Detroit, Detroit, Detroit û Detroit…

Translator

“ Tu bêhn dikî? Ev bêhn tê te?” Daveyê dora sîh salî, li 7 miles roadê dijî, yanî di nîveka taxên feqîr ên Detroit’ê de, neqebeke qederê danzdeh kîlomêtreyan fireh di navbera downtown, ku ji balexaneyên xwe re diyar e, û suburb an jî ew banliyoyên (taxên li derveyî an jî li qeraxa bajarî) dewlemend de ku li qeraxên bajarî belav bûne. Li hember mala wî, aliyê din ê rêyê, pênc lodên xweliyê. Ewqas jî xanî ku heta du heyv berê jî kesine tê de dijiyan. “Duhî şevê yekî din jî hate şewitandin. Her heftî xaniyekî dîtir dibe xwelî li vê taxê. Xelk wiha dikin da ku pereyê sîgorteyê bistînin û biçin li banliyoyan bi cih bibin. Êdî tu kes naxwaze li vir bijî.”
Li gettoya Detroit’ê, bajar xwe dimezêxe û hêdî hêdî ji beyn diçe. Bi tenê bi rengekî parçe parçe maye. Di hinek blokên(i) mezin de, bi tenê du an jî sê malbat mane. Lewma bajar dişibe warekî heliyayî, daqurtandî: taq û qalibên ji xweliyê, parkingên (parkên trimbêlan) terikandî û karxaneyên xalîkirî bajar veguherandine zeviyeke mezin a kêlayî. Li asoya beyar, dar û giya dêliyên xaniyên metrûk lêk rast dikin. Bajar ji hev dikeve. Cihên qerebalix dişibin gundan. Û dîmen hêj dirrindetir lê tê gava banga dîkan û fîtikên bênavber ên kuliyan têkel dibin. Li Detroit’ê, dengên xwezayê li nav bajarî olan vedidin.

Heke îro % 35ê herêma şaredariyê vala û bêşênî be(ii), ev yek ji ber wê diyardeya tekane ya dîroka bajarvaniya cîhanî ye ku di nav nîv sedsalê de, Shrinking city an jî bajarê ku dikişe û tengtir dibe, zêdetir ji nîvê nufûsa xwe, yanî nêzîkî milyonek kes ji dest dan(iii). Bes li dergehên zanîngehê an jî wextê belavbûna xwendegehan nebe, bi tenê çend peya piyaseyê dikin li ser peyarêyên Woodwars, Michigan an jî Gratiot’ê, ku cade û şeqamên serekî ne li bajarî. Digel qeyrana subprime’an (cûreke krediya emlaqê ya birîsk e li DYE’yê), prosesa terikandin û bêmirovkirina bajarî hêj bileztir lêhatiye.

Gewretirîn bajarê Michiganê, Detroit, yek ji wan bajaran e ku herî zêde ketiye ber xezeba bazara wan deynên (krediyên subprime) bi faîzên cihê, ew krediyên ku lîberalan xwestibû dabîn bikin di çarçoveya modêla entegrasyona nav civaka serfkar, bi taybetî ji bo xizanên ku nikarin bibin xwedanê emlaqan. Topavêtina hezaran deyndaran, ku nedikarîn bi zêdebûna faîzan re bigihin, kir ku gelek kes emlaqên xwe bifiroşin. Di navbera 2005 û 2008’an de, şêst û heft hezar xanî hatibûne desteserkirin.

Li Detroit’ê, wêrankariya qeyrana dawî ya sîstema kapîtalîst ewqasê din jî girîng bû, lewre her cara ku di warê darayî de rûxînekê bi xwe re têkçûna pareke warê hilberînê jî dianî, zerer û xemên wê bi heman rengî diketine ser mil û şaneyên şêniyên bajarî. Îflasa sîstema bankî, ku bidestxistina krediyên ku hêz û stûna mezaxtinê ne pir dijwar xist, di rastiyê de derbeke pir giran li Big Three an jî Sê Mezinan da –navendên General Motors, Ford û Chrysler’ê li Detroit’ê an jî li derdora wê ne- ji ber ku daketina rêjeya firotina trimbêlan li DYE’yê çespand. Şirketên GM, Chrysler û Ford, ku pir bi zêdeyî ketine bin deynan, kêşeya kêmasiya sermiyanî bi ser de hatiye û herwiha tûşî reqabeta şirketên trimbêlan ên japonî bûne, bi tenê bi xêra pîlana felatê ya hikûmeta federal e ku hêj bi yekcarî top neavêtine. Lê belê, pîlana navborî ne bêkariya demî û ne jî kêşeya jikarderxistina karkeran çareser kir.

Ji Çileya 2008’an heta Hezîrana 2009’an, rêjeya bêkariyê li Detroit’ê hema bêje du beramber zêdetir lêhat, bi vî rengî ji % 14,8’an gihişte % 28,9’an. Bi ya dîrektorê binkeyeke lêkolînên demografiya herêmî Kurt Metzger, rêjeya bêkariyê ya rasteqîne reng e ji % 40’an jî bilindtir be(iv). Dave sebaret bi meseleya bêkariyê wiha diaxive: “Niha gelek ji berê kambaxtir e. Divê jiyarekê peyda bikin. Ê min, ez rêya xwe vedibînim: ez hinek karên biçûk dikim li derûdoran. Bi tenê da ku debara xwe pê bikim. Lê jina min, ew tu karan bi dest naxe. GM û Chrysler li ber îflasê ne, Ford bi bela û kutek xwe jê xelas dike. Êdî li vir tu karxane jî nînin.” Balexaneyên metrûk ên navenda bajarî û dîregên bê ala, êdî ew sembolên têkçûn û hilweşînê ne.

Ji ber ku bi tenê çend warên karan li Detroit’ê berbalev bûn, gava ku leza çerxên aboriyê daket û sîstema kapîtalîst tûşî pêwîstiya guhorînê hat, eşkere bû ku bajar gelek hesas bû(v). Fordîzmê –ku serkaniya wê, karxaneya Crystal Palace, di 1908’an de ji aliyê Albert Kahn ve hate avakirin- bajarê Big Three kiribû navenda cîhanî ya kapîtalîzma endûstriyel. Nîvê yekem ê sedsala XX’an, pêdiviya mezin a bo karkeran ji bo xebitîna li karxaneyên ku dest bi hilberîna giştî (mass production) kiribûn, û mûçeyên nisbeten bilind ên ku didane karkerên karxaneyên trimbêlan, gelek karkeran berev xwe ve dikêşe: Reşikên ku ji pest û terora dewletên başûrî direviyan û cemawerên welatên biyanî, nemaze ji Yûnanistan û Polonyayê. Heynê duyem şerê cîhanî, ku Detroit a “cebilxaneya demokrasiyê” di dilê hewl û xîretkêşiya şerê Amerîkî de cih digirt, bajar gihiştibû lûtkeyê.

Ji 1945’an ve, Detroit bi berdewamî gel û karên xwe ji dest dide. Ev qutbûna di dîroka bajarî de herwiha nîşana derbasbûna bo qonaxeke pişt-fordîst a kapîtalîzma Amerîkî ye. Di modêla nû de, war û qadên nû hebûn ji bo berhevkirina samanan. Amrazê hilberîna endûstriyel a Dewletên Yekgirtî, dest bi bizaveke desentralîzasyona herêmên endûstriyel ên wekî Bakur-Rojhilat û Rojavaya-Navîn dike û Başûr dibe navnîşana nû lewre li wê derê bihayê karkeriyê ji ber lawaziya sendîkayan pir kêmtir bû. Di çarçoveya bajar û bajarokên derûdorê de, demokratîzekirina beşê trimbêlan û sazkariyên di sîstema hîlberînê de dibin binasê sistbûna kar û xebatan. Modêleke bajarî ya pir-navendî, ku xwe li dora birrên kar û xizmetên li dorhêla bajarî bi rêk dixe, pê de pê de dertê û cihê xwe qahîm dike. Çîne-navîncî û çîne-bilindên spî, ku dikevine ber cezabeta rê û dirbên nû yên karên li banliyoyan û herwiha dû xeyala bidestxistina xaniyê xwe yê musteqîl, bi vî rengî, diçin li suburban bi cih dibin.

Lê belê barkirina çîne-navînciyên spî bo derveyî derwazeyên bajaran herwiha ji ber sebebên wekî tirs û nijadperistiyê ye jî. Herçend barkirinên ewil ên bi vî rengî ji salên 1950’an ve, digel destpêka prosesa sivikkirina beşê endûstriyê, piraniya nufûsa spî raperrîna Reşikan a 1967’an –çil û sê kuştî– bi hecet dizanin ji bo barkirinê; artêşa federal bi xwe kamyonan dişîne ji bo barkirinê. Derhatina temsîliyetên tirsnak û hovane ku nasnavê Murder City (bajarê kuştinê) an jî Devil City (bajarê Şeytanî) li Detroit’ê bar kiribûn, bûne amrazên propagandayekê ku tiştên nerast jî bi mirovên asayî dane bawerkirin sebaret bi aliyên xerab ên bajarî.(vi)

Tirs û nijadperistî bi vî rengî bûne fakterên lêkcudakirina meydana civakî li ser bingehê aboriyê. Qudreta teheyyulê –li Robocop (fîlmekî sînemayî yê Amerîkî) bihizirin ku li Detroit’ê derbas dibe- û hêza peyvan ya kiryarî heta dereceyekê rave dikin bê ka çima Detroit take bajarê mezin ê DYE’yê ku ne bûye warê bûrjûwabûnê û ne jî “pir-kultûrî” lê berbelav bûye. Detroit yek ji metropolên herî xizan ên welatî ye –sêkiyê şêniyan li jêr derazînga xizaniyê dijîn-; herwiha, rêjeya cudakariya niijadî pir bilind e –nêzîkî ji dehan nehê şêniyan Reşik in. Ev “aparteîda (cudakariya nijadî ya berê li Afrîkaya Başûr hebû) Amerîkî” ne di navbera taxan de ye, wekî li piraniya bajarên DYEyê, lê bêtir di navbera navenda bajarî û suburban de ye.

Li ser 8 miles roadê, şeqama fireh ku sînorên bakurî yên şaredariya Detroit’ê destnîşan dike, girê hûrik, sînorê di navbera du cîhanan de dikêşe. Li aliyekê cemawera qenc a suburban, xaniyên rihet û dewlemend û hewşên biçîmen; li aliyê din, taxên xizan û bêhed qerebalix û cemawerekî ketî ber xezeba bêkarî û sîstema taybet a tenduristiyê ya cudakar. Li navenda bajarî, lezê lê dikin seqet û bêmal gava li ser cadeyan derbas dibin, û bi vî rengî Molloy bi bîr tînin, ew lehengê Beckettî ku bi qeysikê xwe û bi bisîkleta xwe dewamê li dewamkirinê dike. Bajarê trimbêlan herwiha yê kamyon û paldankên elektronîk e jî; rêzine ji wan li aliyê jêrîn ê şeqaman diyar in. Amarên tenduristiya gelî her mîna yên welatekî cîhana sêyem in. Rêjeya mirina zarokan gihiştiye hejdeh ji hezaran, yanî sê caran zêdetir ji eyaletên din ên DYE’yê, her bi qasî li Srîlankayê.
Dave bi bîr tîne ku, “gava tu ji kar derketî, ev te sîgorteya tenduristiyê jî ji dest da. Lewma, piraniya wan kesên ku betal dimînin nema diçin cem doktorî. Tu dikarî li sûya kolanê biçî xwe bidî dermankirin. Bi bîst dolaran e, lê divê neferek ji malbata te bixebite û bibe kefîlê te. Hema tu ji bo pişkinîneke asayî û sade jî biçî, tu dê biçî li dawiya rêza li salona nexweşan rawestî heta ku dor digihe te.” Bilindbûna rêjeya betaliyê bi vî rengî dibe binasê bêtir kambaxbûna tenduristiya giştî.

Di halekê de ku awa û taybetiyên bajarî wiha ne, yanî ji bilî karîgeriya demî ya qeyrana aborî bêtir şêweyê wê yê xelekî ye ku kêşeyan durist dike, gelo çawa ev meyla negatîf dê bê veguhertin? % 86’ê kar û karxaneyan li derveyî bajarî ne lê çaryekê şêniyan ne xwedantrimbêl in (hejmara fermî % 33 ye, lê belê Metzger bala me dikêşe ser wê hindê ku hejmareke şifêran trimbêlên bêsîgorte diajon, lewma ew di amaran de nehatine hisêbkirin). Di bajarekî de ku bi û bo trimbêlan hatiye birêkxistin, derbasbûna di ser cade û şeqamên mezin re, hatûçû, bê wesayit, îmtihaneke serbixwe dijwar e. Pirsa civakî herwiha pirseke hatûçûyê ye. Ji bo wan ên ku nikarin têkevine nav hevgirtineke kesên nêzîkî hev, wekî kirêkirin an jî bikaranîna trimbêlekê digel çend kesên din, bi tenê rêya xizanan dimîne: otobusên ku cihê bisîkletan jî lê ye. Lê belê, şaredarê Detroit’ê David Bing –xelefê wî hêj nû hate hilbijartin– ku serokatiyê li bajarekî li ber îflasê dike,(vii) budçeya guhastinê pir kêmtir kir: Sed û sêzdeh şifêrên otobusan ji kar hatin derxistin, çend hêlên otobusan hatine betalkirin û hejmara seferên otobusan li ser hêlên din hate daxistin(viii). Birêkxistina bajarvaniyê, bi rengê ragirtina beşeke proleteryayê di nav devereke dorgirtî de, neyeksaniyên civakî bi awayên din dîsa saz dike.

Xizanên Detroit’ê jî dîsa her ji ber heman rewşê ji xizmetên tenduristî têne qutkirin. Ji ber ku piraniya doktorên giştî, berê xwe dane banliyoyên dewlemendan, dûr ji xizanên bêpere û bêxêr, û li wê derê bi cih bûne da ku pitir pere qazanc bikin. Rast e ku bajar lûtkeya lêkolînan e û hinek navendên tenduristiyê yên herî binavûbang ên axa Amerîka’yê lê ne. Lê belê, heke dewlemendên şêniyên suburban nebin ma kî dikare biçe wan nexweşxaneyên baş û rihet?

Reforma sîgorteya tenduristiyê, soza kampanyaya Serok Barack Obama, ji ber vê hindê dimîne pirseke jiyanî ji bo beşekî mezin ê gelî. Louise xebatkareke kevn a şaredariyê ye. Em li East Side’yê, yek ji wan taxên wêran ên amerîkiyên binyad-afrîqî, li wê rast dikevin. “Ez 74 salî me. Reng e li we jî eyan be ku ez gelek guhê xwe didime ser munaqeşeyên li dora sîgorteya tenduristiyê. Min dengê xwe da Obama ji ber ku min bawer dikir ku ew dê bikare sîstema sîgorteya tenduristiyê çak bike. Bi rastî pêdiviya min gelek pê heye. Doktorê min ji min re gotiye ku divê ez biçime skanerê. Bi xêra Medicare’yê (sîstema giştî ku mafê sîgorteyê dide kesên ji 65 salî mezintir) heta % 80’yê mesrefan dikevine ber sîgortayê. Lê belê % 20’ê mayî, ew jî her gelek zêde ye. Jixwe pereyê min bi zor û kutek têra dermanên min dike. Îcar divê ez an pereyê xwe bidime dermanan an bidime skanerê, yek ji wan, ne wisa? Tê vê maneyê? Bîst û neh salan ez xebitîm. Min hemû bacên ser xwe dan. Ev ne edalet e, ev rewşeke neheq e.”

Li vê keleha demokratan, % 97’ê hilbijêran dengên xwe dane Obama. Serkeftina wî, bayê hêviyê xurt kir. Piştî salekê, Luther Keithê Serekê Arise yê, komeleyek ku sexbêriya bêpere û alîkariya perwerdeyê dide şêniyên taxên xizan, bi hestyarî û keser bi bîr tîne wê roja ewqas taybet ji bo Reşikên Detroit’ê: “Li her derê şadî û şahî bû. Derasayî bû. Me digot qey tiştekî gelek xweş hatibû serê neferekê malbatê.” Di dewama axaftina xwe de dibêje ku “wekî hingî bû gava di 1938’an de Joe Louisî zora Max Schmelingî biribû !”, qesta wî ew boksorê reşik e ku zora Max Schmeling’ê alman ê lehengê Almanya ya Nazî biribû û bi vî rengî bûbû semboleke bizava Reşikên Amerîka’yê ya di navbera du şeran de –heykelek li nav bajarî li ser bîranîna wî hatiye çêkirin.
Lê belê, li vê devera girîng a afro-perwerî (afro-centrism: rewta siyasî û roşinbîrî ku ji bo pêşxistina nasname û naskirina tevkariyên kultûrên afrîqî hewl dide) û têkoşîna bo mafên sivîl, bêtir bernameya aborî û civakî ya berendamê demokrat bû diyarker di meyla hilbijêran de, ne aîdîyeta wî ya cemaetî. Her kesê ku em pê re diaxivin heman hevokê dubare dikin: “Me ne ji ber ku Obama reşik bû dengê xwe dayê; lê ji bo xatirê projeyên wî, nemaze ji ber qirardariya wî ya çakkirina sîstema sîgorteya tenduristiyê.”
Ev layengîriya xurt a li demokratan li vê kontnişîna Macombê, ku diyardeyeke derasayî ye di zaniste-siyasiyên amerîkî de, di heman demê de faktorên diyarker ên aborî û civakî yên hilbijartinan di metropola Detroit’ê de ron dike.

Welatiyên bajarî bo niha gelek geşbîn û dilxwaz in sebaret bi serokdewletê nû, lê di heman demê de ewqas berbendên li ser rêya bicihkirina armancên wî belavbûyî, endîşe û fikaran jî li wan hasil dikin. Keith diyar dike ku, “ji bo gorrankariyan wext divê. Heke em li wan tiştên ku Obama di van heyvên dawî de kirine binêrin, bi rastî ji hemû ew tiştên serokên berî wî kirî zêdetir in.” Lê belê Keith lê jî zêde dike ku, “bêguman mesele bi tewawî çareser nebûye. Ji bo wan ên ku bêkar mane gelek zehmet e ku bêjin belê hemû tişt bi dilê me bi rê ve diçe” . Çavê hemû şêniyên bajarî li ser e û dibînin ka çawa digel lobiyan, digel komarî û beşek ji muxalefeta partiya xwe li hev tê. Li ba hejmareke mezin a hilbijêrên wî, hêvî pê de pê de cihê xwe dihêle bo sebrê. Lê belê Keith ji me re bi eşkereyî dibêje: “Heke bi ser nekeve, husran û bêhêvîtiya li nav gel dê pir mezin be.”
Ya rast êdî dewleta federal bûye çareya dawî. Şaredariyê nema îmkana liv û bizavan heye. Têkçûna bingeha wê ya darayî ji ber reva çîne-navîncî û sermiyanê bo derve, bajar xistiye rewşeke ber-îflasê. Encûmenê şaredariya demokrat wisa diyar e ku bêçare ye ji bo rawestandina çerxa xizanketinê. Her çi çarçoveya giştî ya metropolê ye, tevkariya wê di baştirkirina rewşa bajarî de hêj jî meseleyeke pir aloz û zivêrker e. Şêniyên taxên dewlemend ên derveyî bajarî naxwazin samanê erdê xwe parve bikin; li rexê din, şêniyên reşik ên bajarî bi bedel û têkoşîneke ewqas mezin serweriya xwe ya siyasî bi dest xistiye ku bi tu awayî razî nabin ku ew serwerî bi destê desthilata metropolê, desthilateke ku ne di xema xelasiya wan de ye, bê hilweşandin.
Serera rewşa kambax a berbelav, ne grevek e li karxaneyan û ne jî xwepêşandanek e li kolanan.
Xizanên ku ji “ekonomiya gazînoyan” şikest xwarine, vê carê di salonên yariyan de cihî li hev teng dikin, ku li Detroit a dawiya salên 1990’an, avakirina wan salonan beramber muafiyeta bacdanê, firehtirîn polîtîkaya geşedanê bû. Diyar e bajar gelek dûr e ji wan edetên xwe yên tundrew. Ew bajarê ku li ser malika wê têkoşînên mezin tomarkirî ne, wekî grevên mezin ên karkeran ji 1937 heta 1945’an, hilbijartina yekem şaredarê reşik Coleman Young di 1973’an de(ix), birêkxistina torên dijî koledariyê, têkoşîna ji bo mafên sivîl, derhatina Black Power an jî raperrînên Amerîkiyên binyad-afrîqî yên 1833, 1918, 1943 û 1967’an.

Êdî United Auto Workersa bihêztirîn sendîkaya Amerîkî ya trimbêlan jî berê xwe ji têkoşînê da alî, û mesele gihande heta wê dereceyê ku biçe digel patronên General Motors û Chrysler”ê teqez û li hev bike ku di heyama qeyrana aborî de tu grevan nekin. Li vir, wisa diyar e ku tu kes li dijî wê sîstemê ranabe ku Detroit bi xwe ji nav berhemên wê yên bajarî ya herî pêşketî ye. Keiht eşkere dike ku, “kapîtalîzm Amerîka bi xwe ye. Wê bajarê me ava kiriye. Navê mûzîka Motown, trimbêlên ku xelk diajon, ev hemû kapîtalîzm e. Kapîtalîzm her tişt e… her tiştê ku te heye, û bi rengekî din, her tiştê ku te nîne jî. Lê bizane wekî wî hewayî ye ku dikêşî nava hinavên xwe. Nikarî biguhorî.”

Li ba karsazên Techtownê, ku hevda şirketên xwedanê budçeyên dêwasa ye, her wekî li ba nûnerên siyasî, herkes behsa aboriya kesk dike. Elîtan hergav xwestiye bawer bi sibeyên şad bikin: dahênana nû, çerxa nû, “bahoza abadîn bo wêrankariya afirîner.” Renassaince City bi vê geşbîniya lîberal şêwekirî ye ku, çi cara ku tûşî tengasiyê dibe, ji kaniya ciwaniyê ya teoriyên schumpeteryen (teoriyên ku ji hizrên aborînasê Awûstûryayî Joseph Schumpeterî hatine dariştin) hêz û bingeha xwe nû dike. Avakirina Renaissance Centerê bi daxwaza Henri Ford II li ser devera herî navendî ya bajarî, bi tenê çar salan piştî raperrînên 1967’an, sîtaveke herî zelal û eşkere ye wekî nimûneya vê yekê. Li ser kursiyên xwe yên rihet û li dora maseyên vê restorana li tebeqeya 73yê ya vê balexaneya ku ji 1995’an ve mazûvaniyê li navenda GM’ê dike, karsaz û patronên şirketan firavîna xwe dixwin. Li ber bergehê wêran, menzereyeke bermayan bilind dibe ku şûn û şopên tundûtîjiyê lê qalib girtine. Gelo têkçûn an jî qiyameteke hêdî nebe?

Keith piştrast dike ku “ji bo gelek Amerîkiyan, Detroit Ground zero ye.(x)” Ne Ground zeroyek ku ji bi ba û birqa brûskekê derbê. Ne qerebalixeke betilî ji rûdanan. Lê sifireke (zero) bi sebr hatî, hisêb û hejmartineke ku naxwaze qet bi dawî bibe. Detroit wekî berhema rikûnî ya sîstemeke wisa ye ku pêşî û hergav mecbûr dike ku wê pirsê bikin: çawa îradeya xwe biguncînin digel ezmûna pêdiviya berdewamkirinê? Koriya bindestan an sînîzma (qedrnezanî û averêbûn di barê exalqê de) serdestan? Keith bi bişirîn qiseya xwe bi dawî dike: “Ji bo me çareserî bi tenê geşbînî ye.”

Wergera ji fransî
Ergîn Opengîn

Çavkanî

Têbînî :
(1). Cûreke avahiyan e ku tê de qederê sîh xanî hene; taybet e bi bajarên Amerîka ya Bakur.
(2). Detroit Free Press, 7 Îlon 2009
(3). Di halekê de ku sala 1950an nufûsa wê 1,8 milyon bû, îro di navbera 912.062 û 777.493 kes lê dijîn li gor serjimêriyan. Ferqa di navbera herdu texmînan de, rewşekî nimûneyî ye li DYEyê, bi rexê xwe re bûye binasê gengeşeyên kel. Lewre giraniya siyasî û rêjeya subvansiyon û alîkariyên dewletî jî li gorî serjimêriyê têne diyarkirin.
(4). Bi tenê ew kesên ku li ser lîstên Ajansa damezrandinê (kar) navê xwe nivîsandine di vê hejmara bêkariyê de hatine hisêbkirin.
(5). Bi ya André Kaspi, di kitêba wî ya bi serenavê Les Américains (Seuil, Parîs, 1999) de hatiye, qeyrana 1929’an, bo nimûne, bûbû binas ku karên Fordê bi qederê % 71 dakevin.
(6). Bixwîne Jean-François Staszak, “ Détruire Détroit. La crise urbaine comme produit culturel ”, Annales de géographie, Parîs, n° 607, Gulan-Hezîran 1999.
(7). Deynê bajarî gihişte 300 milyon dolaran û kêmasiya budçeyî jî bûye 80 milyon dolar di 2009an de. Detroit Free Press, 11 Îlon 2009.
(8). Detroit Free Press, 11 Îlon 2009.
(9). Yekem şaredarê reşik ê Detroit’ê (1973-1993), endamê Partiya Demokrat, bi rêya venavkirina kolanan an jî danîna abîdeyan ji bo bîranîna sembolên mezin ên bizava amerîkiyên binyad-afrîqî, wekî Harriet Tubman, nasnameya reşik a bajarê xwe piştrast kir.
(10). Biwêjê Ground Zero ji bo devera deqîq a teqînekê tê gotin. Ji 11’ê Îlona 2001’an ve, cihê World Trade Centerê li New York’ê derdibirre.