Deryaya reş

Translator

Deryayeke girtî, bi awayekî pirr bibandor şêlû bûye, hin caran weke dereke « marjînal » hatiye dîtin. Digel vê jî, Deryaya Reş xwediya wateyeke mezin a stratejîk e. Li wê derê, di navbera welatên Kafkasyayê, Yekîtiya Ewropayê, Rûsyayê, Turkiyeyê, welatên Asyaya Navîn û welatên Rojhilata Navîn de cerribandina hêzê tê bikaranîn. Herweha ev dere weke karta rê ye.

Sinop (Turkiye)

1’ê gulana 2010’an, dema ku sendîkayan hêzên xwe li meydana Ataturk civandibûn, xebatkarên lîmana masiyan a Sinopê jî li heman derê xwepêşandanek bi armanca protestokirina xebatên nukleerî li dar dixist: « Sinop nükleer istemiyor ! » – « Sinop nukleerê naxwaze ! »

Projeya nukleer, li vê bajarê piçûk yê turk ku li ber Deryaya Reş e, hêrsa şêniyan bilind dike. Dê were zanîn ku qiraxa deryayê, ji Sinopê heya Stembolê, her tim weha ye, tê parastin, parçeyê din, yê ku ji Sinopê diçe heya sînorên Gurcistanê, derdorê 600 kilometre, bi tevahî hatiye betonkirin. Otobaneke mezin, hemû bajar ji qiraxa deryayê bêpar kirine. Bi sedan xanî, weke kivarkan, hatine çêkirin û di wan de şêniyên ku demeke berê ji herêmên çiyayî hatine û armanca wan peydakirina kar û bidestxistina jiyanekê baş e, dimînin.
Li hinek deran, ev otoban li ser axa ku ji deryayê hatiye qetandin derbas dibe, ew îro ji bi xetereyeke şeqitandina erdê ve rû bi rû ye. Bi armanca ku vê xetereyê ji holê rakin, her ji çend kîlometreyan, kevirên mezin ên ji betonê hatine çikandin. Ev derman ji nexweşiyê xirabtir e, ji ber ku rêyê li bayî digirin û nahêlin ku xweza bi hemdê xwe bi pêş bikeve, tenê ew xetereyê çend metreyan dûr dixin. Carinan mirov hin keştiyan li ber van kevirên betonê dibîne, lê belê ev lîmanên nû yên ku bi tenê dema ku mirov di otobanê de diçe dibîne, tu xizmetê nakin û gellek keştî di rewşa terkirinê de ne.

Masîgirî, hin caran xebata herî baş ya Deryaya Reş e, bi xetereya tunekirinê ve rû bi rû maye. Ji ber ku her ku diçe çavkaniyên wê têne xitimandin. Rûsyayê, hin şertên pirr dijwar, ên sînorkirina masîgiriyê, bi Turkiyeyê dane qebûlkirin. Avên Deryaya Reş di bin gefa qirêjiyê de ne, bi taybetî ji ber madeyên organîk ên bijehr. Ev rewş weke encama rasterast ya qirêjiya ku di vê deryayê de hatiye rijandin û herweha ya cihên xwedîkirina fosforê ye. Maddeyên ku ji bo çêkirina fosforê ku li vê derê hatine reşandin û kêmbûna oksîjenê; bûye weke fenomeneke xurtkirî di Deryaya Reş de. Ev derya zêde sor nîn e, ji ber ku avên çemê Dniestr û yê Danûbeyê diherikin ser wê.

Gellek saziyên navneteweyî, weke komîsyona ji bo parastina Deryaya Reş a li dijî qirêjiyê, bi salan e ku bangewaziyan dikin ku balê bikişînin ser vê pirsgirêkê ; lê belê, ji ber pêknehatina hewldanên kêrhatî û nebûna mafê biryar girtinê, ev komîsyon nikare tu tiştî bike . Û divê were zanîn ku parastina hawîrdorê ji bo welatên li qiraxa deryayê, weke berpirsiyariyekê nehatiye naskirin.

Piştî ku hikumeta turk qiraxa deryayê beton kir, ew ketiye nava hewldanên ji bo bipêşxistina elektrîkê. Piştî ku saziya elektrîkê ya neteweyî, Turkiye Elektrik Kurumu, hatiye fesihkirin û qada elektrîkê hatiye firotin, projeyên cur be cur ên barajên elektrîkê zêde dibin. Dewlet, bi lîstina rola xwe ya birêvebirina bazarê, bi rêya ajansa xwe EPDK, xwe kêfxweş dibîne û ji fîrmeyên taybet re rêya 49 salan xebatên di vê qadê de vedike. Bi tevahî, ji hezar û sê sedî zêdetir proje di tevahiya welatî de, bi giranî jî di herêma Deryaya Reş de, hatine destpêkirin. Li gorî Selco Gunay ku xwediyê oteleke newala Firtinayê ye, « Ji bo vê demê, reaksiyonên girseyî karîbûn nehêlin projeyeke navenda nukleerî bimeşe ». « Ev proje dikare % 14’yê pêwîstiya elektrîka welatî pêşwazî bike. Ji aliyê din ve, wendayiyên me, ên ji bo veguhestina elektrîkê, % 30’î derbas dibin». Gunay bi xwe berdevkê platforma ekolojîst ya vî bajarî ye. Tevgera ji bo muxalefeta li dijî barajan dikare hemû gelê herêmê li hev bicivîne. Turkiyeya ku demên berê ji Bulgaristanê elektrîk dikirî, nuha bûye welatekî ku dikare xwe bi xwe bijî, lê belê fîrmeyên taybet dixwazin elektrîkê ber bi Kafkasyayê ve bibin, lê belê li Turkiyeyê, li bajarên mezin, ên weke Stembolê, buhayê elektrîkê her ku diçe bilindtir dibe.

Samsun (Turkiye)

Othan Dogbayê serokê komeleya Çerkezan ya li Samsunê weha dibêje «Ji şeş nifşan û vir ve Çerkez masiyan naxwin. » Çerkez, piştî dagirkeriya Rûsan ya li herêma derdora Deryaya Reş, hatine Turkiyeyê. « Bapîrên me, herêma qiraxa Deryaya Reş, a ku nuha di destê Rûsan de ye, ji Novorossiisk heya Sotchiyê, hemû kontrol dikirin. Ji destpêka sedsala XIX’ê û bi şûn ve, ji bo bidestxistina Circassie ’yê, Rusyaya Çarî şerr kiriye. Ev şer di dawiya sala 1864’an de, bi pelçiqandina êlên çerkez, li Kbaadayê, bi awayekî fermî hatiye bi dawî bûye. Kesên mayî tenê karibûne biçin û xwe biavêjin Împaratoriya Osmaniyan. Ew li qiraxa deryayê civiyane ser hev, li wê derê sekinîne da ku rojekê keştî werin û wan bibin . Ji wan gellek kesan, ji ber nexweşiyên cur bi cur, jiyana xwe winda kiriye. Ên din, di rêwîtiyê de pirr zehmetî kişandine. Wan termên miriyan ji keştiyan avêtine deryayê. Ji ber vê sedemê, çerkez masiyan naxwin. »

Dozeke mezin Çerkezên Turkiyeyê dixe nava tevgerê, hejmara wan derdora çar heya pênc mîlyonan e : muxalefeta lîstokên Olîmpiyad yên zivistanê ku tê xwastin ku li Sotchiyê, di sala 2014’an de, pêk werin. Navenda van lîstikan wê li nava çiyayên jora bajarî be. Îstasyona skiyê Krasnaïa Polianayê, li ser axa şerê Kbaadayê hatiye çêkirin. Dogbay weha dibêje ; « Bi rûsî, “Krasnaïa Poliana” tê wateya “hevguhertina sor”, û Rûs bi xwe dibêjin ku ev nav ji rengê gîhayên ku li wê derê şîn dibe tê. Lê belê, em dizanin ku li wê derê xwîna bapîrên me hatiye rijandin.

Digel ku rêxistinên Çerkezan agahî daye Komîteya Nevneteweyî ya Olîmpiyadê jî, wan tu bersiveke erênî negirtine. Rêxistinên Çerkezan daxwaza naskirina komkujiya Çerkezan dikin. Destpêka nîsanê, delegasyoneke bi navê Kongreya Cîhanê ya Çerkezan, a ku navenda wê li Amerîkayê ye, bi parlamenterên gurcî re civiyan. Hikumeta birêz Mikheïl Saakachvili ku vê demê muxalefeta Moskovayê dike, dikare Gurcistanê bike welatê yekem ku komkujiya Çerkezan, bi awayekî fermî, nas bike.

Trabzon (Turkiye)

Di tevahiya sedsala XX’ê de, gelên li qiraxa Deryaya Reş tim di nava hev de jiyane. Ji peymana Lozanê bi şûn de, Yûnanên pontûs ji qiraxa Deryaya Reş, aliyê Turkiyeyê, winda bûne. Li gorî Peymana Lozanê dê gel, di navbera Turkiyeyê û Yûnanîstanê de, bi hev bihatana guhertin. Trabzon, navê wê ê kevin e, bi yûnanî, Trebizonde ye, nuha bûye cihê netewperestiya turk. Qatilê rojnamevanê ermenî, Hrant Dink ku 19’ê çileyê 2007’an hatibû kuştin, ji vî bajarî ye . Gültekin Yücesan hewl dide ku komîteya parastina mafên kesayetiyê zinde bike, ew xwe weke « şoreşgerên luksembûrgîst », bi nav dikin, yanê Rosa Luxembourg. Heta sibehê wî xwast bi me bidaya fêmkirin ku artêş û saziyên îstixbaratê dixwazin Trabzonê bikin weke cîhekî sembol : « Ligel me, bandora leşkeriya kemalîzmê ne miri ye. » Digel vê rastiyê, di heman bajarî de mirov bandoreke pirr aşkere ya îslamê dibîne. Ji bo alkolê vebixwî, divê tu dakevî taxên li ber deryayê û biçî bîraxaneyan. Di heman demê de, keçên ciwan jî bala mirovan dikişînin ser xwe. Wisa diyar e ku muşteriyên wan jî rûs in, ne turk in.

Her rojê, keştî ji Trabzonê diçin Sotchiyê, bajarê Rûsyayê. Keştî tim tije ne û di saetên xwe de jî naçin û nayên, digel vê rewşê, her tim jî bi hejmareke mezin rêwî li benda wan in û ji bo cih bigirin ecele dikin. Di nava rêhevalên me de, jinên rûs ku bazara valêzan dikin hene, ew cilan û hin tiştên kavnar tînin welatê xwe; herweha di nava rêhevalên me de Gurcî hene ku ji Rûsyayê tên û dixwazin biçin welatê xwe. Ji ber ku ji şerrê sala 2008’an vir ve ew nikarin ji Rûsyayê rasterast biçin welatê xwe. Herweha gellek kafkas jî di nava wan de hene. Komeke ciwanên ku bi rûsî û bi zimanekî kafkasî diaxifin û li ser wan cilên sportîf hebûn jî bi me re bûn. Di kontrola deriyê Turkiyeyê de me dît ku bi wan re torbeyên tije Qur’an hene.

Soukhoum (Abhazya)

Ev bajarê hinekî taybet nikare ji rêwîtiya Sotchiyê re bibe asteng, bajarê ku lê amadekariyên Lîstikên Olîmpiyadê tên kirin. Nuha otobanek, ji gundê pêşerojê yê Lîstikên Olîmpiyadê Adler diçe heya Krasnaïa Polianayê tê çêkirin. Rawestgeha piçûk Adler, di sînorê Abhazyaya cudaxwaz de ye.

Viatcheslav Chilikba şêwirmendê serokê Abhaz weha dibêje « Bê guman em li benda hatinên aborî ên Lîstikên Olîmpiyadê ne ». Abhazyaya ku di sînorê sovyeta berê de ye, bi abhazî jê re dibêjin Apsny, an jî « welatê ruh », di sala 1994’an de bi Gurcistanê re şerrekî dijwar meşand. Di wî şerrî de heyşt hezar kes hatin kuştin. Piştî şerrê tebaxa 2008’an ku di nava leşkerên rûs û gurcî de pêk hat, Abhazyayê serxwebûna xwe îlan kir . Nuha ji 250 000 nifûsa vê komara piçûk ji sedî 45’ê wê abhaz in, yên din ermenî, rûs û yûnanên pontus in. Piştî şerrê 1994’an, pirraniya gurcên Abhazyayê ji vî bajarî reviyane. Tu kes nafikire careke din vegere. Li gorî serok Sergeï Bagaptch « Heke penaber vegerin, wê careke din şerreke dijwar çêbibe. Pirraniya wan destbixwîn in.

Abhazya nuha di bin bandora ambargoya Gurcistanê ye, herweha heman ambargo ji aliyê pirraniya welatên endamê civaka navneteweyî ve jî pêk tê. Li ser lîmana paytext Soukhoumê, aleke mezin ya Abhazyayê heye û ew hemû qiraxa Deryaya Reş dagir dike. Digel hemû rewşa heyî, ji Trabzonê her tim kargo tên vî lîmanê. Ev kêştî bi mebesta ku biçin Batoumê, bajarê Gurcistanê, dikevin rê, li ser deryayê ew berê xwe didin Abhazyayê.

Şêniyên bajêr tim di qahwexaneyên li qiraxa deryayê ne, ji ber ku li vê derê hinek tûrîst hene. Lê belê Rûsyayê jî dest pê kiriye ku li vê komarê çalakiyan bi pêş bixe. Digel vê rewşê, Soukhoum naxwaze weke piyoneke Rûsyayê were naskirin. « Di welatê me de du wargehên leşkerî ên rûs hene, di wan de deh hezar leşker hene û armanca wan ew e ku li dijî êrişên hêzên Gurcistanê, me biparêzin. Ji 1994’an vir ve, cara yekem e ku em rehet radizên û di nava aştiyê de ne», ev gotin ji devê Bagaptch derdikevin. Zimanê wî tûj dibe : « Heke Abhazya weke piyonê Rusyayê be, gelo Gurcistan piyonê Amerîkayê nîn e ? Çima Kosovo weke welatekî serbixwe tê naskirin, lê Abhazya nayê naskirin ? »

Li derdora paytextê, jiyan hêdî hêdî xwe ava dike : çendî avahî kavil bûbin û ji wan bêhn were jî, mirov tê de rûdinin ; li her derê kafeterya û dikanên piçûk vedibin. Li bajarê Soukhoumê, xaniyên zanîngeha dewleta Abhaz, nîşanên dema şerrî vedihewînin, lê belê, dîsa jî li wê derê nêzîkî deh hezaran xwendevan hene. Gudisa Tskaliayê bîst salî, li wê derê, têkîliyên navneteweyî dixwînê. Ev xwendevanê ji bajarê Gudautayê ku pêncî kîlometre ji wê derê dûr e, xwedan wê xeyalê ye ku rojekê bibe dîplomat û di qada navneteweyî de welatê xwe temsîl bike. Vê gavê, ev welat tenê ji aliyê Rûsyayê, Nîkaraguayê, Venezûelayê, Grava Nauruyê û –herweha ji aliyê kluba welatên piçûk ku nehatine naskirin, ên weke Transnistriya, Osetyaya Başûr, Komara turk a Qibrisê ve hatiye naskirin. Guftugoyên ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî ve dimeşin, ber bi asta xitimandinê ve diçin. Herweha, di sala 2009’an de, Abhazyayê karî bikiraya ku leşkerên Neteweyên Yekbûyî vekişin û derî ji çavdêrên leşkerî yên Ewropayê re girt.

Batûm (Gurcistan)

« Sînorê » di navbera Abhazyayê û Gurcistanê de, pireya li ser ava Ingouri derbas dibe ye. Ev pirr tenê ji bo kesên peya tê bikaranîn. Li wê derê em rastî komeke Gurciyên ku li Abhazyayê dijîn tên, ew dixwazin biçin bajarê Zugdidiyê ku çend kîlometre li aliyê Gurcistanê ye, ji xwe re tiştan bikirin. Derbasbûn bi nêzîkatiya leşkerên gurcî û ên abhaz ve girêdayî ye, heke ew bixwazin wê bihêlin ku mirov derbas bibin. Gellek caran li ser vî sînorî tevlihevî û şerr diqewime. Roja 8’ê hezîranê, leşkerekî abhaz hatiye kuştin. Gurcistan tenê difikire ku rojekê Abhazyayê bike bin kontrola artêşa xwe, wekî din li çareseriyekê nagere. Ji « şoreşa gulê » ya 23’yê çiriya paşîna 2003’an ya ku bû sedem ku Saakachvili bibe serok û bi vir ve, Gurcistan hewl dide ku cudaxwazên Adjarie, Abhaz û Ossetiya Başûr di nava xwe de entegre bike. Saakachvili li Adjariyê pirraniya dengan girtibû.

Ji wê demê û bi vir ve, hikumeta Tiblîsê ku pirr nêzîkî rojavayê ye, dixwaze rengekî nû bide Gurcistanê. Kesên derdora serokdewletî, ketine cîhên birêveberiyê ên girîng û dixwazin li bajarên weke Batûmê karekî baş bi dest bixin. Di wî bajarê kevin de, otelên luks tên avakirin. Sheratonekê li ser 24 qatan, 1’ê nîsanê hate vekirin. Gellek xaniyên din têne çêkirin : oteleke Hyatt, yek Hilton û yek jî Radisson… Ji serê 2008’an û vir ve, mirov dikare bibêje ku pirr kêm tûrîst tên vî bajarî, lê belê ew kara xwe ji hatina Turkan dikin. Ji ber ku li Turkiyeyê gazîno qedexe ne, tûrîstên turk tênê gazînoyên vî bajarî. Lewre hejmara gazînoyan ji ya otelan zêdetir e.

Lîmana karmendiyê ya hema di ber bajarê kevin de ye, ji nû ve tê çêkirin. Ew ji bo 49 salan, ji aliyê holdingeke neftê ya kazak ve hatiye kirîn, KazTransOil. Trafîka salane ya 2009’an, derdikeve heya heft mîlyon ton neftê. Bi rêya hesinî, ji Azerbaycanê, ji Kazakîstanê û ji Turkmenîstanê ber bi Batûmê ve tînin.

Bûroya birêvebirê lîmanê, bi wêneyên du serokan ve hatiye xemilandin : Saakachvili û serokê Kazakîstanê Noursoultan Nazarbaïev. Birêvebir bi xwe, di dema sovyetê de 22 salan dîplomatî kiriye. Bi giranî wî li welatên ereb xebitiye û bi hevkariya aborî ve elaqadar bûye. Bi dû re, ew bûye balyozê Gurcistanê yê li Kazakistanê. Wê demê rayedarên Kazakistanê pêşniyarî wî kiriye ku karê balyoziyê di cî de bihêle û bibe birêvebirê vê holdînga li lîmana Batûmê.

Herçend Kazakîstan pirr bi Rûsyayê ve girêdayî be jî, ew bi Gurcistanê re gellek karan dike. Li gorî çavdêrên ku van dosyayan baş nas dikin, Rûsya xwe ji karê fîrmeyên Kazakistanê re kerr dike, daku fîrmeyên welatên bi hêz yên ku dikarin zora Rûsyayê bibin, li Gurcistanê kar nekin. Shoulgaïa, di derbarê sekinandina şerrî de bi hêvî ye û ji me re weha dibêje ; «Hemû şerr neçar in ku rojekê bi dawî bibin. »

Potî (Gurcistan)

Derdora pêncî kîlometreyan li bakurê Batûmê ye, lîmana Potiyê jî, a ku di şerê 2008’an de ji aliyê artêşa rûs a li ser Deryaya Reş ve hatibû dagirkirin, ji bo 49 salan ji aliyê Mîrekîya Ras-al-Khaimah ve hatiye kirrîn. Jinûvekirina wê baş dimeşe. Bi rêya vî deriyê deryayê ve, di navbera Kafkasyayê û Asyaya Navîn de Poti dê bibe deriyê herî mezin.

Maxim Shoninê berpirsiyarê komeleyeke lîmanên Deryaya Reş ku navenda wê li Odesa, bajarê Ukraynayê ye, balê dikêşîne ser girîngiya bipêşxistina têkîliyên di navbera Potî û lîmana bulgar Varnayê. Bipêşxistina dan û standinên di navbera avên rojhilat û rojavayê Deryaya Reş de ku Rûsyayê marjînalîze dikin, di çarçoveya Korîdora gihaniyê ya Ewropa-Kafkasya-Asyayê de (TRACECA) çê dibe. Vê Korîdora ku di 1998’an de hatiye zelalkirin, çardeh welatên herêmê û Yekîtiya Ewropayê bi hev dide girêdan . Li wê derê tenê nefta deryayên Hazar û ya Asyaya Navîn mijara gotinê nîne, herweha ew rêyê li Anadolûyê jî vedike. Lîmana Potîyê rêyê li Ermenistanê jî vedike û ji wê derê, bi hêsanî xwe digihîne Îranê jî.

Di navbera lîmanên Odessa û Varnayê de dijminatiyekê dijwar heye. Pêşxistina aktuel dikare Ûkraynayê zêdetir marjînalîze bike. Ev welat, ji hilbijartinên 7’ê sibata 2010’an û vir ve ku Viktor Ianoukovitch bûye serok, di navbera Ûkrayna û Moskovayê de têkîlî xurttir dibin. Vê gavê, em hê nikarin di derbarê tiştekê erênî de biaxifin, lê belê pirsgirêka di navbera Potî û Varnayê de, piştî ku dan û standinên di navbera Rûsya û Turkiyeyê de bi pêş dikevin, hinekê piçûk tê dîtin. Shonin weha texmîn dike ku « ji % 80’ê keştiyên ku ji kendava Çanakkaleyê derbasî Rûsyayê dibin rûs in. »

Sébastopol (Ukrayna)

Sebastopol di demeke dirêj de bû sedemê dijwarbûna asta têkîliyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de. Di dema sovyetê de, ev bajar xwedî statûyeke taybet bû, ew girêdayî komara xweser ya Krîmê bû ku Krîm din bin bandora Ukraynayê de bû. Piştî ku Ukraynayê serxwebûna xwe îlan kir, di 1991’ê de, heya demeke dirêj jî Rûsyayê nedixwest bandora Kievê li ser vî bajarê girtî nas bike: Ji bo hatin û çûyîne, pêdivî bi destûreke taybet hebû. Di sala 1997’an de peymanek çêbû : Moskova êdî bandora Ukraynayê ya li ser Sebastopolê, nas dike, lê belê ew lîmanên li ser Deryaya Reş ji bo wargehên xwe ên leşkerî kirê dike. Peymana kirêkirinê, di meha nîsanê de, ji aliyê Ianoukovitch ve heya 2042’an hate dirêjkirin. Nêzîkî 20 hezar leşkerên rûs li Sebastopolê teva malbatên xwe dijîn.
Di navenda bajarê Sebastopolê de, li qiraxa heykelê pirr mezin yê Lenin, avahiya xizmetê ya hîdrografîka deryayê ya rûs heye. Rengê boyaxê piçekî guherî be jî, dekorasyona wê a welatparêziyê hê ya dema sovyetê ye. Lê belê, Evgeni Georgievitch, leşkerê rûs yê bi eslê xwe ve ukraynî, me bi devkeniyeke mezin û silaveke baş pêşwazî dike û ji me re dibêje « Hêza rûs ya Deryaya Reş tim heye ». Di serê 2008’an de, artêşa rûs ji vê wargeha Sebastopolê çûye ser Gurcistanê û hêzên wê ên li lîmana Potiyê pelçiqandiye.

Ji derekê bilind ê bajar, birêz Andreï Chobolev awirekî diavêje ser lîmana Potiyê ku ew baş nas dike. Ew herweha xwediyê rojnameya Sevastopolskaïa Gazeta ye û li Sebastopolê pirr tê hezkirin. « Ji bo pirraniya şêniyên Sebastopolê, ev bajar xwediyê cîhekî pirr bi wate ye, ji ber ku vî bajarî li dijî hêzên nazî li ber xwe daye, lewre, di dîroka Yekîtiya Sovyetê de cîheke wî yê bi rûmet heye. Ev dîrok tim zindî ye : Sovyet û herweha lewendiyên wê tim teva me dijîn. Sebastopol nikare bibe ukraynî, lê belê ew tam rûs jî nîn e. Ew bi serê xwev ve lîmanek û cîhanek e, bajarekî bi serê xwe ye. »

Chobolev xewneke mezin li ser Sebastopolê dibîne, bajarê şerrî, dê bibe bajarê aştiyê ku dê roleke navaxiyê (navwelatiyê) bilîze. Di heman demê de wargeha Rûsyayê ya artêşa wê ya Deryaya Reş dê tim li vê derê be, ji ber ku tu kes nikare bifikire ku rojekê Rûsya dev ji vê « keleha xwe ya Deryaya Reş » berde, bi taybetî jî vê dema ku NATO wergehên xwe ên li Bulgaristanê û li Romanyayê xurt dike.
Odessa (Ukrayna)

Heke di van mehên dawî de, têkîliyên Rûsyayê bi Ukraynayê re hinekê baş bûne, lê ên bi Romanyayê re hê tûnd in, ji ber ku Ava Tûna di navbera van du welatan de weke sêveke ku nayê parvekirin e. Ev av di axa her du welatan de nêzîkê 3 500 kîlometre derbas dibe. Ew deriyê avên Ewropayê ku diçin ser Deryaya res e. Her weha, ev ava mezin herêma xwezaya yekem ya Ewropayê ye. Di sala 1991’î de ew weke Nirxa Mirovahiya Cîhanê ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî a ji bo Perwerde, Zanistî û Çandî (Unesco) ve hatiye naskirin. Li wê derê hezar û dused cure nebat, sêsed cure çûçik, çil û pênc cure mehsî dijîn.

Profesor Nikolai Berlinski ji me re weha dibêje ; « Divê parastina vê ava mezin bi rayedarên romen re pêkwere, sîstema ekolojîk sînoran nasnake. Min krîzekê qelb derbas kir, di akademiya zanistî ya Kievê de, min şer kir daku ez bi dewleta Ukraynî bidim qebûlkirin ku ew ava Tûnayê qirêj neke. Birêz Berlinski nuha ji bo Enstîtûya Hydrologîk ya Odessayê kar dike. « Ez li dijî qanalan nîn im, û herweha li dijî gîhaniya li ser Tûnayê jî nin im, lê belê cure yê ku em vê avê bikar tînin pirr xerab e. »

Di 2004’an de, Kievê dest pê kir ku ew xebatên ji bo gihaniya avê li ser parçeyeke xwezayî ê Tûnayê ku di axa Ukraynayê de derbas dibe, kanala Bystroe, pêş bixe. Ji 14’ê gulan a 2007’an vir ve, piştî xebata sê salan, nuha keştiyên kargo û ên konteyneran dikarin li ser Tûnayê re, ji Ewropayê bigehêjin Deryaya Reş. Çend mehan pişt re, buldozeran dest pê kirin, bi çikkirina dîwarên betonê, ew rêyekê bi çend kîlometreyan, li ser ava Tûnayê, a di axa Ukraynayê de derbas dibe, vebikin. Ji bo Kievê armanca tîcaretê ew e ku ji sedan keştiyên ukraynî re rêya ku ew vêrgiyê nedin dewleta Romanyayê ve bikin. Ji ber ku heya nuha bi sedan keştiyên Ukraynayê li ser ava Sulinayê re, di axa Romanyayê de, diçin û tên. Armanc ew e ku bi vê rê ew bikaribe hinekê duvîzê din bike kaseya dewleta Ukraynî.

Birêz Berlinski weha dibêje ; « Bê ku em encamên hawurdorê bifikirin, nêrîna çêkirina vê kanalê bixwe tişteke bêaqil e. Bi xurtbûna beşên avê, Tûna dikare her salê çil metre firehtir bibe, ev jî tê wateya ku ji bo parastina rêyekê avê, pêwîst e her tim kanal werin paqijkirin … » Betonên ku îro di kanala Bystroe’ê de têne çikkirin, pênc kîlometre qiraxa avêde ne, ew bi bayê zora pêlan ji bakur dişimitin başûr. Nuha ew dişimitin ber devê kanala Sulina, rêya avê ya din ku di aliyê Romanyayê de ye, ev jî hêrsa Bukreşê tîne.

Ji belavbûna Yekîtiya sovyetê bi şûn de, ev du welat, li ser sînorên avê û herweha ên parvekirina avê ku di axên wan de derdikevin, bihev nakin. Pirseke pirr girîng e, dema mirov difikire ku di binê herêma ku li ser niqaş têne kirin de sed (100) mîlyar metre kûp gaz û deh mîlyon ton nift heye. Romanyayê vê pirsgirêkê bir pêşiya Dadgeha Navneteweyî a La Haye. Roja 3’ê sibat a 2009’an heman dadgehê biryar daye ku : ji %20’ê herêma mijara gotinê, dike 2 500 km2, ji Ukraynayê re bimîne, ji % 80’ê jî, dike 9 700 km2, ji Romanyayê re bimîne.

Vilkovo (Ukrayna)

Di vî bajarê ku ji pirsgirêkên jeopolîtik dûr de, Vilkovo, lê heyşt hezar kes dijîn, ji ber kanalên ku di nava wê de derbas dibin, ew weke « Venedîka Ukraynayê» hatiye binavkirin. Digel soza rayedarên ukraynî ku di 2004’an de gotibûn wê kanal bibe wesîleya xebata çar hezar kesan, hê jî rewşa aborî pirr xirab e. Kaptan Nikolaï, leşkerê berê ku nuha rênasiya tûrîstan dike, ji me re weha xemgîniya xwe dianî ziman « Mirov ji vir diçin, kar tine, lîman û karxaneyên sovyetê hatine girtin. Tenê tişta ku mirov dikare jê pere qezenc bike, jêkirina qamîşan e ku mirov bifiroşe Holandayê.»

Digel ku ew li aliyê din ê avê ye, ji bajarê Vilkovo hemû rêyên komûnîkasyonê bi Romanyayê re qut in. Ne rê, ne pirr û ne jî rêwitiya li ser avê, di navbera Vilkovo û Tulceayê de tine. Tulcea, bajareke mezin yê Romanyayê ye. Ji bo ku mirov biçe Romanyayê, pêwîst e rêwîtiyeke bi saetan bike û di derên pirr xirab de biçe. Kaptan Nikolaï weha berdewam dike ; « Nuha Romanya bûye endamê Yekîtiya Ewropayê, ji me re vîza divê». Cihekê kontrola ukrayniyan ku di nava qamîşan û cihê hezik de ye, hemû rêwiyan di kontrolê de derbas dike. « Nuha sînor ji dema Sovyetê zêdetir dijwar bûye, dîwareke din ê hesin vê ava mezin jihev qut dike. »

Çavkanî

Laurent Geslin:
Redaktorê hezkirî yê Courrier des Balkans û rojnamevan e. Herdu bi hev re pirtûka bi navê Rêwîtiyekê li welatê Goraniyan. Di destpêka sedsala XXI’în de Balkan, (Voyage au pays des Gorani. Balkans, début du XXIe siècle), Cartouche, Paris, 2010, nivîsandiye

  • Bixwînê « Herêma Tûna û ya Behra Reş », Europa.eu, hezîran 2005.
  • Ji herêma berê ya Kafkasya’yê, ber bi gelên ku piranî musulman in ve.
  • Bixwînê Alexandre Grigoriantz, Kafkazî. Sedemên sereke bêdawî, Gollion, Infolio, 2006.
  • Ev gotin ji navê Behra Reş bi yûnanî tê Pont Euxin. Digel ku ji destpêka salên 1990’î vir ve, piraniya Pontusên Sovyetê çûnin Yûnanistan’ê, hê li Rûsya’yê û li Krîm’ê hejmareke girîng ya Pontusan heye.
  • Hrant Dink damezrînêrê rojnameya pirrzimanî ya Agos’ê bû, yek ji entelektûlên bi bandor ên civaka Ermeniyên li Turkiyeyê bû.
  • Ideolojiya ji Mustafa Kemal Ataturk maye (1881-1938), damezrênêrê komara turk ku bi nêzîkatiya laîsîzmê û nijadperestiyê ve dimeşe.
  • Bixwînê Vicken Cheterian, « Pênc rojên ku Kafkasya hejandin », « Cinq jours qui ont fait trembler le Caucase », Le Monde diplomatique, sibat 2009.
  • Bixwînê Leon Colm, « Abhazya bêşans. Çîroka dewleteke nenaskirî » « Improbable Abkhazie. Récits d’un Etat-fiction », Autrement, Paris, 2009 ; Jean Radvanyi û Nicolas Beroutchachvili, Atlas géopolitique du Caucase, Autrement, Paris, 2010.
  • Bixwînê Jean Radvanyi, « Gihanî û jeostratejiya li başûrê Rûsya’yê », « Transports et géostratégie au sud de la Russie », Le Monde diplomatique, hezîran 2008.