Di navbera lundisme û belçîkîbûnê de

Belçîka
Translator

Ev potaya [neteweya pirreng] ku civakeke xeyalî diafirîne". Fîlozofê valon Jacques Sojcher bi vî rengî çandê terîf dike: çand ew e ku dike komek tevahiya tevgerên fikrî, çandî ku di wê re dibihurin, di "qalibekî pirreng û nepeytandî" de dihelîne; li gorî Jacques Sojcher, bi dana zêhniyeteke vekirî ya ku ji bo ku ji mirovan welatiyan biafirîne pêwîst e, çand divê mirovan bike hêjayî civaka tê de dijîn.

Li Belçîkayê ango labaratuwara şîzofrenîk a Ewropayê, nasname ya hê jî subjektîf, kirasê ruhekî taybet li xwe dike û bi vî rengî li her herêmê reh û rîşên xwe berdide. Valonyaya li ser çeprasta tevahiya rêyên Ewropaya Bakur, du tiştan bi hev re dijî, li aliyekî çîrokeke hê zindî (dêwên Ath’ê, berhemên şêwekar Paul Delvaux, fîgurê Tchantchès û devera Grand Hornu) û li aliyê din nifşekî nû yê hunermendan ên ku berevajî nifşê beriya xwe, êdî xwe jê venade ku ji bo hunera xwe bike, koçber bibe. Mirov dikare weke mînak behsa van kesan bike: sînemavan Jean-Pierre û Luc Dardenne (herduyan jî di festîvala filman a Cannes’ê ya sala 1999’an de ji bo filmê bi navê Rosetta xelat girtin), romannivîs Alain Barenboim, koma muzîkê ya rockê Girls in Hawaï, komediyen Marie Gillain û Yolande Moreau, aktor Olivier Gourmet...

Weha xuya ye ku dîroka valonî mişt e bi nakokiyan. Em bi lez û kurtebirî behsa vê yekê bikin... Ji sala 1831’ê û vir ve Flaman doza nasnameya xwe dikin, valon bi xwe di pîşesaziyê de çalak bûn. Piştre ev tevger berepaş bû. Sala 1937’an daxwaza ku digot çanda valonî ne weke çanda Belçîkaya mayî ye, hate zimên. "Manifestoya koma duşemê (lundi)" a ku Franz Hellens ruh pê anî, dengvedana vê daxwazê bû. Vê tevgerê fransewîaxêvî û qada bandora Franseyê derdixist pêş. Weke dijberê vê, nivîskar Pierre Mertens û civaknas Claude Javaux wê peyva "belçîkîbûnê (belgitude)" biafiranda. Herdu nivîskaran bi rengekî tinazker bal kişand ser reşbûna Leopold Sedar Senghor, Aimé Césaire û Leon Gontran Damas. Çapemeniyê jî ev peyv ji bo ku wê banal bike, bi kar anî. Mirov di navbera Xelo û Celo de dimîne çawa ye, Mertens ê endamê Club Saint Amour’ê (weke navê şerabeke nirxdar, komeke elît...) bi êşa wê zanîbû. Bi anîna cem hev a nivîskarên flaman û valon, vê klûbê xwendinên ji berhemên nivîskaran ên bi fransewî û hollandî, yên li raya giştî vekirî, organîze dikirin.

Di navbera lundisme û belçîkîbûnê de hunermendên valon demeke dirêj gellekî hewil dan xwe îfade bikin, di heman demê de li welatê Flamanan daxwazên nasnameyî her çû zêdetir bûn. Îroj bi xwe jî weha xuya ye ku li hemberî doza siyasî ya cîranê xwe, Valonya hê jî li xwe digere. Li paytexta Valonyayê Namurê, li muzeya Félicien Rops (şêwekarekî demeke dirêj li Parîsê mayî ...), Véronique Carpiaux bêyî ku vir de û wê de bike û gotinê di devê xwe de bibe û bîne, îddîa dike: "taybetbûna me valon e, belê em ewropî ne; ez xwe ewropî hîs dikim." Ji seranserê dunyayê hunermend tên Muzeya Hunera Modern û Hemdem (Mamac) a Liège’ê. Birêvebira hîperaktîf a muzeyê Françoise Safin bi hindik pereyên komkirî mûcîzeyan çêdike.

