Di bin sîya Waşîngtonê de têkilîyên Pekîn û Rîyadê

Hêştirên Çînî û Hecînên Suûdî
Translator

Tevî ku her du jî endamên G20’ê ne, parêzvana deverên pîroz ên ola Îslamê, Arabistana Suûdî, û Çîn a ku hê jî îdîa dike ku ateîst e, ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, herwiha ji aliyê îdeolojîk ve jî têra xwe ji hev dûr in. Lê belê li gel vê yekê jî, ev deh sal in ku, li qadên aborî, çandî, olî û hetta carna di qada eskerî de jî, di navbera her du welatan de têkiliyên zexim tên honandin.

Bi dirêjahîya otorêyan ve, li cem Carrefourê, tabelaya China Martê, supermarketeke pir mezin a nû îlanbûyî, ronî dide derdorê: li dukanên wê, bi hezaran tiştên rasterast ji Împaratorîya Navîn hatî, tên firotin. Ajansa çapemenîyê ya çînî Xinhua, dide zanîn ku 322 misilman ji eyaleta Gansuyê hatin û heta heca Mekeyê (nivîsa di çarçoveyê de bixwînin), bi hezaran kes wê bidin ser şopa wan. Zanyarên her du welatan, di hezîrana 2010î de, deşîfrekirina DNAya hêştiran (Camelus dromedarius, hêştirên yek milikî) bi dawî kir û Pekînê 37 hecîn (Camelus bactrianus, hêştirên du milikî) dîyarî Rîyadê jî kirin, lewra ku hecîn li Erebistana Suûdîyê tunene. Restorana çînî Leylan weke nîşana vê lihevhatinê ye û xwarineke goştê hecînan bi şêwazê pekînî difiroşe. Wêneyên bi vî rengî, nemaze di warê aborîyê de nêzikbûna nedîtî ya her du welatan, didin xuyakirin. Di sala 2009ê de, Çînê ji bo cara yekem şûna DYAyê girt û bû bikira yekemîn a nefta Erebistana Suûdîyê. Anuha, para wê di îthalatên çînî de %11.3 ye - di sala 2000ê de, ew reqem bi tenê %4 bû. Par, di vê meliktîyê de ku niştecihên wê pir ji cîpan hez dikin -benzîn lê pir erzan e- Çînê ji DYAyê bêhtir tirimpêl firotin. Hin şiroveker vê rewşê weke qulibandineke hevpeymanîyê rave dikin û bi dilşadî an bi fikar, dibêjin ku Pekîn û Rîyad wê têkilîyeke weha deynin ku dê Waşîngtonê li derve bihêle. Lê Raed Krimli, şêwirmendê wezîrê kar û barên derve yê Saûd Al-Faysal, van şiroveyan di cih de nabîne:"Tevî ku em pê dizanin ku dibin sedama hin fikarên Waşîngtonê jî, ti elaqeya pêwendîyên me yên bi Çînê re bi têkilîyên me yên giring û stratejîk yên bi DYAyê re nîne." Bi dû van gotinan, ew bi mizewirî bi bîr dixe ku Rîyad, pir caran li ser daxwaza "dostê amerîkî" jî ji bo berjewendîyên vî dostî bandorê li Pekînê dike, weke mînak, li ser bernameya nukleer a îranî.

John Sfakianakis, endamê Saudi Fransi Bank û yek ji bisporên ku meliktîyê herî baş nas dike, bi heman haydarîyê îşaret bi xisleta bi tevahî aborî ya pêwendîyên Pekîn û Rîyadê dike: "Rast e ku Çîn li vir bêhtir îxracatê dike, lê ev rewş di piranîya welatan de bi heman rengî ye. (1) Suûdî jî dixwazin gava xwe biavêjin Çînê. Dema ku Çîn bixwaze di herêmê de roleke sîyasî rabe, pêwendî wê sîyasî bibe. Anuha ne wisa ye."

Her du welat di destpêka salên 2000î de, dema ku kirîna petrolê li DYA û YEyê nema zêde bû, lê li Çînê pir zêde bû li hev hatin. Lewra jî, tu kes înkar nake ku ew ji ber neftê bi hev ve girêdayî ne. Rîyadê dixwest bazareke demdirêj ji xwe re misoger bike û Pekînê jî dixwest ewlehîya peydakirina nefta xwe xurt bike. Karbidestên çînî bi zimanê dîplomasîyê baş dizanin û ew behsa qedera hevpar a gelan, pêwîstîya bihevrejîyanê feydeyên hevbeş ên hevkarîyê dikin. Lê fikarên hêzeke ber bi xurtbûnê ve ye di daxuyanîyan de cih nagrin. Di sala 2003ê de, romaneke serkeftî ya bi navê Cenga Ji Bo Parastina Rêyên Neftê, weha digot "hêzên împaratorî ku ji Çînê ditirsin" dor lê girtin, ev dorlêgirtin wê şerekî bi dawî hatibûya (2). Di çapemenîya çînî de, hin bispor bi awayekî aşkere, derbarê girtina avtenga Malaccayê, ya rêya derbasbûyîna petrolê behsa tirs û fikarên xwe dikin. Dema ku buhayê barîlekê nêzîkî 150 dolaran bû, hin weşanên çînî, di vî karî de tilîya Waşîngtonê didît, li gor wan Waşîngtonê dixwest pirsgirêkan ji bo Çînê derxîne.

Ji bo kêmkirina girêdana xwe, Pekîn li benda peymanên ticarî yên digel Erebistana Suûdîyê nesekinî, wê jî razandinên hevpar ên di warê hîdrokarburê de bi pêş xistin. Bi vî rengî, şîrketa neteweyî ya suûdî ya hîdrokarburan Aramco, bi hevkarîya Exxon Mobil û şîrketa çînî Sinopec, di eyaleta çînî Fujianê de, refînerîyeke weha çêkir ku rojê dikare 240 000 barîlan derxîne. Şîrketeke suûdî ya din, Saudi Basic Industries Corporation (Sabic), bi Sinopecê re komplekseke petrokîmyayê li Tianjînê ava kir, ku nû dest bi xebatê kir. Wekî din, hin şîrketên çînî li Erebistana Suûdîyê pareyê xwe razand da ku kompleksên petrokîmyeyê ava bikin û ji bo cara pêşî, destûra wan hat dayîn ku ew dest bi karê vekolana gazê jî bikin.

Îxracata neftê (û berhemên petrokîmyewî) para herî mezin a îxracata suûdî ya ber bi Çînê ve pêk tîne; herçî Çîn e, ew di beşên pir cuda yên bazara suûdî de dixebite, ji sazkirina xetên trenên pir bi lez heta bi çêkirina kargehên bêxwêkirin, alumînyûm an jî çîmentoyê. Berhemên wê yên erzanbuha (tekstîl, cil û berg, pêleyistok), di nav xebatkarên koçber an jî beşa herî xizan a serjimara suûdîyan de mişterîyên xwe dibînin -û rastî nerazîbûnên dijminane weke yên li Afrîkayê nayên, ji ber ku ew reqabeta tu berhemên xwecihî nakin. Çîn li ser bazara berhemên tevakirî yên nirxa bilind jî cihê xwe digire, ji komputeran bigire heta bi telefonên destan, tirimpêl an jî buldozeran.
Şirketên wê li ser bazarên avahîsazîya giştî bi alozîyeke zêde tev digerin. Heta wan dikir bazara trena bi lez a xeta Mekke-Medîneyê ji destên Fransayê bistînin. Ev pêşana reqabetwarîya wan û her weha jêhatîbûna wan a ji bo şidandina girêdanên xurt bi biryardêrên sîyasî û malbata melikî re ye. Ew meaşên nizim dide xebatkarên xwe, ku rasterast ji Çînê tên, li gorî balyozxaneya çînî 40 000 kes û bi gotina ticarekî suûdî, ew her amade ne ku "înşaetê berî duhî xilas bikin".

Lê alîyên xirab jî hene. Di çirîya paşîn a 2010ê de, ji bo cara duyem piştî çend mehan, xebatkarên çînî yên înşaeta metroya Mekeyê xwe pêşan da, hin erebe û cam şkandin ku ev jî li bajarê pîroz dîtineke ne ji rêzê bû.
Wan meaşên nizim û şertên xebata di bin 45°C de protesto dikir (3). Ihtîmal e ku ne pir bi dilê rayedarên suûdî be... Ji bo çend înşaetên din, mohleta avakirinê bihurî, avahîyên xilasbûyî li gorî daxwazan nebûn. Carina, hin çewtî komîk in: di salona nû ya China Martê de, dukanek kasayên polayî difiroşe, lê katalog û talîmatên bikaranînê bi tenê bi zimanê çînî hene. Wekî din, berdêla kêmkirina buhayan jî heye: Çapemenîya çînî ragihand ku di budceya projeya metroya Mekeyê de kuneke 4 mîlyar yuanî (ji 600 mîlyon dolarî bêhtir) hebû û şirket digel rayedarên suûdî di nav dozekê de ne. (4)

Digel vê jî ji Çînê hat ku di demeke pir kurt de, li tevahîya Rojhilata Navîn cihê xwe bigire: ticareta navbera her du herêman, ku di 2004ê de 37 mîlyar dolar bû, di 2009ê de gihîşt 110 mîlyar dolaran. Ji 2004ê pê ve, forumên çînî-ereb ên berpirsyarên siyasî, bazirgan an jî nûnêrên civaka sîvîl, bi rêkûpêkî li dar dikevin. Pevguherînên çandî xurt dibin, Pekînê versîyoneke erebî ya televîzyona xwe ya nûçeyên bênavber, CCTV, saz kir (5), ajansa Xinhua li Rîyadê û li piranîya paytextên ereban bicihbûyî ye û kanala Al-Jazeera jî, li Pekînê dezgehek vekir. Di gotarên şairane de, çapemenî behsa vejîyaneke Rêya Hevrîşimê dike, ku ev rê jî, heta sedsala 15emîn, ji sînorên Çînê heta bi Derya Sipî diçû û rêya yekem a ticareta navneteweyî bû. Lê belê, divê ev heyecan bê kêmkirin, lewra ku mînahevîyên dîrokî tiştekî jî îspat nakin. Dema ku Rêya Hevrîşimê gihîşt noqteya xwe ya herî bilind, împaratorîyên asyayî jî xurt bûn û wan ewlehîya rêyan, bi awayekî leşkerî jî, misoger dikir. Rewşa îro ne weha ye.

Ji bo nuha, ev nizimdengîya Pekînê li qîmetê wê zêde dike. Mîr Turkî Al-Faysal birayê wezîrê kar û barên derve û kevneserokê rêxistina îstîxbaratê ye ya ku wî nemaze di dema têkoşîna li dijî hêzên sovyetî de li Afxanîstanê bi rê ve dibir. Nuha ku, bi gotina xwe, ew bûye "welatîyekî ji rêzê", ew yek ji kêm endamên malbata melikî ye ku li DYAyê konferansan didin: "Pêwendîyên me yên digel Çînê hêsan in, ji yên digel DYAyê hêsantir in. Li wir, lobî tunene ku bên tesîrê li sîyaseta wan bikin; em nabin rehîneyên cudatîyên wan ên navxweyî." Ew kevnebalyozê Waşîngtonê ye û li wir, li hemberî kampanyayên dij-suûdî yên piştî 11ê îlonê têkoşîya, lewra jî dizane behsa çi dike. Di derbarê pir dosyeyên navneteweyî de, mîna ya Darfûrê, Rîyad û Pekîn jî xwedîyên helwêstên mîna hev in, bi heman rengî ji serdestîya neteweyî û desttênewerdanê re rêzê digirin û dîplomasîya rojavayî ya mafên mirovan piçûk dibînin, ji ber ku ev dîplomasî jî bi wan berjewendîperest û nehevseng e.

Pêbawerî weha nayê îlankirin. Û di navbera her du paytextan de, bûyereke damezirêner û ne ji rêzê, ku bêhtir dişibe romanên sîxûran, ev pêbawerî ava kir. Dem sibata 1985ê ye: Îran û Iraq li dijî hev şer dikin. Bexda, bi fuzeyan li bajar û avahîyên neftê yên cîrana xwe dixe; hin tankerên suûdî jî dibin qurbanên "şerê tankeran". Rîyad a ku piştgirîyeke xurt dide desthilata Sedam Husênî, fikar û tatêlan dike. Melik Fahd ji serokê DYAyê Ronald Reagan dixwaze ku ew fuzeyan bifiroşe meliktîyê, da ku îmkanên çavtirsandinê yên welêt zêde bibin.

