Desthilatdarî ferz nake ku meriv fikra xwe biguhere

Dudilîya çepgirên radîkal yên yûnanî
Translator
Partîyeka çawa statuya xwe ya hêza herî mezin ya mixalefetê diguhere û dibe hêza sereke ya welatekî? Hejmara rêxistinên sîyasî yên çepa radîkal ya ewropî ku jê tê – bi awayekî cidî- vê pirsê ji xwe bike, kêm e. Tevî vê yekê ev e mijara fikarên Syriza yê, ku encamên hilbijartinên bihara 2012an li Yûnanistanê derîyê desthilatdarîyê lê vedike.

Di tîrmeha 2013an de SYRIZA (Synaspismós Rhizospastikís Aristerás: Koalîsyona Çepgir ya Radîkal) wê yekem kongreya xwe wekî partîyeka yekbûyî pêkbîne, koalîsyona çepa radîkal li Ewropayê xwedî cihekî nehatî dîtin e, bi saya hilbijartinên giştî yên hezîrana 2012an ew bû qehremana mixalefetê li dijî sîyaseta "troyka"yê – ango sîyaseta Fona Pereyan ya Navneteweyî (IMF), Komîsyona Ewropî û Banqeya Navendî ya Ewropî (BNE). Pêre hêzeka sîyasî ya pêşverû li ber derîyê desthilatdarîyê ye. (1) Bi vê serketina dûalî ya SYRIZAyê re - hem serketin e hem jî têkçûn e li hemberî mihafezakarên Demokrasîya Nû - ew herweha rû bi rû ma bi pirsgirêka mezinkirina hejmara alîgir û mîlîtanên xwe û bi ketina pey pêkanîna hevkarîyên bi hêzên din re. Ev pirsgirêk jêre lezgîntir bûn, lewre hikûmeta ji sê partîyan pêktê ya di encama hilbijartinên 2012an de hatî desthilatdarîyê wê nikaribûya ji çend mehan zêdetir desthilatdarîya xwe biparasta. Ji roja piştî hilbijartinan ve, şefê koma parlemeter ya Syrizayê, Alexis Tsipras, bi vê danezana xwe bû sedema polemîkê: "Di vê serdema krîzê de, berxwedan û hevgirtin  herdu jî pêwîst in, lê belê nexasim hevgirtin pêwîst e." Ev destpêka sîyaseta "hevgirtinê" bû, ya fermana wê ji alîyê birêveberîya partîyê ve hatî dayîn û armanca wê bipêşxistina çalakîyan li her deverê ye da ku tu welatî bê xwarin, bê derman, bê xanî hwd. nemîne. Synaspismos, partîya herî mezin ya endamê koalîsyonê, hewldanên alîgirên xwe nexasim ji  bo avakirina bankeyên dermanan seferber kirin. Gelek armancên vê stratejîyê hebûn. Li alîyekî mijûlkirina endamên nû. Belê Syriza di nava karker û cotkaran de zêde xurt nebû û sendîkayeka ya nûnerîya wê bikira jî tunebû, ew ne xwedî çandeka rastî ya mîlîtanî bû. Berevajîya wê, Partîya Komunîst (Kommounistiko Komma Elladas, KKE) yek ji sendîkayên herî mezin ya bi navê Enîya Mîlîtan ya Tevahîya Karkeran (Panergatiko Agonistiko Metopo, PAME) kontrol dike û Tevgera Sosyalîst ya alîgirê Hellenîzmê (PASOK) sendîkayên din ji bo armancên xwe yên xizmperest bikar tîne. Tê bîra mîlîtanekê ku "heta bihara bihurî, Syrizayê tu çalakîya bi rastî pêkneanî. Lê meriv bixwaze çalakîyekê pêk bîne tiştek e û zanibe çalakî çawa tê pêkanîn tiştekî din e." Koalîsyonê hêvî dikir ku dê karibe  têkîlîya xwe bi yên ku krîz ji sîyasetê dûrxistibûn re deyne, bi rêya hevrikîya bi înîsîyatîfên medyatîk yên partîya neonazi Berbanga Zerîn ku wê demê şorbe li xizanên "yûnan" belav dikir û kampanyaya dana"xwîna yûnan" organîze dikir û bi rêya piştgirîya gelek çalakîyên hevgirtinê yên gel bi xwe pêkdianîn. 

Danezanên nakokane

 

Lê dema meriv bifikire hevgirtin mihimtir e ji dijmintîyê, maneya vê ew e ku îmajeka xwe ya partîya "dermanê krîzê" ava dike û dûr dikeve ji fikrên radîkal yên destûrê didin da ku meriv Syrizayê û kevne hilbijêrên Pasokê yên ji nû ve derketî holê ji hev nasbike. Bi hêvîya ku piranîya parlamentoyê bidestbixin, partî li rêbazan difikire ji bo ku çînên navîn yên ji dawîya dîktatorîya efseran ya 1974an ve derketî holê qaneh bike. Wêneyekî xisletên tîpîk yên endamekî vê çîna dengdaran bi tenê dikare şematîk be, meriv dikare wê bi vî rengî terîf bike: merivekî mihafezekar, têra xwe biemir yê xwedî xanîyekî bi rêya deynkirinê hatî bidestxistin, yê ku karê wî elaqedarê turîzmê yan sektora avakirina xanîyan yan jî memûrtîyê ye. Merivekî ku krîza hêyî ew xistî nava bêîstiqrarîyê, lê dîsa jî gelekî girêdayî tevlîbûna Yûnanistanê ya nav Yekîtîya Ewropayê ye. Li hemberî niqaşên "herdu alîyên radîkal" ku dibin sedema şibandina Berbanga Zerîn bi Syrizayê re, tişta ku çapemenî bênavber dubare dike, koalîsyonê xwest dilê xelkê welêt xweş bike. Tsipras bi awayekî vekirî piştgirîya çalakîyên grevê dike, lê der barê çalakîyên ku wekî "radîkal" dinirxîne gotinên baş li wan hatî fikrîn bi kar tîne û xwe dûr dike ji wan çalakîyan ku partîyên radîkal yên çepgir û komên anarşîst pêk tînin. Di dema destwerdana bi şidet ya mehên çileya pêşîn û çileya paşîn ji bo derxistina çalakvanan ji Villa Amaliasê, avahîyeka hatî dagîrkirin ya li Atinayê, hin kesan rexne li wî girtin û gotin wî kiryara polîsan têra xwe şermezar nekirîye. Syriza dixwaze îhtimala pêkanîna hevkarîyeka, heta ya tiştekî jê wêdetir jî, bi çepa navîn re biparêze. Tu lêkolîna heta niha hatî pêkanîn nîşana hebûna wê îhtîmalê neda ku dê karibe desthilatdarîyê bi tena serê xwe bidestbixe. Lewre dîtina hevkarên mimkin e bawerî bi fikra koalîsyoneka hikûmetî bi xwe bînin mesele ye. Tevî ku xwedîyê îdîaya seferberkirina "tevahîya çepê" ye, di rastîyê de rêxistin îzolekirî ye. KKE her şiklê hevkarîyê  bi "oportunîstên" qanûnên Yekîtîya Ewropayê û pereyê wê yê yekane re qebûl dikin, red dike. Li milê rastê yê Syrizayê, Partîya Ҫepa Demokratîk (DIMAR) heye, ew tevgereka sosyal-demokrat ya ji Syrizayê qutbûyî ye ku bi israr piştgirîya tevlibûna nav Yekîtîya Ewropayê û qada ewroyê dikin. Ew hat û kete nav hikûmeteka memorandumeka (2) "troïkayê" erê dike. Di nava şertên bi vî rengî de, pêkanîna hikûmeteka miheqeq nayê maneya bidestxistina desthildarîyê. Niha, birêveberîya partîyê hewl dide ji dijberîya di navbera çep û rastê bibihure, ev jî bi rêya pêkanîna enîyeka li dijî-memorundumê ji destê wê tê, wekî nimûne, Yûnanên serbixwe seferber dike. Ev partîyeka  rasta neteweperest û mihafezekar e ku li dijî memorandumê ye. Ji adara bihurî ve, Tsipras îdîa dike ku ew dixwaze hikûmeteka yekîtîya neteweyî pêk bîne, ku çep û Syriza wê "navenda wê" pêk bînin. Ango: dixwaze piranîyeka alîyê rastê jî bihewîne. Ev stratejî dibe sedema nerazîbûneka mezin di nava  koalîsyonê de, ku bi lez rexneya helwesteka ji  bo "serketina di hilbijartinan de" kir. Berevajîyê vê yekê daxwaza wê ya dîtina "Syrizayeka têkoşer" e, ya dikare hejmara dengdarên xwe fireh bike bi rêya tevlî kirina welatîyên mexdûrê krîzê ne. Ango, ev mehên dawî bûn dika du guhertinan: dema ku koalîsyonê xwe vediguhert û dibû partîyeka yekbûyî, "baskekî çepê" yê xwe li dijî meyla rastgir îlan kir. Di konferansên panhelenîk yên koalîsyonê de, yên di kanûna 2012an de bingeha partîyeka yekbûyî pêk dianîn, pêşnîyareka serhildêr ya % 25 ji dengan bidestxistî kir ku meyla Ҫepa Karker ya Enternasîyonalîst (DEA), Ҫepa Synaspismosê û hin tevgerên din bibin yek. Peşnîyaza doza avakirina hikûmeteka "bi tenê ji çepê" pêktê dikir, doza zelakirina helwesta hikûmetê di mijara betalkirina memorandumê û deynê welêt û doza slogana"tu fedakarîyê ji bo ewroyê nekin" kir. Meyla piranîyê tercîh dike van peyvan bikar bîne: "ewro tevahîya fedakarîyên tên kirin rewa nake"

