Di navbera dîroka demdirêj û dîmenên gelemperî de

Translator

Heta salên 1990ê, parzemîna reş ji bo tirkan  ji du rûyan pêk dihat: Afrîkaya li binya Saharaya Dûr û Afrîkaya Bakur (Misir, Lîbya, Cezayîr, Tûnis, Sûdan) ku ji alîyê hîsî ve, ji ber ku ew heta derketina leşkerê dawîn ê osmanî ji Lîbyayê, di 1926ê de, bi temamî an jî qismî, girêdayî Bab-i Alîyê bû.

Di sala 1575ê de, Siltan Mûradê III. bi Împaratorîya Kanem Bornû re (erdê ji bakurê Nîjeryayê heta Çadê) peymaneke parastinê îmze kiribû. Herweha, wî jê re çek û şêwirmendên leşkerî jî şandibûn. Berîya ku îngilîzên Lord Frederick Lugard di van heman Sîte-Dewletên haûssa (haûssa, zimanê sereke yê Nîjeryayê ye) yên Nîjeryayê de bi cih bibin, diviyabû heta 1900ê bisekinin. Ev Sîte-Dewlet piştî demeke pir kurt di ser cîhada Ousman Dan Fodio re, ketibûn bin kontrolê.

Medyayên nêzî Partîya Edalet û Pêşketinê (AKP) van salên dawîyê civateke biçûk "afro-tirk" (1) ku bi taybetî li derdora Îzmîrê dijî, ji nû ve keşif dikin. Bavûkalên endamên vê civatê ji alîyê Împaratorîya Osmanî ve li sînorên başûrê Sûdanê û navberwelatê rojhilat-afrîkî (Kenya û Ûganda) hatine tune kirin. Lêkolînerê brîtanyayî Murray Gordon (2) bi bîr dixe ku vê bazirganîya koleyan di sedsala 16mîn de dest pê kiriye û bi deh hezaran koleyên reş di ser rêyên karwanîyên transsaharayî û embarên osmanî yên Behra Sor re, ber bi Sîrenayka, Misir û piştre jî bo Stenbolê hatine anîn.

Gordon dibêje eger projeyên antî-koledarîyê yên Londrayê pêşî bûbin "rehîneyên polîtîkaya wê ya pejirandî ya parastina yekparetîya Împaratorîya Osmanî", îfadeyên giran ên civaka antî-koledar ya brîtanî, ku ji alîyê raporên hîndeker ên mirovan weke rênîşander James Richardson ve hatine tevdan, bûne sedem ku Stenbol di navîna sedsala 19emîn de bazarên xwe yên "dara abenozê" bigire. Lê belê "bi tenê bi nemana daxwazê, piştî dawîlêanîna koletîyê ya ji alîyê hikûmeta tirk ve, di 1899ê de, ev trafîk vemirîye". Bi gelheya xwe ya reş, tirk bi vî rengî dest bi serdana vê rûpela tarî dikin, rûpeleke ku eynî wekî berebezîya wan a bi împaratorîyên kolonî yên portekizî û brîtanî yên li sînorê Okyanûsa Hindî, demeke dirêj di dîroka wan de veşartî mabû.

Bi saya serê zêdebûna lîstikvanên afrîkî yên fûtbolê di şampîyonîya tirkîyê de, îmaja parzemînê jî vediguhere ku vê şampîyonîyê heta hingê berê xwe dabû bi taybetî bi brezîlî û arjantînîyan. Piştî Uche Okechukwu û Jay Jay Okovcha yên nîjeryayî û Ghanéen Stephen Appiah, êdî Mamadou Niang û Issar Dia (Senegal) û Joseph Yobo (Nîjerya) ji alîyê kluba mezin a Fenerbahçeyê ve ji bo sezona nû hatin transfer kirin. Û wekî her tişt bi muzîkê diqede, divê em binê zêdebûna elaqeyê ya li Stenbolê jî xêz bikin, elaqeya ku ji bo albûmên stranbêja herî navdar ya afro-tirk, rehmetî Esmeray, tê nîşan dan.

Çavkanî

  1. "Turks with African ancestors want their existence to be felt (Tirkên ku bavûkal afrîkî, dixwazin hebûna wan bê hîs kirin)", Today Zaman, Stenbol, 11 gulan 2008
  2. Murray Gordon, L’esclavage dans le monde arabe, VII-XX siècle (Di cîhana ereban de koletî, sedsala VII-XX), Robert Laffont, Parîs, 1987

Wergera ji fransî: Aynur Bozkurt