Di nav sirên sextekarîyên bacê de

Translator

Ev mesele bi krîza fînansa 2008ê re derket holê, ku banka Global Trust ya Liechtenstein û banka Swîsreyî UBS bi delavereyên xwe alîkarîya muşterîyên xwe yên ewropî û amerîkî dikir ku serweta xwe veşêrin. Xavier Harel, ji vê nuxteyê dest pê dike û lîstikên gemarî yên revandina pera û bacê analîz dike: Endustrîyek ku di nav de, heftê "rêwîyên qaçax yên navneteweyî" bi hev re qayişê dikişînin û li ser jîrbûn û rêyên zirav digerin, gelo çawa bikarin delavêreyan peyda bikin û xizmeta mîlyarder û şirketên navneteweyî bi cîh bînin. (1) Rojnamevanê La Tribune, nivîskar gelek babet û cûreyên xapandinên fînansê, bikaranîna malzemeyên wan û aktorên wan yên tevlî vî karî bûne bi awayekî pedagojîk eşkere dike. Rast e, avakirina vê berhemê û hinek fikrên wê di nav tevayîya xwe de her tim lojîk û beraqil nîne, bi taybetî di beşên paşîyê de.

Lê belê, bi hilbijartina vê meselê, "Beyana şer ya welatên G20, ya li hember welatên Beheştên Bacê", nivîskar, dê hêdî hêdî soz û derew û durûtîyên van berpirsîyar û rêveberên G20 derxe holê, ku tu lez û beza wan a guherîna sîstemê tuneye, ji ber ku di vê sîstemê de para qezencê ya herî mezin ya wan e.

Jean de Maillard, tam ji ber vê yekê êrîşî analîza vê sîstemê dike. Ev meraqdarê sûc û sûcdarên ekonomîk yên ku ji bê ûsûlîya bazarê pêk tên, ev hakimê fransî heta nuha sextekarî, li gel kapîtalizmê wek tiştekî marjînal qebûl dikir. Lê belê bi L’Arnaque " xapandin"ê, nivîskar, vê carê eşkere dike ku di nav ekonomîya bazarê de sextekarîyên navxweyî der tên. (2)

Rastî ew e ku; di nav xwe de ev sîstem neqanûnîyên nû belav dike: "Saxtekarîyên sîstemê". Maillard van gotinên xwe dike nav çarçoveyeke dîrokî û dibêje: Bazara finansê, li ser spekulasyonên malên yekem- ihtiyac û zêdekirina şirketên "Ponzi" û pêşkêşê vê jî kesê li jora qotê piramîda saxtekarîyê runiştîye, ew jî Bernard Madoff e ku mîmarê bi nav û deng yê vî karî ye. Ev "sucdarîya sîstemîk",di salên 2008-2009ê de bi krîza kredîyên "subprime" gihişt qonaxa herî bilind û digel ku ev yek gelek xeter e jî, lê kêm car tê ceza kirin. Ji ber vê sebebê berpirsîyarên raya giştî tu caran nikarin bersiveke maqûl peyda bikin. Ji ber ku dema "sextekarîya legal" dibe tiştekî normal, tu kes serê xwe bi krîzên berdewam naêşîne, ji dervayî kesên ku di deqîqa dawîn de tên hawarê! Yanî kesên ku bacê didin.

Maillard, di wê bawerîyê de ye ku divê sînorên di navbeyna heq û neheqîyê de ji nû ve bên resim kirin. Maillard, gelek pîstên nû ji bo bawerîyan pêşnîyaz dike. Pêşnîyazên wî gelek caran teorîk in û li ber tesbît û cidîyeta bûyerê, bê tesîr û bê mahne dimînin. Gelek mixabin ku, nivîskar analîzên xwe li gel tecrûbeyên xwe yên di warê hiqûqî û dadgehî de zengîntir nekiriye.

Çavkanî

  1. Xavier Harel, La Grande évasion. Le vrai scandale des paradis fiscaux, Les liens qui libèrent,(Reva Mezin. Skandala rastîn ya welatên beheşta bacê, têkilîyên azadekar), Paris, 2010, 315 r., 21 €
  2. Jean de Maillard,L’Arnaque. La finance au-dessus des lois et des règles (Xapandin. Fînans li jora qanûn û qaîdeyan) Gallimard, Paris, 2010, 304 r., 18,50 €

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin