Di nava Ereban de dînamîkên çandî

Translator

Di nava serrûpela rojeva navneteweyî de, gelek caran bi rêya şîroveyên jeopolîtîk ve behsa cîhana erebî dibe. Herweha, raya navneteweyî balê dikişîne ser wan kêşeyên demokrasiyê û adaleta civakî jî ku di nava cîhana erebî de hene. Lê belê, haveynê çandî yê li vê herêmê nabîne û xwe jê re kerr dike. Digel ku ev dînamîka çandî fikr û kiryar û tevgerên herkesî diyar dike. Bi vî awayî, belavbûyina girêdana serê xwe ya li Rojhilata Navîn û welatên Mexribê (ji bilî Îran û Erebistana Suûdî) bêyî biryareke siyasî û bi tenê bi rêya zexta civakê ve pêk hat. Çand bi rastî jî dergûşa gotar û kiryaran e.

Di pêvajoya van du sed salên dawîn de, ulemayan hergav xwe ji şêwazên modern ên derbirînê parast, bi tirsa ku ew dê bibin sebeb ku xelk jiyanê û cîhanê, bi rêyên li derveyî şert û çarçoveya olî binasin û têbigihin. Wan çiqas dijayetiya wê kir jî, pirraniya berhemên hunerî û çandî, li bal alim û rayedarên olî, qabilî qebûlkirinê nebûn. Rast e ku hindek ji wan şêwazên afirandina hunerî (bo nimûne, wênesaziya hemdem), mohra Rojavayê li ser bû û bi tenê bala efendiyan (burjuwayên rojavadost) dikişand.

Ev xweşbîniya tevdîrî, ji çarçoveyeke fikrî ya teolojîk (kelam) dihat ku di wê çarçoveyê de ol di nava sînorên hiqûqa olî (şerîet) de asê nabe, belkî heta dereceyekê pirrengiyekê jî di nava xwe de dihewîne. Herçend qaîdeyên heyî bin pê bikin jî, weha hate qebûlkirin ku berhemên edebî û hunerî yên kêm-zêde sekuler (helbest, hunerên plastîk, destxet, muzîk) ne li dijî olê ne. Berhemên cihêrengiyeke berfireh û afirîneriyeke dilêr, parçeyê dîroka me yê navendî pêk tînin.

Mezinahiya Îslamê bi taybetî ji şiyanweriya wê ya damêtina hejmareke pirr a tesîr û çavkaniyên çandî dihat. Cîhana îslamî, mîrat û gerdîşên mezin ên edebî û feylesofiya klasîk diparastin, vedikolîn û pêş dixistin. Ji dêleva ku kitêban bişewitînin, kitêbxane ava dikirin ji bo parastina wan. Ev yek, ji bo dem û heyamên dirêj, bû depoya belgeyên avaker ji bo Rojavayê. Cîhana musulman têgihiştibû ku ev mîrat, ev kelepûr, sermiyanê rewşenbîrî yê hemû mirovahiyê ye.

Digel derhatina tevgerên tûndrew/binyadger, qaîdeyeke nuh xuya bû. Gelek caran jê re dibêjin "salafîst" ji ber têgihiştina wê ya ortodoksiyê ya berteng ku ew xwe dispêrê. Erê, ew rasterast weke îdeolojiyekê nayê pejirandin, lewre kêm caran bi rêya qanûnan û birêveberiyê ve tê destîşankirin, lê dîsa jî ev yek tiştekî ji hêza wê kêm nake; belkî bi pêçevane, tesîra wê xurttir dike. Ev îdeolojî, hêz û desthilata xwe êdî ne ji îktidara siyasî, lê ji wê wersiyona Îslamê ya tûndrew werdigire ku êdî di nasnameya erebî de cihekî navendî werdigire: ew êdî temsîla berxwedana li dijî rojavayîkirin û neo-kolonyalîzmê ye.
Heta çend dehsal berê, ev şêwaza oldariyê li neteweperestiya erebî ya serketî dialiqî. Îroj, dengên "sekuler" ên miyanrew bi xwe jî dudil in û newêrin bi awayekî aşkere dijberiya wê bikin: di kemîna nasnameyê de asê bûne û ditirsin ku ji aliyê rejîmê ve weke muhafezakar an jî weke komikên dijminên resenî û kevnariya çand û nasnameya erebî bêne naskirin.

Nimûneya heyirînê ew koma Fasiyên ciwan e ku havîna 2009'an, xwestin rojiya Remezanê bi pîknîkekê li parkeke giştî bişkînin. Ji bilî lehiya kerban ku ji nav refên oldar û îslamiyan rabû, Yekîtiya sosyalîst a hêzên gel [YSHG] jî, ku pêkhateya sosyal-demokrat ya herî mezin li welatî ye, doza pêdaçûn û cerîmekirina koma rojîşikênan kir. Vê « oldariya » çepgiran armanca xwe bi zimanê neteweperestan derdibirî, lewre bi ya wan, pîknîk/seyran kiryareke heqaretwarî ye bo çanda Fasê û xeternak e ji bo yekîtiya nasnameyî. Rayedar bi van îddiayan biryarê digirin ku koma ciwanan bi tawana "têkdana nizama giştî" bidin dadgehê; bê guman, li vir zagona sekuler di xizmeta dabînkirina nizama olî de ye. Zumreyên siyasî di helwêsta xwe de yekdeng bûn ku kêmtirîn averêbûna ji hukmên kitêbî [Qur'anî] jî dê neyê qebûlkirin.

Meydana siyasî bi vî rengî berebere dikeve nav sînorên çarçoweya qaîdeyên çandî yên hişk û tund, ku ew çarçowe bi xwe ji wan mecbûriyet û qedexeyan pêk hatiye ku ji xwendineke hişk û berteng a deqên olî hatine destnîşankirin. Ola ku bûye parçeyekî merkezî ya îdeolojiya serdest, ber bi wersiyona xwe ya salafîst ve dadikeve û sînordar dibe û di encamê de mentiqekê cî bi cî dike ku li gor wê mentiqê, çanda ku heta niha kafir bû, êdî ber bi xwedênenasiyê ve diçe. Li şûna feraseteke Îslamê ya bi çandê ve yekbûyî û girêdayî, şîroveyeke tundrew a şerîetê binecih dibe ku şikl û rengê çandê tayîn dike. Neqeba di navbera meydana pîroz a olî û qada kufrî ya çandê êdî vegirtî ne.

Digel vê hindê jî, ev dînamîka "salafîkirin"ê rêyê bi temamî li ber xelkî nagire ku berhemên çandî yên bi wasiteya televîzyon, vîdyo, înternet an jî edebiyata popûler têne belavkirin tahm bikin. Li hesabê herkesî tê ku çavkaniya vê pêdaçûn û serhişkiya li dû şêwazên modern bi tenê bi Rojavayê û pêvajoya globalîzasyonê ve were girêdan, yanî bibe "biyanî" an jî "xaricî". Fikreke weha bêguman dê neheqiyê li wê afirîneriya Ereban bike ku karîne pê şêwazên berhemhênana çanda hevçerx li şert û rewşa xwe bînin.

Li nav elîtan, wisa diyar e ku zewqek û elaqeyek ji bo hunerên modern bi pêş dikeve, ku bi sîstemeke handan û fînansekirinê ve tê destekkirin û di wê handanê de saziyên rojavayî, rêxistinên ne-hikumî (RNH) û monarşiyên Xelîcê pişkdar in. Li rexê xwe ve, bi elaqeya ku ji wan re bexş dikin, xelk jî heta dereceyekê para xwe ji berbelavbûyina şirketên navneteweyî yên hengê [entertainment] û medyayê werdigirin. Çavkaniyên berhemhênana çandî yên xwemalî jî li berbelavbûna berhemên Amerîkaya bakur zêde dibin, wekî kanalên agahiyan El-Cezîre û El-Erebiye, rêzefîlm an edebiyata popûler, bi taybetî namilkeyên pêşniyarên pratîk an jî evîndariyê, herweha pijiqîna afirîneriya muzîkî û hunerî ku bi rêya înternetê ve îmkan bi dest xist û, di nava ciwanên ereb de, bû armanca elaqeyeke mezin. Kawdaneke wisa bi awayekî wazjênehên bi xwe re wersiyoneke ticarî û "festîwalî" ya çanda erebî ya modern jî tîne; fenomeneke weha ku bêguman mexsûs bi cîhana erebî nîne, û ku berfirehbûyina wê bi saya serê karsazên mezin, teşwîqker û navbeynkarên lokal e.

Pirraniya van prêzeyên çandî ne xwedanê muhtewayeke olî ne. Di bin bandora globalîzasyonê de -û ne bi tenê rojavayî, belkî hindî, latîno-amerîkî û hwd.- îmajeke bi temamî sekuler didine der. Digel rabûn û hemleya Îslama siyasî, hewlên îslamîkirina huner û çandê nisbeten lawaz û bêfayde dimînin. Lê belê, hunermend û produktorên ku di bin pêwîstî û şertên dijber ên çanda globalbûyî û qaîdeyên olî de mane, bi dilxwazî qerekter û taybetmendiyên xwe yên "musulman" didine pêş, digel ku berhemên wan qet pêwendî bi olî nîne û carinan têkoşîna sekulerkirina civatê ye jî. Bi xwebicihkirina li jêr sîwana vê aîdiyetê, ew hunermend nasnameyekê ji xwe re pesend dikin, ne prêzeyeke olî.
Rengekî şîzofreniyê meseleya olî dagirtiye: di mehrema malê de, an jî li qadên nîv-giştî yên dûrî kontrolê, xelk çanda kufrî an jî derveyî olê dimezêxe; di meydana giştî û di nava xelkî de, mirov pirr hewl didin ji bo nîşandana nasnameya xwe ya musulman, bo numûne bi şiklê neçûna sînemayê, bi çûna mizgeftê, bi dirêjkirina ridînê an jî dapoşîna destmalê. Ev herdu qadên jiyana çandî di eynî wextî de û paralel diguherin û dewam dikin, lê nizama olî di qada giştî de hegamoniyaya xwe radigire.

Xelet e ku em rabin û vê diyardeyê bi dabeşbûn û ferqên civakî yên di navbera elît û tebeqeyên xelkê asayî ve rave bikin. Bêguman sedsala bihurî, burjuwaya rojavadost dikaribû bi zewqa xwe îstifadeyê ji her cûre berhemên çandî yên sekuler bike û xelkê asayî jî pirrî caran di nav dîwarên çanda adetî de dima ku wê çandê jî bi reng û serdestiya Îslamê ve şêweyê xwe girtibû. Ev cudayî û qutbûyina civakî, ne ku ji beyn rabû, lê belê ev qederê zêdetir ji bîst salan e ku pêşketinên di warê perwerde û xwendewariyê de, herweha pê re zêdebûn û berbelavbûyina amûrên peywendiyê -di serî de televîzyon û înternet-, ferq û cudayiyên di meydana civakî de serûbin kirin. Bihîstin û nasyarbûna digel ziman û çandên cihê êdî nema bi tenê îmtiyazeke çînên raser û elît e.

Naverokeke her cihêrengtir û çepereke her firehtir pêkhat. Ciwan, gellek caran bi zimanekî ji derveyî erebiyê, romanan dixwînin, li fîlman temaşe dikin, belgeyan raçav dikin, guhê xwe didin muzîkê, li blogan diniherin. Ew bi tenê wan berhemên çandî namezêxin, xwe baş fêr dikinê -hetta hindek caran ew bi xwe derdixine bazarê- kar û barên çandî yên di cewher de tesîr û têgihîştinên Rojhilat, Bakur, Başûr û bêguman, Rojavayê li ser zal in.
Cihêrengî û pirrcûreyîbûna çanda giştî, ser bi xwe û xwe bi xwe pêvajoyeke sekulerkirin û demokratîzekirinê bi xwe re nayne. Lewre, mirovê ku îroj romaneke evîniyê dixwîne dikare sibehê deqeke olî bixwîne; yê ku li pêş weşana Iqraa TV'yê, kanala peykî ku bo weşana Îslamî terxankirî ye, dest bi firavîna xwe dike, dikare şîva xwe li ber klîbeke Rotanayê, "MTV'ya erebî" , temam bike.

Salafîstan jî herwiha xwe bi şiklekî rêkûpêk li van alavên nû yên wek înternetê adapte kirine. Baş dizanin ka dê çawa wan ji bo berjewendiyên xwe de bi kar bînin. Di hişmendiya wan bawermendan de, mezaxtina berhemên çandî yên sekuler divê wek "guneheke xef û nepenî" bimîne; ji bo rejîmên otorîter, divê ew berhem di nav çarçoveya zewqwergirtin û hengê de bimîne û qet encameke wê ya civakî û siyasî nebe. Û her kesek divê riayetê li qaîdeyên salafîstiyê bike, herçend di qada arizî û şexsî de jî be.

Diyardeyeke nakokbar e, lê wisa diyar e ku têperbûn an jî îhlalkirina şertên kitêbî di "heng" û pratîkên nava malê de, bi tenê bi kêrî zêdekirin û bihêzkirina desttêwerdana oldariya tundrew tê: lewre, têperbûn an jî îhlalkirin tevgereke şexsî ye, qaîdeyên salafîst giştî ne. Pêkgihiştina van her duyan rêyê li ber durustbûna hêzeke îdeolojîk a "nerm" vedike ku ji sansureke burokratîk xurttir e.

Ev şîzofrenî bêguman li zimanî nabuhure, lewre ziman qorzîberê çandê ye. Ji qedîm heta nuha, ûlemayê hergav nivîs wek balatirîn awayê derbirîna rewanê mirovî nirxandiye û bi vî rengî qedr daye nivîsê. Digel vê hindê jî, wêjeya erebîziman di nava civakê de xwedanê cihekî marjînal e, ji ber ku rewşenbîrên ereb bi zimanê ku gelê wan pê diaxive nanivîsin. Neteweperest û oldarên tundrew li ser xalekê digihine hev: bi tenê erebiya klasîk, yanî zimanê Qur'anê (foşe), wek alavê derbirrîna çandî qebûl dikin. Ji bo hindekan, foşe, xerca neteweya erebî ye; ji bo hindekên din, ew xet e ku cîhana musulman, yanî ummetê musulmanan pêk ve digire. Ev hişmendî û têgihiştina hanê bêguman girîngiyê nade wan ferq û cudahiyên kûr ên di navbera erebiya klasîk, ku li derveyî medreseyên olî kêm caran pê diaxivin, û erebiya kolanê, hetta erebiya "standard" ya di medya, axaftinên cemawerî û çîrokên popûler de serdest e. Ji bo nivîskaran, ev mijar gellekî aloztir e, lewre roman çeşneke şikber e, ji ber ku roman pirsên hebûnê di nava xwesepandina du şertan de kişf dike: yek, bi rêya xwenîşandana li aliyê olî û yek, bi rakêşana zimanê erebî ya ji sînorên fosheyê bi wêdetir. Ev qutbûn, rêyê li ber rabûn û berbelavbûna derbirîneke popûler a bi rêya wêjeyê digirin.

Her heman zehmetî û kêşe di meydana huqûqî de jî tên dîtin. Her dewletek wersiyona xwe ya zagonî û "îslamîbûn"ê destnîşan dike; gellek caran di zagona wan de qaîdeyên huqûqa modern têne bicihkirin, lê herweha şerîetê wek çavkaniya zagondariştinê ya bingehîn nas dikin. Vê duseriyê, heta niha ihtîmal û derfetên siyasî sînordar kirine. Lê belê, dîsa di vê qadê de jî, dasepandina rêzik û qaîdeyên olî, hergav biryar û awayê birêveçûna fiîlî ya dadgeh û birêveberiyan diyar nake.
Bi rêdan û qebûlkirina salafîkirina qaîdeyên olî di meseleya exlaq û tevgeran de (fişara bi pênavê dapoşîna destmalê, girtina sînemayan û hwd.), dewleta erebî ya modern, siyaseta xwe ya hevkariya nerasterast ya digel wê ulemayê, yanî parêzvanên resmî yên Îslamê peyttir dike ku ev civata ulemayan jî wisa diyar e ku ji veguhartina rejîmê bêtir, li dû wergirtina her zêdetir qencî û îmtiyazan e. Dewlet heta dereceyekê dikare bi wan îslamiyên "miyanrew" re bigihije lihevhatinekê ku bernameya wan îstifadekirina ji îdeologên olî ye -ne ku îstifadeya ji hêza polîsî- ji bo binecihkirina serweriya oldariyê ya di nava civakê de. Bi vî rengî, meydana ku dewlet xwedîgotiniya xwe tê de diyar dike bi qedexekirina şert û kiryarên herî tundrew ên şerîetê (bo nimûne, recmkirina jin û mêrên ku ketine têkiliya cinsî bêyî ku zewicîbin) sînordar e. Ev yek rê didiyê ku qedrê wê li bal miyanrewên navxweyî û çavdêrên rojavayî bilind bibe ji ber ku nahêle îslamîbûneke temamî bi cih bibe, lê belê di heman demê de serdestiya salafîzmê wek qaîdeya sosyal binecih û qahîm dike.

Li aliyê din, rewşenbîrên alîgirên sazkariyên demokratîk li dû parastina dewletê ne li dijî gefên ûlema û tevgerên tundrew. Beramberî vê yekê, carinan razî dibin ku piştgiriya rêveberên xwe bikin. Bi dîtina wan, hikumetek herçend gellek otorîter jî be, karesateke ji îslamîzmê siviktir e, ji ber ku qet nebe hindek meydanên azadiya çandî diparêze û pêla hêviyên azadiyeke berfirehtir ji bo paşerojê radigire. Di heyema salên 1990'î, rewşenbîrên laîk bi vî rengî piştgirî dane dewleta Cezayirê di têkoşîna wê ya li dijî îslamiyan de. Li Misrê, nivîskar Seyîd El-Qemmî îstifade ji parastina dewletê kir gava ku bi fetwayekê ceza (yê kuştinê) lê hate birrîn. Hetta gelek qedrê wî hate girtin û alîkariyeke mezin jî pê hate kirin.

Digel ku kes pê xweş nebe jî, dewlet carinan digel hindek rêxistinên îslamî, bo nimûne, yên weke Biraderên Musulman kêm-xeternaktir têne zanîn, li hev were. Hetta carinan dikare heta wê dereceyê jî biçe ku, bi navê muxalefeta xweşdîtî, di meclisê de xerentiya kêmayetiyeke sabîd jî bide wan. Lihevhatineke bi vî rengî derfetê dide dewletê ku hem cîhadgeran û hem jî wan îslamiyên ku dixwazin sîstema siyasî di nav re veguherînin serkur bike.
Dengeya hessas ku di nava aktorên civakî yên cihê de serdest e, destê desthilatdariyê xweş dike û dike ku di siyaseta xwe ya zext û tepeserkirinê de berdewam be, erê, dîsa bi awayekî bêinsaf lê belê êdî li ser armancên diyartir dibe fişar û zext û herwiha rêyê li ber dasepandina qaîdeyên salafîst jî vedike.

Ev rewşa hêvîşikên di nav rewşenbîran de bi tezahûra şêweyên meyl û encamên siyasî yên cuda tê ber çavan. Li aliyekê, cûreyeke "reva mêjiyan" a rastî û vîrtûel li kar e. Hejmareke hunermend û nivîskar êdî li derve dijîn an jî karê xwe ji bo cemaeteke dûrî welatê xwe dikin. Xwe wek "ereb" û "musulman" didin nasîn, ne wek misrî an jî tunisî; ji xwe re nasnameyekê diyar dikin ku hêmanên avaker ên wê nasnameyê pirr nêzîkî nirxên salafîzmê ne; bi foşe dinivîsin û wisa digirin ku "ereb" û "musulman" yek tişt in. Endamên diyasporayeke coxrafîk an jî îdeolojîk in û lewma digel welat û xelkê xwe peywendiya wan namîne, û axir, êdî bêtir nasnavê giştî yê "ereb" tercîh dikin. Digel vê hindê jî, qet xema birêvebiran nîne gava ku rewşenbîrên wan radibin û dikevine dû dozên hevpar yên weke Filistîn û Iraqê; yanî heta ku li ser dika siyaseta neteweyî dest bi çalakvaniyê nekin ji bo rêveberan sebebek nîne ku pê aciz bibin.

Bi qasî ku rewşenbîr li hember dubendiyên civakî yên li welatê xwe rêya xemsariyê didine ber xwe, ewqas jî bi dilxwazî berê xwe didine dergehên civaka navneteweyî; lewma bazarên lokal bi tenê dibine bingehekî teng û piçûk ku hunermend û nivîskar bikarin xwe bispêrinê. Nebûna polîtîkayeke neteweyî ya piştgiriya afirandina hunerî dike ku produktorên berhemên çandî her bêtir şexsî û depolîtîze bin, û herweha berê xwe bidine derveyî welatî ji bo cemaet û çavkaniyên dahatan. Gellek ji piştgirên darayî, ji bo veguherandina civakê, meydana çandî ya "pak û nezîh" tercîh dikin. Bo nimûne, rewşa weqfa Fordê weha ye, ya weqfa Soros û ya zanyarîhezên ji monarşiyên petrolê jî weha ye. Bi vî rengî, galeriyên hunerî û wîtrînên şîk û luks ên Xelîcê birrên berhemên li ser navê nasnameya ereb-musulman numayîş dikin, lê belê ji ber sponsorên wan ên rojavayî, ew pêşangeh ji civakê qutbûyî û dûrî wê dimînin.

Di meydana romanê de, çend navendên reqîb berhemên "herî baş" ên çanda erebî han didin: xelata Emirates Foundation International bo romanê; xelata edebî ya Blue Metropolis Al-Majid Ibn Daher (Lubnan); xelata navneteweyî bo fîksiyona erebî, digel Booker Foundationê (London).

Reng e qet kêşe nebe ku hunermendên herêma me bi aramî û bi hejmareke mezin beşdariya di yariya çandî ya cîhanî de bikin -hetta belkî ev awayekî pêşketinê jî be. Lê belê, dibe ku hunermendê "ereb" yê ku li ser dika cîhanî dibe xwedanê qedr û qiymetê, ji gelê welatê xwe bi dûr bikeve. Û bi vî rengî, çi rola azadkir û gorankir hebe, wê jî ji dest bide.

Bêşik e ku înternetê qadên nû vekirine bo berhemhênan û mezaxtina alavên çandî. Lê belê, çendî îmkanan ji bo tevgereke muxalif a heyî durust bike ku di çalakvaniya xwe de karîgertir be jî, Tor û Înternet bi xwe hişyarî û şiûreke siyasî çênake. Dibe ku bibe alavek ji bo bihêztirkirin û berbelavkirina çalakvaniyekê, weke ku li Misrê qewimî, lê belê ew bi tu awayî cihê wê xebata meydanî ya sebirkêş nagire ku ji bo birêkxistina têkoşînekê şert e .
Li aliyê din, cîhadger jî bi rexê xwe ve înternotên [bikarhênerê înternetê] ecêb dahêner in; lewre di propagandayên wan yên înternetî de ji qerfê bigire heta bi îlahî û sirûdan gelek rêbaz hene. Baweriyên wan yên olî digel nûkariyên teknolojîk sazgar dibin, reng e ji ber wê cudakariya hanê be ku dixine navbera şexsiyeta kesê "ramyar" (yê rêzdar) ("mûtafakir") û yê "rewşenbîr" (şermezar) ("mûthaqqaf").

Înternet wekî din, digel faktorên din, dibe binasê xwecudakirina kesan û parçebûna civakê. Bikarhênerên înternetê bi pirranî dûrî çavan –gellek caran bi awayê nihênî- di ekranên kompîturên xwe re danûstendinan dikin. Nihênîbûn rê dide acizan ku tundrewiya xwe derbibirin bêyî ku bi tu awayî rîska rûbirûbûna bi dijminê xwe re hilgirin û bikevin ber xetereyên encamên ku ihtimal e ji rûbirûbûneke wisa derbên. Lê ew dikarin li ser înternetê hem tinazên xwe bi desthilatê bikin û hem jî xwe ji cîhana rastîn rizgar bikin.

Hunermend û rewşenbîrên ku terka wê rola xwe ya ku berê pêk dianî (û ku hêj jî carinan li welatên musulman ên wek Îran û Turkiyeyê pêk tînin) kiriye, êdî nema pêşeng û serkêşên tevgereke civakî, siyasî û çandî ne. Zumreya wan êdî her bêtir ji wan elîtan pêk tê ku li ber sî û starên dewletê lûsiyane an jî xwe dane bin çengên parastina çend dewlemend û hêzdaran. Îmaja hunermendê berhelistkar û muxalif, ku berê di şexsê nivîskarê misrî Sonallah Ibrahîm an jî koma muzîka fasî Nass El Ghiwan de berceste bûbû, êdî şûn jî lê nemane. Bo nimûne, li Misrê, wênesazê avangard Faruk Hosni niha wezîrê çandê ye. Li Sûriyê, wergêra berhemên Jena Genet, Hanan Kessab Hassan, di sala 2008'an de wek serperiştkara giştî ya “Şam, paytextê erebî yê çandî" hate tayînkirin ku bernameyeke bi pişkdariya Unesco'yê ye. Çendîn balkêş jî bin fikrên wan yên di derbarê çand û civakê de, hunermendên mîna Wael Chawki (ku berhemên wî li bienala Îskenderiyeyê hatine numayîşkirin) an jî Hala El Koussi (xelatgira xelata Abraaj Capital Art ku li Dubaiyê bi rê ve diçe) xwe ji her çi helwêst û dozkariyeke polîtîk diparêzin.

Modernîzebûna bizavên çandî yên cîhana erebî dibe ku pêvajoyeke berdar digel xwe bîne. Hunermendên ku xwe di nava wan bizavan de dibînin, dibin xwedanê sermiyaneke sembolîk an jî awayekî prestîjê ku dikarin ji bo handan û pêşxistina guherînên li welatên xwe bi kar bînin. Teqez e ku rewş û rêveçûna heyî nabe çare ji bo kêşeyên heyî, lewma kişfkirina meydanên nû yên azadî [otonomî] û hewl û ceribandinan dikare rê bide ku li hember desthilatdarên zordest, ku hikumê li para mezin a cîhana erebî dikin, muxalefetek pêk were.

Tiştek heye ku divê şika kesî tê de nebe: ji bo ku karê hunerî û rewşenbîrî rêyê li ber demokratîzekirina siyasî û civakî veke, şert e ku li dijî qaîdeyên salafîst her li ser erdê wê têkoşîn were kirin, bi rêya danana alternatîfeke pêbawer. Aşkere ye ku modeleke hazir û çêkirî bi kêr nayê; girîng e ku ji kaniya adetên erebî û musulman vexwe ku, bi sedan salan, meydanên azadiya çandî her bi wan firehtir bûne. Ew qaîde û modela ku li cîhan û nirx û adetên me tê, divê bibe yek ji stûnên hemû projeyên rasteqîn yên demokratîzekirinê. Diyar e ku ew qaîdeya nû nikare li ser înkara kêşe û karesata salafîst ava bibe. Û ne jî bi rêya serşorkirina li ber şert û dasepandinên wê ve.

Çavkanî

Hicham Ben Abdallah El Alaoui:
Endamê lijneya birêveberiya Freeman Spogli Institute for International Studies (Freeman Spogli Institute bo Lêkolînên Navneteweyî), û lêkolîner di Center on Democracy, Development and Rule of Law de (Navend ji bo Demokrasî, Geşepêdan û Hukmê Qanûnê) li Zanîngeha Stanfordê (Californie); serokê lijneya rêveberiya Center on Climate Change and the Challenge to Human Security (Navenda ji bo Guherîna Klîmayî û Metirsiyên li ber Ewlehiya Mirovahiyê), Zanîngeha Californie; endamê lijneya şêwirdariya Human Rights Watch (Çavdêriya Mafên Mirovan).

  • Bi destê mîrê suûdî Al-Walid ben Talal hatiye avakirin. Bixwînin : Yves Gonzalez-Quijano, « Le clip vidéo, fenêtre sur la modernité arabe », « Culture, mauvais genres », Manière de voir, n° 111, hezîran-tîrmeh 2010.
  • Weke ku li Misrê « serhildana Facebookê » ya li dijî serokdewlet Moubarak di bihara 2008'an de nîşan da.