Di bin sîya hevrikîya herêmî û ya di navbera kurdan de

Herêmeka de facto: Rojavayê Kurdistanê
Translator

Rewşa heyî ya li Kurdistana Sûrîyeyê (Rojavayê Kurdistanê) pir tevlîhev e. Ev rewş ji bo tevahîya Sûrîyeyê semptomatîk e. Ev li hev zêdebûna aktor û jihevcihêbûnan, encama şerê navxweyî û faktorên bandorker ên herêmî û navneteweyî ye.

 

Zelalîyeka li ser rewşa herêmên kurdan dikarewere darîçavkirin heke analîzeka aktoran ya hêzên kurd li Sûrîyeyê, analîzeka bicihbûna wan ya "Kurdistanî" (1) were kirin û serwextbûna li bandorên herêmî pêk were. Ango bi vê gotarê armanca min ew e ku loda sîyasî hemûyî ya ku tevahîya pirsgirêka kurd li Sûrîyeyê pêk tîne, ji hev derxim.

 

Ya ku di rewşa heyî de balkêş ew e ku rêxistineka civatî ya giştî ya mîna rewşa li Kurdistana Iraqê piştî pêkanîna qada parastî ya sala 1991ê, pêk tê. Lê belê hêja ye meriv bibêje ku avakirina qada parastî sala 1991ê bi biryara hejmara 688an ya Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî hatibû rewakirin.

 

Lê belê rewşa li deverên kurdên sûrîyeyî bi tenê bi dirûvê xwe dişibe rewşa kurdên iraqî piştî sala 1991ê. Em dikarin li herêmên kurdan bibînin ku hêzên eskerî yên kurdan, birêveberîya kurdan, dadgerîya kurdan û her weha rêxistinên çandî û sîyasî pêk tên. Weha dîyar e ku li rojavayê Kurdistanê (piranîya aktorên sîyasî yên kurd deverên kurd yên li Sûrîyeyê wisa bi nav dikin) herêmeka kurdan ya wekî mînaka başûrê Kurdistanê ava dibe. Lê belê wêneyê heyî têra xwe zelûl dibe, lewre destguhertina desthilatdarîyê piştî dijwarbûna krîza Sûrîyeyê nayê ravekirin. Gelo hikûmeta Sûrîyeyê bi dilê xwe ji deverên kurdan vekişîya? Partîya Yekîtîya Demokrat PYD bi kîjan rolê rabû? Di navbera rejîma Beşar el-Esed û PYDyê de lihevkirinek hebû? Ji bo çi hîna yekîneyên "stratejîk" yên artêşa Sûrîyeyê û sîxurên el-Muxaberatê (Rêxistina Îstîxbaratê ya Sûrîyeyê) li bajarê herî mezin yê kurdan yê Sûrîyeyê  li Qamişloyê û deverên din bicihbûyî ne? Gelo bi rengekî li ser bihevrehebûna dezgehên kurd û artêş û rexistinên ewlekarîyê yên rejîma Beşar el-Esed hat lihevkirin? Hêzên kurdistanî PKK û PDK di vî şerî de bi kîjan rolê radibin?

Pêvajoya dubendbûnê

 

Dema ku serhildana Sûrîyeyê di bihara sala 2011an  de dest pê kir, tevgera neteweyî ya kurdan ji 16 partîyan pêk dihat (2), ev partî di çil salên dawî de derketin holê. Şaxê PKKyê PYDyê bi xwe ji bûyerên Qamişloyê yên sala 2004an û pêve xwe da pêş. Lê belê ew di strukturên paralel (3) de çalak bû û tevlî nîqaşên sîyasî yên "ji rêûresmê" yên komên kurd yên rojavayê Kurdistanê nedibû. Ji ber paşxaneya girêdanên wê yên bi partîya dayik PKKyê re, wê serê xwe nediêşand bi dubendîbûna 16 partîyan ya ku ji ber dilsozîya wan ya bi Partîya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê ya li Iraqê bi rê ve diçû. Rejîma Sûrîyeyê bi xwe ev dubendîbûn destek dikir. Hafiz el-Esed bi xwe li gora rêbaza divide et impra kir ku Partîya Komunîst ya Sûrîyeyê û Yekîtîya Sosyalîst ya Ereb ya nasirî jî parçe bibin.

 

Faktorên din jî strukturên tebeqeyî û jirêûresmê yên civata kurd bûn. (4) Li gorî mentiqê civateka tebeqeyî her eşîra mezin hewl dida partîya xwe damezrîne. Ji bilî van rêxistin û partîyan ji sala 2003yan û pêve PYDyê xwe darîçav kir. PYD partîyek bû di çarçoveya jinûvebirêxistinbûna PKKyê ya berfireh de derketibû holê. Weha dîyar e PKKyê wekî rêyeka bitesîrtir didît ku alîgirên wê li beşên din yên Kurdistanê ber bi derve ve wekî rêxistinên xweser xwe bidin der. Weha dîyar e ku navenda PKKyê ji Çîyayên Qendîlê (5) yên li Herêma Federe ya Kurdî, bi awayekî xurt desteka sîyasî û malî daye PYDyê. Perwerdeya sîyasî û îndoktrînasyona îdeolojîk ya endamên PYDyê li gor main-stream ya PKKyê bû. Meriv dikare li vir tesbît bike ku ezmûnên rêxistinî, sîyasî û îdeolojîk yên ku Abdullah Ocalan da ber partîya xwe, nebûn sedem ku di nava PKKyê de yan jî şaxên wê de şer û parçebûnên hêjayî meriv behs bike, bidin der.

 

Piştî raperîna li Sûrîyeyê, ne dîyar bû ka kîjan hêzên sîyasî wê li sê herêmên kurdan tevbigerin. Bi awayekî merivî matmayî bihêle nifşekî-facebookê wekî li deverên mayî yê welêt darîçav bû. Li Qamişlo, Amûdê, Dirbesî, Efrîn, Kobanîyê û bajarên din yên kurdan komîteyên koordînasyonê yên van tevgerên nêzî girseyên gel înîsîyastîf girtin destê xwe. Loma partîyên sîyasî di mixalefeta bêtesîr ya bi salan de û bi banîyana wan ya li parçebûnê di vê rewşa şoreşê de jî rêya xwe ya berê dan ber xwe û li ser meşîyan. Çalakîyên wan bi tenê bi devkî şermezarkirina sîstema otorîter ya Partîya Beasê bûn. Weşanên wan yên partîyê yên ku li gorî mestereya dewletên bloka rojhilat xirab hatî nivîsandin ji alîyê alîgirên wan bi xwe ve jî nedihatin xwendin. Helwêsta wan ya li dijî tevgera nêzî girseyên gel bêhtir redkar bû. Yekîtîya Koordînasyona Ciwanên Kurd (Îtihad Tensîqîyad Şebab el-Kurd) berîya hertiştî ji ber hegemonîya PYDyê nebû xwedîyê tu şansê ku biberide. Ew wekî şaneyeka piçûk ya sîyasî berepaş çû.

 

PYD di nava kulta parastina kesekî de û wekî girtîyê rojeva PKKyê tevî berpirsîyarîyên xwe yên herêmî xerq bûbû. Wêneyê alîgirên PKKyê tevî hilgirtina alayên PKKyê û posterên Abdullah Ocalan yên ku li Qamişloyê ber bi sînorên tirk ve meşîyan û li wir sloganên li dijî hikûmeta AKPyê gotin bi awayekî eşkere tiştên PYD li pêş digire, nîşan dan. Bi awayekî kurt û kurmancî meriv dikare di qonaxa destpêkê ya tevgera mixalefetê ya Sûrîyeyê de van hersê ekolên li jor navbirî weha terîf bike:

 

A- Partîyên sîyasî yên jirêûresmê yên ku 40 salan cihêtîyên navxweyî xwedî kirin.

 

B- Nifşê nû yê facebookê yên ku ezmûna wan ya sîyasî ji alîyê strukturên hêzê yên PYDyê hatin astengkirin û ji alîyê partîyên din yên bicihbûyî ve jî wekî dijmin hatin dîtin.

 

C- Ya dawî jî PYD ye ku xwedîyê potensîyaleka mezin ya seferberkirina girseyan bû, lê belê girtîyê rojeveka ji derve bû, ango girtîyê rojeva partîya dayîk PKKyê.

 

Ji rejîma Beşar el-Esed hat ji îlona 2011an û pêve mixalefeta aştîyane ya Sûrîyeyê bikşîne ser dika şer. Li vê qadê bi xêra strukturên eskerî yên heyî û alîkarîya heyî ya rûs û îranî, rejîm xurttir bû. Piştî ku qonaxa aştîyane ya mixalefetê havîna 2012an bi dawî bû, PYD yekane koma kurd bû ku dikarîbû xwe li gorî şert û mercên nû yên şerî û lihevnekirinê eyar bike. Wekî tevgera gerîla ya herî zêde xwedî ezmûn, PKKyê bi şandina şervanên perwerdebûyî û pisporên din yên eskerî û yên tele-ragihandinê kir ku mimkin be hêzeka eskerî ya xurt li herêmên kurdan pêk were. Ji 2012an û pêve PKK û PDK "lîstikvanên" bi rastî yên kurdên Sûrîyeyê bûn. Gelek hêzên sîyasî li alîyê PDKyê bûn lê belê wê berevajîyê PKKyê nedixwest bibe parçeyek ji şerê li Sûrîyeyê. PDK dîsa jî hêza hilger û xurt ya herêma federe ya kurd KRGyê ye, ya ku neçar e berjewendîyên hêzên herêmî hemûyan li ber çavan bigire. Pêkanîna hêzeka şerî ya ku ji eskerên ji artêşa Sûrîyeyê revîyayî herêmên KRGyê yên kurd wê pêk bihata, payîza 2012an hat betalkirin. Îranê zext li hikûmeta herêmî ya kurd KRGyê kir û bi awayekî zelal dîyar kir ku ew dê destwerdana KRGyê ya nav şerê navxweyî ya Sûrîyeyê qebûl neke. (6)

 

Herdu partîyên mezin yên kurdan jî xwedîyên sedemên sereke yên pêşî yên cihê bûn û wan stratejîyên cihê bi pêş xistin. PKKyê hewl da hêz û desthilatdarîyê bi dest bixe li herêmên kurdan yên Sûrîyeyê, PDKyê dixwest PYDyê bixe nav hevgirtineka giştî kurdî da ku pêşîyê lê bigire ku ev koma xwedî hêz bi tena serê xwe bi rê ve neçe.

 

PYD wekî hegemon

li herêmên kurdan

 

Her 16 partîyên navbirî yan ne xwedîyê hêzên xwe parastinê bûn, yan jî hêzên wan yên xweparastinê lawaz bûn. Helwêsteka ecêb û sosret rewş û pozîsyona 16 partîyên "klasîk" dîyar dikir. Kadroyên wan yên birêveber bi teqîn û belavbûna şerî li Sûrîyeyê û bi berfirehkirina hikimranîya PYDyê re ji herêmên kurdan gerîyan. Ew li paytexta herêma federe ya kurdî  li Iraqê li Hewlêrê yan jî li bajarê YNK (7) lê serdest Silêmanîyê bi cih bûn. Gelo ev biryareka PDK û heta YNKyê bû da ku pêşîyê bigirin li belavbûna şerî li herêmên kurdan? Bûyera dîyarker bi xwe ew bû desthilatê bi awayekî aştîyane destguhert û dezgehên rejîma Sûrîyeyê desthilat ber bi PYDyê ve berdan. Gelo ya ku PYD bi rejîmê ve girê dida çi bû? Ma ne PYD ew hêz bû ku sala 2004an bang li alîgirên xwe kir ku serî hildin. Piranîya kesên di encama komkujîyên rejîmê de jîyana xwe ji dest dayîn alîgirên PYDyê/PKKyê bûn. Hevgirtinên herêmî û dijminatîyên bi heman rengî helwêsta PYDyê rave dikin. Bi destpêka bihara erebî re PKKyê xwe nêzî Îranê kir. Îranê êrîşên xwe yên li dijî cih û baregehên PKKyê yên li Kurdistana Iraqê rawestand. Di sîstema hevgirtinê ya herêmî de ya ku Sûrîye, Hizbullah û Iraq jî têde cih digirin û Îran wê bi rê ve dibe, PKKyê bi awayekî bitesîr wekî hevgir cihê xwe girt. Lê belê PKK ne di warê sîyasî û ne jî di warê eskerî de girêdayî Tehranê ye. Bingehê nêzîkbûna PKK û Îranê tehlûkeya serwerîya herêmî ya Tirkîyeyê bû. Berjewendîyên Îranê û PKKyê hingê digihiştin hev. Heke pêvajoya aştîyê li Tirkîyeyê ya ku paralel bi bihara erebî re bi rê ve diçû, bi serkeve, PKK dikare kengî bixwaze bereya xwe biguhere.

 

Ew berjewendîya PKKyê bû ku spekulasyonên di biwara avakirina qadeka parastî de li herêma kurd el-Cezîrê (yan jî parêzgeha el-Heseke) (8) di encama bandora PKKyê de li vê herêmê bêmane bibe. Weha dîyar e ku avakirina herêmekê li herêmên kurdan di warê sîyasî û stratejîk de armanceka girîng ya PKKyê bû. Li alîyekî avakirina herêmeka PKK lê serwer dê bibûya gaveka girîng di pêvajoya hêzdarbûnê (empowerment process) de ku PKKyê dixwest pêk bîne. Li hemberî Tirkîyeyê ev herêm dê bibûya danîşaneka stratejîk ya hêzê ya girîng. Dema ku herêma PKK lê bi bandor ya li Sûrîyeyê sala 2012an bi gewde bû, Tirkîye bi dîlemayekê re rû bi rû bû. Derbeka pêşîgir ya li dijî vê herêma ji xwe pêk hatî wê di warê sîyaseta herêmî û nexasim jî di warê sîyaseta derve de bi giştî wê mimkin nebûya. Bi ser de jî beşek ji raya giştî ya tirkan ne li dijî çareserkirina pirsgirêka kurdî li Sûrîyeyê bû.

 

Li alîyê kurd PDKyê ji destpêkê ve pê dizanî ku ji partîyên ku hevgirên wê ne, dê neyê ku pêşîyê bigrin li belavbûna PKK/PYDyê li herêmên kurdan yên Sûrîyeyê. YNK bi xwe alîgirê veguherînekê bû li Sûrîyeyê bi maneya veguherîna sîstemê. Bi ser de jî armanca stratejîya PDKyê ew bû her şêwazê tevlîbûn û têkelbûna eskerî li Sûrîyeyê ji xwe dûr bigire. Li alîyekî ji ber ku rewşa aloz ya bi hikûmeta Nûrî el-Malikî re destûra têkelbûnê li derve nedida, li alîyê din zexta Îranê ya di biwara sîyaseta Sûrîyeyê ya Hikûmeta Hewlêrê de zelal bû. Di encamê de hikûmeta herêmî ya kurd KRGyê perwerdeya hêzeka eskerî ya kurdên Sûrîyeyê rawestand. Di heman demê de PYD li herêmên kurdan wekî hikûmetekê bi gewde bû. Wê bi Koma Civatên Rojavayê Kurdistanê – KCKyê di rastîyê de dezgeheka qanûnçêker damezrand; baskê wê yê eskerî Yekîneyên Parastina Gel- YPG (9)û hêzên ewlekarîyê "Asayîş" yên ku wezîfedar bûn li bajarên kurd yên Sûrîyeyê û li ser baregehên sînorê bi Iraqê re. PYDyê hêza xwe nîşan da bi pêşîgirtina li tevgerên protestoyî li dijî rejîma Sûrîyeyê û li hemberî komên çalak nexasim jî nifşên facebookê bêhnfireh nebû. Li ber PDKyê wekî dijbera PKKyê havîna 2012an bi tenê rêyek ma ji bo ku ji vê dîlemayê derkeve, ya ku ew pêre rû bi rû mabû. Wê hewl da PYDyê bi peymanê di nava hevgirtineka berfireh ya kurd de girêbide. Berîya wê 11 partîyên kurdên Sûrîyeyê û çend rêxistinên nêzî girseyan çirîya pêşîn a 2011an Encûmena Neteweyî ya Kurd li Sûrîyeyê - ENKS damezrandibûn. Hezîrana 2012an partî û tevger bi vexwendina serokê Herêma Federe ya Kurd KRGyê li paytext Hewlêrê civîyan. Wan di bin garantorîya serokê Herêma Federe ya Kurd ya Iraqê KRGyê de peymaneka hevkarîyê mohr kir bi Partîya Yekîtîya Demokratîk-PYDyê re. Di vê peymanê de herdu hêzan li ser li hev kir ku armancên sîyasî yên di biwara daxwazên kurdan de bi awayekî hevpar dîyar bikin.

