Di nav telekolejên meksîkî de

Hîndekarîyeke bêhîndekar
Translator

Li demeke ku gewreşirketên narkotîkê tevahîya herêmên welêt dixin bin kontrola xwe, jarbûna dewleta meksîkî serê Waşîngtonê jî diêşîne. Ew di heman demê de pir bala xwe dide ser qada perwerdeyê ku tê de stratejîyên teknîkhez ên Meksîkoyê yên ji bo "daxistina fiyetan" zêde bi serê mirov nakevin.

Dersê cebîrê diqede û weke her çarîkê, dengê jinglekê tê. Ev herwiha nîşanek e ku hemû şagird li benda wê ne: Beşa reklamê. Spota pêşî malbatên li pêşîya rêzeke xanîyan nîşan dide. Dengekî off (voix off) bi serbilindî vê bangê dike: "Vê hukûmetê ji bo yên herî xizan sê mîlyon xanî ava kirin !". Dûre beşeke din a hêjayî filmeke xwedî butçeyeke mezin: Sûcdarên xwedî rûçikên bêoxur û tirsnak êşûazarê didin canê zilamekî zincîrkirî. Deng ji nêz ve tê: "Parastina mafên mirovan pêşekîyeke hukûmeta federal e". Ji bo zarokên gundê Amatlan a Quetzalcóatl, saet li duduyê li başûrê Meksîko, naverojeke nû ya dersan berî çend kêlîyan dest pê kir.

Em niha li nav dilê Dewleta Morelos in. Li vê derê, tam berî sed salan, di dema şoreşa 1910ê de gundîyên dabûn pey Emiliano Zapata perwerdeyeke belaş û baş dixwest. Li vê derê weke li gelek gundên din ên meksîkî, ders bi navgîna televizyonên bi peyk –ji ber vê yekê navê wan bûye "tele-kolej"– tên belav kirin.

Gava dendemîtî dibe asayîtî

Bi sêl û bistên xwe yên wergir ên li ser banan, tele-kolej ji dûr ve tên nasîn. Li hundir, dîwarên spî yên du sinifên dersan hema bêje xipûxalî ne. Nexşeyeke Meksîkayê ya li tenişt texteyekî ku êdî ji bo wî tebeşîr bîranîneke têra xwe şîlo ye, hatiye daleqandin. Li nîvê sinifê televîzyonek li cihekî bilind hatiye danîn û pazdeh deqeyan carekê dersekê diweşîne (dûvre beşa reklamê tê). Hijdeh xwendekarên kolejî, ku ji sê astan pêk tên, ji alîyê du mamosteyan ve hatine dorpêç kirin. Bi dîtina we ev mamoste ji bo çi ne? "Şûna televîzyonê digirin" gava ku televizyon xira dibe, "û ev yek jî gelek caran diqewime", Ricardo Ventura, gerînende û mamosteyê sinifên navîn (asta ku dibe berdêla sinifa pêncemîn a fransî) wisa gazinan dike. Û bi rastî jî, piştî çil deqeyên weşanê, sînyala peykê qut dibe: Dibistan ji bo îro êdî girtî ye.

Di saeta pêşî ya serdanê de, çavdêr dikeve nav şik û gumanan. Sinifa pêşî baṣ guh da dersê, lê belê şagird pir jî ne kêfxweş in, ji livûtevgerên pêşkêşvana ku ji studyoya xwe ya li paytextê îdîa dike ku erdnîgarîyê fêrî wan dike. Di vê navberê de şagirdên asta sêyem (sinifa çaremîn a fransî), ên li heman holê ne, di xew re diçin, an jî qelemên xwe dicûn. Berîya ku dersa wan were weşandin, divê ew li bendê bimînin ku dersên sinifa yekem û duyem biqedin. Ne pirtûkek li ber wan heye, ne jî egzersîzeke piçûk da ku di van deqeyên vezelandî de sûdê jê wergirin. Hin ji wan carna li ekranê mêze dikin. Yek ji wan vê şiroveyê dike: "Dersên sala bihurî". Erê, lê bêyî deng!, ê ku hatiye kêm kirin da ku şagirdên sinifa pêşî bixebitin …
Bi mêzekirina ji bo kêlîyekê li televizyonê, perwerdekar tê derdixe ku dersa sinifa duyem hê nû xilas bûye û ew ê niha jî bi sinifa yên mezintir ve mijûl bibe. Ew pirtûkên dîrokê amade dike, lê belê pêşkêşvana ciwan, bi muzîk û lîstikên ronahîyê, dîyar dike ku êdî wextê "ewçend dihat payîn" yê dersa matematîkê ye. Di vê navberê de perwerdekar lêborîna xwe dixwaze û dibêje: "Bernameyê ji me re bi Înternetê dişînin, lê belê min nekarî e-maila xwe bibînim". Vê carê şagird çi bigire wê sê deqeyan bişixulin: Wergira peykê xira dibe, herkes derdikeve tenefusê. Di vê rewşê de gelo mamoste wê bê televizyon dersê bide? "Na, ev ders wê di nav hefteyê de careke din were weşandin. Bi her halî ji bo perwerdê wergirtina desteka vîzuel baştir e".

Li kolejên adetî, heşt mamosteyên bijarte mijarên cihêreng li hev parve dikin. Li tele-kolejan, tenê kesek heye. Di teorîyê de, saetên dersan eynî ne (ji 8ê heta 13ê), lê belê roja serdana me ji ber pirsgirêkên girêdanê dersan saet 10ê dest pê kir. Û di sê saetan de, şagirdan zêde ders nedîtin: Hinan ji xwe re wêne çêdikirin, hinan bi telefonên xwe yên mobîl li muzîkê guhdarî dikirin û komeke piçûk jî dibistan paqij dikir. Her du mamoste careke din dibêjin ku ders wê dotira rojê ji nû ve bên weşandin û hingê ew ê bikaribin hertiştî ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Lê belê dotira rojê wergira peykê nexebitî û mamosteyan, berîya ku şagirdan bişînin malê, meşek organîze kir. Ev, herî hindik, nêzî du dehsal in ku ev model a ku di 1968ê de li Meksîkayê hatiye afirandin, li nêzî tevahîya welatên Amerîkî tê pêk anîn. Doktora pedagojîyê ya li Zanîngeha Pedagojîk a Neteweyî, Etelvîna Sandoval rewşê wiha rave dike: "Heta ku kolejên nû bihatana saz kirin, ev formul di destpêkê de weke pêkanîneke wextî hatibû fikirîn, lê belê bi demê re bû mayînde. Bi wê çendê ku niha êdî ji her pênc kolejîyan yek jê li tele-kolejan qeydkirî ye". Çawa Partîya Tevgera Neteweyî (rasta lîberal) hat ser desthilatê, hejmara tele-kolejan jî hilkişîya: Di serdema serokatîya Vicente Foks de (2000-2006) ji sedê 117 zêde bû û ji 2006ê, dema hilbijartina Felîpe Calderón ve heta niha du qatan zêdetir bû. Îro ji sedî 20ê kolejîyên dewletê (ango 1.3 mîlyon zarok) li ber televîzyonan perwerdê dibînin, bi taybetî jî li gundewarîyê û kevîyên bajaran.

Herçendî tele-kolej didin zanîn ku di ezmûna Televîzyona Enlace de encamên herî xirab hatine bi dest xistin jî, li gor nirxandineke neteweyî ya her sal li hemû dibistanên dewletê û yên taybet ên welêt tê kirin, li ser zehmetîyên ku şagird li wan rast tên, pir kêm lêkolînên kûr hatine kirin. Li gor lêkolîneke ku di sala 2000ê de ji alîyê lêkolînera Enstîtuya Neteweyî ya Nirxandina Perwerdê, Annette Santos ve li ser 59 tele-kolejên derdorên cihêreng ên civakî ve hatiye kirin, (1) piranîya şagirdan di espanyolî û matematîkê de nagihîjin asta herî nizim a têgihîştinê û li kolejên adetî û teknîk rewṣ hê xirabtir e. Lêkolîner Santos encamê bi van gotinan îfade dike: "Tele-kolej bi awayekî pir xuyayî û beloq ne-yeksanîya civakî zêde dikin: Şagirdên herî xizan encamên herî xirab bi dest dixin". Ji vê jî xirabtir, herêmên ji derfetan herî bêparmayî zêdetir "tele-kolejên yekpare" ava dikin, ango ast û sinifên cuda hemû bi hev re bi tenê ji alîyê yek mamosteyî ve tên bi rê ve birin. Wezareta perwerdê bêyî ku gotinê zêde dirêj bike rasterast li xwe mikur tê ku ev demûdezgeh ji derfetan bêpar in: Di dema teşxîsên dawî yên ji hêla wezaretê ve hatin kirin, di sala 2003ê de ji van dibistanan li 5 hezar û 180an, ango ji sedî 30ê wan, aletên televizyonê tunene; li 2 hezaran jî … elektrîk tuneye. (2)

Ev kêmasî didomin, lê belê wezîr soz dide ku hemû kemûkurî wê bên telafî kirin. Xatûn Bernaldez soza ku dide wiha tîne ziman: "Serok Calderón bernameya bi navê "derfetên dijîtal ji bo herkesî"afirand û ev bername wê bikaribe zemîneke wisa çêbike da ku hemû tele-kolej di paşerojê de bi Înternetê ve bên girêdan. Tevî vê yekê jî ne mumkun e mirov bikaribe bawer bike ku ji bo vê bernameyê butçeyeke ewqas mezin bê veqetandin, ne jî di çarçoveya teqwîma dîyarkirî de ev bername bê bi cih anîn. Serdema desthilata Felîpe Calderón jî di vê navberê de wê di kanûna 2012ê de biqede. Lê belê ji bo lêkolînerê Enstîtuya Înternetê ya Zanîngeha Oxfordê Cristobal Cobo Romanî, yê ku li ser teknolojîyên nû yên di perwerdeya Meksîkayê de gelek lêkolîn kirine, "bi temamî ramaneke xeyalî ye ku mirov îdîa bike ku tele-kolej wê bikaribin bi lezeke wisa Înternetê bi kar bînin. Meksîka wê di demeke nêz de bi pirsgirêkên hê demdirêjtir re jî rû bi rû bimîne. Li Ewropayê, pirsgirêkên me yên wisa li herêmên gundewarîyê hê jî hene, tevî ku girêdana Înternetê gihîştiye asta zêdetirî ji sedî 65ê axa welêt".

Dîyar e ku çareserkirina pirsgirêkên dezgehî ancax bi berdêla kulfeteke pir giran a madî dikare pêk were. Halbûku, di navbera 2001 û 2008ê de, rêjeya hilberîna hundirîn a grûz, (PIB) a ji bo perwerdê terxankirî % 5.3 dakete % 5ê . (3) Ji 2006ê ve, eger em bi nimûneyeke muqeyesekirinê bidin, butçeya ji bo polîsan şeş qet hat zêde kirin. Li gor lêkolîneke 2010ê ya li ser rewşa dibistanên Meksîkayê, Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OECD) dest nîşan dike ku lêçûna ji bo her şagirdî/ê pir li bin ya welatên endam e: 2111 dolar li dibistana seretayî, beramberî sê qatan, ev hejmar 6741 dolar e ji bo endamên din ên OECDyê. (4) Li dibistana navîn, asta ku tele-kolejan jî dide ber xwe, ev rêje beramber 1ê 4 e: 1 814 dolar ji bo her şagirdî/ê li Meksîkayê, beramberî 7 598 li welatên endamên OECDê. Li alîyê din, rêxistin alîkarîya ku di nav pergala dewletê de ji malbatan tê xwestin, li van lêçûnan zêde dike. Li Amatlanê gerînende li xwe mikur tê ku "malbat bi xwe berdêla hertiştî didin, ji kaxezên avrêjxaneyê bigirin heta bigihe fatûrayên elektrîkê. Ti çareyeke din jî di destê me de tune: Ji bo berdewamkirina perwerdeyê tu butçeyeke me tine".

"Ji perwerdekarîyê bêhtir dîyardeyên xweser mijara gotinê ne"

Herçendî Rêveberîya Calderón di warê perwerdeyê de bêlivûtevger nema jî, tedbîra wê ya sereke malbatên ku zarokên xwe li dibistanên taybet qeyd dikin, ku bi qasî 2.3 mîlyon şagirdan in (beramberî 23.1 mîlyon şagirdên li dibistanên dewletê) xistin nava fikaran. 15ê sibata 2011an serok dîyar kir ku mehaneyên tên dayîn, wê êdî ji bacan bên daxistin –ev daxwazeke berê ya Dêra katolîk e. Lê belê Octavio Rodriguez Araujo vê yekê wiha şirove dike: "Tiştekî wisa ji bo çîna navîn a civakî xelatek e, lê belê ew di heman demê de ji bo welêt jî felaketeke nû ye, ji ber ku pê re, wê neyeksanî û bêdadîyên civakî zêdetir bibin".

An na, hewldanên hukûmetê, yên di bin navê "Hevgirtina neteweyî ji bo kalîteya perwerdê" hatine kom kirin, pir dişibin bernameya amerîkî ya bi navê "No child left behind" ("tu zarok li kevîyan nehatine hiştin"), ku ji alîyê yek ji pêşengên ku ew dida amade kirin, kevnecîgira wezîr Diane Ravitch ve jî, balkêş e ku, dihat rexne kirin.(5) Armanc? Bi "xelateke" diravî handana dibistan û mamosteyên ku di ezmûna televizyona Enlace de encamên herî baş bi dest dixin. Sandoval vê yekê jî wiha îzah dike: "Di encamê de ev yek hê jî tê wateya zêdetir kûrkirina neyeksanîyên heyî: Dibistanên seretayî û tele-kolej li nav xizanan wê hertim xwedî derfetên kêmtir bin, lewre xizan berdewam di ezmûnê de encamên herî xirab bi dest dixin".

Mamosteyên neçarî karûbarên dilxwazîyê dibin

Ji bo rayedaran, berpirsîyarên rewşa heyî mamoste ne. Bisporên perwerdeyê bixwe, berevajîyê vê yekê, ji înkarkirina pirsgirêkên ku mamoste bi wan re rû bi rû dimînin, gilî û gazinan dikin. Romanî vê yekê wiha tîne ziman: "Mirov nikare "bi yek çavî temaşeyî her kesî bike". Li qadê, mirov rastî rewşên pir cihêreng tê, û pirî caran jî li mamosteyên ku xwe sedî sed dane karê xwe rast tê".

Ev rewş li tele-kolej a bi navê José Vasconcelos, a li bajarê Nezahualcóyotl jî bi heman rengî ye – "Neza", weke ku ev nasnav lê hatiye kirin: "serhişk". Ev dezgeh neynika xizanîyeke pir berbiçav a vî bajarê xwedî milyonek şênî ye, li dozdeh rawestgehên metro yên li navenda dîrokî ya Meksîkoyê: Banên li ber hilweşînê, dîwarên bêsewax, camekanên şikestî. Avahîyên pir piçûçik bi sedan şagirdan tên dagirtin. Hewşa li pişt avahîya dersxaneyan jî berî demeke nêz hat biçûk kirin, dema li beşeke wê kantînekeke prefabrîk hat ava kirin, "bi xêra dêûbavên ku hatin di çêkirina wê de bûn alîkar", tîne ziman gerînende José Figueroa. Ew jî berî 43 salan, çawa ji dibistana normal derçûye, ji bo civîneke bi armanca avakirina yekemîn tele-kolejan, hatiye vexwendin. Ji wan rojan bi qasî tê bîra wî "wê demê, derfetên wan ji yên li Nezayê ne zêdetir bûn, lê belê qet nebe, bernameyên ku ji alîyê profesorên Zanîngeha Pedagojîk a Neteweyî ve dihatin amade kirin, pir baş bûn". Îro, heşt mamosteyên kolejê hema hema televîzyonê qet bi kar naynin. Ew dersan weke li kolejên adetî didin: "Helbet, ji bo vê, pêdivî bi amadekarîyê heye; lê belê şagird ji televîzyonê ti tiştî fêr nabin. Ev bername bi rastî jî eybeke mezin in. Tiştê tê kirin, ji pedagojîyê bêhtir efektên taybet in".

Weke li hemû tele-kolejan, li vir jî ders tenê danekî rojê tên dayîn. Îca, ji bo bilindkirina asta şagirdan, mamoste çalakîyên der-dibistanî amade dikin. Bêyî ti derfetên bicihanîna çalakîyan jî, wan giranî daye telafîkirina van kêmasîyên dewletê… Bi pergala xebata bi dil. Bi bikaranîna helbest an jî şanoyê, ew zendûbendê xwe ba didin ji bo ku şagirdan demeke dirêjtir li dibistanê ragirin. Bi vî awayî, dezgeha wan di ezmûna Enlace de encamên baştir bi dest dixe.

Di vê navberê de hukûmet hê jî giranîyê dide teknolojîyê. Ew pir bi coş xwe davêje ser tiştê ku ew weke "nûjen", "nûgir" û … "erzan" bi nav dike. Li alîyekî dewlet bi darê zorê dibistanên gihandina perwerdekaran digire, li alîyê din Enstîtuya Latîno-amerîkî ya Ragihandina Perwerdeyî (ILCE), rêxistina taybet a ku bernameyan difiroşe tele-kolejan, xwe amade dike ku rêbazeke dîjîtal a ji bo pêşdebirina qabîlîyetên wan, derîne pîyasê. Gerînendeya Enstîtuyê Patricia Cabrera li ser mijarê van agahîyan dide me: "Em niha ketina nav ponijîn û fikirîna li ser naverokên perwerdeyî yên ku mamoste bikaribin bi rêya telefona mobîl, an jî iPadê wergire. Em herwiha ketine nav hewldana têgihîştinê ka em ê çawa vê materyalê bi rêya Facebook û Twitterê belav bikin; ev e mijara danûstandinên me yên ku niha li gel wezaretê didomin".

Çareserîyeke teknolojîk ji bo biserûberkirina kêmasîyên pergala perwedeyî ya meksîkî: Gelo nebe ku ev ezmûn berê jî hatibe ceribandin?

Çavkanî

Anne Vigna: Rojnamevan

  1. Annette Santos, "Oportunidades educativas en telesecundaria y factores que las condicionan", Revista latinoamericana de estudios educativos, Centro de estudios educativos, Mexico, 2001
  2. "Situación actual de la telesecundaria en México", Subsecretaría de Educación Básica, 2003
  3. Komîsyona Aborî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Amerîkaya latîn û Karaîban (CEPALC), kanûn 2010
  4. "Mejorar las escuelas: Estrategias para la acción en México", Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OCDE), Paris, 2010
  5. Binêrin: Nivîsa Diane Ravitch a bi sernavê "Zû-çerxkirina Wezîreke Amerîkî", Le Monde diplomatique, cotmeh 2010

Wergera ji fransî: Baran Nebar