Di dawîyê de, darazek ji bo "tawanên şerî" çêdibe

Çil salan piştî şerî dozek
Translator

Gelo komkujiyên di dema veqetîna ji Pakîstanê sala 1971ê pêk hatin – behsa sê milyon kuştiyan tê kirin – wê bibin mijara dadgeheke adilane?

Li çileya dawîn, serokwezîra Komara gel a Bengladeşê, Şêx Hasîna Wajed, êrişeke giran bir ser nîzama olî ya ku heta wê demê li vî welatî serdest bû. Bi piştgirîya Dadgeha Bilind, wê benda destûra bingehîn ku, li 1979ê, Bengladeş kiribû komareke îslamî, betal kir û statuya resen a dewleta laîk li sêyemîn welatê mezin ê misilman ê dinyayê vegerand. Ev gava hiqûqî ya pêşî nîşan dide ku hikûmet dixwaze makîneya dewletê, ya ji sî salî ve di destê rayedarên îslamî de ye, ji nû ve bi dest bixe. Ji sazûmanan û wê de, ev yek ber bi guherîneke rûyê tevahîya civakê ve dibe.

Ev çend meh in ku partîya Hasînayê, Lîga Awamî (çepa naverast), her di nav hewldanekê de ye da ku hemû şopên îslama radîkal ji holê rake. Çend mîlyon dolar weha ji bo guherandina navên bi dehan avahîyên dewletê hatin xerc kirin, ku heta niha navên şexsên sembolîk ên fundamentalîzmê li wan bû. Qanûna ku sergirtin li jinan ferz dikir jî hat betal kirin. Wekî din, hikûmetê hêz û derfetên pêwîst ji bo jihevxistina tevnên îslamperest ji xwe re bi dest xist. Stûna bingehîn a tedbîrê jî ev bû: Sazkirina dadgehekê ji bo darizandina tawanên şerî yên ku îslamperestan di ber şerê serxwebûnê yê 1971ê re kirin.

Lê belê, alîyekî tarî yê van guherînên radîkal heye. Tevî ku armanca wê durist be jî, hikûmet vê dozê li derveyî destûra bingehîn dimeşîne. Ew tade li muxelîfên siyasî, nemaze birêveberên partîya bi hêz Jamaat-e-Îslamî (1), ku 12 milyon partîzanên wê hene, dike û mafên wan bin pê dike. Bi xêra serdestîya xwe, serokwezîr rêbazên tundrew yên li nirxên azadî, maf û demokrasîyê nayên -ku ew qaşo dixwaze li welatî vegerîne- bi kar tîne, da ku hêzên îslamperest û her weha dijberên din ên desthilata xwe nehêle. Li vî welatê nifusa wî 150 mîlyon yên bi dabaşbûna dînî û siyasî lawaz bûyî û fêrî qutbûnên av, gaz û ceyranê bûyî, siyaseteke stemkar dibe ku agir bi barûdê bixe. Tundrewîya Hasînayê, bingehên demokrasîya ku ew xwedêgiravî dixwaze biparêze, dixe xeterê.

Mîrpur yek ji xizantirîn taxên Dakayê ye. Muzeya Neteweyî ya Rizgarîyê lê nayê, ji ber ku paqij tê parastin. Li vê muzeyê, şerê serxwebûnê yê 1971ê li dijî Pakistana rojavayî û pêşengê tevgerê, Şêx Mujîbur Rahmanê bavê serokwezîra niha, tên bi bîr anîn. Ew hingê serokê Lîga Awamî bû û ji bo rizgarkirina eyaletê ji zilma rayedarên Pakîstanê û avakirina dewleteke laîk, Bengladeş, têkoşîya. Nerazîbûna Pakistanê tund û tûj bû. Di neh mehan de, artêşa pakistanî serokatîya Lîga Awamî bi temamî îmha kir. Li gor hin dîroknasan, sê milyon bengalî hatin kuştin û tecawiz li du sed hezar jinan hat kirin. Hejmara qurbanên vî şerî hê jî mijara nîqaşan e, lê ew ê weke goleke xwînê di dîrokê de bimîne. Ev kiryar jî ne tenê yên leşkerên pakistanî bûn: Pir bengalîyên misilman beşdarî qetlîaman bûne û li ser navê parastina nirxên îslamê, misilmanên laîk û hindû jî kuştin.

Haya vî nifşî, bi rêya şahidî, belge, wêne û vîdeoyên li Înternetê belavbûyî, ji rastîya trawmaya neteweyî çêbûye

Muhammad Abu Saeed ê sax mayî, zirav, bi rûyê şermok û çil salî ye. Em li muzeyê rastî wî hatin. Ew çîroka birayê xwe vedibêje, ku eskerên pakistanî lê xist û îşkence lê kir. Dema ku wî ji bo avê hawar dikir, wan di devê wî de mîst û ew kuşt. Her çi Şêx Şarîful Îslam Babû ye, ji ber serbihurîyên bi vî rengî, xew pir caran nakeve çavên wî. Di panzdeh salîya xwe de, ew bi mucîzeyî ji destê çeteyeke xwînmêj filitî ku hewl dabûn serê wî jê bikin. Cihê birînê hê jî di gerdena wî de xuya ye.

Dema ku bûyeran vedibêjin, rondik ji çavên wan tên xwarê. Ji xemgînîyê bêhtir, hêrs serdest e. Ew ne li dijî leşkerên pakistanî, ku her kes pê dizane dest bi wan nabe, bi hêrs in. Saeed û Babû dixwazin ku hevwelatîyên wan bên mehkeme kirin. Li gor wan, bi tenê mehkemeyek bi encama mehkûmkirina tawanbaran wê rehetîyê bide şehîdan.

Ev daxwaza wan niha ji alîyê giregirên dewletê ve jî tê gotin û dibe ku ew di demeke nêzîk de pêk bê. Rewşa nakok ev e ku ji mexdûran bêhtir, nifşê ciwan dengê xwe ji bo edaletê bilind dike. Haya vî nifşî, bi rêya şahidî, belge, wêne û vîdeoyên li Înternetê belavbûyî, ji rastîya trawmaya neteweyî çêbûye. Imtîaz Ahmed ê profesorê têkilîyên navneteweyî li Zanîngeha Dakayê, û nivîskarê çend pirtûkên li ser şerê 1971ê (2), şirove dike: "Ciwanan çîrokên erjeng bihîstin. Bi ya wan, şik û guman tê tuneye : Ev jenosîd e. Ew bê sebr in û dixwazin ku tawanbar hesabê kirinên xwe bidin".

Hasîna xanim bi bersivdayîna zexmbûna xwestekên raya giştî sala 2008ê hat hilbijartin û soz daye ku ew ê dadgeha şerî, ya ku çil salan ji ber xemsarîya rayedaran asê maye, saz bike. Li adara 2010ê, biryar hat girtin û hiqûqnasên cîhanê teva ew bi çepikan pêşwazî kir. Jixwe, ku ew baş biçe serî, mehkeme wê rizgarker be û hesabên salên şerî bike. Bi vî rengî, ew ê bikaribe bertîlxwarîya berbelav asteng bike û dawîyê li pevçûnên siyasî bîne; yên ku welêt ji dema avabûnê ve xira dikin.

Armanc evqas girîng e, lê pir cihê daxê ye ku li şûna lêgerîna bi sedan tawanbarên hesibandî, xuya ye sazîya nû tevahîya quweta xwe ji bo hedefeke tenê bi kar tîne: Tadelêkirina li Jamaat-e-Îslamîyê. Şûna encama xilasker a ji welêt re pêwîst, ev tevgera çewisandinê dikare pir xeternak be û civaka bengalî têxe qonaxeke nû ya bê istîqrarîyê.

Rast e artêşa pakistanî tevna partîyê bi mîlîsên tundrewbûyî saz kir; weke komên talîban ên pêşî

Muhammad Kamaruzzaman li derdora pêncî salî ye û serbilind xuya dike; ew yek ji wan kesan e yên ku bi hevkarîya Pakistanê tên sûcdar kirin. Berdevkê fermî yê Jamaat-e-Islamîyê ye û ew dixwaze vegere dewleteke ku îslam ola wê ya resmî ye. Di hevdîtina me ya gulana 2010ê de, dema ku lawê wî çay ji me re anîbû, wî bi statîstîk û referansên dîrokî yên pirhejmar nihêrîna xwe parastibû. Lê dema ku nîqaş hat ser meseleya wî, vegotina wî kêmtir zelal bû. Rola nediyar a partîya wî li ser dika siyasî ya bengalî weha di wî de jî xuya dike. Ew rave dike: "Li 1971ê, Jamaat-e-Islami li dijî têkoşîna bo serxwebûnê pir çalak bû. Sedemên vî tiştî hestiyarî bûn. Pakistan ava bû da ku bibe welatê misilmanên jêrparzemîna hindî. Çawa bû ku em dabeşkirina welêt bipejirînin?". Ew her weha lê mikûr tê û dibêje: "Rast e ku artêşa pakistanî tevna partîyê bi mîlîsên tundrewbûyî saz kir; weke komên talîban ên pêşî. Gelo van mîlîsan tawanên şerî pêk anîn? Ev ne diyar e".

Lê belê, herkes pê dizane ku hingê, Kamaruzzaman li bakurê welêt navendeke lêpirsînê bi rê ve dibir, ku tê de li bêhtir ji sêsed neteweparêzan êşkence hat kirin û hatin kuştin. Lewre, rewşenbîr û komele weha difikirin ku divê edalet pêk bê, lê bila partî bi giştî berpirsiyar neyê hesibandinê. Jixwe, tawanbar hemû ji refên Jamaat-e-Islami nehatin. Li ser vê pirsê, mehkemeyek dê belkî nîşan bide ku şexsên ji komên siyasî û dînî yên cuda piranîya tawanan pêk anîn.

Mixabin, Hasîna xanim bi hemdê xwe li hember van tiştan bê deng dimîne. Li ser dika neteweyî û navneteweyî, ew her demî Jamaat-e-Îslamî weke stara sûcdaran nîşan dide, ku guman ji tawanbarîya wan tune. Surprîz nîne ku lîsteya deh tawanbarên herî mezin ên şerî, ya ku hikûmeta wê derxist, Kamaruzzaman jî di nav de, bi tenê rayedarên vê partîyê ji xwe re dike hedef.

Kamaruzzaman bêgunehîya xwe îfade kir û gava Hasînayê weke hesabekî siyasî yê bêbingeh da xuya kirin. "Lîga Awamî ji bo hilbijartinan ev nîqaş da dest pê kirin. Bi vî awayî, ew dixwazin me marjînalîze bikin û derîyê hilbijartinên siberojê li ser piştê ji wan re vekirî be", wî tehlîl dikir, berî ku bi provokasyonê bidome: "Eger Hasîna xanim di pêkutîyên li ser partîya min de bi israr be, dibe ku ciwan berê xwe bidin şidetê". Wî di dawîya axaftinê de weha hişyar kir: "Ku rayedarên tevgerê bên girtin, em nizanin bê dê çi pêk were. Dê lawên me, hogirên me çi bikin? Em bi fikar in ku hin ji wan bikevin nav tevgereke neqanûnî û biryara tolhildanê bidin".

Li tîrmeha 2010ê, çend hefteyan paşê, serokê wê yê bilind jî di nav de, Kamaruzzaman û çend kadroyên din ên Jamaat-e-Îslamî hatin girtin û li ber kamerayen televîzyona neteweyî hatin pêşan dan. Bengalîyan bi matmayî li vê şowê temaşe kir û ji xwe pirsîn ka gelo welatê wan ne li ber (li berbanga) serdemeke nû ye.

Lê belê, nîqaş zû dest pê kirin. Siftê doz li Kamarûzzaman û hevdînên wî ne ji bo tawanên şerî, lê ji bo komeke sûcên ku ne têkildarên bûyerên 1971ê ne, hatin vekirin: Yek ji wan bi îfadeyên kufurî yên li dijî pêxember Mihemed hat sûcdar kirin; yê din, bi kuştina kesekî di komcivîneke siyasî de. Bi tenê bi pey biryara girtinê re, îthamên tawanên şerî derketin holê. Li wan gunehbarîyên bertîlxwarinê, şûştina pereyan û terorîzmê zêde bûn.

Di heman demê de, tehdî-dên alozîyê li welêt zêde dibin û tansîyon radibe

Berîya demeke kurt jî, serokwezîrê, nivîsên damezirênerê tevgerê Syed Abul Ala Maududî û her weha olnasê herî bi tesîr ê Asyaya başûr, dan qedexe kirin. Di paşxaneke wisa de, çavdêr li hember meylên otorîter ên desthilatê, her ku diçe ecêbmayî dimînin. Tirsa xirakirina fersenda mehkûmkirina tawanbaran serdest e. Ameena Mohsîna profesora hiqûqa navneteweyî li zanîngeha Dakayê, hişyar dike: "Tu nikarî berî mehkemê xelkê mehkûm bikî. Hikûmet hebûna mehkemê bixwe dixe xeterê".

Di heman demê de, tehdîdên alozîyê li welêt zêde dibin û tansîyon radibe. Pevçûnên navbera çalakgerên Jamaat-e-Îslamî û hêzên ewlehîyê zêde dibin. Hin kes hatin girtin û bi wan re teqemenî hebûn. Ji nişka ve, tehdîtên Kamaruzzamanî ji provokasyonê bêhtir, weke pêşbînîyan xuya dikin. Li mijdarê, piştî ku wî pêşniyaznameya guherandina destûrî ya ji bo vegera li dewleteke laîk parastibû, molotov avêtin dîwarên xanîyê serokê Dadgeha Bilind.
Li ser navê têkoşîna li dijî îslamperestîya siyasî, Bengladeş bi heman rêya zilmkarîyê de mîna Misir, Tûnis an Cezayirê diçe. Em bi qedera wan dizanin. Ji hatina wê ya ser kar a 2008ê ve, Hasîna xanim nekarî pirsgirêkên rûniştî û rojane yên hevwelatîyên xwe çareser bike. Raperînên birçîtîyê li hev zêde dibin, kêmbûna avê û ceyranê şênîyên jixwe lawaz bêhtir diwestînin. Karkerên tekstîlê, ji bo zêdebûnên meaşî tevgereke protestoyê ya berfireh da dest pê kirin (li jorê bixwînin). Herî dawîyê, serokwezîrê, pêkutîyên li dijî Jamaat-e-Îslamî berfirehtir kirin û Partîya Neteweyî ya Bengladeşê (BNP), reqîba wê ya siyasî ya sereke jî kete ber van pêkutîyan û ji hingê ve tade li endamên wê tê kirin û ew tên girtin. Ji niha ve şerê kolanan ê di navbera partîzanên her du alîyan de, çil û pênc kesan jîyana xwe ji dest da û du sed kes jî birîndar bûn. Heke rewş wiha biçe, dibe ku artêş ji baregehên xwe derkeve da ku ewlehîyê vegerîne welêt, weke wê li 2007ê bi pey pevçûnên nav partîzanên Lîga Awamî û yên BNPê re kiribû. (3) Ji civaka demokratîk a soza wê dayî, dûr, Bengladeş ê wî çaxî vegere ser rewşa xwe ya berî çil salan. Dem nema: Şahidên şerê serxwebûnê kal dibin û dimirin. Delîl ji holê radibin. "Ez mehkemeyeke bi edalet û bi lez dixwazim, Bablû diyar dike. Ev fersenda dawîyê ye".

Çavkanî

David Montero:
Rojnamevan û çêkerê belgefilman. Belgefilmê wî yê dawiyê: Pakîstan: The Lost Generation (nifsê winda), FrontLine World, Delhî, 2010

  1. Jamaat-e-Islami Benglades meztirîn partîya îslamî ya welêt e. Ew nirxên sertî û kevneperest dide pês û ji bo sazkirina dewleteke îslamî -bi riya sindoqan- têdikose
  2. Historicizing 1971 Genocide : State Versus Person [Dîrokîkirina jenosîda 1971ê : Dewlet li dijî Sexsî University Press Limited, Daka, 2009
  3. Hingê, rewsa awarte îlan bûbû û hilbijartin jî taloq bûbûn

Wergera ji fransî: Simko Destan