Dewletên Yekbûyî vedigere Vîetnamê?

Sîh salan piştî şer
Translator

Rapora veşartî ya bi navê "Têkilîyên Dewletên Yekbûyî bi Vîetnamê re, 1945-1967" ya ku derewên hikûmetên amerîkî li ser angajmana wan a di şer de eşkere kirin, êdî li raya giştî vekirî ye. Li aliyê xwe Hanoyê jî ev rûpel quliband û girt. Ya ji vê jî baştir, havîna bihurî tetbîqatên eskerî yên hevpar li cihê ku GIyên pêşî lê ketin ser erda Vîetnamê, pêk hatin...

Başûrê Vietnamê, nîv girava Cam Ranhê. Ba ava deryayê ya Çîna Başûr radike, ku li vir bi kurtayi jê re tê gotin "Derya Başûr". Rêyeke teng û fetlanokî ya bi têlên strî tengijandî, ta balafirgeha ku ji alî leşkerên amerîkî ve di dema herba Vietnamê de hatibû çêkirin. Qereqolên leşkerî, pircaran kesên qerase, ku zimanek hişk bikar tînin. Leşker û gumrukçîyên tembel û zexel. Li bendera leşkerî, mêvan ne-bi-xêr-hatin, ê bi rastî çi karê wan heye li van derana? Ev serê çend salan e, ev peravên Cam Ranhê vala ne.

Ev zexelî û gendelî dê biqede: di 31ê meha çirîya pêşîn 2010ê de, serokwezîr Nguyen Tan Dung da zanîn ku; ev cîh, ji nuha û pê ve dê mêvandarîyê ji keştîyên mezin yên hemû dinyayê re bike. Ji 2003ê û vir de nêzî deh keştîyên wan yên herbê hatin di vir re, di peravên dijminê kevn re derbasbûn. Bê çek û bê bagaj vê carê zarokên Apê Sam careke din, bi eşkere vegerîyan welatê Apê Ho, vê carê wek mêvanên bi qîmet, wek ku van salên şer yên ku ji alî pênc mazûvanên Qesra spî (1) ve hatibûn meşandin, ji alî hafizeya Vietnamîyan ve bi temami hatibû jibîrkirin. Van 20 salên dijwar bi xwîn û kelem ku di sala 1975ê de bi destxistina Saygonê ve qedîyan, wer diyar e hatine jibîrkirin, her weha ev ejderha ji ber ku ji alîyê welatekî hûrik û cûce têk çûbû, xwe rezîl dihesiband û kîn û rik girtibû, ji ber wê jî ambargoyeke ticarî ta1994ê li dar xistibû û nedihîşt tu alîkarîyeke navneteweyî bigihîje vî welatê hûrik û cûce.

Keştîya dij-torpîdoyan a bi navê "USS John S. McCain" li Da Nangê li ser rêya xwe radiweste

Meha tebaxê 2010, cara yekem ji bo parastinê, dan û standin di navbeyna Amerîka û Vietnamê de dest pê kir. Di vê mehê de dîsa komûtanên vietnamî li deryayê gav dipîvan, li qiraxên Da Nang, li cîhê ku leşkerên amerîkî di sala 1965ê êrîş dest pê kiribûn. Keştîya George Washington, ku sembola fîloya heftan û yek ji yanzde "porte avion"ên herî mezin ya Hêza Hewayî ya Amerîkayê (DYA) bû, di vê gavê de jî John S. McCain benderên Vietnamî şildikirin. Navê McCain, ku namzetê komariyan yê hilbijartinên 2008ê li hember Barack Obama, ji guh re xerîb nayê. Pîlotê bombaker an jî "qesasê herbê-, mêrkujê cengê" ku ew li xwe mukir hat û got ji ber viya jî pênc sal û nîv li Vietnamê di girtîgehêde ma. Paşîyê ji bona zahmetîyên ku di girtîgehê de kişandibû xelat danê û li Amerîkayê ji alî raya giştî ve wek qehreman hate îlankirin. Bi xêra vî navî di sala 1995ê de, Serokkomar William Clinton dikarî têkilîyên normalkirina navbeyna herdû welatan bide destpêkirin û serhişkên muhafezekaran iqna bike. Bi dilpakî, vietnamî jî jê kêfxweş bûn. Di wê gavê de, li bajarê HO CHI MINH... Wêneyên Clinton di yek ji xwaringeheke zencîrî yê gelek navdar de cih girtine. Nuha jî jina wî, wezîra karên derve Hillary Clinton bi vê rêya meşandî kêfxweşîya xwe diyar dike. "Me fam kir ku em ne bi çavên dijminên kevin, lê dost û hevkarên nû li hev mêze bikin." Hikûmeta Obama amade ye ku têkilîyên Amerîka (DYA) û Vîetnamê bimeşîne pêvajoyeke hîn bilindtir. (2)

Ji Hanoïyê mirov mêzeke, nêzikbûna li gel amerîkîyan, encama lojîka aborîyê ye. Ji dema ku peymanên bezirganî yên bi hev re ku ji sala 2000ê de berdewam e, dan û standin û guhertin bi awayekî rêk û pêk her bilind dibe. Di sala 2000ê de, digel ku ev hecim li dora milyar dolarekê bû, di sala 2010ê de ev hecim derbasî 18,324 milyarî bû. Seroka Daîreya Bezirganî ya Amerîkî li Vietnamê, Jocelyn Tran xanim, hesabê xwe ji bo sala 2020ê li ser 35 milyaran çêdike (3). Mêzîna bezirganîyê ji alîyê Hanoï ve her li qezencê, li karê ye, firotinên ber bi Amerîkayê (DYA) bi esasî ji tekstîl, pêlav û mobîlyayê pêk tê, ev hecim di sala 2010ê de gehiştibû 14,784 milyar dolaran, ev jî teqabulî ji pênca yekî zêdetir, îxracata derve ya tevayî dike. Ya herî girîng: van têkilîyên xurt yên bi Washingtonê re, alîkarîya entegrasyona temamî ya sîstema navneteweyî kir. Di çileya sala 2007ê de Vietnam bû welatê 150. a endama Rêxistina Cîhanê ya Bazirganîyê. Ji wê demê ve serê mirov salane hezar dolar (hasilata milî ya xeyrî-safî) zêdetir bû, li gor agahdarîyên Banka Cihanê ev jî teqabulî statuya welatên bi hatinîyên navincî dike.

Li hember destpêka vê qezencê, vê halbaşîyê, divê ku li ser sê milyon kuştî, xanîyên wêrankirî, malbatên parçekirî yê dema şer, rûpel bê qelibandin. Ji bo vê jî xebateke dûr û dirêj ku li ser raweste bê li dar xistin mecbûr dibe. "Piştî salên 1990ê, lêkolînerên vîetnamî dest pê kirin qîmeta peryoda 1957-1975ê li hember ya 1941-1945ê kêm bikin, ev jî, ji alî dîrokzan Wynn W. Gadkar-Wilcox ve hatîye tespît kirin. Di vê peryodê de, Amerîkayê bi Vietminh re hevkarî kiribû û gelek endamên OSS (Office of Strategic Services) ku pêşengên CIA (Central Intelligence Agency) tê hesibandin, şexsî xwe bi Ho Chi Minh ve girêdabûn. Dîrokzan di vê gavê de sînorên xebata xwe berfireh dikirin...û wek mînak xebat û belgeyên Robert Hopkins Miller ji xwe re wek çavkanî hesab dikirin. Navê çavkanîyê: Dewletên Yekbûyî û Vîetnam, 1787-1941, Pham Xanh eşkere dikir ku bal û mêla serokkomarê amerîkî Thomas Jefferson (1801-1809) ji bo medrebên birinca (riza) başûrê Vietnamê gelek mezin bû. Herweha gelek ziyaret û seferên amerîkî ji bo Vietnamê di destpêka sedsala 19ê de hatin pêkanîn" (4)

Nîvê gel, temenên wan ji 26 salan kêmtir in. Şer tiştekî dûr xuya ye û Amerîka hîn bêtir sempatîk xuya dike. Ev ji alîkî ve ji ber dolarê û ji alîyê din ve fantazma ji bo "Xewna Amerîkayê" yanî zengînî. Sêzdeh hezar xwendevan, ku ev li Asîya Başûr-Rojhilat rekor e, li Unîversiteyên "ji Pasifikê wirdetir bi cîh bûne.

Peymana li ser amadekarîya enerjîya nukleer a sivîl

Başûrê Vîetnamê bi taybetî di warê bikaranîna dolarê de gelek pêşde ye. Di meha Oktobera 2010ê de, avahîya fabrîkayeke dêwasa ya Mîkroproses Intel ku li derveyî bajarê Ho Chi-Minh bi cîh e, bû semboleke bedew: ev sîte, ya berhevanîna û testkirina herî mezin ya cîhanê ye û qîmeta wê li der-dora milyarek dolarî ye. "We are back in Saigon!" "Em ji nûve vegerîyan Saygonê!" ji îlona 2009ê û virde, li ser blogek sîteya vê şîrketê mirov dikare vê hertim bixwîne...

Car heye dilxweşî û dilxemgîni bi hev re dimeşin, Amerîka Yekbûyî di her fersendê de xwe wek berevana mafên bingehîn dide nasîn. Di sala 2010ê de, bîst û çar kes hatin girtin, çardeh kesan jî ceza xwar, sebeb jî ew bû ku; van kesan ramanên cûda li hember yên Partîya Komunîst parastibûn. Gelek ji wan bloger û rojnamevan bûn. Sefîrê amerikî Michael W. Michalek, di 10ê meha 12an de, li Hanoî, di konferanseke çapemanîyê de bi awayekî nazik beyan dikir û digot, "bi xemgînî dikarim bêjim ku di sê salên di wazîfa min de, pêşketinên di warê mafên mirovan de bi awayekî wek hev pêk nehatin". Li alîyê din, bi awakî teze tê bîr anîn ku alîkarîya Amerikayê ji bo welatên Ewropa Rojhelat û "şoreşên rengîn" bawerîyê dişkîne û mirov dipirse: Gelo birêveberîya amerîkî, senaryoya alîkarîya "tevgereke pasîfîk" nake? Ku dikare bê maneya rejîma Hanoyê û bi vî awayî nasname û çanda vietnamî ji holê rake.

Lê ev bawerîyên çewt, îro wek bîranînên nefreteke kevn tê dîtin. Sala 2011ê, dikare tew bibe sala hevkarîya strtejîk ya di navbeyna her du welatan de. Peymana hevkarî ya nukleer a sîvîl hindik maye bête îmze kirin. Di vê peymanê de dan û standinên teknolojîk û pêşvebirinên kar û barên bingehîn, ev jî ji şîrketên amerîkî re derîyên bazarên nû û bi qezenc vedikin: Di bist salên pêşîya me de,vîetnamîyan dane ber xwe ku sêzdeh sentralên nukleer ava bikin ku kapasîteyên wan 16 000 MW derbas dike.

Di van peymanan de zengînkirina ûranyûmê ne qedexe ye ku bi eslê xwe ji bo programa nukleer ya leşkerî ye, ku amerîkî di halê normal de ji bo welatên din vê qedexe dikin û li ser wan zextê datînin ku vî mafê xwe bi kar neynin. Pisporên vî karî, van peymanên taybet û bi awantaj, bi yên ku di sala 2007ê de, bi Hindistanê re hatibûn çêkirin muqayese dikin. (5)
,
Analist Brahma Chellaney (6), serokê "Centre for Policy Research de New Delhi," (Merkeza Lêkolînên Siyasî yê ji bo New Delhîyê), dibêje ku ev muqayese hinek mubalexe ye: "Ji ber ku Hindistan ne endama ku peymana qedexekirina zenginîya Uranium (TNP) îmze kirine, ji ber vê jî li gor qanûna amerikîyan ji van mecbûrîyetên taybetî muaf e. Hukûmeta amerîkî, ji ber vê biryareke taybetî ji Kongreyê derbaskir. Lê rewşa Vîetnamê tiştekî din bû, wek endamê TNP, xwestineke bi vê cûreyê pêwist nîn bû, ji alîyê din ve ji ber ku Hindistan xwedîya çekên nukleer e, peyamanên bi hev re pêwist e bi awakî taybetî bên formule kirin."

Di vê rewşê de, girîngî ne taybetmendîya peymana ye, lê hedefên pêşin "Amerîka peymanên nukleer bi Hindistan û Vîetnamê re wek aleteke stratejîk û ji bo hevkarîyeke nêzîk bikar tîne". Ev e ramanên Chellaney. Ji ber vê, Vîetnam bi ihtimaleke mezin dê peymaneke baştir li gel welatên ku "di warê nukleer de pêşde" dikevin bi dest xe, li gel welatên ku nû programên nukleer yên sivil bikartînin. Tam tersê Emiratan, wek mînak: peymanên navbeyna Amerîka Yekbûyî û Erebên Emîratên Yekbûyî ku di sala 2009 de pêk hatibûn bi taybetî cîh dide devjêberdana mafên zengînkirina ûranîum a li ser axa xwe. Tam jî durûtî? Berdevkê hukumetê Philip J. Crowley bi kurtayî beyan dike ku "Amerîka Yekbûyî, bazaran li gor şertan bi welat û herêman ve cûda cûda pêktîne". (7)

"Rewşeke bi qasî lodeke hêkan nazik"

Li gor Washingtonê, qawetkirina têkilîyên leşkerî û hevkarîya nukleer xwedî hedefek e: Mezinbûna Amerikayê li Okyanûsa Pasifikê ji dest bernedin. Amerîka, tenê sala 2010ê, bi 6 hezar milyar dolaran çek firotin Taywanê; her weha têkilîyên xwe li gel hêzên taybetî yên Endonezyayê, "Kopassus" ve nû dikin, li gel ku beşdarî tevkuştina gelê Timorê û yên Papoazie bibûn; azadîya çûn û hatinê ya derya başûrê Çînê qedexe kiribûn, ev jî li ser navê "Berjewendîya Neteweyî ya Amerîkayê" dihat îfadekirin. Li gor madam Clinton; ku digel Koreya Başûr bi hev re operasyonên leşkerî li Derya Zer li dar xistin, da zanîn ku ger di navbeyna Çîn û Japonyayê de, ji ber giravên Diaoyu/Senkaku, şerek dest pê bike dê alîkarîya Japonyayê bikin, ji ber ku di navbeyna wan de peymana du-alî ya parastinê heye. Piranîyên van tedbîran, ji bo ku nebêjin hemûyên wan, ji tirsa qawetbûna merhaleyek bilind ya Çînê tê: blindbûna Imparatorê Navîn, Çîn, bi awakî mekanîk qîmeta cîranên stratejîk yê cîranên Çînê li ber çavê Amerîka Yekbûyî mezintir dike.

Kovara "US Quadrennial Defense Review" ya 2010ê weha dibêje: Maleziya, Indoneziya û Vietnam hevkarên tam û potansiyel in di warê parastinê de. Mr. Kurt Campbell, alikarê sekreterê Asya şerqî û Pasifikê, xwe bi awakî hîn bêtir eşkere dike û dibêje: "Dema ku ez li dostên me yên Asya Başûr-Rojhelat mêze dikim, ez dikarim bi rehetî bibêjim ku perspektîf û musteqbela me ya herî xweş bi Vietnamê re ye." (8) Ji bo amerîkîyan cardin dîyar e ku ev welat pîyonek e girîng e. Vê carê ne li hember komunîzmê lê li hember îhtimala berfirehbûn û mezinbûna Çînê ye.

Ev alaqa bê sînor deng dide. Ji sedsalan vir de, Vietnam di derdora girîneka Imparatora Navîn de digere û di yekdemê de dixwaze ji bala wî dûr be jî. Ji alîyê aborî bi awakî xurt pêve girêdayî ye, malên ji derva tên bi piranîya xwe ya mezin ji cîranê Bakur tê. Profesorê bi nav û deng yê universîteya Nouvelle-Galles li (Canberra Başûr), Carlyle Thayer, ku pisporê Vietnamê ye weha difikire: "Derheqa Hanoî de, tu welat bi qasî Çînê hewqas ne bi tesîr e û ji xwe bawer nîne". (9) Di esasa xwe de, dîplomasîya Vietnamî, heta jê tê li welat û têkilîyên taybetî û berfirehî digere ku ji tesîra Çînê dûr bikeve, lê di eynê demê de, dixwaze bi Çînê re, cîranê xwe yê mezin têkilîyên xwe yên esasî û yên talî berdewam bike. Sefîrê berê Dinh Hoang Thang zahmetîyan înkar nake: "Ger Vîetnam karibe Çînê îqna bike ku têkilîyên amerîkî û vîetnamî têkilîyên welatên din xera nakin, ev dê bibe serkeftineke mezin)." (10) Pratîka vê ji alî Amerîkayê ve jî hêsan nîne. Brantly Womack, profesorê têkilîyên navnetewî yê Unîversîteya Virginiayê û nivîskarê berhema -Çîn û Vietnam, siyaseta Asymetrîk- (11) diyar dike ku: "bi dûrketina Amerîkayê ya ji Asyayê û ji ber têkilîyên wan yên dubendî di navbeyna çi Çînê û çi Vîetnamê de, nefamkirinekê peyda dike û têkilîyan dike zorê". Ji alîyê Çînîyan jî, tehdît carna xurt in: Rojnameya Gel, organa Partîya Komunîst a Çînê gotinên xwe venaşêre:"Vîetnam, pêwist e bizanibe ku di navbeyna du hêzên mezin de,bi rewşa xwe ya xerab û hesas, lîstikeke bi rîsk dileyîze. Ger Çîn û Vîetnam bi çi sebebî dibe bila bibe bi rastî bi awayekî leşkerî bi hev kevin, tu hêz û balafirên tu welatî nikarîn ewlekarîya wan garantî bikin". (12)

Di dawîya sedsala 20ê de, nelihevkirinek ji bo sinorên giravên bi navê Paracel û Spratleys di derya başûrê Çînê de peyda bû. (13) Bi vî halê ku qaweta xwe ya deryayî xurt kirîye jî, dîsa jî Hanoî nikare bi hêza deryayî ya Çînê re qayişê bikişîne. Lê belê, "Vîetnam dixwaze ku zêdetir welatên din werin li deryaya Çîna Başûr angaje bibin, ev jî ji alîyê Richard Bitzinger ve, ku wek bisporê pirsên parastinê li Asya Pasifik tê nasîn hatîye gotin. Ev rewş, dikare parastina Vîetnamê qewî bike. Lê dîsa jî pêwistîya wî bi alîkarîyê heye da ku bikaribe kendava Cam Ranh û çûn û hatinên wê modernîze bike. Ez wisa difikirim ku Hêza Deryayî ya Amerîkî dê ji vî cihê stratejîk fêde bibîne, her weha hinekên din jî dikarin, lê tenê Hêza Deryayî ya Çînî dê li wir kêm be!"

Şerê sala 1979ê yê bi Pekînê re di nava dosyayan de wenda bû

Gelo, rojekê mirov dê karibe bibîne ku Amerîka li hember Imparatorê Navîn (Çîn) piştgirîya Vîetnamê bike? Îronî ew e ku ger mirov bîne bîra xwe, dema beyana serxwebûnê ya 2ê îlona 1945ê, Çîna Mao Zedûng welatê yekem bû ku ev komara ciwan ya demokratîk di zivistana sala 1950ê de nas kir, Yekîtîya Sovyet piştî dozdeh rojan Çînê taqîb kir... Bikare balansekê di navbeyna herdû welîyên xwe yên komunîst de peyda bike, ku paşê bûn dijberên hev, ne karekî hêsan bû. Ho şî Mînh û berdewamên wî ev yek bi qasî 25 salan bi awayekî ustadî meşandin. Alikarîya Sovyetê bi qedandina şerê sar dawî hat. Nelihevîyên navbeyna Vîetnam û Çînê, di dawîya salên 1970ê de bi eşkereyî dest pê kir, ev heta îro tabûya herî mezin ya sîyaseta derve ya Vîetnamê ye. Sî sal paşê jî îro ne hêsan e ku mirov zanibe bo çi şerê meha sibat û adara 1979ê dest pê kir û bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Ne çapemanî û ne jî pirtûken dibistanan bahs dikin. Bi halekî fermî, îro bi Pekînê re têkilî di mecrayeke baştir de dimeşin.

Tarix şanî da ku talûke, ji bo Vîetnamê, ku di nav hesabên jeopolîtîk yên navbeyna herdû cîranên bi hêz de heps bibe, kî dikare li Hanoîyê ji bîr bike? Dîplomat Hoang Anh Tuan nû beyan kir ku Vîetnam, "belkî jî tenha welat e ku di dunyê de dest bi dan û stendinên dûr û dirêj bi Amerîka re kirîye... Digel ku bawerî û hevdûfêmkirin gelek pêşde çûbe jî, tu kes nikare ji ber nefamkirinên stratejîk û xeletîyan garantî bide ku her tişt ji nû ve xera nebe. Ji ber vê yekê, divê têkilîyên du welatan li ser wekhevîyê ava bibin, ji bo ku berdewam bin, ger ev têkilî bi ifadeya ku başîya herdû welatan, yanî ya Vîetnam û Amerîkayê bifikire hatibe dayîn dê herdayîm be û bi serkeve, bi şertê ku ne tenê fêda stratejîk ya Amerîkayê bifikire." (14) Îşaret nuha başîyê şanî didin, lê despotîzma jeografîk (15) dikare her daîm qedera miletê Vîetnamê biguhere.

Çavkanî

Xavier Monhéard:
Nûçevanê taybet yê LMd

  1. Dwight Eisenhower (1954-1961), John Kennedy (1961- 1963), Richard Nixon (1969-1974) û Gerald Ford (1974-1975)
  2. Discours tenu à Hanoï le 21 juillet 2010 en marge d e la 43e rencontre ministérielle de l’Association des Nations de l’Asie du Sud-Est.(Axaftina ku li Hanoîyê di 21ê Tirmeha 2010ê de bi munasebeta hevdîtinên Wezîran ya Yekîtîya Neteweyên Asya Başûr û Rojhelatê)
  3. Tuoi Tre, Hanoï, 20 décembre 2010
  4. Wynn W. Gadkar-Wilcox, "An ambiguous relationship (têkilîyek ecayîp): Impressions of the United States in Vietnamese historical scholarship, 1986-2009", World History Connected, vol. 7, n° 3, Washington, DC, oct. 2010
  5. Lire Siddharth Varadarajan, " L’Inde éperdue de reconnaissance ", Le Monde diplomatique, novembre 2008. (Binêre; Siddharth Varadarajan, "Hindistan kêfxweşî- serxweşîya jinûvenaskirî")
  6. Auteur d’Asian Juggernaut. The Rise of China, India and Japan, (Bilindbûna Çîn, Hindistanê û Japonya), HarperCollins, New York, 2006
  7. Cité dans Daniel Ten Kate and Nicole Gaouette, "US, Vietnam holds nuclear technology talks as suitors vie for contracts ", Bloomberg, 6 août 2010
  8. Agence France-Presse, juillet 2010
  9. Carlyle Thayer, " Vietnam’s relations with China and the United States ", conférence donnée à l’Université des sciences sociales et humaines,Hanoi (Têkilîyên Vietnam li gel Çîn û Amerîka Yekbûyî" konferansa Unîversîteya beşê ilmê sosyal û mirovî ya Hanoîyê)10.12.2010
  10. Entretien accordé à VietNamNet (publication électronique), (Hevpeyvîn li gel Vietnam Net) (weşanên elekrinîk) Hanoï, 17. 02. 2010
  11. Cambridge University Press, New York, 2006. La citation provient de Brantly Womack, "The United States and Sino-Vietnamese relations", (Axaftinên Brantly Womack, "Amerîka û dan û stendinên Çîn û Vietnamê) The Asia­-Pacific Journal: Japan Focus (publication électronique), 2008
  12. Li Hongmei, "Vietnam advisable not to play with fire" (Vietnam, nesîhet, bi agir neleyizin), People’s Daily, Pékin, 17 août 2010
  13. Les Paracels sont occupés militairement par la Chine depuis janvier 1974, mais revendiqués par le Vietnam et Taïwan. La Chine, le Vietnam, la Malaisie, les Philippines et Taïwan occupent divers îlots des Spratleys (Brunei a émis des revendications mais sans envoi militaire). Pour une analyse des problèmes politiques et la recherche d’une issue,(Giravên Paracels, ji alîyê Çînê ve ji zivistana 1974ê vir de hatîye dagirkirin, lê belê Vietnam û Taywan ji wir maf dixwazin. Vietnam, Malezya, Filipin û Taywan hinek giravên din dagirkirine li Spratleys. (Brunei heq dixwaze lê leşger naşîne). Ji bo analîzek çareserkirina pirsgrêkên sîyasî û lêkolîna peydakirina rêçekê) cf. Stein Tønnesson, "China’s coming change in the South China sea", Harvard Asia Quarterly, Cambridge (Massachussetts), décembre 2010
  14. Hoang Anh Tuan, "Rapprochement between Vietnam and the United States: A response", Contemporary Southeast Asia, vol. 32, n° 3, Singapour, 2010
  15. Carlyle Thayer, "The tyranny of geography: Vietnamese strategies to constrain China in the South China sea", International Studies Association, Montréal, mars 2011

Wergera ji fransî: Vehbî Aydin