erdnîgarîya kurdan de bi têra xwe hene, ragihandin seranserê dinyayê. Êşê, hiznê, şadîyê ji dilekî baldar û çavkanîya hunermendîyeke xwezahî sefandin, ji nû ve afirandin û pêşkêşî dêhn û bala me kirin. Gund bi gund, kanî bi kanî, bajar bi bajar geriyan û peyva xweş a kurd û kurmancî anîn ziman. Geh agir berdan gurçik û kezeban, geh dil û hinav coşandin. Gotinên wan li axa bi bereket a welatê kurdan bûn tovên berxwedan û vejînê. Herçî kilamên ku li ser zimanê van dengbêjan heta îro hatine, bûn mejî û kozikên qesidîn û xweparastinê. Bêguman di van stran, kilam û serpêhatîyên bêhempa de, evîn, xiyanet, biratî, serhildan, sedaqetî, dostanî, gelacî, mêrxasî, tirsonekî, raperîn, serhildan û qetlîam hatin ser zar û zimanan. Di serdemên bê-zimanî û bê-zemanî de gihîştin hawara hêvîşikestîyan, carinan negihan keser û qêrîna wan.

‘Kilam siwarîyekî bi bask e, serê sibê li vî welatî ye, berêvarkî li welatekî din!’

‘Kilam siwarîyekî bi bask e, serê sibê li vî welatî ye, berêvarkî li welatekî din!’ e dibêje, dengbêjê Deşta Xerzan. Car heye dibêje; ‘Mêrikê xerîb kor e, siûda kuştîyan tuneye!’ Li ku derê heye ev edeb û vegotina efsûnbaz û diltezîn? Serpêhatîyên karesatî, evînên pûr û pak, mêrxasîyên bêpayan, xiyanetên kambax…

Piranîya dengbêjan, dema ku kilamên xwe distrên, destên xwe dibin ber guhên xwe. Gelek kes vê yekê bikin jî, di rastîya xwe de kêm ji wan kesan sedema vê yekê dizanin. Ev teknîkeke dengbêjîyê ye. Destê ku diçe ser guhê dengbêj, peywira monîtoreke tekûz hildigire ser xwe. Bi saya vê teknîkê, kontrola dengê xwe dikin.

Sewta Serî-Sewta Qirikê

Dengbêjekî/a ku bi sewta qirikê kilam û stranan distire, wê piştî demekê ji deng bikeve û heta kilamên ku dibêje ji bîr bike. Lê belê dengbêjên ku bi sewta serî distrên, digel wextên dûredirêj hê jî dikarin dengê xwe biparêzin û tu car kilamên xwe ji bîr nakin. Evdalê Zeynikê, Şêx Silê, Reşo, Kawis Axa, Mihemed Arifê Cizrawî, Hesen Axayê Cizrawî, Karapetê Xaço, Şakiro, Salihê Bênatî, Hiseynoyê Hingilosîyê Muşî, Zahiro û Salihê Qubînê ku bi vê taybetmendîyê kilam û stranên xwe bi cih tînin, her yek bi hunera xwe bûye hostayek.

Taybetmendîyeke din a dengbêjan ‘xulxulandin’ e. Ev taybetmendî jî piştî banga ku jê re ‘hawînî’ tê gotin ku piştî bendên kilamekê tê gotin, tê bi kar anîn.
Homerosê Kurdan: Evdalê Zeynikê

Deng û tesîra cografya ango erdnîgarîyê. Bêguman li ser deng, tesîra cografyayê wekî rastîyeke zanistî tê pejirandin. Dengê kesên ji deştan bin, naziktir û nermtir e. Tîzbûna dengê wan zêde tuneye. Lê dengê çîyayîyan tîz û berz e. Bi gotineke din yên çîyayî çavkanî û jêderên girîng ên dengê ‘dawûdî’ ne.

Heke dengbêjî kevneşopîyek e, helbet dibistan û zanîngeha vê kevneşopîyê xwe dispêre Evdalê Zeynikê. Evdal badilhewa nebûye "Homerosê Kurdan." Em behsa dengekî wisa dikin ku gava tê bihîstin, quling li dorê hildifirin û diçin û tên. Ji ber vê yekê ye ku Bavê Temo û Dengbêjê Surmelî Memed Paşa rêber û rêzanê dengbêjî û kilambêjîya kurdî ye. Ew ne tenê şahînşahê kilambêjîya Serhedê ye, her wiha ew li seranserê welatên ku kurd lê dijîn, bûye dermanê hemû kul û derdan.

Her dengbêj stranbêj e, her stranbêj
ne dengbêj e!

Li hêla din her dengbêj dikare bibe stranbêj, lê belê her stranbêj nikare bibe dengbêj. Berhemên hunera dengbêjîyê ne rîtmîk in. Divê xwedî ‘lengê’ bin. Naveroka perçeya ku tê strandin girîng e; divê li ser qehremanî be û bi şêweya destanî be.

Taybetmendîyeke din a dengbêjan ev e ku hunerên xwe bê amûr pêk tînin. Gelo pêwist e dengbêj kilamên xwe hey hey bê amûr bisitirin? Ev ne pêwistîyeke wisa ye ku em bikarin diyar bikin. Ev li gor tercîha dengbêj bixwe ye. Bes divê ev rastî jî neyê ji bîr kirin ku dengbêjîya bê amûr kevneşopîyek e û girîng e ku ev kevneşopî winda nebe.

Girîngtirîn hîm û kanîya hunera deng-bêjîyê herêma Serhedê û mintiqeya Mûş-Melezgîr-Agirî ye. Gelek kurdên ku neçar mane û sirgunî herêma Qefqasyayê ango Êrîvan, Tiflîs, Abovyan, Oktobiryan, Elegez, Talîn, Gelto û Heko heta Moskova û Sibîryaya bûne, ji Serhedê çûne wan deran. Helbet di nav wan kurdan de gelek dengbêj jî hebûn.

Herweha em dikarin dengbêjên ku em ji wan re dibêjên ‘dengbêjên xas’ bikin du beş: Dengbêjên afirîner û yên dewamker.

Şakiro, Reso, Şeroyê Biro, Mistefayê Xelê Xeyran, Ferzê, Karapêtê Xaço, Hiseynoyê Orginosîyê Mûşî, Zahiro, Salihê Bênatî, Teyîboyê Siertî, Salihê Qubînî û Feyzoyê Rizo çend navên girîng ên şopîner û berdewamkerê kevneşopîya dengbêjîya Evdalê Zeynikê ne.