Di navbera Iraq û Îranê de heştsed hezar rehîne

Çirîya paşîn 1989
Translator

Kînîzm û niyeta xirab ên ku ji sal û nîvekê û vir ve, xisleta wê "bazara mirovanîyê” dîyar kirin, ya ji bo vegera girtîyên nexweş û birîndar yên şer ku jimara wan dîyar e, tevî ku weke karê pêşikî tê dîtin, encama xirab a ku bi sed hezaran mirovên ji ber şerê Îran û Iraqê belawela bûne, pêş dibîne. Hal ev e ku tenê an jî bi komî, hemû bi siberojekê re rûbirû ne ku nikarin bandorê lê bikin û têra xwe neewle dîyar e.

Girtîyên şer, firarîyên leşkerîye, şervanên ku ketine destê dijmin, kêmnetewe, muxalifên polîtîk û qurbanên şidetê: Hemû kategorîyên metelhiştî, penaberên îranî yên li Iraqê û kombûyîna îraqîyan a ji nû ve li Îranê, piştî îstatîstîkên fermî nêzî 800.000 in. Hemû li ser "erdên dijmin” li bendê ne ku komek mirov û rêxistinên xurt li ser çarenivîsa wan li hev bikin: Rêveberên Bexdad û Tehranê, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (CICR) û Komîserîya Bilind a Penaberan (HCR). Lê kes pê nizane ka wê giranîya vê mozaîka însanî di muzakereyan de çiqas be.

Vegerîna girtîyên herdu hêlên şer ber bi welêt ve ku bi peymana agirbestê re hatiye plan kirin û bi parastina CICRê hatiye organîze kirin, di çirîya paşî ya 1988ê de bi nexweşan û birîndaran dest pê kir. Lê belê ji ber gelemşeya berdewam a navbera Bexdad û Tehranê ya li ser rêznameya pirsa polîtîk, guherînên der heqê însanî de bi tenê piştî sê seferên balefiran hate sekinandin. Nêzî 1 600 girtîyên nexweş û birîndar divabû di dawîya 1988ê de vegeriyana welêt. Heya niha tenê 155 îraqî û 56 îranî vegeriyane.

Wekî encam, alîyên şer tesdîq dikin ku di destê wan de bi awayekî fermî nêzî 70 000 dîlên şer hene (50 000 îraqî û 20 000 îranî). Sazîyên însanî texmîn dikin ku ev hejmar "herî kêm 100 000” e; lê piştrastkirina vê yekê zehmet e. CICR ji dawîya 1987ê û pê ve êdî nikare bikeve nav girtîyên şer. Iraq bi peymana Cenevreyê re destûra ziyaretê dide.

Em vê kategorîya qurbanan ku ji alîyê hiqûqa navneteweyî ve biîmtiyaz e, li alîyekî bihêlin, Îran –ji yên bi gelekî li pêş– beşa herî mezin a mirovên ji cih û warên xwe kirî, dihewîne: Bi fermî, nêzî 600 000 îraqîyên ji kokên cuda. Piştî ketineke giran, bi Peymana Cezayîrê (1975) ya di navbera rejîma Şah û Bexdadê de mohrkirî re, hejmar heya 100 000ê daket, her ku çû ji nû ve zêdetir bû.

Bi mîlyonan sirgûnîyên îranî û îraqî

Di 1980yê de Iraqa xwe ji şer re amade dikir, dest bi vederkirina muxalif û "dijminên hundir” ên potansîyel kir; bi taybetî li cihên şîiyên bi eslê xwe îranî (lê para bêtir welatîyên Iraqê) yên ku ji mêj ve li der û dora cihên pîroz ên şîîzmê bi cih bûne. Hejmara îraqîyên hundir ên li kampa Îranê wê salê ji 120 000ê bihurî. Dijmintîyê dest pê kir û ev hejmar her zêdetir bû: Di 1983yê de 300 000, di destpêka 1988ê de 520 000. Koçên ku ji alîyê bombardimanên kîmyayî yên berî û piştî agirbestê yên teyareyên Bexdayê ve li hemberî Kurdistana Iraqê hatin prova kirin li vê hejmarê zêde bûn. Di biharê de, bi hezaran kurd hatin Helebçeyê; di payîzê de, 40 000ên din ên ku di serî de li Tirkîyeyê li starekê digerîyan, hatin.

Bi vî rengî mirov dikare li Îranê ji hemû rengan mirovên ku ji Iraqê revîyana bibîne: hindikahî (kurd, tirkmen); hindikahîyên dînî (keldanî, asûrî, ermenî); muxalifên polîtîk; şervanên kurd (pêşmerge); firarên leşkerîyê.

Li alîye îraqîyan, hejmara girtîyên îranîyan (herî zede 100 000) şeş car kêmtir e; ev yek jî dezavantaj e ji bo Bexdadê. Li vir mirov dikare gelek kurdan jî bibîne. Di kampeke nêzî paytextê de 25 000 kesên ku ji sebebên polîtîk, firarên leşkerîyê û mirovên ku ji ber şer ji cih û warên xwe bûne, hene. Ji alîye rayedaran ve wekî penaberan tên hesibandin. Bi sedan îranîyên faris ên bi piranî nêzî rejîma kevin in jî li kampeke din civiyane.

Rejimên ku guh nadin hiqûqê

Li başûrrojhilatê bi hezarên erebistanî (îranîyên ji etnîsîteya ereb) ku ji herêma Axwaza Îranê ya ku şer herî zêde têsîr lê kiriye, tên, bi derfeta xebatê û cihguhertinê, xwedî statûyeke taybet in.

Piştre, li cem şervanan, rewşa derketî holê wekî ya li Îranê heyî ye. Tevgerên kurdên Îranê yên ku Bexdad pişta wan digire û nisbî xweser in, wekî Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI), li ser xeta sînor a bakurrojhilat çalak in. Heta, li Bexdadê bi xwe, bi hezaran milîtanên Mucahidên Gel hene.

Li herdu welatan, ji bilî şervanan, sirgûn li kampan civiyane û Xaça Sor berpirsiyarîya van kampan girt ser xwe û ji nêzîk ve xist bin kontrolê. Li Îranê bi hezaran (qurbanên Helebçeyê û rewşên tibî) sûd ji alîkarîya HCRê girtin. Lê ev tişt divê tunebûna madî û manewî ya piranîyan nede ji bîr kirin.

Qedera van hemûyan, qurbanên bingehîn ên şideta dewletan lê weke xemê di rêza duyem de, wê bibe çi? Li gor hinekan, "ji bo ku hevpeyvîn neyên tev li hev kirin, axaftina der barê wan de bêdem e”, lê belê problema dîlên şer dûrî çareserîyê ye. Bêîstisna ev hemû sirgûnîyên ku dema dev ji çekên xwe berdan, wekî tevgerên çekdar dihatin dîtin, "bîyanîyên li ser axa dijmin” in. Û ji alîye mafên mirovan ve bi peymana çaremîn a Cenevreyê tên parastin. Pêkanîna rêzgirtinê ya li hemberî vê rewşê karê CICRê ye. Mînak, divê esseh be ku xisleta vegerîna welêt a muhtemel bi dilê sirgûnîyan e.

Sirgûnî dikarin bi dilê xwe cihê manê yan vegerê hilbijêrin?

Jixwe tehlûkeya ku tişt tevlihev bibin jî di vir de ye. Mijar ev in; sozên negirtî û tecrûbeyên bixwîn ên berê, bi taybetî ji bo hindikahîyan wêrankirin û jicihûwarkirina gel; şideta îdeolojîk û fanatîzma dînî; hermonîkirina "xayîn”an ku li ser axa "dijmin”an mane; ji bo propagandayan îstîsmarkirina girtîyan; di dawîyê de, hessasîyeta pêvajoya aştî û siberojê: Ev hemû bi hev re ji bo afirandina derdoreke munasib a vegerînê kêm bi kêr tên.” Bisporekî van mijaran weha bi kurtî îfade dike "Ev her du rejîm îsbata barbarîyeke ewhindê zêde, biçûkdîtineke ewqasî mezin a azadîyan û hiqûqê ne, ku gelek mirov bi tenê ji bo fikra vegerînê tên bêzar kirin.”

Gelo bi rastî sirgûnî dê karibin tercîhê bikin? CICR wê doza vê yekê bike, lewra li gor prensîpa mafên mirovan, ev vegerîneke bidil e, ne bi zorê ye. Bi her halî wê di destê hikûmetên Bexdad û Tehranê de be ku derfetê bidin an jî nedin delegeyên swîsreyî bigihêjin kesên pêwendîdar. Tiştê ku tê xwestin, di nav sazîyên mirovperwer de tê nirxandin ku bi fikirîna li ser qîmetdayina derve qe nebe dê mirovên eleqedar hilbijêrin ku venegerin; û heta heke efûyeke giştî jî çêbe.

Dê gelek kes bidîqet çarenûsa mirovên pêşî ji welatê xwe dûrketî û veguherîna rewşên hundirî bişopînin, berîya, heke rewş guncaw be, biryara vegerê bidin. Dê îhtiyata wan ew qasî bêtir bê teyîd kirin lewra bi hukmên peymanê, parastina navneteweyî ya piştî vegerê pêş nabînin…

Bi hezarên din ên zêde lihevker, dê nikaribin zû bi zû xwe bidin ber tehlûkeya vegerê, heta belkî tu carî nikaribin. Iraqê di çirîya pêşî ya 1988ê de efûya giştî ragihand û gelo pêre bi awayekî zelal da zanîn ku "kesên weke sîxûrên Îranê yan jî artêşa êrişkar a îranî xebitîne” nakevin ber dilrehmîya wê?

Sirgûnî; ne objeya bazarê, lê pîyonên fedayî yên li ser mîhraba aştîyê

Ê wê demê dê kî yên venegeriyayî bixwaze? Rêz ji biryara dilê mirovan re bê girtin, mirov xwe ji qudreta vegerandina wan, yan jî pevguherandina wan jî bêpar bihêle, hingê mirov herweha bivênevê van mafan dide wan (argumana vê tirsê xwe dispêre zilm û zora piştî vegerê): Mafê penaberîyê, yê daxwaza starê û mana li kampan, Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ve van kampan diparêze û alîkarîyê û mafê çûyîna farazî dide wan.

Lewre, erdên sozdayî dê li ku bên dîtin? Di nav demokrasîyên rojavayî yên ku weke parêzkar û starê navdar in? Ev gumanbar e, lewra bi salan e ku ji bo qebûlkirina çendek îranîyên li Tirkiyeyê û HCRyê jî ew bi awayekî li gor usûlê qeyd kirine, ji van demokrasîyan rica û lava tê kirin.

Tu kes nizane dê çawa ev tevlihevîya însanî bê nirxandin. Lê bi piranî gelek kes ditirsin ku bi hezaran îranî û îraqî, sirgûnîyên li ser "axa dijmin”, piştî bûne qurbanên şer, êdî dê ne objeya bazarê bin, lê pîyonên fedayî yên li ser mîhraba aştîyê bin. Û divê îşaret bi girîngîya her yekê were kirin, di nav vê konteksta zor de, rola dîyarker a ku divê Neteweyên Yekbûyî –bi taybetî ya HCRyê- û CICR dewam bikin, pê rabin.

Çavkanî

Roland-Pierre Paringaux: Rojnamevan

Wergera ji fransî: Sevda Orak