Di nav daristanê de bajarê taybet

Translator

Serokdewlet Porfirio Lobo 18ê çileyê, di civîneke çapemenîyê de bi kelecan got, “ez bang li gelê xwe dikim ku xeyal bike û bijî li devereke îdeal, ya ji sûcan şûştî, li ser erdekî xweser xwedî sîstemeke perwerdeyê û tenduristîyê ya baştir”. (1) Paul Romer dikare xwe razî bihesibîne.

“Aborîzanê bêqisûr” (ev peyv ne ya me ye), dersdarê li zanîngeha Stanfordê li seranserê dinyayê, bi taybetî jî ji gelek salan û vir ve li Afrîkayê diçe û tê, li welatekî digere ku teorîya xwe di pratîkê de lê pêk bîne. Ew teorîya xwe weha bi tefsîlat rave dike: “ya ku pêşîyê li pêşketina welatên xizan digire, “pîvanên xirab” in ku dewlet li ser muteşebbisên bi vî rengî cesareta wan namîne, ferz dike. (2) Li gor wî dema li ser erdên beyar “Charter Cities” ango “bajarên model/numûne” peyda bibin, li van bajaran ev muteşebbisên neteweyî û bîyanî wê fabrîke û kargehên xwe ava bikin, lê belê herweha binesazî, xanî, dikan, dibistan, nexweşxane û xizmetên pêwîst ên ji bo karker û kedkarên ku bêkarîyê ew heta wir ajotine jî ava bikin. Bêguman qanûn, dadgeh, polîs, xwerêveberîya wê bi xwe –û wê bacê nede welatê wê dihewîne, bac ji wê bi xwe re ne– wê hebin.

Romer bi tenê yek berjewendîya nazik îfade kiribû heta roja ku di çileya 2011ê de bi inîsîyatîfa serokê hondurasî yê şirketa milk a amerîkî Inter-Mac International, Xavier Arguello li Waşîngtonê bi serokê kongreya vî welatê piçûk ê Amerîkaya Navîn Juan Orlando Hernández re rûnişt. Wî jî bi Lobo û çend hevkarên wî re li Miamiyê civînek organîze kir.

Romer behsa serketinên Hongkong, Sîngapûr û Deverên Aborî yên taybet ên Çînê dike. Kesên reşbîn wê li ber vê yekê rabin û bibêjin, şert û mercên dîrokî, cografî, aborî û çandî yên ku ev welatên mînak di navê de bi pêş ketin, wan ji şert û mercên li Hondurasê hene, pir dûr bi cih dike. Ji bo ku mirov Lobo û hevalên wî bişehitîne bêhtir divê. 17ê çileyê di televizyonê de sekreterê giştî yê Kongreyê Rigoberto Chang Castillo piştî ku argumanên heyî pirgêsinî kirin –“muteşebbis li qadekê digerin ku qanûnên welêt lê derbas nabin”– pesnê wê modelê da, ku li Çînê “400 milyon mirov ji feqîrîyê xilas kirin”.

Ji bo ku ji tenê “bajarekî model” yê hezar kîlometre kareyî (33 km x 33 km) fireh peyda bibe, Kongreyê di xala 304ê ya Destûra Bingehî de –“tu caran dezgehên ku di warê huqûqî de îstîsna ne, nikarin bên afirandin”– reform kir û peyva “ji bilî îstîsnaya (heman peyv!) îmtiyazên huqûqî yên Herêmên Taybet ên Pêşketinê [HTP]” lê zêde kir. (3)

Piştî eşkerekirina biryarnameya ku xebitîna bajarê (yan jî bajarên) model diyar dike, qanûnên Hondurasê –yên der barê mafê kar jî di navê de–, ji bilî qanûnên der barê hukumranîyê(!), têkilîyên derve (HTP wê dîsa jî karibin lihevhatin û peymanên navneteweyî mohr bikin), hilbijartin, weşana belgeyên nasnameyî de, wê li wir neyên pêk anîn. Weke hîpotez heke hikûmeteke din hez bike vê lihevhatina li ser parçeyekî erdê neteweyî ya ku encama rejîmeke darbeya eskerî ye, biguhere, hingê bi kite kit hatiye diyar kirin: “sîstema li HTPyan pêkhatî divê (...) ji alîyê Kongreya Neteweyî ve bi piranîyeke wesfdar ya ji sê paran didu bê erê kirin” divê herweha bê zanîn ku “ji bo ku ev statuya destûra bingehîn were guhertin, şirovekirin û li ber rabûn, divê piştî referandûma di nav şênîyên li HTPyan dimînin, bi heman piranîyê pêk were”. “Hindikahîya ultra-hindikahî” ya ku di bin tehekkuma efendîyên vê devera dor lê girtî de dest û piyên wê girêdayî ne!

Dema ku Lobo îdîa dike ku ev “bajarên model” wê “awayekî jîyanê yê sinifa A” biafirînin, gelo ew hez dike li gor destûra bingehîn du kategorîyên welatîyan pêk bîne?

Hondurasa li navenda berzexa Amerîkaya Navîn e, bi peymaneke bazirganîya serbest (PBS) girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Kanadayê ye û bi vî rengî îmkana hilberîn û firotina bo van dewletan çêdike, bêyî ku riyên dirêj yên di kanala Sûwêzê re (hebûna krîzên herêmî) yan jî di ya Panamayê re bikudînin. Serokê Bankeya Navamerîkî ya Pêşketinê (BNP) Luis Moreno 2yê adarê çû serdana Tegucigalpayê û bi xurtî serokdewlet Lobo pîroz kir: “BNP wê destekê bide vê hewldana ku li gor me hem nûjen e û hem jî ji bo paşeroja Hondurasê tiştê herî girîng e.”

Lê belê behsa kîjan paşerojê tê kirin? Em qebûl bikin (bi girnijîneke gumanbar) ku rêz wê ji şertê destpêkê –kar, xanî, perwerde, tenduristî, ewlekarî, asta jîyanê ya bilindtir ji asta jîyanê ya bi navincî– re were girtin jî hîç şik û guman tê de nîne ku ev giravoka xwedî îmtiyaz wê bike ku bi sedhezaran kesên mehrûmkirî hewl bidin lê karekî peyda bikin. Gelo hingê wê pêwîst be ku ev geto li dijî vê girseya ku wê biherike û zorê li derîyê wê bike, bi birc û têlên rêsayî yên bi elektrîk bê parastin? Dema ku Lobo îdîa dike ku ev “bajarên model” wê “awayekî jîyanê yê sinifa A” biafirînin, gelo ew hez dike li gor destûra bingehîn du kategorîyên welatîyan pêk bîne?

Hîpotezeke din a realîsttir zêde xweşbîn nîne. Dema ku Serokê Kongreyê Hernández kite bi kite behs dike, dike ku em xetên wê yên giştî texmîn bikin: “ev weke maquilayekê ye ku gelekî bêhtir fireh e (...); ev weke jîyina xewna amerîkî li Hondurasê ye.” (4) Pirsgirêkek heye, ew jî ew e ku maquila (fabrîkeyên serkar û taşeron) pir kêm dişibin xewna behsa wê tê kirin! Ji destpêka salên 1990ê ve ew nexasim li Tegucigalpa û San Pedro Sulayê bi pir zêde îstîsmarkirina karkeran û astengkirina sendîkayan, tên nasîn. Ev şirket halê hazir pir karkerên xwedîyê peymanên kar ên bêdem ji kar derdixin û didin zanîn ku ew ê yên herî baş ji nû ve bigirin kar, lê belê “heqê wan li gorî saetê bidin” – bi vî awayî ew ê mafên xwe yên civakî yên bi destxistî, ji dest bidin.

Armanca “Charter City”ekê wê hemin ne weke di maquilayên nifşê pêşî de hilberandina tekstîlê be, ew ê teknolojîya bilind hilberînin. Li ser pirsa “gelo karkerên biwesif ên Hondurasê hene?” Silvestri bi beşişînekê bersivê dide: “ez ê ji dil û rastgo bim, na karkerên me yên biwesf nînin. Lê belê dema ku maquilayan dest pê kir, hingê jî tu kes amade nebû. Îro sedûpêncî hezar karker di wan de îstîxdam bûne.” Kevne-parlemanter Elvía Argentina Valle realîsttir e û dibêje: “heke qanûnên wan bi xwe hebin û dema mirov girîngîya sermayeyê jî li ber çavan bigire, muteşebissên çînî wê çînîyan, yên koreyî wê koreyîyan bînin û bi tenê pir kêm kar wê ji Hondurasîyan re bimînin.”

Romer pêşbîn e, heke bextxweşên pêşî neqandî bi mijarên nerazîbûnê bihisin, ew dikarin serê xwe li dîwaran bixin –ango biçin. Heke ew bixwazin mafên xwe biparêzin? “Bajarê model” hebûna tu şêwazê sendîkayan qebûl nake. Heke ew li ber xwe bidin? Polîsê taybet wê dîsa nîzamê pêk bîne, huqûqeke îstîsnayî wê nîqaşan ji holê rake. Heke alozî û rewşa serhildêrîyê dewam bike û belav bibe? Hingê ji bo çi artêşeke seferê ya ji Asya yan jî ji devereke din hatî li vî parçeyê erdê êdî hukumranîya dewletê lê nemayî, nîzamê ji nû ve pêk neyîne...

Bêguman bêyî ku haya wî ji girîngîya îfadeyên wî hebe, dema ku em 3yê adarê rastî wî hatin, Silvestri bi dengekî bilind dihizirî: “guman tê de nîne ku Sîngapûr baş dixebite ji ber ku dewleteke totalîter e. Serokdewlet bîstûçar salan li ser desthilatê ma; niha jî kurê wî desthilatdar e... Li wir gelek avahî/struktur hene ku li cem me nînin. Ev pirsgirêkeke mezin e ku em vê modelê li rastîya me bînin.”

Çavkanî

Maurice Lemoine: Nûçevanê taybet yê LMd

  1. The Associated Press, 20ê çile 2011
  2. Paul Rommer fikrên xwe li ser malpera "Charter Cities" bi pêş dixe: www.chartercities.org/blog
  3. Sedûbîstûşeş deng li hemberî dengekî dijber û dengekî xwe jê vedayî
  4. El Heraldo, Tegucigalpa, 4ê çileyê 2011

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê