Dewleta Filistînê dîsa ma bo siberojê

Paradoksa Zenon
Translator

Di 1948ê de – tê bîra kê?– Amerîka (DYA) di venasîna Îsraîlê de dudilî mabû. Di 2011ê de Amerîka li Neteweyên Yekbûyî, bêdudilî bend û rizdeyan datîne pêşîya endametîya dewleta filistînî. Ev veto di eslê xwe de ji alîyê Yekîtîya Ewrûpayê ve hatîye teşwîqkirin, armanca wê ew e ku careke din biryar were "bipaşdexistin" û ji nû ve vegerin hevdîtinên dualî – ku tên wateya tekçûnê, ji ber paxavnekirina Îsraîlê bi hiqûqa navneteweyî.

Ji dema Antîkê û vir ve, paradoksa ji alîyê fîlozofê yewnan Zénon d’Elée ve hatiye formule kirin, ji bo zanyarên mentiqê hertim bûye serêşî: Gelo Achîlle yê "bi bayê re dibeziya" wê karibûya bigihîşta pêşbazekî ku sed metre di pêşîya wî de dest bi pêşbazîyê kiriba? Zenon bersiva na dide wê pirsê, ji ber ku, lehengê Iliadayê dê tu caran nikaribûya xwe bigihandayê: Ango, wî yê pêşî ferqa navbera xwe û reqîbê xwe daxista nîvî, dûre, nîvê nîvîyê, û bi vî awayî wê hetahetayê bidomiya, bêyî ku tu caran ferqa di navbera herduyan de daketa sifirê. (1)

Ev heman pêşbazîya mezin a bêdawî ye ku Rêxistina Rizgarîya Filistînê (RRF) ji bo sazkirina dewletekê ketiye nav. Piştî her qonaxa li pey xwe dihêle, jê re wiha xuya dike ku ew nêzî armancê bûye, lê belê, weke şerta herî dawî ya ji bo pêk bîne û tawîza ku pêwist e bide, mesafeyeke bi qasî nîvê rê hertim derdikeve pêşîya wê. Di sala 1999ê de, RRFê dîyar kir ku hema li jêdera (dawîya) pêvajoya demborî ya "xweserî"ya Şerîa Rojava û Xezzayê, ya ku li hevdîtinên Oslo yên 1993yê li ser hat peyivîn, ew ê jidayîkbûna dewleta Filistînê îlan bike. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtîya Ewropayê dest bi zextan kirin û di berdêla taloqkirinekê de, Yekîtîya Ewropayê di civîna xwe ya bilind a Berlînê ya di adara 1999ê de "amadebûna xwe ya ji bo nirxandina venasîna dewleteke filistînî" piştrast kir.

Di adara 2002yê de Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY)ê girêdana xwe ji bo vîzyona herêmeke ku di navê de du dewlet, Îsraîl û Filistîn wê li tenişt hev hebûna, dîyar dikir. Sala li pey hat, çaran, (Dewletên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropayê, Rûsya, û RNY)ê "nexşeyeke rê" ya afirandina dewleta filistînî ji bo berîya dawîya sala 2005ê diweşand. Piştî cemidîneke hevdîtinan, mijdara 2007ê li Annapolîsê, li yek ji van civînên wisa medyatîk a li ser "civata navneteweyî" xwedî bandoreke erênî bû û tê de Ewropa, Rûsya, Suriye, Misir, filistînî û îsraîlî li hev kom dibûn, serok George W. Bush bangek dikir: Li gor vê bangê di dawîya 2008ê de ew ê nihayet bigihişta encamê. 23yê îlona 2010ê di gotara xwe ya li pêşberî civata giştî ya RNYê, serok Barack Obama jî hêvîya xwe ya ji bo ku bibîne Filistîn di îlona 2011ê de di nav Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de cih bigire, dianî ziman. Piştî saleke din, wî bi xwe venasîneke wisa veto kir.

Ev bû çîroka dirêj a sozên bicihnehatî ya ku rêveberîya Filistînê neçar hişt ku rasterast serî li Neteweyên Yekbûyî bide û xwe nede ber hevdîtinên dualî yên "bêyî şertûmercên pêşîn", ango li çarçoveya konteksteke ku tê de rûvîyê "azad" wê di nav pîna "azad" de li gor kêfa dilê xwe bilîze. Bi vê yekê re jî, rêveberîya Filistînê bi awayekî de fakto têkçûna stratejîya xwe ya berê, vedinasî, û qebûl dikir.

Di 1969ê de, li pey têkçûna ereb a hezîrana 1967ê (2), tevgerên çekdar ên fedaî hefsarê RRFê dixistin destê xwe û xwe ji rêveberîya kevin a ku bi bicihbûna li ser xeta rejîmên ereb bi ser neketibû, rizgar dikirin. Arastebûna nû ya RRFê li ser sê stûnan bû: Têkoşîna çekdarî ku hingê li devera ku weke cîhana-sêyem dihat bi nav kirin, rêbazeke ecibandî bû ku tê de, çawa ku Che Guevara digot pêwist bû "yek, du, sê, zêdetir Viyetnam bihatana afirandin"; rizgarîya tevahîya Filistînê (û ji ber vê yekê jî hilweşîna avasazîyên sîyonîst ên Îsraîlê) û sazkirina dewleteke demokratîk a ku tê de misilman, cihû û xiristîyan wê bi hev re li kêleka hev bijîyana; serxwebûna biryara filistînî (bi taybetî jî beramberî rejîmên ereb).
Serkevtina sereke ya RRFê ew bû ku wê karî hemû filistînîyan li jêr ala xwe li hev kom bike –ji mihendizê li Kuweytê dixebite bigire heta bigihe gundîyê ji Hebronê û penaberê li kampa Libnanê ya Bourc Al Barjneh–, wê karî hevgirtina neteweyî xurt bike û daxwaza wan a ji bo serxwebûnê bîne ziman. Li hemberî vê yekê, têkçûna şerê çekdarî, ji alîyê girseyeke mezin a îsraîlîyan ve qebûlnekirina fikra utopyaya dewleta demokratîk û ji alîyê hevalbendên RRFê bixwe, bi taybetî jî yên "kampa sosyalîst" ve, qebûlnekirina fikra hilweşandina Îsraîlê, berê wê dide ser lêgerîna rêya ber bi qada dîplomatîk ve.

Rêveberîya filistînî berê jî di vê qadê de gelek serkevtin bi dest xistibûn: Wê ne bi tenê Filistîn li ser nexşeya siyasî bicih kiribû –qedera filistînîyan êdî nedihat daxistin ta radeya pirsgirêkeke besît a "penaberan", ew êdî di çarçoveya tayînkirina qedera gelekî de dihat nirxandin–, wê herwiha xwe "weke yekane nûnera gelê filistînî" bi welatên ereb dabû qebûl kirin û venasîn. Di 1974ê de, Yasser Arafat bi hewayekî coş û xuroş ê serkevtinê li New Yorkê di civata giştî ya RNYê de dihat pêşwazî kirin û di encamê de RRF bû endama çavdêr a Neteweyên Yekbûyî.

Lê belê ev pêşketin hertim rastî heman du astengan dihatin: Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên ku xwe nedidan ber guftûgokirina li gel "rêxistineke terorîst". Pêwistî wê hê bi gelek salan, bi çalakîyên bêdawî, û bi taybetî jî bi destpêkirina Întîfadaya keviran a kanûna 1987ê hebûya ji bo ku statu quo ji herkesî re xeter xuya bike û li Îsraîlê bi xwe jî, gelek kes ji bo lihevhatinekê piştgirîya xwe îfade bikin. Di mijdara 1988ê de, Konseya Neteweyî ya filistînî jidayîkbûyîna dewleta filistînî îlan dikir û bi plana parvekirina Filistînê razî dibû ya ku di 29ê mijdara 1947ê de bi dengdayîna ji alîyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû qebûl kirin.

