Di çarçoveya pêvajoya endametiyê de pirsgirêka kurd

Translator

Doçenta Înstîtûya Otto-Suhr a Zanista Siyasetê li Zanîngeha Azad a Berlîn’ê

Perspektîfa endametiya YE’yê û siyaseta YE’yê ya şertdanînê bandoreke êrênî li ser demokratîzekirina Tirkiye’yê kir ku nabe mirov vê yekê nebîne. Lewra hê jî divê ev motorê demokratîzekirinê li ser piyan were hiştin û bike bi pêvajoya demokratîkbûyînê re jî bi awayekî çêker bimeşe. Bi hevpariya endametiyê û raporên pêşketinê yên perîodîk ên Komîsyon’ê di destê YE’yê de amûrek heye ku pê dikare ji bo gav bi gav pêkanîna Pîvanên Kopenhag’ê zorê bike.

Bandora demokratîkker a perspektîfa endametiya YE’yê

Ji dema ku Tirkiye weke namzetê endametiya YE’yê hatî qebûlkirin û vir ve, ango ji Kanûna 1999’an û vir ve pêvajoyeke berfereh a reforman a siyaseta hundir dimeşe. Îhtîmaleke gelekî piçûk bû ku ev pêvajo bêyî perspektîfa endametiya YE’yê pêk bihata. Ev reform girîng in, lewra mijara wan pirsên nazik ên demokrasiya Tirkiye’yê ne, weke mînak mafê mirovan, parastina hindikahiyan, artêş û hwd. Bi vê pêvajoyê re pêvajoyeke nîqaşê ya siyaseta hundir a di navbera alîgir û dijberên endametiya YE’yê de jî hemwext dimeşe. Dijberên reforman dixwazin statûquoya siyasî bimîne û ditirsin, eger daxwazên YE’yê pêk werin dewleta yekpare ya neteweyî û çandî hilweşe. Yên ku di nava vê komê de cihê xwe digirin di serî de rêveberiya eskerî, rêxistina ewlekariyê (polîs), hin beşên dadgeriyê û burokrasiya dewletê ne; di qada siyasi de ev hêzên miletgir û neteweperest û hin beşên muhafezekaran in. Rêveberiya eskerî endametiya YE’yê weke parçeyekî pêvajoya rojavayîbûnê ya kenalîst dibîne û weke ku dewleta yekpare ya yekperest bi pîvanên YE’yê li hev dike, li mijarê dinêre. Lewra weke prensîp, endametiya YE’yê ya Tirkiye’yê erê dikin û heta ku reform dest nedin hîmê Kemalîst ê dewleta netewe ya yekpare, bi awayekî erenî li pêvajoya reforman dinêre. Alîgirên reforman bi xwe dixwazin pêvajoya demokratîkbûyînê bi YE’yê bi leztir bibe û ji bo reformên berferehtir têdikoşin. Di vê komê de di serî de hêzên lîberal, partiyên kurdan, rêxistinên sivîl (di navê de yên kurdan jî hene) û hêzên aborî (weke yekîtî û komelên şîrketan) cih digirin.
Astengî û pirsgirêkên li pêşiya pêkanîna reformên ketine meriyetê nîşan didin ku Enqere hê di navbera naverokên kevneşop, dogmatîk û meylên lîberalbûnê de diçe û tê. Ev yek herweha nîşan dide ku di nava hêzên dewletê de hê lihevkririnek li ser guhertineke girîng a têgihiştina kevneşop a siyasetê û naverokên wê nîne, da ku îradeya siyasî derxe holê, ev îrade qutbûna ji têgihiştina dewlet û neteweya homojen pêk bîne û aligirê demokratîkbûn û lîberalbûneke girîng û domdar a welêt be. Tevî ku pêvajoya reforman têra xwe dînamîka xwe pêş xistiye û lewra weke zehmet e paşve were zîvirandin xuya bike jî, ev karê zehmet hê dimîne.
Nîqaşkirina mijarê di siyaseta hundir de nîşana karekî zehmet ê perspektîfa endametiyê ye ku li pêşiya kesên li Enqerê biryarê didin e. Em vî karî bi nav bikin; redkirina hêmanên neteweyî û dogmatîk ji bo demokrasiyeke liberal û dewleta huqûqê ya bêkêmasî dixebite. Şerê di siyaseta hundir de li dor van konseptan tê kirin, bi dawî nebûye û wê bandoreke reng bide biryaran, li pirsa endametiya YE’yê bike.

Siyaseta kurd a Tirkiye’yê hê jî di navbera dogmatîzm û lîberalbûnê de ye

Herî dereng, bi pêvajoya endametiyê ya dewam dike ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û bi vê re jî ji bo qada tevgerê ya siyaseta kurd a tirk, çarçoveyek hat danîn. Tevahiya hêzên ji rêûresma Kemalîst (artêş, burokrasî, dadgerî, hin beşên siyasetê û raya giştî) ji destpêkê ve ev yek erê nekir. Belê niha êdî em dikarin bibînin ku kes vê çarçoveyê êdî red nake, lê kitekit timûtim dibin û wê bibin mijarên ezmûnên dijwar û nîqaşên dijber ên ku li ser wan gotûbêjên siyaseta hêzê çêdibin.
Çarçoveya siyasî ya behsa wê hatîkirin, bi Pîvana Kopenhag’ê “rêzgirtin û parastina hindikahiyan” peydebû: Bi awayekî berçav maneya vê, derfeta qebûlkirina mafên çandî di qada ferdî de ye – ne kêm û ne zêde! Maneya vê kite bi kite çi ye, ev ê çawa pêk were? Jixwe nîqaşên li dora pêvajoya reforman a salên derbasbûyî nîşan da ka çiqasî zehmet e li ser vê xala ku di destpêkê de kêm bi pirsgirêk xuya dike (rêzgirtin û parastina hindikahiyan) jî alî li hev bikin. Reformên heta niha dewam dikin û yên pêk hatî yên pêwendîdarî pêkanîna vê pîvanê, eşkere nîşan didin ku ev maf bi tenê di çarçoveya yekparebûna dewletê û prensîpa yekîtiya dewlet û netewe de dikarin bên qebûlkirin. Ev jî dibe sedem ku reformên ji bo ferehkirina azadiyên ferdî gelekî sînordar werin amadekirin û pêkanîn. Dewleta netewe ya yekpare bi prensîpa xwe nabe were guhertin û bi destûra bingehîn tê parastin. Daxwazên siyasî yên berfereh ên weke federasyon û xweseriyê weke hedefên armanca wan cihêbûn tên nirxandin û redkirin. Lihevkirina neteweyî ya siyaseta kurd a dewleta tirk di vir de ye ku îro jî di navbera dogmatîzm û sistkirin ango lîberalbûnê de diçe û tê.
Di çarçoveya reformên hatî destpêkirin de pirsa navendî ya gelo reform wê bandorê bikin da ku siyaseta kevneşop a kurd a dewleta tirk biguhere. Eger erê heta çi radeyê û ev ê di qada mafên siyasî û çandî yên gelê kurd çiqasî bibe sedema başkirinan.
Beriya her tiştî divê were tesbîtkirin ku hevpariya endametiya YE’yê yekser girêdayî pirsgirêka kurd nayê girtinî dest. Ne gotinên “kurdî/kurd” ne jî “hindikayî” tên bikaranîn. Di raporên pêşketinê de bi giştî peyvên “mafên çandî, mafên çandî yên kurdan” û “hindikahî” û dema yekser tê binavkirin jî “rewşa li Başûrrojhilat” tên bikaranîn. Ev nêzîkatiya tevlîhev û zehmet a ku pê navê pirsgirêkê nayê hildan û bi tenê bi awayekî neyekser îşaret pê tê kirin, nîşan dide ku YE hewl dide rêzê ji berjewendiyên tirk re bigire. YE pirsgirêka kurd li Tirkiye’yê di serî de bi awayekî giştî di çarçoveya mafên mirovan û demokratîkkirina welêt de dinirxîne.

Li gorî vê, tedbîr û gavên ku armanca wan dan û misogerkirina mafên koman e destek nake, belê bi tenê palpiştiya rûnandina mafê mirovan û demokratîkbûyînê dike. Li gorî nêrîna YE’yê dan û misogerkirina mafên mirovan û welatiyan ên ferdî, mafên çandî û her weha başkirina rewşa aborî û civakî li Başûrrojava dikevin vê çarçoveyê. Tevî ku bi awayekî yekser û diyar navê kurdan di hevpariya endametiya YE’yê de nehatiye hildan, divê mirov heqê wê bide ku şertên behsa wan hatî kirin, rewşa welatiyên kurd jî di nava xwe de dihewîne.
Ji bo Enqerê gelekî girîng bû û hê jî gelekî girîng e, di hevpariya endametiyê de bi awayekî eşkere navê kurdan neyê hildan û behsa dan û misogerkirina mafên çandî û siyasî ji bo vê komê neyê kirin. Belê ji Enqerê hat vê armanca xwe serketî pêk bîne, lê dîsa jî pêkanîna pîvana endametiyê ya siyasî ya Kopenhag’ê “rêzgirtin û parastina hindikahiyan” ji bo rayedarên xwedî erka biryardayînê yên tirk ezmûnek biryardanê ye.
Aliyê tirk serê pêşî dixwaze sererastkirinên di çarçoveya paketên bi YE’yê re lihevkirinê de yên pêwendî “rêzgirtin û parastina hindikahiyan” heta jê tê sinordarkirî çêke. Du armancên vê yekê hene, ya pêşî hîmê têgihiştina dewletê û netewe nexe tehlûkê, ya diduyan jî xweseriya kurdan a çandî weke kom qebûl neke. Li piştperdeyê hisa tehlûkeyê, fikra “qebûlkirineke bi destûra bibgehîn dibe ku bibe sedema meylên cudaxwaziyê” heye. Lewma li gorî nêrina rayedarên tirk divê reform bi rengekî pêk werin ku peyveke îşaret bi navê kurd bike di sererastkirinan de nebe, reform nekin ku kurd bibin komeke di warê çandî de xweser û di pratîkê de pêkanîna mafên ferdî gelekî zehmet bikin.
Dîsa jî berferehkirina mafên çandî yên ferdî bandora xwe li rewşa welatiyên kurd ên li Tirkiye’yê kir. Li navenda mafên çandî de beriya her tiştî bi awayekî azad bikaranîna ziman di qada perwerde û medyayê de heye. Reformên der barê vê yekê de êdî destûrê didin ku hem saziya dewletê ya radyo û televizyonê TRT û hem jî kanalên radyo û televizyonê yên taybet jî bi zimanên ji bilî tirkî bernameyan biweşînin. Tevî vê jî rêzgirtina ji xala destûra bingehîn a li ser yekîtiya parçenabe ya erdên dewletê û gelê dewletê, weke şûrê demokles li ser vê azadiya dayî li ba ye. Ev xala destûra bingehîn gelek caran ji bo betalkirina destûra weşanê tê bikaranîn.
Yek ji encamên girîng ên pêvajoya reforman li Başûrrojhilatê Tirkiye’yê rakirina rewşa awarte bû. Bi giştî ev gav divê weke gaveke erênî were nirxandin. Dîsa jî vê yekê rewşa mexdûrên koçberiya bi darê zorê yên li nava Tirkiye’yê ya weke berê nazik, baş nekir. Komîsyona YE’yê di raporên xwe yên pêşketinê yên li ser Tirkiye’yê de îşaret bi vê rewşê dike û dibêje pêdivî bi hewldanên jidil û cidî heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên kesên bi darê zorê koçberkirî, bi awayeki berfereh pêkanîna pêşketina herêmê ya civakî û aborî û bi awayeki giştî destekkirina mafên çandî.
Reform destûrê didin ku êdî dêwbav navên dixwazin li zarokên xwe bikin. Kurd jî dikarin vê azadiyê bi kar bînin. Bêguman di navlêkirina bi kurdî de hê jî pirsgirêk hene. Her tim li ser navlêkirinan doz diçin ber dadgehan, lewma bikaranîna navên kurdî yên di wan de tîpên alfabeya kurdî ‘’q,w û x’’ hene, qedexe ye.
Guhertinên di qanûna partiyan de ku bi wan girtina partiyekê tê zehmetkirin, ji bo partiyên kurd heta niha başbûneke giring çênekiriye. Ev yek jixwe di Kanûna 2009’an de bi qedexekirina DTP – weke yên beriya xwe – û qedexekirina siyasetkirinê li gelek siyasetvanan, bi awayekî zelal derkete holê.
Parlemana Tirkiye’yê peymana navneteweyî ya li ser mafên medenî û siyasî û peymana navneteweyî ya li ser mafên aborî, civakî û çandî yên Neteweyên Yekbûyî erê kir. Lê belê Enqerê mafê xwe yê şert û qeydê der barê mafê perwerde û mafên hindikahiyan de da qebûlkirin. Li gorî vê, mafê hindikahiyên etnîk, dînî û ziman a bikaranîna çand û baweriya xwe, di pratîke de bicihanîna ferzên dînê xwe û bikaranîna zimanê xwe, li gorî xalên pêwendîdar ên destûra bingehîn a tirk û Peymana Lozanê ya sala 1923`an pêk tê. Ji ber ku li gorî Peymana Lozanê kurd weke hindikahî nehatine qebûlkirin (bi tenê Ermenî, Yûnan û Cihû hindikahî ne) destûrê nadin kurdan ku ji mafên siyasî û çandî yên di Peymanên Navneteweyî de sûdê werbigirin.
“Siyaseta Pêşîvekirina Demokratîk” ya hukûmeta AKP`ê ya ji havîna 2009`an ve destpêkirî û motîvasyona wê têra xwe siyaseta derve ye, bi xetên xwe yên sereke di çarçoveya destpêkê behskirî de hatiye bicihkirin. Ev çarçove jî ji aliyê pêvajoya endametiya YE`yê de destnîşankirî ye. Naveroka vê siyasetê nû nîne, ya rastî xwe bi meyilên lîberalbûnê yên Serokkomarê Tirkiye’yê yê rehmetî Turgut Özal ve girêdide ku Özal di dema Şerê Kendavê yê sala 1991`an de dabû destpêkirin. Li navenda vê “siyaseta pêşîvekirinê” ferehkirina qada azadiya zimanê kurdî heye û di heman demê de divê xala destûra bingehîn a ‘yekparetiya nayê parçekirin a erd û gelê dewletê’jî were parastin. Belê, ji bo cara pêşî piştî pêvajoyeke dirêj a şêwrê bi partiyên siyasî, rexistinên civaka sivîl, hêzên aborî, rewşenbîr, rojnamevan û hwd. re ji AKP`ê hat li dijî bereyeke fereh a dijberan li ser mijarê li Parlemana Tirkiye’yê di Mijdara 2009`an de rûniştinekê pêk bîne. Dîsa jî “siyaseta pêşîvekirina demokratîk” di cewherê xwe de li xalên destûra bingehîn ên neteweyî û dogmatîk dialiqe.

Pêdiviya bi “diyalogeke ewrûpî-tirk-kurd”

Der barê bandora reforman li ser rewşa welatiyên kurd de mirov dikare bigihêje van encamên li jêr:
Ya pêşî: Bi giştî reform azadiyên qada ferdî yên çandî fereh dikin û kurd jî weke ferd dikarin sûde ji vê yekê bigirin. Beriya her tiştî ji ber pirsgirêka bingehîn a pêkanîna reforman a dewam dike hê zû ye mirov reforman di çarçoveya siyaseta kurd de weke dîrokî bi nav bike. Tevî reforman û “siyaseta pêşîvekirina demokratîk” a hukûmeta AKP`ê jî siyaseta kurd a dewleta tirk hê jî tijî nakokî ye. Helwesta li dijî zimanê kurdî hewldanên Enqerê yên ji bo astengkirina naskirina fermî ya zimanê kurdî û mafên siyasî û çandî yên kurdan eşkere radixe ber çavan. Wekî din darî çav e ku Enqere hewl dide bi qaîdeyên tevlîhev ên di xalên qanûnan û rêziknameyan de her pêşketina di reformên hatî kirin de zehmet bike. Nakokî nîşan didin ku siyaseta kurd a dewleta tirk hê jî di navbera naverokên kevneşop ên dogmatîk û meyilên lîberalbûnê de diçe û tê. Ev yek di heman demê de nîşan dide ku li ser guhertineke mezin a siyaseta kurd a kevneşop a ku xwe disipêre qebûlnekirin û tepisandinê, di nava hêzên dewletê hildigirin de lihevkirinek peyde nebûye.

Ya diduyan: Eger reformên bi taybetî ji bo rewşa kurdan kêrhatî ne, serketî pêk werin jî pirsa, gelo reformên heta niha – bi tenê mafên ferdî ne û ne yên komî – bi rastî bi kêr bên bersiva pêdiviyên welatiyên kurd bidin û hemin gelo daxwazên kurdan yên xweseriyê û aliyên kurahiya dîrokî û derûnî ya pirsgirêkê li ber çavan digirin. Hewldana çareserkirina pirsgirêkê ya daxistî qada ferdî, nikare van aliyên gelekî girîng ên pirsgirêkê bibîne. Di warê xweseriyeke çandî û siyasî ya têra xwe berfereh ya ji bo kurdan – weke kom – de ku xwe disipêre hîmê bi destûra bingehîn misogerkirina nasnameya kurd û nûnerî û întegrasyona siyasî, mirov dikare van reforman bi giştî weke kêm û netêrker bi nav bike.

Ya sisiyan: Ji bo YE`yê bi giştî ev pirs xwe dide der; gelo ew ê bi reformên heta niha hatî kirin pirsgirêka li dora mafên kurdan ên siyasî û çandî, weke êdî hatî çareserkirin bibîne, bi vê razî bibe, yan jî ew e bêhtir hewl bide û bi konkretkirinê bike ku pîvana endametiyê ya bi giştî weke “rêzgirtin û parastina hindikahiyan” hatiye binavkirin çêtir pêk were. Lewra beriya her tiştî ji ber nediyarbûna pîvanên Kopenhagenê û ji ber ku di nava YE`yê de li ser mijara parastina hindikahiyan pratîkên hevnagirin ên neteweyî hene, ti pîvana objektîf nîne ku mirov pê tê derxe kengî ev pîvana endametiyê pêk hatiye. Ji bo hukimkirinê qadeke din a şîroveyê dimîne. Destnîşankirina standartên herî kêm û birayara gelo ev standart pêk hatine, ji ber vê yekê di serê pêşî de girêdayî hukmên siyasî ye. Der barê bicihanîna vê pîvana endametiyê de, hukimkirineke objektîf ne ji aliyê YE`yê ve, ne jî ji aliyê dewleta tirk ve mumkin e.
Di mijara destnîşankirina ka ev pîvan divê çawa were şîrovekirin û pêkanîn de, ev rewş ji bo rayedarên dewleta tirk bi xwe serbestiyeke mezin e. Xetera di vir de ew e ku heta mumkin e sînordarkirî û di çarçoveya doktrîna Kemalîst a têgihiştina dewleta homojen û neteweyî de ev pîvan were fêmkirin û pêkanîn. Lewra bi giştî ji bo YE’yê pêdiviya bi ketina nava tevgerê heye da ku vê valahiyê dagire û ji bo pêkanîneke çêtir a vê pîvana endametiyê bibe xwedî bandor. Yek rêbaza muhtemel ew e ku ji namzetê endametiyê re bi awayekî zelal û eşkere were gotin û bi awayekî berçav li ber were danîn, ka divê xal bi xal çi ji vê pîvanê fêm bike û çawa wê pêk bîne. Ev rewş ji bo hevpariya endametiyê ya bi Tirkiye’yê re jî wisa ye. Ji bilî çend xalên bi awayekî zelal destnîşankirî yên mîna rakirina cezayê darvekirinê, erêkirina herdu peymanên NY’yê yan jî rakirina rewşa awarte, bi giştî nezelal û nediyar e ka bi rastî kengî rewşek çêdibe ku piştrast bike pîvana “rêzgirtin û parastina hindikahiyan” pêkhatiye.
Rayedarên tirk wekî din wekî din bi vê pirsgirêkê re rûbirû ne; divê êdî îradeya siyasî nîşan bidin da ku ji bo demokratîzekirin û lîberalkirineke girîng û dewamî ya welêt bidin destpêkirin, xwe ji têgihiştina dewlet û neteweya homojen qut bikin. Ev yek ji bo çareserkirina pirsgirêka dîrokî ya li dora mafên siyasî û çandî yên gelê kurd jî pêwîst e.
Gelekî girîng e ku hem YE û hem jî rayedarên tirk riyekê bibînin, da ku mexdûran ango kurdan jî tevî berjewendî û daxwazên wan bi awayekî hevgirtî tevlî pêvajoya reforman bikin. Ev yek ji bo destpêkirina diyalogeke hevpar a “ewrûpî, tirk û kurd” û her weha dîtina rê û rêbazeke siyasî a çareserkirina vê pirsgirêka hê jî weke berê heyî, pêwîst e. Lê belê heta îro hewldaneke jidil û cidî ya ji bo vê yekê nîne.

Çavkanî

Ev nîvîs ji bo Le Monde diplomatiquê kurdî hatiye nivîsandin.