Destên namerd li ser petroleke qirêj

Translator

Çima em ji bo ronkirin û jihevderxistina vê qîr û qetrana tîr a di nava xîzê de di binê erdê de bombeyeke nukleerî nateqînin?! Di salên 1950'î de ev fikrê destpêkê hatiye bîra hin kesên mejiyê wan ji aliyê zêrê reş (petrolê) ve hatî girtin û bûne dînê wê. Lê bêhtir ya hat tercîhkirin birrîna daristanan, zuwakirina çem û rûbaran, erdkolan û bi gelek avê şûştin bû. Sala 1967'an Suncor ê amerîkî kana pêşî vekir û 30 salan varîla petrolê ya herî biha ya dinyayê hilberand. Di dawiya 1990'î de pêşketina teknolojîk û bilindbûna bihayan kir ku ev kar bi kar be; di 2003'an de 173 milyar varîl rezerva petrolê ya hatî piştrastkirin, Kanada’yê di rêza rezerva petrolê de hema li pişt Erebîstana Suûdî li rêza diduyan bi cih dike.
Şansekî baş ji bo Serokê DYE'yê yê berê George W. Bush li hev hatibû ku dixwest ji sedî 75'a girêdana petrolê ya amerîkî bi rejîmên dijmin re kêm bike. Sala 2005'an ji bo ku bersivê bide pêdiviyên wezareta parastinê, wî stratejiyeke enerjiyê ji bo sedsala 21'ê destnîşan kir. Ev stratejî xwe disipêre sotemeniyên weke niftê yên ne girêdayî peymanan (ne konvensiyonel) di nava van de yên Alberta’yê jî hene. Serokwezîrê ji Alberta’yê yê Kanada’yê Stephen Harper, kurê kadroyekî İmperial Oil, êdî pesnê xwe dide ku ew “hêzeke super a enerjiyê ku peyde dibe” bi rê ve dibe . Roja piştî hatî hilbijartin, Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê û Kanada’yê biryar dan ku hilberîna ji xîzê ya petrolê bigihînin rojê 5 milyon varîlan, da ku heta 2025'an bersivê bide ji çar paran yekê pêdiviya amerîkî.
Kanada bêhtirî ji sedî 65'ê petrola ji Alberta’yê difiroşe Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê. Ev par wê ti carî kêm nebe, lewra peymana danûstendina serbest a Bakurê Amerîka (Alena) vê parê misoger dike. Tevî çend dengên rexnegir ên ji nav refên demokratan jî, Barack Obama bi ti awayî ev rastî neguherî. Li aliyê xwe Harper jî hez dike meyla xwe ya ji bo bazara serbest, berjewendiyên Çîn’ê û miyarek û 900 milyon dolarên kanadayî yên wî sala 2009'an razendina bibîrbixe. Çi amerîkî, çi ewrûpî û çi asyayî, şîrketên mezin ên petrolê bêhtirî 200 milyar dolarên kanadayî ji niha ve di nav xîzê de veşartin.
E. R.
Wergera ji fransî:
Lokman Turgut

Çavkanî

1* Bixwîne, Marc-Olivier Bherer, “La diplomatie belliqueuse d’Ottawa (dîplomasiya harr a şerxwaz a Ottowayê), Le Monde diplomatique, Sibata 2009'an.