Dewletek ji bo du xewnan

Dabeşkirineke dijwar li Filistînê
Translator


Hevdîtinên di navbera Israîl û Filistînê 2’yê îlonê di bin çavdêriya serok Barak Obama de ji nû ve dest pê kir. Lê ji hêlekê ve mêtingehên israîlî zêde dibin, û ji hêlekê ve jî her du alî di warê Quds, penaberî, sînor û avê de ji hevdu gellekî cuda difikirin. Ev pirsgirêk dibe sedem ku hin rayedarên ku di nava wan de Îsraîlî jî hene, ber bi fikreke nû ve biçin û piştgiriyê bidin avakirina Dewleteke yekgirtî, ji Deryaya Spî heta çemê Urdunê.

Serokê Parlamentoyê radigihîne û dibêje: "Xetereya herî piçûk, êşa herî piçûk, dê avakirina Dewleteke yekgirtî ya li ser bingehê mafên wekhev ji bo hemû hemwelatiyên wê be". Wezîrekî kevn ku bûye semboleke jiyana siyasî, ji wî jî hîn wêdetir diçe û weha dibêje: êdî ji îro û pê ve, ji xeynî ragîhandina Dewleteke yekgirtî, li ser axa dîrokî ya Filistînê ku ji Deryaya Spî heta bi çemê Urdunê diçe, pê ve rêyeke din li ber me nemaye. Parlamenterekî ciwan yê ku baweriya wî ya dînî weke pola ye heman baweriyan diparêze. Ma ev kes sê kesayetiyên filistînî ne? Sê endamên rêxistina îslamî ya Hemasê ne? Sê dijsiyonîstên ewropî ne? Na, ev tesbît ji aliyê sê endamên berbiçav ên rast ên israîlî ve hatiye îfade kirin.

Yê yekem, M. Reuven Rivlin e, ku ramana tehdîda demografîk a erebî red dike û çavdêriya vê dike ku ev awayê ramanê "mirov digihîne baweriya ku yan divê mirov bar bike yan jî divê mirov Ereban bikuje. Ez ji ber van gotinan dikim dîn bibim. Ez diçûm nav dibistanên ku li wan hilbijartin çêdibûn, wezîrê karê derve Lieberman, birêvebirê partiya rast a tûj Israel Beytenu % 40’ê dengan girt û min dît ku zarok dibêjin divê em Ereban bikujin. (…) Ev hizrên weha ji ber helwesta tawîzkar a sosyalîstan û Partiya Karkeran tên ku fikra "em Cihû li vir û ew Ereb li wê derê" piştrast dike. Ez qet ji wan tê negihîştim. Dema ku Jabotinsky (1) digot "Sion aîdî me ye", dixwast bibêje serokwezîrekî cihû û cîgirekî serokwezîr yê ereb (2)."

Yê duwem, M. Moshe Arens e, ku di salên 1980’yî de, weke wezîrê parastinê û wezîrê karê derve derket pêş. Ew weke rêberê siyasî yê Netanyahû û weke "baz" jî tê naskirin. Wî di rojnameya rojanê ya Haaretzê de dîtinên xwe weha rave kirin: "Ma dê çi bibe ger ku serdestiya Israîlê li cihûtiyê û Samariyê bê tedbîq kirin û ku em mafê hemwelatîbûna israîlê bidin gelê filistînî? Bi vî awayî, ev meseleya ku, li Israîlê û li derveyî welêt weke "dagirkeriyê", weke êşeke ku mirov nikaribe ji ber debar bike tê dîtin, dê bi guhertineke bi vî rengî rihet bibe û Israîl jî dê ji bin barekî giran derkeve (3)."

Lê em ê çawa karibin vê nifûsê di nav xwe de bihelînin? Ew dibêje, li Israîlê, hîn kêmayetiyên ku baş ketine nava sîstemê, yên weke Durzî û Çerkezan hene. Ger em bên ser misilmanan û dijwariya entegrebûna wan "hukumetên Israîlê yên heta nuha tu tedbîrên bi bandor nesitendine": bi raya wî, divê berî hertiştî, ji vê pirsa sereke bê dest pê kirin.

