Deynê ku bûye qeder...

Bi xêra alîkarîya fermî ya dewletê, rewşa banqeyan ji nû ve baş bû. Êdî weha bûye ku piştî wê qeyrana aborî, pişta banqeyan jî ji berê xurttir bûye û ew jî mezintir bûne. Bi vî awayî, derfet jî kete destê wan ku, heger bobeleteke din ya weha were serê wan, ew ê dewletan baştir “êsîr” bigirin. Ji ber wê ye ku hikumetên rojavayî û banqeyên wan yên navendî tam di vê demê de alarma deynên xwe lê xist.

Bi awayekî konetî di nava parantezan de behsa wê hatibû kirin û diviya ku ji bo rizgarîya Goldman Sasch, Deutsche Bank an jî BNP Paribas alîkarîya ku hatibû dayin ji derekê bihataya stendin. Di heman demê de, wê sembola topavêtinê dîsa serî hilda, da ku hişmendîya kara bazirganî êdî hin warên ku li derveyî wê hatibûn hiştin bi temamî bindest bike. Giranîya deynan, ya ku bi qeyranê ve xurttir bû, dîsa ji wan re bû mahne ku parastina civakî û servîsên fermî têk bibin. Salek berê jî dihat gotin ku liberal li ber sikratê ne; lê belê di daxuyanîya “qase vala ne” de, wan vejîna xwe ya polîtîk jî peyda kir.

Ew ê leza xwe kêm nekin. Koalîsyona nû ya desthilatdarîya Berlînê soz da ku ew ê deynê wan ê bacê bi 24 milyar euroyên din jî siviktir bike, digel ku, sala bê, çavkanîyên Almanyayê yên navxweyî dê li gora mesrefên ku dike % 6.5 kêmtir be (li gora rêjeya ku Yekîtîya Ewrûpayê ji bo peymana stabiliteyê daniye, ji du qatan zêdetir e).

Konservatorên ingilîz da xuyanî ku ew ê baca li ser şîrketan kêm bikin. Li Fransayê jî, ji hilbijartina Birêz Nicolas Sarkozy û vir ve, rastgiran bere bere saetên kar yên zêde ji holê rakirin, bi “mertaleke bacî” wan pişta sermayeyên mezin xurt kir û kara wan ya ji sermayeyê xist bin parastinê, mafên firotinê kêm kirin û herweha biryar dan ku baca profesyonel ku li ser şîrketan bû jî ji holê rabe.

Berê, konservatoran xema wê dixwar ku hesab li hevdu dernekevin û amade bûn ku baca ji bo vê bilind jî bikin. Ji sîh salan û bi vir ve ye ku dijberê wê dikin û deynê dewletê jî berhema wan e û bi armanca ku rêkên mudaxaleya fermî ya civatê bêne xitimandin, hatiye kirin. Yanî, tevgereke xemsarîyê ya ku reçeteyan kêm dike û di ber re daxuyanîyên li ser felaketan dike û bi vî awayî mesrefên Dewleta-xwedayî didewisîne.

“Reagan nîşan da ku deynên dewletê ne giring in.” Sala 2002’an, Cîgirê Serokê Amerîkayê Richard Cheney, gava ku kêmkirina baca rasterast hat rojevê, ji wezîrê xwe yê aborîyê ku ji vê mijarê ditirsiya re weha digot. Ji bo Birêz Cheney deynên dewletê tu ziyanê nade wî kesê ku biryara wan daye, lewre Ronald Reagan di sala 1984’an de bi xurtî careke din jî hate hilbijartin, digel ku di dema serokatîya wî ya yekem de deynên dewletê kiribûn sê qat. Lê belê mecbûrîyetên butçeyê pişta xelefên wî dişikîne, bi taybetî jî gava ku xelk vê yekê dixin stuyê wan û dibêjin ku ew ne ji hêla rast in... Hingê, ji bo ku bikare reforma sîstema tendurustîyê pêk bîne, Birêz Barack Obama mecbûr ma ku berî wê sozê bide ku ev reform dê tiştekî li deynên dewletê zêde neke. Ma gelo, ji bo macerayên leşkerî jî şert û mercên weha tên danîn?

Bi polîtîkaya xwe ya ku baca li ser restorant û qahweyan sê qatan kêm kir, hikumeta fransî 2.4 milyar euroyên çavkanîyên xwe kirin qurban. Çend hefte bi şûn de, bi mahneya “heqîyê”, 150 milyon euroyên tazmînata qezayên kar ji qurbanîyên wan qezayan stendin. Digel ku di vî warî de gellek zîrek xuya dibe jî, ji bo ku xwe bigihîne Reagan’î, hê ji wê re heye. Lewre, serokê amerîkayê yê berê baca dewlemendan bi bêdengî li wan vedigerand, lê belê ji bo kêmkirina ziyana butçeyê (ku wî bi xwe ziyan dabûyê), rabû û ji kantînên dibistanan xwast ku gava ku hesabê xwarina ku didin şagirtan dikin, hesabê ketçapê jî weke yê fêkîyan bikin.

Li Kalîfornîyayê, li dewleta ku Reagan bû walîyê wê, di sala 1978’an de kontr-şoreşa bacî ku bi dû re dunya da ber xwe dest pê kir. Li wira, îroj qase bi temamî vala ne (deynê ku êdî bûye adet gihiştiye 26 milyar dolaran). Roja 19’ê çiriya paşîna bihurî, zanîngeha fermî heqê qeydan % 32 bilind kir. Berî wê jî, heman zanîngehê duhezar kes ji kar avêtibûn.

Çavkanî

Bi xêra alîkarîya fermî ya dewletê, rewşa banqeyan ji nû ve baş bû. Êdî weha bûye ku piştî wê qeyrana aborî, pişta banqeyan jî ji berê xurttir bûye û ew jî mezintir bûne. Bi vî awayî, derfet jî kete destê wan ku, heger bobeleteke din ya weha were serê wan, ew ê dewletan baştir “êsîr” bigirin. Ji ber wê ye ku hikumetên rojavayî û banqeyên wan yên navendî tam di vê demê de alarma deynên xwe lê xist.