Di nava werçerxeke gerdûnî de

GLOBALÎM HÊMANEKE AŞTIYÊYE?
Translator

Ya rastî ew tiştê ku mirov bi awayekî lezgîn û bi kurtî, navê “globalbûnê” lê dikin, yan jî bi navê gelekî îdeolojîk ê “gerdûnîbûnê” dihê nasîn, bi awayekî gelekî nakok pêk hat. Yên ku ev nav lê kirin jî guman nedikirin ev nakokî ew qasî mezin e. Wan xwest ku li ser mirovan ferz bikin da ku bibin xwediyê nihêrînekê ku pesnê dîroka modern bide. Wan her weha ya bihurî yan ji bîr dikir yan jî piçûk dixist, sedemên muxalefetan ku bandor li serdeman kiribûn îhmal dikir. Wan yan lîberalbûnên li pergala nû ya dinyayê hemû piçûk dikirin, yan jî wekî kevneperestî dinirxandin.

Lê belê şîrovekirineke gelekî cuda guncan e. Robert Bonnaud, analîstekî dem û werçerxên diyarker ên dîrokê, weha rave dike: “Di sedsala 20’an de, êdî dîrok ji navendîbûnê û ji serweriya Rojava xelas bû. Hetta digel afirandinên teknolojîk jî pêşveçûn êdî bi awayekî heqanîtir belav dibûn. ... Ji ber ku ji salên 1970 û 1980’î û vir ve, vê rewşê rê li ber rewşeke berevajî vekir. ... Gelo wateya wê ew e ku ji bo ji çar paran sisiyê mirovatiyê hatiye dawiya dîrokê? ” Ya rastî armanca sereke ya destwerdana nihêrînên li ser globalbûnê ew bû ku, serdestiya aborî ya Rojava'yê di bin kirasê gerdûnîbûneke erînî û xwezayî de rewa bike.

Nezanîn û nehesibandin du tişt in ku di bingeha vê nihêrînê de ne: Ji aliyekî piraniyê ve globalbûnê ku îro li dar e û baş girêdayî şert û mercên heyî ye, bi tenê globalbûneke pirsgirêkên aborî ye; ji aliyê din de jî bi hev ve girêdayîbûna bûyerên dîrokî yên cihanê ne, diyardeyeke nû ye. Beriya sedsalek û nîv, dîroknas û fîlozofê fransî-îtalî Joseph Ferrari weha nivisîbû: “Di dîroka min a şoreşên Îtalyayê de, min nîşan da ka çawa dewletên gelekî ji hev cuda, bêyî ku pê zanibin, di heman rêyê de bi hev re dimeşiyan ... [ez hewlê didim rastiya] van giştîkirinan [bidim fêm kirin] ji bo vê jî rewşa dinyayê bi mînaka Çîn’ê diyar dikim .” Heger em wisa lê binihêrin, wê demên dîrokî hemû wekî gerdûnîbûneke, yan jî bêhtir wekî bûyereke cihanî bên dîtin. Wê gavê bi tenê pirsek dimîne; kîjan bûyerên cihanî girîngtir in û kî ji wan kar dike.

Bi awayekî têra xwe derengmayî, Navenda Neteweyî ya Lêkolîna Zanistî (CNRS) di sala 2008’an de ev pirsa girîng kir: “Gelo gerdûnîbûn hêmaneke aştiyê ye yan na?”. Hin encam di heman demê de hem têkîliyên îro yên navneteweyî û hem jî yên şerên dema bihurî ronî dikin: “Çendîn welat ji bazirganiya navneteweyî re vekirî dibin, xetera qewimîna şer li cem wan ew qasî mezintir dibe. Bazirganiya dualî di navbera du welatan de îhtîmala şer kêm dike. Bazirganiya bi temamî ya piralî di navbera van her du welatan û welatên din ên cîhanê de, îhtîmala ku di paşerojê de şerek di navbera wan de derkeve, zêdetir dike. Têkîliyeke li ber çavan û eşkere di navbera bazirganiaya cîhanî û derketina şeran de tune ye (1870-2001) .”

Îro, lawazbûna dinyaya yekqutbî, ya ku dema sedsala bihurî qulipî sedsala nû, pêk hat û derket li ser dika bazirganiyê, pêşketina welatên nû (Brezîlya, Çîn, Hindistan, Afrîka’ya Başûr...) ku xwediyê demografiyên dînamîk in, van dijberiyan xurttir dikin. Ji ber ku neolîberalîzm tiştên gelekî girîng vediguherîne çavkaniyên kêm peyda yên wekî – av, erdên berhemdar cotkariyê, sotemeniyên fosîl, û hwd...

Erê, sexlembûn û pêşdetirbûna berjewendiyên Rojava karibûn îluzyona hebûna mêzîneke cîhanî ya nisbî peyda bikin. Tevî ku kirrînûfirotinên transatlantîk (yên di navbera parzemîna Amerîka û dinya mayî de) hîna bi rola motorê bazirganiya navneteweyî radibin, wisa xuya ye ku hêza amerîkî garantiya seqemgîriyê ye. Lê dinyaya yekqutbî ku bi salên 1990’î re ava bû, nakokiyên heta vê demê kifş nekirî, darî çav kirin.

Planên vejandina aborî ku li pey hev hatin, seqemnegîriya aboriya amerîkî nîşan dan. Ji dema ku amerîkiyan Iraq dagir kir, an ku ji sala 2003’an, û vir ve, Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê lawazbûn û bi têkçûna hard power (hêza hişk) a leşkerî diêşin. Derfetên budçeya wan êdî têra lêçûna wan nake û hêzên serbazî bi xwe ketine rewşeke mîna krîzekê. US Air Force (Hêzên Hewayî yên DYA’yê), Navy û marines (hêzên deryayî) dibînin ku alav û cîhazên wan êdî kevin bûne û lêçûnên tamîrkirinê jî giran dibin. Her çend îhtîmala êrîşbirina ser Îran’ê heye jî, çi bi awayekî sererast çi jî bi alîkariya Îsraîl’ê, wisa xuya ye ku “Siyaseta bi darê zorê” êdî ne realîst e, guncan nîn e ku bi ser keve. Bi ser de jî, rejîmên ku rola Amerîka’yê li herêma xwe bi cih dianîn, yên wekî rejîma Misir an jî ya Cezaîr’ê, westiyayî û bêbandor xuya dibin.

Wisa xuya ye ku pardariya transatlantîk’ê ya kevin gelekî serûbinî hev bûye û bazirganî ku şerta teorîk a tekîliyên baş e jî nîşanên kêmbûna xwe dide der. Li ber vê rewşê Konseya Aborî û Civakî ya Fransî vê tespîtê dike: “Bazirganên cihê ku bi taybetî Yekîtiya Ewrûpa’yê û Amerîka li ber hev radikin, xisletên wan ew in ku qanûnên çareserkirina lihevnekirinan ên Saziya Bazirganiyê ya Cîhanê her diçe kêmtir pêk dihînin. ” Naxwe em ê çawa ji hebûna ahengekê bawer bikin ku heta niha wekî rastiyeke dîrokî ji me re qala wê dihat kirin? Di sala 2005’an de Axel Poniatowski di rapora Komisyona Kar û Barên Derve ya Meclîsa Neteweyî ya Fransa’yê (Assemblée Nationale) de van bûyeran weha analîz dike : “Gelo Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê û Ewrûpa êdî di du dinyayên cuda de dijîn? Axaftinên li ser têkiliyên transatlantîkê gelek caran rê vedikin li ber axaftineke li ser dêmdirêjiya nirxên hevpar ên di navbera her du parzemînan de ”.

Ewrûpa, ku di warê mezinkirina bazara xwe ya yekane de gelekî pêşveçûyî ye, bi xwe jî dibîne ku hêzên navendî bandorê lê dikin. Her çi qas li aliyekî zêdebûneke gelekî eşkere ya bazirganiya navbera dewletên Ewrûpî ji demê avabûna wê heta bi salên 1990’î pêk hatibe jî, digel firehbûna Yekîtiya Ewrûpa’yê heta bi 27 dewletan, êdî piştgirtiyê mezinbûna vê bazirganiyê ji firotinên ber bi derveyî welatên Ewrûpa’yê ve kêmtir e. Bazirganiya di nava qada euroyê de jî, bi awayekî eşkere kêm bû.

Bi awayekî paralel, têkiliyên siyasî yên nav Yekîtiya Ewrûpa’yê bi kûrahî pêş ve çûn. Ji dema hilweşîna Dîwarê Berlîn’ê ya di sala 1989’an de û ferehbûna Yekîtiyê ya di sala 2004’an de bi tevlêbûna welatên rojhilata Ewrûpa’yê pêk hat, Almanya êdî dibe navenda jeostratejîk a Parzemîna Pîr (Ewrûpa wisa dihê binavkirin). Wekî sembola vê girîngiyê Almanya di nava koma têkildariyê ya sebaret bi pirsgirêka bernameya navokî ya Îranê cihê xwe digire . Dadgeha Destûra Bingehîn a Almanya’yê ya li Karlsruhe, bi qebûlkirina Peymana Lîzbon’ê, wateyeke huqûqî da vê rewşê. Lê belê dadgehê xwest ku “ji bo ewlekirina kêrhatîbûna mafê hilbijartinê û ji bo parastina mafê biryardayîna xwe ya demokratîk" tedbîr werin girtin . Dadgehê hebûn û bêdawîbûna gelê alman û nebûna gelê ewrûpî jî di biryara xwe de derdixist pêş.

Lewra hem yekbûn û ahenga Yekîtiya Ewrûpa’yê bi awayekî eşkere û hem jî zêdebûna nelihevkirin û nakokiyên navxweyî di heman demê de hene. Bi vî awayî du tişt bi hev re pêk dihên: Li aliyekî rêvebirên ewrûpî pêkanîna peymaneke wekî ya Lîzbon’ê – di salên 1990’î de çêbûye - bi darê zorê ferz dikin, li aliyê din de jî Joschka Fischer, wezîrê berê yê Karên Derve yên Almanya’yê balê dikişîne ser dawiya vê demê û dibêje: “Dibêjin îro em êdî euroyê di bazarê de bikar nayînin. Em dibin wekî alîgirên De Gaulle... em Ewrûpa’yê her ku diçe zêdetir wekî amûrekê dibînin, ne wekî projeyekê. ”

Ji van hemû bûyeran, ya ku em karin derbixin bi tenê jinûvepêkanîna mêzînê ye.
Helbet, eger mirov bawer bike ku Yekitiya Ewrûpa’yê, du-qutbiya Dewletên Yekgirtî û Çînê û veguherandina G-8’an, heta ku bibe G-20, wê destûrê bidin ku karê cîhanê baştir were birêvebirin - bêyî ku guman ji “rêvebiriya baş” were kirin. Lê belê dinya jixwe hem di nava hewldaneke parastina vê aramiyê de ye û hem jî di nava jihevketineke berevajiyê vê rewşê de ye.

Seqemnegîriya di navbera ahengeke kevin û yeka din de ku nû ava dibe, bi tevneke tevlihev a hevgirtinan ên ku dirûvê wan diguhere dihê karakterîzekirin. Li hemberî globalbûna darayî, ruh careke din bi stratejiyên neteweyî dihê: Welatpareziyeke aborî û civakî li Almanya’yê û Rûsya’yê çêdibe. Ev welatparêzî li Amerîka’ya Latîn rengekî wisa digire ku li ber pergala global bêhtir radibe.

Hejmara komên dewletan ku bi peymanên fermî girêdayî hev in zêdetir dibe: Paralelî Yekitiya Ewrûpa’yê, peymaneke wekî ya Kirînûfirotina Serbest a Bakurê Amerîka’yê (NAFTA ), Bazara Hevpar a Başûr (Mercosur ), Yekîtiya Neteweyên Başûrê rojhilata Asya’yê (Asean ) hatin mohrkirin. Çîn îro ew dewlet e ku Japonya herî zêde pê re bazirganiyê dike. Japonya jî nîvê kirînûfirotinên xwe yên derve bi herêma ji Koreya Başûr û Çîn heta bi Awûsturalya’yê re dike. Di heman demê de koma dewletan a ku ji Brezîlya, Rûsya, Hindistan û Çînê pêk dihê (BRIC ), bi awayekî fermî doza ahengeke nû ya aborî ya navneteweyî dikin; weha dihê gumankirin ku “giraniya wê (BRIC) ya di aboriyê de ku sala 2004’an ji sedî 10 bû, sala 2025’an ji sedî 20’an bibihure. ”

Ev piştgirî û hevgirtinên nû, pergala aborî ya heyî ya serwer hem rexne dikin û hem destek dikin. Binketinên wekî ya dewra Dohayê (peymaneke 3 salî) li ser bazirganiyê, û wekî civîna bilind a Kopenhag’ê ya li ser avûhewayê, vê yekê nîşan didin. Netewepareziyên aborî ku li hemberî vê pergalê radibin, bi awayekî radîkaltir derdikevin pêş. Ev yek bi mînaka Rêxistina Hevkariya Şangay’ê (OSC) baştir dihê fêm kirin: Bêguman li aliyekî armancên wê yên aborî hene, lê li aliyê din jî rûyekî wê yê gelekî siyasî derdikeve holê û çalakiyên serbazî yên rûs-çînî organîze dike û tatbîkatekê ku dişibe dagirkirina Taywan’ê pêk dihîne.

Li parzemîneke din, Hevgirtina Bolivarî ji bo Gelên Amerîka’yê (ALBA ) welatên Amerîka’ya Latîn û yên Karaîban li hev dicivîne. Ev welat li dijî serdestiya kevneşop a amerîkî ne. Prensîba serweriya gel derdixin pêş û serdestiya dolar jî bi avakirina Sîstema Yekane ya Berdêla Buha ya Herêmî (SUCRE ) red dikin. SUCRE pereyekî hevpar bû û di 16’ê Nîsana 2009’an de hat qebûlkirin. Avabûna Yekitiya Neteweyên Başûrê Amerîka’yê (UNASUR ), nemaze zêdetir otonombûna Brezîlya’yê bi xwe re anî.

Di “dinyaya nû ya pirqutbî” de, heman beşdar dikarin hem li dijberî hev bin û hem jî hevalbendê hev. Bi vî awayî Rûsya û Çîn ku endamên BRIC’ê û Koma Şangay’ê ne, nihêrînên dijberî terorîzmê yên Washington’ê qebûl dikin ... û tekîliyên xwe bi Tehran’ê re jî qut nakin. Pekîn a ku bi kirrîna bonoyên Xezîneya Amerîka’yê ewlekariya dolar misoger dike, qala derfeta avakirina bazarekê dike ku ev bazar wê bi pereyê asyewî bixebite. Pişt re jî heman Pekîn qala, endekskirina yuanê (pereyên Çîn’ê) bi ya dolar dike. Têkiliyên Brezîlya û Washington’ê baş in, belê têkiliyên wê û rêvebiriya Havana’yê jî baş in. Ew piştgirî dide Tehran’ê da ku bigihîje hêza navokî ya sîvîl. Serokdewletê Venezuela’yê Hugo Chavez li welatê xwe li ser navê laîkbûnê, li dijî hiyerarşiya katolîk têdikoşe û di heman demê de rejîma dînî ya Mahmûd Ehmedînejad erê dike û vê yekê eşkere nîşan dide. Serokdewletê Bolîvya’yê Evo Morales, ku hevalekî baş ê Serokdewletê Brezîlya’yê Luiz Inacio Lula da Silva ye, dewra G-20’an red dike ... Brezîlya bi xwe di G-20’an de bir rola xwe radibe.

Di hewladana nîşandana nerazîbûna ji yên alîgirê azadiyê û serxwebûnê de, hêzên muhafazakar piştgirtiya darbeya serbazî ya li Honduras’ê dikin, gefan li Venezuela’yê dixwin, yan jî dema rastgir li Şîli’yê dibin desthilatdar hev du pîroz dikin û kêfxweşiya xwe nîşan didin. Îluzyonên li ser gerdûnîbûneke bi exlaqtir, civakîtir an jî ekolojîktir û aramtir zêde dibin. Tevî ku navgînên hê jî dewamkirinê yên pergala heyî hene jî, krîza îdeolojîk a gerdûnîbûnê ku navenda wê Dewletên Yekgirtî ye, baweriyê bi vê pergalê hebû, lawaz dikin. Krîza aborî ya sala 2008’an vê yekê eşkere dike.

Hevgirtinên nû yên zêde yan jî potansiyela hevgirtinên nû, nîşana lêgerîneke paradîgmayeke nû ye, ya ku karibe wan marjînal bike. Dîroknas û kronîkvan William Pfaff, pisporê siyaseta derve ya Amerîka’yê ye. Ew derdixe holê ku di navbera hilbijartina B. Obama li Dewletên Yekgirtî, serketina muxalifên sosyal-demokratan a li Japonya’yê û li Îngilistan’ê gengeşeyên li ser paşeroja têkiliyên transatlantîk de pêwendiyek heye . Em dikarin li vê lîsteyê gelek alîgirtinên nû zêde bikin ên wekî pêşveçûna dîplomasiya alman, tekîliyên di navbera Rûsya û Polonya’yê de nû peyda dibin, ji nû ve diyarkirina helwestên stratejîk ên Tikiye’yê … Bi vî awayî bi maneya ku Joseph Ferrari dixwest bibêje, xetên gerdûnîbûneke nû dihên kişandin, maneya vê jî hebûna girêdaneke objektîf a di navbera beşdaran de ye ku xuya ye ji hev belawela ne.

Wergera ji fransî: Lokman Turgut

Çavkanî

André Bellon : Serokê berê yê Komîsyona Kar û Barên Derve ya Meclîsa Neteweyî ya Fransa’yê.

  • Robert Bonnaud, Y a-t-il des tournants historiques mondiaux ? (Gelo demên diyarker ên dîrokî yên gerdûnî hebûn?, Kimé, Parîs, 1992.
  • Joseph Ferrari, La Chine et l’Europe. Leur histoire et leurs traditions comparées (Çîn û Ewrûpa: Dîrok û reûresmên wan bi awayê li ber hev girtî), Parîs, weşanên Librairie académique, 1867.
  • CNRS, Institut de sciences humaines et sociales (Instîtuya Zanistên Mirovan û Civakî), 14’ê Nîsana 2008’an.
  • Conseil économique et social (Konseya Aborî û Civakî), fikra 24’ê Adara 2004’an li ser rapora Michel Frank, Parîs.
  • Rapora hejmara wê 2567 ya 11’ê Cotmeha 2005’an.
  • Devjêberdana çêkirina mertalê li dijî mûşekan, mirov dikare wekî berjewendiyeke kêm pêşde ya Dewletên Yekbûyî beramberî Ewrûpayê binirxîne.
  • Para bazirganiya bi derve re ya di nava herêmî de ya ‘panzdehan’ (15 dewletên endamê wê demê endamê Yekîtiya Ewrûpayê) di sala 1990’î de ji sedî 66 bû, di sala 2004’an de ji sedî 61 bû. Di nava qada euroyê de ev rêje ji sedî 55’ê sala 1990’î daketa ji sedî 51’ê sala 2004’an.
  • Di nava vê komê de pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku hemû jî hêzên nukleer in û Almanya cih digirin.
  • Biryara 30’ê Hezîrana 2009’an a li ser ligorîbûna Destûra Bingehîn a Peymana Lîzbonê.
  • Arnaud Leparmentier di rojnameya Le Monde a 16’ê Tîrmeha 2009’an de ji devê wî ev gotina wî nivîsiye.
  • Jêrenota wergêr: North American Free Trade Agreement
  • Jêrenota wergêr: Mercado Común del Sur
  • Jêrenota wergêr: Association of Southeast Asian Nations
  • Jêrenota wergêr: Ji tîpên destpêkê yên dewletên Brezîlya, Rûsya, Hindîstan (India) û Çînê (China) pêk tê.
  • “BRIC II et la croissance Big-Bang (BRIC II û mezinbûna Big-Bangê”, Rediff.com, 10’ê Mijdara 2004’an.
  • OCS, jêre her weha Hevgirtina Şangayê jî dihê gotin, di vê hevgirtinê de Rûsya, Çîn û gelek dewletên Asya'ya Navîn jî cih digirin.
  • Jêrenota wergêr: Alianza Bolivariana para los Pueblos de Nuestra América.
  • Jêrenota wergêr: Sistema Único de Compensación Regional
  • Jêrenota wergêr: Unión de Naciones Suramericanas
  • “Notes sur une tentative de révolte (Notên li ser hewldaneke serhildanê)”, 5’ê Îlona 2009’an, www.dedefensa.org.
  • Bixwîne Wendy Kristianasen, “Ni Orient ni Occident, les choix audacieux d’Ankara (Ne Rojhilat û ne Rojava, tercîhên Enqerê yên wêrek) ”, Le Monde diplomatique, Siabata 2010’an.