Kesayetiya sêyem a ku li ser lihevkirina Israîlê divê pirs jê bê kirin Tzipi Hotovely, endama herî ciwan a Parlamentoyê, stêrka Lîkûdê ya ku bilid dibe ye, ku li ser daxwaza şexsî ya Netanyahû bi xwe tev li wan bûbû. Ew li dijî vekişîna ji Xezayê ya 2005’an bû û îddia dike ku vê bûyerê nîşan daye ku fikrên li ser vekişînê dê bi ser nekevin. Ew herweha jî, bi fikra ji dest bernedana koloniyan ve bûye dirrî: "Cihû li Hebronê, li Beit Elê jiyane. Ev der cîhên pîroz in, ku di Incîlê de jî derbas dibin. Qral Dawid ji Hebronê dest pê kiriye û qraliyeta xwe ava kiriye. Ez bawer nakim ku em karibin dev ji van deveran berdin, nexwe çi wateya siyonizmê dimîne? Siyonîzm yanî vegera Siyonê, vegera Qudsê, vegera van hemû cîhên pîroz e ku di Incîlê de hene. Wê gavê divê em pêvajoyeke aştiyê ya ku niştecîhên koloniyan ji cîhên wan raneke bidin ber çavên xwe (4)." Wê gavê rêyeke bi tenê dimîne, berfirehkirina qanûna Israîlê li hemû Şerîaya rojava û mafê hevwelatîtiyê û hibijartinê dana Filistîniyan, bi kurtayî Dewleteke yekgirtî, ku weke ji bo wê, ji bo M. Rivlin ou M. Arens jî tenê dikare "Dewleteke Cihû" be.

Ev pêşniyarî handidin ku yek ji nakokiyên bingehîn ên bazkê lîberal, bi mana siyasî ya gotinê, yê rastê Israîlê çareser bikin: mirov çawa dikare daxwaza wê ya serdestiya li ser hemû "Judea û Samaria" (Şerîaya rojava) bi prensîbên demokratîk re li hev bîne? Çawa mirov dikare xwe ji avakirina sîstemeke cudaxwaz a ku tê de, Filistînî ji mafên xwe yên siyasî bêpar bin biparêze? Berî Menahem Begînê ku cara yekem, di 1977’an de, rastê Israîlê gîhand serketinê, xwast vê rewşa di nav herêna de çareser bike. Piştî ku pêşwaziya serokê misrî Enwer Sedat, di çiriya paşîn a 1977’an de, li Qudsê kir, planeke ku nêrîna wî ya otonomiyê ji bo Filistîniyan destnîşan dikir pêşniyar kiribû û mafê hilbijartina hemwelatîbûna Îsraîlî yan jî ya urdunî pêşkêşî niştecîhên Xeza û Şerîaya rojava kiribû û mafê dengdana ji bo yek ji van herdû parlamentoyan dabû. Dê zû dev ji vê ramanê bihataya berdan, ji ber ku ew li astengekê rast hatibû ku hîn îro jî yek ji van sê kesayetiyên navborî nikare di vî warî de bi ser keve: mirov dê çawa karibe daxaza "Dewleteke cihû" bi dana mafê dengdanê yê ji bo Filistîniyan re li hev bîne? Arens îddia dike ku ew ê bi tenê temsîla % 30’ê nifûsa giştî bikin, lê ew jimara niştevanên Şerîaya rojava kêm dibîne û Xezayê jî "ji bîr dike". Planeke weha dê çawa karibe nifûsa filistîniyan rake ser piyan da ku benda % 50 derbas bike? Heta bi % 40’î jî, tu hukumet nikare bêyî piştgiriya beşekî Filistîniyan, ku mirov tênagihê bê çima ew ê piştgiriya hukumeta "Dewleteke cihû" bikin, ava bibe?

Çareseriya demkî ji bo demeke dirêj

Sînor û nakokiyên wê çi dibin bila bibin, ev teza li dijî sembolan reşbîniya giştî ya li gel zaboqa "pêvajoya aşitiyê" ya ku bi salan e ku bi nefeseke sûnî li ser piyan e. Tevî ku 2’yê îlona 2010’an gotûbêjên Israîlî û Filistîniyan di bin serokayetiya serok Obama de ji nû ve dest pê kirin jî, kêm şîroveker baweriya pê tînin ku ev pêvajoya li ber mirinê bikare were zindîrkirin. Bêcesaretbûn belav bû û berî herkesî tesîra xwe li berpirsên amerîkî yên ku bi dehan salan têkilî vê dosyayê bûne dike.

Di navbera salên 1988 û 2003’yan de, Aaron David Miller, di dema sê serokkomaran de, weke şêwirmendê şeş wezîrên dewletê kar kiriye. Ew beşdarî hemû hevdîtin û gotûbêjên nehînî û eşkere bûye. Di gotareke xwe de ku pirr olan da û sernivîsa wê "Dînê sexte yê aşitiyê li Rojhilata Nêzîk û çawa baweriya min bi dîn nema (5)" ye, û nêrîna wî bi kurtî rave dike, dîtinên xwe weha bi lêv dike: pirsa Israîl û Filistîniyan ji bo Washingtonê êdî ne pirseke sereke ye, ew jî êdî weke ya Iraqê, Afganistanê, Pakistanê, û bi taybetî jî ya Îranê ye, ku bala wê bêtir dikşînin û heta hêzeke mezin wek ya Dewletên Yekbûyî jî, bi taybetî di van demên krîzê de, nikare di vî warî de hertiştî bi carekê de bike.

"Di demeke ku mezinahiya hêza Amerîkayê kapasîteya wê derbas dike de, divê kesên bawermend ji nû ve li dînê xwe vegerin û baş lê binêrin. Dewletên Yekbûyî divê tiştê ku ji destê wan bê bikin, bi Israîlî û Filistîniyan re bixebitin ku gotûbêjê li ser pirsên sereke yên statuya dawîn bikin (...), alîkariya Filistîniyan bikin ku ew jî saziyên xwe bi pêş de bibin, Îsrîliyan bênin rê ku alîkariya Filistîniyan bikin û derfetê bidin ku ji alî aborî ve bîhna wan derkeve û desthilata xwe berfirehtir bikin û aramiyê bînin Xezayê.(…). Lê Amerîka divê her wekî tiştên ku nikaribe bike yên ku karibe bike jî zanibe û haya wê jê hebe."

Aktorekî din yê bi bandor, Robert Malleyê ku weke şêwirmendê serok William Clinton beşdarî gotûbêjên Camp Davidê (tîrmeha 2000’an) bûye, ew jî encamên reşbîn ji vê tecrûbeya xwe derdixe û rexneyên tûj li çareseriya Dewleteke Filistînî li ber pozê Israîlê digire.

"Ev raman bersiva problemên ku îddiaya çareseriya wan dike nade. Ew soza dawîlêanîna berberiya ku di 1948’an de pêk hatiye dide û bêşik ya berî wê jî, lê ew bi tenê ji pirsên ku di 1967’an de derketine holê dipelikîne. Dawîlêanîna dagîrkirina axa Filistînê pirseke sereke ye (…), lê rihên vê berberiyên hîn pirr kûrtir in: ji bo Israîliyan, mesele pirsa nenaskirina meşrûiyeta Dewleta Cihûyan ji alî Filistîniyan ve ye; ji bo Filistîniyan jî, berpirsiyariya Israîliyan a di warê bêmilkkirin û derbederkirina wan a li gel zayîna Israîlê ye (6)." Avakirina Dewletekê ji bo Filistîniyan, gotûbêjên li ser axê ku divê herkes çiqasî bigire dê "heyecanên herî kûr ku ji nav û dilê mirov tên, bêriya welêt û kîna mirovî" sivik nekin. Heger Malley, di heman demê de, çareseriya Dewleteke yekgirtî red bike, gelo mirov dikare çi bike?

Weke jimareyek girîng ji şirovekerên Amerîkî, ew jî piştgiriya "çareseriyeke katî ya ji bo demeke dirêj" dike, ku çarçoveya wê dikare biguhere, lê ku derfeta paşdexistina (heta kengî?) dosyayên herî hesas, yên wek ya Qudsê an jî yên penaberan bide.

Roger Cohen, edîtorê xwedî giraniyeke mezin ê New York Timesê vê nêrînê bi kurtî weha rave dike (7). "Obamayê ku ji nuha ve xelata Nobelê girt, divê hêviyan kêmtir bike, dev ji peyva aşitiyê berde, vê gotinê ji deftera xwe derxe, destpêbike ji aramkirinê xeber bide. Tiştê ku Lieberman jî dixwaze ev e, tiştê ku Hamas jî dibêje ez dixwazim ev e, mana xwenedana ber bêr a Netanyahû jî ev e. Tiştê ku Abbas dixwaze ne ev e, lê desthilata wî tuneye. Weke ku pisporê zanyariya siyasetê Shlomo Avineri yê Israîlî jî ji min re got, "statukoyeke bê şîddet kesî memnûn nake, lê ji tunebûnê jî çêtir e. Qibris ewinde jî ne xirab e." (…) Aşitiya mêrxasan divê cîhê xwe bide agirbesteke milayîman."

Ev reşbînî ji lihevnerîneke şaş avê hiltêne ku ji 1993’yan bi vir de jî mohra xwe li kiryarên hêzên mezin dixe: du gelên ku li ser vê axê dijîn, divê bigihên lihevkirinekê, ji bo vê yekê jî "niyeta pak" û "îzolekirin"a tûndrewên herdu aliyan pêdivî ye. Herweha ew berpirsiyariyên taybetî yên dagîrker vedişêre û wî bi yê dagîrkirî re dixe nav heman planê. Ew ji bîr dike ku hemû hukumetên Israîlî, heta piştî peymana Osloyê jî, siyaseta xwe ya fetihandina axê domandin: jimara koloniyên di navbera dema îmzekirina vê peymanê ya di 1993’yan û heta roja îro, ji xeynî 200 000’ên li Qudsa rojhilat ve, ji 100 000’î derbasî 300 000’î bû. Li hemberî vê "serhevdana zeviyên ku li rojavayê dîwarê cudakirinê dimînin, axa ji alî koloniyên fermî û kûvî ve zeftkirî, erdên ji bo rêyên dorpêçkirinê bikarhatî û herêmên eskerî yên girtî li newala Urdinê ku birêvebirên Israîlî di her halûkarî de dixwazin biparêzin (8)" % 45’ê axa Şerîaya rojava dike. Partiyên siyasî yên Israîlî, çi rast çi jî çep, biryarên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî bêyî ku ceza bixwin red dikin.

Di îlona 2000’î de, destpêkirina Întifadaya duyem fersend da destê serokwezîrê wê demê Ehûd Barakî ku pirraniya mezin a raya giştî ya Cihûyên Israîlê qane bike, lewre "mixetabekî wî yê Filistînî" ji binî ve nebû (9). Heta bi biryara dîrokî ya zîrweya welatên Ereb a di adara 2002’yan de, li Beyrûdê ku li hemberî avakirina Dewleteke Filistînî di nav sînorê 1967’an de qebûlkirina aştiyeke giştî bi Israîlê re dixwast qebûl dikir jî, çavgirtî hate redkirin. Û ev redkirin li ser hukumetê bi qurûşekî jî nebû mal, piştî ku hêzên mezin ên sereke yên cîhanê, yên weke ji Dewletên Yekbûyî heta Yekîtiya Ewropayê, ji Çînê heta bi Rûsyayê weke ku dagîrkirin tunebe – heta ku îmaja Israîlê di nêrîna raya giştî de gellekî bêqîmet bûbe jî, pê re peyman çêdikirin.

Yan wekhevî yan herkes li mala xwe

Ya hîn ji vê jî girîngtir, koma birêvebirên Israîlî, bi rastî, wekheviyê bi Filistîniyan re naxwazin. Vê quretiyê û fikra ku jiyana Filistîniyekî ne hêja ye ewlekariya Israîliyekî bi Peymana Osloyê dest pê nekir. Dayina pesnê xwe ya bi dijminantiya bi cîranên xwe re, bi derxistina pêş a argumanên tevkujiya Cihûyan a bi ku dirêjiya Şerrê Cîhanê yê duyem domand, birêvebirên Israîlî têgeheke ewlekariyê ya mutleq ji xwe re ava kirin ku tu hêz nikaribe bigihijiyê ku vê yekê jî welat xistiye nav şerrekî bêdawî. Ger prensîbê wekheviya hemû mirovên niştecîh ên li ser vê axê neyê nas kirin, çareseriyek mimkun e gelo? Ronakbîrê Amerîkî yê bi eslê xwe Filistînî, Edward Said dibêje "yan wekhevî yan herkes li mala xwe" (10), ku ev raman êdî ji alî aktorên cihê cihê ve tê bi lêv kirin, û herkesî jî Filistîniyên Israîlê bi hemû hêza xwe vî mafê rewa dixwazin.

Metirsiya serkanekî çapemeniya Israîlê yê xwediyê yek ji pirtûkên pêşîn ên li ser El Fetih (11), Ehûd Yaarî jî, ji ber vê yekê ye. Di gotareke xwe ya bihara 2010’an de, dibêje ku ji nuha û bi heta çend salên din, piştgiriya ji bo çareseriya du Dewletan dê kêm bibe, dê fikrên din derkevin holê, que d’autres idées vont surgir, wendabûna Birêvebiriya Filistînî dê bi xwe re îlhaqa defakto a axa dagîrkirî bîne û Filistînî dê bi vî awayî biserkevin û misoger bikin, "ku bi şikandina serdestiya demografîk [birêvebirên Israîlî piştrast dikin ku bi dehan sal e jê bi şil in û ji îlheqkirinê bêtir xwastin xwe ji dagîrkirinê biparêzin. Ev îlheq berevajiya vê yekê dê ji bihevre jiyana pirraniyeke ereb pê ve ji wan re rêyeke din nehêle (12)." Ji bo wî agirbest tiştekî pêdivî ye ku dikare vekişiyana Israîlê ya ser xeta "bi dîwarê ewlehiyê" nîşankirî hêsantir bike, ev jî dê xerakirina 60 koloniyî û vegera 50 000 (li ser 500 000...) niştecîhên van koloniyan ferz bike.

Ev hemû projeyên "çareseriya demkî", di çarçoveya têkiliyên hêzên nuha de, bi rastî dê ji xeynî dirêjkirina bi awayekî din dagîrkirina erdê Filistîniyên ku rezervên wan bi sînor in, yekîtiya axa wan tuneye, nikarin sînorên xwe kontrol bikin, bêdesthilata siyasî û aborî ne pê ve bi kêrî tiştekî din neyên.

Ger em bên ser tehdîda îlankirina dewleteke serbixwe ya Filistînî ku Meqamên Israîlî îddia dikin, kenê guran bi vê yekê tê (13). Berî her tiştî, ev dewlet hîn ji berî de, di 1988-an de, ji aliyê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) ve hatibû îlan kirin û ji alî ji sedî bêtir dewletan ve jî hatibû naskirin. Ger Yekîtiya Ewropayê jî heman tiştî bike, gelo amade ye ku tehemula encamên wê bike û Israîlê weke hêzeke dagîrker ku divê bê ceza kirin miamelê pê re bike ji bo mecbûr bimîne ku ji Dewleta ku wê dagîr kiriye vekişe?

Weke minaqeşeya li eniya "alîgirên Filistîniyan" jî nîşan dide ku bi pêşniyarên Rivlin û M. Arens jî hatin rojevê, perspektifa Dewleteke yekgirtî li ser hemû axa dîrokî ya Filistînê dê zêde probleman dernexe (14).
Uri Avnery, têkoşerê şerrê aşitiyê, vétéran combat pour la paix, bi dijwarî valahiyên van projeyan rûreş kir: Xezayê li derveyî van projeyan dihêlin; Dewleta yekgirtî dê cihû be; îlhaqkirina Şerîaya rojava dê rê li ber berdewamiya dagîrkirinê veke; dayina mafê hemwelatîbûnê ya ji bo Filistîniyan dê bi kêmanî deh salan ango cîlekî bajo. Û axavtina xwe weha bi dawî tîne: "Di fîlma Roman Polanskî Rosemary’s Baby de, jineke ciwan zarokekî pirr bedew tîne, lê belê bi du re aşkere dibe ku lawê Şeytên e. Vîzyona çep a ku ewinde Dewleteke yekgirtî cezb dike bûye cinawirê rastê. (15)"

Elî Ebûnîmahê ku, ronakbîrekî Amerîkî lê bi eslê xwe Filistînî ye û birêvebirê malpera The Electronic Intifada û xwediyê pirtûkeke xurt e ku tê de Dewleteke yekgirtî diparêze (16), li dijî vê dîtinê derdikeve. Her çend ku ew, weke Avnery, sînorên projeyên rastê bi vî awayî tesbît dike jî, bi berdewamî weha dibêje: "Gava ku Cihûyên Israîlî dev ji pêdiviya mafên wekhev ji bo Filistîniyan berdin, ew ê nikaribin yek alî sîstemeke ku îmtiyazên neheq biparêze li ser wan ferz bikin. Dewleteke hevpar, çawa divê çavdêriya mafên Cihûyên Israîlî yên rewa û hevbeş bike, divê ji bo hemûyên mayî jî bike."

Ew vê rewşê bi bûyerên ku li Afrîkaya başûr dibin re jî beramberî hev dike û weha dibêje: "Di nîveka salên 1980’yî de, pirraniya mezin a Spiyan têgihîştin ku êdî nema karin statukoya apartheidê biparêzin û dest pê kirin li "reformên" ku pirr dûrî daxwazên Kongreya Neteweyî ya Afrîka yên ji bo wekheviyeke gerdûnî –kesek, dengek li Afrîkayeke başûrî ya bênijad- bûn fikirîn. (…) Heta dawiyê jî, anketan nîşan dida ku pirraniya spiyan, heta ku mafê xwe yê vetoyê yê li ser biryarên statejî biparêzin, dê dengdana giştî red bikin, û li hemberî wê dê cûre parvekirineke desthilatê bi pirraniya Reşikan re qebûl bikin. (17)"

Ger em bên ser Hemasê, ew li derveyî minaqeşeyan dimîne, û qîma xwe bi qebûlkirina avakirina Dewleteke Filistînî li Şerîaya rojava û Xezayê tîne û di van mercan de, soza agirbesteke kêmzêde dirêj bi Israîlê re, lê bêyî naskirina wê dide. Gava dor bê ser "azadiya hemû Filistînê" û pêşeroja nifûsa wê ya cihû, tevgera îslamîst di çarçoveya qebûla îslamê ya di derbarê kêmayetiyên dînî de daxwiyaniyan dide.

Tevî ku her du rêxistinên nûnerayetiya Filistîniyan dikin, el Fetih û Hemas tevlî minaqeşeyên kevn ên li ser Dewleta yekgirtî, rewşenbîrên weke Edward Said an Tony Judt, beşek ji tevgera piştgiriya bi Filistînê re, fraksiyoneke diyarker lê nêrîna rayagiştî ya Filistîniyan de kêmayetî piştgirî dan an jî didin utopyaya Dewleteke yekgirtî û demokratîk (18). Ji ber ku pêşniyara El Fetih a dawiya salên 1960’î, ji ber nezelaliyên tê de heta nuha bikar nehat: gelo weke modela Afrîka Başûr dikare bibe dewleta hemû hevwelatiyên xwe? An dewleteke dunetewî weke mînaka Çekoslovakyaya kevn? Destûra wê dê çawa be û dê çi garantiyê bide civatên xwe yên neteweyî û dînî? Ev dewlet bi nisbet derûdora xwe dê ewleteke çawa be? Aya dê bibe endama Yekîtiya Welatên Ereban?

Rewşeke weha dê pirr tevlîhev be, projeyeke bi vî rengî bitenê dikare bi têkoşîneke hevpar a di navbera Filistîniyan û, bi kêmanî, beşeke girîng a nifûsa Cihûyên Îsralê pêk were. Mînaka Afrîka Başûr gellek caran tê rojevê. Lê ji vê pirsê wêdetir, divê mirov zanibe gelo Israîl dewleteke nijadperest a cudaxwaz e yan na, nimûneya Afrîka Başûr mimkun bû ji ber ku Kongreya Neteweyî ya Afrîkî (ANC), bi saya hevkariya xwe ya bi Partiya Komunîst re, ji xwe re "bingeyeke pak" peydekiribû; wê herweha jî axavtin û rêbazên têkoşîna bidilê xwe avakirina civateke bi navê "keskesor"ê adapte kiribû, ku bi vî awayî xwe ji koçberiyeke giştî ya nifûsa spî, weke mînaka li Angola û Mozambîkê parazt. Wê çeka terorizmê jî, ji ber metirsiya ku dikare bibe sedemê wendakirina piştgiriya raya giştî, bi taybetî jî ya Spiyan (19). ANC’ê, bi awayekî giştî, bi têkoşîna xwe ya bi awayekî bêtawîz a ji bo prensîbê "mêrek, jinek, dengek", zanibû tirsên civata spî û beşeke melezan bigire ber çavan da ku misogeriyeke bihêz pêşkêşî wan bike.
Ev model, rêxitinên nûjen him li ser aliyê Filistîniyan û him jî li ser yê Israîliyan ferz dike ku tirsa xwe birevînin, kîna xwe jibîr bikin û pêşderaziyên xwe bi cîh bihêlin ku herdu aktoran ji hev cuda dikin? Şairê mezin yê Filistînî, Mahmûd Derwîş, qesda heca zor a li mala xwe ya li Qudsê dike û weha dibêje:

"Ez ê ji biyaniyên ku di nav nivînê...
min de radikevin bipirsim
Ez ê bejna xwe bi rêz
li ber niştecîhên xewna zarokatiya xwe bitewînim.
Ew ê bipirsin: Ev biyaniyê hatiye serdanê kî ye
Bê xem? Ez dikarim bibêjim
ji aştiyê û ji şerrê di navbera qurbanî û qurbanî de
qurbaniyên, ku peyvek jî bi devê wan neket?
Ew ê ji min re bibêjin: cîh ji du xewnan re tuneye
di yek nivînî de?"(20)

Çavkanî
  1. Vladimir Zeev Jabotinsky (1880-1940), pêşengê rasta siyonîst bû. Partiyên rastgir li xwe disipêrin tezên wî.
  2. Haaretz, Tel Avîv, 15’ê tîrmeha 2010’an
  3. "Is there another option?" (Gelo tu çareya din nîne?), Haaretz, 2’yê hezîrana 2010’an
  4. TheJewishPress.com, 10’ê tîrmeha 2009’an
  5. "Teh false religion of Mideeast peace: And why I’m no longer a believer", Foreing Policy, Washington, gulan-hezîran 2010
  6. Digel Hussein Agha, "Israël and Palestine: Can they start over?" (Israîl û Filistîn: Gelo dikarin dîsa dest pê bikin?), The New York Review of Books, 3’yê çileya pêşîna 2009’an
  7. "A Mideast truce", The New York Times, 16’ê çiriya paşîna 2009’an
  8. Denis Bauchard, "L’Etat palestinien en question. La solution des deux Etats est- elle encore possible?" (Pirsa Dewleta Filistînî. Gelo çareseriya du dewletan hê jî guncaw e?), notên Enstîtuya Fransî ya Têkîliyên Navneteweyî, Parîs, adara 2010’an
  9. Bixwîne: "Le véritable visage de M. Ehoud Barak" (Rûyê Ehoud Barak yê rastîn), Le Monde diplomatique, tîrmeha 2002’an
  10. Israël, Palestine, égalité ou rien (Israîl, Filistîn, yan wekhevî yan herkes li mala xwe), La Fabrique, Parîs, 1999
  11. Strike Terror: The Story of Fatah (Bicîhkirina terorê: çîroka El Fethê), Sabra Books, New York, 1970
  12. "Armistice now" (Agirbest nuha), Foreing Affairs, New York, adar-nîsan 2010
  13. Senaryo bi awayekî zîrek ji aliyê Jean- François Legrain ve hatine analîzkirin û bi navê "Palestine: un Etat? Quel Etat?" (Filistîn: Dewletek? Kîjan Dewlet?) ve hatiye weşandin, Gremmo.mom.fr, 11’ê çileya pêşîna 2009’an
  14. Çavkanî: Dominique Vidal, "Palestine: à propos de l’Etat binationale" (Filistîn: derbarê Dewleta duneteweyî de), France- Palestine.org, 23’yê çiriya paşîna 2009’an
  15. Uri Avnery, "Rosemary’s Baby", Gush- Shalom.org, 24’ê tîrmeha 2010’an
  16. Ali Ubinimah, One Country (Welatek), Metropolitan Books, New York, 2006
  17. "Israelis embrace one-state solution from unexpected direction" (Bi awayekî ku hêvî jê nedihat kirin, Israîliyan berê xwe da çareseriya dewleteke yekgirtî), Electronicintifada.net, 21’ê tîrmeha 2010’an
  18. Bixwîne: Leila Farsakh, "L’heure d’un Etat binational est-elle venue?" (Gelo êdî dema dewleteke duneteweyî hatiye?), Le Monde diplomatique, adara 2007’an
  19. Çavkanî: Nelson Mandela, Un long chemin vers la liberté (Rêyeke dirêj ya ber bi azadiyê ve), Le Livre de poche, Parîs, 1996, r. 341
  20. Comme des fleurs d’amandier ou plus loin (Weke kulîlkên dara behivê an jî jê dûrtir), Actes Sud, Arles, 2007

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr