Di navbera îdeolojîyan û avakirina neteweyan de

Translator

Ji bo aktorên sîyasî û întelektuelên kurd ên li Tirkîyeyê dîyar e pirsa li nasnameyeke kurd û avakirina neteweyan her diçe girîngtir dibe. Di heman demê de alozîyeke dîrokî-sîyasî ya îdeolojîzekirina şemayên çepgir û rastgir û herweha sinifandinên nû "pêşverû – mihafezekar – dînî - neteweyî" di nava kurdên li Tirkîyeyê de tên dîtin. Fikrên sosyalîst ên sîyasî yên salên 1970 û 1980yî dîyar bû li cem beşek sîyasetvanên kurd hîna jî tesîrdar in. Alozîya di navbera pirsa kurdî a ku tesîra îdeolojîyê li ser e bi destê sîyaseta tirk û elîtên wan li alîyekî û mafên kurdan wekî milet, herweha bipêşketina avakirineke netewa kurd li Tirkîyeyê li alîyê din de li nav elîta kurd dibin sedema nîqaşên dijwar. Gelo bipêşketin û çêkirina nasnameyeke kurdî yan jî avakirina "neteweya kurd" pêwîst e? Yan jî gelo pêşî divê bi rêya şerê çînan û îdeolojîya sosyalîst Tirkîye were demokratîkkirin? Gelo hingê kurd wê bi awayekî xweber bibin xwedî mafên xwe?

 

Damezrandina partîyên tirk bi destê BDP û PKKya kurd bivê nevê rê vedike li ber pirsa ka gelo wekî mînak BDP û pêre jî PKK xwe ji avakirineke netewe ji bo kurdan dûr dikin, tevî ku bûyerên bi vî rengî li başûrê Kurdistanê tên dîtin. Di heman demê de sempatîzanên PKKê û heman sempatîzan wekî hilbijêrên BDPê peyvên neteweyî û welatparêzîyê di axaftinên xwe yên di rojeva xwe de bi kar tînin. Gelo dafdaneke îdeolojîk a bi darê zorê ya ber bi çepê ve heye, ku meriv dikare wekî berxwedana hin hêzan li dijî avakirina neteweya kurdan fêm bike? Bi gotinên din: gelo di serdema civata agahîyan de "avakirina neteweya kurd" ne projeyek e ku hêvîyan peyda bike? Gelo kurd gavekê ber bi paş ve diavêjin ber bi mestereyên îdeolojîyan ên salên 70yî û 80yî, ango bi versîyoneke nû ya reloaded a îdeolojîyan?

 

Dema ku em li rewşa kurdan li Tirkîyeyê binêrin, hingê em dibînin ku di biwara çareserîya pirsgirêka kurdî de di warê sîyasî, çandî û civatî de pêşnîyaz û dij-pêşnîyaz ji her alîyî ve hatine kirin û her ji alîyê elaqedar bi xwe ve tên betalkirin. Ev yek ji bo tevgera kurdî û îdeolojîzebûna wê jî, ango îdeolojîyeke bêîdeolojî, îdeolojîyeke berjewendîyên sêwirandî jî wisa ye. Di nava çil salên dawîyê bi tenê de her sêwirandinên sîyasî û îdeolojîk hatin qebûlkirin û betalkirin, bi wî rengî ku hema hema ne mimkin e meriv karibe dem û tesîra wan analîz bike. Vîzyonek, alternatîfeke ne îdeolojîk a azadîya kurdan û avakirina neteweyê tê redkirin. Li şûna wê propagandaya fikreke di çarçoveya reş û spî de, dost û dijmin de tê kirin û wekî têkoşîna ji bo edalet û azadîyê tê belavkirin. Yek ji mînakên herî nû bi binketina partîyên kurd e ku nekarîn Kongreyeke Neteweyî damezrînin.

 

Ango vîzyonek û sîyaseteke xweser a  kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê nîne, ku bi hev ve girêdayî bin û ji bo avakirina neteweya kurd bixebitin. Îdeologên payebilind, rêzek aktor û biryargirên sîyasî yên kurd di nava wan de hene, ji bo neteweyeke kurd siberojekê nabînin û li şûna wê sîyaseteke taktîkên demkîn ji bo berjewendîyên demkîn dimeşînin.

 

 

 

Demokrasîya xeyalî

 

Damezrandina partîyeke tirk (HDP) bi destê kurdan bi hesabên sîyasî balkêş e, lê belê nabe ku ew di sîyaseta kurdî de bi roleke girîng rabe. Nabe ku ew qadeke serbest a argumentatîf ji bo awira xeyalî ya li pirsgirêka kurdî û pêre jî hêdîbûn û redeke pirsgirêka kurdî peyda bike. Çepê tirk a qaşo timî di bin zextê de ye ku cihê argumentasyona xwe wekî "navenda sîyasî" yan jî "demokratîkbûna" Tirkîyeyê terîf bike, sedema wê jî ew e ku di rastîyê de ew ne xwedîyê îdeolojî û sêwirandinên bi rastî ye, wekî sîyasetvanên kurd ên pilebilind. Di heman demê de bi awayekî balkêş herdu kom jî ji îdeolojî û civatîbûneke tirk peyda bûne.

 

Ma ne, ji xwe komên qaşo çepgir îdîa dikin avakirineke neteweya kurd wê rê veke li ber "neteweperestîyeke" kurd, lê belê di heman demê de neteweperestîya tirk wekî destpênabe û "pîroz" dibînin. Li vir lê belê em balê bikşînin ser ku avakirineke neteweya kurd û neteweperestî du tiştên bi tevahî ji hev cihê ne.

 

Baş e di cewher de di şerê li ser fikra sabit a îdeolojîyê û bîrokebûna îdeolojîye de mesele çi ye? Heke meriv sere sere terîf bike, mesele timî tewazûna di navbera dewlet û aborîyê de ye û tevgera kurd e jî ku ber bi avakirina netewe ve xwe tevlî meseleyê dike û dest bi guhertina vê tewazûna hêzê dike. Ango mesele ew e ku tevgera kurd bi giştî bandorê dike li tewazûna hêzê nexasim jî berjewendîyên aborî li Rojhilatê Nêzîk û Navîn. Tirkîye, Iraq, Îran dixwazin pêşîyê bigirin li vê projeyê. Heke nikarin pêşîyê lê bigirin jî, hingê dixwazin ku karibin kontrol bikin.

Astengîyên li pêşîya avakirineke neteweya kurd

 

Avakirina neteweyê peyveke kevin e ku nexasim jî di salên 1950 û 1960î de wekî konsepteke kilît ya sîyaseta derve, ewlekarîyê û geşedanê bi kêr dihat. Wê demê ew di çarçoveyeke teng a pêvajoyên geşedanê yên dinya sêyem de bû, nexasim jî wekî gihiştineke mestereyên rojavayî. Civat divîyabûn werin "modernkirin" ango avahîya wan divîyabû li gorî ya dewletên pîşesazîya xwe teman kirî bihata eyarkirin: divîyabû ji civatên "ji rêûresmê" yan jî "êşîrî" dewletên netewe yên "modern" pêk bihata, mestereya ewropî jî yan sergirtî yan jî eşkere û yekser wekî armanc dihat sêwirandin.

 

Ji bo Kurdistanê meriv dikare avakirina neteweyê wekî geşedana aborî û mafên azadîyê yên gel wekî armanc û erkên ji nêz ve bi hev ve girêdayî bibîne. Ji bilî parçebûnê, gelê kurd rû bi rû ye bi gelek pirsgirêkên çandî, aborî û civatî yên ku li gelek qonaxan û qadan bi stratejîyeke hevpar bi armancên cihê di nava sînorên îro heyî de divê werin çareserkirin.

 

Ji bo vê jî geşedana aborî, nexasim jî aborîya bazarê, bipêşketina sîyasî ya avakirina neteweyê şert e, çawa ku niha li başûrê Kurdistanê tê ceribandin. Avakirineke neteweya kurd li Tirkîyeyê jî wê mimkin be heke xelkê kurd, sazîyên kurd bigihêjin û tesîrê bikin li geşedana aborî ya li herêmên kurdî. Ango bipêşketina sîyasî û azadîya gelê kurd girêdayî geşedana aborî herweha li bakurê

Kurdistanê divê wekî erkên herî li pêş werin dîtin. Ev destpêka pêvajoya avakirina neteweyekê ye.

 

Avakirina neteweyê, ji bilî pêvajoyeke aborî, bûyereke civatî-sîyasî ye ku di mohleteke dirêjtir a dîrokî de dike ku civata kurd li Kurdistanê bibe neteweyek. Pêvajoyeke bi vî rengî li Kurdistanê ji ber dînamîkên aborî, civatî, çandî û yên din dest pê kir. Bêguman tu garantî nîne ji bo wê yekê ku pêvajoya avakirina neteweya kurd wê serketî be. Dewletên ku welatê kurdan di nav xwe de parve kirine, hewl didin vê pêvajoyê bi her tiştê ji destê wan tê asteng bikin. Di nava vê de mihtemel e stratejîyên dewleta tirk ên ji bo kontrolkirina tevgera kurdî jî hebin. Hevdîtinên dewleta tirk ên yekser û neyekser ên bi PKKê re jî dikarin bi heman rengî werin nirxandin. Damezrandina partîyên çepgir ên tirk bi destê tevgera kurd jî dikare ji vî alîyê meseleyê ve were dîtin. Çepgirên tirk ên navdar berê jî hewl dan tevgera kurd ji avakirineke neteweyê dûr bigirin (wekî mînak Doğu Perinçek, Yalcin Küçük û hwd.). Îro mihtemelen aktorên din hene ku ev erk girtine ser milên xwe.

Avakirina neteweyê, wekî stratejîya geşedanê

 

Avakirina neteweyê, sêwirandina armanceke sîyasî ye, di heman demê de stratejîyek e ji bo bidestxistina berjewendîyên kurdan li Kurdistanê û li Rojhilatê Nêzîk û Navîn. Aktorên hundir û yên ji derve li tevahîya parçeyên Kurdistanê dikarin bi vê gaveke din biavêjin ji gelbûnê ber bi avakirina neteweyê û berjewendîyên kurdan jî di her mijarê de misoger bikin.

 

Di çarçoveyeke bi vî rengî de peyva avakirina neteweyê bi kêrî terîfkirin û analîza pêvajoyên civatî û sîyasî tê û xwedîyê xisleteke hizreke nû ye. Avakirina neteweyê dikare bibe stratejîyeke bipêşketinê ya tevgera kurd a ku nexwedîyê xisletên emperyal e.

 

Ev hêmanên avakirina neteweya serketî hene ku para bêhtir ji nêz ve bi hev ve elaqedar in: fikreke di warê bawerîbixweanînê de xurt a Kurdistanê a ku civatê ava dike, întegrasyona civatê li her parçeyê Kurdistanê û ji wan û wê de û stratejîyeke bikêr a aktorên kurd.

 

Avakirineke neteweya kurd wê bi tenê bi ser keve heke jê were fikreke întegratîf a "Kurdistanê" biafirîne. Ji binî ve jinûveavakirina sîyaset û civatê heta îro jî rewa ye ji ber peydabûna kurdan a dîrokî û tepisandina wan. Helbet hêmanên sereke yên neteweperestîyekê ku li cem kurdan bêhtir wekî welatparêzîyê tên binavkirin, bi roleke girîng radibin wekî pêkanîna nasnameyeke neteweyî ya hevpar a sûddêr. Ji bo avakirina netewe şert e "neteweyek" were çêkirin ku dikare bi awayên ji hev gelekî cihê hatibe avakirin. Lê belê heta ku dilsozîya pêşî bi eşîr, klan, komeke dînî-etnîk yan jî çawa ku meseleya me li ser e bi partîyên kurd (partîya kurd wekî nasname) re be û nasnameya "neteweyî" li paş wê bimîne yan jî nebe, hingê wê avakirina neteweya kurd temam nebe. Bêguman, bi çand, nirx û mestereyên nasnameyê yên kurd gavên pêşî yên avakirineke neteweyî berdest in. Têkoşîna rizgarîyê ya kurdan ji bo azadî, wekhevî, demokrasîyê û îdeolojîyên dinyewî yên wekî sosyalîzmê yan jî dîn heta niha li avakirineke neteweya kurd bi rengekî erênî tesîr kirin.

 

Şertekî din ê ji bo pêvajoyeke serketî ya avakirineke neteweyê, întegrasyona civata kurd e û ev jî erk û kêşeya herî mezin e. Ji ber parçekirina Kurdistanê û strukturên eşîrê yên heyî, dîn û partîyên sîyasî yên ku xwedî berjewendîyên cihê ne bi pêşketina sîyaseteke întegral zehmet dikin. Meriv dikare wekî mînak behsa damezrandina kongreya neteweyî bike ya ku ji ber sedemên hundir û ji derve pêk nayê.

Weke tiştekî erênî dikare were nirxandin ku di van salên dawîyê de mestereyên danûstendinê û tevnên danûstendinê di navbera komên cihê de li Kurdistan û dîyasporayê baştir bûne. Şertên vê ne bi tenê sîyasî-çandî ne lê belê herweha pratîk in jî: ji bo avakirina neteweyê, binesazîyeke "neteweyî" divê. Rêyên aborî, çandî û danûstendinê yên li asta herêmî û navneteweyî divên. Ji guherbarên kilît e ji bo afirandina nîqaşeke neteweyî ya sîyasî û çandî ku çapemenîyeke girseyê ya li tevahîya welêt belav hebe.

Bê dewlet avakirina neteweyekê?

 

Di hin teorîyan de ji bo avakirina neteweyekê, sazîya dewletekê yan jî dewleteke bi tenê wekî şertê bivê nevê tê dîtin. Dema mijara me li ser kurdan e ez vê teorîyê parve nakim. Avakirina neteweya kurd dikare li ser her çar dewletan pêk were heke herdu şertên li jor behsa wan kirî pêk hatibin û aktorên kurd karibin dezgehên xwedî erk ên di ser wan re ne, ava bikin ên ku wê berjewendîyên van dewletan jî li ber çavan bigirin, bêyî dev berdin ji pêdivîyên sîyasî, civatî, çandî û aborî yên kurdan. Ev yek halê hazir pir realîst nîne lewre dewletên wekî Tirkîye, Sûrîye, Iraq û Îranê bi xwe rû bi rû ne bi guherînên mezin û zelûl re. Lê belê dibe ku ha ji ber vê yekê bi xwe kurd xwedî şans bin ku berjewendîyên xwe yên avakirina neteweyekê gav bi gav pêk bînin.

Ji desthilatdarîya

partîyên kurd ber bi desthilatdarîya gel ve

 

Heke mesele avakirineke neteweya kurd e, hingê divê desthilatdarîya komên piçûk, partîyên kurd xwe li pardarîya gelî veke. Maneya avakirina "netewe"yê ew e ku tevahîya endamên wê bibin kirdeyên sîyasî li şûna ku xwe ragirin li tebabûna sîyaseteke desthilatdêr. Bi vê maneyê di nava avakirina neteweyê de potansîyaleke demokratîk jî heye, lewre endametîya neteweyê ne bi girêdayîbûna eşîrî, helwêsta dînî, xurtîya sîyasî ye, lê belê bi hevparîya etnîk-neteweyî tê terîfkirin. Avakirina neteweyê rê li ber potansîyeleke demokratîk vedike, lê belê tehlûkeyên wê jî hene: ew dikare veguhere desthilatdarîyeke "li ser navê" netewe ya ku ji feodalîzmê, awayên desthilatdarîyê yên "ji rêûresmê" yan jî desthilatdarîya kolonyal zalimtir e, çawa ku ji rengê başûrrojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûrîyeyê) û PYDê dîyar e.

Sîyasîbûna civatan

 

Avakirina neteweyê,  xelkê "sîyasî dike" û dike netewe, ew nexasim jî di pêvajoya avakirinê de beşên mezin ên civatê seferber dike. Ji bo vê, gelek caran hin şertên civatî hene: wekî mînak asteke dîyar a danûstandina di nava civatê de şert e ku asteke bilind a xwendebûnê û çapemênîya girseyê û ya danûstandinê bi kêra wê bi xwe tên (zêdebûneke dîyar a rojname, radyo û kanalên televîzyonê yên kurdî ji teqrîben 15 salan û vir ve).

 

Di her pêvajoya avakirina neteweyê de çêkirina struktur û mekanîzmayên sîyasî û civatî yên nû heye, lê belê pêre jî bihurîna ji îdeolojîyên kevin, jihevdexistina wan û dabeşkirina desthilatê ji jor ber bi jêr ve pêwîst in.

 

Pir girîng e meriv îfade bike ku asta dizikhevdebûna aktorên kurd a alîyan xurt dike û nexasim jî ya partîyên kurd ji bo serketin yan jî binketina avakirina neteweyê dîyarker e. Halê hazir aktorên ji derve dê avakirina neteweya kurd zehmet bikin, lê belê heke faktorên hundir li hemberî wan bin, ew ê nikaribin wê asteng bikin.

 

Tam li vir divê ji nû ve pirsa ka gelo hîna cihê îdeolojîyên şerê sar li Kurdistanê û di sîyaseta kurdî de heye yan jî kurd êdî dê bînin bîra xwe, sîyaseteke xwe ya serbixwe ya kurdî bikin. Tiştekî bi tevahî bi dilê meriv e dema wekî mînak rêxistinên sîyasî yên tirk ên xwedî bandoreke sîyasî ya dîyar hevkarîya tevgera kurd bikin. Lê belê nabe ku kurd bi xwe partîyên tirk damezrînin ên ku hîmê wan nîne di nava xelkê tirk de.

Lîteratur

-Atwood, J. Brian

, 1994: Nation Building and Crisis Prevention in the Post-Cold War World / Avakirina Netewe û Bergirtina Qeyranê li Dinyaya piştî Şerê Sar, in: Brown Journal of World Affairs, sal 2/1 (zivistan), rûpel 11-17.

-Edelstein, W.:

Gesellschaftliche Anomie und moralpädagogische Intervention. Moral im Zeitalter individueller Wirksamkeitserwartungen / Qelsbûna Civakî û Destwerdana Exlaqî-Pedagojîk. Exlaq di Serdema Hêvîyên Bandordarîyê yên Ferdî de. In: Edelstein, W./ Oser, F./ Schuster, P. (edîtor): Moralische Erziehung in der Schule. Entwicklungspsychologie und pädagogische Praxis / Perwerdeya Exlaqî li Dibistanê. Psîkolojîya Bipêşketinê û Pratîka Pedagojîk. Weinheim û Basel 2001. S. 26

-Eriksen, Thomas Hylland

, 1993: A Future-Oriented, Non-Ethnic Nationalism? – Mauritius as an Exemplary Case / Neteweperestîyeke Berê wê li Siberojê ya Ne-Etnîk? – Maurîtyûs wekî bûyera mînak, in: Ethnos, sal 58, rûpel 197-221.

-Hippler, Jochen,

2001: Kultur und Wissen: Trends und Interdependenzen / Çand û Zanîn: Meyl û Girêdayîbûnên Dualî, in: Stiftung Entwicklung und Frieden, Globale Trends 2002 – Fakten, Analysen, Prognosen / Weqf, Bipêşketin û Aştî, Meylên Global 2002Fakt, Analîz, Texmîn. Ingomar Hauchler, Dirk Messner, Franz Nuscheler (edîtor). Frankfurt/M. 2001, rûpel 135-155.

Wergera ji almanî: Luqman Guldivê