 

Krîza Qibrisê û weşandina lêkolîneka li ser mijara derketina ji qada ewroyê wekî bersiva tedbîrên "troyka" ferz dike, ji alîyê Partîya Pêşverû ya Karkeran  (Anorthotiko Komma Ergazomenou Laou, AKEL) ve ku partîyeka destbirayê Syrizayê ye, li dijî yên piştgirîya eewroyê dikin nerazibûnên di nava partîyê de dîsa  gur kirin. Belê wisa xuya ye fikra ku wê Almanya û Bankeya Navendî ya Ewropî destûrê bidin Syrizayê da ku bernameya xwe ya aborî di nava qada ewroyê de pêk bînin, tiştekî her diçe zêdetir xeyalî ye. Ev meyla hindikayîyê dê nikaribe rê li ber yekbûna koalîsîyonê bigire, dê di van mehên bê de beşeka vê yekbûnê pêk were, lê belê ew têsîrê li çepa radîkal dike da ku bernameya xwe ya sîyasî û stratejîya xwe zelal bike. Wê pêwîst be çep gumanên li ser hebûna cotstandartîyekê ji holê rake. Bernameya lihevkirina pêşî, ku zimanê têde bikaranî û armancên wê ne zelal in, dihişt ku her partîya endam navgînê li gor xwe fêm bike. Ji bihara bihurî ve, ev rewş bû sedema derxistina danezanên gelekî nakokane û mejîyê beşekê ji dengdaran tevlîhev kir. Di 5ê kanûna pêşîna 2012an de, Tsipras li pêşîya Odeya Bazirganîyê ya Yûnanî-Amerîkî îdîa dike ku pêwîst e memorandum were betalkirin.  Ҫar rojan piştre, parlementerê Kanenyê ku endama Syrizayê ye, rave dike ku armanc ev e: "ji nû ve pêkanîna hevdîtinan li ser lihevkirinên der barê deynê dewletê û li ser guhertina sîyaseta aborî ya hundira niha yekalî tê meşandin" û tu tişt li gotina xwe zêde nekir. (3) Dema di 17ê nîsanê de Tsipras behsa "cemidandina" memorandumê dike,  polemîkeka li hundir û li derveyî koalîsyonê derketî holê wî neçar dihêle lêborîna xwe bixwaze ji bo vê "gotina şaş" û daxwaza xwe ya "betalkirina" wan ji nû ve eşkere bibêje. Nakokîyên bi heman rengî derbarê pirsgirêka deynê dewletê de jî derketin holê: gelo divê konferanseka navneteweyî çiqasî ji tevahîya deynî betal bike? Wê demê wê çi ji bankeyan were? Bername bi xwe (kadroyên partîyê jî li zelalnebûna wê mikur tên û bê navber soza peşnîyazên zêdetir bawerî bi wan were anîn, dikin) zelalnebûna vê mijarê vê yekê nîşan dide: tevî ku doza pêkanîna şorişeka ji bo bihurîna ji kapîtalîzmê dike jî, tevahîya tedbîrên tê de hatî pêşnîyazkirin zêdetir meyldarê sîyaseteka keynesî ya xurtkirina aborîyê ne, piştgîrîyeka dewletê ji  bo hilberînerên piçûk, cotkar yan jî sinetkaran pêş dibîne. Têde soza dewletîkirina şîrketên stratejîk tê dayîn, lê belê behsa ji nû ve pêkanîna şexsîkirinan jî tê kirin. Herçî armancên ekolojîk in, ji prensîpên giştî wêdetir naçin.

Nemana hêvîya

dengdarên ciwan

 

Di dawîyê de, Tsipras di van mehên dawî de, xwe gelekî westan bi hewldanên xwe da ku  partîya wî li derveyî welêt wekî mixetabekî sîyasî yê cidî bide qebûlkirin. Tevî ku hin serdanên wî, wekî yê li Arjantînê, wekî nîşana mimkinbûna betalkirina deynê dewletê hat hesibandin, çûyîna wî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û serdana wî ya wezîrê malîyê yê alman Wolfgang Schäuble zêdetir bûn sedema gumanan. Lewre êrîşa dibin ser Syrizayê, ew di heman demê de hem bi zêde çepgirbûnê û hem bi zêde rastgirbûnê tê gunehbarkirin. Koalîsyon timî ditirse dengdarên wê –nexasim bi ciwanên bajarî yên di bihara bihurî de dengê xwe dan wê – wê veguherînin PASOKeka nû: sala 1981ê sosyalîst bi bernameyeka radîkal hatibûn desthilatdarîyê û meriv dikare bibêje hema hema tu tiştê vê bernameyê pêk neanîn. Wisa xuya ye ku hin ciwanên mexdûrên krîzê ne, yên li dijî PASOKa "dê û bavên xwe" radibin, li hember bêdengîya Syrizayê di dirêjîya şorişên van mehên dawî de bêhêvî mane.

Hejmarên li ser Syrizayê:

Synaspismos, mîrasgirê Partîya Komûnîst (eurocommuniste),

 

çepa Karkerî ya Navneteweyî (Diethistiki Ergatiki Aristera, DEA, ku troçkîst e) û Rêxistina Komunîst ya Yûnanistanê (Kommounistiki Organosi Elladas, KOE, ku maoîst e) û gelek tevgerên din yên piçûktir.

 

Hejmara îdîa kirî

ya endaman: 30 000

 

Encamên hilbijartinên

giştî yên 2012an:  gulan %16,78 

   hezîran %26,89

 

Dîroka nû ya koalîsyonê îşaret bi wê yekê dide ku di dema nêzîkî bidestxistina desthilatdarîyê de, du zehmetî dê derkevin holê ku çepgir dê bi wan re rû bi rû bimînin . Zehmetîya yekem: dê çawa sîyaseteka bi rastî çepgir bimeşîne di çarçoveyekê de ku desthilatdarîya gel asteng dike? Ji nû ve ferzkirina desthilatdarîya gel ji ber têkîlîyên bi Yekîtîya Ewropayê û bi Bankeya Navendî ya Ewropî zehmet e, lê belê sedemeka din ya vê zehmetîyê jî kêmbûna îmkanên dewleteka qada ewroyê ye ku karibe xwe hilgire û hilneweşîne li hemberî cihguhertina şîrketan yan jî li hemberî jihevdeketina sîstema xwe ya bankeyî. (4) Derketina ji  qada ewroyê bi daxwaza xwe yan jî ji ber neçarîyê, ewqasî zehmet xuya dike ku dema Syriza dide zanîn dixwaze di nava qada ewroyê de bimîne, divê kadroyan peyde bike ji bo vê sîyaseta xwe bi hevkar û rikberên xwe  bide qebûlkirin. Divê tiştekî wekî konferanseka navneteweyî wekî ya li ser deynê welatên başûrê Ewropayê pêk bîne, ew dixwaze vê yekê pêk bîne. Zehmetîya duyem: pirsgirêka seferberbûnên gelên ku tam dikarin bibin bingeha ji nû ve bidestxistina desthilatdarîya gel. Li Emrîkaya Latîn, guhertinên sîyasî xwe spartibûn seferberbûneka mezin ya gel. Gelo dê stratejîya heyî ya Syriza karibe xwe bispêre piştgirîyeka bi vî rengî eger di hilbijartinan de bi ser keve? 

 

* Profesorê wêjeya klasîk li Atînayê.

(1) Alexis Tsipras, "Notre solution pour l’Europe / Ҫareserîya me ji  bo Ewropayê" Le Monde diplomatique, sibata 2013an.

 

(2) Lihevkirina li ser deynan di navbera Atîna û "troyka"yê de hatî mohrkirin.

 

(3) Efimerida ton Syntakton (Rojnameya redaktoran),Atîna, 9ê çileya pêşîn a 2012an.

 

(4) çawa ku ev yek di hezîrana 2012an de mimkin bû, dema 17 mîlyar euro di nava çend rojan de li ser hisabê bankeyên xerîb hatibûn razandin.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê