Derza Malîyê

Translator

Koma Lêkolîn û Agahdarîyê li ser Aştî û Ewlekarîyê (GRIP) têgehên kilît pêşkêş dike ji bo serwextbûna li rewşa li Malîyê. Lêkolînerên ku labaratûwara belçîkî ew civandî hemû jî xwedî tecrûbeyeke li cihê cih in. Ji sedemên lezgîn û yekser ên şerî – yê ku welat kirî du parçe (şaşîyên kevne serokdewlet Amadû Tûmanî Tûrê, bertîlxwarina giştîbûyî û hwd.) – û wêde hemû jî bûyeran di nava çarçoveyeke jeopolîtîk a Sahelê (1) de bi cih dikin, welat bi xwe jî di Sahelê de cihekî dorlêgirtî ye. Herêm veguherî erda xwepircarîkirina gelek cureyên qaçaxçîtîyê (narkotîk, sîleh) li hember dewletên ji ber bibinketinên sîyasî yên bipêşketinê û dermankir

inên şokê yên dezgehên malî yên navneteweyî lawazbûyî. Tevgerên çandî yan jî civatî ji bo sax bimînin yan jî bo bigihêjin encamên sîyasî hêdî hêdî flort kirin bi krîmînalîtê û terorîzmê re. Rewşa hin komên tuwareg li bakurê Malîyê ev e. Herêm wekî din dika tevgerên koçberîyê yên para bêhtir neqanûnî yên ber bi Derya Spî ve ne.

 

Destwerdana rojavayî li Lîbyayê ya bihara 2011an bi rastî jî agir bi barûdê xist. Frédéric Deycard weha dinivîse "jihevdeketina Lîbyaya [Muamer] Qedafî tewazûnên sîyasî û aborî yên Sahelê gelekî serûbinîhev kirin". Sîyasetvan behsa têkilîyên sih salan bi destê cemahîrîye – rejîma Qedafî – bi tuwaregan re girêdayî dike, rejîmê erdekî hewandina wan û dikeke axaftinê dida wan. Bi awayekî giştî kirinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransayê li parzemîna reş  nexasim jî di şerê li dijî terorîzma navneteweyî de birêveberî weha dîyar e tevlîhevî zêdetir kirin. Rejîmên cihî para bêhtir van kirinan wekî çavkanîyên rantê dibînin û ne wekî sîyasetên ku divê bi cidîyet û kûrahî werin birêvebirin. Bérangère Roupert û Antonin Tisseron bi vî awayî balê dikşînin ser nebûna girêdana cihî ya înîsîyatîfên ewropî û amerîkî. Ev fenomena ku di qada alîkarîya ji bo bipêşketin û geşedanê de jî heye li gorî Michel Galy û Mohammad-Mahmoud Ould Mohamedou danadera "ji nû ve eskerîbûna" têkilîyên Bakur-Başûr e bi heman rengî daimîbûna têkilîyên serwerîyê di navbera kevne mêtingeh û mêtingeran de jî. Di pirtûka kolektîf a bi navê Şerê li Malîyê de du jeopolîtolog nîşan didin ka çawa "krîza Malîyê" di dema dirêj de dê bibe sedema çi. (2)

 

Ji bo sîyasetvan Marc-Antoine Pérouse de Montclos "berê tîrên rexne û gumanan li ser" Malîyê ne. Hevbirêveberê nivîsandina pirtûka bi navê Trajedîya malîyî (3) rave dike ka çawa tevahîya hêmanên bêîstîqrarkirina Sahelê bi carekê li Nîjer yan jî Morîtanyayê kom bûn. Pirtûk xwe bi analîza dîroka dirêj ve dilebikîne: avakirin û sînorên hisa neteweyî li Malîyê, kokên şidetê ji serdema mêtingerîyê ve, rîsk û lihevhatinên avakirina dewleta serbixwe... Clemens Zobel wan "nakokîyên welatekî binxêz dike ku lê tamijîbûna nîqaşê, pêdivîya bi lihevkirinê di heman demê de hene tevî meyilên otorîtarîzmê û yên bikaranîna şidetê ji bo bidestanîna desthilatdarîyê ... û di dest xwe de girtina wê".

 

Di çarçoveyeke herêmî ya bi keftûleft de Malî bi kêşeyên hundir re rû bi rû ye yên ku ji hikûmetên li pey hev nehat wan çareser bike, nexasim jî xizanî û ewlenebûna hebûna zad û qût. Gelo giranîya aborîyê di xelekwarî dana dû hev a bûyeran de heye? Aborîzan Jean-Etienne Bidou û Isabelle Droy rave dikin ku "krîza sala 2012an modela bipêşketinê ya ku Malîyê ew bi gewde dikir xist ber lêpirsîne". Çavkanîya girîng pembû pir zêde girêdayî liberbaketina bazarên dinyayê ye. Li alîyê din alîkarîya çandinîyê ya ku Bamako pesnê wê dida, pirî caran ji qonaxa danezana wê nabihure. Berntrand Badie di pêşgotina Şerê li Malîyê de vê tesbîtê dike "îro, hîna jî her kes li benda miameleyeke civatî ya bi kêşeya sahelî re ye". Çavkanîyên bêîstîqrarîyê gelek bin jî piranîya nivîskaran îşaret bi xweşbînîyeke eqlî selîm dikin, dema vê dikin jî kapasîteya neasayî ya lihevkirinê ya miletekî ku sûdê werdigire ji desteka manewî û malî ya dîyasporayeke mezin, binxêz dikin.

 

 

(1) Bérangère Rouppert(di bin birêveberîya wî de), Sahel. Eclairer le passé pour mieux dessiner l’avenir / Sahel. Rohnîkirina rabihurîyê ji bo baştir resmkirina siberojê, GRIP, Bruksel, 2013, 150 rûpel, 13.90 ewro.

 

(2) Michel Galy(di bin birêveberîya wî de), La Guerre au Mali. Comprendre la crise au Sahel et au Sahara / Şerê li Malîyê. Serwextbûna li krîza li Sahel û Sahrayê, La Découverte, Parîs, 2013, 200 rûpel, 15 ewro.

 

(3) Patrick Gonin, Nathalie Kotlok û Marc-Antoine Pérouse de Montclos(di bin birêveberîya wî de), La Tragédie malienne / Trajedîya malîyî, Vendémiaire, Parîs, 2013, 350 rûpel, 22 ewro.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê