Di bin sîya çekan de li aştîyê gerîn

Translator

Di warê pirsgirêka kurdî de atmosfera nisbî ya aştîyê, ji ber pêla şideta ku piştî hilbijartinan zêde bû, nema. Herçende encamên hilbijartinên 12ê hezîranê derfetek xistibû him destê hikûmetê û him jî muxalefeta kurd ku meseleyê bi rêbazên demokratîk çareser bikin. Bi rêjeya dora 50 dersedî ya dengan hikûmeta AKPyê piranîya siyasî bi dest xist ku bikaribe pirsgirêka herî girîng a Tirkîyeyê an ku pirsa kurd çareser bike. Hevdem, muxalefeta kurd jî, her çend bi dezavantajên qanûnên hilbijartinan re rûbirû ma jî, di encamê de karî 36 wekîlan bişîne meclisê û bi vî awayî jî pesend kir ku ew navnîşana meşrû ya çareserîyê ye. Lê belê, berî ku pirsgirêka kurd li meclisê derfeta nîqaşkirinê bibîne, pêrgî çekan hat. Êrişên PKKyê ku li dû hev hatin, bû sedem ku hikûmet, ku jixwe ji bo çareserîyeke demokratîk lava nedikirin, êrişên dijber pêk bîne. Bombebarana Qendîlê û amadehîyên hereketeke bejahî bûn sedem ku derfeta çareserkirina pirsgirêka kurd careke din were talox kirin. Niha pirsa ku herkes serê xwe pê diêşîne ev e: Gelo ev derfeta aştîyê bû qurbana kîjan hesab û mebestan? Heger rastîyê bibêjim, tu hincet nîne ku wan alîyan, ku çareserîyê di şer de dibînin, biheq derxe. Li vê derê hewldaneke berhewa ye ku bibêjin ka kê şidet bilind kir, yan kî bi zorê bo nav şidetê hat kişandin, ji ber ku hewldaneke weha ji bilî meşrû nîşandana şer pê ve bi kêrî tiştekî nayê. Lê belê sedemên aşkere -nepenî yên li pişt vê tora şidetê ku em ketinê, bên dîyar kirin.

Roja 14ê tîrmehê girîng e

Em roja 14ê tîrmehê li vê derê not bikin. Ev roj di dahatûya nêzîk de ji bo Tirkîyeyê dê wekî fetilokeke girîng were nirxandin. Wekî ku tê zanîn roja 14ê tîrmehê li Dîyarbekirê di encama êrişeke PKKyê de 13 leşker hatin kuştin. Di heman rojê de yek ji rêxistinên banî yên siyaseta kurd Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) bi awayekî yekalî ‘xweserî’ ragihand.

Van her du bûyeran rê li encamên girîng ên siyasî vekirin:
1. Derfeta pirsgirêka kurd ku di parlamentoyê de were nîqaş kirin, hat paş de avêtin.

2. Dewletê berê xwe da konsepteke ewlekarîyê ku di encamê de di warê pirsgirêka kurd de lêgerînên ji bo çareserîyeke demokratîk hatin hilanîn.

3. Daxuyanîyên serokê PKKyê Abdullah Ocalan ku tê de dîyar dikir, li Îmralîyê digel rayedarên dewletê li hev kiriye ku ‘Konseya Aştîyê’ ava bikin, hatin paşguh kirin, nehat bihîstin.

Lê belê ev encamên ku me li jorê rêz kirin, têrê nakin ku bi giştî dîyar bikin ka Tîrkîye bo nav toreke çawa ya şidetê hat kaş kirin. Amadehîyên şidetê, ku îro li ser dikê cihê xwe girtiye, digihîjin dema berîya hilbijartinan. PKKyê, ku îro asta şidetê her ku diçe bilindtir dike, tê dîtin ku bi ragihandinên agirbest yan bêçalakîyên berfanbara 2008ê, nîsana 2009ê, tebax, îlon û sermaweza 2010ê bi awayekî îstîqrar hewl da ku siyaseteke ‘aştîyê’ bimeşîne. Her çend car caran pevçûn û mirin rûdabin jî di warê pirsgirêka kurd de ev pêvajo divê wekî ‘serdemeke nisbî ya aştîyê’ were nirxandin.

Xuya dike ku di nav rêveberên gêrîlayên rêxistinê, ku li çîyayê Qendîlê bi cih in, heta demeke nêzîk meyla çareserîyeke siyasî serdest bû. Di vê yekê de bandora hevdîtinên nepenî yên digel dewletê hebû, ku 2006ê de dest pê kiribûn û herweha vebûna demokratîk a sala 2009ê, ku encama van hevdîtinan bû. Îro bi daxuyanîyên her du alîyan derdikeve holê ku biryara projeya bi navê ‘Ji Xabûrê vegera malê’ di hevdîtinên navbera Ocalan û rayedarên dewletê de hatine stendin.

Her sê protokol, dewlet, Ocalan û Qendîl

Sedema wê yekê ku PKKyê heta demeke nêzîk dest neavêtibû çekan, bazara navbera Ocalan û dewletê bû, her çend car caran qut dibû jî. Di vê bazarê de, heta roja ku gulle hatin berdan, nîqaşên li ser protokoleke sê madeyî dihatin meşandin. Raya giştî ji detayên van nîqaşan ji hevpeyvîna Hasan Cemal a digel Serokê Desteya Rêveber a KCKyê Murat Karayılan agahdar bû. Di hevpeyvînê de, ku di 26ê hezîranê de di rojnameya Milliyetê de hat weşandin, derbarê protokolan de Karayılan ev agahî dabûn: Serok Apo, di nav sê mehan de sê protokolên kurt û watedar pêşnîyarî dewletê kirin.

Protokola Yekem: Serenavê protokolê weha bû.‘Prensîbên çareserîyeke demo-kratîk ji bo pirsgirêka kurdî a li Tirkîyeyê’ An ku meseleya destûreke demokratîk...

Protokola Duyem: Di warê têkilîyên navbera dewletê û civakê de prensîpên aştîyeke adilane...

Protokola Sêyem: Bernameya çalakîyê ji bo aştîyeke demokratîk û adilane...

Her protokolek ji du rûpelan pêk tê û gelek kûr û tije ne. Heyeta dewletê, ku mehek berê digel serok Apo rûniştibû, van protokolan red nake. Dibêjin ‘nivîsarên weha ne ku mirov dikare li ser nîqaşê bike’ û dîyar dikin ku dewlet û hikûmet dê li serê nîqaş bikin. Em li benda bersiva wan in."

Sedema wê yekê ku rêveberên PKKyê şidet ji bo demekê dabû rawestandin ew bû ku Ocalan, ku ji tecrûbeya Xabûrê hin encam derxistibûn, fikr û ramanên xwe yên ji bo çareserîyê sîstematîze kiribûn û di encamê de sê protokolên ‘aştîyê’ pêşnîyarî dewletê kiribûn. Ev protokol li rêveberîya PKKyê jî hatibû pêşnîyar kirin û wan jî protokol erê kiribûn. Ocalan ji bo bersivekê heta 15ê tîrmehê wext dabû dewletê. Bersiva ku rêxistin bi awayekî bêsebr li bendê bû, Ocalan di 6ê tîrmehê de di hevdîtina xwe ye digel parêzerên xwe aşkere kir: "Di hevdîtina me ya dawî ya digel heyetê, ku îro pêk hat, pêngava herî girîng û pêwîst ku me li ser li hev kir, avakirina Konseya Aştîyê bû. Digel heyetê em niha di warê avakirina Konseya Aştîyê de hevbîr in. Jixwe ev yek di protokolan de jî cih digirin. Avakirina Konseya Aştîyê pêngava berbiçav a herî girîng e, ku divê û dê were avêtin. (...) Tarîxa 15ê tîrmehê, ku me berê behs kiribû, bila çewt neyê fam kirin. Sedema ku me 15ê tîrmehê gotibû ew bû ku ev roj nêzî wê tarîxê ye ku em ê bi heyetê re kom bibin. Jixwe hevdîtina me ya digel heyetê zûtir pêk hat. Ji bo min tiştê esas ev hevdîtin bû, ne roja 15ê tîrmehê. Û ji ber ku me ev hevdîtin îro pêk anî, êdî roja 15ê tîrmehê ji bo min ne xwedî wate yan ji hukimek e."

Ev daxuyanîyên PKKyê ji alîyê hin rojnameyan ve wekî ‘pêşveçûneke dîrokî’ hat nirxandin. (Ji Ocalan daxuyanîya dîrokî: Me bi dewletê re li hev kir. /09.07 2011/ Radikal) Dema ku ev gotinên Ocalan hîna di raya giştî de dihatin nîqaş kirin, ji Farqînê xebera nebaş hat. Leşkerên ku du ji wan leşker, li sê kesên ku ji alîyê PKKyê ve hatibûn revandin, digerîyan, li çoltera Farqîna rastî gêrîlayan hatibûn û di encama pevçûnekê de 13 leşker bi awayekî kambax jîyana xwe ji dest dabûn. Çend rojan paşê, di 18ê tîrmehê de yek ji rêveberên PKKyê Cemil Bayık, di hevpeyvîna xwe ya digel Ajansa Nûçeyan a Firatê de dîyar kir ku ka PKK wan protokolên ku Ocalan û dewletê li serê li hev kiribûn çawa dinirxîne. Bayık weha peyivî:

"Rêber Apo dîyar kir ku dewletê ev protokol pejirandine û konseya aştîyê dê were ava kirin. Ev bi tenê protokolek bû. Yên din jî hene, yek ji wan jî li ser avakirina Komîsyona Destûrê bû. Ev komîsyon dê di çarçoveya destûrê de hewl bidaya ku pirsgirêka kurdî were çareser kirin. Protokoleke din jî li ser avakirina komîsyona ewlekarîyê bû. Ev komîsyon jî dê ji bo dualîkirina agirbestê, qedandina şer, dawîlêanîna operasyonan û serbest berdana girtîyên siyasî bixebitiya. Hîna ne dîyar e ku ev protokolên ku dewletê pejirandine kengî werin bi cih anîn, niha yan saleke din, nayê zanîn. Dewlet di vî warî de tu tiştekî nabêje lê bi tênê pejirandîye. Ev yek jî xapandin e, taktîk e (...) Bila tu kes xwe nexapîne, divê gelê me di vî warî de hişyar be, ev taktîk in, aliqandin in. Dixwazin serokatîya me, tevgera me û gelê me bialiqînin. Divê gelê me li rûmeta xwe xwedî derkeve."

Ev daxuyanîyên Cemil Bayık nîşan didin ku bûyera Farqînê ya 14ê tîrmehê û ragihandina xweserîyê ya heman rojê ne tesadufî ne û parçeyekî nû ya hamleya leşkerî û siyasî ya siyaseta kurd in. Rêveberên PKKyê, ku ev demeke dirêj e ku li benda bersiva protokolan in, biryar stendiye ku careke din şer bikin. Êrişên li dij hedefên leşkerî ku rojên din pêk hatin, vê yekê pişt rast dikin. Fikr û stratejîya rêxistinê, ku li pişt vê biryara di şer de ne, ne dijwar e ku mirov tespit bike. Herçend PKK vê yekê bi awayekî aşkere nayne ziman jî, dîyar e ku rêxistin xwedî du armancên sereke ye, armanca demkurt û demdirêj:

1. Di dema kurt de, hevdîtinên li Îmralîyê bigihîjin merheleyên nû. Di hevdîtinan de beşdarbûna aktorên nû an jî çavdêrîya kesên sêyem.

2. Di dema dirêj de jî bi riya ragihandina yekalî ya xweserîyê bidestxistina statuyekê.

Bawer nakim Selahattin Demirtaş bêyî Qendîlê gotibe "divê muzakereyên digel Ocalan bi awayekî vekirî werin meşandin."

Dibe ku mirov pê matmayî be ku mebesta demkurt a rêxistinê merheleyeke nû ya hevdîtinên li Îmralîyê ye. Lê belê, serokê BDPyê Selahattin Demirtaş di 10ê tebaxê de, di bernameyeke NTVyê de, ku tê de beşdar bûbû û herweha di civîna çapemenîyê ya 18ê tebaxê, ku li Dîyarbekirê pêk hatibû, pêşnîyareke balkêş kir û got ku muzakereyên digel Ocalan divê bi awayekî ‘vekirî’/aşkere werin meşandin. Bawer nakim ku serokê BDPyê birêz Demirtaş, ku wekî siyasetmedarekî rêzê lê digirim, van gotinên xwe, ku tê de pênebawerîya li hevdîtinên nepenî yên Ocalan dîyar dibû, bêyî haya Qendîlê gotibin. Ji ber ku ev demeke dirêj bû ku navenda siyaseta kurdî bi şik û gumanan berê xwe dida hevdîtinên li Îmralîyê. Pêşî wekî gotegot li kulîsan belav bû ku Ocalan tê aliqandin û paşê jî fikra ku digot ‘Ocalan ji alîyê dewletê ve tê xapandin’ belav bû. Tê zanîn ku ji destpêkê ve PKK ji wan rayedaran re, ku ji bo hevdîtinê çûbûn cem wan, gotibû ku muhatab Ocalan e. Û herweha ne sireke e ku di stendina vê biryarê de bandora Murat Karayılan heye, ku bi nêzîkbûna xwe ya Ocalan tê nasîn. Lê belê rêveberên din, ku îro li ser rêxistinê xwedî giranî ne, di wê bawerîyê de ne ku di encama hevdîtinên li Îmralîyê de encamên ku ew li bendê bûn, derneketin. Hevdem, ev dixwazin ku ne bi awayekî rasterast be jî ji naveroka hevdîtinan haydar bin. Di demên dawî de li cem rêxistinê tê gotin ku di hevdîtinên aştîyê yên Afrîkaya Başûr de Nelson Mandela gelek bi hêrs bûye û rêxistina ku bi rastî muzakere meşandiye ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê) bûye.

Mebesta demdirêj a PKKyê li herêmê bidestxistina statuya xweserîyê ye. Ji ber ku rêxistinê di vî warî de gelek daxuyanîyên dûr û dirêj weşandine, hewce nabînim ku li ser vê yekê bêhtir nirxandinan bikim. Lê belê, bi awayekî yekalî dîyarkirina xweserîyê û hilbijartina şidetê wekî rêbaza sereke bûn sedem ku ev projeya siyasî bibe xwedî karaktereke otorîter û zordest û raya giştî ya tirk û kurdî bi awayekî bi şik berê xwe bidinê.

Helwêsta Imraliyê ya li beramber van bûyeran ne zelal e

Ewqas ne hêsan e ku mirov bikaribe helwêsta Îmralîyê ya li hember van pêşveçûnan fam bike. Raya giştî ya tirk difikire ku di navbera Îmralî û Qendîlê de derizîneke cidî heye. Tê îdîa kirin ku li hember daxuyanîyên Ocalan ku digot ‘me bi dewletê re li hev kir, em şerê şoreşger ê gel didin rawestandin’, rêxistin bi ya xwe dike. Serokwezîr Erdoğan jî îdîa dike ku Ocalan êdî li ser rêxistinê xwedî desthilatdarîyeke giştî nîne. Herçend hin guman hebin jî raya giştî ya kurd di wê bawerîyê de ye ku Ocalan bênîqaş hîna jî serok û rêberê rêxistinê ye.

Herçend çapemenîya tirk û derdorên hikûmetê rewşê mubalexe dikin jî, bawer dikim ku dê heqîqetek be were gotin ku di nav rêxistinê dînamîkeke li dij Ocalan heye. Heta roja îro Ocalan karî fêriseke siyasî nîşan bide û meyl û tevgerên cihê yên nav rêxistinê, ku komên nepenî yên li xwe jî tê de, li gor hesabên xwe yên siyasî binirxîne. Ne hêsan e ku komek, ku bi awayekî aşkere dijberîya Ocalan bike, di nav PKKyê de bisitire. Lê belê di rewşa heyî de êdî rêxistin mekanîzmayên xwe yên biryarstendinê afirandine û ev yek nabe ku were înkar kirin. Bi awayekî bê şert û merc bi ya her tiştê ku Ocalan dibêje nakin. Ji ber ku rêveberên li Qendîlê bersivên dewletê yên ji bo protokolên ku Ocalan pêşniyar kiribûn têr nabînin, ev yek wan nake dijberî Ocalan, lê belê dikare li cem dewletê otorîteya Ocalan, ku jê re destûrmendîya muzakerekirinê hatibû dayîn, bêguman qels bike. Heger em bêjin otorîteya Ocalan a li ser rêxistinê qels bûbe jî bandora Ocalan a li ser kurdan bênîqaş ji bo siyaseta kurdî xwedî girîngîyeke gelek mezin e. Anku di warê meseleya kurdî de rola Ocalan ji ya PKKyê jî mezintir e.

Pevçûnên navbera hikûmet û PKKyê, qada manevrayên siyasî yên BDPyê, ku çav lê bû ku di pêvajoya aştîyê de roleke girîng bilîze, teng kir. Ji êrişa li dij PKKyê, BDPyê jî para xwe stend. Wekî hikûmetên berê AKPyê jî li ser BDPyê zext û zora xwe zêde kir û karta girtîgehê derxist pêş. Di kombûna ewlekarîyê ya Lijneya Ewlekarîya Neteweyî (MGK) de ne tenê têkoşîna li dij PKKyê, lê her weha rê û rêbazên li hember siyasetmedarên kurd jî derketin holê. Li gor agahîyên ku çapemenîyê bi dest xistibûn, di nav wan rêbazan de hewldanên ji bo bêîtîbar kirina siyasetmedarên kurd û piçûk xistina wan a di çavê gel de jî heye.

BDP êdî nikare wekî hebûneke siyasî xwe bide hîs kirin

Encama bivê nevê ew bû ku şer û pevçûn rê li ber siyaseta demokratîk teng bike. Li hember otorîteyên hêzdar ên wekî Qendîl û Îmralîyê, êdî ne mumkin be jî, gelek dijwar e ku BDP bikaribe xwe wekî hebûneke siyasî bide hîs kirin. Siyaseta legal a kurd, heta îro ji temaşekirina şer û pevçûnan nikaribû wêdetir biçe. Ji ber ku BDP piştî hilbijartinan nikaribû vegere meclisê, ev yek jî nîşan dide ku BDP di nav nal û bizmar de maye.

Lê belê BDP bi giranî dayîna siyaseta demokratîk dikaribû him meyla şidetê ya PKKyê sînordar bike û him jî pêşî lê bigire ku hikûmet serî li rêbazên leşkerî bide. Rêveberîya BDPyê di warê tu mijarên girîng de nikaribû bi tena serê xwe îmze biavêje. Di her derfetê de wan Îmrali û PKK nîşan dan û xwe pasîfîze kirin. Bêguman, Îmrali û PKK ji bo siyaseta kurdan realîte ne û înkarkirina vê yekê jî ne rast e. Lê belê, ji holê rakirina mesafeya navbera xwe û Îmralî û PKKyê jî, wekî ku dihat guman kirin, siyaseta kurd hêzdartir nekir, lê qels kir. Dema ku ji hikûmetê re dibêjin ‘operasyonan rawestînin’ divê heman tiştî ji PKKyê re jî bibêjin ku ev gotina wan hêjayî bawerî û xwedî nirxeke siyasî be. Da ku bikaribin li hember hikûmetê muxalefeteke bandorker bikin, divê hinekî jî li îtîrazî PKKyê bikin. Heger ev ne jidil be, tu kes nikare xwe nêzîkî pirsgirêka kurd bike, ku jixwe her kesê ku nêzîk dibe bi tîna wê disoje.

Windakirina pêbawerîya siyasî

Xala ku niha BDP gihîştiye xembar e, rêveberên BDPyî êdî hatine wê merheleyê ku ji nîşandana nerazîbûna xwe ya însanî ya li hember mirinên şer jî îmtînê dikin. Heger gihîştibin vê merheleyê, wan êdî pêbawerîya xwe ya siyasî jî wenda kiriye. Lê belê dîsa jî jîyan bi munasebetên cur bi cur nîşan dide ku pêwîstî bi BDPyê heye. Di vî warî de divê BDP piştevanîya sedema hebûna xwe anku piştevanîya siyaseta demokratîk bike. Bi hiştina gotina dawî ji Qendîl û Îmralîyê re siyasetmedar dikarin paşeroja xwe ya siyasî biparêzin, lê belê tu caran nikarin bibin aktorên aştîyê.
Stratejîya nû ya ewlekarîyê ya hikûmeta AKPyê, pirsgirêkê girantir dike

Stratejîya nû ya ewlekarîyê ya hikûmeta AKPyê, ku dîyar kir ku dê di warê pirsgirêka kurd de bişopîne, aşkere ye ku dê pirsgirêkê girantir bike. Di nav wan sedeman de, ku pirsgirêkaa kurd nikare ji bin sîya çekan were derxistin, siyasetên xelet ên hikûmetê di serî de ne. Esasa vê siyasetê feraseta qebûlkirina mesela kurd, lê belê redkirina PKKyê ye. Ev yek ji alîyekî dibe sedem ku hikûmet meseleya kurd wekî pirsgirêkeke piçûk a demokrasîyê fam bike û ji alîyê din de jî hewlê bide ku PKKyê tasfîye bike. Ev yek jî bivê nevê dibe sedema şidet û pevçûnê. Ev çembera stewr, ku hêsan xuya dike, di rastîyê de stewrîya sereke ya AKPyê nîşan dide. Her ji ber vê yekê vebûna demokratîk negihişt tu encaman. AKP, serokê wê, serokwezîr Erdoğan, ji alîyekî rastîya kurdî nas dike lê di dema naskirina mafên civakî û siyasî yên vê rastîyê de tirs û xofa parçebûnê wan digire. Serokwezîr gelek caran dibêje ‘pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêkên birayên min ên kurd hene’ û serî li rêbazên leşkerî dide. Ev helwêsta ku bêmêzîn xuya dike, di rastîyê de digel alîyên siyasî yên meselê têkildar e.

Serokwezîr yan jî AKP bi pirsgirêkeke kurd a razber re rû bi rû nînin. Wekî nûnerên siyasî yên meseleya kurd bi PKK/Îmralî û BDPyê re rû bi rû ye. Di warê çareserîya meseleya kurd de helwêstên van aktoran ne tenê AKPyê, lê her weha partîyên siyasî yên din ên tirk jî ditirsînin. Anku di warê pirsgirêka kurd de tiştê ku nêrîn û helwêsta AKPyê sînordar dike hinek jî nêrîn û helwesta PKKyê ya di warê çareserîya meseleya kurd e. Bêguman, ev yek paşdeavêtina daxwazên meşrû yên kurdan mafdar dernaxe, lê belê dikare îzah bike ka hikûmet di warê pirsgirêka kurd de çima qîma xwe bi pêngavên sînordar tîne.

Mijareke din ku hat rojevê helwêsta AKPyê ya li hember Ocalan e. Hikûmet li Îmralîyê dixwaze digel Ocalan ne meseleya kurd, lê belê meseleya PKKyê muzakere bike. Di rastîyê de hikûmet naxwaze ku Ocalan wekî muhatabê meseleya kurd qebûl bike. Du sedemên vê yekê hene: Yek hikûmet naxwaze ku bi qebûlkirina Ocalan wekî nûnerê meseleya kurd bihêle ku PKK meşrûîyetekê bi dest bixe. Ev meşrûîyet tê wê wateyê ku başûrê rojhilat ji PKKyê re were hiştin, ku ev yek ne tenê ji bo sîstemê, lê belê her weha ji bo hesabên wan ên siyasî jî bi kêr nayê.

Hikûmet çima dev ji Ocalan bernade?

Lê belê hikûmet di meseleya kurd de da ku dawî li pirsgirêka şidetê bîne û PKKyê kontrol bike, dev ji temasên bi Ocalan re jî bernade. Û dema ku digihîje radeyekê, wekî îro, serî li rêbazên leşkerî dide.

Rêbazên leşkerî nikarin heta ebedîyetê dewam bikin û AKP jî vê yekê dizane. Lê belê, hikûmet di wê bawerîyê de ye da ku bikaribe rêxistinê qels bike, divê wê di warê leşkerî de qels bike û lewma maweyekê operasyonên leşkerî dê berdewam bikin. Li Bakurê Îraqê, operasyoneke bejayî ya li dij kampên rêxistinê jî dikare pêk were. Lê belê heger li ber çavan were ragirtin ku AKP partîyeke konjonkturel e û siyasetên rojane dimeşîne, mimkun e ku otorîteya siyasî dawî li van operasyonan bîne. Di warê pirsgirêka kurd de, herçend Tirkîye nikaribe bi awayekî giştî xwe ji sîya çekan rizgar bike jî, di dahatûya nêz de lêgerînên xwe yên aştîyê berdewam bike.

Çavkanî

Kurtuluş Tayiz:
Nivîskarê rojnameya Tarafê

Wergera ji tirkî: Celîl Kaya