Serokê amerîkî ji nerazîbûna Îsraîlê ditirse, lewra ku wî nû tiştekî ku Îsraîl pê nerazî bû kir: daxwaza firotina balafirên AWACSê ji meliktîyê re, bi zehmetî derbasî kongreyê kir (6). Ew daxwaza melik red dike. Lê wekî din, Rîyad dikare ji kîjan welatî bixwaze? Rihab Masûd di wê demê de xebatkarê balyozxaneya Suûdî ya li Waşîngtonê bû û nuha alîkarê sekreterê giştî yê Konseya Neteweyî ya Ewlekarîyê ye, ku di bin birêveberîya mîr Bandar Ben Sultanî de sazîyeke pir bandordêr e. Ew rewşê weha şirove dike: "Me dikarî yan ji Moskvayê an jî ji Pekînê bixwazin. Lê ji ber ku serok Reagan navê "împaratorîya xirabîyê" li Yekîtîya Sovyetan kiribû, me Çîn tercîh kir, tevî ku wê demê qet têkilîyên me yên dîplomasîyê pê re tune bûn jî."

Ev peywira pir giring û bi dizî dibe para mîr Bandar, kurê wezîrê parastinê û balyozê meliktîyê li Waşîngtonê, ku wî li wê derê jî karîbû bi awayekî vêşartî nêzîkî dîplomatên çînî bibe. Bi dû heyetên aborî yên sexte, ku bi erkên rastî yên leşkerî, hevdîtinên bi dizî yên li otelên Hongkongê û muzakereyên dûvûdirêj li ser şert û mercên peymanê, di qanûna 1986ê de, Erebistana Suûd li dor pêncî mîsîlên Dongfeng 3 ji Çînê kirîn, ku ew li Rojavayê bi navê CSS-2 naskirî ne û menzîla wan bêhtir ji 3 000 kîlometreyan e û di teorîyê de, dikarin serikên nukleerî jî hilgirin. Gemîyên çînî sîlehan tînin Rîyadê (ji bo ku DYAyê bixapînin, Bexda weke wergira van sîlehan tê nîşandan); personelê suûdî jî xwe fêrî bikaranîna van çekên nû dike.

Di destpêka 1988ê de, satelîtên amerîkî fuzeyan kefş dikin. Çapemenîya amerîkî jî îddia dike ku ew çekên "barkêşên serikên nukleerî" dikarin li her derê Rojhilata Navîn bixin. Hikûmeta îsraîlî tehdîd dike ku ew ê li ser baregehên suûdî yên çêkirina fuzeyan, bombeyan bibarîne (7). DYA pir diqeherin ku li derveyî vê meseleyê hatin hiştin û sê tercîhan pêşkêşî Erebistana Suûdî dikin: jihevxistina mîsîlan; li Çînê vegerandina wan; kontrolkirina wan a ji hêla leşkerên amerîkî ve. Dema ku balyozê amerîkî protestoya fermî ya welatê xwe dide melik, melik jî hêrs dibe û dîplomêt ji welêt dike der – ev bûyereke nedîtî bû di pêwendîyên her du welatan de-. Krîz gihîşt asta herî bilind.

Rewş wê hêdî hêdî aşt bibe. Di adara 1988ê de, Çîn peymana belavnekirina nukleerî mohr dike û piştrast dike ku ew di vî warî de ne xwedana tu daxwazan e. DYA û Îsraîlê jî aram dikin. Lê suûdî wê ji bîr nekin ku, di vê kêlîka giring de, Çînê piştevanîya wan kirîye. Pekîn jî, dê sipasdara Rîyadê bûya ku daxwaza Waşîngtonê ya kontrolkirina fuzeyên çînî -sîlehên "bi dizî"- red kir.

Pêwendîyên leşkerî di navbera Çîn û Erebistana Suûdîyê de jî, bi awayekî veşartî domand. Digel ku bi tenê kirîna çekên topavêj a 2008ê tê nasîn jî, bi rêkûpêkî îddîa hene ku Erebistana Suûdî mîsîlên CSS-5 û CSS-6 ji Çînê dikire. Ev jî hêzê dide îddîayên xeyalî yên derûdorên neomuhafezekar ên amerîkî, ku bi hebûna bernameyeke nukleerî û leşkerî ya suûdî bawer in, a ku bi hevkarîya Pekîn û tevkareke din a stratejîk a meliktîyê, Pakîstanê re hatîye plan kirin (8).

Peymana li ser mîsîlan rê li ber danîna têkilîyên dîplomatîk ên fermî di navbera her du welatan de vekir, ev jî di 1990ê de pêk hat. Lewra jî, Rîyad ji bereya alîgirên Taiwanê veqetîya (9) û weha bi derengî, dest bi parastina bîrdoza Çîneke hevgirtî kir. Abdul-Karim Yaqub ê birêveberê Odeyên Bazirganî û Pîşesazîyê, bi bîr dixe ku di wê demê de, "Suûdî jê pir haydar bûn ku divê ew hertim weke hevkarên Rojavayê neyên dîtin û boçûneke hevsengtir pêwîst e. Bi vê nihêrînê, Çîn tercîheke baş bû."

Di serdema şerê Kendavê (1990-1991) de, Pekînê pêşnîyazên Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî, ku rê li ber şerî vedikir, erê nekirin. Berevajîya vê, Erebistana Suûdî di bereya dij-Sedam Husênî de serkêş bû, lewra jî, hinek nakokî di nav her du welatan de peyda bûn. Piştî çend salan, gavên mezin ji bo têkilîyên çînî-suûdî hatin avêtin. Di 2006ê de, melikê suûdî yê nû, melik Abdallah, ji bo sefera xwe a yekem a li derveyî welêt, Asyayê zîyaret dike. Ew li pey hev diçe Çîn, Hindîstan, Malezya û Pakîstanê. Ev cara pêşî ye ku serokdewletekî Suûdî tê Pekînê. Zîyaret jî bi haydarî hat plan kirin, bi şandina heyetên civaka sîvîl ku ji bîst û pênc kesan pêk tên -pênc kesên esilçînî jî di nav de (nivîsa di çarçoveyê de bixwînin). Di nîsana 2006ê de, serokê çînî Hu Jintao bi xwe diçe Rîyadê û hefteyekê li wir dimîne. Îmtîyaza wî ya taybet jî çêdibe: ew derdikeve pêşîya desteya şêwirmendan (meclîs al-şûra) û gelek peymanan jî îmze dike- yek ji wan jî pêş dibîne ku bijîşkîya çînî ya bikeve meliktîyê.

Rewşenbîrekî suûdî dide zanîn ku, li Rîyadê, "heyrantîyeke xurt a ji bo Çînê, ji bo şaristanîya wê, ji bo dîwarê bilind, ji bo lidarxistina Leyistikên Olîmpyatê heye. Gelek Suûdî dixwazin fêrî zimanê çînî bibin. Piranîya xelkî ji DYAyê nefretê dikin, lê destkeftên Çînê dilê wan aşt dike." Lê ew bi nehevbeşîya vê hestyarîyê jî dizane: "Çînî ne heyranên dunyaya ereb in, ji ber ku em lawaz in û beşek ji îmaja me ya li cem wan, ji Rojavayê hatîye." Digel vê jî, anuha bi sedan ciwanên suûdî li împaratorîya Navîn dixwînin û bi vî awayî bi ya pêxember Mihemed dikin: "Here heta bi Çînê li zanyarîyê bigere."

Rîyad ji bo guherandina îmaja xwe, her û her di nav hewldanan de ye. Piştî erdhêja Sichuanê, di havîna 2006ê de, meliktî mezintirîn alîkar bû û bêhtir ji 40 mîlyon euroyon dan. Vê jî li Çînê olan da. Erebistana Suûdîyê jî, li pêşangeha gerdûnî ya Shanghaîyê, koneke bi prestîj veda, ku di nav konên herî zîyaretkirî de cih girt: keştîyeke pir mezin, bi şiklê heyvê û bi palmîyeyên li ser pirê, mîna baxçeyekî daliqandî ku nîşana waheyên çolan e -referanseke din a ji bo Rêya Hevrîşimê.

Lê anuha hezar asteng pêşî li vê rêyê digrin, her du alî jî hewl didin ku ji van astengan bibihurin. Ji van astengan, bernameya nukleer a îranî pirsgirêkeke mezin e. Ji xwe, bi salan e ku Çîn têkilîyên xwe yên digel Îranê xurt dike ku piştî Erebistana Suûdî û Angolayê ew ji bo Pekînê neftfiroşa sêyemîn e; ew sîlehan difiroşîyê û ticareta wê ya li wir, di her warî de dînamîk e- di 2009ê de, mîqdara wê gihîşt 30 mîlyar dolaran û ihtimal e ku ev reqam ê di 2015ê de bibe 50 mîlyar. Lewra jî, Pekîn li hember her hişkkirina cezayên li dijî Tehranê tev digere. Tevî hewldana mezin a Waşîngtonê jî, mehên muzakereyê, di gulana 2010ê de zîyareteke fermî ya wezîrê suûdî yê kar û barên derve û çend muzakereyên din ên vêşartî, hatin kirin ku Çîn pêşniyaza Konseya Ewlekarîyê ya 9ê hezîrana 2010ê erê bike. Ji xwe, çavkanîyên dîplomatîk ên suûdî piştrast dikin ku welatê wan ji Çînê re misoger kir ku, di rewşa rawestandina firotina ji Îranê de, ew ê şûna wê bigirin. Digel van tiştan, Çîn haydar dimîne û ji metna NY ya dawîyê danakeve. Ew hişkkirina cezayan a ku DYA û YE dixwazin, red dike û heta şûna şirketên rojavayî yên ku Îranê diterikînin jî digire.

Tirs û fikira suûdî ew e ku Îran wê çekên nukleer çêbike -li Rîyadê, bawerîya her kesî ye ku Tehran dixwaze vê bombeyê saz bike-, sedema vê tirsê ya kêm caran behsa wê tê kirin ev e: hemin wê encamên bûyereke bi vî rengî yên têkildarî bi pêwendîyên suûdî-amerîkî re hebin. Di vê rewşê de, gelo Waşîngton wê hewl nede ku bi Tehraneke nukleerî re li hev bê û berjewendîyên Ereban pişt guh bike? Mîr Turkî Al-Faysal rewşê weha dinirxîne: "Fikara me ew e ku berjewendîyên me dê di heman demê de ji hêla Îran û DYAyê ve bên ji bîr kirin. Di vê rewşê de, em ê di navbera Îraneke nukleer û Îsraîleke nukleer de zeftkirî bimînin." Ew bi bişirînekê weha pê de diçe: "Şikir ji Xwedê re ku Ahmadînejad heye" -ku bicihhatina vê rewşê zehmettir dike.

Van bûyeran zêde bandor li ser têkilîyên Pekîn û Rîyadê nekir, lê ew haydarîya Çînê a di herêmê de binxêz dikin. Wexta piştigirîya wê ya ji bo tevgerên şoreşgerî yên dunyaya sêyemîn û nemaze Rojhilata Navîn, bi rastî xilas bû. Ma hê di bîra kê de ye ku, digel Cezayîrê, ew, di salên 1960î de, welatê yekem bû ku alîkarîya El-Fetîh a Yasser Arafatî kiribû? Anuha, ji bilî daxuyanîyên aramker, tu pozîsyona wê a xurt di şerê îsraîl-ereb de nîne. Lewra jî ku, di salên 1990î de, Çînê bi Îsraîlê re hevkarîyeke leşkerî ya xurt da dest pê kirin -heta vetoya amerîkî ya tîrmeha 2000î li ser firotina Îsraîlê ya radareke Phalcon ji bo Çînê. (10) "Helwêsta me ya li ser herêmê yekdeng nîne, rojnamevanekî çînî şirove dike. Du nihêrînên cuda hene, yek îsraîlîparêz, ya din erebparêz e."

Di 2004ê de, Çîn ji bo desteya çaran (YE, NY, DYA û Rusya) a li ser muzakereyên aştîyê yên îsraîl-ereb nehat vexwendin. Ji ber vê yekê, wê şandeke taybet ji bo Rojhilata Navîn wezîfedar kir, lê rola wê hê jî piçûk e. Ji bo cara yekem jî, leşkerên çînî tev li peywirên pirwelatî yên li Darfûr û nemaze li Lubnanê dibin. 350 leşkerên wê di Hêza demî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lubnanê (Finul) de hene. Pekîn di 2006ê de pêşnîyaza şandina hezar eskeran kiribû, lê perspektîva têketina kûrtir a Çînê di şerê lubnanî de, Parîs û Waşington xistibû nav fikaran (11).

Rayedarên suûdî baş pê dizanin: Çîn nikare weke Dewletên Yekbûyî ewlehîya wan misoger bike, ku di dema dagîrkirina iraqî ya Kuweytê de ewlehîya wan jî parastibû. Lê gelo sibe? Di kanûna 2008ê de, Çînê da zanîn ku ew ê keştîyên şerî yên pêşî bişîne nav ava Somaliyayê, da ku gemîyên xwe, wergirtina nefta xwe û îxracata xwe ya ber bi Derya Spî ve bi rêya kanala Suezê, biparêze. Di adara 2010ê de, du keştîyên wê di keştîgeha Zayedê ya Abu-Dhabîyê de rawestîyan.

Wê demê, çapemenîya herêmê gotibû, ji bo cara pêşî piştî nîvê yekem ê sedsala 15emîn, gemîyên çînî ketin Okyanûsa Hindî. Di sedsala 15emîn de, amîral Zhan He, çînîyekî misilman, fîloya împaratorîyê bi rê ve bir û di navbera 1405 û 1433ê de heta bi Ormûz, Derya Sor û qeraxa rojhilat a Afrîkayê seyirî. Li gor hin hîpotezan jî, ew li dor Afrîkayê zivirî û heta bi giravên Hind-Rojavayê çû (12). Di bibîrxistina van serpêhatîyan de, rewşenbîrekî suûdî meyla xwe ya ji bo vegera vê serdema hêza çînî venedişart, da ku welatê wî ji niqaşa dualî û ferzkirî ya digel Waşîngtonê bifilite.

Çavkanî
  1. Hêjayî gotinê ye ku Erebistana Suûdî nuha dixwaze bibe endama BRICê, civata Brazîlya, Rusya, Çîn û Hindistanê
  2. Gotinên jibergirtî Ben Simpfendorfer, The New Silk Road [Rîya Hevrîşimê ya Nû], Palgrave Macmillan, New York, 2009. Her weha bixwîne: John Garver, Flynt Leverett û Hilary Mann Leverett, Moving (Slightly) Closer to Iran. Chinas Shifting Calculus for Managing Its " Persian Gulf Dilemma " [Nêzîkbûneke (piçek) a digel Îranê. Çîn ji bo îdarekirina "nakokîya Kendava Farisî" ya xwe, hesabê xwe diguherîne], Reischauer Center, Waşîngton, 2009
  3. Arab News, 13 cotmeh 2010
  4. Times Weekly, Pekîn, 4 mijdar 2010
  5. http://arabic.cntv.cn/01/index.shtml
  6. Lê binêre: Oliver Da Lage, "Un vademecun pour responsables de la coopération militaire" [Talîmatên ji bo berpirsên hevkarîya leşkerî], Le Monde diplomatique, rêbendan 1985
  7. Li ser alîyê îsraîlî yê krîzê, binêre: David B. Ottaway, The King’s Messenger. Prince Bandar Bin Sultan and America’s Tangled Relationships with Saudi Arabia [Şandê Keyî. Mîr Bandar Bin Sultan û têkilîyên tevlihev ên Amerîka û Erebîstana Suûdîyê], Walker & Company, New York, 2008
  8. Li ser van teorîyên sûîkastê li bloga Jeff Steinî ya li ser malpera Washington Postê binêrin û vê gotarê bixwînin, "Former CIA analyst alleges China-Saudi nuclear deal" [Kevnetehlîlkarê CIAyê îddiaya hebûna peymaneke nukleerî ya çînî-suûdî dike], 7 hezîran 2010
  9. Li Rîyadê, wekî li hin welatên din, nûnertîya ticarî ya Taiwanê hê jî pir çalak e
  10. Binêrin Isabelle Saint-Mézard, "Hindistan û Îsraîl, hevkarîyeke nedîtî û nixumandî ", Le Monde diplomatique kurdî, mijdar 2010
  11. Binêrin "China’s Growing Role in UN Peacekeeping" [Rola Çînê di aştîparêzîya NY de mezin dibe], International Crisis Group, Bruksel, 17 nîsan 2009
  12. Lê binêre: Gavin Menzies, 1421, l’année où la Chine a découvert l’Amérique [1421, sala ku Çînê Amerîka keşif kir], Intervalles, Parîs, 2007

Wergera ji fransî: Simko Destan