Desthilata nerm û qada nû ya kar

Tirkiye-Afrîka
Translator

Muteşebisên Tirkiyeyê ji nû ve berê xwe didin Afrîkayê. Serokê TUSKONê, Konfederasyona Karsaz û Pîşesazên Tirkiyeyê, bi coşeke mezin dibêje: "Daxwazên ketina nav bazara afrîkî her diçe zêdetir dibin. Em her roj bi dehan daxwaznameyan werdigirin, li ser vê parzemînê agahî ji me tên xwestin".(1)

TUSKON a ku di sala 2005ê de hatiye damezirandin, nêzîkî 15 000 kes û 150 sazîyên bazirganîyê yên xwecih tîne cem hev. Ev dezgeh paceya nû ya muteşebisîya dewletekê ye, dewletek ku xwedî 75 milyon welatîyan e û 17. hêza aborî ya cîhanî ye.(2) Bîst bajarên mezin ên herî girîng ên Tirkîyeyê, îro di îxracatê de ji yek milyar dolaran zêdetir karên ticarî yên salane pêk tînin: Di serî de Stenbol, lê bi taybetî jî bajarên mezin ên Anatolîya Navîn wek Kayserî, Konya û Entabê.

Ji 1998ê û vir ve, Tirkiye ji nû ve derket ser sehneya aborî ya navneteweyî. Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta koalîsyona ku ji alîyê serokwezîr Mesut Yilmaz ve dihat bi rê ve birin, Mîrza Ismail Cem hingê biryarê dide ku "nasnameya navneteweyî ya Tirkiyeyê ji nû ve bê tarîf kirin da ku ew ji statuya hevalbendîya Rojavayê derbasî rola çalak û avakar a aktora global bibe". Lêkolîner Mehmet Ozkan û Birol Akgun eşkere dikin ku ev berîdanîya nû ya stratejîk "hinek" ji ber nepejirandina namzetîya Tirkiyeyê ya ketina nav Yekîtîyê (3) –ji alîyê Konseya Ewropî ya Luksembûrgê ya meha kanûna 1997ê ve– qewimî. (4) Parzemîna reş, ya ku rêjeya salane ya mezinbûnê ji %5ê derbas dibe, ji Enqereyê re perspektîfên nû yên pêşketina aborî vedike. Ligel vê yekê, pirsgirêkên lojîstîk û tansîyonên di nav koalîsyona desthilatê de dibin sedem ku beşa afrîkî ya vê fetlaneka mezin di cih de pêk neyê.

Ji 2002yê û vir ve, hikûmeta ku ji alîyê Partîya Edalet û Pêşketinê ve (AKP, îslamparêz) tê bi rê ve birin, yekemîn întibaqên dîplomatîk di bin rayedarîya wezîrê karên derve Ahmet Davutoglu de pêk tîne. 2005 dibe "Sala Afrîkayê". Mîrza Recep Tayyip Erdogan diçe başûrê Ekwatorê, ku tu kesî berî wî tiştekî wisa nekiribû. Ew bi taybetî diçe Pretoria (Afrîkaya Başûr) û paytextê Etyopyayê Adis Abeba ya ku navenda Yekîtîya Afrîkî ye. Di 2007ê de însîyatîfa nû pêk tê: Tirkiye zîrweya welatên herî hindik pêşketî (WKP) li dar dixe, ku 33 ji wan welatên afrîkî ne û soz dide ku ew ê heta 2011ê ji bo pêşketinê nêzîkî 20 milyon dolaran alîkarîyê bide.

Tirkiye bi dengên welatên afrîkî dibe endama ne daîmî ya Konseya Ewlekarîyê

Di dawîya 2008ê de, bi vekirina yekemîn Navenda Lêkolîn û Tatbîqkirina Xebatên Afrîkî ya Zanîngeha Enqereyê, saleke din a awarte bi dawî dibe: Berîya wê bi çend mehan, Stenbolê li ser hevkarîya Tirkiye û Afrîkayê yekemîn civîna navneteweyî pêk anî û hevdîtinên dualî yên bi 42 dewletan re mohra xwe li wê civînê da; di payîza 2008ê de, Enqereyê ji 53 dewletan bi saya piştgirîya 51 dewletên parzemîna reş, di Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî de (ONU) peywireke endametîya ne daîmî bi dest xist.

Kêmxwînîya aborî ya Ewropayê û krîza sazûmanîya dawîya salên 2000ê kir ku tiştên mayî pêk werin û van tiştan ji pêleke nû ya muteşebisan –"Pilingên Anatolîyê"– re rê vekir ku ew piştî Rojhilata Nêz û Asyaya Navîn, li Afrîkaya binya Saharayê jî bikevin ser rêya ku ji alîyê dîplomasîya tirkan ve hatiye vekirin. Mîrza Sedat Laçiner, ji  "koma bisporan" a USAKê [Dezgeha Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî], bi eşkere weha dibêje: "Berevajî giregirên TUSIADê [Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkîyeyê] yên ku bi giştî bi welatên pêşketî re ticaretê dikin û xwe nadin ber rîskan, karsazên TUSKONê, Afrîka kir yek ji herêmên xwe yên nû". Ji bo Ihsan Dagi, sernivîskarê Insight Turkey, ya nêzî AKPyê û mamosteyê beşa têkilîyên navneteweyî ya Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn a Enqereyê [ODTU], "eger mirov aktîvîzma vê sektora taybet li ber çavan negire, mirov nikare polîtîkaya proaktîf a hikûmetê ya li herêmê wekî li tevahîya dinyayê fam bike". Serpêhatîyên wê yên serfiraziyê alîkarî kir ku gumanberî siviktir bibe, gumanberîya ku bi taybetî ji alîyê piranîya çavdêrên tirk ve hatibû zelal kirin. Ozkan û Akgun dibêjin: "Dema Tirkîye da zanîn ku 2005 wê bibe sala Afrîkayê, wekî gelek rojnamevan û dîplomatan, hin rexneyên gelek karmendên payebilind jî hebûn. Ji bo wan, ev hem windakirina wext û enerjîyê bû, hem jî windakirina kaneyên mirovî bû. Yên ku bawerî bi vê însîyatîfê dianî û destek didayê, tenê Komele û hikûmeta AKPyê bûn. Lê dema ku ev tişt bi ser ket, hemû dengên dijber qut bûn.

Têkilîyên dîplomatîk û bazirganî yên Tirkiyeyê bi parzemînê re bi temamî guherîn: Di nav deh salan de, Enqereyê hejmara sefaretên xwe sê qat zêdetir kir; îro 27 sefaretên wê hene –bi qasî Hindistanê– 15 ji wan jî di navbera 2009 û 2010ê de hatin vekirin. Bi statuya xwe ya çavdêrîyê ya li Yekîtîya Afrîkî, ev welat beşdarî pênc peywirên ji bo parastina aştîyê ya li Afrîkayê (5) dibe, duzîneyek firqateynên wî li hemberî korsanîyê li peravên Somalîyê di çarçoveya fîloya şer a navneteweyî de ewlekarîyê pêk tîne. Ji alîyê aborî ve, Enqere di nav endamên, ne herêmî yên Bankaya Pêşketinê ya Afrîkî (BPA)(6) de tê hesibandin û ew ê bifikire bi Civata Afrîkaya Rojhilat (CAR) re herêmeke bazirganîya azad pêk bîne. Civata Afrîkaya Rojhilat dezgeha navberhikûmetî ye û armanca wê ew e ku di navbera Kenya, Uganda, Tanzanya, Birûndî û Rwandayê de yekîtîya gumrikê pêk bîne.

Hecma bazirganîyê digihîje 20 mîlyar dolaran

Îca Turkish Airlines, li dinyayê heştemîn şirketa hewayî, êdî li 14 bajar û 12 welatên parzemînê xizmetê dike, hecma danûstandinên bazirganî yên di navbera Tirkîye û Afrîkaya binya saharayê de –di serî de Afrîkaya Başûr û Nîjerya– sala 2009ê gihîştiye nêzî 20 milyar dolaran, ku ev hejmar sê qat zêdetirî sala 2003yê ye. Îxracatên ber bi başûrê Saharayê ve (di 2009ê de 10,2 milyar dolar) zêdetirî ji %10ê yekûna îxracatên Tirkiyeyê pêk tînin.

Made in Turkey (materyalên avahîyê, çandinî-qût, endazyarî, hemû cûre makîne, tekstîl, îmalata cilan, aletên tibbî, teknolojîya agahdarîyê, hilberînên hîjiyen ên şexsî û yên paqijîyê û her weha mucewherî), yên ku ji % 20 heta %30ê erzantirî hilberînên ewropî ne, ji reqîba xwe ya çînî zêdetir bi navûdeng e. Mîrza Metin Demir, rêveberê giştî yê şirketa Pancar Motor a ku ji pêncî salan zêdetir e traktor û haletên cotkarîya bi motorên mazotê hildiberîne, vê tesdîq dike û di civîna "Pira Ticarî ya Tirkiye-Afrîkayê (7)" de, civîna ku di gulana 2008ê de li Stenbolê hatibû organîze kirin, ji delegasyoneke çil karsazên ji Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) hatî re dibêje: "Cotyarên parzemînê bi çavên girtî materyalên me nas dikin., eger hûn bizanin wan baş biparêzin, motorên me dikarin bi salan bi kar bên".

Mîrza Şeref Sayoğlu û Mîrza Serdar Sayoğlu, ku şirketa Arzul Metal bi rê ve dibin, pir memnûn xuya dikin. Şirketa wan beroş û çaydankên alumînyûm hildiberîne. Hilberînên wan gelek tên ecibandin "ji ber ku ew ji firaqên pola pir erzantir in".

Piştî şirketên tirk ên dêwasa ên xanîyan, yên ku xebatên pir mezin pêk tînin (li bakurê Nîjeryayê rêya mezin a Kaduna, li Khartoumê pira daleqandî ya El Mek û hwd…), zêdetirî çarsed şirketên biçûk û navîncî di 2010ê de bi veberhênana zêdetirî 500 milyon dolaran li parzemînê bi cih bûn. Di adara 2010ê de li Yaûndeyê, di dema hevdîtina serokkomar Abdullah Gül de, serokê Tevgera Kargêrên Kamerûnê (TKKam) Mîrza Toussaint Mboka Tongo weha dibêje: "Ez difikirim ku patronên herêmê yên ku pêdivîya wan heye maddeyên xwe yên xam bidin şixulandin, dikarin bi saya serê Tirkîyeyê gelek qezencê bikin".

"Wê ji Tirkiyeyê bêtir bê hez kirin, eger ew piştgirîya filistînîyan bike"

Bi nîşandana heman prensîbên Pekînê, Enqere xwe tevlî karên navxweyî yên welatên hevkar nake. Ev tişt rê li ber nagire ku hinek rastgoyîyê bike. Serokê Sûdanê Omar El Beşîr, ku çûbû zîrveya Tirkîye-Afrîka ya 2008ê, tam piştî ku ji alîyê Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî (MCN) ve hatibû tawanbar kirin, der barê Darfourê de bi awayekî cidî ji alîyê serokwezîrê tirk ve hatibû îqaz kirin. Ligel vê yekê, Enqereyê, ku di heman demê de endama Lîga Ereb e, tu caran mefhûma qirkirinê bi kar neanî. Têkilîyên nav her du welatan kevin in, ji ber ku Sûdan, di navbera 1820 û 1855ê de, bi Împaratorîya Osmanîyan ve hatibû girêdan (heta, hatibû bi sînor kirin). Zêdetirî 80 şirketên tirk îro li wê derê bi cih bûne.

Li gor Mîrza Omer Hidar Abu Zaid Idem, sefîrê sûdanî yê li Enqereyê, Tirkiye, di hêrêma-binî de "stêrka hilhatî", wê bi temamî bê hez kirin eger ew piştgirîya filistînîyan bike, wekî piştgirîya xwe ya ji bo "fîloya ji bo Xezzayê" ya ku ji alîyê organîzasyonên mirovî ve di 2010ê de hatibû şandin. Wekî din, sala 2010ê, ew tevî Brezîlyayê li dij derketibû ku Konseya Ewlekariyê cezayên nû bide Îranê.

Mîrza Laçiner dîyar dike ku guherîna fikra welatekî, ku heta dawîya sedsala 20emîn, "di dema şerê sar de girîngîya Afrîkayê îhmal kiribû û li ser parzemînê nebûna hevalan bi awayekî eşkere bandor li ser frênkirina aborîya neteweyî kiribû û menfaetên wê yên polîtîk zeîf kiribûn", ji ber çavên analîstên navneteweyî nefilitî; analîstên ku armancên "osmanîyên nû" yên Enqereyê yên li Rojhilata Nêz pir ji nêzîk ve dişopînin. Hin ji wan êdî li ser pêwendîya di navbera mezinbûna aborî û ya îslamê de pirsan ji xwe dikin. Organîzasyona zîrveyekê bi berpirsên misilman û afrîkî re, ku di 2010ê de ji alîyê Diyanetê -rêveberîya xebatên dînî ya dewletê- ve hatibû pêk anîn û her weha dawetkirina sêsed xwendekarên parzemînê ji bo perwerdehîya teo-lojîyê ya li Tirkîyeyê, bû sedema hin şiroveyên hêrsokî. Peter Pham, ji National Commitee on American Foreign Policy (8) (Komîteya Neteweyî ya li ser Polîtîkaya Derve ya Amerîkî) dîtinên xwe weha derdibire: "Rola ku hêzeke Rojhilata Navîn a xwedî meyleke îslamîst li Afrîkayê pê radibe û roj bi rojê mezintir dibe, nikare neyê dîtin".

Bilindbûna Weqfa ji bo Maf û Azadîyên Mirovan û Alîkarîya Mirovî (IHH: İnsan Hak ve Hürrîyetleri ve İnsani Yardım Vakfı) ku bûbû aktoreke girîng a "fîloya ji bo Xezzeyê" di nîşangehê de ye. Ev weqif ku ji nîvê salên 1990ê ve li Afrîkayê xwe nîşan dide û li 41 welatan xwedî îradeyek e, nuha kampanyayeke fireh a emelîyatên kataraktê dimeşîne. Li gor slogana wê, armanca vê kampanyayê ev e: "Tirk çavên 100 000 afrîkîyan vedikin" ji bo ku "100 000 afrîkî bi Tirkîyeyê re bibînin". Berpirsên wê diyar dikin ku IHH "diçe cem kesên ku tu kes neçûbû dîtîna wan".

Têkilîyên bi Fethullah Gülen re: Sedema endîşeyan

Têkilîyên ku muteşebisên kevneperest û neteweperest ên TUSKONê, bi cemaeta Fethullah Gülen (9) re honandine jî, dibin sedema xurtkirina endîşeyan. Ev girêdan bi rêya alimekî tirk ê olî pêk tê, ku ew piştî seferberkirineke xurt a bawermendên xwe, di 2008ê de ji alîyê kovarên Foreign Policy û Prospect (Polîtîkaya Derve û Perspektîf) ve wek "hizirmendê herî bi tesîr ê dinyayê" hat hilbijartin. Di împaratorîya wî de navgînên medyayê, weqif û komeleyên mirovî cih digirin… Dibistanên ku ji alîyê "îmamê global" ve hatine ava kirin, ku bi kalîteya xwe ya perwerdehîyê bi nav û deng in, zanînên xwe li Afrîkaya Başûr, li Uganda, li Kenya û li Tanzanyayê belav dikin. Ev sazî bi piranî ji alîyê muteşebisên tirk ve tên destek kirin, di berdêla vê destekê de ew jî ji defterên wan ên navnîşanan sûdê werdigirin. Bêguman, perwerdekar û berpirsên îdarî bi ketina nav çand û zimanê wan, di nav civakên xwecihî de dihelin.

Mîrza Gülen, ku ji 1999ê ve li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê penaber e, êdî ne mijara polemîkan e. Yek ji polemîkên dawîyê ji alîyê kevnerêveberê îstixbarata tirk Mîrza Osman Nuri Gündeş ve hat geş kirin: Dihat gotin ku têkilîya Gülen bi Central Intelligence Agency (CIA) re heye û di salên 1990ê de wî ji bo CIAyê li Asyaya Navîn kar kiriye. Di destpêka adara 2010ê de du rojnamevanên tirk ên navdar, Nedim Şener û Ahmet Şik, piştî bicîkirina cîhazekî guhdarkirinê ya dewletê ya ji alîyê endamên cemaeta Fethullah Gülen ve, bi sedema "teşwîqkirina nefretê", li Stenbolê hatin girtin.

Îro, hin nirxandinên li dijî tevgera "nûrcîyên nû", (10) ku piştevanên wê, wê wek "di nav civaka tirk de elîteke alternatîf" dibînin, carna ne dûrî teorîyên komploya antîsemît in, çawa ku rojnamevan Suzy Hansen (11) balê dikişîne ser vê yekê: "Ew navgînên medyayê bi rê ve dibin. Ew dewlemend in. Ew bi hev ve girêdayî ne. Û ew bi tenê alîkariya kesên nêzî xwe dikin".

Li Afrîkaya Başûr, a ku Împaratorîya Osmanî di 1863yê de bi daxwaza civata piştevanên CAPê îmam şandibûnê, serekpîskoposê katolîk ê teqawid ê Pretoriayê, Mgr. George Francis Daniel rexneyan nerm dike: "Fîlozofî û çalakîyên Fethullah Gülen, ku di serdaneke Tirkiyeyê de fersenda min a naskirinê çêbû, em gelek hejmetkar hiştin; em neçûn li îslamê bigerin, îslamê bi xwe em dîtin".(12) Di vî welatî de, ku yekemîn hevkarê bazirgan ê afrîkî yê Enqereyê ye, pênc dibistanên "tirk" zanyarîyên Gulen di nav sê hezar şagirdan de belav dike.

Ligel vê yekê, wê tiştekî şaş be eger di mezinbûna tirkan de alîyê olî bêmubalexe kirin. Ajansa Hevkarî û Geşepêdanê ya Enqereyê, TİKA [Türk İşbirliği ve Kalkınma Ajansı], li gelek welatên afrîkî kar dike, ku hejmara misilmanan lê kêm e. (Etyopya, Rwanda, Madagaskar…). Ji bo Ozkan û Akgun: "Bîrbirina tirkan a ji bo îslamê ne bi tenê bi nirxên rojavayî re hevgirtî ye, lê ew çareserîyeke alternatîf nîşanî welatên din -ên zêdetir radîkal- dide, yên ku li Afrîkayê veberhênanê dikin". Tevî ku serhildanên heyî yên cîhana ereb-misilman ji bo Enqereyê bazara piştdar zeîf dikin jî –berê pêşîn li Lîbyayê, ku piranîya ji 25 000 penaber û xebatkarên tirk jê hatin derxistin– Tirkîye wê baş bikare ji bo zêdekirina hebûna xwe ya li başûrê Saharayê, ji van rewşan sûdê wergire.

Çavkanî

Alain Vicky*: Rojnamevan

  1. "Africa as a savior for turkish firms (Afrîka ji bo fîrmayên tirk wekî xelaskerekê ye)", Hurrîyet, Stenbol, 4 adar 2011
  2. John Feffer, "Pax Ottomanica ?", TomDispatch.com, 13 hezîran 2010, http://www.tomdispatch.com/blog/175260/ tomgram%3A_john_feffer,_pax_ottomanica/
  3. Konseya Ewropî wê statuya endametîyê di 1999ê de bide Tirkiyeyê; muzakereyên tesdîqkirinê yên ku di 2005ê de dest pê kiribû, rastî astengîyan tê ji ber bêdilîya hin dewletên endam, wek Fransa û Awusturyayê
  4. "Turkey’s opening to Africa (Vebûna Tirkîyeyê ber bi Afrîkayê ve)", The Journal of Modern African Studies, Cambridge, 4 mijdar 2010
  5. Peywira Neteweyên Yekbûyî ji bo dengeya Komara Demokratîk a Kongoyê, Peywira Neteweyên Yekbûyî û ya Yekîtîya Afrîkî li Darfourê, Peywira Neteweyên Yekbûyî ya li Lîberyayê, Peywira Neteweyên Yekbûyî ya li Sûdanê, Operasyona Neteweyên Yekbûyî ya li Kersaxa Fîldiran
  6. Yves Ekoué Amaizo, "Une banque entre finance et solidarité (Bankayek di navbera fînans û piştgirîyê de)" bixwînin, Le Monde diplomatique, gulan 2010
  7. "Anatolian firms explore african opportunities  (Şirketên Anatolîy li dû fersendên afrîkî ne)", Today’s Zaman, Stenbol, 16 gulan 2008
  8. Peter Pham, " Turkey's Return to Africa  (Vegera Tirkîyeyê ya li Afrîkayê)", World Defense Review, 27 gulan 2010, http://worlddefensereview.com/pham052710.shtml
  9. Gabrielle Angey, "Une stratégie commune entre l’AKP et le mouvement de Fethullah Güllen en Afrique subsaharienne? (Di navbera AKP û tevgera Fethullah Gülen de li Afrîkaya binyasaharayê stratejîyeke hevpar?)", Venêrgeha jîyana polîtîk a tirk, 23 tebax 2010, http://ovipot.blogspot.com/2010/08/une-strategie- commune-entre-lakp-et-le.html
  10. Fethullah Gülen mileke tevgera nûrcî ya ji alîyê Saîdê Nûrsî (1873-1960) ve damezirandî ye
  11. Suzy Hansen, "The Global Imam  (Îmamê Global)", The New Republic, Washington 10 mijdar 2010
  12. Fethullah Gülen, "Catholic Church in South Africa Discusses Gülen Movement (Dêra katolîk a li Afrîkaya Başûr li ser Tevgera Gulen guftugoyan dike)", 5 sibat 2010, http://www.fethullahgulen.org/

Wergera ji fransî: Aynur Bozkurt