Yasser Arafat ev destek û piştgirî li pêşberî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê di 13ê kanûna 1988ê de piştrast dikirin. Lê belê Washington hê jî tatmîn nedibû. Piştî heftîyekê, lîderê filistînî danezanek xwend –danezeneke ku ji alîyê hukûmeta amerîkî ve hatibû amade kirin! (3)– û qebûl kir ku ew dev ji terorîzmê berdide, biryara 242 ya Konseya Ewlekarîyê ya RNYê qebûl dikir û Îsraîl nas dikir. (4) Di 13ê îlona 1993ê de, li eywana Qesra Spî, li bin çavê baldar ê serok William Clinton, bi lihevhatinên Osloyê û bi desthevgirtina Arafat û Itzhak Rabin re weke ku rûpelek dihat girtin û yekî nû vedibû.

Guherandina stratejiyê

Hijdeh sal bi şûn de derdikeve holê ku rêya ku Arafat û hogirên wî pê daketibûn, rêyeke şaş a bêbihurk e. Ti serwerîya filistînî li Şerîaya Rojava û Qudusê û heta li herêma A jî pêk nehat (5), êriş û operasyonên îsraîlî zêde dibin: Kî dibe bila bibe her welatîyê Filistînê dikare li wir were binçav kirin û girtin. Hejmara kolonîyên li Şerîaya Rojava, ku di 1993yê de bi 100 hezaran bûn, îro hindik maye bigihîje 300 hezaran û yên li Qudusê jî ji 150 hezaran hilkişiyan 200 hezaran. Aborî di rewşeke kambax de ye û raporên li ser pêşveçûnê jixwe bi bîr jî naxin ku hilberîna neteweyî ya brut a serê her mirovî niha daketiye bin asta sala 2000ê û bi tenê teweke teng a civakê ji vê rewşê sûdê werdigire. Erê rêveberî li gel dagirkerên îsraîlî ji bo têkoşîna li dijî "terorîzm"ê hevkarîyê dike, lê belê heman rêveberîyê herwiha deshilateke otorîter a dişibe desthilatîya li cem cîranên ereb bicihbûyî ferz kir.

Berîya ku "civata navneteweyî" a piştgirî dida Mahmoud Abbasê ku pir bi rêkûpêkî karî hevdîtinan bidomîne, wan ji serkeftinê bêpar bihêle, dengdarên filistînî ji bo cezakirina têkçûna Rêveberîya Filistînê di çileya 2006ê de dengên xwe dan Hamasê. Lê belê, eynî mîna RRFyê, Hamas jî stratejîyeke bawerîbexş pêşkêşî filistînîyan nake. Ew têkoşîna çekdarî dertîne pêş, lê belê pirêzeya wê ya di vî warî de, dîsa eynî weke ya rêxistinên fedayî yên piştî 1967ê, têra xwe bêber e. Û ji du salan û vir ve, wê agirbesteke bi Îsraîlê re li ser hemû rêxistinên filistînî yên Xezzayê ferz kir. Herçi otorîtarîzm e, ew di wî warî de jî bi ya Abbas re di nav pêşbazîyê de ye.

Ji ber pêşbazîya ji bo bidestxistina şaxên desthilatê ya El Fetîh û Hamasê, vê alozîyê dikaribû hê pir dewam bikira. Lê belê serhildana cîhana ereb rewş serûbinî hev kir. Di serî de hilweşîna rejîmên tûnisî û misirî, dûre jî helwêsta zexim a Tirkiyeyê li himberî Îsraîlê, Washington û Tel-Avîv lawaz kirin. Vê yekê Abbas jî ji hevalbendekî girîng ê weke Husnî Mûbarek bêpar hişt –di heman demê de ji ber serhildana li Sûriyê, Hamasê derbek xwar. Hêvîbirîna ji serok Barack Obamayê nikare zextê li hevalbendê xwe Benyamîn Netenyahû (serokwezîrê îsarîlî) bike, zêde dibe. Salek berîya hilbijartina serokatîyê ku encama wê ji qasî dihat texmîn kirin şîlotir xuya dike, dilê Obama bi rastî jî dixwaze zextê lê bike?

Li ser dika îsraîlî û tevî xwepêşandanên dijberî pergala neolîberal, piranîya gel yê ji ber întîfadaya duyem çavtirsandî bûye û ketiye bin tesîra propagandaya rêveberên xwe, destek da hukûmeta dijberî lihevhatinê û Netenyahû, nisbet bi wezîrê xwe yê karûbarên derve Avigdor Liberman, weke fîgurekî pir nerm xuya dike. Xatûn Shelly Yachimovich, parlementer û namzeda xwedî giranî ya rêveberîya Partîya Karker berî demeke nêz dîyar dikir ku projeya kolonîzasyonê "ne gunehek ne jî sûcek e" lewra proje ji alîyê Partîya Karker bi xwe ve hatibû dest pê kirin (ku ev yek rast e) û li ser "lihevkirineke tam" pêk hatibû. Dîrektorê berê yê Kongreya Cihû ya Amerîkî Henrî Siegman ev tesbît wiha şirove dikirin: "Divê em guh nedin vê palpişta ecêb a ku dixwaze bi lihevhatina di navbera dizan de dizîyê rewa bike. Eger îro li Îsraîlê Partîya Karker xwedî van helwestan be, mirov çawa bawer bike ku wê bergeheke aştîyê ya herî piçûk jî peyde bibe"? (6)

Û îsraîlîyan wê çima xwe nedabûya ber statuquoyê? Pergal li Şerîaya Rojava, bi taybetî bi xêra hevkarîya filistînîyan bûye serdest. Ji alîyê civata navneteweyî ve tecrîdkirina Îsraîlê wê encamên girîng bi xwe re neyne, bi taybetî jî heta ku desteka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û ya Yekîtîya Ewropî ji bo Îsraîlê dewam bike û îmtîyazên girîng di warê aborî, bazirganî û siyasî ji vê dewletê re bên pêşkêş kirin –Israîl berî demeke nêz, weke endama çavdêr a Navenda Lêkolînê û Lêgerînên Nukleer (CERN)ê hat qebûl kirin û ev yek bi herhalî tê wateya destekdayîna bernama wê ya nukleer a eskerî. Heke mueyîdeyên navneteweyî û tecrîdeke berfirehtir, seferberîyeke xurt a xelkê a ji hundir ve nebûna û bawerî bi tenê bi niyeta baş a civata spî hatiba anîn, Afrîkaya Başûr wê ti caran nikaribûya xwe ji apartheidê rizgar bikira.

Nejîrîya RRFê ya bi tenê bi muzakereyan a bidestxistina tiştekî û serûbinbûna cîhana ereb bûn sedem ku Abbas serî li Neteweyên Yekbûyî bide. Lê belê pîvana wateya enternasyonalîzekirineke wisa hê jî pir zehmet e. Baş e, ev yek di stratejîyê de guherînekê pêk tîne an na? An jî li vir gelo tiştê tê peyivîn bi tenê di şertûmercên hinekî başkirî de jinûve destpêkirina hevdîtinan e?

Gelê filistînî li himberî inisîyatîfên rêveberîyeke pir neecibandî têra xwe gumanker e, ji ber ku ew dizane ku encama dengdanê çi dibe bila bibe, roja din ewê dîsa bikeve bin nîrê dagîrkerîyê, herçendî tehdîdên tolhildanê yên îsraîlî an jî amerîkî zêde ne cihê bawerîyê bin jî: Wan dê tenha muxeteba xwe yê filistînî lawaz bikira û hevkarîya ji bo ewlekarîyê ku bi her halî bi kêrî Tel-Avîvê tê, bixista nav xeterê.

Li miqabilê vê yekê, bikaranîna mafê vetoyê ji alîyê Washingtonê ve wê zirarê bide giranîya li herêmê ya Dewletên Yekbûyî –me bihîst ku sefîrê berê yê Siûdîyê li Washingtonê, mîr Turki Al-Fayçal dianî ziman ku vetoyeke wisa wê lezê bide bidawîbûna têkilîyên dîrokî yên navbera Riyad û Washingtonê ( herçendî ev daxuyanî hinek nepixandî xuya bike jî). (7)

Statuya çavdêr-dewlet, eynî mîna ya Swîsreya 2002yê, wê rê vekira ku Filistin bibûya endama Dadgeha Navneteweyî ya Dadê (DND) û endama Dadgeha Navneteweyî ya Ceza (DNC). (8) Dibe ku biryarên DNDê encamên zêde bi tesîr jê dernekevin, (wê di 2004ê de lêkirina dîwarê ji alîyê Îsraîlê ve mehkûm kir, lê ti encam jê derneket), DNC derfetan dide ji bo ku der barê berpirsîyar, sûbay û avakarên kolonîyan de (ku hin ji wan xwedî pasaportên fransî û ewropî ne) ji ber "sûcên şer" lêpirsîn dest pê bikin –û di ser de jî pirsgirêka kolonîzasyonê bixe rojevê, ku li gor statuyên Dadgeha Navneteweyî ya Ceza, tiştekî wisa bi xwe jî sûcekî şer e. (9)

Hilperikîneke wisa ferz dike ku çarçoveya teng a lihevhatinên Osloyê bê şikandin û bi xwespartina şoreşên ereb û seferberîya filistînîyan, stratejîyeke ku destûrê bide sazkirina têkilîya hêzên cihêreng were şopandin. Gelo rêveberîya filistînî wê vê riyê bineqîne?

Çavkanî

  1. Rapora Arîstote, Physique, pirtûka VI
  2. Êrişa Îsraîlê li dijî Misir, Surî, û Urdunê bi dagîrkirina Sîna, Şerîaya Rojava, Xezze, Qudisa Rojhilat û ya Golanê bi dawî hat
  3. Razînebûyî ji Danezana Cenevreyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwestibû ku di dema xwendina teksta ku wan bi xwe amade kiribû, ew wê yekê dest nîşan bike. Li himberî vê yekê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dîyalogeke vekirî ya li gel RFê qebûl kir
  4. Di mijdara 1967ê de piştî şer ket dengdanê, ew bidestxis- tina axan bi rêya hêzê şermezar dike û bi bikaranîna vegotina "penaberan " bi awayekî nerasterast îşaret bi filistînîyan dike
  5. Sandy Tolan bixwînin, "Ramallah, si loin de la Palestine  (Ramallah, ewçend dûr ji Filistînê)", Le Monde diplomatique, nîsan 2010
  6. "September Madness (Dînîtîya Îlonê)", Foreign Policy, 15 îlon 2011
  7. "Veto a State, Lose an Ally (Dewletekê veto bike, hevalbendekî ji dest bide)", The New York Times, 11 îlon 2011
  8. Pirsa endamtîya Filistînê di navbera huqûqzanan de bû sedemê guftûgoyeke germ. Ji bo kurteyeke guftugoyê, mirov dikare çavekî li guftûgoya ji alîyê Instituya Dohayê ve organîzekirî bigerîne, "Palestinian Membership at the United Nations: All Outcomes are Possible (Endametîya Neteweyên Yekbûyî ya Filistînê: Encamp hemû mumkin in)", 11 ilon 2011, http://english.dohainstitute.org/Home/
  9. Ev yek, li gor gelek rêveberên filistînî diviyabû aştîyane be, lê belê heqîqet nîşan dide ku artêşa îsraîlî bi darê zorê yê ewçend dijwar xwepêşandanên aştîyane dişkîne. Rapora B’tselem bixwînin, Show of Force: Israeli Military Conduct in Weekly Demonstrations in a-Nabi Saleh (Nîşandana Hêzê: Birêveberîya Eskerên Îsraîlê di Xwepêşandanên Heftane yên en-Nebî Salih de), 12 îlon 2011, http://www.btselem.org/

Wergera ji fransî: Baran Nebar