Di kelekela Afrîka’yê de

Translator

Parzemîna cîhanê ku lê kêm daristan heye, Afrîka di nava deverên ku lê zêdetir bajarvanî pêş dikeve de ye: Salê nêzîkê % 7 zêde dibe, niha ji % 40 hemwelatî li bajaran niştecih in. Ev rêje di salên 1900’î de ji % 3 bû. Di sala 2030’yî de şêniya Afrîka’yê wê bibe 760 milyon, ji vana % 70, heke ti tişteke neguhere, wê di deverên xizan ên bajarên dagirkeran weke (Kinshasa an jî Nairobi)’yê de bijîn. Her wiha hin ji wan jî di deverên weke (İbadan an jî Kano li Nîjerya’yê) de bijîn. Di rastiyê de, vê gavê nîvê girseya ku li bajaran dijî rojê bi du (2) dolaran jiyana xwe didomîne, ji vê girseyê ji % 25’ê wî di binî 25 salî de ye.

Li gorî daxûyaniya saziya bicihkirinê ya Neteweyên Yekgirtî, ku di sala 2008’an de hatibû dayîn, ev bajarî bûn in mînakeke girîng a berxwedana ji bo domandina jiyaneke ku her rojê şertên wê zehmettir dibin . Bi giranî di herêmên girseyî yên metrepolan de, rengekê çanda nû derdikeve holê. Bi taybetî di van deh salên dawîn de ev zêdetir xwe nişan dide. Rengê jiyanê Îvorî an jî Kwaito ya Başûrê Afrîka’yê, Hip-Life ganayî û Kuduro’yê angolayî jiyana paşerojê diyar dikin. Ev rastî digel hewldana pêşketinên elektronîk ên vê sedsala nû. Lê belê, bi rêya bûyerên birçîbûnê ku di zivistanên 2008-2009’an de derketin holê, me baş dît ku bihakirina pêdiviyên yekem ên jiyanê û ên petrolê ku ji aliyê rêveberiyên navendî ve pêkhatî bûne sedemê heman rastiyê. Di aliyê din de bihabûna xaniyan û ya erazî jî, di xizaniya bajarvanan de bûye rastiyekê.

Li Abuja’yê, derdorê heşt sed hezar (800 000) “kesên bênav ên ku xwe bicih kiribûn”, di salên 2003 û 2007’an de ji axên derdora paytextê nû yê Nîjerya’yê hatin koçberkirin. Kampanya ya Kûpa ya Cîhan’ê ya 2010 ku li Başûrê Afrîka’yê çê dibe ji kampanya koçberkirinê re jî bûye sedemekê . Kesên ku di taxên înformel de dijîn bi gefên xeterên pîşesaziyan, bi yên tendurustiyê û bi yên meteorolojiyê ve rû bi rû mane. Lehiyên avê ku bûn sedemê sed û şêst (160) miriyan, ku di payîza 2009’an de li Rojava’yê Afrîka’yê pêkhatî weke “wêneyê encama pêşketina demografîk a bajaran ku weke bombeyekê çêkirî ye. Ji bo çareseriyekê ji feqîrî û xizaniya li bajaran re were dîtin ti siyaset jî nehatiye pêşxistin.”

Fînansorên alîkariya navneteweyî ku heta niha hemû derfetên xwe dabûn ji bo kampanyayan, di van demên dawî de ketine ferqa pirsgirêkan. Wê were zanîn ku van derdoran di demeke dirêj de hewldabûn ku derfetên şaredariyan kêm bikin û ev jî bibû sedemê ku di bajaran de xizanî çê bibe: Tenê ji % 20’ê bajaran dikarin ava zelal bidest bixin, ji %10’ê wan tenê xwediyê sîstema kanalîzasyonê ne. Di vê navberê de alîkariya dewletê, ya ji bo pêşxistinê tê tengkirin, zexta li ser saziyên civakî her ku diçe zêde dibe. Ev saziyên civakî tenê ji % 2 alîkariya dewletê distînin. Bername ya ku ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve tê destekkirin a jinûh ve bicihkirina kesên beyanî, yên taxa xizan Kibera’yê li Naîrobî’yê, xwedî hejmareke di navbera penc sed hezar (500 000) û heşt sed hezar (800 000) ku li ser axeke derdorê sê hezar (3000) hektarî dijîn, tenê di meha Îlon a 2009’an de, bi derengiyeke bi salan, hat destpêkirin. Di vê demê de hin derdor teqmîn dikin ku ji bo bidawîanîna vê projeyê, ya ku bi bihayê 1,2 milyar dolar tê teqmînkirin, hezar û sed û heftê (1170) sal lazim e.

Çavkanî
  • Julie Chatel û Florian Rochat, Bibandor, bêteref, bêalî? Nêrîna rexnedar a Bakur di derbarê hevkariya ewrûpî de, (Efficace, neutre, désintéressé? Points de vue critiques du Nord sur la coopération européenne) CETIM, Genève, 2009, 192 rûpel, 6 euros.
  • Di sala 2007’an de, welatên di rêya pêşketinê de nozdeh (19) milyar dolar deynê xwe dan (li gorî pîvana deynê xwe), ev mîqdar ji alîkariya ku wan girtibû pirtir bû.
  • Dambissa Moyo, L'Aide fatale, Jean-Claude Lattès, Paris, 2009, 252 rûpel, 20 euros.
  • Hakima Abbas, Yves Niyiragira, Aid to Africa: Redeemer or Coloniser?, Pambazuka Press, Cape Town, Dakar, Nairobi, Oxford, 2009, 204 rûpel, 13 euros.
  • Yash Tandon, En finir avec la dépendance à l'aide, CETIM, Genève, 2009, 220 rûpel, 8 euros.
  • Bixwînê “The State of the african cities report 2008”, www.unhabitat.org/pmss/getPage.asp?
  • Bixwînê Philippe Rivière, “Opération coup de poing à Durban”, http://blog.mondediplo.net/2009-10-01-Operation-coup-de-poing-a-Durban
  • Bixwînê “Afrique de l’ouest : la croissance urbaine mise en cause par les inondations”, Relief Web, 16 septembre 2009 http://www.reliefweb.int/rw/rwb.nsf/db900sid/VDUX-7VXP52?OpenDocument