"Herêmeka"

nû rojavayê Kurdistanê?

 

Tîrmeha 2012an Desteya Bilind ya Kurd hat damezrandin ya ku ENKS û PYD dihewand. PYDyê da qebûlkirin ku kursîyên di Desteya Bilind ya Kurd de bi awayekî bi tevahî wekhevwerin dabeşkirin. Tevî ku peymanê ji xwe re dikir armanc ku wekhevîya alîyan pêk bîne, rastîya sîyasî nîşan dide ku hêz bêhtir ber bi alîyê PYDyê ve hatîye. Serwerîya PYDyê û Koma Civanên Rojavayê Kurdistanê –KCKya ser bi wê ve bi peymanê hat qebûlkirin. Di rastîyê de desthilata Desteya Bilind ya Kurd nebû. Meriv nikare lê bikole ka kuştin û revandinên sîyasî bi destê PYDyê diqewimin. Lê belê PYD red nake ku wê erkên dewletê girtine ser milê xwe û di encamê de girtin û cezakirinên bi destê dezgehên wê yên ewlekarîyê yan jî dadgerîyê diqewimin. Ji PYDyê hat ku di vê navê de hin partîyên kurd yên Sûrîyeyê ku ji wan ya herî girîng Partîya Demokratîk ya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyeyê PDPK ye, bike alîgirê xwe. PYD û PDPKyê vexwendina serokê Herêma Federe ya Kurd KRGyê ji bo civîneka şêwirmendîyê ya nîsana derbasbûyî boykot kir. PYD û di piştperdeyê PKK herêmên kurd yên li Sûrîyeyê (rojavayê Kurdistanê) wekî herêma xwe dibînin, bûyerên dawîya gulana 2013an ev yek bi awayê herî zelal nîşan didin. YPG û PYDyê 80 endamên Partîya Demokrat ya Kurdistanê li Sûrîyeyê yên ku di derîyekî sînor re ji KRGyê derbasî Sûrîyeyê bûbûn, girtin. Vê kirina YPGyê hêza wê nîşan dida û nîşan dida ku PYD dê xwe li perwerdekirina kadroyên hevgirên PDKyê ranegire. Li ser vê yekê hikûmeta kurd derîyên sînor yên vedibin herêmên kurdan yên Sûrîyeyê asê kirin. Ji ber vê yekê ne mimkin e ku meriv biçin û bên û herweha ne mimkin e ku alîkarîya insanî bigihêje herêmên kurdan yên Sûrîyeyê. KRGyê heta niha gelekî hewl dabû da ku bi zad û qût û malên din bersivê bide pêdivîyên sereke yên şênîyên herêmên kurdan. Daxuyanîya KRGyê ya ku dibêje ew dê serwerîya yekalî ya hêzeka kurd li Sûrîyeyê qebûl neke, zehmet e di rastîyê de were pêkanîn. Bi tenê şerekî çekdarî yê ku PDK dixwaze bi her awayî xwe jê vede, dikare pêşîyê li serwerîya PYDyê bigire. Lê belê heke ev biqewime, PKK wê tevahîya KRGyê bikişîne nava şerî. "Herêma Rojava" heta niha destketîya herî mezin ya PKKyê ye ji 1978an ango damezrandina wê û vir ve.

Helwêsta kurdan di şerê navxweyî yê Sûrîyeyê de

 

Bi dehsalan kurdên Sûrîyeyê ne ku bi tenê hindikahîyeka bêmaf bûn, ew herweha komeka etnîk bûn ku bi awayekî bi rêk û pêk dihatin tepisandin û hebûna wan ji ber sîyasetên hovana yên berfireh yên marjînalkirinê yên bi destê rejîma Beasê di tehlûkeyê de bû. Dîrok wê bi îhtîmaleka mezin dema hikûmeta Hafiz el-Esed wekî serdema herî xirab di dîroka kurdên Sûrîyeyê de binirxîne. Ne ku kurdan bi tenê nedikarî xwedî li mafên xwe derkevin, lê belê Esed sîyaseteka berfireh ya bêmafhiştin û marjînalkirinê meşand.

 

Loma jî hêzên sîyasî yên kurd betalkirina tedbîrên cudakar di serê daxwazên xwe de bi cih kirin. Bihara erebî, raperîna Sûrîyeyê û tevahîya rewşa li Rojhilatê Naverast û Nêzîk kir ku partî û rêxistinên civata sivîl yên kurd jî asta doz û daxwazên xwe zêde bikin. Vekişîna dezgehên dewletê ji herêmên kurdan, destûra pêkhatina şêwazekî xwebirêvebirinê da. Ji havîna 2011an ve pêre pêre banga ji nû ve bi gewdekirineka federatîf ya Sûrîyeyê piştî hilweşîna rejîma Beşar el-Esed di nava refên kurdan de populer bû. Di encamê de nûnerên kurd jî rahiştin doza federalkirina Sûrîyeyê. Heta bi PYD ya ku ji ber sedemên sîyasî îdeolojîk federalîzm red dikir, çareserîya xweserîyê ji bo pirsgirêka kurd li Sûrîyeyê qebûl kir. Heke PYDyê nîzama federal red bikira dê populerbûna wê kêm bibûya.

 

Qebûlkirina çareserîyeka federal ji bo pirsgirêka kurdî li Sûrîyeyê ji bilî PYDyê ji bo hêzên din xwedîyê dewreka navendî bû, vê jî heta niha hevkarîya bi mixalefeta Sûrîyeyê re asteng kir. Hem Meclîsa Neteweyî ya Sûrîyeyê û hem jî Koalîsyona Neteweyî ya Sûrîyeyê yên ku divîyabû tevahîya komên mixalefetê bikin yek, nedixwestin vê daxwazê qebûl bikin. Pêşnîyaza herî zêde ya Meclîsa Neteweyî ya Sûrîyeyê qebûlkirina mafên neteweyî yên kurdan û tezmînkirina zirara li mexdûrên sîyasetên şovenîst yên li dijî kurdan e. Bi tenê kêm partî û hêzên sîyasî ji van tawîzan razî bûn. Bi awayekî îronîk PYDyê endametîya xwe ya di Meclîsa Koordînasyona Sûrîyeyê de dewam kir, ew jî di bernameya xwe de bi awayekî kurt û cewherî behsa qebûlkirina mafên kurdan dike. Xala ku Meclîsa Koordînasyona Sûrîyeyê û PKK/PYD digihand hev redkirina dewra serdest ya Tirkîyeyê bû.

 

Di vê çarçoveyê de divê fikrên hêzên kurd yên li Sûrîyeyê der barê pirsa kurd ya li Sûrîyeyê de bi awayekî kurt werin terîfkirin. Berîya hertiştî divê meriv wisa qebûl bike ku daxwaza xweserîyê ji alîyê piranîya partîyên kurd yên li Sûrîyeyê bi awayekî mekanîk girtina mestereya rêya "iraqî" ya çareserîya pirsgirêka kurd e. Lê belê meriv divê zanibe ku kurdan li Iraqê sala 1992yan herêma xwe wekî herêmeka xweser ragihand, bi gelekî berîya ku Sedam Huseyn di encama şerê sala 2003yan de ji desthilatdarîyê bikeve. Ev federalbûna de-facto xweserî, sala 2002yan li Konferansa mixalefeta iraqî ya li Londonê hat qebûlkirin. Di dawîyê de vê daxwazê cihê xwe di destûra bingehîn a Iraqê ya sala 2005an de jî girt. Tevî ku kurdên iraqî di encama bûyer û pêşveçûnên sîyasî û aborî yên li herêma xwe pêvajoyeka zelal ya bihêzbûnê li pişt xwe hiştibin jî, heta niha di hewldana xwe ya bi ser herêma xwe ve kirina tevahîya deverên şênîyên wan kurd de kêm serketî bûn. Federalîzm bi xwe jî ji bilî xweîfadekirina li gorî destûra bingehîn ya Iraqê, bi tenê bi herêma kurdan sînordar ma. Hêzên herî xurt yên welêt hem yên sûnî û hem jî yên şîî pêşîyê li federalbûneka welêt digirin. Ji bo nîzameka federal bi awayekî xwezayî ya pêwîst lihevkirineka neteweyî ya piranîyê ye. Meriv vê yekê ji bo Sûrîyeyê zehmet e xeyal bike, lewre welat bêyî şerê navxweyî jî yekûneka nazik e. Tirsa ku dike meriv bifikire federalîzm dikare dewletê ji hev de bixe, paşxana reda mixalefeta Sûrîyeyê ya ereb pêk tîne.

 

Bereya partîyan ya Encûmena Neteweyî ya Kurd ya Sûrîyeyê qebûla federalîzmê, ya ku bêhtir dikare bibe xweserîyeka neteweyî, wekî şertekî bivênevê ji bo hevkarîyeka ji nêz ve dibîne, PYD bi xwe bi awayekî taktîkî radihêje vê daxwazê. PYD ji rewşa heyî ya sîyaseta reel îstîfade dike. Ew dikare bi awayekî heq îdîa bike ku wê kirîye ku şerê navxweyî yê rûxîner li herêmên kurdan belav nebe. Ev rastîya têra xwe girîng e, hêza PYDyê li herêmên kurdan rave dike. Ew bi xêra rejîmeka hişk û dijwar ya ewlekarîyê dike ku nisbetên binîzam li herêmên kurdan hebin. Lê belê ew qadeka fireh ji mixalefetê re nahêle. Ev nîzam girêdayî sê faktoran e: seyira şerê navxweyî li Sûrîyeyê, nisbetên hêza sîyasî yên herêmî û helwêsta partîya dayik PKKyê li Tirkîyeyê.

 

Modus vivendi

ya bi rejîma Beşar Esed re meriv dikare bi hevgirtina ranegihandî ya PKK û Îranê rave bike. Wekî hêza parêzvan ya rejîma Sûrîyeyê berjewendîya Îranê ye ku kurd tevlî mixalefeta Sûrîyeyê nebin. Dûrî aqilan e ku PKK bi carekê têkîlîyên xwe bi Îranê re qut bike, lewra dawîya pêvajoya aştîyê li Tirkîyeyê ne dîyar e. Wekî din hevrikîya binebîr ya di navbera PKK û PDKyê de jî ji bûyerên li ser dika kurd ya Sûrîyeyê bêmane nîne. PKK/PYD dixwazin PDKyê dûr bigrin ji dewreka bitesîr ya li herêmên kurd yên li Sûrîyeyê. Amûra wan ya bibandor jî bikaranîna şidetê ye. PDK bi xwe dixwaze pêşîyê bigire li şerekî di navbera kurdan de li Sûrîyeyê. PYD ji helwêsta PDKyê û helwêsta wê ya kooperatîf îstîfade dike. Hêza sêyem di nava aktorên kurdî de YNK bi xwe ji ber nisbetên hêz û desthilatdarîyê yên nepenî yên di nava partîyê de piştî ku serokê wê Celal Talabanî ji dewrê derket û ji ber şerên ji bo weraseta wî serê pêşî wekî ku tevizî be xuya ye. Bi ser vê de jî Talabanî ji salên 1990î ve hevgirtineka xurt ya partîya xwe pêk anîbû. Ne karê aqilan e meriv li benda veqetîna ji vê hevgirtinê ya di demeka nêz de be. Armanca PKK/PYDyê ew e ku li herêma xwe rojavayê Kurdistanê hêz û desthilatdarîya xwe pêk bînin û bi cih bikin. Ew dê hez bikin ku pêşîyê lê bigirin ku şer li herêmên kurdan belav bibe û hevrikên xwe jî asteng bikin ku bibin xwedî bandor. Şerê çekdarî yê li Serê Kanîyê di adara 2013an de û marjînalkirina hêzên kurd yên Sûrîyeyê yên ku hevhirên PDKyê ne nîşan didin ka bi heweseka çawa PKK/PYD herêma xwe diparêzin. Ji ber ku di dema şerê navxweyî de ev sîyaset herêmên kurdan ji şer dûr digirin, rastî nerazîbûnê nayê. Weha dîyar e KRG pê razî ye ku bi tenê alîkarîyên insanî bike. Ew dê cehcehî serdestîya PKK/PYDyê li "Başûrê Kurdistanê" wekî nabe were qebûlkirin bibîne. Lê belê bersivên PDKyê bi gelekî di bin wê astê de ne ku bibin sedema şerekî di navbera kurdan de.

 

 

* Birêveberê beşa kurdzanîyê ya Mistefa Barzanî li Zanîngeha Erfûrtê.

(1) Peyva kurdistanî li vir ji bo wan hêzên kurd yên li beşên din yên Kurdistanê tê bikaranîn.

 

(2) Di destpêkê de salên 1970yî du bendên sîyasî hebûn di nava kurdan de, ev dubendî di encama pêvajoya dubendîbûnê ya rûxiner de hilweşîya. Sedema vê yekê bi piranî bandora ji derve bû. Li alîyekî parçebûn encama hewldana bandordarîya ji Kurdistana iraqî û ji Kurdistana tirkîyeyî bû. PDK û YNKyê destek didan hevgirên xwe li Sûrîyeyê. PKKyê jî ji 1984an heta 1999an rêxistina xwe bi xwe li deverên kurdan damezrand.

 

(3) Terefdarîya PKKyê/PYDyê hem di warê herêmî û hem jî di warê civatî de derdoreka taybet pêk tîne û wisa ye jî. Di warê herêmî de PKK/PYD li deverên Kurddax (Efrîn), Kobanî û Dêrika Hemko, Qahtanîya çalak e. Di nava tebeqeyên civatî yên kurdên ku hatî marjînalkirin de PKK/PYD bi taybetî çalak e û nexasim jî di nav wan de populer e. 

 

(4) Binêre li Christian Sigrist, Regulierte Anarchie / Anarşîya birêkûpêkkirî. Europäische Verlagsanstalt, Hamburg 1994. Li ser babeta kurdan binêre li Martin M. van Bruinessen, Agha, Scheich und Staat - Politik und Gesellschaft Kurdistans / Axa, Şêx û Dewlet – Sîyaset û Civata Kurdistanê. Edition Parabolis, Berlîn, 1989.

 

(5) Baregeha sereke ya PKKyê ji Çîyayên Qendîlê heta bi navçeya Amedîyê dirêj dibe. Birêveberîya kurdan ji ber sedemên sîyasî xwe li strukturên PKKyê yên li ser erdên wê radigire. Hêza eskerî ya PKKyê karîbû bi hêza xwe ya eskerî û hevgirtinên herêmî (Sûrîye û piştre Îran) xwe li ber şerên herdu partîyên mezin yên kurdan û êrişa eskerî ya artêşa tirk (2008) bigire.

 

(6) Axaftineka bi sîyasetvanekî kurd yê iraqî re, li Hewlêrê, Adara 2013an.

 

(7) YNKya Celal Talabanî têkilîyên xwe bi PKKyê re normal kirin. Sedema vê dibe ku ew be ku PKK li "devera PDK lê xwedî bandor" e, çalak e. Helwêstên YNK û PKKyê li Sûrîyeyê hema hema wekî hev in. Herdu hêzan jî doza veguherîneka rejîmê dikir. PKK ji ber ku ji serdestîya hêza herêmî ya Tikîyeyê ditirsîya; YNK jî ji ber ku serokê wê Talabanî bi awayekî jirêûresmê hevgirekî el-Esed bû û ji ber ku hevgirtina wî ya bi Îranê re jî ji nêz ve ye.

 

(8) Heştê adara 2013an serokdewletê Sûrîyeyê Beşar el-Esed bi ji nû ve birêxistinkirina îdareyên herêmî li Sûrîyeyê, Qamişlo kir parêzgehek. Bi vî awayî li bakurê Sûrîyeyê parêzgehek pêk hat ku % 85ê şênîyên wê kurd in.

 

(9) Li gorî agahîyên PYD dide, ev yekîne li sê Alayan belav dibin, lê belê fermanderîyeka wan ya bilind heye û birêveberîyên eskerî yên deveran hene. Hêza wan bi qasî 15.000 şervan in. Binêre li http://www.pydrojava.net/ara/index.php?view=article&catid=77:2...

Wergera ji almanî: Luqman Guldivê