Ya rastî, tevî ku hin hewildan hene jî, fînansekirina çandê di ser Civaka Fransî re, lawaziya herêmê ye: hejmara navendên çandê sala 2004’an 109 bûn û ev hejmar sala 2009’an bû 115 (ji 12 milyon euroyan butçe gihîşte nêzî 23 milyon euroyan, butçeya ji bo sala 2010 jî 24 milyon euro ye). Navenda çandê ya Valonya-Brukselê, ya li hemberî Navenda George Pompidou ya li Parîsê, bi 2 milyon euroyan dixebite. Navend berhemên hunermendên valon, belê herweha têra xwe berhemên hunermendên "biyanî" jî pêşniyaz dike... Di heman demê de wezîrên valonî ên çandê li hemberî çandê timî dudilî bûn, lewra çand weke qada taybet tê dîtin ku lê tansiyonên di navbera daxwazên ji hev cihê yên welatiyan tên zimên. Bi vî rengî, herçend karûbarên îdarî hatin hêsankirin, ji bo sînemayê avantajên bacê û teşwîqên ji bo şanoyê hene jî, hin kes fikaran ji nebûna vîzyoneke demdirêj dikin. Dîrokzan Jean Pirotte weha hişyar dike: "çawa [Valonya] wê karibe vê pirsgirêka mezin, bi lingekî çareser bike:bi tenê xwe bispêre aboriyê û rabe, bêyî ku karibe qeraseyê sosyokulturel bi kar bîne?"

Siyaseta çandî li welatê Flamanan bi xurtî tê destekkirin, ya valonî li hemberî vê di warê sînerjiya di navbera qada îdarî ya hilbijartiyan û qada aktorên li deverê de jar xuya dike: Teşwîqa ji bo lîstikeke şanoyê çima bi tenê di nava qadeke cografî de bi nirx e? Îdarekirina fonan bi rengekî navendîkirî, xuya ye barekî giran e. Alaqe û navgîn ji Brukselê re diçin û Bruksel mêvandariya bûyerên hunerî yên herî bi prestîj dike. Derdor bixwe bi zor xwe fînanse dikin: Arlon, Dinant weke mînak gazinan dikin ku nikarin destekê bidin hunermendên li deverê. Weha xuya ye ku bi tenê Liège û di radeyeke ji vê kêmtir de Charleroi xwe ji vê rewşê xilas dikin.

Sedema fikareke din a hunermendan zêde siyasîbûna sektorê ye: "hikumet piştî bangeke giştî ya namzetiyê ku ew bi xwe mercên wê diyar dike, endamên saziyên şêwrê destnîşan dike".

Dîsa jî, biryar û însîyatîfên hêja ye mirov pesnê wan bide, hene. Weke mînak damezrandina Komîsyona Zénobe’ê ya ku derdorên karsazan, zanyaran û "çandî" tîne cem hev. Kesê ku di damezrandina wê de pêşengî kirî wezîr Jean-Claude Marcourt – cîgirê serokê Civaka Fransî – e. Marcourt "seferberkirina welatiyan bi rêya karekî çandî" erê dike. Lê belê di çarçoveya siyasî ya Belçîkayê ya ne ewle de, projeyên demdirêj hemû vediguherin danezaneke niyetê. Bi bazarên siyasî yên mîna yên dikandaran, dem e êdî mirov tercîha xwe ya di navbera ji "wan" û ji "me" de bike. Lê belê Belçîka xwediyê erdekî berdar e ku li ser çareseriyên siyasî yên nû û hemdem şîn bibin ("lihevhatina belçîkî" a navdar ...).

Çavkanî

Alfonso Artico: Rojnamevan

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê